söndag 7 november 2021

Dûmahîk dîdar

Navê kitêbê: Dûmahîk dîdar
Nivîskar: Sîpel Xalid
Weşanxane: Cizîrî
Çapxane: li Tehranê
Sala weşanê: 2020
Hejmara rûpelan: 222


Nakokiyên di navbera dayûbaban da û kartêkirina wan li ser zarokan û derûniya wan ji rexekê ve û ji rexê dî ve li ser dayûbaban, mijara serekî ya vê romanê ye.

Dayûbabên Rukanî nemane û ew li nik bapîrê xwe ye. Ew rojekê, ji bo înana wêneyên ku hevalê wî ji derve di nameyekê da jê ra hinartine, çû postexaneyê. Ew li ber dergehî rastî kiçeka xemgîn û perîşan dibe ku ji postexaneyê derdikeft.

Ew li hundurê postexaneyê nameya xwe ji karmendekî distîne, lê dema wê vedike dibîne ku ew ne ya wî ye, lê ew ya kiçekê ye bi navê Arû. Ew kiç tê da xatra xwe ji dayika xwe dixwaze û Rukan di wê xatirxwestinê da hestên xwekuştinê dibîne.

Yê karmend daxwaza lêborînê jê dike ku wî nameya wê kiça ku berî nuke ji nik wan derkeftî înabû, bi şaşî da wî. Wextê Rukan têdigehe ku name ya wê kiça perîşan e, ya li ber dergehî dîtibû, ew nameyê dibe, zû derdikeve û dide pey kiçê.

Ew wê li serê girekê bilind dibîne û li ber bû xwe ji wê bilindahiyê bavêje xwarê û xwe bikuje, lê Rukan şiya rê li ber wê bûyerê bigire û nehêle ew jiyana xwe bi dûmahî bîne.

Êdî Rukan dikeve dû kiçê û rastiya serhatiya wê û kiç jî li gel wextî baweriya xwe dideyê û çîroka xwe li gel babê ku ji dayika wê cuda bûye û tadariyê lê dike û xebata dayikê ji bo vegerandina wê, jê ra dibêje.

Babê Arûyê Ferhad nahêle kiç dayika xwe Zeynebê bibîne û dadgeh jî dîtina kiçê li dayikî qedexe dike. Kiç li bendê ye bibe 18 salî da vegere cem dayika xwe. Lê dema ew dibe 18 salî bab gefa kuştina dayikê li kiçê dike, eger ew wê bibîne. Kiç ji bo parastina dayika xwe neçar dibe babê hilbijêre û li nik wî bimîne û xwe dûr ji dayikê bigire.

Lê dema ku Ferhad ji bo bêhtir êşandina dayikê, bi dizî ve mala xwe dibe gundî, Zeyneb û Rukan pê dizanin û diçin gundî bo înana kiçê. Ferhad bi tivengê dihê telba wan û dema guleyê berdide Zeynebê, kiç xwe dihavêje ber û dihê kuştin. Rukan ditingije û tivengê ji destê Ferhadî diîne derê û Ferhadî dikuje.

Rukan bi deh salan bi sûca kuştinê dihê sizadan û wextê piştî deh salan ji zîndanê derdikeve, em dibînin ew diçe ser gora Arûyê û paşî diçe mala nexweşên derûnî bo seredana Zeynebê.

 

ناڤێ کتێبێ: دووماهیک دیدار

نڤیسکار: سیپه‌ل خالد

وه‌شانخانه‌: جزیری

چاپخانه‌: ل ته‌هرانێ

سالا وه‌شانێ: ٢٠٢٠

هه‌ژمارا ڕووپه‌لان: ٢٢٢

 

ناکۆکیێن د ناڤبه‌را دایووبابان دا و کارتێکرنا وان ل سه‌ر زارۆکان و ده‌روونیا وان ژ رەخەکی ڤە و ژ رەخێ دی ڤە ل سەر دایوبابان، مژارا سه‌ره‌کی یا ڤێ ڕۆمانێ یە.‌

دایووبابێن ڕوکانی نه‌مانه‌ و ئه‌و ل نک باپیرێ خوه‌ یه‌.ئەو ڕۆژه‌کێ، ژ بۆ ئینانا وێنه‌یێن کو هه‌ڤالێ وی ژ ده‌رڤه‌ د نامه‌یه‌کێ دا ژێ ڕا هنارتنه‌، چوو پۆسته‌خانه‌یێ. ئه‌و ل به‌ر ده‌رگه‌هی ڕاستی کچه‌کا خه‌مگین و په‌ریشان دبت کو ژ پۆسته‌خانه‌یێ ده‌ردکه‌فت.

ئه‌و ل هوندورێ پۆسته‌خانه‌یێ نامه‌یا خوه‌ ژ کارمه‌نده‌کی دستینت، لێ ده‌ما وێ ڤه‌دکت دبینت کو ئه‌و نه‌ یا وی یه‌، لێ ئه‌و یا کچه‌کێ یه‌ ب ناڤێ ئاروو. ئه‌و کچ تێ دا خاترا خوه‌ ژ دایکا خوه‌ دخوازت و ڕوکان د وێ خاترخواستنێ دا هه‌ستێن خوه‌کوشتنێ دبینت.‌

یێ کارمه‌ند داخوازا لێبۆرینێ ژێ دکت کو وی نامه‌یا وێ کچا کو به‌ری نوکه‌ ژ نک وان ده‌رکه‌فتی ئینابوو، ب شاشی دا وی. وه‌ختێ ڕوکان تێدگه‌هت کو نامه‌ یا وێ کچا په‌ریشانه‌، یا ل به‌ر ده‌رگه‌هی دیتبوو، ئه‌و نامه‌یێ دبت‌، زوو ده‌ردکه‌ڤت‌ و ددت په‌ی  کچێ.

ئه‌و وێ ل سه‌رێ گره‌کێ بلند دبینت و ل به‌ر بوو خوه‌ ژ وێ بلنداهیێ باڤێژت‌ خوارێ و خوه‌ بکوژت، لێ ڕوکان شیا ڕێ ل به‌ر وێ بوویه‌رێ بگرت و نه‌هێلت ئه‌و ژیانا خوه‌ ب دووماهی بینت.‌

ئێدی ڕوکان دکه‌ڤت دوو کچێ و ڕاستیا سه‌رهاتیا وێ و کچ ژی ل گه‌ل وه‌ختی باوه‌ریا خوه‌ ددتێ و چیرۆکا خوه‌ ل گه‌ل بابێ کو ژ دایکا وێ جودا بوویه‌ و تەعداریێ لێ دکت و خه‌باتا دایکێ ژ بۆ ڤه‌گه‌راندنا وێ، ژێ ڕا دبێژت.‌

بابێ ئاروویێ فه‌رهاد ناهێلت کچ دایکا خوه‌ زه‌ینه‌بێ ببینت و دادگه‌هـ ژی دیتنا کچێ ل دایکی قه‌ده‌خه‌ دکت. کچ ل به‌ندێ یه‌ ببت ١٨ سالی دا ڤه‌گه‌رت جه‌م دایکا خوه‌. لێ ده‌ما ئه‌و دبت ١٨ سالی باب گه‌فا کوشتنا دایکێ ل کچێ دکت، ئه‌گه‌ر ئه‌و وێ ببینت. کچ ژ بۆ پاراستنا دایکا خوه‌ نه‌چار دبت‌ بابێ هلبژێرت و ل نک وی بمینت و خوە دوور ژ دایکێ بگرت.‌

لێ ده‌ما کو فه‌رهاد ژ بۆ بێتر ئێشاندنا دایکێ، ب دزی ڤه‌ مالا خوه‌ دبت گوندی، زه‌ینه‌ب و ڕوکان پێ دزانن و دچن گوندی بۆ ئینانا کچێ. فه‌رهاد ب تڤه‌نگێ دهێت ته‌لبا وان و ده‌ما گوڵه‌یێ به‌رددت زه‌ینه‌بێ، کچ خوه‌ دهاڤێژت به‌ر و دهێت کوشتن. ڕوکان دتنگژت و تڤه‌نگێ ژ ده‌ستێ فه‌رهادی دئینت‌ ده‌رێ و فه‌رهادی دکوژت.‌

ڕوکان ب ده‌هـ سالان ب سووجا کوشتنێ دهێت سزادان و وه‌ختێ پشتی ده‌هـ سالان ژ زیندانێ ده‌ردکه‌ڤت، ئه‌م دبینن ئه‌و دچت‌ سه‌ر گۆرا ئاروویێ و پاشی دچت مالا نه‌خوه‌شێن ده‌روونی بۆ سه‌ره‌دانا زه‌ینه‌بێ.


onsdag 27 oktober 2021

Ava mezin (demê ku masiyên xwe têhnî dihêlit)

Navê kitêbê: Ava mezin (demê ku masiyên xwe têhnî dihêlit)
Nivîskar: Sebrî Silêvaneyî
Weşanxane: Wezareta rewşenbîrî
Çapxane: li Silêmaniyê
Sala weşanê: Çapa yekê 2004
Hejmara rûpelan:


Qesrê gundek e bi rex Ava mezin ve, pirî jiyan, hevbeşî û hevdijî, xewn û hîvî, keyf û tirs û di nava van hemiyan da gelek tişt di nav malbata Ebab bekirî û nas û dorhêla wî da diqewimin.

