torsdag 3 mars 2022

Dawî dilopa baranê

 

Navê kitêbê: Dawî dilopa baranê

Nivîskar: Luqman Asihî

Weanxane: Pirtûkxana Xanî

Çapxane: Genc

Sala weşanê: 2016

Hejmara rûpelan: 154 


 

Romana Dawî dilopa baranê serhatîyeka hestşilqîner ya du evîndaran e û her du bi xwe çîroka xwe, bi kurdiyeka delal û xweşik vedgêrin.

Merdan û Befrînê her ji biçûkînîya xwe li dibistana gundî hez ji yekudu kiribû û wextê ew dibin pazde şazde salî, êdî evîna wan diçe qonaxeka dî û her du bi veşarkî li nav bax û bîstanan digehin yekûdu. Carekê herduyan xwe ji dibstanê vedizîbû û di şkeftekê da gehiştibûn hev û di himbêzîn hevûdu da bûn, wextê ku kesek bi navê ‌Hesenî bi ser wan da hilbû.

Hesen serbazekê leşkerê Sedamî bû û goya ji ber nivêja li mizgeftê ji serbazgehê dihat gundî û ji ber wê dîndarîya wî gundîyan gelek hez jê dikir. Demê Hesen wan herduyan di wê rewşê da dibîne, ew xwe ji wan êciz dike û gefê li wan dike ku dê biçe mizgeftê û bêje gundîyan ku wan herduyan zina kiriye. Ew Befrînê ji wê derê derdixe û li gel Merdanî diaxive û wî ditirsîne. Hesen dibêje Merdanî eger ew alîkarîya wî neke û ji wî ra zanyarîyan derbareyê pêşmergeyan û hatina wan bo nav gundî neîne, ew dê wê nihêniya wî û Befrînê li ber gundiyan aşkera bike û dê hetka wan be.

Vê çendê bandora xwe li rewşa herduyan kir û her du tirsiyan ku gundî bi sira wan bizanin û paşî û ji ber hindê Befrîn bihê kuştin û neyarî bikeve nav gundî. Evca wan êdî ji tirsa wî Hesenî xwe ji yekûdu dûr xist, lê evîna wan bo yekûdu qet ji berê kêmtir nebû.

Rojekê çekdarek bi tivenga xwe kefte nav gundî û fîşek berdane xelkî û dayika Merdanî ya li dikanê bû û hinek kesên dî hatin kuştin. Piştî wê bûyerê êdî Hesenê serbaz nediwêriya bihê gundî, lê rewşa gundîyan bi xwe jî tevlihev bû û bûne du cûn; yekî pştgirîya pêşmergeyan dikir û yê dî ya Hikûmetê. Babê Befrînê jî li aliyê hikûmetê bû û ew ji xwe ditirsiya û piştî demekî mala xwe ji gundî bar dike û li Mûsilê li mala dostekê xwe yê ereb binecih dibe.

Gelek mal ji gundî bar dikin û Merdan û babê xwe jî diçin Dihokê û ew paşî li wê derê dibe mamoste û herweha jî karê gulfiroşî û baxçevanîyê dike û ji ber evîna xwe bo Befrînê jinê naîne.

Babê Befrînê li Mûslê li destpêkê li dikana tirşîfiroşekî kar dike, lê piştî demekî ew dihê neçar kirin ku bibe çekdarê hikûmetê û wî dibin berokê şerî li hember Îranê û êdî jê venagere mal û goya di şerî da wenda bûye.

Rewşa Befrînê û dayika wê, piştî wendabûna babê Befrînê, hem ji alîyê nefsî û hem yê aborî ve gelek têk diçe û herçende xwedîyê xanîyî û jina wî gelek ji wan ra alîkar bûn, lê wan jî hewl da bi karê nexşandina dişdaşeyan debara xwe bikin. Herweha befrînê di ber ra hewil da ku tşitekî ji Merdanî û gundî bizane û hez dikir dîsan biçe gundî û li dû dildarê xwe bigerhe. Di wan heyaman da xudanê dikana dişdaşeyan Omerî gelek alîkarîya wan dikir û paşî daxwaza destê wê kir. Befrînê nedixwast ji bilî Merdanî şû bi çi kesê dî bike, lê ew xwe li wî bajêrê mezin dibîne bitenê û bêçar e û li dûmahîyê şû bi Omerî dike û wê kurek jê dibe û navê wî dike Merdan.

