måndag 31 augusti 2020

Axbirînus

 Navê kitêbê: Axbirînus

Nivîskar: Milet Mihemed

Weşanxane: Çapxaneya Hawar li Dihokê

Sala weşanê: 2018

Hejmara rûpelan: 79


 Serbazek ji ber ku naxwaze di eynî bazinê da be û  bimîne berkek di destên lîstikvanan da û her kuştiyê parastina paşayî be û ne xudanê biryara xwe be, lewma ji nav lîstika şetrincê direve û li jiyaneka azadtir digere, lê li her derê rastî lîstikvanên şehreza yên xwezalker dibe.

Serbaz di gera xwe da dikeve nav malekê ku li ser nivîsiye Mala welatî û di wê da şazde ode hene û li ser her yekê navek heye, wek odeya Pîrê, Mîzanê, Nanî, Bazirganî, Xwezayê, Zêrevana, Tendirustî, Frîşteyan, Pûstalan, Qomarê, Buyimbaxan (kirawat), Leşkeran, û heta dawiyê.

Û ew serbaz me dibe nava her odeyekê û me dixe nav çîrok û sohbetên tê da çê dibin, heta digehe odeya berî ya dawiyê. Wextê dergehê wê vedike, ew bi wê dergehvekirinê dibe egera xistina barekê giran ji binbanî bo ser serê kesekî ku pê tê kuştin. Ew rûdan hatibû planekirin ku weha çê bide û êdî ew kelexê kuştîyî radixişîne bo nav odeya dûmahiyê ku ya mirîyan e. Demê ji wê odeyê derdikeve, destek wî careka din dizivirîne nav qada şetrencê.

Di nav wan hemî çîrok û sohbetën di wan hemî odeyan da diqewimin, gengeşe li ser mirovbûn, azadiya kesî û hişê wî, siyaset û siyasetmedaran, gendelî û bêdadî û gelekên dî dihên kirin.

Roman weha dest pê dike: ”Dûmahîk leşker bûm di gorepanê da ku ji çwargoşeya xwe dernekeftîm. Ji ber ku çi carên dî bawerîya min bi ewan yarîyan nahêt, ewên hindek kes tê da dihên kuştin, da ‘paşa’ tê da bihêt parastin. Ew paşa yê şiyan nebin xwe di ser du çwargoşeyan ra bihavêjit û karê wî bi tinê revîn bit, dê çewan şiyan hebin me biparêzit. Yan piştî em hemî dihên kuştin, bitinêbûna wî dê çi ramana xwe hebit” 

 

 

ناڤێ کتێبێ: ئاخبرینوس

نڤیسکار: مللەت محەمەد

وەشانخانە: چاپخانەیا هاوار ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٨

هەژمارا رووپەلان: ٧٩

 

سه‌ربازه‌ک ژ به‌ر کو ناخوازه‌ د عه‌ینی بازنێ دا به‌ و  بمینه‌ به‌رکه‌ک د ده‌ستێن لیستکڤانان دا و هه‌ر کوشتیێ پاراستنا پاشایی به‌ و نه‌ خودانێ بریارا خوه‌ به‌، له‌وما ژ ناڤ لیستکا شه‌ترنجێ دره‌ڤه‌ و ل ژیانه‌کا ئازادتر دگه‌ره‌، لێ ل هه‌ر ده‌رێ ڕاستی لیستکڤانێن شه‌هره‌زا یێن خوه‌زالکه‌ر دبه.‌

سه‌رباز د گه‌را خوه‌ دا دکه‌ڤه‌ ناڤ ماله‌کێ کو ل سه‌ر نڤیسیه‌ مالا وه‌لاتی و د وێ دا شازده‌ ئۆده‌ هه‌نه‌ و ل سه‌ر هه‌ر یه‌کێ ناڤه‌ک هه‌یه‌، وه‌ک ئۆده‌یا پیرێ، میزانێ، نانی، بازرگانی، خوه‌زایێ، زێره‌ڤانان، ته‌ندروستی، فریشته‌یان، پووستالان، قۆمارێ، بویمباخان، له‌شکه‌ران، و هه‌تا داویێ.

ئوئه‌وسەرباز مه‌ دبه‌ ناڤا هه‌ر ئۆده‌یه‌کێ و مه‌ دخه‌ ناڤ وان چیرۆک و سۆحبه‌تێن تێ دا چێ دبن‌ هه‌تا دگه‌هه‌ ئۆده‌یا به‌ری یا داویێ. وه‌ختێ ده‌رگه‌هێ وێ ڤه‌دکه‌، ئه‌و ب وێ ده‌رگه‌هـڤه‌کرنێ دبه‌ ئه‌گه‌را خستنا باره‌کێ گران ژ بنبانی بۆ سه‌ر سه‌رێ که‌سه‌کی کو پێ تێ کوشتن. ئه‌و روودان هاتبوو پلانه‌کرن کو وه‌ها جێ ببە‌ و ئێدی ئه‌و که‌له‌خێ کوشتیی ڕادخشینه‌ بۆ ناڤ ئۆده‌یا دووماهیێ، کو یا مرییانه‌. ده‌مێ ژ وێ ئۆده‌یێ ده‌ردکه‌ڤه‌، ده‌سته‌ک وی جاره‌کا دی دزڤرینه‌ ناڤ قادا شه‌تره‌نجێ.

د ناڤ وان هه‌می چیرۆک و سۆحبه‌تێن د وان هه‌می ئۆده‌یان دا دقه‌ومن، گه‌نگه‌شه‌ ل سه‌ر مرۆڤبوون، ئازادیا که‌سی و هشێ وی، سیاسه‌ت و سیاسه‌تمه‌داران، گه‌نده‌لی و بێدادی و گه‌له‌کێن دی دهێن کرن.

ڕۆمان وەها دەست پێ دکە: "دووماهیک لەشکەر بووم د گۆرەپانێ دا کو ژ چوارگۆشەیا خوە دەرنەکەڤتیم. ژ بەر کو چ جارێن دی باوەریا من ب ئەوان یاریا ناهێت، ئەوێن هندەک کەس تێ دا دهێن کوشتن، دا 'پاشا' تێ دا بهێت پاراستن. ئەو پاشایێ شیان نەبن خوە د سەر دو چوارگۆشەیان ڕا بهاڤێژیت و کارێ وی ب تنێ رەڤین بت، دێ چەوان شیان هەبن مە بپارێزت. یان پشتی ئەم هەمی دهێن کوشتن، بتنێبوونا وی دێ چ رامانا خوە هەبت"

fredag 28 augusti 2020

Janên sînahîyê

Navê kitêbê: Janên sînahîyê

Nivîskar: Tehsîn Navişkî

Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê

Sala weşanê: 2005

Hejmara rûpelan: 538


Ev romaneka civakî ye, tê da malbatek, peywendiyên nebaş yên jinûmêran û endamên malbatê û neheqî û stema li zarokî tê kirin yek ji mijarên wê yên serekî ye. Herweha azadî, jiyan û çarenivîsa tak û kesî di bin gefa dîtin û biryarên komê da beyaveka berfereh di vê berhema mezin da digire. Em li gel xwendina Janên Sînahiyê û wan hemî serhatî û bûyer û sohbetên tê da, dikevin nav hûrgiliyên jiyana gundê Tiraşokê û xelkê wê û arêşe û hevbeşî û hevdijiyên wan.

Sadiq li gundê Tiraşokê dijiya û wî jinek ji gundekê dî hebû navê wê Pakîze bû û ji wê jinê keçek hebû, her çend navê wê Xewla bû, lê digotinê Çîlo. Sadiq mirovekê bê bela û dilsaf bû û carna xortek bi navê Ecîlê Narînê bi mêhvanî dihat mala wan û wî û jina wî, ew wek kurê xwe hisêb dikir. Lê, li gundî çend kesan gotgotik belav kirin, qaşo Ecîl bi jina Sadiqî ra radikeve û ev gotgotk gehiştin pismamên Pakîzayê.

Rojekê du pismamên Pakîzayê ji gundê xwe hatin Tiraşokê û gotin Sadiqî ew dizanin ku Pakîzeyê û wî xortî şola xirab kiriye û ew dê namûsa xwe şûn. Sadiqî ji wan bawer nekir û baweriya wî gelek bi jinê û wî xortî dihat û ji bilî gotgotkan çi şahid jî li ser hindê nebûn, lê wan pismaman, bi bihaneya ku ew malbata Pakîzeyê ne û ew in xudanên biryarê, Sadiq neçar kir ku bi gotina wan bike. Wan pismaman û Sadiqî, demê ku keça wî Çîlo li mal nebû, Pakîza bir çolekê û pismaman ew bi xenceran kuşt û havêt nav çalekê û ber havêtin ser.

Piştî wê bûyerê, demê keça wî Çîloyê pirsiyara dayika xwe jê dikir, Sadiqî digotê ew çûye mala xalan û ew dê dîsan vegere mal û Çîlo jî her li benda hatina dayikê bû. Wextê ew jê xwerîb dibû yan ne rehet dibû gazî dikirê û dayik li ber çavên xwe didît, lê demê ber bi wê ve diçû ew wenda dibû.

Gundiyekê Sadiqî jê ra bi başî pesnên bîjinekê da ku li gundekê dî ye û navê wê Hefsa ye û du zarok bi navên Lelîxan û Lewendî hene. Sadiq jê bawer dike û wê jinê li xwe mehir dike û kurek jî bi navê Revendî jê dibe. Ev Hefsa ji Sadiqî dixwaze ku ew keça xwe Çîloyê, ya 13 salî bide şû û naxwaze wê di mala xwe da bibîne û Sadiq jî dil nade wê tifalê bide şû. Hefsayê kerb ji Çîloyê vedibin û her çi karê navmalê û heywana û govê û her tiştê dî bi wê keçê dide kirin û li wê dixe û wê dax dike û nahêle têr bixwe û têr binive, yanî reftareka hindî bêjî nebaş li gel wê nevisiya xwe dike, lê li gel keç û kurê xwe zêde baş e.

Keça Hefsayê Lelîxan jî wek dayika xwe hez ji Çîloyê nake û dijatiya wê dike, lê kurê wê Lewend pê ra baş e û hez nake dayika wî Çîloyê biêşîne, lê ditirse li dijî dayika xwe raweste. Hindî Lelîxan e, ew hez ji kurekî bi navê Eskender dike û ew carna bi dizîkî ve hevûdu dibînin, lê çavê çend kesan bi wan dikeve û êdî gotgotik li ser wan li gundî belav dibin.

Sadiqî carna û ji bo ku keça xwe Çîloyê ji zulma Hefsayê biparêze, dibir bo ser karî li nav bîstanan û Çîloyê jî hez dikir alîkariya babê xwe bike. Rojekê keça wî ji nav karî ber bi avê çû û di nav avê da dayika wê hate ber çavan û wê xwe da avê da bigehe dayika xwe, lê avê ew bir û bû rewîna seyî yê ku ew dîtî û weha bala Lewendî ket ser û xwe da avê da Çîloyê xilas bike, lê herdu binav û berze bûn. Piştî taziya wan bi çend rojan kelexên herduyan li ber avê, li nêzîkî bajarê Gijalê hatin dîtin.