Roman bi wê dest pê dike ku Bazîxa kiça Ebabekirî naxwaze şû bi pismamê xwe Zahirî bike, lê Zahir gefa li babê wê dike ku wî bikuje eger Bazîxa nebe jina wî. Ebabekir di navbera zilma birazayî û axiftinên xelkî de ya birazayî hildibijêre û Bazîxayê dide Zahirî. Dema mirov li gel serhatiyê berdewam dibe dibîne ku Zahir piştî zewaca bi Bazîxayê ra dihê guhorîn û dibe kesekê nerm û mirovşirîn. Ew di dema hatina leşkerê Îraqê da bo ser gundê wan û ji bo parastina xelkê xwe, li gel Fermanî şerî li dijî wan dike û Bazîxa xwe bi wê mêrxasiya wî serbilind dibîne û ew ji Zahirî ra ji her tiştî giringtir bû.

Ev parçeyeka biçûk e ji serhatiyeka dirêj ya ku di nav xwe da gelek çîrokên din dihewîne. Ev hemî jî di nîverasta salên heftêyan da çêdibin, dema serhildana başûrê Kurdistanê piştî lihevhatina Cezayîrê di 1975ê de setimî û leşkerê Îraqê ber bi wan dever û gundan ve dihê, yên ku azad bûn û di bin desthilata pêşmergeyan da bûn.

Ji nav serhatiyên di vê romanê da hatine behiskirin ji bo nimûne ya Mela Teyibî û ka bo ci gund bi navê Qesra Mela Teyibî hatiye binavkirin. Serhatiya Fermanî û evîna wî bo Firînê û çawa kuştina babê wî ji aliyê leşkerê îraqî ve kar kir ser derûniya wî. Çîroka Şêxmûsê êzidî, evîna wî bo Zuleyxayê û rawestiyana babê wî li dijî evîna wan û ka encam çi bû. Haciyê Pîrozê û bandora qelsiya wî li ser peywendiya wî bi jina wî ra. Herweha ka çawa Evdiyê diz tobe dike û dibe Şêx Evdillayê Mişextî û hêj.

 

 

ناڤێ کتێبێ: ئاڤا مەزن (دەمێ کو ماسیێن خوە تێهنی دهێلت)

نڤیسکار: سەبری سلێڤانەیی

وەشانخانە: وەزارەتا رەوشەنبیری

چاپخانە: ل سلێمانیێ

سالا وەشانێ: چاپا یەکێ ٢٠٠٤

هەژمارا رووپەلان:

 

قه‌سرێ گونده‌که‌ ب ڕه‌خ ئاڤا مه‌زن ڤه‌، پری ژیان، هه‌ڤبه‌شی و هه‌ڤدژی، خه‌ون و هیڤی، که‌یف و ترس و د ناڤا ڤان هه‌میان دا گه‌له‌ک تشت د ناڤ مالباتا عه‌بابه‌کری و ناس و دۆرهێلا وی دا دقه‌ومن.

ڕۆمان ب وێ ده‌ست پێ دکت کو بازیغا کچا عه‌بابه‌کری ناخوازت شوو ب پسمامێ خوه‌ زاهری بکت، لێ زاهر گه‌فا ل بابێ وێ دکت کو وی بکوژت ئه‌گه‌ر بازیغا نه‌بت‌ ژنا وی. عه‌بابه‌کر د ناڤبه‌را زلما برازایی و ئاخفتنێن خه‌لکی دا یا برازایی هلدبژێرت و بازیغایێ ددت زاهری. ده‌ما مرۆڤ ل گه‌ل سه‌رهاتیێ به‌رده‌وام دبت دبینت‌ کو زاهر پشتی زه‌واجا ب بازیغایێ ڕا دهێت گوهۆرین و دبت‌ که‌سه‌کێ نه‌رم و مرۆڤشرین. ئه‌و د ده‌ما هاتنا له‌شکه‌رێ عیراقێ دا بۆ سه‌ر گوندێ وان و ژ بۆ پاراستنا خه‌لکێ خوه‌، ل گه‌ل فه‌رمانی شه‌ری ل دژی وان دکت‌ و بازیغا خوه‌ ب وێ مێرخاسیا وی سه‌ربلند دبینت و ئه‌و ژ زاهری ڕا ژ هه‌ر تشتی گرنگتر بوو.

ئه‌ڤ پارچه‌یه‌کا بچووکه‌ ژ سه‌رهاتیه‌کا درێژ یا کو د ناڤ خوه‌ دا گه‌له‌ک چیرۆکێن دی دحه‌وینت. ئه‌ڤ هه‌می ژی د نیڤه‌راستا سالێن حه‌فتێیان دا چێدبن، ده‌ما سه‌رهلدانا باشوورێ کوردستانێ، پشتی لهه‌ڤهاتنا جه‌زائیرێ د ١٩٧٥ێ دا سه‌تمی و له‌شکه‌رێ عیراقێ به‌ر ب وان ده‌ڤه‌ر و گوندان ڤه‌ دهێت، یێن کو ئازاد بوون و د بن ده‌ستهلاتا پێشمه‌رگه‌یان دا بوون.

ژ ناڤ سه‌رهاتیێن د ڤێ ڕۆمانێ دا هاتنه‌ به‌حسکرن ژ بۆ نموونه‌ یا مه‌لا ته‌یبی و کا بۆ ج گوند ب ناڤێ قه‌سرا مه‌لا ته‌یبی هاتیه‌ بناڤکرن. سه‌رهاتیا فه‌رمانی و ئه‌ڤینا وی بۆ فرینێ و چاوا کوشتنا بابێ وی ژ ئالیێ له‌شکه‌رێ عیراقی ڤه‌ کار کر سه‌ر ده‌روونیا وی. چیرۆکا شێخمووسێ ئێزدی، ئه‌ڤینا وی بۆ زوله‌یخایێ و ڕاوه‌ستیانا بابێ وی ل دژی ئه‌ڤینا وان و کا ئه‌نجام چ بوو. حاجیێ پیرۆزێ و باندۆرا قه‌لسیا وی ل سه‌ر په‌یوه‌ندیا وی ب ژنا وی ڕا. هه‌روه‌ها کا چاوا عه‌ڤدیێ دز تۆبه‌ دکت‌ و دبت شێخ عه‌ڤدڵایێ مشه‌ختی و هێژ.


söndag 19 september 2021

Koço, fermana reş

Navê kitêbê: Koço, fermana reş
Nivîskar: Hesen Îbrahîm
Weşanxane:
Çapxane: Rojhelat li Hewlêrê
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan:


Romana Koço karesata êzidiyan, komkujiyên ku sala 2014ê di derheqê wan da li Şengalê û gundewarên wê hatibûn kirin, wêne û berçav dike.

Daişî êrişê dikin ser Şengalê û gundewarên wê bi armanca qirkirina êzidiyan û êzidîxaneyê. Mêran dikujin, jin û zaroyan digirin û bi xwe ra dibin, ew zordarî, destdirêjî û kirêtiyên mezin dikin. Xelkên ku ji destên wan xilas bûn, berê xwe dan wan cihên ku daiş negehiştibûyê û ji wan jî çiyayê Şengalê.

Yên gehiştine çiyayî jî, tevî birînên xwe yên laşî û derûnî, li gel tirs û bêhêvîbûnê rastî birs û têhn û germê bûne. Di şkeftekê ve gelek zaroyên bê dayik û bab li hev kom bûne. Ji birsê û têhnê herçend kêliyan çend jê dimirin. Feqîr Mîrzo vê hemiyê bi çavên xwe dibîne, lê dixwaze ku êzdiyatî ji nav neçe û yên ji zaroyan dimînin sax wê bi xwe ra bibin û radestê nifşên siberojê bikin. Ew ji wan ra qala wan hemî fermanên li dijî êzidiyan hatine kirin dike. Ew qewl û sebeqan ji wan re dibêje û her dubare dike ku 73 ferman neşiyan êzdiyatiyê ji nav bibin û ev jî dê nikaribe wê bike.

Ew ji zaro û yên mezin pirsiyara wê ya bi serê wan hatî dike û bi wî awayî jî, bi vegêrana şahidan bo serhatiyên xwe yên cergbir, tabloya wê hemî karesat û komkujiyê, bi hûrgiliyên wê ve, ji hemî gund û deverên Şengalê dihêt berhevkirin û di tabloyeka êşbar da pêşkêşkirin.

 

ناڤێ کتێبێ: کۆچۆ، فه‌رمانا ڕه‌ش

نڤیسکار: حه‌سه‌ن ئیبراهیم

وه‌شانخانه:‌

چاپخانه‌: ڕۆژهه‌لات ل هه‌ولێرێ

سالا وه‌شانێ: ٢٠١٩

هه‌ژمارا ڕووپه‌لان:

 

 ڕۆمانا کۆچۆ کارەساتا ئێزدیان، کۆمکوژیێن کو سالا ٢٠١٤ێ د دەرحەقێ وان دا ل شەنگالێ و گوندەوارێن وێ هاتبوون کرن وێنە و بەرچاڤ دکە.

داعشی هێرشێ دکن سه‌ر شه‌نگالێ و گونده‌وارێن وێ ب ئارمانجا قرکرنا ئێزدیان و ئێزدیخانه‌یێ. مێران دکوژن، ژن و زارۆیان دگرن و ب خوه‌ ڕا دبن، ئه‌و زۆرداری، ده‌ستدرێژی و کرێتیێن مه‌زن دکن. خه‌لکێن کو ژ ده‌ستێن وان خلاس بوون، به‌رێ خوه‌ دان وان جهێن کو داعش نه‌گه‌هشتبوویێ و ژ وان ژی چیایێ شه‌نگالێ.

