lördag 28 november 2020

Sîfra Silîvî / Lêgeriyanek li qetê dî

 Navê kitêbê: Sîfra Silîvî / Lêgeriyanek li qetê dî

Nivîskar: Sebrî Silêvaneyî

Weşanxane: Çapxaneya Hawar li Dihokê

Sala weşanê: 2009

Hejmara rûpelan: 147


Sîfra Silîvî romanek e li ser hevalîniya qayim ya du kesan û dorhêla wan. Ew xwendevanî dadihêle bo nav gotûbêjan derbareyê gelek pirsên hizrî yên girêdayî mirovbûnê yên mîna bûn, azadî, întîma û xudê û di van û gelekên din da geriyaneka berdewam heye li dû pirsiyaran û qedên xwe yên dî û xwebûnê.

Sermed û Hişyar Silîvî ji Sêmêlê ne û her ji zarokîniyê heval in. Ew herdu pêk ve hersê astên xwendinê; yên destpêkê, navincî û peymangeha berhevkirina mamosteyan dixwînin. Piştî xwendinê Sermed jinê diîne, lê ne Hişyar.

Sala 1988ê bajêrê Sêmêlê dihê qesifkirin û malbatek ber dikeve, jin û zelam dihên kuştin û zarokê wan yê du salî jê rizgar dibe. Hişyar li wî zarokê ku navê wî Mihemed e dibe xudan û jê ra dibe bab. Sala 1993yê Hişyar diçe Ewrûpayê û Mihemedî li Sêmêlê dihêle. Ji wê derê alîkarîya kurê xwe Mihemedî dike. Mihemed xwendina xwe ya andazyarîyê timam dike. Hişyar piştî 14 salan li xerîbîyê vedigere welatê xwe bi yekcarî û nêzîktirîn dostê wî her Sermed e. Lê tenduristîya Hişyarî têk diçe û dimire.

Sermed serhatîyên xwe li gel Hişyarî, li her sê astên xwendinê, li Sêmêl, Dihok û Mûsilê bi gelek hûrgiliyên balkêş ve dibêje. Qala rewşa civakî, siyasî, fikrî ya salên heştêyan heta salên destpêka sedsala bîstûyekê dike. Ev berhem ji bilî vegêrana serhatî û bûyerên balkêş ew herweha dagirtiye bi gengeşeyên hizrî, felsefî, lahûtî û arêşeyên snêleyan.

Ji rûpelê 101: ” Rwînişitn li ser erdî xweş e ji ber ku mirov nêzîkî axê dibit, azad dibit û hest bi zat û resenê xwe dikit. Belê rwîniştin li ser kursîkan mirovî girê didit, bigire ji kursîka helaqî heta ya serokî”

 

 

 

ناڤێ کتێبێ: سیفرا سلیڤی / لێگەریانەک ل قەتێ دی

نڤیسکار:سەبری سلێڤانەیی

وەشانخانە: چاپخانەیا هاوار ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠٠٩

هەژمارا رووپەلان: ١٤٧

سیفرا سلیڤی ڕۆمانه‌که‌ ل سه‌ر هه‌ڤالینیا قایم یا دو که‌سان و دۆرهێلا وان. ئه‌و خوه‌نده‌ڤانی دادهێله‌ بۆ ناڤ گۆتووبێژان ده‌رباره‌یێ گه‌له‌ک پرسێن هزری یێن گرێدایی مرۆڤبوونێ یێن مینا بوون، ئازادی، ئینتیما و خودێ و د ڤان و گه‌له‌کێن دن د گه‌ریانه‌کا به‌رده‌وام هه‌یه‌ ل دوو پرسیاران و قه‌دێن خوه‌ یێن دی و خوه‌بوونێ.

سه‌رمه‌د و هشیار سلیڤی ژ سێمێلێ نه‌ و هه‌ر ژ زارۆکینیێ هه‌ڤالن. ئه‌و هه‌ردو پێک ڤه‌ هه‌رسێ ئاستێن خوه‌ندنێ؛ یێن ده‌ستپێکێ، ناڤنجی و په‌یمانگه‌ها به‌رهه‌ڤکرنا مامۆسته‌یان دخوینن. پشتی خوه‌ندنێ سه‌رمه‌د ژنێ دئینه‌، لێ نه‌ هشیار.

سالا ۱۹۸۸ێ باژێرێ سێمێلێ دهێ قه‌سفکرن و مالباته‌ک به‌ر دکه‌ڤه‌، ژن و زه‌لام دهێن کوشتن و زارۆکێ وان یێ دو سالی ژێ ڕزگار دبه‌. هشیار ل وی زارۆکێ کو ناڤێ وی محه‌مه‌ده‌ دبه‌ خودان و ژێ ڕا دبه‌ باب. سالا ۱۹۹۳ێ هشیار دچه‌ ئه‌وروپایێ و محه‌مه‌دی ل سێمێلێ دهێله‌. ژ وێ ده‌رێ ئالیکاریا کورێ خوه‌ محه‌مه‌دی دکه‌. محه‌مه‌د خوه‌ندنا خوه‌ یا ئەندازیارییێ تمام دکه‌. هشیار پشتی ۱٤ سالان ل خه‌ریبییێ ڤه‌دگه‌ره‌ وه‌لاتێ خوه‌ ب یه‌کجاری و نێزیکترین دۆستێ ویبەردەوام سەرمەدە. لێ ته‌ندورستییا هشیاری تێک دچه‌ و دمره.‌

سه‌رمه‌د سه‌رهاتییێن خوه‌ ل گه‌ل هشیاری، ل هه‌ر سێ ئاستێن خوه‌ندنێ، ل سێمێل، دهۆک و مووسلێ ب گه‌له‌ک هوورگلیێن بالکێش ڤه‌ دبێژه‌. قالا ڕه‌وشا جڤاکی، سیاسی، فکری یا سالێن هه‌شتێیان هه‌تا سالێن ده‌ستپێکا سه‌دسالا بیستوویه‌کێ دکه‌. ئه‌ڤ به‌رهه‌م ژ بلی ڤه‌گێرانا سەرهاتی و بوویه‌رێن بالکێش ئەو هەروەها داگرتیه‌ ب گه‌نگه‌شه‌یێن هزری، فه‌لسه‌فی، لاهووتی و ئارێشه‌یێن سنێله‌یان.

ژ رووپەلێ ١٠١: "روینشتن ل سەر ئەردی خوەشە ژ بەر کو مرۆڤ نێزیکی ئاخێ دبت، ئازاد دبت و هەست ب زات و رەسەنێ خوە دکت. بەلێ روینشتن ل سەر کورسیکان مرۆڤی گرێ ددت، بگرە ژ کورسیکا حەلاقی هەتا یا سەرۆکی"

lördag 21 november 2020

Namya / Rojanêt cehinemiyekî

Navê kitêbê: Namya / Rojanêt cehinemiyekî

Nivîskar: Şihwan Dasinî

Weşanxane: Çapxaneya Hawar li Dihokê

Sala weşanê: 2018

Hejmara rûpelan: 227


Namya yan Rojanêt cehinemiyekî me di navbera xeyal û rastiyê da digêrîne û qala mirovan û kartêkirina eqil û reftarên wan li ser çarenivîsa wan bi xwe û dorhêla wan dike.

Namya û Wenhaş du caran û di du kirasên cuda da jiyane û hez ji yekûdu kiriye, lê ji ber derdorê nikaribûn xweşiyê pê bibin û bigehin hev. Cara duyê wekî balinde; Namya wekî kotir û Wenhaş wekî belatînk jiyan. Wê carê jî hez ji hevûdud dikin, lê li ser destên du kesan dimirin, ku ew kes paşî di jiyana sêyê de dibin babên wan.

Namya diçe beheştê û Wenhaş cehenemê û li wê derê û li bin çavdêriya xudêyê giyaneweran û berpirsê cehenemê Wenhaş dihê dadgeh kirin. Di encamê da kurê cehenemê Wenhaş û keça beheştê Namya, yên ku li wê derê jî ji hev veqetandî bûn, mafê jiyaneka nû, ya sêyem, wekî mirov distînin û li welatê Cudabûnê peyda dibin.

Namya dibe keça Êrênî, mezinê miletê heyvê û wenhaş kurê Rojoyî, mezinê miletê rojê. Babên herduyan dethilatdarên xerab in û zordariyê li xelkê xwe dikin û di şerî da ne, li dijî yekûdu. Wextê Namya û Wenhaş dibin hejde salî ew li cihekî yekûdu dibînin û yekûdu ji jiyana berî wê nas dikin û evîna wan dîsan sax dibe. Lê rojekê û di demê şerê di navbera leşkerên herdu baban da, Êrên dizane ku keça wî Namya û kurê dijminê wî Rojoyî dê li cihekî hevûdu bînin. Ew bi leşkerê xwe ve diçe ser wan û bi du tîran û li ber çavê xelkê xwe herduyan dikuje.

