måndag 21 oktober 2024

‎“Dîmenên ji gund û çend novelên din” û M. Alî Kut

 

Nivîskar M. Alî Kut piştî dora çil salên dûrketinê ji welatî û barê giran yê xerîbî û mişextîyê hewil dide ku welat, bajar, gund, salên zarokînîyê, kesên pê ra jiyabû û serhatî û çîrokên şevbuhurkên wan dem û dewran bîne bîra xwe û bixe ber destê xwendevanan. Ew di kitêba xwe “Dîmenên ji gund û çend novelên din” da, ya ku îsal di nav weşanên Apec da li Stokholmê derketiye, bi hevdeh çîrok û serhatîyan wan dewr û dem û kesan yên serdema jiyana xwe li welatî, bi hunera qelem û vebêjîya xwe wêne dike.

Kitêb ji dîrokê dest pê dike û diçe ser behsa êrişa leşkerê osmanîyan (piştî ketina Konstantinopolî di sala 1453ê da di destên wan da) bo ser dêra Hagya Sofîyayê (Ayîya Sofîya) û her ji dîrokê diçe ser behsa sêdaredana Şêx Seîdî û hevalên wî jî.

Ji mîtolojîya kurdî me dibe nav serhatîya Kaweyê Asinger û Ejdehakê zordar û agirê Newrozê. Ji mîtolojîya yûnanî jî dest daye serhatîya nêçîrvanê har Orionî û dawîya wî û pêwendîya wê çendê bi navê komstêrkên Orionê yê niha.

Ew di hinek çîrokên din da qala babê xwe û kaxezka wî ya dawîyê û dîtina dawîn ya dayika xwe, berî derketina ji welatî dike. Wî herweha jî çend çîrok û serhatîyên ku di zarokînîya xwe da bihîstine di vê kitêbê da belav kirine. M. Alî Kut di nivîsa xwe Bîrewerîyên Nisêbîna min da bi destê xwendevanî digire û wî bi xwe re li kolan û cade û cihên bîrhatinên xwe li Nisêbînê digerîne.

Min di xwendina vê da hest bi hebûna sinoran di navbera vebêjîya edebî, hîkayet, nivîs û bîrhatinan nekir. Lê, ez wê jî venaşêrim ku xwendina vê kitêbê û zimanê wê ji min ra gelek xweş bû û di hindek nivîsan da şêwazekê xweş yê vebêjîya bîrhatinan, bi rêya jê girtina hin gav û bûyerên giring di jiyana nivîskarî da, bala min kêşa ser xwe.

 

måndag 18 mars 2024

Di hembêza jiyanê da

Di hembêza jiyanê da

Navê kitêbê: Di hembêza jiyanê da
Nivîskar: Îman Nesret Berbiharî
Weşanxane: Pertûkxaneya Nûrsîn
Çapxane:
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan: 179 

 

Hedar xwendekara sala dawîyê ya xwendingeha mamostehîyê ye û babê wê Salim û birayê wê Nizar bi çavekê nizim berê xwe didin keç û jianan. Ew zayenda mê wek nezan û xizmetkarên navmalê dibînin û bi wî rengî jî reftarê li gel dikin. Hedar ji ber vê dîtina wan diêşe û rastî arêşeyan jî dibe. Ji bo nimûne bab û kur naxwzin ew ji mal derbikeve û bixwîne yan jî bab dixwaze ku ew şû bi kesekê di temenê wî da bike. Lê her tim dayik û nemaze mamê wê Xalid û dapîra wê li hawara wê dihên û piştevanîya wê dikin û rê li ber kiryarên babê digirin.

 

Pirseka din jî ew e ku Hedar û pismamê wê Nizar hez ji hevûdu dikin, lê her yek ji alîyê xwe ve û bisteh nakin evîna xwe ji yekûdu ra aşkera bikin. Lê rojekê Hedar li mala mamê xwe dikeve nav odeya Nizarî û di defterkeka wî da dibîne ku wî tê da nameyên evîndarîyê jê ra nivîsandine. Hosa em li dawîyê dizanin ku ew jinûmêrên hevûdu ne û xwedî zarok in.

 

Rewşen hevala xwendingehê ya Hedarê ye û rola wê di vê berhemê da wek eqlê selîm e. Ew wek genceka misilman dixwaze dînê îslamê li ber kesên derdora xwe şirîn bike. Ji bo nimûne ew ya ku serkol bû, dersokê bi kar diîne û hewil dide ji yên din ra diyar bike ku bikarînana dersokê ji bo veşartina pora keçê û jinê baş e û fermaneka quranê ye. Heta ew bi heman şirove û zelalkirinên xwe yên dînî bab û birayê Hedarê qayil dike ku ew dev ji serreqîya xwe ya li hember jinan berdin û ew paşî şû bi Nizarî dike.

 

Motîva dînî di deqî da zal e, lê bi rêya beşdarbûna malbata Hedarê û û ya mamê wê di pîrozkirina cejna xristiyanan da li mala Jûhenayî, cîranê mamê Hedarê, qebûlkirina yên din jî dihê berçav kirin.
Piranîya beşên kitêbê bi şîretekê yan hizr û zelalkirinekê li ser wê ya ku dê bihê gotin dest pê dikin.

 

 

د هەمبێزا ژیانێ دا

 

ناڤێ کتێبێ: د هەمبێزا ژیانێ دا
نڤیسکار: ئیمان نەسرەت بەربهاری
وەشانخانە: پەرتووکخانەیا نوورسین
چاپخانە:
سالا وەشانی: ٢٠١٩
هەژمارا رووپەلان: ١٧٩

 

هه‌دار خوانده‌کارا سالا داوییێ یا خوه‌ندنگه‌ها مامۆسته‌هییێ یه‌ و بابێ وێ سالم و برایێ وێ نزار ب چاڤه‌کێ نزم به‌رێ خوه‌ ددن کچ و ژانان. ئه‌و زایه‌ندا مێ وه‌ک نه‌زان و خزمه‌تکارێن ناڤمالێ دبینن و ب وی ڕه‌نگی ژی ڕه‌فتارێ ل گه‌ل دکن. هه‌دار ژ به‌ر ڤێ دیتنا وان دئێشت و ڕاستی ئارێشه‌یان ژی دبت. ژ بۆ نموونه‌ باب و کور ناخوازن ئه‌و ژ مال ده‌ربکه‌ڤت‌ و بخوینت یان ژی باب دخوازت کو ئەو شوو ب که‌سه‌کێ د ته‌مه‌نێ وی دا بکت. لێ هه‌ر تم دایک و نه‌مازه‌ مامێ وێ خالد و داپیرا وێ ل هاوارا وێ دهێن و پشته‌ڤانییا وێ دکن و ڕێ ل به‌ر کریارێن بابێ دگرن.

 

پرسه‌کا دی ژی ئه‌وه‌ کو هه‌دار و پسمامێ وێ نزار حه‌ز ژ هه‌ڤودو دکن، لێ هه‌ر یه‌ک ژ ئالییێ خوه‌ ڤه‌ و بسته‌هـ ناکن ئه‌ڤینا خوه‌ ژ یه‌کودو ڕا ئاشکه‌را بکن. لێ ڕۆژه‌کێ هه‌دار ل مالا مامێ خوه‌ دکه‌ڤت ناڤا ئۆده‌یا نزاری و د ده‌فته‌رکه‌کا وی دا دبینت‌ کو وی تێ دا نامه‌یێن ئه‌ڤیندارییێ ژێ ڕا نڤیساندنه‌. هۆسا ئه‌م ل داوییێ دزانن کو ئه‌و ژنومێرێن هه‌ڤودو نه‌ و خودان زارۆکن.