یێن گه‌هشتنه‌ چیایی ژی، ته‌ڤی برینێن خوه‌ یێن لاشی و ده‌روونی، ل گه‌ل ترس و بێهێڤیبوونێ ڕاستی برس و تێهن و گه‌رمێ بوونه‌. د شکه‌فته‌کێ ڤه‌ گه‌له‌ک زارۆیێن بێ دایک و باب ل هه‌ڤ کۆم بوونه‌. ژ برسێ و تێهنێ هه‌رچه‌ند کێلیان چه‌ند ژێ دمرن. فه‌قیر میرزۆ ڤێ هه‌میێ ب چاڤێن خوه‌ دبینه‌، لێ دخوازه‌ کو ئێزدیاتی ژ ناڤ نه‌چه‌ و یێن ژ زارۆیان دمینن ساخ وێ ب خوه‌ ڕا ببن و ڕاده‌ستێ نفشێن سبه‌رۆژێ بکن. ئه‌و ژ وان ڕا قالا وان هه‌می فه‌رمانێن ل دژی ئێزدیان هاتنه‌ کرن دکه‌. ئه‌و قه‌ول و سه‌به‌قان ژ وان ڕا دبێژە و هەر دوبارە دکە کو ٧٣ فەرمان نەشیان ئێزدیاتیێ ژ ناڤ ببن و ئەڤ ژی دێ نکاربە وێ بکە.

ئه‌و ژ زارۆ و یێن مه‌زن پرسیارا وێ یا ب سه‌رێ وان هاتی دکه‌ و ب وی ئاوایی ژی، ب ڤه‌گێرانا شاهدان بۆ سه‌رهاتیێن خوه‌ یێن جه‌رگبر، تابلۆیا وێ هه‌می کاره‌سات و کۆمکوژیێ، ب هوورگلیێن وێ ڤه‌، ژ هه‌می گوند و ده‌ڤه‌رێن شه‌نگالێ دهێت به‌رهه‌ڤکرن و د تابلۆیه‌کا ئێشبار دا پێشکێشکرن.


söndag 29 augusti 2021

Evîna windabûy

Navê kitêbê: Evîna windabûy
Nivîskar: Haşim Şêrwanî
Weşanxane:
Çapxane: Çapxaneya parêzgeha Dihokê
Sala weşanê: 2014
Hejmara rûpelan: 330


Evîna windabûy û her wek ji ya li ser cildê wê hatiye nivîsîn, wek roman hatiye binavkirin. Naveroka wê li ser girtina barzaniyan û veguhastina wan, bi dare zorê bo nav komelgehên dorgirtî û paşan enflakirina heşt hezar barzaniyan ji wan komelgehan di sala 1983ê da û komkujiya di derheqa wan da hatiye kirin.

Vegêrekê genc di vê pirtûkê da behsa veguhastina barziyan ji aliyê hêzên dewleta Îraqê ve bo nav komelgehên di bin çavdêriya wê de û jiyana wan ya dijwar di komelgehekê ji wan da dike.

Vegêr behsa gencên di nav komelgehê da, jiyana wan ya rojane, mijûlahî, xem û hestên wan dike. Ew Balê dikêşe ser wê ka çawa tevî tirs û tadeya li ser wan ji aliyê rijêmê ve heyî, ew digehin yekûdu û li ser babetên cor bi cor yên wek xebata ji bo azadiyê, berxwedanê, bizavên pêşmergeyan, civakî, siyasî, dîrokî, rewşenbîrî û wek dî diaxivin. Ev hemî wek gengeşeyên rewşenbîrî di navbera vegêrî û çend gencan û herweha jî pîremêrekî ku bi seyda dihê binavkirin da çêdibin.

Rewşa di komelgehan û zordariya li ser xelkê di wan da ragirtî dijwartir dibe, wextê êdî rijêm dest bi girtin û berzekirina xelkên di komelgehan da dike. Hîngê vegêr û çend kesên din ji wê komelgeha tê da direvin û xwe li gundekê nêzîk vedişêrin, lê hevalê wî Elind naxwaze dilbera xwe Sîtavê bi tenê bihêle. Spêdê zû hêzên serbazî yên rijêma îraqê bi ser komelgehê da digirin. Ew hemî kesên nêr, ji yên sinêle û heta yên ser heftê saliyê da digirin û dibin û berze dikin û Elind, hevalê vegêrî jî di nav da.

Vegêr di nav bîranînên xwe yê di komelgehê da gelek li ser çîroka hevalê xwe Elindî û evîna wî bo Sîtavê radiweste û ka çawa Elindî gelek hez ji wê dikir û şerim dikir evîna xwe jê re eşkere bike. Li dûmahiyê û di bin givaş û gotinên hevalan de Elind ya dilê xwe bo Sîtavê eşkere dike. Lê evîna wan dom nake û Elind jî wek hemî kur û mêrên di kampê da, li ber çavên Sîtavê dihê girtin û enfalkirin.

 

ناڤێ کتێبێ: ئه‌ڤینا وندابووی

نڤیسکار: هاشم شێروانی

وه‌شانخانه:‌

چاپخانه‌: چاپخانه‌یا پارێزگه‌ها دهۆکێ

سالا وه‌شانێ: ٢٠١٤

هه‌ژمارا ڕووپه‌لان:٣٣٠

 

ئه‌ڤینا وندابووی و هه‌ر وه‌ک ژ یا ل سه‌ر جلدێ وێ هاتیه‌ نڤیسین، وه‌ک ڕۆمان هاتیه‌ بناڤکرن. ناڤه‌رۆکا وێ ل سه‌ر گرتنا بارزانیان و ڤه‌گوهاستنا وان ب دارێ زۆرێ بۆ ناڤ کۆمه‌لگه‌هێن دۆرلێگرتی و پاشان ئه‌نفالکرنا هه‌شت هه‌زار بارزانیان ژ وان کۆمه‌لگه‌هان د سالا ١٩٨٣ێ دا و کۆمکوژیا د ده‌رهه‌قا وان دا هاتیه‌ کرن.

ڤه‌گێره‌کێ گه‌نج د ڤێ پرتووکێ دا به‌حسا ڤه‌گوهاستنا بارزانیان ژ ئالیێ هێزێن ده‌وله‌تا ئیراقێ ڤه‌ بۆ ناڤ کۆمه‌لگه‌هێن د بن چاڤدێرییا وێ دا و ژیانا وان یا دژوار د کۆمه‌لگه‌هه‌کێ ژ وان دا دکە.

ڤه‌گێر به‌حسا گه‌نجێن د ناڤ کۆمه‌لگه‌هێ دا، ژیانا وان یا ڕۆژانه‌، مژوولاهی، خه‌م و هه‌ستێن وان دکه‌. ئه‌و بالێ دکێشه‌ سه‌ر وێ کا چاوا ته‌ڤی ترس و تەعده‌یا ل سه‌ر وان ژ ئالیێ ڕژێمێ ڤه‌ هه‌یی، ئه‌و دگه‌هن یه‌کوودو و ل سه‌ر بابه‌تێن جۆر ب جۆر یێن وه‌ک خه‌باتا ژ بۆ ئازادیێ، به‌رخوه‌دانێ، بزاڤێن پێشمه‌رگه‌یان، جڤاکی، سیاسی، دیرۆکی، ڕه‌وشه‌نبیری و وه‌ک دی دئاخڤن. ئه‌ڤ هه‌می وه‌ک گه‌نگه‌شه‌یێن ڕه‌وشه‌نبیری د ناڤبه‌را ڤه‌گێری و چه‌ند گه‌نجان و هه‌روه‌ها ژی پیره‌مێره‌کی کو ب سه‌یدا دهێ بناڤکرن دا چێدبن.

 رەوشا د کۆمەلگەهان و زۆرداریا ل سه‌ر خه‌لکێ د وان دا ڕاگرتی دژوارتر دبه‌، وه‌ختێ ئێدی ڕژێم ده‌ست ب گرتن و به‌رزه‌کرنا خه‌لکێن د کۆمه‌لگه‌هان دا دکه‌. هینگێ ڤه‌گێر و چه‌ند که‌سێن دن ژ وێ کۆمه‌لگه‌ها تێ دا دره‌ڤن و خوه‌ ل گونده‌کێ نێزیک ڤه‌دشێرن، لێ هه‌ڤالێ وی ئه‌لند ناخوازه‌ دلبه‌را خوه‌ سیتاڤێ ب ته‌نێ بهێله‌. سپێدێ زوو هێزێن سه‌ربازی یێن ڕژێما ئیراقێ ب سه‌ر کۆمه‌لگه‌هێ دا دگرن. ئه‌و هه‌می که‌سێن نێر، ژ یێن سنێله‌ و هه‌تا یێن سه‌ر حه‌فتێ سالیێ دا دگرن و دبن و به‌رزه‌ دکن و ئه‌لند، هه‌ڤالێ ڤه‌گێری ژی د ناڤ دا.

