Eza xwe di komê da neperçiqînin
Ez tênagehim ka çima
demê mirov behsê xwe wek takekes û ferd dike ez û minê bi kar naîne û xwe wek
kom bi nav dike.
Ev demekê dirêj e bala
min d medyaya başûrê welatî da ketiye ser wê çendê, ji bo numûne, demê ku nivîskarek
nivîseka xwe di rojname yan kovarekê da belav dike û behsê wê ҫendê dike,
dibêje nivîseka (me) li filan derê hatiye belavkirin. Ew bi xwe nivîs ya
wî bi xwe, bi tenê ye, ya tekekî ye, ne ya gelek kesan e, lê ew xwe di wê rewşê
da wek kom bi nav dike.
Ne bes ev, lê dê ji bo
nimûne bînî kesek bi tena serê xwe çûye seredana kesekî yan kesek hatiye
seredana wî yan wê û dê li wê derê jî bînî ew xwe wek (em) diyar bike û dibêje
(em) çûn seredana filan kesî yan filan kes hat seredana (me).
Erê çi arêşe di wê da ye
ku mirov rastiyê bibêje û ji eza xwe şerim neke û wê, wek heyî bi ez bi nav
bike! Bo çi mirov bisteh nake û baweriyê bi xwe naîne û bibêje ez çûm seredana
filan kesî yan nivîseka min di filane cihî da hat belav kirin! Erê gelo di vê
da pirsgirêkeka me ya derûnî heye ku em xwe bi emkirin û mekirinê hêjatir,
bilindtir û mezintir ji ezê dibînin?
Ma wextê hindek kesên
berpirsiyar û desthilatdar ji xwe negirin û di behsikirina xwe de, wek kes, ezê
bi lêv bikin, û bi wî rengî hewil didin yê beranber neҫar dikin ku bi zimanê komê
li wan vegêre, ҫima em dê bidin dû wan û dê zimanê xwe xwe xwehir bikin û ezê
jê bimehînin!
Em hemî dizanin ku
civak ji ferdan pêk dihê û ferdên azad û bawerî bi xwe heyî civakeka azad û bawerî
bi xwe bûyî çêdikin. Ma ne duristtir e ku tişt û halet wek xwe û wek heyî bên
binavkirin! Ez bi xwe dibînim ku pêdivî ye em eza xwe azad bikin û wê di komê
da nexendiqînin û bisteh bikin bêjin ez û min û rê nedin ew di komê da wenda
be. Tak tak e û kom kom e û cihnavên kesî jî di kurmanciyê da zelal û diyar in.
ئهزا خوه د کۆمێ دا نهپهرچقینن
ئهز تێناگههم کا چما دهمێ مرۆڤ بهحسێ خوه وهک
تاکەکهس و فهرد دکت ئهز و منێ ب کار نائینت و خوه وهک کۆم ب ناڤ دکت.
ئهڤ دهمهکێ درێژە بالا من بێهتر د مەدیایا باشوورێ
وەلاتی دا کهتیه سهر وێ چهندێ، ژ بۆ نموونە دهمێ کو نڤیسکارهک نڤیسهکا خوه
د ڕۆژنامه یان کۆڤارهکێ دا بهلاڤ دکت و بهحسێ وێ چهندێ دکت، دبێژت نڤیسهکا
(مه) ل فلان دهرێ هاتیه بهلاڤکرن. ئهو ب خوه نڤیس یا وی ب خوه، ب تهنێ یه،
یا تاکهکی یه، نه یا گهلهک کەسانه، لێ ئهو خوه د وێ ڕهوشێ دا وهک کۆم ب
ناڤ دکت.
نه بهس ئهڤ، لێ دێ ژ بۆ نموونه بینی کهسهک ب تهنا
سهرێ خوه چوویه سهرهدانا کهسهکی یان کهسهک هاتیه سهرهدانا وی یان وێ و
دێ ل وێ دهرێ ژی بینی ئهو خوه وهک (ئهم) دیار دکت و دبێژت (ئهم) چوون سهرهدانا
فلان کهسی یان فلان کهس هات سهرهدانا (مه).
ئهرێ چ ئارێشه د وێ دا هەیه کو مرۆڤ ڕاستیێ ببێژت و ژ
ئهزا خوه شهرم نهکت و وێ، وەک هەیی ب ئەز ب ناڤ بکت! بۆ چ مرۆڤ بستههـ ناکت
و باوهریێ ب خوه نائینت و ببێژت ئهز چووم سهرهدانا فلانە کهسی یان نڤیسهکا
من د فلانه جهی دا هات بهلاڤ کرن! ئهرێ گهلۆ د ڤێ دا پرسگرێکهکا مه یا دهروونی
ههیه کو ئهم خوه ب ئهمکرن و مهکرنێ هێژاتر، بلندتر و مهزنتر ژ ئەزێ دبینن؟
ما وهختێ هندهک کهسێن بهرپرسیار و دهستهلاتدار ژ
خوه نهگرن د بهحسکرنا خوه دا، وهک کهس، ئهزێ ب لێڤ بکن، ئو ب وی ڕهنگی ههول
ددن یێ بهرانبهر نهچار بکن، ب زمانێ کۆمێ ل وان ڤهگێرت، چما ئهم دێ بدن دوو
وان و دێ زمانێ خوه خوه خوههر بکن و ئهزێ ژێ بمهحینن!
ئهم ههمی دزانن کو جڤاک ژ تاکەکەسان، ژ فهردان پێک
دهێت و فهردێن ئازاد و باوهری ب خوه ههیی جڤاکهکا ئازاد و باوهری ب خوه
بوویی چێدکن. گەلۆ ما نه دورستتره کو تشت و حالهت وهک خوه و وهک ههیی بهێن
ب ناڤ کرن! ئهز ب خوه دبینم کو پێدڤی یه ئهم ئهزا خوه ئازاد بکن و وێ د کۆمێ
دا نهخهندقینن و بستههـ بکن وەک باب و کالان ببێژن (ئهز) و (من) و ڕێ نهدن ئهو
د کۆمێ دا وهندا ببت. تاک تاکه و کۆم کۆمه و جهناڤێن کهسی ژی د کورمانجیێ دا
زهلال و دیارن.