Di vê kitêbê da gelek çîrok hene, yek ji wan ya welatê Cudabûnê. Ka çawa miletekê nezan li wê derê roj diperist û Rojoyê diz û hîletok xwe li serê wan kir desthilatdarê miletê rojê. Ew kesên ji desthilata wî revîbûn li şûna rojê heyv perist û Êrênê nebaş û kujek bû serokê miletê heyvê. Weha welatê Cudabûnê bû du welat û herdu li dijî yek.

Gelek babet di vê berhemê da hatine livandin, mîna ka nezanîn û paşveman çi diîne serê mirov û miletan. Herweha pirsa jinê û bihayê wê wekî mirov di civaka mêran da, krasguhorîn, hezên mirovan û yariya xudayî û hêj ku di vê romanê de berçav dibin.

 

ناڤێ کتێبێ: نامیا / رۆژانێت جەهنەمیەکی

نڤیسکار: شهوان داسنی

وەشانخانە: چاپخانەیا هاوار ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٨

هەژمارا رووپەلان: ٢٢٧

 

نامیا یان ڕۆژانێت جه‌هنه‌میه‌کی مه‌ د ناڤبه‌را خه‌یال و ڕاستیێ دا دگێرینه‌ و قالا مرۆڤان و کاڕتێکرنا عەقل و ڕه‌فتارێن وان ل سه‌ر چاره‌نڤیسا وان ب خوه‌ و دۆرهێلا وان دکه.‌

نامیا و وه‌نهاش دو جاران و د دو کراسێن جودا دا ژیانه‌ و حه‌ز ژ یه‌کودو کریه‌، لێ ژ به‌ڕ ده‌ردۆڕێ نکاربوون خوه‌شیێ پێ ببن و بگه‌هن هه‌ڤ. جاڕا دویێ وه‌کی بالنده‌؛ نامیا وه‌کی کۆتر و وه‌نهاش وه‌کی به‌لاتینک ژیان. وێ جاڕێ ژی حه‌ز ژ هه‌ڤوودود دکن، لێ ل سه‌ر ده‌ستێن دو که‌سان دمرن، کو ئه‌و کەس پاشی د ژیانا سێیێ دا دبن بابێن وان.

نامیا دچه‌ به‌هه‌شتێ و وه‌نهاش جه‌هه‌نه‌مێ و ل وێ ده‌رێ و ل بن چاڤدێڕیا خودێیێ گیانه‌وه‌ران و به‌رپرسێ جه‌هه‌نه‌مێ وه‌نهاش دهێ دادگه‌هـ کرن. د ئه‌نجامێ دا‌ کورێ جه‌هه‌نه‌مێ وه‌نهاش و که‌چا به‌هه‌شتێ نامیا، یێن کو ل وێ ده‌رێ ژی ژ هه‌ڤ ڤه‌قه‌تاندی بوون، مافێ ژیانه‌کا نوو، یا سێیه‌م، وه‌کی مرۆڤ دستینن و ل وه‌لاتێ جودابوونێ په‌یدا دبن.

نامیا دبه‌ که‌چا ئێرێنی، مه‌زنێ مله‌تێ هه‌یڤێ و وه‌نهاش کوڕێ ڕۆژۆیی، مه‌زنێ مله‌تێ ڕۆژێ. بابێن هه‌ردویان دەستهلاتدارێن خه‌رابن و زۆرداریێ ل خه‌لکێ خوه‌ دکن و د شه‌ڕی دا‌ نه‌, ل دژی یه‌کودو. وه‌ختێ نامیا و وه‌نهاش دبن هه‌ژده‌ سالی ئه‌و ل جهه‌کی یه‌کودو دبینن و یه‌کودو ژ ژیانا به‌ری وێ ناس دکن و ئه‌ڤینا وان دیسان ساخ دبه‌. لێ ڕۆژه‌کێ و د ده‌مێ شه‌رێ د ناڤبه‌را له‌شکه‌رێن هه‌ردو بابان دا، ئێرێن دزانه‌ کو که‌چا وی نامیا و کورێ دژمنێ وی ڕۆژۆیی دێ ل جهه‌کی هه‌ڤودو بینن. ئه‌و ب له‌شکه‌رێ خوه‌ ڤه‌ دچه‌ سه‌ر وان و ب دو تیران و ل به‌ر چاڤێ خه‌لکێ خوه‌ هه‌ردویان دکوژه.‌

د ڤێ کتێبێ دا گه‌له‌ک چیرۆک هه‌نه‌، یه‌ک ژ وان یا وه‌لاتێ جودابوونێ. کا چاوا مله‌ته‌کێ نه‌زان ل وێ ده‌رێ ڕۆژ دپه‌رست و ڕۆژۆیێ دز و حیله‌تۆک خوه‌ ل سه‌رێ وان کر ده‌ستهلاتدارێ مله‌تێ ڕۆژێ. ئه‌و که‌سێن ژ ده‌ستهلاتا وی ڕه‌ڤیبوون ل شوونا رۆژێ هه‌یڤ په‌رست و ئێرینێ نه‌باش و کوژه‌ک بوو سه‌رۆکێ مله‌تێ هه‌یڤێ. وه‌ها وه‌لاتێ جودابوونێ بوو دو وه‌لات و هەردو ل دژی یه‌ک.

گه‌له‌ک بابه‌ت د ڤێ به‌رهه‌مێ دا‌ هاتنه‌ لڤاندن، مینا کا نه‌زانین و پاشڤه‌مان چ دئینه‌ سه‌رێ مرۆڤ و ملەتان. هه‌روه‌ها پرسا ژنێ و بهایێ وێ وه‌کی مرۆڤ د جڤاکا مێران دا، کراسگوهۆرین، حه‌زێن مرۆڤان و یاریا خودایی و هێژ یێن کو د ڤێ ڕۆمانێ دا به‌رچاڤ دبن.


lördag 14 november 2020

Vînzax

 

Navê kitêbê: Vînzax

Nivîskar: Nîşan Bamernî

Weşanxane: Pirtûkxaneya Xanî li Dihokê

Sala weşanê: 2019

Hejmara rûpelan: 254


  

Vînzax behsê viyana axê û welatî û du evîndaran û ya bi serê wan hatî dike. Navê vê romanê Vînzax bi xwe jî, ji navên herdu evîndaran, Vînax û Vînza pêk hatiye.

Leşker û hêzên desthilata dagîrker berdewam in li ser hêrişa xwe bo ser xelkê Kurdistanê û welatê wan û xelk  û pêşmerge jî di berxwedaneka berdewam da ne. Di nava vê rewşê da û di nav şoreşê de Vînax ji dayik dibe. Ew bi malbata xwe ve li gundê xwe yê bi navê Milmilanê binecih dibin.

Vinax diçe dibistanê û şagirdekê gelek jêhatî ye û li gel mezinbûna xwe di temenî da, heza wî ji bo xwandinê û welatî û pêşmergeyan roj bo rojê xorttir dibe. Ew, ji bo xebatê li dijî dagîrkerîyê dikeve nav rêxistinên nihênî. Ji bo xwandina lîseyê diçe bajêrê Nihêniyan û li wê derê dibe hevalê Navendî û pev ra di rêxistineka nihênî da li dijî desthilata dagîrker kar dikin. 

Malbateka dî ji Milmilanê çûbû bajêrê Serdestan li dûrî Kurdistanê û ew jî, hem ji bo çareserîya nexweşîya Ruhanê û hem ji bo ku mêrê wê li wê derê kar bike û debara xwe bikin. Lê mêrê Ruhanê ji ber kurdbûnê li wî bajêrê dagîrkeran dihê girtin û Ruhan bi tena serê xwe, keça xwe Vînzayê û kurê xwe Bêwarî mezin dike. Ew naxwaze ji mêrê xwe yê li wê derê zîndankirî dûr bikeve û vegere Kurdistanê.

Vînza li gel kurdbûnê û heza welatî mezin dibe û dixwaze welat û gundê xwe bibîne.Ew li gel dayik û birayê xwe dihên seredana xaleta xwe Gulîzarê li Milmilanê. Li wê derê Vînaxî nas dike û ne bes hez ji hevûdu dikin, lê herweha dibin hevalên eynî rêxistina nihênî.