Çavê doxtor Eyazî Li nexweşxaneyê, bi şev û di odeya miriyan da bi laşê Çîloya mirî dikeve û destdirêjiyê dike ser laşê wê. Roja dîtrê doxtor Qeys bi wê destdirêjiyê dizane û polîsan pê agahdar dike. Eyaz, ku kurê axa ye, hewara xwe dibe cem birayê xwe û ew li gel birayê Sadiqî, yê ku mala wî li bajarî ye, li ser wê pêk dihên ku ew xaniyekî li bajêrî bidin Sadiqî û ew pirs bihê bêdeng kirin. Haya Sadiqî bi xwe ji vê hemiyê nebû, heta birayê wî tê ber mirinê û rastiya meseleyê ji Sadiqî ra dibêje û xanî jî, berî mirina xwe dideyê.

Hindî Lelîxan e bi zik dikeve û li gundî gotgotk belav dibin ku ew ji Eskenderî ducan bûye û dayika wê dixwaze bi dermanên pîrejinekê û karê giran yê nav bîstanan zarokî ji ber wê bihavêje û zû mala xwe bibin bajarê Gijalokê. Lê rojekê du xortên gundî tên mala wan û keçê li ber çavên dayika wê ya hamil û Sadiqê ku nizane mesele çi ye û Revendê biçûk bi xenceran dikujin.

Li dawiyê em dizanin ku Sadiq miriye û Hefsayê jî dibînin ya li mal li bajarê Gijalê, ew lal û nesax e û neşêt bi rêv biçe û nikare bersiva pirsiyarên kurê xwe Revendî bide yê ku ji serhatiya malbata xwe romanekê dinivîse.

Ji rûpelê 43:

“- Lewend, te jî bihîstiye; heçiyê xu di ser kesk û sorî ra bihavêjît, dê mirada dilê wî hasil bît?
 - Belê çewa?!
 - Anku kiç bît, dê bîte kur, kur bît, dê bîte kiç!
 - Erê … erê … ha! Anku tu da çî xu di ser ra havêjî?”     

 

 

ناڤێ کتێبێ: ژانێن سیناهیێ

نڤیسکار: تەحسین ناڤشکی

وەشانخانە: ئێکەتیا نڤیسەرێن کورد ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠٠٥

هەژمارا رووپەلان: ٥٣٨

 

ئه‌ڤ ڕۆمانه‌کا جڤاکی یه‌، تێ دا مالباته‌ک، په‌یوه‌ندیێن نەباش یێن ژنوومێران و ئه‌ندامێن مالباتێ  و نه‌هه‌قی و سته‌ما ل زارۆکی تێ کرن یه‌ک ژ مژارێن وێ یێن سه‌ره‌کی یه‌. هه‌روه‌ها ئازادی، ژیان و چاره‌نڤیسا تاک و که‌سی د بن گه‌فا دیتن و بریارێن کۆمێ دا به‌یاڤه‌کا به‌رفه‌ره‌هـ د ڤێ به‌رهه‌ما مه‌زن دا دگره‌. ئه‌م ل گه‌ل خوه‌ندنا ژانێن سیناهیێ و وان هه‌می سه‌رهاتی و بوویه‌ر و سۆحبه‌تێن تێ دا، دکه‌ڤن ناڤ هوورگلیێن ژیانا گوندێ تراشۆکێ و خه‌لکێ وێ و ئارێشە و هه‌ڤبه‌شی و هه‌ڤدژیێن وان.

سادق ل گوندێ تراشۆکێ دژیا و وی ژنه‌ک ژ گونده‌کێ دی هه‌بوو ناڤێ وێ پاکیزه‌ بوو و ژ وێ ژنێ که‌چه‌ک هه‌بوو، هه‌ر چه‌ند ناڤێ وێ خه‌ولا بوو، لێ دگۆتنێ چیلۆ. سادق مرۆڤه‌کێ بێ به‌لا و دلساف بوو و جارنا خۆرته‌ک ب ناڤێ عه‌جیلێ نارینێ ب مێهڤانی دهات مالا وان و وی و ژنا وی، ئه‌و وه‌ک کورێ خوه‌ حسێب دکر. لێ، ل گوندی چه‌ند که‌سان گۆتگۆتک به‌لاڤ کرن، قاشۆ عه‌جیل ب ژنا سادقی ڕا ڕادکه‌ڤه‌ و ئه‌ڤ گۆتگۆتک گه‌هشتن پسمامێن پاکیزایێ.

ڕۆژه‌کێ دو پسمامێن پاکیزایێ ژ گوندێ خوه‌ هاتن تراشۆکێ و گۆتن سادقی ئه‌و دزانن کو پاکیزه‌یێ و وی خۆرتی شۆلا خراب کریه‌ و ئه‌و دێ نامووسا خوه‌ شوون. سادقی ژ وان باوه‌ر نه‌کر و باوه‌ریا وی گه‌له‌ک ب ژنێ و وی خۆرتی دهات و ژ بلی گۆتگۆتکان چ شاهد ژی ل سه‌ر هندێ نه‌بوون، لێ وان پسمامان، ب بهانه‌یا کو ئه‌و مالباتا پاکیزه‌یێ نه‌ و ئه‌ون خودانێن بریارێ، سادق نه‌چار کر کو ب گۆتنا وان بکه‌. وان پسمامان و سادقی، ده‌مێ کو که‌چا وی چیلۆ ل مال نه‌بوو، پاکیزا بر چۆله‌کێ و پسمامان ئه‌و ب خه‌نجه‌ران کوشت و هاڤێت ناڤ چاله‌کێ و به‌ر هاڤێتن سه‌ر.

پشتی وێ بوویه‌رێ، ده‌مێ که‌چا وی چیلۆیێ پرسیارا دایکا خوه‌ ژێ دکر، سادقی دگۆتێ ئه‌و چوویه‌ مالا خالان و ئه‌و دێ دیسان ڤه‌گه‌ره‌ مال و چیلۆ ژی هه‌ر ل به‌ندا هاتنا دایکێ بوو. وه‌ختێ ئه‌و ژێ خه‌ریب دبوو یان نه‌ ڕه‌حه‌ت دبوو گازی دکرێ و دایک ل به‌ر چاڤێن خوه‌ ددیت، لێ ده‌مێ به‌ر ب وێ ڤه‌ دچوو ئه‌و وه‌ندا دبوو.

گوندیه‌کێ سادقی ژێ ڕا ب باشی په‌سنێن بیژنه‌کێ دا کو ل گونده‌کێ دی یه‌ و ناڤێ وێ حه‌فسا یه‌ و دو زارۆک ب ناڤێن له‌علیخان و له‌وه‌ندی هه‌نه‌. سادق ژێ باوه‌ر دکه‌ و وێ ژنێ ل خوه‌ مه‌هر دکه‌ و کوره‌ک ژی ب ناڤێ ڕه‌ڤه‌ندی ژێ دبه‌. ئه‌ڤ حه‌فسا ژ سادقی دخوازه‌ کو ئه‌و که‌چا خوه‌ چیلۆیێ، یا ۱۳ سالی بده‌ شوو و ناخوازه‌ وێ د مالا خوه‌ دا ببینه‌ و سادق ژی دل ناده‌ وێ تفالێ بده‌ شوو. حه‌فسایێ که‌رب ژ چیلۆیێ  ڤه‌دبن و هه‌ر چ کارێ ناڤمالێ و حه‌یوانان و گۆڤێ و هه‌ر تشتێ دی ب وێ که‌چێ دده‌ کرن و ل وێ دخه‌ و وێ داخ دکه‌ و ناهێله‌ تێر بخوه‌ و تێر بنڤه‌، یانی ڕه‌فتاره‌کا هندی بێژی نه‌باش ل گه‌ل وێ نه‌ڤسیا خوه‌ دکه‌، لێ ل گه‌ل که‌چ و کورێ خوه‌ زێده‌ باشە.

که‌چا حه‌فسایێ له‌علیخان ژی وه‌ک دایکا خوه‌ حه‌ز ژ چیلۆیێ ناکه‌ و دژاتیا وێ دکه‌، لێ کورێ وێ له‌وه‌ند پێ ڕا باشه‌ و حه‌ز ناکه‌ دایکا وی چیلۆیێ بئێشینه‌، لێ دترسه‌ ل دژی دایکا خوه‌ ڕاوه‌سته‌. هندی له‌علیخانه‌، ئه‌و حه‌ز ژ کوره‌کی ب ناڤێ ئه‌سکه‌نده‌ر دکه‌ و ئه‌و جارنا ب دزیکی ڤه‌ هه‌ڤوودو دبینن، لێ چاڤێ چه‌ند که‌سان ب وان دکه‌ڤه‌ و ئێدی گۆتگۆتک ل سه‌ر وان ل گوندی به‌لاڤ دبن.

سادقی جارنا و ژ بۆ کو که‌چا خوه‌ چیلۆیێ ژ زولما حه‌فسایێ بپارێزه‌، دبر بۆ سه‌ر کاری ل ناڤ بیستانان و چیلۆیێ ژی حه‌ز دکر ئالیکاریا بابێ خوه‌ بکه‌. ڕۆژه‌کێ که‌چا وی ژ ناڤ کاری به‌ر ب ئاڤێ چوو و د ناڤ ئاڤێ دا دایکا وێ هاته‌ به‌ر چاڤان و ووێ خوه‌ دا ئاڤێ دا بگه‌هه‌ دایکا خوه‌، لێ ئاڤێ ئه‌و بر و بوو ڕه‌وینا سه‌یی یێ کو ئه‌و دیتی و وه‌ها بالا له‌وه‌ندی که‌ت سه‌ر و خوه‌ دا ئاڤێ دا چیلۆیێ خلاس بکه‌، لێ هه‌ردو بناڤ و به‌رزه‌ بوون. پشتی تازیا وان ب چه‌ند ڕۆژان که‌له‌خێن هه‌ردویان ل به‌ر ئاڤێ، ل نێزیکی باژارێ گژالێ هاتن دیتن.

چاڤێ دۆختۆر ئه‌یازی ل نه‌خوه‌شخانه‌یێ، ب شه‌ڤ و د ئۆده‌یا مریان دا ب لاشێ چیلۆیا مری دکه‌ڤه‌ و ده‌ستدرێژیێ دکه‌ سه‌ر لاشێ وێ. ڕۆژا دیترێ دۆختۆر قه‌یس ب وێ ده‌ستدرێژیێ دزانه‌ و پۆلیسان پێ ئاگاهدار دکه‌. ئه‌یاز، کو کورێ ئاغا یه‌، هه‌وارا خوه‌ دبه‌ جه‌م برایێ خوه‌ و ئه‌و ل گه‌ل برایێ سادقی، یێ کو مالا وی ل باژێری یه‌، ل سه‌ر وێ پێک دهێن کو ئه‌و خانیه‌کی ل باژێری بدن سادقی و ئه‌و پرس بهێ بێده‌نگ کرن. هایا سادقی ب خوه‌ ژ ڤێ هه‌میێ نه‌بوو، هه‌تا برایێ وی تێ به‌ر مرنێ و ڕاستیا مه‌سه‌له‌یێ ژ سادقی ڕا دبێژه‌ و خانی ژی، به‌ری مرنا خوه‌ دده‌یێ.

هندی له‌علیخانه‌ ب زک دکه‌ڤه‌ و ل گوندی گۆتگۆتک به‌لاڤ دبن کو ئه‌و ژ ئه‌سکه‌نده‌ری دوجان بوویه‌ و دایکا وێ دخوازه‌ ب ده‌رمانێن پیره‌ژنه‌کێ و کارێ گران یێ ناڤ بیستانان زارۆکی ژ به‌ر وێ بهاڤێژه‌ و زوو مالا خوه‌ ببن باژێرێ گژالۆکێ. لێ ڕۆژه‌کێ دو خۆرتێن گوندی تێن مالا وان و که‌چێ ل به‌ر چاڤێن دایکا وێ یا حامل و سادقێ کو نزانه‌ مه‌سه‌له‌ چ یه‌ و ڕه‌ڤه‌ندێ بچووک ب خه‌نجه‌ران دکوژن.