ڤه‌گێر د ناڤ بیرانینێن خوه‌ یێ د کۆمه‌لگه‌هێ دا گه‌له‌ک ل سه‌ر چیرۆکا هه‌ڤالێ خوه‌ ئه‌لندی و ئه‌ڤینا وی بۆ سیتاڤێ ڕادوه‌سته‌ و کا چاوا ئه‌لندی گه‌له‌ک هه‌ز ژ وێ دکر و شه‌رم دکر ئه‌ڤینا خوه‌ ژێ ڕه‌ ئه‌شکه‌ره‌ بکه‌. ل دووماهیێ و د بن گڤاش و گۆتنێن هه‌ڤالان ده‌ ئه‌لند یا دلێ خوه‌ بۆ سیتاڤێ ئه‌شکه‌ره‌ دکه‌. لێ ئه‌ڤینا وان دۆم ناکه‌ و ئه‌لند ژی وه‌ک هه‌می کور و مێرێن د کامپێ دا، ل به‌ر چاڤێن سیتاڤێ دهێ گرتن و ئه‌نفالکرن.


lördag 7 augusti 2021

Ne ji ber xatira çavên Îsayî bûn

Navê kitêbê: Ne ji ber xatira çavên Îsayî bûn
Nivîskar: Hesen Îbrahîm
Weşanxane: Nawendî kulturî elmanî-kurdî
Çapxane: Serkewtin, Projey Qeftan li Silêmaniyê
Sala weşanê: 2016
Hejmara rûpelan:

Ev romana civakî serhatiya du xwîşkan û reva wan ji tadariya mêr û malbatên xwe li başûrê Kurdistanê bo Elmanya û egerên mesîhîbûna wan vedigêre. Tiştê herî balkêş di vê romanê da ew gotûbêj e ya derbarê azadiyên kesokî û kartêkirina komê li ser wan û ka ew mirovê azadiyên wî yên kesînî jê dihên standin û rastî tadeyan dibe heta çi sinorekî amade ye ji bo azadiyên xwe gorîkirinê bi gelek tişt û baweriyên xwe û dewrûbera xwe bide.

Sirûd keçeka 17 salî bû û pismamê wê Şêrko bi dû wê ve bû û jê ra diyar dikir ku hez jê dike. Rojekê, dema Sirûd ji xwendingeha xwe derdikeft, Şêrko bi otombîla xwe ve li ber dergehî bû û wê siyar dike û dibe nav daristanekê û dildariyê pê ra dike û Sirûd jê ducan dibe.

Şêrko xwe dibîne neçar ku wê mehir bike û Sirûd dibe jina wî. Lê her di şeva bûkaniyê da Şêrko dibêjeyê ew jina ku xwe havêtiye bin pismamê xwe dê xwe havêje bin her kesekê dî û reftara qehbeyekê li gel dike. Şêrko bi wê jî bes nake û ji babê Sirûdê ra dibêje, yê di zikê wê da ne yê wî ye û ew ji bo parastina namûsa malê pê ra zewicî ye.

Êdî bab jî li dijî keçê radiweste û piştî ku keça wê Nermîn dibe, rewşa wan nexweştir dibe. Mêr, yê ku her tiştî li gor heza dilê xwe dike, derketinê û azadiyan li Sirûdê qedexe dike û her jê ra dibêje ku ew dê wê bikuje. Rewşa Evînê, xwîşka Sirûdê ji ya wê baştir nebû, lê Evîn amade bû ji bo azadiyên xwe yên kesînî her gaveka pêwîst be bihavêje. Ew mêrê xwe dihêle û ji Silêmaniyê direve û bi rêya dêreka felehan xwe ji Tirkiyê digehîne Elmanya.

Evîn ya ku li ser destê dêra ew rizgarkirî bûye feleh, amade ye ji wê dêrê ra her tiştî bike. Ew dizane rewşa xwîşka wê Sirûdê gelek xerab e û ew û keça wê di malê da zîndankirî ne û ji aliyê malbatê ve biryara kuştina wan hatiye dan. Lew ew bi alîkariya dêrê planeka revê dadirêje û jê ra pareyan dişîne û di rojeka Newrozê da derfet çê dibe û Sirûd û keça wê jî rêya Tirkiyê û Elmanya digirin. Ew jî li gel Evînê dibin xizmetkarên dêrê û di rojên yekşemê di rêuresmên dînî yên krîstiyanan da beşdar dibin.

Her çend e Evînê şû bi Semîrî kiribû yê ku ew berî mesîhîbûna xwe misilman bû, lê wê hezek bo dostê xwe yê misilman Azadê hebû. Azadî bi rêya wê Sirûd û keça wê Nermîn jî nas kirin. Meyla Azadî li ser hersêyan hebû, û her sêyan jî hez ji Azadî dikir, lê Azadî xwe bêhtir nêzîkî Sirudê didît. Gelek bûyer û tişt û gengeşe di navbera Azadî û van her sê kesan da diqewimin û li dawiyê jî bi tenê yek ji wan bi Azadî ra dimîne û yên dî wenda dibin.

ناڤێ کتێبێ: نه‌ ژ به‌ر خاترا چاڤێن عیسایی بوون

نڤیسکار: حه‌سه‌ن ئیبراهیم

وه‌شانخانه‌: ناوه‌ندی کولتوری ئه‌لمانی-کوردی

چاپخانه‌: سه‌رکه‌وتن، پرۆژه‌ی قه‌فتان ل سلێمانیێ

سالا وه‌شانێ: ٢٠١٦ 

هه‌ژمارا ڕووپه‌لان:

 

ئه‌ڤ ڕۆمانا جڤاکی سه‌رهاتیا دو خویشکان و ڕه‌ڤا وان ژ تەعداریا مێر و مالباتێن خوه‌ ل باشوورێ کوردستانێ بۆ ئه‌لمانیا و ئه‌گه‌رێن مه‌سیحیبوونا وان ڤه‌دگێره‌. تشتێ هه‌ری بالکێش د ڤێ ڕۆمانێ دا ئه‌و گۆتووبێژه‌ یا ده‌ربارێ ئازادیێن که‌سۆکی و کارتێکرنا کۆمێ ل سه‌ر وان و کا ئه‌و مرۆڤێ ئازادیێن وی یێن که‌سینی ژێ دهێن ستاندن و ڕاستی تەعده‌یان دبه‌ هه‌تا چ سنۆره‌کی ئاماده‌ یه‌ ژ بۆ ئازادیێن خوه‌ گۆریکرنێ ب گه‌له‌ک تشت و باوه‌ریێن خوه‌ و ده‌ورووبه‌را خوه‌ بده.‌

سروود که‌چه‌کا ۱۷ سالی بوو و پسمامێ وێ شێرکۆ ب دوو وێ ڤه‌ بوو و ژێ ڕا دیار دکر کو حه‌ز ژێ دکه‌. ڕۆژه‌کێ، ده‌ما سروود ژ خوه‌ندنگه‌ها خوه‌ ده‌ردکه‌فت شێرکۆ ب ئۆتۆمبیلا خوه‌ ڤه‌ ل به‌ر ده‌رگه‌هی بوو و وێ سیار دکه‌ و دبه‌ ناڤ دارستانه‌کێ و دلداریێ پێ ڕا دکه‌ و سروود ژێ دوجان دبه.‌

شێرکۆ خوه‌ دبینه‌ نه‌چار کو وێ مه‌هر بکه‌ و سروود دبه‌ ژنا وی. لێ هه‌ر د شه‌ڤا بووکانیێ دا شێرکۆ دبێژه‌یێ ئه‌و ژنا کو خوه‌ هاڤێتیه‌ بن پسمامێ خوه‌ دێ خوه‌ هاڤێژه‌ بن هه‌ر که‌سه‌کێ دی و ڕه‌فتارا قه‌حبه‌یه‌کێ ل گه‌ل دکه‌. شێرکۆ ب وێ ژی به‌س ناکه‌ و ژ بابێ سروودێ ڕا دبێژه‌، یێ د زکێ وێ دا نه‌ یێ وی یه‌ و ئه‌و ژ بۆ پاراستنا نامووسا مالێ پێ ڕا زه‌وجی یه.‌

ئێدی باب ژی ل دژی که‌چێ ڕادوه‌سته‌ و پشتی کو که‌چا وێ نه‌رمین دبه‌، ڕه‌وشا وان نه‌خوه‌شتر دبه‌. مێر یێ کو هەر تشتی ل گۆر حەزا دلێ خوە دکە، ده‌رکه‌تنێ و ئازادیان ل سروودێ قه‌ده‌غه‌ دکه‌ و هه‌ر ژێ ڕا دبێژه‌ کو ئه‌و دێ وێ بکوژه‌. ڕه‌وشا ئه‌ڤینێ، خویشکا سروودێ ژ یا وێ باشتر نه‌بوو، لێ ئه‌ڤین ئاماده‌ بوو ژ بۆ ئازادیێن خوه‌ یێن که‌سینی هه‌ر گاڤه‌کا پێویست به‌ بهاڤێژه‌. ئه‌و مێرێ خوه‌ دهێله‌ و ژ سلێمانیێ دره‌ڤه‌ و ب ڕێیا دێره‌کا فله‌هان خوه‌ ژ ترکیێ دگه‌هینه‌ ئه‌لمانیا.

ئه‌ڤین یا کو ل سه‌ر ده‌ستێ دێرا ئه‌و ڕزگارکری بوویه‌ فه‌له‌هـ، ئاماده‌ یه‌ ژ وێ دێرێ ڕا هه‌ر تشتی بکه‌. ئه‌و دزانه‌ ڕه‌وشا خویشکا وێ سروودێ گه‌له‌ک خه‌رابه‌ و ئه‌و و که‌چا وێ د مالێ دا زیندانکری نه‌ و ژ ئالیێ مالباتێ ڤە بریارا کوشتنا وان هاتیه‌ دان. له‌و ئه‌و ب ئالیکاریا دێرێ پلانه‌کا ڕه‌ڤێ دادرێژه‌ و ژێ ڕا پاره‌یان دشینه‌ و د ڕۆژه‌کا نه‌ورۆزێ دا ده‌رفه‌ت چێ دبه‌ و سروود و که‌چا وێ ژی ڕێیا ترکیێ و ئه‌لمانیا دگرن. ئه‌و ژی ل گه‌ل ئه‌ڤینێ دبن خزمه‌تکارێن دێرێ و د ڕۆژێن یه‌کشه‌مێ د ڕێوره‌سمێن دینی یێن کریستیانان دا به‌شدار دبن.