 

ڕه‌وشه‌ن هه‌ڤالا خواندنگه‌هێ یا هه‌دارێ یه‌ و ڕۆلا وێ د ڤێ به‌رهه‌مێ دا وه‌ک عه‌قلێ سەلیمه‌. ئه‌و وه‌ک گه‌نجه‌کا مسلمان دخوازت دینێ ئیسلامێ ل به‌ر کەسێن ده‌ردۆرا خوه‌ شرین بکت. ژ بۆ نموونه‌ ئه‌و یا کو سه‌رکۆل بوو، ده‌رسۆکێ ب کار دئینت‌ و هه‌ول ددت ژ یێن دی ڕا دیار بکت‌ کو بکارئینانا ده‌رسۆکێ ژ بۆ ڤه‌شارتنا پۆرا کچێ و ژنێ باشه‌ و فه‌رمانه‌کا قورئانێ یه‌. هه‌تا ئه‌و ب هه‌مان شرۆڤه‌ و زه‌لالکرنێن خوه‌ یێن دینی باب و برایێ هه‌دارێ قاییل دکت کو ئه‌و ده‌ڤ ژ سه‌رڕه‌قییا خوه‌ یا ل هه‌مبه‌ر ژنان به‌ردن و ئه‌و پاشی شوو ب نزاری دکت.

مۆتیڤا دینی د ده‌قی دا زاله‌، لێ ب ڕێیا به‌شداربوونا مالباتا هەدارێ و یا مامێ وێ د پیرۆزکرنا جه‌ژنا خرستیانان دا ل مالا یوحه‌نایی، جیرانێ مامێ هه‌دارێ، قه‌بوولکرنا یێن دی ژی دهێت به‌رچاڤ کرن. پرانییا به‌شێن کتێبێ ب شیره‌ته‌کێ یان هزر و زه‌لالکرنه‌کێ ل سه‌ر وێ یا کو دێ بهێت گۆتن ده‌ست پێ دکن.


måndag 26 februari 2024

Paşayê Bende

 Navê kitêbê: Paşayê Bende
Nivîskar: Mêvan Mela Seîd
Weşanxane: Pertûkxana Pîan
Çapxane:
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan: 315 


 Naveroka vê romanê li ser gera kurê paşayekî ye û ya ku di rêya wî da hatiye serê wî û ya wî bi çavên xwe dîtiye û tesîra wê li ser hizr û reftarên wî. Ev jî derketina zembîlfiroşî û gera wî li dû rastîya jiyanê diîne bîra me. Kurtiya kitêbê jî weha ye:

 

Paşayek hebû ku li bajarê wî ferq û cudahî di navbera xelkê da gelek mezin bû û taxên hejar û dewlemendan jêk cuda bûn. Her çi qas bes hejar bûn yên ku diçûn şeran û berevanî ji bajarî dikir, lê ew di hejarîyê û rewşeka gelek nexweş da dijiyan û zordarî li wan dihat kirin. Ev hemû ne bi dilê kurê paşayî Luryanî bû. Luryan li gel xizmetkarê xwe Kîkî yê ku wî wek hevalê xwe yê herî nêzîk didît, car bo car diçû nav bajarî û bi çavên xwe ew cudahî ya di halê hejar û dewlemendan da dît. Wî ji hejaran bihîst ka ew çend ji desthilata paşayî û zordarîya wî nerazî ne. Ew carekê jî çû barekê li taxa dewlemendan û li wê derê dît ka çawa şîretkarên babê wî serxweş dibin û keyfê û pûçîyê dikin û xerab behsa paşayî dikin.

 

Ew vê çendê ji babê xwe ra dibêje û bab jî rojekê cilkên xwe diguhore û wek bazirganekî diçe wê barê. Ew li ber mêzeya şîretkarê xwe, yê ku paşayê xwe yê di wan kincan da bû nas nedikir, rûdine û bi çavên xwe gendelîya wî dibîne û ji devê wî pûçî û duserîya wî dibihîse.

 

Ew roj dibe werçerxanek di desthilatdarîya paşayî da yê ku dûrketina xwe ji xelkê bajarî û cudahî û zordarîya dihat kirin diêxe stûyê wan şîretkaran. Ew wan şîretkaran li ber çavên hejaran ji qesra xwe derdixe û hewil dide şaşîyên xwe rast bike û dadperwerîyê bi cih bîne û kurê wî bi vê gelek dilxweş dibe.

 

Kurê paşayî Luryan carekê beşdar dibe di rava masîyê herî mezin da û gemîya wan jî wek yên gelek masîgirên din binav dibe. Pêlên deryayê wî dûr dihavêjin bo nav gizîrteyekê (giravekê). Ew li wê derê zilamekê din, yê ku gemîya wî berî wî li peraven wê giravê pelixîbû dibîne û dibin dost. Ew zilam navê wî dike Paşayê Bende.

 

Paşî Luryan û hevalê wî, bi gemîyeka bazirganan ya ku di wê derê ra derbas dibe, diçin bajarekê din û ew weha di rêya vegerê da bo welatê xwe ji cihekî diçe cihekê din û rastî gelek kes û milet û dijwarî û astengan dibe. Ew di wê gera xwe da gelek desthilatên cuda, yên zalim û yên adil, civakên di nezanînê da dijîn dibîne û têkilîya wî bi gelek rengên mirovan ra çê dibe. Ew hindî ku zêdetir digerhe û bêtir dibîne ew bêtir dibe meyldarê desthilateka adil û dilovanî û wekhevîyê di navbera mirovan da. Lê herweha ew di vê rêvingîya xwe da ne bes di geryanê da ye li dû eza xwe û rastîya jiyanê, lê li dû xudêyekê adil jî ku hemî qewimînan bi wî ve girê dide.

 

Wextê Luryan li dawîya gera xwe digehe bajarê xwe, dibîne ku babê wî yê paşa berî çend rojan miriye û birayê wî yê biçûk bûye paşa. Birayê wî ji bo mana xwe di desthilatê da Luryanî zîndanî dike û ew di zîndanê da kesên rastgo û yên ku desthilat rexne kiriye dibîne. Li dûmahîya romanê Luryan paşa ye û birayê wî nemaye û dadwerî li bajarê wî belav bûye.

 

پاشایێ بەندە

ناڤێ کتێبی: پاشایێ بەندە
ناڤێ نڤیسکاری: مێڤان ملا سعید
وەشانخانە: پەرتووکخانا پیران
چاپخانە:
سالا ووەشانێ: ٢٠١٩
هەژمارا رووپەلان: ٣١٥

 

ناڤه‌رۆکا ڤێ ڕۆمانێ ل سه‌ر گه‌را کورێ پاشایه‌کی یه‌ و یا کو د ڕێیا وی دا هاتیه‌ سه‌رێ وی و یا وی ب چاڤێن خوه‌ دیتیه‌ و ته‌سیرا وێ ل سه‌ر هزر و ڕه‌فتارێن وی. ئه‌ڤ ژی ده‌رکه‌تنا زه‌مبیلفرۆشی و گه‌را وی ل دوو ڕاستییا ژیانێ دئینه‌ بیرا مه‌. کورتییا کتێبێ ژی وه‌ها یه:‌

 

پاشایه‌ک هه‌بوو کو ل باژارێ وی فه‌رق و جوداهی د ناڤبه‌را خه‌لکی دا گه‌له‌ک مه‌زن بوو و تاخێن هه‌ژار و ده‌وله‌مه‌ندان ژێک جودا بوون. هه‌ر چ قاس به‌س هه‌ژار بوون یێن کو دچوون شه‌ران و به‌ره‌ڤانی ژ باژێری دکر، لێ ئه‌و د هه‌ژارییێ و ڕه‌وشه‌کا گه‌له‌ک نه‌خوه‌ش دا دژیان و زۆرداری ل وان دهات کرن. ئه‌ڤ هه‌موو نه‌ ب دلێ کورێ پاشایی لوریانی بوو. لوریان ل گه‌ل خزمه‌تکارێ خوه‌ کیکی یێ کو وی وه‌ک هه‌ڤالێ خوه‌ یێ هه‌ری نێزیک ددیت، جار بۆ جار دچوو ناڤ باژێری و ب چاڤێن خوه‌ ئه‌و جوداهی یا د حالێ هه‌ژار و ده‌وله‌مه‌ندان دا دیت. وی ژ هه‌ژاران بهیست کا ئه‌و چه‌ند ژ ده‌ستهلاتا پاشایی و زۆردارییا وی نه‌رازی نه‌. ئه‌و جاره‌کێ ژی چوو باره‌کێ ل تاخا ده‌وله‌مه‌ندان و ل وێ ده‌رێ دیت کا چاوا شیره‌تکارێن بابێ وی سه‌رخوه‌ش دبن و که‌یفێ و پووچییێ دکن و خراب به‌حسا پاشایی دکن.