ل داویێ ئه‌م دزانن کو سادق مریه‌ و حه‌فسایێ ژی دبینن یا ل مال ل باژارێ گژالێ، ئه‌و لال و نه‌ساخه‌ و نه‌شێت ب ڕێڤە بچه‌ و نکاره‌ به‌رسڤا پرسیارێن کورێ خوه‌ ڕه‌ڤه‌ندی بده‌ یێ کو ژ سه‌رهاتیا مالباتا خوه‌ ڕۆمانه‌کێ دنڤیسه.‌

ژ رووپەلێ ٤٣:

" – لەوەند، تە ژی نەبهیستیە؛ هەچیێ خو د سەر کەسک و سۆری را بهاڤێژیت، دێ مرادا دلێ وی حاسل بیت؟!
  – بەلێ چەوا؟
  – ئانکو کچ بیت، دێ بیتە کور، کور بیت، دێ بیتە کچ!
  – ئەرێ ... ئەری ... ها! ئانکو تو دا چی خو د سەر ڕا هاڤێژی؟!"

 

söndag 23 augusti 2020

Çima danasandina romanên kurdî?

Çima danasandina romanên kurdî?

Her çend ez li Swêdê me, lê min berdewam hewilda ye, hindî min pê çê bûye haya min ji nivîskarîya bi kurdî ya li welatî hebe. Min di seredanên xwe da û hindÎ bi dest min keftine, kitêb û nemaze romanên bi kurdîya kurmancî yên bi tîpên erebî li Dihokê kirîne û min gelek jê xwendine.

Ya rast carna li nik min tirsek çê dibe, neku kurdîya min qels bibe, neku ez ji cîhana nivîskarîya welatê xwe qut bibim, neku haya kurdên vî parçeyî ji berhemên wî parçeyê din nebe û neku û neku …

Lew min û di vî serdemê koronayê da biryar da ez wan hemî romanên bi kurdîya kurmancî, yên ku heta nuke li başûrê welatî, bi tîpên erebî belav bûne, dîsan bixwînim û bes naveroka wan bi kurtî ji kurdên latînîxwîn ra bidim nasandin. Herweha û li ser pêşniyaza çend kesan, ez her wan danasndinan bi tîpên erebî jî di blogga xwe da belav dikim.

 

چما داناساندنا رۆمانێن کوردی؟

هه‌ر چه‌ند  ئه‌ز ل سوێدێ مه‌، لێ من به‌رده‌وام هه‌ولدا یه‌، هندی من پێ چێ بوویه‌ هایا من ژ نڤیسکارییا ب کوردی یا ل وه‌لاتی هه‌به‌. من د سه‌ره‌دانێن خوه‌ دا و هندی ب ده‌ست من که‌فتنه‌، کتێب و نه‌مازه‌ ڕۆمانێن ب کوردییا کورمانجی یێن ب تیپێن عه‌ره‌بی ل دهۆکێ کرینه‌ و من گه‌له‌ک ژێ خواندنه‌

یا ڕاست جارنا ل نک من ترسه‌ک چێ دبه‌، نه‌کو کوردیا من قه‌لس ببه‌، نه‌کو ئه‌ز ژ جیهانا نڤیسکارییا وه‌لاتێ خوه‌ قوت ببم، نه‌کو هایا کوردێن ڤی پارچه‌یی ژ به‌رهه‌مێن وی پارچه‌یێ دن نه‌به‌ و نه‌کو و نه‌کو ...

لەو من و د ڤی سەردەمێ کۆرۆنایێ دا بریار دا ەز وان هەمی رۆمانێن ب کوردییا کورمانجی، یێن کو هەتا نوکە ل باشوورێ وەلاتی، ب تیپێن عەرەبی بەلاڤ بوونە، دیسان بخوینم و بەس ناڤەرۆکا وان ب کورتی ژکوردێن لاتینیخوین را بدم ناساندن. هەروەها ل سەر پێشنیازا چەند کەسان، ئەز هەر وان داناساندنان بتیپێن عەرەبی ژی د بلۆگا خوە دا بەلاڤ بکم.

söndag 16 augusti 2020

Kênca wijdanên jengî

 Navê kitêbê: Kênca wijdanên jengî

Nivîskar: Êhsan Kemekî

Weşanxane: Çapxaneya Xanî li Dihokê

Sala weşanê: 2018

Hejmara rûpelan: 301

 

Kênca wijdanên jengî wek romaneka civakî û tam-siyasî serhatiya du nifşan, bab û kurî ya di demên Enfal, şerê navxwe û hêrişa Daişê da vedibêje û kurtîya wan bi vî rengî ye:

Kovan kurê Teterê Rustemî li gel jina xwe Jînê û her du zaroyên xwe Bêwar û Dilînê bi xweşî li gundê xwe li ser sinoran li başûrê Kurdistanê dijiyan. Lê tob û bombebarankirina tirkî ya berdewam bo dormandorê gundê wan weha kir ku piraniya gundiyan erdê xwe bihêlin û berê xwe bidin bajêrî û Kovan jî di wê hizra man û nemana li gundî da bû. Lê rojekê firokeyên tirkî geliyê nêzîkî gundî, yê ku bingehekê PKKê lê bû, bomberan dikin û Kovan li hawara wan diçe ji bo ku bizane ka rewşa wan çawa ye, lê ew bi xwe dikeve ber bombebarankirina duyê ya wê rojê ya firokeyan û bi dijwarî birîndar dibe û tê veguhastin bo nexweşxaneyekê li Dihokê.

Kovan bindîwar e û ew wek zêrevan li cem mam Qadirî, ku berpirsiyarekê siyasî û leşkerî ye, qeydkirî ye, lê li gundî dijiya û bi erd û pezî ve mijûl dibû. Piştî ji nexweşxaneyê derdikeve, ew mala xwe diîne Dihokê û pezê xwe jî difiroşe. Herweha jê tê xwestin ku vegere ser pêşmergetiyê û li sikrê Mûsilê di çeperên li hember Daişê da li cem muqedem Pîroyî dibe lênanvan. Ew li wê derê dibîne ku hemî bi lehîmkirinê ve, yanî telefonkirina yaran û sohbetên dildarîkirinê ve mijûl dibin û ew jî dikeve nav peywendiyeka ji wî rengî li gel keçeka ku hevalê wî Cegerî ew ji keçîniyê xistiye û ew jî wê dibîne û dildariyê pê ra dike.

Ceger telefona xwe diguhore û peywendiya xwe bi wê keçê ya nave wê Nêrgiz e qut dike. Êdî Nêrgiz ya ku ji Cegerî ducan bûye bela xwe ji Kovanî venake û dixwaze yan bi Cegerî yan bi wî ra bizewice. Lê spêdeyekê Ceger li ser destê daişiyan tê kuştin û êdî bes Kovan dimîne di destê Nêrgizê da û Kovan nizane dê çawa xwe ji nav lepên wê xilas bike. Êvarekê daişî êrişê dikin ser wan û hemî pêşmerge paşde vedigerin û ew û berpirsyarê çeperî Pîro li dawiyê di tirimbêlê da ne û dixwazin bi dû hevalên xwe bikevin, lê guleyek tê û Pîroyî, yê ku tirimbêl dihajot dikuje û tirimbêl bi wan ve werdigere. Ew xwe ji tirimbêlê derdixe û jê dûr dikeve berî ku daişî bihên ser tirimbêlê û agirî berbidinê.

Kovan naxwaze ji tirsa Nêrgizê û aşkerabûna peywendiya wan ya cinsî vegere mal û biryara revê dide. Lew berê xwe dide Zaxoyê da ji wê derê bi qeçaxî biçe Ewropayê. Qeçaxçiyek wî bi çend kesên din ra dibe Keşanê da ji wê derê wan derbasî aliyê dî yê sinoran bike û bigehîne Stembolê. Lê şervanên PKKê wî di rê da digirin û ew di nav wan da hevalekê xwe yê PKKyî dibîne û ew wî razî dike ku bibe PKK. Ji bextê wî yê reş ew hevalê wî ji bingehê wan bi karekî derdikeve û bi bomberankirina tirkî tê kuştin û yên PKKê gumana ajaniyê ji Kovanî dikin û wî digirin û lêkolînê li gel dikin û dixwazin bizanin ka ew çima hatiye wir û bo çi dixwaze biçe derve. Kovan nizane ka dê çi bi serê wî bihê û hewla revê dide, lê ew tê birîndar kirin û dîsan tê girtin. Rojekê ew şkefta Kovan tê de girtî ji aliyê firokeyên tirkî ve tê bombe baran kirin û şervan tên kuştin û Kovanê birîndar, yê ku kirim ketine birînên wî û êdî naxwaze bijî, xwe digehîne ser kelexê şervanekê kuştî û narincoka wî bi xwe ve dipeqîne.

Em her di vê romanê da çîroka babê wî Teterê Rustemî yê pêşmerge jî dixwînin; ka çawa di demê hêrişa Enfalan da bo ser devera wan û revîna xelkê gundên wê derê, ew mala xwe bi şofêrekî ra dişîne Dihokê û dixwaze xwe bigehîne hevalên xwe yên pêşmerge û biçe Îranê, lê çi rêya nabîne û xwe teslîm dike û diçe leşkeriya îraqî li Dîwaniyê û paşî û pey dostaniyeka wî li gel serhêzê xwe û jina wî tê veguhastin bo Feydiyê. Teter di demê şerê birakujiyê da li gel mam Qadirî û Pîroyî pêşmerge bû û di şerekî da tê kuştin û wî berî kuştina xwe serhatiya jiyana xwe nivîsî bû û ew wek pirtûk derkeftibû.

Ji bilî van û serhatiya Nêrgizê ya li gel Cegerî û Kovanî û paşî li gel Doxanî, di vê kitêbê da serhatiyên dî û rexneyên civakî û siyasî jî berçav dibin.

Ji rûpelê 171: “Ew di mawê du demjimêrên nûbedariyê da digel sê jinka axift. Piştî nûbedariyê jî çû di trombêla xwe da û her mobayla wî li ber guhî bû. Ta ez ji xew rabûym, bo berhevkirina têştê jî her di trombêla xwe da bû, mobayla wî li ber guhî bû. Bi roj jî, ger peywendiyek ji layê hevjîna wî ve bo bihêt, neşêt du xuleka digel biaxivît, peywendiyê bi rûyê wê da digirît”.