هه‌ر چه‌نده‌ ئه‌ڤینێ شوو ب سه‌میری کربوو یێ کو ئه‌و به‌ری مه‌سیحیبوونا خوه‌ مسلمان بوو، لێ وێ حه‌زه‌ک بۆ دۆستێ خوه‌ یێ مسلمان ئازادێ هه‌بوو. ئازادی ب ڕێیا وێ سروود و که‌چا وێ نه‌رمین ژی ناس کرن. مه‌یلا ئازادی ل سه‌ر هه‌رسێیان هه‌بوو، و هه‌ر سێیان ژی حه‌ز ژ ئازادی دکر، لێ ئازادی خوه‌ بێهتر نێزیکی سرودێ ددیت. گه‌له‌ک بوویه‌ر و تشت و گەنگەشە د ناڤبه‌را ئازادی و ڤان هه‌ر سێ که‌سان دا دقه‌ومن و ل داویێ ژی ب ته‌نێ یه‌ک ژ وان ب ئازادی ڕا دمینه‌ و یێن دی وه‌ندا دبن.


onsdag 4 augusti 2021

Xêvzank

Navê kitêbê: Xêvzank
Nivîskar: Seîd hecî Sidîq Zaxoyî
Weşanxane:
Çapxane:
Sala weşanê: 2009
Hejmara rûpelan: 212


Xêvzank romaneka evîndariyê ye û behsa serhatiya du evîndarên snêle li Zaxo, li destpêka salên pêncihan ji sedsala borî dike. Ev her weha jî geryanek e bo nav bajêrê Zaxo, dîroka wî, xelkê wî, serhatî, adet û xwarinên wan yên salên pêncihan û yên kevintir jî.

Sofî Biro di nav xelkî da, ji ber jîrmendiya wî, bi Xêvzank dihat naskirin. Wî hez ji keçekê dikir û piştî ku dilbera wî mir êdî wî xwe ji xelkê dûr kir û jiyana xwe di şkeftan da derbas kir. Zivistanê li şkefta Mêşê li Ebasîkê li Zaxo binecih dibû. Xort diçûn seredana wî û xwarin û tûtin û pêwîstiyên wî jê ra dibirin.

Mêhvan û çend hevalên wî her çend rojan carekê diçûn seredana Sofî ji bo guhdarîkirina axiftin û sohbetên wî yên xweş û wecdar. Xortan di her seredanekê da pirsiyarên xwe jê dikirin û wî bersiva wan dida û her carekê jî bo wan li ser mijarekê diaxift. Pirsên ku ew li ser diaxift gelek bûn û ji wan evînî, hevalînî, dîroka Zaxo, kultur û efsaneyên wê û herweha giringiya perwerdeya bi kurdî û xwendin û zanînê.

Hemî xortan û bi taybetî Mêhvan û hevalê wî yê gelek jê nêzîk Kovanî pir hez ji Sofî û gotin û şîretên wî dikir. Hindî Mêhvan bû wî cîranek hebû, navê wê Jiyan bû. Her ji dîtina yekê wan hez ji yek û du kir û bi wextî ra viyana wan roj bo roj mezintir dibû. Wê serdemê nedibû wan evîna xwe eşker kiriba û ji ber hindê hemî tiştê wan bi dizîkî ve bû. Hevalê wî Kovanî bi evîna wan dizanî, her çi qas wî şîret lê dikir ku ev evînî nebaş e û dê wî rastî serêşiyan bike, lê her ku diçû Mêhvan û Jiyanê zêdetir ji yekdû hez dikir û xwe radestê bayê evînê dikir. Rewş gehişt wî halî ku Mêhvanî di dîwarê di navbera embara wan û ya mala Jiyanê da kunek çêkir da bikare, li dûrî çavên xelkî, tê da bi Jiyanê ra biaxive û nameyên xwe bidin yekûdu û destên xwe bigehîn yek.

Meta Mêhvanî û keça wê Bêrîvan ji evîna wan ra piştgir bûn, hebûn jî yên kerba wan ji wê evîna wan vedibû, ji bo nimûne xaleta Mêhvanî ya ku dixwest keça wê Kinê bibe jina Mêhvanî. Evca wextê ku Mêhvanî ew daxwaza wê nepejirandî, wê sûnd xwar ku nehêle ew û Jiyan bigehin yek û meta Jiyanê pê agahdar kir.

Xelkê Zaxo roja Newrozê diçin derve bo şahî û seyranê û Mêhvan û Jiyan jî di nav da ne û bi keyf in û destên xwe dikin nav destên yekûdu. Meta Jiyanê wan dibîne û destê Jiyanê ji destê Mêhvanî derdixe û wê radixişîne mal û êdî hemî pê dizanin û karesatek dest pê dike.

Babê Jiyanê nahêle êdî ew ji mal derbikeve û reftareka dijwar li gel dike û rê nade ew şû bi Mêhvanî bike. Rewşa wan herdu evîndaran roj bo rojê dijwartir dibe û ji hêzê dikevin û nêzîkî mirinê dibin. Sofî li hewara Mêhvanî dihê û babê keçê di kêliyên dawiyê da peşîman dibe û Sofî wan herduyên di sekeratê da bûn diîne cem hev û wan li yekûdu mehir dikin û keyfa cîranan gelek dihê û dawetê dikin. Lê di wan an û gavan da Mêhvan û Jiyan, zava û bûk di hembêzên hevûdu da xatra xwe ji yiyanê dixwazin.

 

ناڤێ کتێبێ: خێڤزانک

نڤیسکار: سه‌عید حه‌جی سدیق زاخۆیی

وه‌شانخانە:‌

چاپخانه:‌

سالا وه‌شانێ: ۲۰۰۹

هه‌ژمارا ڕووپه‌لان: ۲۱۲

 

خێڤزانک ڕۆمانه‌کا ئه‌ڤینداریێ یه و‌ به‌حسا سه‌رهاتیا دو ئه‌ڤیندارێن سنێله‌ ل زاخۆ، ل ده‌ستپێکا سالێن پێنجهان ژ سه‌دسالا بۆری دکه‌. ئه‌ڤ هه‌ر وه‌ها ژی گه‌ریانه‌که‌ بۆ ناڤ باژێرێ زاخۆ، دیرۆکا وی، خه‌لکێ وی، سه‌رهاتی، عاده‌ت و خوارنێن وان یێن سالێن پێنجهان و یێن که‌ڤنتر ژی.

سۆفی برۆ د ناڤ خه‌لکی دا، ژ به‌ر ژیرمه‌ندیا وی، ب خێڤزانک دهات ناسکرن. وی حه‌ز ژ که‌چه‌کێ دکر و پشتی کو دلبه‌را وی مر ئێدی وی خوه‌ ژ خه‌لکێ دوور کر و ژیانا خوه‌ د شکه‌فتان دا ده‌رباس کر. زڤستانێ ل شکه‌فتا مێشێ ل عه‌باسیکێ ل زاخۆ بنه‌جهـ دبوو. خۆرت دچوون سه‌ره‌دانا وی و خوارن و تووتن و پێویستیێن وی ژێ ڕا دبرن.

مێهڤان و چه‌ند هه‌ڤالێن وی هه‌ر چه‌ند ڕۆژان جاره‌کێ دچوون سه‌ره‌دانا سۆفی ژ بۆ گوهداریکرنا ئاخفتن و سۆحبه‌تێن وی یێن خوه‌ش و وه‌جدار. خۆرتان د هه‌ر سه‌ره‌دانه‌کێ دا پرسیارێن خوه‌ ژێ دکرن و وی به‌رسڤا وان ددا و هه‌ر جاره‌کێ ژی بۆ وان ل سه‌ر مژاره‌کێ دئاخفت. پرسێن کو ئه‌و ل سه‌ر دئاخفت گه‌له‌ک بوون و ژ وان ئه‌ڤینی، هه‌ڤالینی، دیرۆکا زاخۆ، کولتور و ئه‌فسانه‌یێن وێ و هه‌روه‌ها گرنگیا په‌روه‌رده‌یا ب کوردی و خوه‌ندن و زانینێ.

هه‌می خۆرتان و ب تایبه‌تی مێهڤان و هه‌ڤالێ وی یێ گه‌له‌ک ژێ نێزیک کۆڤانی پر حه‌ز ژ سۆفی و گۆتن و شیره‌تێن وی دکر. هندی مێهڤان بوو وی جیرانه‌ک هه‌بوو، ناڤێ وێ ژیان بوو. هه‌ر ژ دیتنا یه‌کێ وان حه‌ز ژ یه‌ک و دو کر و ب وه‌ختی ڕا ڤیانا وان ڕۆژ بۆ ڕۆژ مه‌زنتر دبوو. وێ سه‌رده‌مێ نه‌دبوو وان ئه‌ڤینا خوه‌ ئه‌شکه‌رە کربا و ژ به‌ر هندێ هه‌می تشتێ وان ب دزیکی ڤه‌ بوو. هه‌ڤالێ وی کۆڤانی ب ئه‌ڤینا وان دزانی، هه‌ر چ قاس وی شیره‌ت لێ دکر کو ئه‌ڤ ئه‌ڤینی نه‌باشه‌ و دێ وی ڕاستی سه‌رئێشیان بکه‌، لێ هه‌ر کو دچوو مێهڤان و ژیانێ زێده‌تر ژ یه‌کدوو حه‌ز دکر و خوه‌ ڕاده‌ستێ بایێ ئه‌ڤینێ دکر. ڕه‌وش گه‌هشت وی حالی کو مێهڤانی د دیوارێ د ناڤبه‌را ئه‌مبارا وان و یا مالا ژیانێ دا کونه‌ک چێکر دا بکاره‌، ل دووری چاڤێن خه‌لکی، تێ دا ب ژیانێ ڕا بئاخڤه‌ و نامه‌یێن خوه‌ بدن یه‌کودو و ده‌ستێن خوه‌ بگه‌هین یه‌ک.