Omer gelek dewlemend e û ew ji ber hezkirina xwe ya ji bo Befrînê xanîyekî li Dihokê ava dike û dikanekê jî li wê derê vedike. Ew ji gulfiroşekî dixwaze ku jê ra kesekî peyda bike da baxê navmala wî çêbike. Merdan jî bi şehrezahîya xwe ya çêkirina baxçeyan li cem gulfiroşên Dihokê naskrî û cihê bawerîyê bû û gulfroş wî pêşniyaz dike.

Wextê Merdan diçe wê malê ji bo çêkirina baxê wan, kurekê biçûk ku navê wî jî Merdan e derîyî jê ra vedike. Diyar dibe ku dayika Merdanê biçûk û xudana wê malê Befrîn, hezkrîya wî ye.

Pşitî ew qas salên dûrîya ji yekûdu, ew careka dî dihên ba hev û em li dûmahîya vê romanê li ser vê dîdara van her du evîndaran û helwesta wan û mêrê Befrînê û encama dawîn dixwînin.

 

 

ناڤێ کتێبێ: داوی دلۆپا بارانێ

نڤیسکار: لوقمان ئاسیهی

وەشانخانە: پرتووکخانا خانی

چاپخانە: گەنج

سالا وەشانێ: ٢٠١٦

هەژمارا رووپەلان: ١٥٤

ڕۆمانا داوی دلۆپا بارانێ سەرهاتیەکا هەستشلقینەر یا دو ئەڤیندارانە و هەر دو ب خوە چیڕۆکا خوە ب کوردیەکا دەلال و خوەشک ڤەدگێڕن.

مەردان و بەفرینێ هەر ژ بچووکینیا خوە ل دبستانا گوندی حەز ژ یەکودو کربوو و وەختێ ئەو دبن پازدە شازدە سالی ئەڤینا وان دچت قۆناغەکا دی و هەر دو ب ڤەشارکی ل ناڤ باخ و بیستانان دگەهن یەکودو. جارەکێ هەردویان خوە ژ دبستانێ ڤەدزی بوو و د شکەفتەکێ دا گەهشتبوون هەڤ و د همبێزین هەڤودو دا بوون، وەختێ کو کەسەک ب ناڤێ ‌حەسەنی ب سەر وان دا هلبوو.

حەسەن سەربازەکێ لەشکەرێ سەدامی بوو و گۆیا ژ بەر نڤیژا ل مزگەفتێ ژ سەربازگەهێ دهات گوندی و ژ بەر وێ دیندارییا وی گوندییان گەلەک حەز ژی دکر. دەمێ حەسەن وان هەردویان د وێ ڕەوشێ دا دبینت خوە ژ وان عێجز دکت و گەفێ ل وان دکت کو دێ چت مزگەفتێ و بێژت گوندیان کو وان هەردویان زنا کریە. ئەو بەفرینێ ژ وێ دەرێ دەردئێخت و ل گەل مەردانی دئاخڤت و وی دترسینت. حەسەن دبێژت مەردانی ئەگەر ئەو ئالیکاریا وی نەکت و ژ وی ڕا زانیاریان دەربارەیێ پێشمەرگەیان و هاتنا وان بۆ ناڤ گوندی نەئینت، ئەو دێ وێ نهێنییا وی و بەفرینێ ل بەر گوندیان ئاشکرا بکت و دێ هەتکا وان بت.

ڤێ چەندێ باندۆرا خوە ل ڕەوشا هەردویان کر و هەردو ترسیان کو گوندی ب سڕا وان بزانن و پاشی ژ بەر هندێ بەفرین بهێت کوشتن و نەیاری بکەڤت ناڤ گوندی. ئەڤجا وان ئێدی ژ ترسا وی حەسەنی خوە ژ یەکودو دوور خست، لێ ئەڤینا وان بۆ یەکودو قەت ژ بەرێ کێمتر نەبوو.