Vînza vedigere bajêrê Serdestan û li wê derê piştî xwandinê dest bi karekî dike, lê hem pismamê wê yê xwefiroş û hem desthilatdarekê rijêmê bi navê Cadirî bela xwe jê venakin.

Keyfa Vînzayê dihê demê Vînax piştî lîseyê û ji bo xwandinê dihê bajêrê wan. Lê belê ew keyf dom nake û hem babê wê dihê sêdaredan û hem jî ew Cadir destdirêjîyê dike ser Vînzayê wextê ku ew ji karê xwe vedigeriya malê û wê birîndar dike. Vînza ji ber birînên xwe li nexweşxaneyê dimire û wê li Kurdistanê vedişêrin û dayik û birayê wê dizivirin Kurdistanê.

Vînax rojekê diçe bajêrê Serdestan û bi debanceyê wî şerfiroşê bi navê Cabirî dikuje û vedigere Kurdistanê û bi Navendî ra diçin deverên azadkirî û dibin pêşmerge.

Enfal bi ser wan da dihên û paşî dibe serhildan û Vînax di serhildanê da dihê kuştin, lê ew dilxweş bû ku wî berî mirina xwe azadî bi çavên xwe dît û dê bigehe hezkirîya xwe Vînzayê jî.

Gelek kes bi çîrokên xwe ve di vê romanê da ne û ev berhem hewil dide wêneyekê derdeserîyên kurdan û zilma dagîrkeran ya li ser wan wêne bike.

 

 

ناڤێ کتێبێ: ڤینزاخ

نڤیسکار: نیشان بامەرنی

وەشانخانە: پرتووکخانەیا خانی ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٩

هەژمارا رووپەلان: ٢٥٤

 

ڤینزاخ به‌حسێ ڤیانا ئاخێ و وه‌لاتی و دو ئه‌ڤینداران و یا ب سه‌رێ وان هاتی دکه‌. ناڤێ ڤێ ڕۆمانێ ڤینزاخ ب خوه‌ ژی، ژ ناڤێن هه‌ردو ئه‌ڤینداران، ڤیناخ و ڤینزا پێک هاتیه.

له‌شکه‌ر و هێزێن ده‌ستهلاتا داگیرکه‌ر به‌رده‌وامن ل سه‌ر هێرشا خوه‌ بۆ سه‌ر خه‌لکێ کوردستانێ و وه‌لاتێ وان و خه‌لک  و پێشمه‌رگه‌ ژی د به‌رخوه‌دانه‌کا به‌رده‌وام دا نه‌. د ناڤا ڤێ ڕه‌وشێ دا و د ناڤ شۆڕه‌شێ دا ڤیناخ ژ دایک دبه‌. ئه‌و ب مالباتا خوه‌ ڤه‌ ل گوندێ خوه‌ یێ ب ناڤێ ململانێ بنەجهـ دبن.

ڤیناخ دچه‌ دبستانێ و شاگرده‌کێ گه‌له‌ک ژێهاتی یه‌ و ل گه‌ل مه‌زنبوونا خوه‌ د ته‌مه‌نی دا، حه‌زا وی بۆ خواندنێ و وه‌لاتی و پێشمه‌رگه‌یان ڕۆژ بۆ ڕۆژێ خۆرتتر دبه‌. ئه‌و، ژ بۆ خه‌باتێ ل دژی داگیرکه‌رییێ دکه‌ڤه‌ ناڤ ڕێخستنێن نهێنی. ژ بۆ خواندنا لیسه‌یێ دچه‌ باژێرێ نهێنیان و ل وێ ده‌رێ دبه‌ هه‌ڤالێ ناڤه‌ندی و په‌ڤ ڕا د ڕێخستنه‌کا نهێنی دا ل دژی ده‌ستهلاتا داگیڕکه‌ر کار دکن.

مالباته‌کا دی ژ ململانێ چووبوو باژێرێ سه‌رده‌ستان ل دووری کوردستانێ و ئه‌و ژی، هه‌م ژ بۆ چاره‌سه‌رییا نه‌خوه‌شییا ڕوحانێ و هه‌م ژ بۆ کو مێرێ وێ ل وێ ده‌رێ کار بکه‌ و ده‌بارا خوه‌ بکن. لێ مێرێ ڕوحانێ ژ به‌ر کوردبوونی ل وی باژێرێ داگیرکه‌ران دهێ گرتن و ڕوحان ب ته‌نا سه‌رێ خوه‌، که‌چا خوه‌ ڤینزایێ و کورێ خوه‌ بێواری مه‌زن دکه‌. ئه‌و ناخوازه‌ ژ مێرێ خوه‌ یێ ل وێ .ده‌رێ زیندانکری دوور بکه‌ڤه‌ و ڤه‌گه‌ره‌ کوردستانێ

ڤینزا ل گه‌ل کوردبوونێ و حه‌زا وه‌لاتی مه‌زن دبه‌ و دخوازه‌ وه‌لات و گوندێ خوه‌ ببینه‌. ئه‌و ل گه‌ل دایک و برایێ خوه‌ دهێن سه‌ره‌دانا خاله‌تا خوه‌ گولیزارێ ل ململانێ. ئەو ل وێ ده‌رێ ڤیناخی ناس دکه‌ و نه‌ به‌س حه‌ز ژ هه‌ڤوودو دکن، لێ هه‌روه‌ها دبن هه‌ڤالێن عه‌ینی ڕێخستنا نهێنی.

ڤینزا ڤه‌دگه‌ره‌ باژێرێ سه‌رده‌ستان و ل وێ ده‌رێ پشتی خواندنێ ده‌ست ب کاره‌کی دکه‌، لێ هه‌م پسمامێ وێ یێ خوه‌فرۆش و هه‌م ده‌ستهلاتداره‌کێ ڕژێمێ ب ناڤێ جادری به‌لا خوه‌ ژێ ڤه‌ناکن.

که‌یفا ڤینزایێ دهێ ده‌مێ ڤیناخ پشتی لیسه‌یێ و ژ بۆ خواندنێ دهێ باژێرێ وان. لێ به‌لێ ئه‌و که‌یف دۆم ناکه‌ و هه‌م بابێ وێ دهێ سێداره‌دان و هه‌م ژی ئه‌و جادر ده‌ستدرێژییێ دکه‌ سه‌ر ڤینزایێ وه‌ختێ کو ئه‌و ژ کارێ خوه‌ ڤه‌دگه‌ریا مالێ و وێ بریندار دکه‌. ڤینزا ژ به‌ر برینێن خوه‌ ل نه‌خوه‌شخانه‌یێ دمره‌ و وێ ل کوردستانێ ڤه‌دشێرن و دایک و برایێ وێ دزڤرن کوردستانێ. 

ڤیناخ ڕۆژه‌کێ دچە باژێرێ سەردەستان و ب ده‌بانجه‌یێ وی شه‌رفرۆشێ ب ناڤێ جابر دکوژه‌ و ڤه‌دگه‌ره‌ کوردستانێ و ب ناڤه‌ندی ڕا دچن ده‌ڤه‌رێن ئازادکری و دبن پێشمه‌رگه.

ئه‌نفال ب سه‌ر وان دا دهێن و پاشی دبه‌ سه‌رهلدان و ڤیناخ د سه‌رهلدانێ دا دهێ کوشتن، لێ ئه‌و دلخوه‌ش بوو کو وی به‌ری مرنا خوه‌ ئازادی ب چاڤێن خوه‌ دیت و دێ بگه‌هه‌ حه‌زکرییا خوه‌ ڤینزایێ ژی.

گه‌له‌ک که‌س ب چیرۆکێن خوه‌ ڤه‌ د ڤێ ڕۆمانێ دا نه‌ و ئه‌ڤ به‌رهه‌م هه‌ول دده‌ وێنه‌یه‌کێ ده‌رده‌سەرییێن کوردان و زلما داگیرکه‌ران یا ل سه‌ر وان وێنه‌ بکه.‌

måndag 9 november 2020

Memo kew berda

 Navê kitêbê: Memo kew berda

Nivîskar: Hesen Îbrahîm

Weşanxane: Çapxaneya şehîd Azad Hewramî li Kerkûkê

Sala weşanê: 2008

Hejmara rûpelan:


 

Romana Memo kew berda, êş û xemên mirovê kurd, miletê kurd û welatê wan û zordarîya dagîrker lê dikin, wêne û berçav dike.