مه‌تا مێهڤانی و که‌چا وێ بێریڤان ژ ئه‌ڤینا وان ڕا پشتگر بوون، هه‌بوون ژی یێن که‌ربا وان ژ وێ ئه‌ڤینا وان ڤه‌دبوو، ژ بۆ نموونه‌ خاله‌تا مێهڤانی یا کو دخوه‌ست که‌چا وێ کنێ ببه‌ ژنا مێهڤانی. ئه‌ڤجا وه‌ختێ کو مێهڤانی ئه‌و داخوازا وێ نه‌په‌ژراندی، وێ سووند خوار کو نه‌هێله‌ ئه‌و و ژیان بگه‌هن یه‌ک و مه‌تا ژیانێ پێ ئاگاهدار کر.

خه‌لکێ زاخۆ ڕۆژا نه‌ورۆزێ دچن ده‌رڤه‌ بۆ شاهی و سه‌یرانێ و مێهڤان و ژیان ژی د ناڤ دا نه‌ و ب که‌یفن و ده‌ستێن خوه‌ دکن ناڤ ده‌ستێن یه‌کودو. مه‌تا ژیانێ وان دبینه‌ و ده‌ستێ ژیانێ ژ ده‌ستێ مێهڤانی ده‌ردخه‌ و وێ ڕادخشینه‌ مال و ئێدی هه‌می پێ دزانن و کاره‌ساته‌ک ده‌ست پێ دکه.‌

بابێ ژیانێ ناهێلە ئێدی ئەو ژ مال دەربکەڤە‌ و ڕه‌فتاره‌کا دژوار ل گه‌ل دکه‌ و ڕێ ناده‌ ئه‌و شوو ب مێهڤانی بکە. ڕه‌وشا وان هه‌ردو ئه‌ڤینداران ڕۆژ بۆ ڕۆژێ دژوارتر دبه‌ و ژ هێزێ دکه‌ڤن و نێزیکی مرنێ دبن. سۆفی ل هه‌وارا مێهڤانی دهێ و بابێ که‌چێ د کێلیێن داویێ دا په‌شیمان دبه‌ و سۆفی وان هه‌ردویێن د سه‌که‌راتێ دا بوون دئینه‌ جه‌م هه‌ڤ و وان ل یه‌کودو مه‌هر دکن و که‌یفا جیرانان گه‌له‌ک دهێ و داوه‌تێ دکن. لێ د وان ئان و گاڤان دا مێهڤان و ژیان، زاڤا و بووک د هه‌مبێزێن هه‌ڤودو دا خاترا خوه‌ ژیانێ دخوازن.


fredag 30 juli 2021

Du werz û janek

Navê kitêbê: Du werz û janek
Nivîskar: Enmar Selah
Weşanxane: Pirtûkxaneya Xanî li Dihokê
Çapxane: Tehran, Îran.
Sala weşanê: 2020
Hejmara rûpelan: 206


Du werz û janek romaneka civakî ye û ji bilî vegêrana serhatiya jinekê û mêr û yarê wê û dorhêla ew tê da dijîn, ew herweha bi pirsên felsefî û derûnî jî mişt e. Gelek pirsiyar jî rastî xwendevanî dibin, wek pirsiyara ka şaşî û rastiya reftaran bi dîtinên kesan yên jêk cuda yên derbarê wan reftaran ve girêdayî ye yan di reftaran bi xwe da ye.

Jîla xwendekara masterê ye û li zanîngehê jî kar dike. Mêrê wê Kardox berpirsekê asayişê ye. Jîla hez ji mêrê xwe dike, lê wê ji bilî mêrî dixwest yarek jî hebe ku hezên wê yên kûvî têr bike. Ew yar jî Morav bû yê heft salan ji wê biçûktir bû.

Şevekê nobeya mêrê wê bû li ser karî û ew li mala xwîşka xwe Tavînê bû. wê ew bi derfet dît ku li gel Moravî biçe derveyê bajêrî bo nav daristan û çolan. Ew û Morav di tirimbêlê da vedixwin, serxweş dibin û dildariyeka har dikin. Polîs bi ser wan da digire, Jîla di wê tariyê da û pêxas direve û Morav dihê girtin û li bingehekê polîsan jêpirsîn pê ra dihê kirin. Moravê serxweş rastiyê dibêje û navê jina pê ra bû û nekeftibû destê polîsan eşkere dike û polîs wî ber didin.

Jîla di wê tariyê da û bi pêyên birîndar xwe digehîne mala xwîşka xwe Tavînê û û spêdeyê birînên xwe li bingehekê tenduristiyê derman dike.

Kardox wê şevê li karî jêpirsînê li gel zilamekî dike ku wî jineka bi mêr biribû derve û dildarî pê ra kiribû. Wextê Kardox roja dû ra dihê mal û jina xwe di wî halî da dibîne û bersiveka zelal li ser wan birînan jê wernagire, şika wî diçe ser Jîlayê ku dibe ew bi wî zilamî ra bû. Lewma, ew roja dîtir wesa li wî zilamê desteserkirî dixe, eger polîsên li wê derê nebûna, dê wî ew kuştiba. Lê paşî diyar dibe ku ew zilam wê şevê li gel jineka dî bû.

Piştî demekê Jîla ducan dibe û ew li cem Kardoxê ku ew çend sal in ew pêk ve û wan zarok nebûye tiştekê çaverênekirî bû. Kardox piştî çend mehan pê dizane ku bingehekê polîsan, her wê şeva ew li nobeya xwe ya karî bû, zilamek girtibû û goya ew bi jina wî Jîlayê ra bû û jin neketibû nav destê polîsan û revî bû.

Êdî ew ji wê piştrast dibe ku jina wî xiyanet li wî kiriye û dibe ev zarok yê di zikê wê da jî ne yê wî be. Ew gelek êciz dibe û li jina xwe dixe û jiyanê lê tengav û nexweş dike. Lê naxwaze wê bikuje da ku ji ber wê nekeve zîndanan û naxwaze ber bide jî da hetka wî di nav nas û kesûkaran da neçe.

Her di heman demê da Morav li gel hevalê xwe Koçbarî bi qeçaxî çûbûye Tirkiyeyê. Wê şeva ku dê wan xwe li avê dabûya, Jîla telefona wî dike û dibêjeyê ew bi zarok e. Êdî ew, ji ber Jîlayê û zarokê di zikê wê da, dev ji sefera xwe ya ber bi Ewrûpayê ber dide û vedigere Dihokê. Ew peywendiyê bi jîlayê dike û her çende mamsoteyê wî şîretê lê dike ku ev karekê şaş e û divê ew ji bo silametiya Jîlayê û keça wê, xwe ji Jîlayê dûr bigire, lê ew her bi ya xwe dike.

Kardoxî bawerî bi Jîlayê namîne û ew carekê diçe gundî û ji wê derê bi rêya kamîreyên çavdêriyê, yên wî li mal danabûn, dibîne ku zilamek dihê mal cem jina wî û wê hembêz û maç dike û pê ra diçe di odeya wê ve. Êdî Kardox har û dîn dibe û vedigere mal û di wî demê Jîla tê da li mala dayika xwe bû, ew ji kerban da agirî ber dide odeya wê.

Herweha kçend zilaman dişîne ser Moravî û ew baş lê dixin ku bo demekê dirêj nikaribû rabe ser pêyan. Piştî wê agir ber dibe mala mamosteyî, yê ku Moravî pirsên xwe pê dikirin û şîret jê dixwest. Mamoste di wê şewatê da dimire.

Morav dizane ka kî li pişt van hemî bûyeran e, lê tevî wê jî ew dev ji Jîlayê û nexasme piştî keça wê bû ber nade. Lê Jîla, ya ku her çi qas hez ji Moravî jî dike, naxwaze keça xwe û mêrê xwe ji dest bide, lewma ew telefona wî blok dike.

Rewşa kardoxî ya derûnî têk diçe û qaşo ew bi şev ecinan dibîne. Morav jî ji ber nedîtina Jîlayê û keça wê rojekê pir têk diçe, vedixwe û deriyê odeya xwe digire û agirî ber dide wan cilkên wî ji keça xwe ra kirîbûn û mane li nik wî. Agir ber dibe milên wî, lê bab û bira deriyî vedikin û wî dibin nexweşxaneyê. Ew li wê derê pê dizane ku Jîlayê xwe sotiye û piraniya leşê wê ketiye ber agirî. Em li dawiyê dizanin ku Morav li mal e, hez nake çi jinekê bîne û heza wî bo Jîlayê jî berdewam e.

Gelek serhatî û kesayetî di vê romanê da diyar dibin wek mamosteyê ku şîretan li Moravî dike, mîna ku mamoste ew eql e yê Moravî ji dest dayî. Tavîn, xwîşka Jîlayê û peywendiya wê bi Moravî ra û herweha Nazan ya ku ji ewrûpayê hatî da şû bi Moravî bike. Hevalê wî Feryad yê ku herdem di tengaviyan da piştgirê wî bû. Çîroka jina êzidî û keça wê û reva ber bi Ewrûpayê.