 

ناڤێ کتێبێ: کێنجا وژدانێن ژەنگی

نڤیسکار: ئێحسان کەمەکی

وەشانخانە: جاپخانەیا خانی ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٨

هەژمارا رووپەلان: ٣٠١

 

کێنجا وژدانێن ژه‌نگی وەک رۆمانەکا جڤاکی و تام-سیاسی سه‌رهاتیا دو نفشان، باب و کوری،  یا د ده‌مێن ئەنفال، شەرێ ناڤخوە و هێرشا داعشێ دا ڤه‌دبێژه‌ و کورتییا وان ب ڤی ڕه‌نگی یه:‌

کۆڤان کورێ ته‌ته‌رێ ڕوسته‌می ل گه‌ل ژنا خوه‌ ژینێ و هه‌ر دو زارۆیێن خوه‌ بێوار و دلینێ ب خوه‌شی ل گوندێ خوه‌ ل سه‌ر سنۆران ل باشوورێ کوردستانێ دژیان. لێ تۆب و بۆمبه‌بارانکرنا ترکی یا به‌رده‌وام بۆ دۆرماندۆرێ گوندێ وان وه‌ها کر کو پرانیا گوندیان ئه‌ردێ خوه‌ بهێلن و به‌رێ خوه‌ بدن باژێری و کۆڤان ژی د وێ هزرا مان و نه‌مانا ل گوندی دا بوو. لێ ڕۆژه‌کێ فرۆکه‌یێن ترکی گه‌لیێ نێزیکی گوندی، یێ کو بنگه‌هه‌کێ پەکەکێ لێ بوو، بۆمبه‌ران دکن و کۆڤان ل هاوارا وان دچه‌ ژ بۆ کو بزانه‌ کا ڕه‌وشا وان چاوا یه‌، لێ ئه‌و ب خوه‌ دکه‌ڤه‌ به‌ر بۆمبه‌بارانکرنا دویێ یا وێ ڕۆژێ یا فرۆکه‌یان و ب دژواری بریندار دبه‌ و تێ ڤه‌گوهاستن بۆ نه‌خوه‌شخانه‌یه‌کێ ل دهۆکێ.

کۆڤان بندیواره‌ و ئه‌و وه‌ک زێره‌ڤان ل جه‌م مام قادری، کو به‌رپرسیاره‌کێ سیاسی و له‌شکه‌ری یه‌، قەیدکری یە، لێ ل گوندی دژیا و ب ئه‌رد و په‌زی ڤه‌ مژوول دبوو. پشتی ژ نه‌خوه‌شخانه‌یێ ده‌ردکه‌ڤه‌، ئه‌و مالا خوه‌ دئینه‌ دهۆکێ و په‌زێ خوه‌ ژی دفرۆشه‌. هه‌روه‌ها ژێ تێ خوه‌ستن کو ڤه‌گه‌ره‌ سه‌ر پێشمه‌رگه‌تیێ و ل سکرێ مووسلێ د چه‌په‌رێن ل هه‌مبه‌ر داعشێ دا، ل جه‌م موقه‌ده‌م پیرۆیی، دبه‌ لێنانڤان. ئه‌و ل وێ ده‌رێ دبینه‌ کو هه‌می ب لەحیمکرنێ ڤه‌، یانی ته‌له‌فۆنکرنا یاران و سۆحبه‌تێن دلداریکرنێ ڤه‌ مژوول دبن و ئه‌و ژی دکه‌ڤه‌ ناڤ په‌یوه‌ندیه‌کا ژ وی ڕه‌نگی ل گه‌ل‌ که‌چه‌کا کو هه‌ڤالێ وی جه‌گه‌ری ئه‌و ژ که‌چینیێ خستیه‌ و ئه‌و ژی وێ دبینه‌ و دلداریێ پێ ڕا دکه.‌

جه‌گه‌ر ته‌له‌فۆنا خوه‌ دگوهۆره‌ و په‌یوه‌ندیا خوه‌ ب وێ که‌چێ یا ناڤێ وێ نێرگزه‌ قوت دکه‌. ئێدی نێرگز، یا کو ژ جه‌گه‌ری دوجان بوویه،‌ به‌لا خوه‌ ژ کۆڤانی ڤه‌ناکه‌ و دخوازه‌ یان ب جه‌گه‌ری یان ب وی ڕا بزه‌وجه‌. لێ سپێدەیە‌کێ جه‌گه‌ر ل سه‌ر ده‌ستێ داعشیان تێ کوشتن و ئێدی به‌س کۆڤان دمینه‌ د ده‌ستێ نێرگزێ دا و کۆڤان نزانه‌ دێ چاوا خوه‌ ژ ناڤ له‌پێن وێ خلاس بکه‌. ئێڤاره‌کێ داعشی ئێرشێ دکن سه‌ر وان و هه‌می پێشمه‌رگه‌ پاشده‌ ڤە‌دگه‌رن و ئه‌و و به‌رپرسیارێ چه‌په‌ری پیرۆ ل داویێ د ترمبێلێ دا نه‌ و دخوازن ب دوو هەڤالێن خوە بکەڤن، لێ گوله‌یه‌ک تێ و پیرۆیی، یێ کو ترمبێل دهاژۆت دکوژه‌ و ترمبێل ب وان ڤه‌ وه‌ردگه‌ره‌. ئه‌و خوه‌ ژ ترمبێلێ ده‌ردخه‌ و ژێ دوور دکه‌ڤه‌ به‌ری کو داعشی بهێن سه‌ر ترمبێلێ و ئاگری به‌ربدنێ.

کۆڤان ناخوازه‌ ژ ترسا نێرگزێ و ئاشکه‌رابوونا په‌یوه‌ندیا وان یا جنسی ڤه‌گه‌ره‌ مال و بریارا ڕه‌ڤێ دده‌. له‌و به‌رێ خوه‌ دده‌ زاخۆیێ دا ژ وێ ده‌رێ ب قه‌چاخی بچه‌ ئه‌ورۆپایێ. قه‌چاخچیه‌ک وی ب چه‌ند که‌سێن دن ڕا دبه‌ که‌شانێ، دا ژ وێ ده‌رێ وان ده‌رباسی ئالیێ دی یێ سنۆران بکه‌ و بگه‌هینه‌ سته‌مبۆلێ. لێ شه‌رڤانێن پەکەکێ وی د ڕێ دا دگرن و ئه‌و د ناڤ وان دا هه‌ڤاله‌کێ خوه‌ یێ پەکەکەیی دبینه‌ و ئه‌و وی ڕازی دکه‌ کو ببه‌ پەکەکە. ژ به‌ختێ وی یێ ڕه‌ش ئه‌و هه‌ڤالێ وی ژ بنگه‌هێ وان ب کاره‌کی ده‌ردکه‌ڤه‌ و ب بۆمبه‌رانکرنا ترکی تێ کوشتن و یێن پەکەکێ گومانا ئاژانیێ ژ کۆڤانی دکن و وی دگرن و لێکۆلینێ ل گه‌ل دکن و دخوازن بزانن کا ئه‌و چما هاتیه‌ ور و بۆ چ دخوازه‌ بچه‌ ده‌رڤه‌. کۆڤان نزانه‌ کا دێ چ ب سه‌رێ وی بهێ و هه‌ولا ڕه‌ڤێ دده‌، لێ ئه‌و تێ بریندار کرن و دیسان تێ گرتن. ڕۆژه‌کێ ئه‌و شکه‌فتا کۆڤان تێ دا گرتی ژ ئالیێ فرۆکه‌یێن ترکی ڤه‌ تێ بۆمبه‌ باران کرن و شه‌رڤان تێن کوشتن و کۆڤانێ بریندار، یێ کو کرم که‌تنه‌ برینێن وی و ئێدی ناخوازه‌ بژی، خوه‌ دگه‌هینه‌ سه‌ر که‌له‌خێ شه‌رڤانه‌کێ کوشتی و نارنجۆکا وی ب خوه‌ ڤه‌ دپه‌قینه.‌

ئه‌م هه‌ر د ڤێ ڕۆمانێ دا چیرۆکا بابێ وی ته‌ته‌رێ ڕوسته‌می یێ پێشمه‌رگه‌ ژی دخوینن؛ کا چاوا د ده‌مێ هێرشا ئه‌نفالان دا بۆ سه‌ر ده‌ڤه‌را وان و ڕه‌ڤینا خه‌لکێ گوندێن وێ ده‌رێ، ئه‌و مالا خوه‌ ب شۆفێره‌کی ڕا دشینه‌ دهۆکێ و دخوازه‌ خوه‌ بگه‌هینه‌ هه‌ڤالێن خوه‌ یێن پێشمه‌رگه‌ و بچه‌ ئیرانێ، لێ چ ڕێیا نابینه‌ و خوه‌ ته‌سلیم دکه‌ و دچه‌ له‌شکه‌ریا ئیراقی ل دیوانیێ و پاشی و په‌ی دۆستینیه‌کا وی ل گه‌ل سه‌رهێزێ خوه‌ و ژنا وی، تێ ڤه‌گوهاستن بۆ فه‌یدیێ. ته‌ته‌ر د ده‌مێ شه‌رێ براکوژیێ دا ل گه‌ل مام قادری و پیرۆیی پێشمه‌رگه‌ بوو و د شه‌ره‌کی دا تێ کوشتن و وی به‌ری کوشتنا خوه‌ سه‌رهاتیا ژیانا خوه‌ نڤیسی بوو و ئه‌و وه‌ک پرتووک ده‌رکەفتبوو.

ژ بلی ڤان و سه‌رهاتیا نێرگزێ یا ل گه‌ل جه‌گه‌ری و کۆڤانی و پاشی ل گه‌ل دۆغانی، د ڤێ کتێبێ دا سه‌رهاتیێن دی و ڕه‌خنه‌یێن جڤاکی و سیاسی ژی به‌رچاڤ دبن. 

ژ رووپەلێ ١٧١: "ئەو د ماوێ دو دەمژمێرێن نووبەداریێ دا دگەل سێ ژنکا ئاخفت. پشتی نووبەداریێ ژی چوو د ترۆمبێلا خوە دا و هەر مۆبایلا وی ل بەر گوهێ وی بوو. تا ئەز ژ خەو رابوویم، بۆ بەرهەڤکرنا تێشتێ ژی، هەر د ترۆمبێلا خوە دا بوو، مۆبایلا وی ل بەر گوهی بوو، ب رۆژ ژی، گەر پەیوەندیەک ژ لایێ هەڤژینا وی ڤە بۆ بهێت، نەشێت دو خولەکا دگەل باخڤیت، پەیوەندیێ ب روویێ وێ دا دگریت."

onsdag 12 augusti 2020

Dawiya şervanekî

Navê kitêbê: Dawiya şervanekî

Nivîskar: Ismet Mihemed Bedel

Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê

Sala weşanê: 2005

Hejmara rûpelan: 113

 

Ev roman ji bilî vegêrana çîroka kesekî û evîna wî ya bo keçekê û bo welat û miletekî û êşana derûnî ya şervanekê bêzarbûyî ji rewşa heyî, herweha qonaxa şoreşê û piştî şoreşê û gendeliya berbelav bi zimanekê xweş û rehwan û vegêraneka hunerî û balkêş gotûbêj dike. Her çi qas ew di 2005ê da hatibe nivîsîn, lê her wek behsê îro û her wextekê dî dike.

Kovan xortek e li gel dayûbab û xwîşka xwe li bajêrî dijît û xwendinkar e û herweha evîndarê keçekê ye bi navê Viyan, lê zordariya rijêmê berê wî dide kurdîniyê û tevlî rêxistineka nihînî dibe û azadiya milet û welatî dibin armancên wî yên serekî di jiyanê da. Demê hindek ji hevalên rêxistina wan ya nihênî tên girtin, ew û hevalê xwe Serbest û bê ku dilbera xwe Viyanê û malbata xwe pê bihesîne diçin çiya û dibin pêşmerge.

