Nivîskar M. Alî Kut piştî dora çil salên dûrketinê ji welatî û
barê giran yê xerîbî û mişextîyê hewil dide ku welat, bajar, gund, salên
zarokînîyê, kesên pê ra jiyabû û serhatî û çîrokên şevbuhurkên wan dem û dewran
bîne bîra xwe û bixe ber destê xwendevanan. Ew di kitêba xwe “Dîmenên ji gund û çend novelên din”
da, ya ku îsal di nav weşanên Apec da li Stokholmê derketiye, bi hevdeh çîrok
û serhatîyan wan dewr û dem û kesan yên serdema jiyana xwe li welatî, bi hunera
qelem û vebêjîya xwe wêne dike.
Kitêb ji dîrokê dest pê dike û diçe ser behsa êrişa leşkerê osmanîyan (piştî
ketina Konstantinopolî di sala 1453ê da di destên wan da) bo ser dêra Hagya
Sofîyayê (Ayîya Sofîya) û her ji dîrokê diçe ser behsa sêdaredana Şêx Seîdî
û hevalên wî jî.
Ji
mîtolojîya kurdî me dibe nav serhatîya Kaweyê Asinger û Ejdehakê zordar
û agirê Newrozê. Ji mîtolojîya yûnanî jî dest daye serhatîya nêçîrvanê
har Orionî û dawîya wî û pêwendîya wê çendê bi navê komstêrkên Orionê yê
niha.
Ew di hinek
çîrokên din da qala babê xwe û kaxezka wî ya dawîyê û dîtina dawîn ya dayika
xwe, berî derketina ji welatî dike. Wî herweha jî çend çîrok û serhatîyên ku di
zarokînîya xwe da bihîstine di vê kitêbê da belav kirine. M. Alî Kut di nivîsa
xwe Bîrewerîyên Nisêbîna min da bi destê xwendevanî digire û wî bi xwe re li kolan û cade û cihên bîrhatinên xwe li Nisêbînê digerîne.
Min di
xwendina vê da hest bi hebûna sinoran di navbera vebêjîya edebî, hîkayet, nivîs
û bîrhatinan nekir. Lê, ez wê jî venaşêrim ku xwendina vê kitêbê û zimanê wê ji
min ra gelek xweş bû û di hindek nivîsan da şêwazekê xweş yê vebêjîya
bîrhatinan, bi rêya jê girtina hin gav û bûyerên giring di jiyana nivîskarî da,
bala min kêşa ser xwe.