Navê
kitêbê: Êva, temamtirîn çêkirîya Xudê
Nivîskar: Diyar
Eredinî
Weşanxane: Pirtûkxaneya
Atra
Sala weşanê:
2018
Hejmara
rûpelan: 250
Ev roman viyan
û kerbê, Mem û Zîn û Bekoyî bi vebêjî û kirasekê din pêşkêşî xwendevanan dike.
Herweha balê dikêşe ser pirsa maytêkirina dayûbaban di biryara şûkirina keçan
da û sinordarkirina azadiya kesî di hilbijartina subehîya xwe da.
Viyar
xortek e, xwendina endazyarîyê temam kiriye, dayik û bab lê mirine û ew ji wî
malê wan jê ra hiştibû, xaniyekî ji xwe ra ava dike û dikaneka gulavfiiroşîyê
jî vedike. Wî û Aryyayê gelek hez ji hevûdu dikir, lê Aryayê da dû biryara
malbatê û şû bi wî kir yê wan jê ra hilbijartî û Viyar hêla. Pey vê bûyerê
Viyarî dilê xwe li ber keçan girt û xwe da karê xwe yê gulavfiroşiyê heta ku
Êva bû bikira wî ya gulavê û dilê wî li ber xwe vekir û herduyan gelek hez ji
yekûdu kir.
Arêşeya
Êvayê ew bû ku babê wê nemabû û mamê wê xwe bi xudanê wan dizanî û jê dixwest
şû bi kurê wî Eşresî bike. Zêdebarî vê, kurmamê wê yê ku meyvexwer û diz bû, yê
ku her li dû destdirêjî û pûçatîyan bû, bela xwe ji wê venedikir û digotê te
bivêt û nevêt tu ya min î.
Piştî
bêhêvîbûna xwe azadkirinê ji gefên kurmamî, Êva û Viyar biryarê didin ji xwe ra
bi hev re bijîn û Viyar bi xwe odeyeka nihînî li bin metbexa mala xwe ava dike.
Êva jî nameyekê ji dayika xwe ra dihêle ku ew xwe dihavêje avê û xwe dikuje. Lê
ew li şûna wê diçe mala Viyarî û bi nihênî, di wê odeya li bin eredî da pê ra
dijî û piştî demekî Êva ducan dibe. Viyar jî dikana xwe difiroşe û ji bo ku her
nêzîkî Êvayê bibe, li bîstanê bi rex malê ve kar dike.
Hemî, piştî
gelek lêgeryanê ji dîtina Êvayê bêhîvî dibin, lê Eşres dixwaze wê bibîne û tola
xwe jê vebike. Ew di odeya wê da komputera wê dibîne û bi porgramekê hemî wan
wêne û vîdyoyên jê havêtî vedigerîne nav. Ew di nav wan de vîdyoyên mala
Viyyarî dibîne û wê odeya nihînî ya wî ava dikir. Êdî ew çend rojan çavdêrîya
wan dike û dixwaze wan bi terzekê pirî jan ji nav bibe. Rojekê Êva ji Viyarî dixwaze
ew wê bibe derve da, piştî ew qas roj û mehên li bin erdî, bêhin bike bayê
derve.
Viyar
kincên xwe yên kuran dike ber Êvayê û wê bi şev derdixe derve û piyaseyekê di
nav wan bîstan û baxên nêzîk da dikin. Di wan kêlîkan da Eşres li wê derê bû,
çavdêrîya wan dikir. Ku wî dît ew ji xanî dûrketin, ew yekser ket nav odeya wan
ya nihînî û her çi av û xwarina hebû jê derxist û xwe di xanîyî da li ber wan
veşart. Viyar û Êva paşî vedigerin û dadikevin odeya xwe yan binerd û di wê gavê
da Eşres derîyî bi ser wan da digire û wan di wê odeyê da zîndan dike. Her du çend
rojan dimînin girtî û demê Eşres pê dizane ku ew êdî bê taqet û bê hiş bûne, ew
dadikev odeya bin erdî û herdu kelexên bêliv, li ser textî razandî dibîne. Êva
hema çavên xwe vedike û nimnimekê dike û Eşres jê fehim dike ku ew avê dixwaze
û diçe pey avê, lê ne ji bo ku bideyê, bes ji bo ku li ber çavên wê vexwe û wê
bêhtir azar bide. Her ku ew ji dergehê odeyê serdikeve silal darek bi pişta
serê wî dikeve û dixe erdî. Ew kesê dar lê xistî hevalê Viyarî, Azar bû ku
hatibû seredana wî û bala wî ketibû ser Eşresî û têgehişibû ka mesele çi ye û
weha ew dar lêxist û polîs agahdar kirin û herdu birin nexweşxaneyê.