 

Memo zarok e û karê boyaxkirina pêlavan li ser cehdeyan dike. Wî ji dayika xwe zanîbû ku serbazekî, xudan postalekî babê wî kuştiye. Rojekê efserekê leşkerê îraqî postala di pêyê xwe de dideyne ber Memoyî ji bo ku ew jê ra boyax bike û ew postal, demildest kujekê babê wî diîne bîra wî. Herçend ew bi hêceta nebûna boyaxê naxwaze wê postalê boyax bike, lê dihê neçar kirin. Ji bilî wê jî xudanê postalê di tirimbêla xwe da kewek di rikehekê da hebû û ji Memoyî xwest avê bideyê û demê Memo kewî dibîne, ew yekser dizane ku ew kewê bapîrê wî ye. Diyar dibe ku wî serbazî di hêrişa leşkerê dagîrkerî da bo ser gundan, bapîrê wî kuştiye û kewê wî ji xwe ra biriye. Memo di wê kêlîkê da nikare bêdeng bibe, dixeyide û kewî ji qefesê azad dike, lê ew li şûna kewî dihê girtin û bi hevkarîya bi pêşmergeyan ra dihê tawanbar kirin.

Herweha hevalê wî Şêrko jî, ku dê wê rojê Memo çûba daweta wî, di roja zavanîya xwe da dihê girtin. Memo bi lêdan û azardanê di girtîgehê da dihê kuştin. Şêrko di zîndanê da, ji hevalê xwe Lawînî dizane ku Memo hatiye kuştin. Şêrko bi xwe jî û piştî ku lêdan û êşkencedaneka zor lêhatiye kirin, hat neçar kirin ku li ser kaxezekê îmze bike û di wan gavan da, wî pê xweştir bû û ji bo ku ji lêdan û ezaba wan rizgar bibe, li ser mirina xwe îmze bike.

Wî dibin zîndaneka dî ku mehkûmên wê di piraniyê da kurd in û her roj desteyeka wan ber bi mirinê, sêdaredan û gullebarankirinê dibin û desteyeka nû diînin. Bi rêya Şêrkoyî xwendevan li ser rewşa wê zîndanê û girtîyên wê û rewşa kurdan û welatê wan serwext dibe. Şêrko ji Lawînê girtî dizane ku jina wî ducan e û kesûkarên wî û pêşmerge weha dizanin ku ew hatiye kuştin û dê tola wî vekin. Di nava wan bûyer, hest û hizrên di navbera mirin û jiyanê, ketin û berxwedanê da haya mirovî ji gelek sohbetan dibe û ji wan çîroka evîna Şêrkoyî û jina wî û roja dawet û zavanîyê û heta girtinê.

Em li dawiyê dibînin kelexê Şêrkoyê kuştî bi tirimbêlekê digehe ber derê mala babê wî û her di eynî wextî da pêçûlka zarokê wî yê nûbûyî bi tirimbêleka dî li gel jina wî digehin eynî cihî û eynî malê.

 

 

ناڤێ کتێبێ: مەمو کەو بەردا

نڤیسکار: حەسەن ئیبراهیم

وەشانخانە: چاپخانەیا ئازاد هەورامی ل کەرکووکێ

سالا وەشانێ: ٢٠٠٨

هەژمارا رووپەلان:

 

ڕۆمانا مه‌مو که‌و به‌ردا، ئێش و خه‌مێن مرۆڤێ کورد، مله‌تێ کورد و وه‌لاتێ وان و زۆرداریا داگیرکه‌ر لێ دکن، وێنه‌ و به‌رچاڤ دکه.‌

 

مه‌مو زارۆکه‌ و کارێ بۆیاغکرنا پێلاڤان ل سه‌ر جه‌هده‌یان دکه‌. وی ژ دایکا خوه‌ زانیبوو کو سه‌ربازه‌کی، خودان پۆستاله‌کی بابێ وی کوشتیه‌. ڕۆژه‌کێ ئه‌فسه‌ره‌کێ له‌شکه‌رێ عیراقی پۆستالا د پێیێ خوه‌ ده‌ دده‌ینه‌ به‌ر مه‌مۆیی ژ بۆ کو ئه‌و ژێ ڕا بۆیاغ بکه‌ و ئه‌و پۆستال، ده‌ملده‌ست کوژه‌کێ بابێ وی دئینه‌ بیرا وی. هه‌رچه‌ند ئه‌و ب هێجه‌تا نه‌بوونا بۆیاغێ ناخوازه‌ وێ پۆستالێ بۆیاغ بکه‌، لێ دهێ نه‌چار کرن. ژ بلی وێ ژی خودانێ پۆستالێ د ترمبێلا خوه‌ دا که‌وه‌ک د ڕکه‌هه‌کێ دا هه‌بوو و ژ مه‌مۆیی خوه‌ست ئاڤێ بده‌یێ و ده‌مێ مه‌مۆ که‌وی دبینه‌، ئه‌و یه‌کسه‌ر دزانه‌ کو ئه‌و که‌وێ باپیرێ وی یه‌. دیار دبه‌ کو وی سه‌ربازی د هێرشا له‌شکه‌رێ داگیرکه‌ری دا بۆ سه‌ر گوندان، باپیرێ وی کوشتیه‌ و که‌وێ وی ژ خوه‌ ڕا بریه‌. مه‌مۆ د وێ کێلیکێ دا نکاره‌ بێده‌نگ ببه‌، دغه‌یده‌ و که‌وی ژ قه‌فه‌سێ ئازاد دکه‌، لێ ئه‌و ل شوونا که‌وی دهێ گرتن و ب هه‌ڤکارییا ب پێشمه‌رگه‌یان ڕا دهێ تاوانبار کرن.

 

هه‌روه‌ها هه‌ڤالێ وی شێرکۆ ژی، کو دێ وێ ڕۆژێ مه‌مۆ چووبا داوه‌تا وی، د ڕۆژا زاڤانییا خوه‌ دا‌ دهێ گرتن. مه‌مۆ ب لێدان و ئازاردانێ د گرتیگه‌هێ دا‌ دهێ کوشتن. شێرکۆ د زیندانێ دا، ژ هه‌ڤالێ خوه‌ لاوینی دزانه‌ کو مه‌مۆ هاتیه‌ کوشتن. شێرکۆ ب خوه‌ ژی و پشتی کو لێدان و ئێشکه‌نجه‌دانه‌کا زۆر لێهاتیه‌ کرن، هات نه‌چار کرن کو ل سه‌ر کاخه‌زه‌کێ ئیمزه‌ بکه‌ و د وان گاڤان دا، وی پێ خوه‌شتر بوو و ژ بۆ کو ژ لێدان و ئه‌زابا وان ڕزگار ببه‌، ل سه‌ر مرنا خوه‌ ئیمزه‌ بکه.

وی دبن زیندانه‌کا دی کو مه‌حکوومێن وێ د پرانیێ دا کوردن و هه‌ر ڕۆژ ده‌سته‌یه‌کا وان به‌ر ب مرنێ، سێداره‌دان و گوله‌بارانکرنێ دبن و ده‌سته‌یه‌کا نوو دئینن. ب ڕێیا شێرکۆیی خوه‌نده‌ڤان ل سه‌ر ڕه‌وشا وێ زیندانێ و گرتییێن وێ و ڕه‌وشا کوردان و وه‌لاتێ وان سه‌روه‌خت دبه‌. شێرکۆ ژ لاوینێ گرتی دزانه‌ کو ژنا وی دوجانه‌ و که‌سووکارێن وی و پێشمه‌رگه‌ وه‌ها دزانن کو ئه‌و هاتیه‌ کوشتن و دێ تۆلا وی ڤه‌کن. د ناڤا وان بوویه‌ر، هه‌ست و هزرێن د ناڤبه‌را مرن و ژیانێ، که‌تن و به‌رخوه‌دانێ دا هایا مرۆڤی ژ گه‌له‌ک سۆحبه‌تان دبه‌ و ژ وان چیرۆکا ئه‌ڤینا شێرکۆیی و ژنا وی و ڕۆژا داوه‌ت و زاڤانییێو هه‌تا گرتنێ.

 

ئه‌م ل داویێ دبینن که‌له‌خێ شێرکۆیێ کوشتی ب ترمبێله‌کێ دگه‌هه‌ به‌ر ده‌رێ مالا بابێ وی و هه‌ر د ئه‌ینی وه‌ختی دا پێچوولکا زارۆکێ وی یێ .نووبوویی ب ترمبێله‌کا دی ل گه‌ل ژنا وی دگه‌هن عه‌ینی جهی و عه‌ینی مالێ

fredag 6 november 2020

Aferîdeyên tengezar

 Navê kitêbê: Aferîdeyên tengezar

Nivîskar: Zeredşt Şahîn

Weşanxane: Pertûkxaneya Xanî

Sala weşanê: 2019

Hejmara rûpelan:


Afirîdeyên Tengezar romaneka civakî ye û ew di nav rûpelên xwe da wê hevrikiya sermedî ya di navbera xêr û şerî da ya li ser erdî heyî, di serhatiya Dêgale û Mîranî da berçav dike.