 

ئه‌و ڤێ چه‌ندێ ژ بابێ خوه‌ ڕا دبێژت و باب ژی ڕۆژه‌کێ جلکێن خوه‌ دگوهۆرت و وه‌ک بازرگانه‌کی دچت وێ بارێ. ئه‌و ل به‌ر مێزه‌یا شیره‌تکارێ خوه‌، یێ کو پاشایێ خوه‌ یێ د وان کنجان دا بوو ناس نه‌دکر، ڕوودنت و ب چاڤێن خوه‌ گه‌نده‌لییا وی دبینت و ژ ده‌ڤێ وی پووچی و دوسه‌رییا وی دبهیست.‌

 

ئه‌و ڕۆژ دبت‌ وه‌رچه‌رخانه‌ک د ده‌ستهلاتدارییا پاشایی دا یێ کو دوورکه‌تنا خوه‌ ژ خه‌لکێ باژێری و جوداهی و زۆردارییا دهات کرن دئێخت‌ ستوویێ وان شیره‌تکاران. ئه‌و وان شیره‌تکاران ل به‌ر چاڤێن هه‌ژاران ژ قه‌سرا خوه‌ ده‌ردخت‌ و هه‌ول ددت شاشییێن خوه‌ ڕاست بکت و دادپه‌روه‌رییێ ب جهـ بینت‌ و کورێ وی ب ڤێ گه‌له‌ک دلخوه‌ش دبت.‌

 

کورێ پاشایی لوریان جاره‌کێ به‌شدار دبت د ڕاڤا ماسییێ هه‌ری مه‌زن دا و گه‌مییا وان ژی وه‌ک یێن گه‌له‌ک ماسیگرێن دی بنئاڤ دبت. پێلێن ده‌ریایێ وی دوور دهاڤێژن بۆ ناڤ گزیرته‌یه‌کێ (گراڤه‌کێ). ئه‌و ل وێ ده‌رێ زلامه‌کێ دی، یێ کو گه‌مییا وی به‌ری وی ل په‌راڤێن وێ گراڤێ په‌لخیبوو دبینت و دبن دۆست. ئه‌و زلام ناڤێ وی دکت پاشایێ به‌نده.‌

 

پاشی لوریان و هه‌ڤالێ وی، ب گه‌مییه‌کا بازرگانان یا کو د وێ ده‌رێ ڕا ده‌رباس دبت، دچن باژێره‌کێ دی و ئه‌و هۆسا د ڕێیا ڤه‌گه‌رێ دا بۆ وه‌لاتێ خوه‌ ژ جهه‌کی دچت‌ جهه‌کێ دی و گه‌له‌ک که‌س و مله‌ت و دژواری و ئاسته‌نگ دکەڤن بەر رێیا وی. ئه‌و د وێ گه‌را خوه‌ دا گه‌له‌ک ده‌ستهلاتێن جودا، یێن زالم و یێن عادل، جڤاکێن د نه‌زانینێ دا دژین دبینت‌ و تێکەلییا وی ب گه‌له‌ک ڕه‌نگێن مرۆڤان ڕا چێ دبت‌. ئه‌و هندی کو زێده‌تر دگه‌رهت‌ و بێتر دبینت ئه‌و بێتر دبت‌ مه‌یلدارێ ده‌ستهلاته‌کا عادل و دلۆڤانی و وه‌کهه‌ڤییێ د ناڤبه‌را مرۆڤان دا. لێ هه‌ر وه‌سا ئه‌و د ڤێ ڕێڤنگییا خوه‌ دا نه‌ به‌س د گه‌ریانێ دا یه‌ ل دوو ئه‌زا خوه‌ و ڕاستییا ژیانێ، لێ ل دوو خودێیه‌کێ عادل ژی‌ کو هه‌می قه‌ومینان ب وی ڤه‌ گرێ ددت.‌

 

وه‌ختێ لوریان ل داوییا گه‌را خوه‌ دگه‌هت باژێرێ خوه‌، دبینت‌ کو بابێ وی یێ پاشا به‌ری چه‌ند ڕۆژان مریه‌ و برایێ وی یێ بچووک بوویه‌ پاشا. برایێ وی ژ بۆ مانا خوه‌ د ده‌ستهلاتێ دا لوریانی زیندانی دکت و ئه‌و د زیندانێ دا که‌سێن ڕاستگۆ و یێن کو ده‌ستهلات ڕه‌خنه‌ کریە دبینت‌. ل دووماهییا ڕۆمانێ لوریان پاشا یه‌ و برایێ وی نه‌مایه‌ و دادوه‌ری ل باژارێ وی به‌لاڤ بوویه.‌

 

 

måndag 19 februari 2024

Nasnama berz e (Firotina zaroyekî li pişt sinoran)

Navê kitêbê: Nasnama  berz e
Nivîskar: Mistefa Ebdirehman Yunis Eredinî
Weşanxane:
Çapxane: Hîvî li Hewlêrê
Sala weşanê: 2018
Hejmara rûpelan: 176 

Azad li gel çend hevalên xwe li dibistaneka navincî li bajarokekê başûrê Kurdistanê tevlî rêxistineka nihênî ya kurdî dibin. Ew bi wan hevalên xwe ra di şeva Newroza 1980ê da alaya Îraqê û wêneyên Sedamî disojin. Azad di wê çalakîyê da dihê girtin û êşandin. Piştî ku dihê berdan ew diçe nav pêşmergeyan û di bombebarakirineka firokeyên îraqî da giran birîndar dibe. Ew ji bo îlacê dihê hinartin bo Îranê û piştî saxlembûnê ew jineka kurd bi navê şirîn li wê derê diîne û ji alîyê dewletê ve li gundekê farisan dihên bi cih kirin. Ew bi xwe li kargehekê li bajarekî kar dike û dem bo dem dihê seredana jina xwe. Sirîn jê hamil dibe û di roja bûna zarokî da Azad li kargehê ye. Zilamek ji gundî wê bi tirmbêla xwe dibe nexweşxaneya bajarî û wê li wê derêbi tenê dihêle.

 

Zarokê Şirînê bi emelîyekê dibe û Şirîn bi xwe dimire. Li nexweşxaneyê kes nizane ka navê Şirînê çi ye û ka ew ji kû ye, ew bes dizanin ku ew jineka kurd e. Ew biryarê didin wê li goristanê veşêrin û navê gora wê bikin 99. Şehnaz hemşîre ye li wê nexweşxaneyê û ew wî zarokî difiroşe maleka ku kurê wan nîne. Her ew Şehnaz ji doktorî re dibêje zarok jî mir û me ew bi dayika wî re di heman gorê da veşartiye. Azad ji nexweşxaneyê dizane ku hem jin û hem kurê wî mirin e. Ew gelek xemgîn dibe û piştî ku diçe ser gora wan, ew biryarê dide ku vegere başûrê Kurdistanê û bibe pêşmerge û wesa jî dike. Ew paşî di êrişeka firokeyên tirkî da dihê kuştin.

 

Ew mala ku kurê Azadî kirîbû, ew wek kurê xwe yê rastîn bi xwedî kir û navê wî kir Riza. Wextê Riza mezin dibe pê dizane ku ew dayik û babê ku ew mezin kiriye ne yên rastîn in. Êdî ew dest bi gera li dû dayûbabê xwe û ya hatiye serê wan dike. Ew di wê gera xwe da li dawîyê mamên xwe nas dike û diçe seredana wan û seredana gora babê xwe li başûrê Kurdistanê.