Em li dawiyê dizanin ku Eşres hatiye zîndan kirin, Êva û kurê wê Êvyar
li gel dayika Êvayê li mala xwe ne û du sal bi ser bûyerê da borîne û Viyar sax
e, lê di bêhişîyê da ye û Êva bi hîvî ye ku ew rojekê hişyar be û wan hembêz
bike.
Behsê gelek pirs û babetan û kesên din jî di vê romanê da dihên kirin
wek Yûsifê cîranê Viyarî û hevalê wî Arazî û hevalê bapîrê wî Cengîzî.
Ji rûpelê 179: ”Erê û
nuke dibêjit du bendeyên min hemû viyana min virêkirî ser erdî ya bo xwe birî û
yê bi nihênî ve didin êkûdu! Êva, li vî bajêrî viyan bi nihênî dihêt parvekirin
û kerb û kîn bi aşkerayî. Jidayikbûn bi nihênî ye di jorekê da û kuştin bi
aşkerayî.”
ناڤێ کتێبێ: ئێڤا،
تەمامترین چێکرییا خودێ
نڤیسکار: دیار
ئەرەدنی
وەشانخانە: پەرتووکخانەیا
ئاترا
سالا وەشانێ: ٢٠١٨
هەژمارا رووپەلان: ٢٥٠
ئهڤ ڕۆمان ڤیان و کهربێ، مهم
و زین و بهکۆیی ب ڤهبێژی و کراسهکێ دن پێشکێشی خوهندهڤانان دکه. ههروهها
بالێ دکێشه سهر پرسا مایتێکرنا دایووبابان د بریارا شووکرنا کهچان دا و سنۆردارکرنا
ئازادیا کهسی د هلبژارتنا سوبههیا خوه دا.
ڤیار خۆرتهکه، خوهندنا ئهندازیارییێ تەمام کریه، دایک و باب لێ مرنه و ئهو ژ وی مالێ وان ژێ ڕا هشتبوو، خانییهکی ژ خوه ڕا ئاڤا دکه و دکانهکا گولاڤفرۆشییێ ژی ڤهدکه. وی و ئاریایێ گهلهک حهز ژ ههڤوودو دکر، لێ ئاریایێ دا دوو بریارا مالباتێ و شوو ب وی کر یێ وان ژێ ڕا هلبژارتی و ڤیار هێلا. پهی ڤێ بوویهرێ ڤیاری دلێ خوه ل بهر کچان گرت و خوه دا کارێ خوه یێ گولاڤفرۆشیێ ههتا کو ئێڤا بوو بکرا وی یا گولاڤێ و دلێ وی ل بهر خوه ڤهکر و ههردویان گهلهک حهز ژ یهکوودو کر.
ئارێشهیا ئێڤایێ ئهو بوو کو
بابێ وێ نهمابوو و مامێ وێ خوه ب خودانێ وان دزانی و ژێ دخوهست شوو ب کورێ وی
ئهشرهسی بکه. زێدهباری ڤێ، کورمامێ وێ یێ کو مهیڤهخوهر و دز بوو، یێ کو ههر
ل دوو دهستدرێژی و پووچاتییان بوو، بهلا خوه ژ وێ ڤهنهدکر و دگۆتێ ته بڤێت و
نهڤێت تو یا منی.
پشتی بێهێڤیبوونا خوه ئازادکرنێ
ژ گهفێن کورمامی، ئێڤا و ڤیار بریارێ ددن ژ خوه ڕا ب ههڤ ڕه بژین و ڤیار ب خوه
ئۆدهیهکا نهینی ل بن مهتبهخا مالا خوه ئاڤا دکه. ئێڤا ژی نامەیهکێ ژ دایکا
خوه ڕا دهێله کو ئهو خوه دهاڤێژه ئاڤێ و خوه دکوژه. لێ ئهو ل شوونا وێ دچه
مالا ڤیاری و ب نهێنی، د وێ ئۆدهیا ل بن ئهرهدی دا پێ ڕا دژی و پشتی دهمهکی ئێڤا
دوجان دبه. ڤیار ژی دکانا خوه دفرۆشه و ژ بۆ کو ههر نێزیکی ئێڤایێ ببه، ل بیستانێ
ب ڕهخ مالێ ڤه کار دکه.