Dêgale ji bo xwenidnê li beşê peykersaziyê li peymangeha hunerên ciwan ji Zaxo diçe Dihokê. Li wê derê Bedewê nas dike û herdu hez ji hevûddu dikin û gelek bi hevûdu ra dihên girêdan. Lê di sala dawiyê ya xwendina wan de û hema ji nişkan ve Bedew jê dûr dikeve û şû dike. Ew çend wî, yê bikeyf û sohbetxweş, gelek diêşîne û xemgîn dike û piştî wê bûyerê ew xwe ji xelkê veder dike û evîn û pirsa jinînanê ji serê xwe dihavêje. Heta rê nade Bedew jî xwe nêzîkî wî bike û hewil nade guh bide rastiya wê, ji devê wê û di nav xwe de hizir kir ku wê xiyanet li wî û evîna wan kiriye.

Ew bi xwe hevaleka Bedewê ya bi navê Mîtras e, rojekê Bedew gazî mala xwe kir û dermanek jê ra kir nav şerbetekê û dayê û piştî vexwarina wê şerbetê Bedew bê hiş bû. Çaxê ew dihê ser hişên xwe dibîne ku yekî destdirêjî kiriye ser keçîniya wê. Ji bilî Mîtrasê kurek bi navê Mîranî jî li wê derê bû û Mîtrasê jê ra got ku ev birayê wê ye û wan ev kir ji bo ku ew şû bi wî bike. Ew jî û ji ber jidestdana keçîniyê ket tirsa wê ku ew hetka wê bibin û tiştekê xerabtir bi serê wê bihê, lewma razî bû û şû bi wî kurî kir. Piştî demekî şiya xwe jê berde, lê derfet çê nebû ew wê rastiyê ji Dêgaleyî ra bibêje û Dêgaleyî jî ew rê nedayê. Êdî piştî hîngê bedewê pêwendiyên xwe li gel xelkî birîn û wextê ji mal derdikeft ebayekê reş dikir ber xwe û çavdêrîya jiyan û karê Dêgaleyî dikir û peykerên wî jê dikirîn bê ku ew pê bizane.

Mîran bi xwe kesekê tawankar, destdirêjkar û qumarçî bû. Ew ne birayê rastîn yê Mîtrasê bû. Ew kurê Mercanê bû. Demê Mercan hêj keçeka ciwan bû, hez ji mela Letîfî kir û wextê jê ducan bû, mela Letîf neviya wê bike jina xwe û xwe lê berze kir. Êdî wê şû bi zilamekî kir, bi mercê ku ew, wî zarokê jê dibe bihavêje ber derê mizgeftekê. Weha û wextê zarok jê dibe, Mercan wî dihêle ber derê mizgeftek û babê Mîtrasê wî zarokî dibe mala xwe û dikin kurê xwe û navê Mîranî lê dikin û paşî wan Mîtras dibe. Ev Mîran hem destdirêjiya seksî dike ser Mîtrasê hîn ew biçûk û hem wê bi tirsandinê tevlî xerabkarî û tawanên xwe dike. Ew mala dêûbavên Mîtrasê bi qûmarê ji dest dide û dibe egera mirina wan jî.

Dêgal yê ku haya wî ji rastiya wê ya bi serê Bedewê hatî nîne, naxwaze êdî bijî. Ew tevlî şerê li dijî Daişê dibe û paşî bi pêşmergeyan ra diçe bo şerê azadkirina Kobanî. Ew li wê derê birîndar dibe û pêyekê xwe ji dest dide.

Piştî vegera ji şerî bo Zaxoyê diya wî dimire û ew li gel xwîşka xwe Arîmanê li mala babê xwe dijî. Babê wî jineka dî ya bi navê Zeynebê tîne. Zeyneb bi xwe xwîşka dayika Mîtrasê ye û wê hêj Mîran biçûk bû demê ew ji xwe ra kiribû yarê xwe. Zeynebê ji bilî mêrê xwe, babê Dêgaleyî, gelek yar hebûn û mela Letîf yê zêringir yek ji wan bû. Wê dixwest xanî û milkê babê Dêgaleyî bixe sernavê xwe û paşî wî jehrî bike û dûra şû bi mela Letîfî bike û wê ew kir û Dêgale bê xanî û milk hişt. Lê Mîran hem ji ber seksê û hem ji ber pereyan nikaribû xwe ji Zeynebê dûr bixe. Ew ji bo kuştina mela Letîfî diçe mala Zeynebê û wextê gulleyan berdide mela Letîfî Zeyneb dikeve ber û dihê kuştin. Li wê derê mela Letîf jê dizane ku Mîran kurê wî ye. Mela Letîf van hemî zanyariyan û ya Zeynebê înabû bû serê malbata Dêgaleyî ji polîsan ra dibêje.

Dêgale mirovekê qencîxwaz bû û hindî ji dest dihat alîkariya xelkê destkurt û perîşan dikir. Wî bi rêya Pesarî, kurê Mercanê yê piştî Mîranî, zanî ku dayka wî li mal nexweş e û pê lê şkestine û nikare bilive û ew wê xwedî dike. Êdî ew alîkariya wan dike û wextê Mercan dimire, ew Pesarê zarok li mala xwîşka xwe wekî kurê wan bicih dike.

Herweha şevekê ew li ber derê mala xwe ya bi kirê, keçekê di xwînê û rewşaka bê serûber de, li ser rêyê raketî dibîne. Ew mala xwe jê ra dike hewangeh û paşî diyar dibe ku ew keç Mîtras e. Wê hez ji xortekî dikir û Mîranî pê zanî û xort li ber çavên wê kuşt û da wê jî bikuje, lê keç revî û dawiyê Dêgaleyî ew keça bûye egera jêkvekirina wî û Bedewê ji mirnê xilas kir.

Dawiyê, wextê Mîran hêrişê bi debanceyê dike ser Dêgaleyî da wî bikuje, jina bi ebayê reş ya ji tirimbêla xwe çavdêriya bûyerê dikir dadikeve û dibeze cihê bûyerê û gulleyên Mîranî li şûna Dêgaleyî wê dikujin. Her di eynî demî da polîs jî li wê derê amade bû û Mîran kuşt. Aha li wê derê Dêgale wextê poşiyê ji ser dêmê ya kuştî û ya ew ji mirnê xilas kirî vedide, Bedewê dibîne.

Li dawiyê Pesar behsê çêbûna şer û bîvelerz û mirin û wundabûna gelek kesan dike û dibêje ku Dêgale jî bê ser û şûn e, wî nameyek ji Kevalê ra hiştiye û wunda bûye.

Gelek çîrok di vê romanê da hene yên wekî Kevala hez ji Dêgaleyî dike, Keybanoya êzidî û serhatiya wê di nav destên Daişê da, ya Rêvingî, hevalê Dêgaleyî û evîna wî bo xwîşka wî Arîmanê.

 

 

 

 

 

ناڤێ کتێبێ: ئافەڕیدەیێن تەنگەزار

نڤیسکار: زەردەشت شاهین

وەشانخانە: پەرتووکخانەیا خانی ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٩

هەژمارا رووپەلان:

 

  ئافەڕیده‌یێن ته‌نگه‌زار ڕۆمانه‌کا جڤاکی یه‌ و ئه‌و د ناڤ ڕووپه‌لێن خوه‌ دا وێ هه‌ڤرکیا سه‌رمه‌دی یا د ناڤبه‌را خێر و شه‌ری دا یا ل سه‌ر ئه‌ردی هه‌یی، د سه‌رهاتیا دێگاله‌ و میرانی دا به‌رچاڤ دکه.

دێگاله‌ ژ بۆ خوه‌ندنێ ل به‌شێ په‌یکه‌رسازیێ ل په‌یمانگه‌ها هونه‌رێن جوان ژ زاخۆ دچه‌ دهۆکێ. ل وێ ده‌رێ به‌ده‌وێ ناس دکه‌ و هه‌ردو حه‌ز ژ هه‌ڤووددو دکن و گه‌له‌ک ب هه‌ڤوودو ڕا دهێن گرێدان. لێ د سالا داویێ یا خوه‌ندنا وان دا و هه‌ما ژ نشکان ڤه‌ به‌ده‌و ژێ دوور دکه‌ڤه‌ و شوو دکه‌. ئه‌و چه‌ند وی، یێ بکه‌یف و سۆحبه‌تخوه‌ش، گه‌له‌ک دئێشینه‌ و خه‌مگین دکه‌ و پشتی وێ بوویه‌رێ ئه‌و خوه‌ ژ خه‌لکێ ڤه‌ده‌ر دکه‌ و ئه‌ڤین و پرسا ژنئینانێ ژ سه‌رێ خوه‌ دهاڤێژه‌. هه‌تا ڕێ ناده‌ به‌ده‌و ژی خوه‌ نێزیکی وی بکه‌ و هه‌ول نادە گوهـ بده‌ ڕاستیا وێ، ژ ده‌ڤێ وێ و د ناڤ خوه‌ ده‌ هزر کر کو وێ خیانه‌ت ل وی و ئه‌ڤینا وان کریه.