Ew di pêşmergetiyê da weha têgehişt ku ev şoreş û xebata wan ji bo azadkirina gel û welatî ye û paşî ji miletê wî ra çêkirina peşerojeka tijî dadmendî û wekheviyê ye û vê çendê hêz dida wî ku di xebatê da berdewam be û wî xwe û hemî tiştê heyî kir qurbana wê armancê. Enfal bi ser da hatin û keft nav kempa penaberiyê û hevalê wî Serbestî ji wê derê rêya derve girt, lê wî man li wê derê hilbijart û ew piştî serhildanê zivirî nav xelk û bajêrê xwe.

Ew bi hîvî bû ku dê qonaxa bicihînana soz û armancên şoreşê piştî wê dest pê bike û dê xewn û hîviyên wî û hemî xelkê di avakirina welat û civakeka wekhev û dadmend ku qanûn tê da semyan be bicih bihên û ew her ji bo wê armancê û her bi wê germiya pêşmergetiyê dibe kadir li baregehê partiya xwe li bajêrî. Lê her tişt wekî gotî nabe û ew pê diêşe ku hevalên wî yên duhî pê re li çiya bûn, îro li ber çavên wî karên neqanûnî dikin, zêdegaviyan dikin û kes wan ranawestîne û siza nade û ew ji wê nerehet dibe, rexne dike û helwêstî nîşan dide û dibêje divê kesên weha bihên sizadan, heke ne, dê ev bibe diyardeyeka berbelav û malxerabker û dê ji dest derbikeve. Lê kes guh nade wî û jê dixwazin ew jî bibe kopiyeka wan û ew nikare wê bike û bê hîvî dibe û dev ji kadiryê ber dide û tenêtî û bêhîvîbûn û westiyan ji her tiştî wî dorpêç dike. Kovan di wê rewşa tengav da li hîviyekê digerhe ku xwe pê rabigire û Viyan, ya ku gelek hez jê dikir û hêj hez jê dike û çend sal in nedîtiye hat hizra wî û geryana li dû wê hêzek û hîviyeka nû da wî.

Xwîşka wî dixwest ew bi Xurbeta hevala wê ra bizewice û ew hêj bi hîvî bû ku dê Viyanê bibîne û ew bi wê hizrê bû ka ew çawa herdem di hizra wî da ye, ew jî hêj li qurneteka wê dunyayê li benda wî ye. Heta ku hevalê wî Serbestî yê ku ji derve bi seredan hatibû welatî, ew gazî kirî ser nîşaniya xwe û dezgira xwe û ew li wê ahengê Viyanê dibîne, lê bi mêr û zarok. Êdî her wê rojê û demê li gel xwîşka xwe û hevala wê Xurbetê ji ahenga nîşaniya Serbestî derkeftin û her li cem xwîşka xwe pirsiyar ji hevala wê Xurbetê kir ka ew dikare roja dû ra dayika xwe bişîne xazgîniyên wê û bi erêkirina wê keçê roman bi dawî tê.

Ji rûpelê 19: ”erê hûn hizrê di hndê da dikin, demê dgehin armancê dê pşitî hîngê çi kin, dê çewa jîn, dê çi sîstemî bo birêvebirina civakî bi kar înin, dê çewa serederiyê digel wê qonaxê kin. Eha eve ew roj ya dêt, ji nû tu xwe ji refê veder dikî, tu yê dibînî çewa çavê hemuwan li destkeftan e û şûna tu jî li behra xwe bigerî, ji nû rûdinî, bê kar û destkeftî, ...”

 

ناڤێ کتێبێ: داویا شەرڤانەکی

نڤیسکار: عسمەت محەمەد بەدەل

وەشانخانە: ئێکەتیا نڤیسەرێن کورد ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠٠٥

هەژمارا رووپەلان: ١١٣

 

ئه‌ڤ ڕۆمان ژ بلی ڤه‌گێرانا چیرۆکا که‌سه‌کی و ئه‌ڤینا وی یا بۆ که‌چه‌کێ و بۆ وه‌لات و مله‌ته‌کی و ئێشانا ده‌روونی یا شه‌رڤانه‌کێ بێزاربوویی ژ ڕه‌وشا هه‌یی، هه‌روه‌ها قۆناغا شۆره‌شێ و پشتی شۆره‌شێ و گه‌نده‌لیا به‌ربه‌لاڤ ب زمانه‌کێ خوه‌ش و ڕه‌هوان و ڤه‌گێرانه‌کا هونه‌ری و بالکێش گۆتووبێژ دکه‌. هه‌ر چ قاس ئەڤ بەرهەما وێژەیی د ٢٠٠٥ێ دا هاتبه‌ نڤیسین، لێ هه‌ر وه‌ک به‌حسێ ئیرۆ و هه‌ر وه‌خته‌کێ دی دکە.‌

کۆڤان خۆرته‌کە ل گه‌ل دایووباب و خویشکا خوه‌ ل باژێری دژیت و خوه‌ندنکاره‌ و هه‌روه‌ها ئه‌ڤیندارێ که‌چەکێ یه‌ ب ناڤێ ڤیان، لێ زۆرداریا ڕژێمێ به‌رێ وی دده‌ کوردینیێ و ته‌ڤلی ڕێخستنه‌کا نهینی دبه‌ و ئازادیا مله‌ت و وه‌لاتی دبن ئارمانجێن وی یێن سه‌ره‌کی د ژیانێ دا. ده‌مێ هنده‌ک ژ هه‌ڤالێن ڕێخستنا وان یا نهێنی تێن گرتن، ئه‌و و هه‌ڤالێ خوه‌ سه‌ربه‌ست و بێ کو دلبه‌را خوه‌ ڤیانێ و مالباتا خوه‌ پێ بحه‌سینه‌ دچن چیا و دبن پێشمه‌رگه.‌

ئه‌و د پێشمه‌رگەتیێ دا وه‌ها تێگه‌هشت کو ئه‌ڤ شۆره‌ش و خه‌باتا وان ژ بۆ ئازادکرنا گه‌ل و وه‌لاتی یه‌ و پاشی ژ مله‌تێ وی ڕا چێکرنا پا‌شه‌رۆژه‌کا تژی دادمه‌ندی و وه‌کهه‌ڤیێ یه‌ و ڤێ چه‌ندێ هێز ددا وی کو د خه‌باتێ دا به‌رده‌وام به‌ و وی خوه‌ و هه‌می تشتێ هه‌یی کر قوربانا وێ ئارمانجێ. ئه‌نفال ب سه‌ر دا هاتن و که‌فت ناڤ که‌مپا په‌نابه‌ریێ و هه‌ڤالێ وی سه‌ربه‌ستی ژ وێ ده‌رێ ڕێیا ده‌رڤه‌ گرت، لێ وی مانا ل وێ دەرێ هلبژارت و ئه‌و پشتی سه‌رهلدانێ زڤری ناڤ خه‌لک و باژێرێ خوە.‌

ئه‌و ب هیڤی بوو کو دێ قۆناغا بجهئینانا سۆز و ئارمانجێن شۆره‌شێ پشتی وێ ده‌ست پێ بکه‌ و دێ خه‌ون و هیڤیێن وی و هه‌می خه‌لکێ د ئاڤاکرنا وه‌لات و جڤاکه‌کا وه‌کهه‌ڤ و دادمه‌ند کو قانوون تێ دا سه‌میان به‌ بجهـ بهێن و ئه‌و هه‌ر ژ بۆ وێ ئارمانجێ و هه‌ر ب وێ گه‌رمیا پێشمه‌رگەتیێ دبه‌ کادر ل باره‌گه‌هێ پارتیا خوه‌ ل باژێری. لێ هه‌ر تشت وه‌کی گۆتی نابه‌ و ئه‌و پێ دئێشه‌ کو هه‌ڤالێن وی یێن کو دوهی پێ ڕا‌ ل چیا بوون، ئیرۆ ل به‌ر چاڤێن وی کارێن نه‌قانوونی دکن، زێده‌گاڤیان دکن و که‌س وان ڕاناوه‌ستینه‌ و سزا ناده‌ و ئه‌و وی نه‌ره‌حه‌ت دکه‌، ڕه‌خنه‌ دکه‌ و هه‌لوێستی نیشان دده‌ و دبێژه‌ دڤێ که‌سێن وه‌ها بهێن سزادان، هه‌که‌ نه‌، دێ ئه‌ڤ ببه‌ دیارده‌یه‌کا به‌ربه‌لاڤ و مالخه‌رابکه‌ر و دێ ژ ده‌ست ده‌ربکه‌ڤه‌. لێ که‌س گوهـ ناده‌ وی و ژێ دخوازن ئه‌و ژی ببه‌ کۆپیه‌کا وان و ئه‌و نکاره‌ وێ بکه‌ و بێ هیڤی دبه‌ و ده‌ڤ ژ کادریێ به‌ر دده‌ و ته‌نێتی و بێهیڤیبوون و وه‌ستیان ژ هه‌ر تشتی وی دۆرپێچ دکه‌. کۆڤان د وێ ڕه‌وشا ته‌نگاڤ دا ل هیڤیه‌کێ دگه‌رهه‌ کو خوه‌ پێ ڕابگره‌ و ڤیان، یا کو گه‌له‌ک حه‌ز ژێ دکر و هێژ حه‌ز ژێ دکه‌ و چه‌ند سالن نه‌دیتیه‌ هات هزرا وی و گه‌ریانا ل دوو وێ هێزه‌ک و هیڤیه‌کا نوو دا وی.

خویشکا وی دخوه‌ست ئه‌و ب غوربه‌تا هه‌ڤالا وێ ڕا بزه‌وجه‌ و ئه‌و هێژ ب هێڤی بوو کو دێ ڤیانێ ببینه‌ و ئه‌و ب وێ هزرێ بوو کا ئه‌و چاوا هه‌رده‌م د هزرا وی دا یه‌، ئه‌و ژی هێژ ل قورنه‌ته‌کا وێ دونیایێ ل به‌ندا وی یه‌. هه‌تا کو هه‌ڤالێ وی سه‌ربه‌ستی یێ کو ژ ده‌رڤه‌ ب سه‌ره‌دان هاتبوو وه‌لاتی، ئه‌و گازی کری سه‌ر نیشانیا خوه‌ و ده‌زگرا خوه‌ و ئه‌و ل وێ ئاهه‌نگێ ڤیانێ دبینه‌، لێ ب مێر و زارۆک. ئێدی هه‌ر وێ ڕۆژێ و ده‌مێ ل گه‌ل خویشکا خوه‌ و هه‌ڤالا وێ غوربه‌تێ ژ ئاهه‌نگا نیشانیا سه‌ربه‌ستی ده‌رکه‌فتن و هه‌ر ل جه‌م خویشکا خوه‌ پرسیار ژ هه‌ڤالا وێ غوربه‌تێ کر کا ئه‌و دکاره‌ ڕۆژا دوو ڕا دایکا خوه‌ بشینه‌ خازگینیێن وێ و ب ئه‌رێکرنا وێ که‌چێ ڕۆمان ب داوی تێ.