ههمی، پشتی گهلهک لێگهریانێ،
ژ دیتنا ئێڤایێ بێهیڤی دبن، لێ ئهشرهس دخوازه وێ ببینه و تۆلا خوه ژێ ڤهبکه.
ئهو د ئۆدهیا وێ دا کۆمپوتهرا وێ دبینه و ب پۆرگرامهکێ ههمی وان وێنه و ڤیدیۆیێن
ژێ هاڤێتی ڤهدگهرینه ناڤ. ئهو د ناڤ وان دا ڤیدیۆیێن مالا ڤیاری دبینه و وێ ئۆدهیا
نهینی یا وی ئاڤا دکر. ئێدی ئهو چهند ڕۆژان چاڤدێرییا وان دکه و دخوازه وان ب
تهرزهکێ پری ژان ژ ناڤ ببه. ڕۆژهکێ ئێڤا ژ ڤیاری دخوازه ئهو وێ ببه دهرڤه،
دا پشتی ئهو قاس ڕۆژ و مههێن ل بن ئهردی بێهن بکه بایێ دهرڤه.
ڤیار کنجێن خوه یێن کوران دکه بهر ئێڤایێ و وێ ب شهڤ دهردخه دهرڤه و پیاسهیهکێ د ناڤ وان بیستان و باخێن نێزیک دا دکن. د وان کێلیکان دا ئهشرهس ل وێ دهرێ بوو، چاڤدێرییا وان دکر. کو وی دیت ئهو ژ خانی دوورکهتن، ئهو یهکسههر کهت ناڤ ئۆدهیا وان یا نهینی و ههر چ ئاڤ و خوارنا ههبوو ژێ دهرخست و خوه د خانییی دا ل بهر وان ڤهشارت. ڤیار و ئێڤا پاشی ڤهدگهرن و دادکهڤن ئۆدهیا خوه یا بنهرد و د وێ گاڤێ دا ئهشرهس دهرییی ب سهر وان دا دگره و وان د وێ ئۆدهیێ دا زیندان دکه. ههر دو چهند ڕۆژان دمینن گرتی و دهمێ ئهشرهس پێ دزانه کو ئهو ئێدی بێ تاقهت و بێ هش بوونه، ئهو دادکهڤ ئۆدهیا بن ئهردی و ههردو کهلهخێن بێلڤ، ل سهر تهختی ڕازاندی دبینه. ئێڤا ههما چاڤێن خوه ڤهدکه و نمنهکێ دکه و ئهشرهس ژێ فههم دکه کو ئهو ئاڤێ دخوازه و دچه پهی ئاڤێ، لێ نه ژ بۆ کو بدهیێ، بهس ژ بۆ کو ل بهر چاڤێن وێ ڤهخوه و وێ بێهتر ئازار بده. ههر کو ئهو ژ دهرگههێ ئۆدهیێ سهردکهڤه سلال دارهک ب پشتا سهرێ وی دکهڤه و دخه ئهردی. ئهو کهسێ دار لێ خستی ههڤالێ ڤیاری، ئازار بوو کو هاتبوو سهرهدانا وی و بالا وی کهتبوو سهر ئهشرهسی و تێگههشبوو کا مهسهله چ یه و وهها ئهو دار لێ خست و پۆلیس ئاگاهدار کرن و ههردو برن نهخوهشخانهیێ.
ئهم ل داویێ دزانن کو ئهشرهس
هاتیه زیندان کرن، ئێڤا و کورێ وێ ئێڤیار ل گهل دایکا ئێڤایێ ل مالا خوه نه و
دو سال ب سهر بوویهرێ دا بۆرینه و ڤیار ساخه، لێ د بێهشییێ دا یه و ئێڤا ب هیڤی
یه کو ئهو ڕۆژهکێ هشیار به و وان ههمبێز بکه.
بهحسێ گهلهک پرس و بابهتان
و کهسێن دن ژی د ڤێ ڕۆمانێ دا دهێن کرن؛ وهک یووسفێ جیرانێ ڤیاری و ههڤالێ وی
ئارازی و ههڤالێ باپیرێ وی جهنگیزی.
ژ رووپەلێ ١٧٩: "ئەرێ و نوکە
دبێژت دو بەندەیێن من هەموو ڤیانا من ڤرێکری سەر ئەردی یا بۆ خوە بری و یێ ب نهێنی
ڤە ددن ئێکودو! ئێڤا، ل ڤی باژێری ڤیان ب نهێنی دهیت پارڤەکرن و کەرب و کین ب
ئاشکەرایی. ژدایکبوون ب نهێنی یە د ژۆرەکێ دا و کوشتن ب ئاشکەرایی."