ئه‌و ب خوه‌ هه‌ڤاله‌کا به‌ده‌وێ یا ب ناڤێ میتراسه‌، ڕۆژه‌کێ به‌ده‌و گازی مالا خوه‌ کر و ده‌رمانه‌ک ژێ ڕا کر ناڤ شه‌ربه‌ته‌کێ و دایێ و پشتی ڤه‌خوارنا وێ شه‌ربه‌تێ به‌ده‌و بێ هش بوو. چاخێ ئه‌و دهێ سه‌ر هشێن خوه‌ دبینه‌ کو یه‌کی ده‌ستدرێژی کریه‌ سه‌ر که‌چینیا وێ. ژ بلی میتراسێ کوره‌ک ب ناڤێ میرانی ژی ل وێ ده‌رێ بوو و میتراسێ ژێ ڕا گۆت کو ئه‌ڤ برایێ وێ یه‌ و وان ئه‌ڤ کر ژ بۆ کو ئه‌و شوو ب وی بکه‌. ئه‌و ژی و ژ به‌ر ژده‌ستدانا کەچینیێ که‌ت ترسا وێ کو ئه‌و هه‌تکا وێ ببن و تشته‌کێ خه‌رابتر ب سه‌رێ وێ بهێ، له‌وما ڕازی بوو و شوو ب وی کوری کر. پشتی ده‌مه‌کی شیا خوه‌ ژێ به‌رده‌، لێ ده‌رفه‌ت چێ نه‌بوو ئه‌و وێ ڕاستیێ ژ دێگاله‌یی ڕا ببێژه‌ و دێگاله‌یی ژی ئه‌و ڕێ نه‌دایێ. ئێدی پشتی هینگێ بەدەوێ پێوەندیێن خوە ل گەل خەلکی برین و وەختێ ژ مال دەردکەفت عەبایەکێ رەش دکرە بەر خوە و چاڤدێریا ژیان و کارێ دێگالەی دکر و پەیکەرێن وی ژێ دکرین بێ کو ئەو پێ بزانە.

 

میران ب خوه‌ که‌سه‌کێ تاوانکار، ده‌ستدرێژکار و قومارچی بوو. ئه‌و نه‌ برایێ ڕاستین یێ میتراسێ بوو. ئه‌و کورێ مه‌رجانێ بوو. ده‌مێ مه‌رجان هێژ  که‌چه‌کا جوان بوو، حه‌ز ژ مه‌لا له‌تیفی کر و وه‌ختێ ژێ دوجان بوو، مه‌لا له‌تیفی نەڤیا وێ بکه‌ ژنا خوه‌ و خوه‌ لێ به‌رزه‌ کر. ئێدی وێ شوو ب زلامه‌کی کر ب مه‌رجێ کو ئه‌و، وی زارۆکێ ژێ دبه‌ بهاڤێژه‌ به‌ر ده‌رێ مزگه‌فته‌کێ. وه‌ها و وه‌ختێ زارۆک ژێ دبه‌، مه‌رجان وی دهێله‌ به‌ر ده‌رێ مزگه‌فته‌کێ و بابێ میتراسێ وی زارۆکی دبه‌ مالا خوه‌ و دکن کورێ خوه‌ و ناڤێ میرانی لێ دکن و پاشی وان میتراس دبه‌. ئه‌ڤ میران هه‌م ده‌ستدرێژیا سه‌کسی دکه‌ سه‌ر میتراسێ هین ئه‌و بچووک و هه‌م وێ ب ترساندنێ ته‌ڤلی خه‌رابکاری و تاوانێن خوه‌ دکه‌. ئه‌و مالا دێئووباڤێن میتراسێ ژی ب قوومارێ ژ ده‌ست دده‌ و دبه‌ ئه‌گه‌را مرنا وان.

 

دێگال یێ کو هایا وی ژ ڕاستییا ب سه‌رێ به‌ده‌وێ هاتی نینه‌، ناخوازه‌ ئێدی بژی. ئه‌و ته‌ڤلی شه‌رێ ل دژی داعشێ دبه‌ و پاشی ب پێشمه‌رگه‌یان ڕا دچه‌ بۆ شه‌رێ ئازادکرنا کۆبانی. ئه‌و ل وێ ده‌رێ بریندار دبه‌ و پێیه‌کێ خوه‌ ژ ده‌ست دده.‌

پشتی ڤه‌گه‌را ژ شه‌ری بۆ زاخۆیێ دێیا وی دمره‌ و ئه‌و ل گه‌ل خویشکا خوه‌ ئاریمانێ ل مالا بابێ خوه‌ دژی. بابێ وی ژنه‌کا دی یا ب ناڤێ زه‌ینه‌بێ دئینه‌. زه‌ینه‌ب ب خوه‌ خویشکا دایکا میتراسێ یه‌ و وێ هێژ میران بچووک بوو دەمێ ئه‌و ژ خوه‌ ڕا کربوو یارێ خوه‌. زه‌ینه‌بێ ژ بلی مێرێ خوه‌، بابێ دێگاله‌یی، گه‌له‌ک یار هه‌بوون و مه‌لا له‌تیف یێ زێرنگر یه‌ک ژ وان بوو. وێ دخوه‌ست خانی و ملکێ بابێ دێگاله‌یی بخه‌ سه‌رناڤێ خوه‌ و پاشی وی ژه‌هری بکه‌ و دوورا شوو ب مه‌لا له‌تیفی بکه‌ و وێ ئه‌و کر و دێگاله‌ بێ خانی و ملک هشت. لێ میران هه‌م ژ به‌ر سه‌کسێ و هه‌م ژ به‌ر په‌ره‌یان نکاربوو خوه‌ ژ زه‌ینه‌بێ دوور بخه‌. ئه‌و ژ بۆ کوشتنا مه‌لا له‌تیفی دچه‌ مالا زه‌ینه‌بێ و وه‌ختێ گوڵه‌یان به‌ردده‌ مه‌لا له‌تیفی، زه‌ینه‌ب دکه‌ڤه‌ به‌ر و دهێ کوشتن. ل وێ ده‌رێ مه‌لا له‌تیف ژێ دزانه‌ کو میران کورێ وی یه‌. مه‌لا له‌تیف ڤان هه‌می زانیاریان و یا زه‌ینه‌بێ ئینابوو بوو سه‌رێ مالباتا دێگاله‌یی ژ پۆلیسان ڕا دبێژه.

دێگاله‌ مرۆڤه‌کێ قه‌نجیخواز بوو و هندی ژ ده‌ست دهات ئالیکاریا خه‌لکێ ده‌ستکورت و په‌ریشان دکر. وی ب ڕێیا په‌ساری، کورێ مه‌رجانێ یێ پشتی میرانی، زانی کو دایکا وی ل مال نه‌خوه‌شه‌ و پێ لێ شکه‌ستنه‌ و نکاره‌ بلڤه‌ و ئه‌و وێ خوه‌دی دکه‌. ئێدی ئه‌و ئالیکاریا وان دکه‌ و وه‌ختێ مه‌رجان دمره‌، ئه‌و په‌سارێ زارۆک ل مالا خویشکا خوه‌ وه‌کی کورێ وان بجهـ دکه.