 

ناڤێ کتێبێ: دو وه‌رز و ژانه‌ک

نڤیسکار: ئه‌نمار سه‌لاح

وه‌شانخانه‌: پرتووکخانه‌یا خانی ل دهۆکێ

چاپخانه‌: ته‌هران، ئیران

سالا وه‌شانێ: ٢٠٢٠ 

هه‌ژمارا ڕووپه‌لان: ٢٠٦ 

 

دو وه‌رز و ژانه‌ک ڕۆمانه‌کا جڤاکی یه‌ و ژ بلی ڤه‌گێرانا سه‌رهاتیا ژنه‌کێ و مێر و یارێ وێ و دۆرهێلا ئه‌و تێ دا دژین، ئه‌و هه‌روه‌ها ب پرسێن فه‌لسه‌فی و ده‌روونی ژی مشته‌. گه‌له‌ک پرسیار ژی ڕاستی خوه‌نده‌ڤانی دبن، وه‌ک پرسیارا کا شاشی و ڕاستیا ڕه‌فتاران ب دیتنێن که‌سان یێن ژێک جودا یێن ده‌ربارێ وان ڕه‌فتاران ڤه‌ گرێدایی یه‌ یان د ڕه‌فتاران ب خوه‌ دا یه‌.‌

ژیلا خوه‌نده‌کارا ماسته‌رێ یه‌ و ل زانینگه‌هێ ژی کار دکه‌. مێرێ وێ کاردۆخ به‌رپرسه‌کێ ئاسایشێ یه‌. ژیلا حه‌ز ژ مێرێ خوه‌ دکه‌، لێ وێ ژ بلی مێری دخوه‌ست یاره‌ک ژی هه‌به‌ کو حه‌زێن وێ یێن کووڤی تێر بکه‌. ئه‌و یار ژی مۆراڤ بوو یێ حه‌فت سالان ژ وێ بچووکتر بوو.

شه‌ڤه‌کێ نۆبه‌یا مێرێ وێ بوو ل سه‌ر کاری و وێ ئه‌و ب ده‌رفه‌ت دیت کو ل گه‌ل مۆراڤی بچه‌ ده‌رڤه‌یێ باژێری بۆ ناڤ دارستان و چۆلان. ئه‌و و مۆراڤ د ترمبێلێ دا ڤه‌دخون، سه‌رخوه‌ش دبن و دلداریه‌کا هار دکن. پۆلیس ب سه‌ر وان دا دگره‌، ژیلا د وێ تاریێ دا و پێخاس دره‌ڤه‌ و مۆراڤ دهێ گرتن و ل بنگه‌هه‌کێ پۆلیسان ژێپرسین پێ ڕا دهێ کرن. مۆراڤێ سه‌رخوه‌ش ڕاستیێ دبێژه‌ و ناڤێ ژنا پێ ڕا بوو و نه‌که‌فتبوو ده‌ستێ پۆلیسان ئه‌شکه‌ره‌ دکه‌ و پۆلیس وی به‌ر ددن.

ژیلا د وێ تاریێ دا و ب پێیێن بریندار خوه‌ دگه‌هینه‌ مالا خویشکا خوه‌ تاڤینێ و سپێده‌یێ برینێن خوه‌ ل بنگه‌هه‌کێ ته‌ندورستیێ ده‌رمان دکه.‌

کاردۆخ وێ شه‌ڤێ ل کاری ژێپرسینێ ل گه‌ل زلامه‌کی دکه‌ کو وی ژنه‌کا ب مێر بربوو ده‌رڤه‌ و دلداری پێ ڕا کربوو. وه‌ختێ کاردۆخ ڕۆژا دوو ڕا دهێ مال و ژنا خوه‌ د وی حالی دا دبینه‌ و به‌رسڤه‌کا زه‌لال ل سه‌ر وان برینان ژێ وه‌رناگره‌، شکا وی دچه‌ سه‌ر ژیلایێ کو دبه‌ ئه‌و ب وی زلامی ڕا بوو. له‌وما، ئه‌و ڕۆژا دیتر وه‌سا ل وی زلامێ ده‌سته‌سه‌رکری دخه‌، ئه‌گه‌ر پۆلیسێن ل وێ ده‌رێ نه‌بوونا، دێ وی ئه‌و کوشتبا. لێ پاشی دیار دبه‌ کو ئه‌و زلام وێ شه‌ڤێ ل گه‌ل ژنه‌کا دی بوو.

پشتی ده‌مه‌کێ ژیلا دوجان دبه‌ و ئه‌و ل جه‌م کاردۆخێ، کو ئه‌و چه‌ند سالن ئه‌و پێک ڤه‌ و وان زارۆک نه‌بوویه‌، تشته‌کێ چاڤه‌رێنه‌کری بوو. کاردۆخ پشتی چه‌ند مه‌هان پێ دزانه‌ کو بنگه‌هه‌کێ پۆلیسان، هه‌ر وێ شه‌ڤا ئه‌و ل نۆبه‌یا خوه‌ یا کاری بوو، زلامه‌ک گرتبوو و گۆیا ئه‌و ب ژنا وی ژیلایێ ڕا بوو و ژن نه‌که‌تبوو ناڤ ده‌ستێ پۆلیسان و ڕه‌ڤی بوو.

ئێدی ئه‌و ژ وێ پشتراست دبه‌ کو ژنا وی خیانه‌ت ل وی کریه‌ و دبه‌ ئه‌ڤ زارۆک یێ د زکێ وێ دا ژی نه‌ یێ وی به‌. ئه‌و گه‌له‌ک عێجز دبه‌ و ل ژنا خوه‌ دخه‌ و ژیانێ لێ ته‌نگاڤ و نه‌خوه‌ش دکه‌. لێ ناخوازه‌ وێ بکوژه‌ دا کو ژ به‌ر وێ نه‌که‌ڤه‌ زیندانان و ناخوازه‌ به‌ر بده‌ ژی دا هه‌تکا وی د ناڤ ناس و که‌سووکاران دا نه‌چه.‌

هه‌ر د هه‌مان ده‌مێ دا مۆراڤ ل گه‌ل هه‌ڤالێ خوه‌ کۆچباری ب قه‌چاخی چووبوویه‌ ترکیه‌یێ. وێ شه‌ڤا کو دێ وان خوه‌ ل ئاڤێ دابوویا، ژیلا ته‌له‌فۆنا وی دکه‌ و دبێژه‌یێ ئه‌و ب زارۆکه‌. ئێدی ئه‌و، ژ به‌ر ژیلایێ و زارۆکێ د زکێ وێ دا، ده‌ڤ ژ سه‌فه‌را خوه‌ یا به‌ر ب ئه‌ورووپایێ به‌ر دده‌ و ڤه‌دگه‌ره‌ دهۆکێ. ئه‌و په‌یوه‌ندیێ ب ژیلایێ دکه‌ و هه‌ر چه‌نده‌ مامۆسته‌یێ وی شیره‌تێ لێ دکه‌ کو ئه‌ڤ کاره‌کێ شاشه‌ و دڤێ ئه‌و ژ بۆ سلامه‌تیا ژیلایێ و که‌چا وێ، خوه‌ ژ ژیلایێ دوور بگره‌، لێ ئه‌و هه‌ر ب یا خوه‌ دکه.‌

کاردۆخی باوه‌ری ب ژیلایێ نامینه‌ و ئه‌و جاره‌کێ دچه‌ گوندی و ژ وێ ده‌رێ ب ڕێیا کامیره‌یێن چاڤدێریێ، یێن وی ل مال دانابوون، دبینه‌ کو زلامه‌ک دهێ مال جه‌م ژنا وی و وێ هه‌مبێز و ماچ دکه‌ و پێ ڕا دچه‌ د ئۆده‌یا وێ ڤه‌. ئێدی کاردۆخ هار و دین دبه‌ و ڤه‌دگه‌ره‌ مال و د وی ده‌مێ ژیلا تێ دا ل مالا دایکا خوه‌ بوو، ئه‌و ژ کەربان دا ئاگری به‌ر دده‌ ئۆده‌یا وێ.

هه‌روه‌ها چه‌ند زلامان دشینه‌ سه‌ر مۆراڤی و ئه‌و باش لێ دخن کو بۆ ده‌مه‌کێ درێژ نکاربوو ڕابه‌ سه‌ر پێیان. پشتی وێ ئاگر به‌ر دبه‌ مالا مامۆسته‌یی، یێ کو مۆراڤی پرسێن خوه‌ پێ دکرن و شیره‌ت ژێ دخوه‌ست. مامۆسته‌ د وێ شه‌واتێ دا دمره.‌

مۆراڤ دزانه‌ کا کی ل پشت ڤان هه‌می بوویه‌رانه‌، لێ ته‌ڤی وێ ژی ئه‌و ده‌ڤ ژ ژیلایێ و نه‌خاسمه‌ پشتی که‌چا وێ بوو به‌ر ناده‌. لێ ژیلا، یا کو هه‌ر چ قاس حه‌ز ژ مۆراڤی ژی دکه‌، ناخوازه‌ که‌چا خوه‌ و مێرێ خوه‌ ژ ده‌ست بده‌، له‌وما ئه‌و ته‌له‌فۆنا وی بلۆک دکه‌.