 

Her çi qas nivîskarî navê romanê li vê kitêba xwe kiriye, lê ew di pêşgotina xwe ya vê kitêbê da dinivîse ku ”Romana Nasnama berz e çîrokeka rasteqîne ye ku bi serê xêzaneka kurd hatî li welatê Îranê).

 

 

ناسناما بەرزە (فرۆتنا زاڕۆیەکی ل پشت سنۆران)

ناڤێ کتێبی: ناسناما بەرزە

ناڤێ نڤیسکاری: مستەفا عەبدرەحمان یونس ئەرەدنی

وەشانخانە:

چاپخانە: هیڤی ل هەولێرێ

سالا ووەشانێ: ٢٠١٨

هەژمارا رووپەلان: ١٧٦

 

ئازاد ل گه‌ل چه‌ند هه‌ڤالێن خوه‌ ل دبستانه‌کا ناڤنجی ل باژێرۆکه‌کێ باشوورێ کوردستانێ ته‌ڤلی ڕێخستنه‌کا نهێنی یا کوردی دبن. ئه‌و ب وان هه‌ڤالێن خوه‌ ڕا د شه‌ڤا نەورۆزا ١٩٨٠ێ دا ئالایا عیراقێ و وێنه‌یێن سه‌دامی دسۆژن. ئازاد د وێ چالاکییێ دا دهێت گرتن و ئێشاندن. پشتی کو دهێت به‌ردان ئه‌و دچت‌ ناڤ پێشمه‌رگه‌یان و د بۆمبه‌بارانکرنەکا فرۆکه‌یێن عیراقی دا گران بریندار دبت. ئه‌و ژ بۆ عیلاجێ دهێت هنارتن بۆ ئیرانێ و پشتی ساخله‌مبوونێ ئه‌و ژنه‌کا‌ کورد ب ناڤێ شرین ل وێ ده‌رێ دئینت‌ و ژ ئالییێ ده‌وله‌تێ ڤه‌ ل گونده‌کێ فارسان دهێن ب جهـ کرن. ئه‌و ب خوه‌ ل کارگه‌هه‌کێ ل باژێره‌کی کار دکت و ده‌م بۆ ده‌م دهێت سه‌ره‌دانا ژنا خوه‌. شرین ژێ حامل دبت و د ڕۆژا بوونا زارۆکی دا ئازاد ل کارگه‌هێ یه‌. زەلامه‌ک ژ گوندی وێ ب ترمبێلا خوه‌ دبت نه‌خوه‌شخانه‌یا باژاری و وێ ل وێ ده‌رێ ب ته‌نێ دهێلت.

زارۆکێ شرینێ ب عه‌مه‌لییه‌کێ دبت و شرین ب خوه‌ دمرت. ل نه‌خوه‌شخانه‌یێ که‌س نزانت‌ کا ناڤێ شرینێ چ یه‌ و کا ئه‌و ژ کوو یه‌، ئه‌و به‌س دزانن کو ئه‌و ژنه‌کا کورده‌. ئەڤجا ئەو بریارێ ددن کو وێ ل گۆرستانێ ڤه‌شێرن و ناڤێ گۆرا وێ بکن هەژمار ٩٩. شەهناز هه‌مشیره‌ یه‌ ل وێ نه‌خوه‌شخانه‌یێ و ئه‌و وی زارۆکی دفرۆشت ماله‌کا کو کورێ وان نینه‌. هه‌ر ئه‌و شه‌هناز ژ دکتۆری ڕا دبێژت کو زارۆک ژی مر و مه‌ ئه‌و ب دایکا وی ڕا د هه‌مان گۆرێ دا ڤه‌شارتیە. پاشی ئازاد ژ نه‌خوه‌شخانه‌یێ دزانت‌ کو هه‌م ژن و هه‌م کورێ وی مرنه‌. ئه‌و گه‌له‌ک خه‌مگین دبت‌ و پشتی کو دچت سه‌ر گۆرا وان، ئه‌و بریارێ ددت کو ڤه‌گه‌رت‌ باشوورێ کوردستانێ و ببت پێشمه‌رگه‌ و وه‌سا ژی دکت. ئه‌و پاشی د هێرشه‌کا فرۆکه‌یێن ترکی دا دهێت کوشتن.

 

ئه‌و مالا کو کورێ ئازادی کریبوو، ئه‌و وه‌ک کورێ خوه‌ یێ ڕاستین ب خودان کر و ناڤێ وی کر ڕزا. وه‌ختێ ڕزا مه‌زن دبت ئەو پێ دزانت کو ئه‌و دایک و بابێ کو ئه‌و مه‌زن کریه‌ نه‌ یێن ڕاستینن. ئێدی ئه‌و ده‌ست ب گه‌را ل دوو دایوبابێ خوه‌ و یا هاتیه‌ سه‌رێ وان دکت. ئه‌و د وێ گه‌را خوه‌ دا ل داوییێ مامێن خوه‌ ناس دکت‌ و دچت سه‌ره‌دانا وان و سەرەدانا گۆرا بابێ خوه‌ ل باشوورێ کوردستانێ.

 

هه‌ر چ قاس نڤیسکاری ناڤێ ڕۆمانێ ل ڤێ کتێبا خوه‌ کریه‌، لێ ئه‌و د پێشگۆتنا خوه‌ یا ڤێ کتێبێ دا دنڤیست کو "رۆمانا (ناسناما به‌رزه‌) چیرۆکه‌کا ڕاسته‌قینه‌ یه‌ کو ب سه‌رێ خێزانه‌کا کورد هاتی ل وه‌لاتێ ئیرانێ".


söndag 11 februari 2024

Valatî di naxî da

 

Navê kitêbê: Valatî di naxî da
Nivîskar: Yusif Elî Sefar

Weşanxane:
Çapxane: Kanu
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan: 266

Valatî di naxî da, ya ku li ser cildî wek roman hatiye bi nav kirin, ji destpêkeka bi navê “Naxê çi ne” û çar beşan bi navên Naxê êkê, duyê, sêyê û çarê pêk dihê. Hem destpêk û hem jî her yek ji çar beşan bi nivîsarên hizrî û dîtinên nivîskarî dest pê dikin.

 

Çar serhatî di wan çar beşan da hene. Yek ya xurtekî ye ku piştî xwandina zanîngehê karekê hejî xwandina xwe nabîne û bi rêya nasekê xwe dibe polîsê trafikê. Ew xwedan jin û zarok e. Hevalekê wî yê serdema xwandinê ku hez jê nake û ji bo êşandina wî xwe nêzîkî wî dike û wî radikêşe bo nav gendelîyê û karên pûç. Serhatîya duyê ya mamosteyekî ye ku xwe kirye di nav partîyekê de da ku li xwandingeheka nêzîkî mala xwe karê mamsoteyîyê bike. Berpirsê partîyê yê wê derê karî jê ra peyda dike û dike berpirsê xwandingehê jî, lê li hember wê jê dixwaze ku ew sîxûrîyê li ser karmendên xwandingeha xwe yên ne ji partîya wan bike. Ew û hevalê xwe yê mamoste bi hindê razî dibin û her ku diçe ew zêdetir dikevin nav gendelîyê. Ya sêyem ya doktorekî ye ku mala xwe ji ber arêşeyeka civakî înaye bajarî û hevalekê wî hem xapan lê dike û hem jî wî tevlî sîstema gendelîyê dike. Li alîyê din jî her ev doktor yê ku li dijî axayî bû, ji ber hezkirinê ji keça axayî dibe xizmetkarê axayî û alîkarîya wî di karê firotina narkotîkayê dike û rastî gelek arêşeyan dibe. Ya çarê û ya dawîyê serhatîya karmendekî ye ku hez ji keçeka xrîstiyan dike û ji ber wê çendê ew û malbata xwe rastî arêşeyan dibin.


Çi pêkvegirêdaneka vegêranê û qewmînan di navbera kesên van çîrokan û van çar serhatîyan da nîne û her yek çîrokeka serbixwe ye. Lê tiştê hevbeş ew e ku navê kesê serekî yê her yekê ji van serhatîyan Xêro ye û mijara wan jî gendelî ye.