هه‌روه‌ها شه‌ڤه‌کێ ئه‌و ل به‌ر ده‌رێ مالا خوه‌ یا ب کرێ که‌چه‌کێ د خوینێ و ڕه‌وشاکا بێ سه‌رووبه‌ر دا، ل سه‌ر ڕێیێ ڕاکه‌تی دبینه‌. ئه‌و مالا خوه‌ ژێ ڕا دکه‌ حه‌وانگه‌هـ و پاشی دیار دبه‌ کو ئه‌و که‌چ میتراسه‌. وێ حه‌ز ژ خۆرته‌کی دکر و میرانی پێ زانی و خۆرت ل به‌ر چاڤێن وێ کوشت و ل وێ خست و دا وێ ژی بکوژه‌، لێ که‌چ ڕه‌ڤی و داویێ دێگاله‌یی .ئه‌و که‌چا بوویه‌ ئه‌گه‌را ژێکڤه‌کرنا وی و به‌ده‌وێ ژ مرنێ خلاس کر

 

داویێ، وه‌ختێ میران هێرشێ ب ده‌بانجه‌یێ دکه‌ سه‌ر دێگاله‌یی دا وی بکوژه‌، ژنا ب عه‌بایێ ڕه‌ش یا ژ ترمبێلا خوه‌ چاڤدێریا بوویه‌رێ دکر دادکه‌ڤه‌ و دبه‌زه‌ جهێ بوویه‌رێ و گوڵه‌یێن میرانی ل شوونا دێگاله‌یی وێ دکوژن. هه‌ر د عه‌ینی ده‌می دا پۆلیس ژی ل وێ ده‌رێ ئاماده‌ بوو و میران کوشت. ئاها ل وێ ده‌رێ دێگاله‌ وه‌ختێ پۆشیێ ژ سه‌ر دێمێ یا کوشتی و یا ئه‌و ژ مرنێ خلاس کری ڤه‌دده‌، به‌ده‌وێ دبینه.

ل داویێ په‌سار به‌حسێ چێبوونا شه‌ر و بیڤه‌له‌رز و مرن و ووندابوونا گه‌له‌ک که‌سان دکه‌ و دبێژه‌ کو دێگاله‌ ژی بێ سه‌ر و شوونه‌، وی نامه‌یه‌ک ژ که‌ڤالێ ڕا هشتیه‌ و ووندا بوویه.

گه‌له‌ک چیرۆک د ڤێ ڕۆمانێ دا هه‌نه‌ یێن وه‌کی که‌ڤالا حه‌ز ژ دێگاله‌یی دکه‌، که‌یبانۆیا ئێزدی و سه‌رهاتیا وێ د ناڤ ده‌ستێن داعشێ دا، یا ڕێڤنگی، هه‌ڤالێ دێگاله‌یی و ئه‌ڤینا وی بۆ خویشکا وی ئاریمانێ.

måndag 2 november 2020

Beheşta agirî (Pişka duyê)

 

Navê kitêbê: Beheşta agirî (Pişka duyê)

Nivîskar: Tehsîn Navişkî

Weşanxane: Weşanxaneya Spîrêz

Sala weşanê: 2011

Hejmara rûpelan: 665



Bergê duyê yê romana civakî-siyasî ya Beheşita agirî, berdewamiya bûyerên bergê yekê ye. 665 berperên vî bergî desthilateka herimî, destdrêjkar û di nav xwe da hilweşiyayî, ji nav da nîşa me dide û me pê ra dibe heta kêliyên dûmahiyê yên herifîna wê. xwendevan bêhtir dikeve nav hûrgliyên kesatiya Kardoyî, jiyan û mjûlahî û pîlanên wî yên rojane û ka di encamê da çi bi serê wî û bajêrê Agirokê dihê.

Pşitî serkeftina Kardoyî û desteka wî di hilbijartinan da, ew desthilata xwe li ser bajêrê Agirokê qayimtir dike û di nav lepên wî da milkê dewletê, yê partiyê û yên wî yên taybet tevlihev dibin û êdî wesa reftarê dike, herwekî her kes û hertişt û hemî bajêr milkê wî ye û kes ji wî pêheltir nîne.

Ew bi rêya tirsandin û gendelî û xapandinê dewlemendtir dibe û ajanên xwe li her dera bajêrî belav dike û tirs û sehmê diêxe nav xelkê bajêrî. Karmendên ku bi wî ra kar dikin û hêza ku wî diparêze û li ber xizmeta wî ye, ji kirêtkirin û bêrûmetkirin û zordariya wî xlas nabin û kes, yan ji ber parastina berjewendiyên xwe yan ji tirsê bisteh nake li ber devê wî bide yan gazindeyên xwe bigehînin cihên bilindtir.

Kardo bi wê jî bes nake û bela xwe û bê agahdarkirina serkirdayetiya partiya xwe li partiyên hevalbend jî li bajêrê Agirokê dide û çend rêberên wan bi veşartî ji nav dibe. Ew, ji bo nimûne rêberekê partiyekê li bajêrê Agirokê bi navê mela Şerefî, ku bêtirs diaxft û Kardo rexne dikir, bi destên reşekên xwe ji nav bîstanê wî drevîne û di zîndaneka veşartî di serdava xanîyekî da‌ azar dide û li dawîyê ew bi lêdan û birsîkirinê dimire.

Her çend ew di hêrişeka hêzeka wan da bo ser hêzên partiyeka dî ya kurdî birîndar dibe, lê pozbilindî û dîktatoriya wî weha li wî dike ku ew bawer nake ew bi gulleyên neyaran bihê kuştin. Lê rojekê, li nêzîkî baregehê wî, du malbat li ser zarok û mirîşkan bi şer diçin û ew xwe nagire û debanceya xwe bi destê xwe digire û dikeve nav agirê herdu malbatan û gotinên gelek kirêt dibêje wan. Di nav wê hengameyê da gulleyek ji pencereyekê dawiyê bi jiyana wî diîne.

Wextê xelkê bajêrî dizane ku Kardoyê dîktator nema, êdî hêrişê dikin ser bingeh û baregehên desthilatê ji bo jinavbrina wan kesên ew bi salan îza dane û Agirok li wan kiriye agir û zîndan.

Vî Kardoyê ku hizir dikir haya wî ji her kesî û her tşitî heye, heta rojekê berî kuştina xwe, nedizanî ku reşekê wî Coto, yê ku wî rikeberên xwe bi destên wî dikuştin, destdirêjî kiribû ser yara wî ya bi salan Ezîzayê û ew di jiyê sinêliyê da ji keçîniyê xistibû.

Gelek çîrok û serhatî di vî bergî da hene û yek ji yên balkêş ya Tîtoyî ye. ew di bergê yekê yê romanê da wekî kesekê xwende, welatperwer û endamekê partiya desthilatdar e. Ew wekî rikeberê Kardoyî di hilbijartinan da pişikdar bû û tê da sernekeft. Wî dîktatorî û gendeliya Kardoyî li cem dostên xwe yên nêzîk rexne dikir, lê bisteh nedikir wê rastiya xwe rûbirûyê Kardoyî bi xwe bike.

Halê Tîtoyî ne ew qas baş e û di xanîyekê kevin da‌ ye. lê piştî ku kevne dostê xwe Cemal Girsikî dibîne‌, ku ji derve hatiye, her tşitê wî dihê guhorîn. Ew dibe rêveberê kompaniyayên Cemalî yên tîcaretê li Pîrkeviya û halê wî xweşitir dibe.

Tîto yê xudan jin û zarok êdî dixwaze ew jî wekî Kardoyî bibe xudan jineka din û xudan xanîyekê baştir. Ew çavên xwe ber dide Nazikê, parêzera ku li nik wî li kompaniyayê kar dikir û êdî wekî jin û mêrên ne resmî reftarê bi hevûdu ra dikin. Rojekê ew bi Nazikê ra diçe mal, bo cem dayika wê û birayê wê pê dizane û hêrşê dike ser wan. Nazik û dayik dihên kuştin û Tîto jî bi dijwarî birîndar dibe. Paşî em dibînin Tîtoyê birîndar di xanîyekê nû di taxeka dewlemendan da dijî û paşî bi Cemalî ra,‌ ji bo çareseryê û belkî mana hertmî diçe Ewstraliyayê.

Xwendina vê berhemê gelek pirsiyaran derbareyê sinorên di navbera milkê taybet û milkê partiyê û milkê dewletê, di navbera ya berjewendiyên partiya desthlatdar û berjewendiyên hikûmeta ew tê da û gelekên din diazirîne.

 

ناڤێ کتێبێ: بەهەشتا ئاگری (پشکا دویێ)

نڤیسکار: تەحسین ناڤشکی

وەشانخانە: سپیرێز ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١١

هەژمارا رووپەلان: ٦٦٥


به‌رگێ دویێ یێ درێژترین ڕۆمانا ب کوردیا کورمانجی، رۆمانا جڤاکی-سیاسی یا بەهەشتا ئاگری، به‌رده‌وامیا بوویه‌رێن به‌رگێ یه‌کێ یه‌. ٦٦٥ به‌رپه‌رێن ڤی به‌رگی ده‌ستهلاته‌کا هه‌ڕمی، ده‌ستدرێژکار و د ناڤ خوه‌ دا هلوه‌شیایی، ژ ناڤ دا نیشا مه‌ دده‌ و مه‌ پێ ڕا دبه‌ هه‌تا کێلیێن دووماهیێ یێن هه‌ڕفینا وێ. خوه‌نده‌ڤان بێهتر دکه‌ڤه‌ ناڤ هوورگلیێن که‌ساتیا کاردۆیی، ژیان و مژوولاهی و پیلانێن وی یێن ڕۆژانه‌ و کا د ئه‌نجامێ دا چ ب سه‌رێ وی و باژێرێ ئاگڕۆکێ دهێ.