ژ رووپەلێ ١٩: "ئەرێ هوون هزرێ د هندێ دا دکن، دەمێ دگەهن ئارمانجێ دێ پشتی هینگێ چ کن، دێ چەوا ژین، دێ چ سیستەمی بۆ برێڤەبرنا جڤاکی بکارئینن، دێ چەوا سەرەدەریێ دگەل وێ قۆناغێ کن. ئەها ئەڤە ئەو رۆژ یا دئێت، ژ نوو تو خوە ژ رەفێ ڤەدەر دکی، تو یێ دبینی چەوا چاڤێ هەمووان ل دەستکەفتانە و شوونا تو ژی ل بەهرا خوە بگەری، ژ نوو روودنی، بێ کار و دەستکەفتی، ..."

lördag 8 augusti 2020

Êk dûlar

 

Navê kitêbê: Êk dûlar

Nivîskar: Ferset Umer

Weşanxane:

Sala weşanê: 2019

Hejmara rûpelan: 145

 Di vê romanê da dolarek di geryana xwe da gelek kes, jiyan û mijaran raberî me dike û kes û civaka niha li gel ya berî çerxê teknolojiya zanyariyan hevber dike û dixwaze ji me re diyar bike ku ew mirovanî û danûstandina gerim ya berê nemaye û mirov li xwe û li dorhêla xwe xerab dike. Çîrokeka serekî di vê romanê da heye û kurtiya wê jî ev e:

Zelamekî li nik zengînekî kar dikir û wî zengînî baweriya xwe pê înabû, lê wî yê zengîn xapand û pareyên wî jê dizîn û revî û çû bajarekê dî û jina xwe ya nesax bi herdu kurên xwe ve û babê pîr yê li xaniyê bê xudanan hêlan bê pare û bê semyan.

Kurê wî zelamî yê mezintir gelek hez ji bapîrê xwe dikir û berdewam diçû seredana wî li xaniyê bê xudanan. Wî bapîrî hevalek hebû li bankekê kar dikir û wan gelek hez ji yekûdu dikir û ew hevalê wî her roj piştî karî dihat seredana wî. Hevalê bapîrî soz dabû wî ku roja ew xanenişîn dibe, ew dê bihê cem wan û li mala bê xudanan bicih bibe.

Karê hevalê bapîrî li bankê hejmartina dolaran û sedkirina dolarên yek dolarî bû. Zarokên wî çavên xwe nedidan wî û kurê wî roja ku wî miaş werdigirt dihat û ew jê distand û pîrê karmend bi hêviya alîkariya xelkî dijiya. Wî di roja xwe ya dûmahiyê ya karê xwe da sedeka yekdolarî hejmart, lê dolarek jê zêde bû. Ew dolar deyna ser mêzê û çekmeçe girt û xwest biçe mal, lê çavên wî bi wî yek dolarî yê li ser mêzê jibîrkirî ketin û neviya êdî çekmeçeyê veke û yek dolarî bike tê da û ji bîr kir jî ku ew roja wî ya dûmahiyê ye li karî û hema ew yek dolar kir di berîka xwe da bi hizra ku roja dûtir vegerîne nav çekmeçeyê.

Pîrê karmend ji karî çû cem hevalê xwe; bapîrê kurî û mizgîniya teqawidiya xwe û wê, ku dê roja dûtir mala xwe bar bike cem wî gihandê. Paşî ji mala pîran derkeft û li ber derî destê wî di berîka wî da bi yek dolarî keft û îna derê û bi destê xwe bilind kir û di wê gavê da zelamekê dîn ew dolar dît û ya ji wî ve ew sed dolar e û ji ber hindê karmendê pîr kuşt û wextê dolar rakirî û dîtî ku yek dollar e ew havêt. Êdî ji wê gavê rêvingiya yek dolarî dest pê kir û ji destekî bo destekî û ji cihekî bo cihekî heta keft nav destê kurê ku hez ji bapirê xwe dikir.

Piştî ku yê dîn karmend kuştî û yek dolar havêtî, zarokekî ew yek dolar ji erdî rakir û da xazxazokekê û wê xazxazokê li dikanekê tiştek pê kirî û paşî dikandarî ew da xazxazokeka leşfiroş. Xazxazoka leşfiroş jî rojekê behsê pareyên xwe yên di sindoqê da û li nav hewşa mala wê di bin erdî da veşartî bo hevala xwe kir û kurkî û birayê wî guh lê bû. Evca herdu çûn ew sindoq ji bin erdî derxist û pareyên wê birin û kurê mezin derman pê ji dayika xwe ra kirîn û ji wan pareyan ew yek dolar jê ra ma. Hindî bapîrê kurî bû, ew ji ber xema kuştina hevalê xwe yê karmend ji aliyê dînekî ve dilgirtî bû û mir.

Rojekê ew yek dolar di destê kurkî da bû û wek hevalekî pê ra diaxift û zelamekî ew dolar dît û ya ji wî ve ew sed dolar e, lew yekser ji destê kurî derxist û revî, lê piştî çendekê hilingft û bi tştekî keft û mir. Kurkî yek dolarê xwe ji destê wî îna der û di wan delîveyan da polîsek li wê derê peyda bû û ew bi tawana kuştina wî zelamî û dizîna yek dolarî girt û avêt di zîndanê da.

Kurkî di zîndanê da ew yek dolarê xwe di pencereya bilind da bi destî dirêj kir derve da ew jê ra bêje ka ew çi li derve dibîne û yek dolar ji destî verest û bayî bir û weha rêvingiya wî berdewam bû heta keft ser darekê û ji wê derê di pencereya malekê da du zelamên serxweş dîtin û guh li sohbeta wan bû. Yek babê kurkî bû û behsê wê dikir ka wî çawa yê zengîn talan kir û revî û zengîn dîn bû û wî jî jina xwe û kurên xwe bê semyan hiştin û ji hingê were haya wî jê nîne. Zelamê dî jî behsê babê xwe yê karmend li bankê kir û ka wî çawa reftarên xerab li gel kirine û miaşê wî jê distand û babê wî bi hîviya qenciyên xelkê dijiya. Her duyan biryar da vegerin bajêrê xwe, bo cem kesûkarên xwe. Yek dolar jî bi wan ra zivirî û li deriyê bajêrî polîsan kurê karmendî girt bi tawana ku wî xaniyekê babê xwe bê xwîşk û birayên xwe firotiye. Yek dolar li gel babê kurî berdewam bû û çû nik malbata wî; herdu kurên wî mezin bûne û kurê mezin xudan jin û kar e û dayika wan jî pê ra ye, lê ew êdî wî babî naxwazin yê ku ew bîst sal in ew bi tenê hêlayîn û bû sedema dînbûna wî zengînî yê ku pîrê karmend kuştî û bû egera mirina bapîrê kurkî ji xemên mirina hevalê xwe yê karmend û bab ji ber xap û fêlbaziyên wî ji aliyê polîsan ve tê girtin.

Ji rûpelê 132: “…sinduq vekir piştî du sê qazme li qifla sinduqê dayîn, belê çi bibînît ne parçek zêrî ne jî pareyek di sinduqa wî da bû! Bi tinê kaxezek di sinduqê da bû. Kaxez vekir, li ser nivîsabû kurê min çi xizîne nînin di bin erdî ve. Belê xizîne tu bi xo yî, xizîne keda destê te ye”

 

ناڤێ کتێبێ: ئێک دوولار

نڤیسکار: فەرسەت عومەر

وەشانخانە:

سالا وەشانێ: ٢٠١٩

هەژمارا رووپەلان: ١٤٥

 

د ڤێ ڕۆمانێ دا دۆلاره‌ک د گه‌ریانا خوه‌ دا گه‌له‌ک که‌س، ژیان و مژاران ڕابه‌ری مه‌ دکه‌ و که‌س و جڤاکا نها ل گه‌ل یا به‌ری چه‌رخێ ته‌کنۆلۆژیا زانیاریان هه‌ڤبه‌ر دکه‌ و دخوازه‌ ژ مه‌ ڕه‌ دیار بکه‌ کو ئه‌و مرۆڤانی و دانووستاندنا گه‌رم یا به‌رێ نه‌مایه‌ و مرۆڤ ل خوه‌ و ل دۆرهێلا خوه‌ خه‌راب دکه‌. چیرۆکه‌کا سه‌ره‌کی د ڤێ ڕۆمانێ دا هه‌یه‌ و کورتیا وێ ژی ئه‌ڤە:

زه‌لامه‌کی ل نک زه‌نگینه‌کی کار دکر و وی زه‌نگینی باوه‌ریا خوه‌ پێ ئینابوو، لێ وی یێ زه‌نگین خاپاند و پاره‌یێن وی ژێ دزین و ڕه‌ڤی و چوو باژێره‌کێ دی و ژنا خوه‌ یا نه‌ساخ ب هه‌ردو کورێن خوه‌ ڤه‌ و بابێ پیر یێ ل خانیێ بێ خودانان هێلان بێ پاره‌ و بێ سه‌میان.

کورێ وی زه‌لامی یێ مه‌زنتر گه‌له‌ک حه‌ز ژ باپیرێ خوه‌ دکر و به‌رده‌وام دچوو سه‌ره‌دانا وی ل خانیێ بێ خودانان. وی باپیری هه‌ڤاله‌ک هه‌بوو ل بانکه‌کێ کار دکر و وان گه‌له‌ک حه‌ز ژ یه‌کوودو دکر و ئه‌و هه‌ڤالێ وی هه‌ر ڕۆژ پشتی کاری دهات سه‌ره‌دانا وی. هه‌ڤالێ باپیری سۆز دابوو وی کو ڕۆژا ئه‌و خانه‌نشین دبه‌، ئه‌و دێ بهێ جه‌م وان و ل مالا بێ خودانان بجهـ ببه.‌

کارێ هه‌ڤالێ باپیری ل بانکێ هه‌ژمارتنا دۆلاران و سه‌دکرنا دۆلارێن یه‌ک دۆلاری بوو. زارۆکێن وی چاڤێن خوه‌ نه‌ددان وی و کورێ وی ڕۆژا کو وی معاش وه‌ردگرت دهات و ئه‌و ژێ دستاند و پیرێ کارمه‌ند ب هێڤیا ئالیکاریا خه‌لکێ دژیا. وی د ڕۆژا خوه‌ یا دووماهیێ یا کارێ خوه‌ دا سه‌ده‌کا یه‌کدۆلاری هه‌ژمارت، لێ دۆلاره‌ک ژێ زێده ‌بوو. ئه‌و دۆلار ده‌ینا سه‌ر مێزێ و چه‌کمه‌چه‌ گرت و خوه‌ست بچه‌ مال، لێ چاڤێن وی ب وی یه‌ک دۆلاری یێ ل سه‌ر مێزێ ژبیرکری که‌تن و نه‌ڤیا ئێدی چه‌کمه‌چه‌یێ ڤه‌که‌ و یه‌ک دۆلاری بکه‌ تێ دا و ژ بیر کر ژی کو ئه‌و ڕۆژا وی یا دووماهیێ یه‌ ل کاری و هه‌ما ئه‌و یه‌ک دۆلار کر د به‌ریکا خوه‌ دا ب هزرا کو ڕۆژا دووتر ڤه‌گه‌رینه‌ ناڤ چه‌کمه‌چه‌یێ.

پیرێ کارمه‌ند ژ کاری چوو جه‌م هه‌ڤالێ خوه‌؛ باپیرێ کوری و مزگینیا ته‌قاعدیا خوه‌ و وێ، کو دێ ڕۆژا دووتر مالا خوه‌ بار بکه‌ جه‌م وی گهاندێ. پاشی ژ مالا پیران ده‌رکه‌فت و ل به‌ر ده‌ری ده‌ستێ وی د به‌ریکا وی دا ب یه‌ک دۆلاری که‌فت و ئینا ده‌رێ و ب ده‌ستێ خوه‌ بلند کر و د وێ گاڤێ دا زه‌لا‌مه‌کێ دین ئه‌و دۆلار دیت و یا ژ وی ڤه‌ ئه‌و سه‌د دۆلارە ‌و ژ به‌ر هندێ کارمه‌ندێ پیر کوشت و وه‌ختێ دۆلار ڕاکری و دیتی کو یه‌ک دۆڵارە‌ ئه‌و هاڤێت. ئێدی ژ وێ گاڤێ ڕێڤنگیا یه‌ک دۆلاری ده‌ست پێ کر و ژ ده‌سته‌کی بۆ ده‌سته‌کی و ژ جهه‌کی بۆ جهه‌کی هه‌تا که‌فت ناڤ ده‌ستێ کورێ کو حه‌ز ژ باپیرێ خوه‌ دکر.