Her çi qas ev kitêb bi kurdîya kurmancî ye, lê ew gelek bi kurdîya soranî barkirî ye û nemaze destpêkên beşan. Ev çend ji navê kitêbê û yên beşan bi xwe jî diyar e. Hevokên wê jî carna zêde dirêij in.

 

ناڤێ کتێبی: ڤالاتی د ناخی دا

ناڤێ نڤیسکاری: یوسف عەلی سەفار

وەشانخانە:

چاپخانە: کانو

سالا وەشانێ: ٢٠١٩

هەژمارا رووپەلان: ٢٦٦

 

ڤالاتی د ناخی دا، یا کو ل سه‌ر جلدی وه‌ک ڕۆمان هاتیه‌ ب ناڤ کرن، ژ ده‌ستپێکه‌کا ب ناڤێ “ناخێ چنه‌” و چار به‌شان ب ناڤێن ناخێ ئێکێ، دویێ، سێیێ و چارێ پێک دهێت. هه‌م ده‌ستپێک و هه‌م ژی هه‌ر یه‌ک ژ چار به‌شان ب نڤیسارێن هزری و دیتنێن نڤیسکاری ده‌ست پێ دکن.

 

چار سه‌رهاتی د وان چار به‌شان دا هه‌نه‌. یه‌ک یا خورته‌کی یه‌ کو پشتی خواندنا زانینگه‌هێ کاره‌کێ هه‌ژی خواندنا خوه‌ نابینت‌ و ب ڕێیا ناسه‌کێ خوه‌ دبت‌ پۆلیسێ ترافیکێ. ئه‌و خودان ژن و زارۆکه‌. هه‌ڤاله‌کێ وی یێ سه‌رده‌مێ خواندنێ کو حه‌ز ژێ ناکت و ژ بۆ ئێشاندنا وی خوه‌ نێزیکی وی دکت و وی ڕادکێشت بۆ ناڤ گه‌نده‌لییێ و کارێن پووچ. سه‌رهاتییا دویێ یا مامۆستا‌یه‌کی یه‌ کو خوه‌ کریه‌ د ناڤ پارتییه‌کێ دا دا کو ل خواندنگه‌هه‌کا نێزیکی مالا خوه‌ کارێ مامۆسته‌هییێ بکت‌. به‌رپرسێ پارتییێ یێ وێ ده‌رێ کاری ژێ ڕا په‌یدا دکت و وی دکت‌ به‌رپرسێ خواندنگه‌هێ ژی، لێ ل هه‌مبه‌ر وێ ژێ دخوازت کو ئه‌و سیخورییێ ل سه‌ر کارمه‌ندێن خواندنگه‌ها خوه‌ یێن نە ژ پارتییا وان بکت. ئه‌و و هه‌ڤالێ خوه‌ یێ مامۆسته‌ ب وێ چەندێ رازی دبن وهندی وێڤەترە ئەو زێده‌تر دکه‌ڤن ناڤ گه‌نده‌لییێ. یا سێیه‌م یا دکتۆره‌کی یه‌ کو مالا خوه‌ ژ به‌ر ئارێشه‌یه‌کا جڤاکی ئینایه‌ باژێری و هه‌ڤاله‌کێ وی هه‌م خاپان لێ دکت و هه‌م ژی وی ته‌ڤلی سیستەما گه‌نده‌لییێ دکت‌. ل رەخێ دی ژی هه‌ر ئه‌ڤ دۆکتۆر یێ کو ل دژی ئاغایی بوو، ژ به‌ر حه‌زکرنێ ژ کچا ئاغایی دبت خزمه‌تکارێ ئاغایی و هاری وی د کارێ فرۆتنا نارکۆتیکایێ دا ژی دکت‌ و ڕاستی گه‌لهک‌ ئارێشه‌یان دبت. یا چارێ و یا داوییێ سه‌رهاتییا کارمه‌نده‌کی یه‌ کو حه‌ز ژ کچه‌کا خریستیان دکت‌ و ژ به‌ر وێ چه‌ندێ ئه‌و و مالباتا وی ڕاستی ئارێشه‌یان دبن.

 

چ پێکڤه‌گرێدانه‌کا ڤه‌گێرانێ و قەومینان د ناڤبه‌را که‌سێن ڤان چیرۆکان و ڤان چار سه‌رهاتییان دا نینه‌ و هه‌ر یه‌ک چیرۆکه‌کا سه‌ربخوه‌ یه‌. لێ تشتێ هه‌ڤبه‌ش ئه‌وه‌ کو ناڤێ که‌سێ سه‌ره‌کی یێ هه‌ر یه‌کێ ژ ڤان سه‌رهاتییان خێرۆ یه و مژارا وان ژی گەندەلێ یە.

هه‌ر چ قاس ئه‌ڤ کتێب ب کوردییا کورمانجی یه‌، لێ ئه‌و گه‌له‌ک ب کوردییا سۆرانی بارکری یه‌ و نه‌مازه‌ ده‌ستپێکێن به‌شان. ئه‌ڤ چه‌ند ژ ناڤێ کتێبێ و یێن به‌شان ب خوه‌ ژی دیاره‌. هه‌ڤۆکێن وێ ژی جارنا زێده‌ درێژن.

tisdag 6 februari 2024

Gehiștineka wekî mirinê

Gehiștineka wekî mirinê

 

Navê kitêbê: Gehiștineka wekî mirinê
Nivîskar: Bedel Gabêrkî
Weșanxane: Rêvebrîya çap û belavkirinê li Dihokê
Çapxane:
Sala weșanê: 2014
Hejmara rûpelan:

Mijara vê romanê keçek e ku navê wê Xuşî ye. Ew bi rêya feysbûkê kurekî bi navê Hêja nas dike. li gel ku dayûbav ji têkilîya wê ya bi wî xurtî ra nerazîne, lê Xuşî li ser danûstandinê bi wî kurî ra berdewam dibe. Xuşî bi xwe jî hest pê dike ku ew xurt derewan lê dike û dibihîst ku wî destdirêjî kiriye ser keçeka din, lê tevî wê jî ew diçe dîdara wî li şuqeyekê û xurt hebkekê dike di ava wê da û wê gêj dike û çend caran destdirêjîyê dike ser wê. Hêja piştî wê bûyerê jê ra dibêje ku wî ya xwe kir û êdî naxwaze wê bibîne. Piştî çend mehan zikê Xuşîyê mezin dibe û dayik pê dizane û paşî bab jî. Dayika wê pê dihese ku babê wê bi nasên xwe ra briyara kuştina wê daye, loma dayik çend pereyan dideyê û jê ra dibêje bo xwe ji vê derê bireve berî ku te bikujin.

 

Xuşî li destpêkê bi wan pereyan çend şev û rojên xwe li hotêlan derbas dike û wextê ku pereyên wê namînin ew ji hotêlê dihê derxistin. Ew roj jî rojeka tehlî û baranî bû û janên zarokbûnê jî dest pê kiribûn. Ew li kavilê xanîyekî di nav herîyê da hewla zarokbûnê dide û dibe qîjeqîja wê. Ferhad yê ku ji karekê xwe vedigeriya mal wê qîjeqîjê dibihîse û diçe ser dengî û dibîne ku jinek di nav wî kavilî da li ber zarokbûnê ye. Ew alîkarîya wê dike heta zarok dibe û paşî wê bi kur ve dike di taksîyekê da û dixwaze wan bibe nexweşxaneyekê, lê Xuşî naxwaze biçe nexweşxaneyê û Ferhad têdigehe ku ew ji tiştekî ditirse, loma wê dibe mala xwe. Ferhad karmend e û bitenê dijî û Xuşî jî di odeyekê di mala wî da dimîne. Piştî çend salan ji mana wê li nik Ferhadî ew şû bi Ferhadî dike û ji wî hamil dibe. Xuşî bi rêya keçmeta xwe peyamekê ji dayika xwe ra dihinêre ku ew dixwaze wan bibîne, dayik lê vedigêre ku ew jî hez dike wê bibîne, lê bavê wê qebûl nake. Paşî Ferhad du caran diçe cem dayûbavê wê û li dawîyê ew qayil dibin ku Xuşî vegere û lê diborin û weha bi dlixweşî digehin yekûdu. Hndî Hêja ye ew li ser destdirêjîyê bo ser keç û jinan berdewam bû û li ser fihêtîyeka ji wî rengî li ser destê bavê xwe dihê kuştin û bav jî dhê girtin.