پشتی سه‌رکه‌فتنا کاردۆیی و ده‌سته‌کا وی د هلبژارتنان دا، ئه‌و ده‌ستهلاتا خوه‌ ل سه‌ر باژێرێ ئاگڕۆکێ قایمتر دکه‌ و د ناڤ له‌پێن وی دا ملکێ ده‌وله‌تێ، یێ پارتیێ و یێن وی یێن تایبه‌ت ته‌ڤلهه‌ڤ دبن و ئێدی وه‌سا ڕه‌فتارێ دکه‌، هه‌روه‌کی هه‌ر که‌س و هه‌رتشت و هه‌می باژێر ملکێ وی یه‌ و که‌س ژ وی پێهه‌لتر نینه.


ئه‌و ب ڕێیا ترساندن و گه‌نده‌لی و خاپاندنێ ده‌وله‌مه‌ندتر دبه‌ و ئاژانێن خوه‌ ل هه‌ر ده‌را باژێری به‌لاڤ دکه‌ و تڕس و سه‌همێ دئێخه‌ ناڤ خه‌لکێ باژێری. کارمه‌ندێن کو ب وی ڕا کار دکن و هێزا کو وی دپارێزه‌ و ل به‌ر خزمه‌تا وی یه‌، ژ کرێتکرن و بێروومه‌تکرن و زۆرداریا وی خلاس نابن و که‌س، یان ژ به‌ر پاراستنا به‌رژه‌وه‌ندیێن خوه‌ یان ژ تڕسێ بسته‌هـ ناکه‌ ل به‌ر ده‌ڤێ وی بده‌ یان گازنده‌یێن خوه‌ بگه‌هینن جهێن بلندتر.

کاردۆ ب وێ ژی به‌س ناکه‌ و به‌لا خوه‌ و بێ ئاگاهدارکرنا سه‌رکردایه‌تیا پارتیا خوه‌ ل پارتیێن هه‌ڤالبه‌ند ژی ل باژێرێ ئاگرۆکێ دده‌ و چه‌ند ڕێبه‌رێن وان ب ڤه‌شارتی ژ ناڤ دبه‌. ئه‌و، ژ بۆ نموونه‌ ڕێبه‌ره‌کێ پارتیه‌کێ ل باژێرێ ئاگرۆکێ ب ناڤێ مه‌لا شه‌ره‌فی، کو بێترس دئاخفت و کاردۆ ڕه‌خنه‌ دکر، ب ده‌ستێن ڕه‌شه‌کێن خوه‌ ژ ناڤ بیستانێ وی دڕه‌ڤینه‌ و د زیندانه‌کا ڤه‌شارتی د سه‌رداڤا خانیه‌کی دا ‌ ئازار ددە و ل داویێ ئه‌و ب لێدان و برسیکرنێ دمره.


هه‌ر چه‌ند ئه‌و د هێرشه‌کا هێزه‌کا وان دا بۆ سه‌ر هێزێن پارتیه‌کا دی یا کوردی بریندار دبه‌، لێ پۆزبلندی و دکتاتۆریا وی وه‌ها ل وی دکه‌ کو ئه‌و باوه‌ر ناکه‌ ئه‌و ب گوڵه‌یێن نه‌یاران بهێ کوشتن. لێ ڕۆژه‌کێ، ل نێزیکی باره‌گه‌هێ وی، دو مالبات ل سه‌ر زارۆک و مریشکان ب شه‌ر دچن و ئه‌و خوه‌ ناگره‌ و ده‌بانجه‌یا خوه‌ ب ده‌ستێ خوه‌ دگره‌ و دکه‌ڤه‌ ناڤ ئاگرێ هه‌ردو مالباتان و گۆتنێن گه‌له‌ک کرێت دبێژه‌ وان. د ناڤ وێ هەنگامەیێ دا گوڵه‌یه‌ک ژ په‌نجه‌ره‌یه‌کێ داویێ ب ژیانا وی دئینه.


وه‌ختێ خه‌لکێ باژێری دزانه‌ کو كاردۆیێ دکتاتۆر نه‌ما، ئێدی هێرشێ دکن سه‌ر بنگه‌هـ و باره‌گه‌هێن ده‌ستهلاتێ ژ بۆ ژناڤبرنا وان که‌سێن ئه‌و ب سالان ئیزا دانه‌ و ئاگرۆک ل وان کریه‌ ئاگر و زیندان.


ڤی كاردۆیێ کو هزر دکر هایا وی ژ هەر کەسی و هەر تشتی هەیە، هەتا رۆژەکێ بەری کوشتنا خوە، نەدزانی کو رەشەکێ وی جۆتۆ، یێ کو وی رکەبەرێن خوە ب دەستێن وی دکوشتن، دەستدرێژی کربوو سەر یارا وی یا ب سالان عەزیزایێ و ئەو د ژییێ سنێلیێ دا ژ کەچینیێ خستبوو.

گه‌له‌ک چیرۆک و سه‌رهاتی د ڤی به‌رگی دا هه‌نه‌ و یه‌ک ژ یێن بالکێش یا تیتۆیی یه‌. ئه‌و د به‌رگێ یه‌کێ یێ ڕۆمانێ دا وه‌کی که‌سه‌کێ خوه‌نده‌، وه‌لاتپه‌روه‌ر و ئه‌ندامه‌کێ پارتیا ده‌ستهلاتداره‌. ئەو وه‌کی ڕکه‌به‌رێ کاردۆیی د هلبژارتنان دا پشکدار بوو و تێ دا سەرنەکەفت. وی دیکتاتۆری و گه‌نده‌لیا کاردۆیی ل جه‌م دۆستێن خوه‌ یێن نێزیک ڕه‌خنه‌ دکر، لێ بسته‌هـ نه‌دکر وێ ڕاستیا خوه‌ ڕووبڕوویێ کاردۆیی ب خوه‌ بکه.


حالێ تیتۆیی نه‌ ئه‌و قاس باشه‌ و د خانیه‌کێ که‌ڤن دا‌ یه‌. لێ پشتی کو که‌ڤنه‌ دۆستێ خوە جه‌مال گرسکی دبینە‌، کو ژ ده‌رڤه‌ هاتیه‌، هه‌ر تشتێ وی دهێ گوهۆرین. ئه‌و دبه‌ ڕێڤه‌به‌رێ کۆمپانیایێن جه‌مالی یێن تیجاره‌تێ ل پیرکه‌ڤیا و حالێ وی خوه‌شتر دبه.


تیتۆ یێ خودان ژن و زارۆک ئێدی دخوازه‌ ئه‌و ژی وه‌کی کاردۆیی ببه‌ خودان ژنه‌کا دن و خودان خانیه‌کێ باشتر. ئه‌و چاڤێن خوه‌ به‌ر دده‌ نازکێ، پارێزه‌را کو ل نک وی ل کۆمپانیایێ کار دکر و ئێدی وه‌کی ژن و مێرێن نه‌ ڕه‌سمی ڕه‌فتارێ ب هه‌ڤوودو ڕا دکن. ڕۆژه‌کێ ئه‌و ب نازکێ ڕا دچه‌ مال، بۆ جه‌م دایکا وێ و برایێ وێ پێ دزانه‌ و هێرشێ دکه‌ سه‌ر وان. نازک و دایک دهێن کوشتن و تیتۆ ژی ب دژواری بریندار دبه‌. پاشی ئه‌م دبینن تیتۆیێ بریندار د خانیه‌کێ نوو د تاخه‌کا ده‌وله‌مه‌ندان دا دژی و پاشی ب جه‌مالی ڕا،‌ ژ بۆ چاره‌سه‌ریێ و به‌لکی مانا هه‌رتمی دچه‌ ئەوسترالیایێ.


خوه‌ندنا ڤێ به‌رهه‌مێ گه‌له‌ک پرسیاران ده‌رباره‌یێ سنۆرێن د ناڤبه‌را ملکێ تایبه‌ت و ملکێ پارتیێ و ملکێ ده‌وله‌تێ، د ناڤبه‌را یا به‌رژه‌وه‌ندیێن پارتیا ده‌ستهلاتدار و به‌رژه‌وه‌ندیێن حکوومه‌تا ئه‌و تێ دا و گه‌له‌کێن دن دئازرینه.