 ڕه‌وشا کاردۆخی یا ده‌روونی تێک دچه‌ و قاشۆ ئه‌و ب شه‌ڤ ئه‌جنان دبینه‌. مۆراڤ ژی ژ به‌ر نه‌دیتنا ژیلایێ و که‌چا وێ ڕۆژه‌کێ پر تێک دچه‌، ڤه‌دخوه‌ و ده‌ریێ ئۆده‌یا خوه‌ دگره‌ و ئاگری به‌ر دده‌ وان جلکێن وی ژ که‌چا خوه‌ ڕا کریبوون و مانه‌ ل نک وی. ئاگر به‌ر دبه‌ ملێن وی، لێ باب و برا ده‌ریی ڤه‌دکن و وی دبن نه‌خوه‌شخانه‌یێ. ئه‌و ل وێ ده‌رێ پێ دزانه‌ کو ژیلایێ خوه‌ سۆتیه‌ و پرانیا له‌شێ وێ که‌تیه‌ به‌ر ئاگری. ل داویێ ئه‌م دزانن کو مۆراڤ ل ماله‌، حه‌ز ناکه‌ چ ژنه‌کێ بینه‌ و حه‌زا وی بۆ ژیلایێ ژی به‌رده‌وامه.‌

گه‌له‌ک سه‌رهاتی و که‌سایه‌تی د ڤێ ڕۆمانێ دا دیار دبن وه‌ک مامۆسته‌یێ کو شیره‌تان ل مۆراڤی دکه‌، مینا کو مامۆسته‌ ئه‌و ئه‌قله‌ یێ مۆراڤی ژ ده‌ست دایی. تاڤین، خویشکا ژیلایێ و په‌یوه‌ندیا وێ ب مۆراڤی ڕا و هه‌روه‌ها نازان یا کو ژ ئه‌ورووپایێ هاتی دا شوو ب مۆراڤی بکه‌. هه‌ڤالێ وی فه‌ریاد یێ کو هه‌رده‌م د ته‌نگاڤیان دا پشتگرێ وی بوو. چیرۆکا ژنا ئێزدی و که‌چا وێ و ڕه‌ڤا به‌ر ب ئه‌ورووپایێ.


onsdag 28 juli 2021

Sê goşeya tawanê

Navê kitêbê: Sê goşeya tawanê
Nivîskar: Hesen Îbrahîm
Weşanxane: Rêveberiya çap û weşana Dihokê
Çapxane: Çapxaneya parêzgeha Dihokê
Sala weşanê: 2014
Hejmara rûpelan:


Sê goşeya tawanê romaneka dîrokî, belgeyî ye, behsa serhatiya her sê komkujiyên ermen, cuhî û kurdan dike.

Pişka yekem dest bi kuştara ermenan dike. Salumun 18 salî bû dema ku ermenên Erzincanê li ber çavên wî ber bi mirinê dihatin ajotin. Wî bi çavên xwe dît ka çawa dayika wî û her du birayên wî hatin kuştin û çawa cendirme û serbazên tirk destdirêjî kir ser xwîşka wî û ew bi xwe ra bir.

Di wê karesatê da dirbek bi serê wî dikeve û ew bi di bin kelexên kuştiyan da dimîne. Paşî ew xwe digehîne maleka kurdan li gundekî û kurd alîkariya wî dikin û xwe digehîne Îranê û paşî li Elmanyayê bicih dibe. Telet Paşa jî yê ku fermana kuştina xelkê wî dabû diçe Elmanyayê û Salumun û ermenên wê derê pê dizanin. Salumun erkê kuştina wî hil dide ser xwe û bi debanceyekê Telet Paşayî li Elmanya dikuje. Ew li ser wê kiryarê dihê girtin, lê dadgeh wî bê sûc dibîne û azad dike.

Di pişka duyem da vegêrana bûyerên komkujiya cuhîyan e. Her ji destpêkirina wê li Elmanya û biserdagirtina milk û malên wan û paşî girtina wan û bicihkirina wan di serbazgeh û girtîgehên taybetî da. Li gel berçavkirina awayên bikarînana wan, êşkencedan û jinavbirina wan, wek nimûne di sotingehan da.

Pişka sêyem ji bo enfalkirina kurdan li başûrê Kurdistanê hatiye terxankirin. Cih Helebce ye û Omerê Xawer kurê xwe Mihemedî bi sîngê xwe ve dişidîne, wek ku dixwaze wî biparêze û di revê da bayê mirinê ji wan digire ew bi kurê xwe ra dikevin ser erdî.

Tabloyeka êşbar li ser karesata Helece, enfala yekem û heta ya heştem û li ser girtin, komkujî, derbiderkirin û reva milyonî di vê berhemê da dihê berçavkirin.

Di pişka sêyem û ya dawiyê da sê rêving di trênekê da li Elmanyayê li hemberî yekûdu rûdinin, her yek ji wan pirtûkekê bi destê xwe digire û dixwîne. Yê cuhî li ser holokostê, yê fele li ser kuştara ermenan û yê kurd li ser enfalkirina kurdan. Ew pirtûk dibin egera hevnasîna wan û destpêkrina goûbêjekê di navbera wan da li ser kumkujiyên bi serê her sê miletan hatine.  

 

ناڤێ کتێبێ: سێ گۆشه‌یا تاوانێ

نڤیسکار: حه‌سه‌ن ئیبراهیم

وه‌شانخانه‌: ڕێڤه‌به‌ریا چاپ و وه‌شانا دهۆکێ

چاپخانه‌: چاپخانه‌یا پارێزگه‌ها دهۆکێ

سالا وه‌شانێ: ٢٠١٤ 

هه‌ژمارا ڕووپه‌لان:

 

سێ گۆشه‌یا تاوانێ ڕۆمانه‌کا دیرۆکی، به‌لگه‌یی یه‌، به‌حسا سه‌رهاتیا هه‌ر سێ کۆمکوژیێن ئه‌رمه‌ن، جوهی و کوردان دکه.‌

پشکا یەکەم دەست ب کوشتارا ئەرمەنان دکە. سالومون ١٨ سالی بوو دەما کو ئەرمەنێن ئەرزنجانێ ل بەر چاڤێن وی بەر ب مرنێ دهاتن هاژۆتن. وی ب چاڤێن خوە دیت کا چاوا دایکا وی و هەر دو برایێن وی هاتن کوشتن و چاوا جەندرمە و سەربازێن ترک دەستدرێژی کر سەر خویشکا وی و ئەو ب خوە ڕا بر. 

د وێ کاره‌ساتێ دا دربه‌ک ب سه‌رێ وی دکه‌ڤه‌ و ئه‌و ب د بن که‌له‌خێن کوشتیان دا دمینه‌. پاشی ئه‌و خوه‌ دگه‌هینه‌ مالەکا کوردان ل گونده‌کی و کورد ئالیکاریا وی دکن و خوه‌ دگه‌هینه‌ ئیرانێ و پاشی ل ئه‌لمانیایێ بجهـ دبه‌. ته‌لعه‌ت پاشا ژی یێ کو فه‌رمانا کوشتنا خه‌لکێ وی دابوو دچه‌ ئه‌لمانیا و سالومون و ئه‌رمه‌نێن وێ ده‌رێ پێ دزانن. سالومون ئه‌رکێ کوشتنا وی هل دده‌ سه‌ر خوه‌ و ب ده‌بانجه‌یه‌کێ ته‌لعه‌ت پاشایی ل ئه‌لمانیا دکوژه‌. ئه‌و ل سه‌ر وێ کریارێ دهێ گرتن، لێ دادگه‌هـ وی بێ سووج دبینه‌ و ئازاد دکه.‌

د پشکا دویه‌م دا ڤه‌گێرانا بوویه‌رێن کۆمکوژیا جوهییانه‌. هه‌ر ژ ده‌ستپێکرنا وێ ل ئه‌لمانیا و بسه‌رداگرتنا ملک و مالێن وان و پاشی گرتنا وان و بجهکرنا وان د سه‌ربازگه‌هـ و گرتیگه‌هێن تایبه‌تی دا. ل گه‌ل به‌رچاڤکرنا ئاوایێن بکارئینانا وان، ئێشکه‌نجه‌دان و ژناڤبرنا وان، وه‌ک نموونه‌ د سۆتنگه‌هان دا.

پشکا سێیه‌م ژ بۆ ئه‌نفالکرنا کوردان ل باشوورێ کوردستانێ هاتیه‌ ته‌رخانکرن. جهـ هه‌له‌بجه‌ یه‌ و عۆمه‌رێ خاوه‌ر کورێ خوه‌ محه‌مه‌دی ب سینگێ خوه‌ ڤه‌ دشدینه‌، وه‌ک کو دخوازه‌ وی بپارێزه‌ و د ڕه‌ڤێ دا بایێ مرنێ ژ وان دگره‌ و ئه‌و ب کورێ خوه‌ ڕا دکه‌ڤن سه‌ر ئه‌ردی.

تابلۆیه‌کا ئێشبار ل سه‌ر کاره‌ساتا هه‌له‌جه‌، ئه‌نفالا یه‌که‌م و هه‌تا یا هه‌شته‌م و ل سه‌ر گرتن، کۆمکوژی، ده‌ربده‌رکرن و ڕه‌ڤا ملیۆنی د ڤێ به‌رهه‌مێ دا دهێ به‌رچاڤکرن.

د پشکا سێیه‌م و یا داویێ دا سێ ڕێڤنگ د ترێنه‌کێ دا ل ئه‌لمانیایێ ل هه‌مبه‌ری یه‌کوودو ڕوودنن، هه‌ر یه‌ک ژ وان پرتووکه‌کێ ب ده‌ستێ خوه‌ دگره‌ و دخوینه‌. یێ جوهی ل سه‌ر هۆلۆکۆستێ، یێ فه‌له‌ ل سه‌ر کوشتارا ئه‌رمه‌نان و یێ کورد ل سه‌ر ئه‌نفالکرنا کوردان. ئه‌و پرتووک دبن ئه‌گه‌را هه‌ڤناسینا وان و ده‌ستپێکرنا گۆئووبێژه‌کێ د ناڤبه‌را وان دا ل سه‌ر کومکوژیێن ب سه‌رێ هه‌ر سێ ملەتان هاتنە.