 

Xuşî, di dema pênc salên mana xwe da li mala Ferhadî, her şevekê ji Ferhadî yan ji xwe ra serhatîya malbata xwe û ya xwe yan ya hevaleka xwe vedibêje. Mirov hest pê dike nivîskar dixwaze zehrî Şehrezadê bike ya ku ji bo dirêjkirina mana xwe di jiyanê da, her şevê çîrokek bo Şehreyarî digot û binîvî dhêla heta şeveka din. Aha Xuşîyê jî weha li Ferhadî dikir û bawerîya wê bi mêran jî nema bû.

 

Gelek serhatî li dû yek û bilez û ji nişkan ve dikevin nav çîroka Xuşîyê û hevokên vegêranê jî gelek û gelek dirêjin û carna yek hevok dibe dora du berper û xwandevan pêve diweste.

 

ناڤێ کتێبێ: گەهشتنەکا وەکی مرنێ
نڤیسکار: بەدەل گابێرکی
وه‌شانخانه‌:
رێڤەبەرییا چاپ و بەلاڤکرنێ ل دهۆکێ
چاپخانه‌:
سالا وه‌شانێ:
 ٢٠١٤
هه‌ژمارا ڕووپه‌لان:

 

مژارا ڤێ رۆمانێ کچەکە کو ناڤێ وێ خوشی یە. ئەو ب رێیا فەیسبووکێ کورەکی ب ناڤێ هێژا ناس دکت. ل گەل کو دایوباب ژ تێکەلییا وێ یا ب وی خورتی را نەرازینە، لێ خوشی ل سەر دانوستاندنێ ب وی کوری را بەردەوام دبت. خوشی ب خوە ژی ژی هەست پێ دکت کو ئەو خورت درەوان لێ دکت و دبهیست کو وی دەستدرێژی کریە سەر کچەکا دی، لێ تەڤی وێ ژی ئەو دچت دیدارا وی ل شوقەیەکێ و خورت حەبکەکێ دکت د ئاڤا وێ دا و وێ گێژ دکت و چەند جاران دەستدرێژییێ دکت سەر وێ. ‌هێژا پشتی وێ بوویەرێ ژێ را دبێژت کو وی یا خوە کر و ئێدی ناخوازت وێ ببینت. پشتی چەند مەهان زکێ خوشییێ مەزن دبت و دایک پی دزانت و پآشی باب ژی. دایکا وێ پێ دحەست کو بابێ وێ ب ناسێن خوە را بریارا کوشتنا وێ دایە، لۆما دایک چەند پارەیان ددتێ و دبێژتێ بۆ خوە ژ ڤێ دەرێ برەڤە بەری کو تە بکوژن.

 

خوشی ل دەستپیکی ب وان پارەیان جەند شەڤ و رۆژێن خوە ل هۆتێلان دەرباس دکت و وەختێ کو پارەیێن وێ نامینن ئەو ژ هۆتێلێ دهێت دەرخستن. ئەو رۆژ ژی رۆژەکا تەحلی و بارانی بوو و ژانێن زارۆکبوونێ ژی دەست پي کربوون. ئەو ل کاڤلێ خانییەکی د ناڤ هەرییێ دا هەولا زارۆکبوونێ ددت و دبت قیژەقیژا وێ. فەرهاد یێ کو ژ کارەکێ خوە ڤەدگەریا مال وێ قیژەقیژێ دبهیست و دچت سەر دەنگی و دبینت کو ژنەک د ناڤ وی کاڤلی دا ل بەر زارۆکبوونی یە. ئەو هاری وێ دکت هەتا زارۆک دبت و پاشی وێ ب کور ڤە دکت د تاکسییەکێ دا و دخوازت وان ببت نەخوەشخانەیەکێ، لێ خوشی ناخوازت بچت نەخوەشخانەیێ و فەرهاد تێدگەهت کو ئەو ژ تشتەکی دترست، لۆما وێ دبت مالا خوە. فەرهاد کارمەندە و بتنێ دژیت و خوشی ژی د ئۆدەیەکێ د مالا وی دا دمینت. پشتی چەند سالان ژ مانا وێ ل نک فەرهادی ئەو شوو ب فەرهادی دکت و ژ وی حامل دبت. خوشی ب رێیا کچمەتا خوە پەیامەکێ ژ دایکا خوە را دهنێرت کو ئەو دخوازت وان ببینت، دایک لێ ڤەدگێرت کو ئەو ژی حەز دکت وێ ببینت، لێ بابێ وێ قەبوول ناکت. پاشی فەرهاد دو جاران دچت جەم دایوبابێ وێ و ل داوییێ ئەو قایل دبن کو خوشی ڤەگەرت و لێ دبۆرن و وەها ب دلخوەشی دگەهن یەکودو. هندی هێژا یە ئەو ل سەر دەستدرێژییێ بۆ سەر کج و ژنان بەردەوام بوو و ل سەر فهێتییەکا ژ وی رەنگی ل سەر دەستێ بابێ خوە دهێت کوشتن و باب ژی دهێت گرتن.

 

خوشی د دەما پێنج سالێن مانا خوە دا ل مالا فەرهادی هەر شەڤەکی ژ فەرهادی یان ژ خوە را سەرهاتییا مالباتا خوە و یا خوە یان یا هەڤالەکا خوە ڤەدگێرت. مرۆڤ هەست پی دکت نڤیسکار دخوازت زەهری شەهرەزادێ بکت یا کو ژ بۆ درێژکرنا مانا خوە د ژیانێ دا، هەر شەڤێ چیرۆکەک بۆ شەهرەیاری دگۆت و بنیڤی دهێلا هەتا شەڤەکا دی. ئاها خوشییێ ژی وەها ل فەرهادی دکر و باوەرییا وێ ب مێران نەما بوو.

 

گەلەک سەرهاتی ل دوو یەک و بلەز و ژ نشکان ڤە دکەڤن ناڤ جێرۆکا خوشیێ و هەڤۆکێن ڤەگیرانێ ژی گەلەک و گەلەک درێژن و جارنا یەک هەڤۆک دبت دۆرا دو بەرپەر و خواندەڤان پیێڤە دوەستت.


söndag 14 januari 2024

Kurê çiya

 

Navê kitêbê: Kurê çiya
Nivîskar: Mihemed Tahir Şuru
Weşanxane: Senterê Tenahî yê Rewşenbîrî
Çapxane: Hawar li Dihokê
Sala weşanê: 2009
Hejmara rûpelan: 109


Babetê vê berhemê ya ku wek roman hatiye bi nav kirin zordarîya li ser kurdan û berxwedana li hember wê zordarîyê ye.

Hîwa û jina xwe Fewziya li gel dayik û her du birayên xwe di xanîyekê bikirê da li bajarî dijîn. Ew û birayê xwe Hamid serbaz in di leşkerê îraqî da. Hîwa rojekê pê dizane ku birayê wî Hamid û çend serbazên din yên ku ew bi wan ra di rêxistina nihênî da ne, li serbazgehê hatine girtin û li dû wî digerhin da ku wî jî bigirin. Ew dixwaze birayê xwe û hevalên wî rizgar bike. Ew bi cilkên serbazî ji alîyê piştê yê serbazgehê ve, bi ser perjanan ra, derbasî nava wê dibe. Birayê xwe li gel hevalên wî ji cihê girtina wan li serbazgehê derdixe û ji wê derê berê xwe didin derveyê serbazgehê, lê hevalê wan Seîd dibe armanca fîşekên serbazan û dihê kuştin.