پشتی کو یێ دین کارمه‌ند کوشتی و یه‌ک دۆلار هاڤێتی، زارۆکه‌کی ئه‌و یه‌ک دۆلار ژ ئه‌ردی ڕاکر و دا خازخازۆکه‌کێ و وێ خازخازۆکێ ل دکانه‌کێ تشته‌ک پێ کری و پاشی دکانداری ئه‌و دا خازخازۆکه‌کا له‌شفرۆش. خازخازۆکا له‌شفرۆش ژی ڕۆژه‌کێ به‌حسێ پاره‌یێن خوه‌ یێن د سندۆقێ دا و ل ناڤ حه‌وشا مالا وێ د بن ئه‌ردی دا ڤه‌شارتی بۆ هه‌ڤالا خوه‌ کر و کورکی و برایێ وی گوهـ لێ بوو. ئه‌ڤجا هه‌ردو چوون ئه‌و سندۆق ژ بن ئه‌ردی ده‌رخست و پاره‌یێن وێ برن و کورێ مه‌زن ده‌رمان پێ ژ دایکا خوه‌ ڕا کرین و ژ وان پاره‌یان ئه‌و یه‌ک دۆلار ژێ ڕا ما. هندی باپیرێ کوری بوو، ئه‌و ژ به‌ر خه‌ما کوشتنا هه‌ڤالێ خوه‌ یێ کارمه‌ند ژ ئالیێ دینه‌کی ڤه‌ دلگرتی بوو و مر.

ڕۆژه‌کێ ئه‌و یه‌ک دۆلار د ده‌ستێ کورکی دا بوو و وه‌ک هه‌ڤاله‌کی پێ ڕا دئاخفت و زه‌لامه‌کی ئه‌و دۆلار دیت و یا ژ وی ڤه‌ ئه‌و سه‌د دۆلارە، له‌و یه‌کسه‌ر ژ ده‌ستێ کوری ده‌رخست و ڕه‌ڤی، لێ پشتی چه‌نده‌کێ هلنگفت و ب تشته‌کی که‌فت و مر. کورکی یه‌ک دۆلارێ خوه‌ ژ ده‌ستێ وی ئینا ده‌ر و د وان ده‌لیڤه‌یان دا پۆلیسه‌ک ل وێ ده‌رێ په‌یدا بوو و ئه‌و ب تاوانا کوشتنا وی زه‌لامی و دزینا یه‌ک دۆلاری گرت و ئاڤێت د زیندانێ دا.

کورکی د زیندانێ دا ئه‌و یه‌ک دۆلارێ خوه‌ د په‌نجه‌ره‌یا بلند دا ب ده‌ستی درێژ کر ده‌رڤه‌ دا ئه‌و ژێ ڕا بێژه‌ کا ئه‌و چ ل ده‌رڤه‌ دبینه‌ و یه‌ک دۆلار ژ ده‌ستێ وی ڤه‌ره‌ست و بایی بر و وه‌ها ڕێڤنگیا وی به‌رده‌وام بوو هه‌تا که‌فت سه‌ر داره‌کێ و ژ وێ ده‌رێ د په‌نجه‌رەیا ماله‌کێ دا دو زه‌لامێن سه‌رخوه‌ش دیتن و گوهـ ل سۆحبەتا وان بوو. یه‌ک بابێ کورکی بوو و به‌حسێ وێ دکر کا وی چاوا یێ زه‌نگین تالان کر و ڕه‌ڤی و زه‌نگین دین بوو و وی ژی ژنا خوه‌ و کورێن خوه‌ بێ سه‌میان هشتن و ژ هنگێ وه‌ره‌ هایا وی ژێ نینه‌. زه‌لامێ دی ژی به‌حسێ بابێ خوه‌ یێ کارمه‌ند ل بانکێ کر و کا وی چاوا ڕه‌فتارێن خه‌راب ل گه‌ل کرنه‌ و معاشێ وی ژێ دستاند و بابێ وی ب هیڤیا قه‌نجیێن خه‌لکی دژیا. هه‌ر دویان بریار دا ڤه‌گه‌رن باژێرێ خوه‌، بۆ جه‌م که‌سووکارێن خوه‌. یه‌ک دۆلار ژی ب وان ڕا زڤری و ل ده‌ریێ باژێری پۆلیسان کورێ کارمه‌ندی گرت ب تاوانا کو وی خانیه‌کێ بابێ خوه‌ بێ خویشک و برایێن خوه‌ فرۆتیه‌. یه‌ک دۆلار ل گه‌ل بابێ کوری به‌رده‌وام بوو و چوو نک مالباتا وی؛ هه‌ردو کورێن وی مه‌زن بوونه‌ و کورێ مه‌زن خودان ژن و کارە و دایکا وان ژی پێ ڕا یه‌، لێ ئه‌و ئێدی وی بابی ناخوازن یێ کو ئه‌و بیست سالن ئه‌و ب ته‌نێ هێلایین و بوو سه‌ده‌ما دینبوونا وی زه‌نگینی یێ کو پیرێ کارمه‌ند کوشتی و بوو ئه‌گه‌را مرنا باپیرێ کورکی ژ خه‌مێن مرنا هه‌ڤالێ خوه‌ یێ کارمه‌ند و باب ژ بەر خاپ و فێلبازیێن وی ژ ئالیێ پۆلیسان ڤە تێ گرتن.

ژ رووپەلێ: "...سندوق ڤەکر پشتی دوو سێ قازمە ل قفلا سندوقێ داین بەلێ چ ببینیت نە پارچەک زێری نە ژی پارەیەک د سندوقا ویدا بوو! بتنێ کاخەزەک د سندوقێ دا بوو. کاغەز ڤەکر ل سەر نڤیسابوو کورێ من چ خزینە نینن دبن ڤی ەردی ڤە. بەلێ خزینە تو ب خۆی، خزینە کەدا دەستێ تەیە".

onsdag 5 augusti 2020

Heware

Navê kitêbê: Heware 

Nivîskar: Mihemed Selîm Siwarî

Weşanxane: Rêveberiya Çap û Belavkirinê li Dihokê 

Sala weşanê: 2013

Hejmara rûpelan:

Ev roman berperekê xembar ji dîroka me vedigêre, ka çawa kesek ji bo axatî û mezinatiyê û berjewedniyên xwe yên taybet destê xwe têxe nav destê neyaran û li pêşiya hêriş û dagîrkeriya wan bo ser gundewar û xelkê xwe dikeve û Emê Gozê û Bişarê Çetoyî bi helwêstên xwe yên hevdij tîne ber çavan. Xwendina vê kitêbê pirsiyaran derbareyê pirsgirêka aloz ya yekîtiya navxweyî, zalbûna hizra eşîrtiyê bi ser her tiştî da û hevrikiya li ser axatiyê û kartêkirina wê çendê li ser çarenivîsa kurdan heta roja me ya îro û gelek pirsiyarên dî diazirîne.

Xelefê Ferhoyî axayek bû neheqî nedipejirand û rê nedida waliyê osmanî û cendirmeyên wî bi keyfa dilê xwe destdirêjiyê bikin ser gundewar û xelkê Milan û Kîkan û ev helwêsta Xelefî ne bi dilê waliyê Wanê bû û ji bo ku walî wî tenbîh bike hinarte dû ra. Lê Xelef naxwaze bibe dardestê walî û xwe li ber wî naçemîne û wextê walî ditingije û qamçiya xwe dadiweşîne Xelefî, Xelef qamçiya wî digire û bi xencera xwe walî û çend cendirmeyan dikuje, lê di dawiyê da dikeve nav boseyeka leşkerê osmanî û ew û çend zelamên din, bi fermana sultanê osmanî tên sêdaredan.

Piştî nemana Xelefî, jina wî Gozê her sê zarokên xwe Mistê, Selîm û Memî Xanê ji gundê Baxismê dibe gundê Dêrikê û li cem birayê xwe Hesenê Uzmên axayî bicih dibe. Zarokên wê mezin dibin, Mistê yê ji hemiyan mezintir bi jêhatî û mêrxasiya xwe tê pêş çavan û dixwaze vegere gundê Baxismê û qesra xwe lê ava bike û nêzîkî xelkê xwe bibe û di xizmeta wan de be û eşîran nêzîkî yek bike û rê nede osmanî û dardestên wan destdirêjiyan bikin ser xelkê wî. Ew Şemsî xanê, kiça xalê xwe Xelef axayî tîne û mala xwe dibe qesra xwe li Baxismê û pîç pîç cihê babê xwe Xelefî digire. Lê ev hemî ne bi dilê Qadoyê Çetoyî ye, yê ku çav li axatiya hemî eşîrên deverê ye û yê ku piştî kuştina Xelefî, xwe bi rêya waliyê wanê kiriye nûnerê hemî eşîrên deverê li cem desthilata osmanî.

Qado dike bi her rengî axayê herî mezin be û eşîr û axayên kurmancan xizmetkarên wî bin û ji bo wê jî ew pişta xwe bi osmaniyan, walî û cendirme û leşkerê wan gerim dike û înyet kiriye berî hemiyan Mistê û xalê wî Hesen axayî ji rêya xwe bihavêje. Mebesta waliyê Wanê jî her ew e ku bi rêya Qadoyî buha û desthiat û navê Hesen axayî û Mistê di nav kurmancan de bişkîne û nehêle û desthilata xwe bêtir bi ser wê deverê da bisepîne.

Qado hewil dide Hesen axayî û Mistê biazirîne û rabikêşe bo şerî li gel osmaniyan û ji bo wê jî pezê Cangîr Axayî, alîgirê Hesen axayî û Mistê talan dike, lê ew hewla wî ser nagire. Dû ra walî li dijî gundê Milê diarîne û cendirme hêriş dikin ser gundî û xelkê digirin û dikujin û gelek direvin bo gundê Dêrikê, bo nik Hesen axayî. Qado jî vê bi fersend dibîne û walî qayîl dike ku leşkerê xwe bi wî ra bişîne ser Dêrikê û eger Hesen axa û Mistê fîlarbûyên Milê nedin dest wan, ew Hesen axayî û Mistê bigirin yan bikujin.

Hesen axa û Mistê li destpêkê hewil didin Qadoyî têbigehînin ku osmanî jê ra nabin mal û her ew mirovên yekûdu ne û ya duristtir ew e ku ew xwe bikin yek û di xizmeta xelkê xwe da bin, lê Qado guh nade wan û amade ye malbat, xelk û axê ji bo kesatî û mezinahiya xwe bike qurban.

Xelkê deverê û axa û serok eşîrên kurmancan di piraniyê da xwe didin aliyê Hesen axayî û Mistê û heta cemîl, birayê Qadoyî jî li dijî vê xiyaneta birayê xwe radiweste. Qado li gel osmaniyan dora Dêrikê digirin û Hesen axa bi çekdarên xwe ve ji bo şerî amade ne û Mistê jî bi çekdarên xwe û eşîrên alîgir ve di rê da ne ji bo ku leşkerê Qadoyî dorpêç bikin û dersekê bidinê ku kes êdî bisteh neke xwefiroşiyeka wek Qadoyî bike û roman li vê derê bi dûmahî tê.