ڕۆژەکێ چەکدارەک ب تڤەنگا خوە کەفتە ناڤ گوندی و فیشەک بەردانە خەلکی و دەیکا مەردانی یا کو ل دکانێ بوو و هندەک کەسێن دی هاتن کوشتن. پشتی وێ بوویەرێ ئێدی حەسەنێ سەرباز نەدوێریا بهێت گوندی، لێ رەوشا گوندییان ب خوە ژی تەڤلهەڤ بوو و بوونە دو جوون، یەکی پشتگرییا پێشمەرگەیان دکر و یێ دی یا حکوومەتێ. بابێ بەفرێنێ ژی ل ئالیێ حکوومەتێ بوو و ئەو ژ خوە دترسیا و پشتی دەمەکی مالا خوە  ژ گوندی بار دکت و ل مووسلێ ل مالا دۆستەکێ خوە یێ عەرەب بنەجهـ دبت.

گەلەک مال ژ گوندی بار دکن و مەردان و بابێ خوە ژی دچن دهۆکێ و ئەو ل وێ دەرێ پاشی دبت مامۆستە و هەروەها ژی کارێ گولفرۆشی و باخچەڤانیێ دکت و ژ بەر ئەڤینا خوە بۆ بەفرینێ ژنێ نائینت.

بابێ بەفرینێ ل مووسلێ ل دەستپێکێ ل دکانا ترشیفرۆشەکی کار دکت، لێ پشتی دەمەکی ئەو دهێت نەچار کرن کو ببت چەکدارێ حکوومەتێ و وی دبن بەرۆکێ شەری ل هەمبەر ئیرانێ و ئێدی ژێ ڤەناگەرت مال و گۆیا د شەری دا وەندا بوویە.

ڕەوشا بەفرینێ و دایکا وێ، پشتی وەندابوونا بابێ بەفرینێ، هەم ژ ئالییێ نەفسی و هەم یێ ئابۆری ڤە گەلەک تێک دچت و هەرچەندە خودانێ خانییی و ژنا وی گەلەک ژ وان ڕا ئالیکار بوون، لێ وان ژی هەول دا ب کارێ نەخشاندنا دشداشەیان دەبارا خوە بکن. هەروەها بەفرینێ د بەر ڕا هەول دا کو تشتەکی ژ مەردانی و گوندی بزانە و حەز دکر بچت ڤە گوندی و ل دلدارێ خوە بگەرهت. د وان هەیامان دا خودانێ دکانا دشداشەیان ئۆمەری گەلەک ئالیکارییا وان دکر و پاشی داخوازا دەستێ وێ کر. بەفرینا کو نەدخواست ژ بلی مەردانی شوو ب چ کەسێ دی بکت، خوە ل وی باژێرێ مەزن دبینت بتەنێ و بێچارە و ل دووماهیێ شوو ب ئۆمەری دکت و وێ کورەک ژێ دبت و ناڤێ وی دکت مەردان.

ئۆمەر گەلەک دەولەمەندە و ئەو ژ بەر حەزکرنا خوە یا ژ بۆ بەفرینێ خانییەکی ل دهۆکێ ئاڤا دکت و دکانەکێ ژی ل وێ دەرێ ڤەدکت. ئەو ژ گولفرۆشەکی دخوازت کو ژێ ڕا کەسەکی پەیدا بکت دا باغێ ناڤمالا وی چێبکت. مەردان ژی ب شەهرەزاهییا خوە یا چێکرنا باغچەیان ل جەم گولفرۆشین دهۆکێ ناسکری و جهێ باوەرییێ بوو و گولفرۆش وی پێشنیاز دکت.

 وەختێ مەردان دچت وێ مالێ بۆ چێکرنا باغێ وان، کورەکێ بچووک کو ناڤێ وی ژی مەردانە دەرگەهی ژێ را ڤەدکت. دیار دبت کو دایکا مەردانێ بچووک و خودانا وێ مالێ بەفرین، حەزکرییا وی یە. پشتی ئەو قاس سالێن دوورییا ژ یەکودو، ئەو جارەکا دی دهێن با هەڤ و ئەم ل دووماهییا ڤی ڕۆمانێ ل سەر ڤێ دیدارا ڤان هەر دو ئەڤینداران و هەلوەستا وان و مێرێ بەفرینێ و ئەنجاما داوین دخوینن.