Hîwa û her du bira û hevalên wan pêkve direvin û bi alîkarîya hevalên xwe yên rêxistinê diçin bo nav pêşmergeyan. Lê asayişa rejîma îraqî jina wî û dayika wî û zarokan û birayê wî Qadirî digirin û eşkence dikin. Ew dixwazin ji dayika wî bizanin ka kurên wê li kî derê ne û ka ew kê ji rêxistina wan li bajêrî nas dike. Ji bo ku ew wê neçar bikin biaxive, ew wê gelek diêşînin û li ber çavên wê kurê wê azar didin û destdirêjîyê dikin ser bûka wê. Dema ku ew dixwazin destdirêjîyê bikin ser nevîyên wê, ew wê çaxê li xwe mikur dihê û dibêje ku kurên wê çûne nav pêşmergeyan û ew bi xwe jî endama rêxistina nihênî ye, lê heta ku di bin eşkenceyê da dimire jî ew navê hevalên xwe eşkere nake.

Dema nivîksar xwendevanî di bajarê da digerîne ew xelk û civakek hejar, westiyayî, kesîre û halnebaş nîşan dide, mirovên kincpîs û cildirhayî, xelkekê ji yekûdu êciz û paşketî berçav dike. Lê mirov wesa têdigehe ku armanca vê berhemê bêtir nîşandan rola jinê ye di welatperwerî û berxwedana dayika Hîwayî da.

 

بابه‌تێ ڤێ به‌رهه‌مێ یا کو وه‌ک ڕۆمان هاتیه‌ ب ناڤ کرن زۆردارییا ل سه‌ر کوردان و به‌رخوه‌دانا ل هه‌مبه‌ر وێ زۆردارییێ یه.

هیوا و ژنا خوه‌ فه‌وزیا ل گه‌ل دایک و هه‌ر دو برایێن خوه‌ د خانییه‌کێ بکرێ دا ل باژاری دژین. ئه‌و و برایێ خوه‌ حامد سه‌ربازن د له‌شکه‌رێ عیراقی دا. هیوا ڕۆژه‌کێ پێ دزانت‌ کو برایێ وی حامد و چه‌ند سه‌ربازێن دی یێن کو ئه‌و ب وان ڕا د ڕێخستنا نهێنی دا نه‌، ل سه‌ربازگه‌هێ هاتنه‌ گرتن و ل دوو وی دگه‌رهن دا کو وی ژی بگرن. ئه‌و دخوازت برایێ خوه‌ و هه‌ڤالێن وی ڕزگار بکت. ئه‌و ب جلکێن سه‌ربازی ژ ئالییێ پشتێ یێ سه‌ربازگه‌هێ ڤه‌، ب سه‌ر په‌رژانان ڕا، ده‌رباسی ناڤا وێ دبت‌. برایێ خوه‌ ل گه‌ل هه‌ڤالێن وی ژ جهێ گرتنا وان ل سه‌ربازگه‌هێ ده‌ردخت و ژ وێ ده‌رێ به‌رێ خوه‌ ددن ده‌رڤه‌یێ سه‌ربازگه‌هێ، لێ هه‌ڤالێ وان سه‌عید دبت ئارمانجا فیشه‌کێن سه‌ربازان و دهێت کوشتن.

هیوا و هه‌ر دو برا و هه‌ڤالێن وان پێکڤە دره‌ڤن و ب ئالیکارییا هه‌ڤالێن خوه‌ یێن ڕێخستنێ دچن بۆ ناڤ پێشمه‌رگه‌یان. لێ ئاسایشا ڕه‌ژیما عیراقی ژنا وی و دایکا وی و زارۆکان و برایێ وی قادری دگرن و ئه‌شکه‌نجه‌ ددن. ئه‌و دخوازن ژ دایکا وی بزانن کا کورێن وێ ل کی ده‌رێ نه‌ و کا ئه‌و کێ ژ ڕێخستنا وان ل باژێری ناس دکت. ژ بۆ کو ئه‌و وێ نه‌چار بکن بئاخڤت‌، ئه‌و وێ گه‌له‌ک دئێشینن و ل به‌ر چاڤێن وێ کورێ وێ ئازار ددن و ده‌ستدرێژییێ دکن سه‌ر بووکا وێ. ده‌ما کو ئه‌و دخوازن ده‌ستدرێژییێ بکن سه‌ر نه‌ڤییێن وێ، ئه‌و وێ چاخێ ل خوه‌ مکور دهێت و دبێژت کو کورێن وێ چوونه‌ ناڤ پێشمه‌رگه‌یان و ئه‌و ب خوه‌ ژی ئه‌نداما ڕێخستنا نهێنی یه‌، لێ هه‌تا کو د بن ئه‌شکه‌نجه‌یێ دا دمرت ژی ئەو ناڤێن هه‌ڤالێن خوه‌ ئه‌شکه‌ره‌ ناکت.

ده‌ما نڤیکسار خوه‌نده‌ڤانی د باژارێ دا دگێرینت‌، ئەو خه‌لک و جڤاکه‌ک هه‌ژار، وه‌ستیایی، که‌سیره‌ و حالنه‌باش نیشان ددت، مرۆڤێن کنجپیس و جلدرهایی، خه‌لکه‌کێ ژ یه‌کودو عێجز و پاشکه‌تی به‌رچاڤ دکت. لێ مرۆڤ وه‌سا تێدگه‌هت‌ کو ئارمانجا ڤێ به‌رهه‌مێ بێتر نیشاندانا ڕۆلا ژنێ یه‌ د وه‌لاتپه‌روه‌ری و به‌رخوه‌دانا دایکا هیوایی دا.

onsdag 10 januari 2024

Hêlîna êşên li nav sinoran, Hestyar û Gulan

 

Navê kitêbê: Hêlîna êşên li nav sinoran, Hestyar û Gulan
Nivîskar: Gulnar Elî
Weşanxane:
SerSera li Berlînê
Ҫapxane:
Sala weşanê: 2020
Hejmara rûpelan: 

Helbestvan Gulnar Elî (1974-2017) ev romana xwe ya ku bi pîtên latînî nivîsbû, ji bo serrastkirina zimanî ji nivîskar Tengezar Marînî ra hinartibû. Mixabin, li dema Gulnar di jiyanê da, serrastkirin bi dawî nehatibû. Lê Tengezar Marînî ew kar bi erkê xwe zanî û piştî mirina Gulnarê serrastkirin xilas kir û ev roman di sala 2020ê da, bi rêya weşanxaneya SerSera li Berlînê çap kir.

 

Ev roman li ser viyana du gencan û kartêkirina malê, dêûbavan û civakê li ser wan û paşeroja wan e. Wextê Gulan û hevala wê Cîhan li Qamişloyê, li ser rêya di navbera mal û dibistanê da diçin, çavê Gulanê bi baxekê firotina gulan dikeve ku li ser nivîsiye Baxçê Hestyar û ew demildest hez ji navê Hestyarî dike. Paşî mereq dike ka ew Hestyar kî ye û dema ji bo kirîna gulan Hestyarî li wî baxî dibîne, ji dîtina yekê her du li yekûdu aşiq dibin.

 

Hestyar bi xwe ji Dihokê ye. Ew ji zilma beisîyên Îraqê reviyaye û hatiye Qamişlo bo mala Hecî Xelîlî, ku nasê malbata wan e û li baxçeyê wî yê gulan kar dike û her li wê derê jî dimîne.

 

Lê bab û dayika Gulanê yên halnexweş biryar daye ku Gulanê bidin pismamê wê Lezgînî, yê li Elmanyayê ye, da ku ew li hember wê ji alîyê madî ve alîkarîya wan bike. Bab ji Gulanê ra dibêje eger tu şû pê nekî ez dê xwe bikujim û guneha hindê û vê malbatê dikeve stûyê te. Evca ew bê dilê xwe şû bi Lezgînî dike û pê ra diçe ELmanyayê, lê her hez ji Hestyarî dike. Lezgîn wê dike bermalîya xwe û wî li alîyê din yarek heye bi navê Beyanê. Gulan dibe xizmetkara nav mala Lezgînî û cêmkekê zarokan, keç û kur dibin û nav lê dike Dilyar û Gulyar. Kesa ku herî bi êş û xemên Gulanê dizane û jê ra dibe alîkar û wek dayikekê çavê xwe dideyê Beyan, yara Lezgînî ye.