Gelek kesên din jî di bûyerên vê romanê da xudan rol in û ji wan Mam Hesin şîretkarê Hesen axayî û Gozê û Mistê, ku mirovekê jîr û jêhatî ye û hemî hurmetê li wî û gotina wî digirin. Herweha Gozê; dayika Mistê û nimûneya jina jêhatî û gernas. Serhatiyên li ser ecineyan û têkeliyên wan bi mirovan ra û hûrgiliyên jiyana rojane ya kesên di romanê da çendekê ji kesatî, rewişt û baweriyên kurdan yên wan serdeman berçav dikin.

Ji romanê: “Ya rast egera vê hindê her mezin û rêberên me ne, çi tiştê ew dibêjin xelkî, xelk texsîr naken û yê guhê xwe didenê, belê ew çi naken, berê wan herê li wan û bila xelk av û av biçin”.

 

 

ناڤێ کتێبێ: هەوارە

نڤیسکار: محەمەد سەلیم سواری

وەشانخانە: رێڤەبەریا چاپ و بەلاڤکرنێ ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٣

هەژمارا رووپەلان:

 

ئه‌ڤ ڕۆمان به‌رپه‌ره‌کێ خه‌مبار ژ دیرۆکا مه‌ ڤه‌دگێره‌، کا چاوا که‌سه‌ک ژ بۆ ئاغاتی و مه‌زناتیێ و به‌رژه‌وه‌دنیێن خوه‌ یێن تایبه‌ت ده‌ستێ خوه‌ تێخه‌ ناڤ ده‌ستێ نه‌یاران و ل پێشیا هێرش و داگیرکه‌ریا وان بۆ سه‌ر گونده‌وار و خه‌لکێ خوه‌ دکه‌ڤه و عەمێ گؤزێ و بشارێ چەتۆیی ب هەلوێستێن وان یێن هەڤدژ تینە بەر چاڤان. خه‌وه‌ندنا ڤێ کتێبێ پرسیاران ده‌رباره‌یێ پرسگرێکا ئالۆز یا یه‌کیتیا ناڤخوه‌یی، زالبوونا هزرا عه‌شیرتیێ ب سه‌ر هه‌ر تشتی دا و هەڤرکیا ل سەر  ئاغاتیێ و کارتێکرنا وێ چه‌ندێ ل سەر چارەنڤیسا کوردان هەتا رۆژا مە یا ئیرۆ و گه‌له‌ک پرسیارێن دی دئازرینه.‌

خه‌له‌فێ فه‌رحۆیی ئاغایه‌ک بوو نه‌حه‌قی نه‌دپه‌ژراند و ڕێ نه‌ددا والیێ ئۆسمانی و جه‌ندرمه‌یێن وی ب که‌یفا دلێ خوه‌ ده‌ستدرێژیێ بکن سه‌ر گونده‌وار و خه‌لکێ ملان و کیکان و ئه‌ڤ هه‌لوێستا خه‌له‌فی نه‌ ب دلێ والیێ وانێ بوو و ژ بۆ کو والی وی ته‌نبیهـ بکه‌ هنارته‌ دوو ڕا. لێ خه‌له‌ف ناخوازه‌ ببه‌ دارده‌ستێ والی و خوه‌ ل به‌ر وی ناچه‌مینه‌ و وه‌ختێ والی دتنگژه‌ و قامچیا خوه‌ دادوه‌شینه‌ خه‌له‌فی، خه‌له‌ف قامچیا وی دگره‌ و ب خه‌نجه‌را خوه‌ والی و چه‌ند جه‌ندرمه‌یان دکوژه‌، لێ د داویێ دا دکه‌ڤه‌ ناڤ بۆسه‌یه‌کا له‌شکه‌رێ ئۆسمانی و ئه‌و و چه‌ند زه‌لامێن دن، ب فه‌رمانا سولتانێ ئۆسمانی تێن سێداره‌دان.

پشتی نه‌مانا خه‌له‌فی، ژنا وی گۆزێ هه‌ر سێ زارۆکێن خوه‌ مستێ، سه‌لیم و مه‌می خانێ ژ گوندێ باخسمێ دبه‌ گوندێ دێرکێ و ل جه‌م برایێ خوه‌ حه‌سه‌نێ ئوزمێن ئاغایی بجهـ دبه‌. زارۆکێن وێ مه‌زن دبن، مستێ یێ ژ هەمیان مه‌زنتر ب ژێهاتی و مێرخاسییا خوه‌ تێ پێش چاڤان و دخوازه‌ ڤه‌گه‌ره‌ گوندێ باخسمێ و قه‌سرا خوه‌ لێ ئاڤا بکه‌ و نێزیکی خه‌لکێ خوه‌ ببه‌ و د خزمه‌تا وان ده‌ به‌ و عه‌شیران نێزیکی یه‌ک بکه‌ و ڕێ نه‌ده‌ ئۆسمانی و دارده‌ستێن وان ده‌ستدرێژیان بکن سه‌ر خه‌لکێ وی. ئه‌و شه‌مسی خانێ، کچا خالێ خوه‌ خه‌له‌ف ئاغایی تینه‌ و مالا خوه‌ دبه‌ قه‌سرا خوه‌ ل باخسمێ و پیچ پیچ جهێ بابێ خوه‌ خه‌له‌فی دگره‌. لێ ئه‌ڤ هه‌می نه‌ ب دلێ قادۆیێ چه‌تۆیی یه‌، یێ کو چاڤ ل ئاغاتیا هه‌می عه‌شیرێن ده‌ڤه‌رێ یه‌ و یێ کو پشتی کوشتنا خه‌له‌فی، خوه‌ ب ڕێیا والیێ وانێ کریه‌ نوونه‌رێ هه‌می عه‌شیرێن ده‌ڤه‌رێ ل جه‌م ده‌ستهلاتا ئۆسمانی.

قادۆ دکه‌ ب هه‌ر ڕه‌نگی‌ ئاغایێ هه‌ری مه‌زن بە و عه‌شیر و ئاغایێن کورمانجان خزمه‌تکارێن وی بن و ژ بۆ وێ ژی ئه‌و پشتا خوه‌ ب ئۆسمانیان، والی و جه‌ندرمه‌ و له‌شکه‌رێ وان گه‌رم دکه‌ و ئنیه‌ت کریه‌ به‌ری هه‌میان مستێ و خالێ وی حه‌سه‌ن ئاغایی ژ ڕێیا خوه‌ بهاڤێژه‌. مه‌به‌ستا والیێ وانێ ژی هه‌ر ئه‌وه‌ کو ب ڕێیا قادۆیی بوها و ده‌ستهلات و ناڤێ حه‌سه‌ن ئاغایی و مستێ د ناڤ کورمانجان ده‌ بشکێنه و نەهێلە‌ و ده‌ستهلاتا خوه‌ بێتر ب سه‌ر وێ ده‌ڤه‌رێ دا بسه‌پینه.‌

قادۆ هه‌ول دده‌ حه‌سه‌ن ئاغایی و مستێ بئازرینه‌ و ڕابکێشه‌ بۆ شه‌ری ل گه‌ل ئۆسمانیان و ژ بۆ وێ ژی په‌زێ جانگیر ئاغایی، ئالیگرێ حه‌سه‌ن ئاغایی و مستێ تالان دکه‌، لێ ئه‌و هه‌ولا وی سه‌ر ناگره‌. دوو ڕا والی ل دژی گوندێ ملێ دئارینه‌ و جه‌ندرمه‌ هێرش دکن سه‌ر گوندی و خه‌لکێ دگرن و دکوژن و  گەلەک دره‌ڤن بۆ گوندێ دێرکێ، بۆ نک حه‌سه‌ن ئاغایی. قادۆ ژی ڤێ ب فه‌رسه‌ند دبینه‌ و والی قاییل دکه‌ کو له‌شکه‌رێ خوه‌ ب وی ڕا بشینه‌ سه‌ر دێرکێ و ئەگەر حه‌سه‌ن ئاغا و مستێ فیلاربوویێن ملێ نەدن دەست وان، ئەو حه‌سه‌ن ئاغایی و مستێ بگرن یان بکوژن.

حه‌سه‌ن ئاغا و مستێ ل ده‌ستپێکێ هه‌ول ددن قادۆیی تێبگه‌هینن کو ئۆسمانی ژێ ڕا نابن مال و هەر ئەو مرۆڤێن یەکودو نە و یا دورستتر ئه‌وە کو ئه‌و خوه‌  بکن یەک و د خزمه‌تا خه‌لکێ خوه‌ دا بن، لێ قادۆ گوهـ ناده‌ وان و ئاماده‌ یه‌ مالبات، خه‌لک و ئاخێ ژ بۆ که‌ساتی و مه‌زناهیا خوه‌ بکه‌ قوربان.

خه‌لکێ ده‌ڤه‌رێ و ئاغا و سه‌رۆک عه‌شیرێن کورمانجان د پرانیێ دا خوه‌ ددن ئالیێ حه‌سه‌ن ئاغایی و مستێ و هه‌تا جه‌میل، برایێ قادۆیی ژی ل دژی ڤێ خیانه‌تا برایێ خوە ڕادوه‌سته‌. قادۆ ل گه‌ل ئۆسمانیان دۆرا دێرکێ دگرن و حه‌سه‌ن ئاغا ب چه‌کدارێن خوه‌ ڤه‌ ژ بۆ شه‌ری ئاماده‌ نه‌ و مستێ ژی ب چه‌کدارێن خوه‌ و عه‌شیرێن ئالیگر ڤه‌ د ڕێ دا نه‌ ژ بۆ کو له‌شکه‌رێ قادۆیی دۆرپێچ بکن و ده‌رسه‌کێ بدنێ کو که‌س ئێدی بسته‌هـ نه‌که‌ خوه‌فرۆشیه‌کا وه‌ک قادۆیی بکه و رۆمان ل ڤێ دەرێ ب دووماهی تێ.‌

گه‌له‌ک که‌سێن دن ژی د بوویه‌رێن ڤێ ڕۆمانێ دا خودان ڕۆلن و ژ وان مام هه‌سن شیره‌تکارێ حه‌سه‌ن ئاغایی و گۆزێ و مستێ، کو مرۆڤه‌کێ ژیر و ژێهاتی یه‌ و هه‌می حورمه‌تێ ل وی و گۆتنا وی دگرن و هه‌روه‌ها گۆزێ؛ نموونه‌یا ژنا ژێهاتی و گه‌رناس. سه‌رهاتیێن دۆرا ئه‌جنه‌یان و تێکه‌لیێن وان ب مرۆڤان ڕا و هوورگلیێن ژیانا رۆژانە یا کەسێن د رۆمانێ دا چه‌نده‌کێ ژ  کەساتی، رەوشت و باوه‌ریێن کوردان یێن وان سه‌رده‌مان به‌رچاڤ دکن.

ژ رۆمانێ: "یا راست ئەگەرا ڤێ هندێ هەر مەزن و رێبەرێن مە نە، چ تشتێ ئەو دبێژن خەلکی، خەلک تەخسیر ناکەن و یێ گوهێ خوە ددەنێ، بەلێ ئەو چو ناکەن، بەرێ وان هەرێ ل وان و بلا خەلک ئاڤ و ئاڤ بچن".