 

Gulan rastî êşa giran şêrpenceyê dibe û di neştergerîyê da jiyan xwe ji dest dide û cenazeya wê dibin Qamişlo û li wir vedişêrin. Hestyar diçe ser gora wê û biryarê dide ku xwe li sinorî bide û vegere warê xwe, lê mînek pê teqiya û bi giranî birîndar bû û ket nav lepên cendirmeyên tirk.

 

Ev berhem di nav xwe da çend serhatîyên din jî dihewîne: Çîroka Gulçînê, keça Hecî xelîlî û heza wê bo Hestyarî. Serhatîya çîhanê û heza wê ya peydakirina mêrekê dewlemend û pêkhatina wê xewna wê. Çîroka eşqa Nazdarê (dêya Cîhanê) û çawa bab li dijî şûkirina wê bû û tevî wê jî ew û Cemal bûn hevjîn û herwesa jî çîroka Beyanê û ya bi serê wê hatî.

 

Zimanê şî’irî yê nivîskarê gelek di nivîsandina vê berhemê da zal e. Pirsa kurdan û zilma li ser wan û dabeşkrina welatê wan û pirsa zimanê kurdî, hin ji wan babetan in yên di vê berhemê da dihên behis kirin.


 

ناڤێ کتێبێ: هێلینا ئێشێن ل ناڤ سنووران، هەستیار و گولان
نڤیسکار: گولنار عەلی
وەشانخانە: سەرسەرا ل بەرلینێ
چاپخانە:
سالا وەشانێ: ٢٠٢٠
هەژمارا رووپەلان:

 

هه‌لبه‌ستڤان گولنار عه‌لی (١٩٧٤-٢٠١٧) ئه‌ڤ ڕۆمانا خوه‌ یا کو ب پیتێن لاتینی نڤیسیبوو، ژ بۆ سه‌رڕاستکرنا زمانی ژ نڤیسکار ته‌نگه‌زار مارینی ڕا‌ هنارتبوو. مخابن، ل ده‌ما گولنار د ژیانێ دا، سه‌ڕاستکرن ب داوی نه‌هاتبوو. لێ ته‌نگه‌زار مارینی ئه‌و کار ب ئه‌رکێ خوه‌ زانی و پشتی مرنا گولنارێ سه‌ڕاستکرن خلاس کر و ئه‌ڤ ڕۆمان د سالا ٢٠٢٠ێ دا ب ڕێیا وه‌شانخانه‌یا سه‌رسه‌را ل به‌رلینێ چاپ کر 

ئه‌ڤ ڕۆمان ل سه‌ر ڤیانا دو گه‌نجان‌ و کارتێکرنا مالێ، دایوبابان و جڤاکێ ل سه‌ر وان و پاشه‌رۆژا وانه‌. وه‌ختێ گولان و هه‌ڤالا وێ جیهان ل قامشلۆیێ، ل سه‌ر ڕێیا د ناڤبه‌را مال و دبستانێ دا دچن، چاڤێ گولانێ ب باغه‌کێ فرۆتنا گولان دکه‌ڤت‌ کو ل سه‌ر نڤیسیه‌ باخچێ هه‌ستیار و ئه‌و ده‌ملده‌ست حه‌ز ژ ناڤێ هه‌ستیاری دکت. پاشی مه‌ره‌ق دکت‌ کا ئه‌و هه‌ستیار کی یه‌ و ده‌ما ژ بۆ کرینا گولان هه‌ستیاری ل وی باغی دبینت‌، ژ دیتنا یه‌کێ هه‌ر دو ل یه‌کوودو عاشق دبن.

 

هه‌ستیار ب خوه‌ ژ دهۆکێ یه‌. ئه‌و ژ زلما به‌عسییێن عیراقێ ڕه‌ڤیایه‌ و هاتیه‌ قامشلۆ بۆ مالا حه‌جی خه‌لیلی، کو ناسێ مالباتا وانه‌ و ل باخچه‌یێ وی یێ گولان کار دکت‌ و هه‌ر ل وێ ده‌رێ ژی دمینت.

لێ باب و دایکا گولانێ یێن حالنه‌خوه‌ش بریار دایه‌ کو گولانێ بدن پسمامێ وێ له‌زگینی، یێ ل ئه‌لمانیایێ یه‌، دا کو ئه‌و ل هه‌مبه‌ر وێ ژ ئالییێ مادی ڤه‌ ئالیکارییا وان بکت‌. باب ژ گولانێ ڕا دبێژت ئه‌گه‌ر تو شوو پێ نه‌کی ئه‌ز دێ خوه‌ بکوژم و گونه‌ها هندێ و ڤێ مالباتێ دکه‌ڤت‌ ستوویێ ته‌. ئه‌ڤجا ئه‌و بێ دلێ خوه‌ شوو ب له‌زگینی دکت و پێ ڕا دچت‌ ئه‌لمانیایێ، لێ هەر حەز ژ هەستیاری دکت. له‌زگین وێ دکت به‌رمالییا خوه‌ و وی ل ئالییێ دن یاره‌ک هه‌یه‌ ب ناڤێ به‌یانێ. گولان دبت‌ خزمه‌تکارا ناڤ مالا له‌زگینی و جێمکه‌کێ زارۆکان، که‌چ و کور دبن و ناڤ لێ دکت دلیار و گولیار. که‌سا کو هه‌ری ب ئێش و خه‌مێن گولانێ دزانت‌ و ژێ ڕا دبت‌ ئالیکار و وه‌ک دایکه‌کێ چاڤێ خوه‌ ددتێ به‌یان، یارا له‌زگینی یه.

گولان ڕاستی ئێشا گران شێرپەنجەیێ دبت و د نه‌شته‌رگه‌رییێ دا ژیان خوه‌ ژ ده‌ست ددت و جه‌نازه‌یا وێ دبن قامشلۆ و ل وێ دەرێ ڤه‌دشێرن. هه‌ستیار دچت‌ سه‌ر گۆرا وێ و بریارێ ددت کو خوه‌ ل سنۆری بدت و ڤه‌گه‌رت وارێ خوه‌، لێ مینه‌ک پێ ته‌قیا و ب گرانی بریندار بوو و که‌ت ناڤ له‌پێن جه‌ندرمه‌یێن ترک.

 

ئه‌ڤ به‌رهه‌م د ناڤ خوه‌ دا چه‌ند سه‌رهاتییێن دی ژی دحه‌وینت‌: چیرۆکا گولچینێ، که‌چا حه‌جی خه‌لیلی و حه‌زا وێ بۆ هه‌ستیاری. سەرهاتییا جیهانێ و حه‌زا وێ یا په‌یداکرنا مێره‌کێ ده‌وله‌مه‌ند و پێکهاتنا وێ خه‌ونا وێ. چیرۆکا عه‌شقا نازدارێ (دایکا جیهانێ) و چاوا باب ل دژی شووکرنا وێ بوو و ته‌ڤی وێ ژی ئه‌و و جه‌مال بوون هه‌ڤژین و هه‌روه‌سا ژی چیرۆکا به‌یانێ و یا ب سه‌رێ وێ هاتی.

 

زمانێ شعری یێ نڤیسکارێ گه‌له‌ک د نڤیساندنا ڤێ به‌رهه‌مێ دا زاله‌. پرسا کوردان و زلما ل سه‌ر وان و دابه‌شکرنا وه‌لاتێ وان و پرسا زمانێ کوردی، هن ژ وان بابه‌تانن یێن د ڤێ به‌رهه‌مێ دا دهێن به‌حس کرن.