Navê
kitêbê: Ava mezin (demê ku masiyên xwe têhnî dihêlit)
Nivîskar: Sebrî Silêvaneyî
Weşanxane: Wezareta rewşenbîrî
Çapxane: li Silêmaniyê
Sala weşanê: Çapa yekê 2004
Hejmara rûpelan:
Qesrê
gundek e bi rex Ava mezin ve, pirî jiyan, hevbeşî û hevdijî, xewn û hîvî, keyf
û tirs û di nava van hemiyan da gelek tişt di nav malbata Ebab bekirî û nas û
dorhêla wî da diqewimin.
Roman bi wê
dest pê dike ku Bazîxa kiça Ebabekirî naxwaze şû bi pismamê xwe Zahirî bike, lê
Zahir gefa li babê wê dike ku wî bikuje eger Bazîxa nebe jina wî. Ebabekir di
navbera zilma birazayî û axiftinên xelkî de ya birazayî hildibijêre û Bazîxayê
dide Zahirî. Dema mirov li gel serhatiyê berdewam dibe dibîne ku Zahir piştî
zewaca bi Bazîxayê ra dihê guhorîn û dibe kesekê nerm û mirovşirîn. Ew di dema
hatina leşkerê Îraqê da bo ser gundê wan û ji bo parastina xelkê xwe, li gel
Fermanî şerî li dijî wan dike û Bazîxa xwe bi wê mêrxasiya wî serbilind dibîne
û ew ji Zahirî ra ji her tiştî giringtir bû.
Ev
parçeyeka biçûk e ji serhatiyeka dirêj ya ku di nav xwe da gelek çîrokên din
dihewîne. Ev hemî jî di nîverasta salên heftêyan da çêdibin, dema serhildana başûrê
Kurdistanê piştî lihevhatina Cezayîrê di 1975ê de setimî û leşkerê Îraqê ber bi
wan dever û gundan ve dihê, yên ku azad bûn û di bin desthilata pêşmergeyan da
bûn.
Ji nav serhatiyên di vê romanê da hatine behiskirin ji bo nimûne ya Mela Teyibî û ka bo ci gund bi navê Qesra Mela Teyibî hatiye binavkirin. Serhatiya Fermanî û evîna wî bo Firînê û çawa kuştina babê wî ji aliyê leşkerê îraqî ve kar kir ser derûniya wî. Çîroka Şêxmûsê êzidî, evîna wî bo Zuleyxayê û rawestiyana babê wî li dijî evîna wan û ka encam çi bû. Haciyê Pîrozê û bandora qelsiya wî li ser peywendiya wî bi jina wî ra. Herweha ka çawa Evdiyê diz tobe dike û dibe Şêx Evdillayê Mişextî û hêj.
ناڤێ کتێبێ: ئاڤا مەزن (دەمێ کو ماسیێن خوە تێهنی دهێلت)
نڤیسکار: سەبری سلێڤانەیی
وەشانخانە: وەزارەتا رەوشەنبیری
چاپخانە: ل سلێمانیێ
سالا وەشانێ: چاپا یەکێ ٢٠٠٤
هەژمارا رووپەلان:
قهسرێ گوندهکه ب
ڕهخ ئاڤا مهزن ڤه، پری ژیان، ههڤبهشی و ههڤدژی، خهون و هیڤی، کهیف و ترس و
د ناڤا ڤان ههمیان دا گهلهک تشت د ناڤ مالباتا عهبابهکری و ناس و دۆرهێلا وی
دا دقهومن.
ڕۆمان ب وێ دهست پێ
دکت کو بازیغا کچا عهبابهکری ناخوازت شوو ب پسمامێ خوه زاهری بکت، لێ زاهر گهفا
ل بابێ وێ دکت کو وی بکوژت ئهگهر بازیغا نهبت ژنا وی. عهبابهکر د ناڤبهرا
زلما برازایی و ئاخفتنێن خهلکی دا یا برازایی هلدبژێرت و بازیغایێ ددت زاهری. دهما
مرۆڤ ل گهل سهرهاتیێ بهردهوام دبت دبینت کو زاهر پشتی زهواجا ب بازیغایێ ڕا
دهێت گوهۆرین و دبت کهسهکێ نهرم و مرۆڤشرین. ئهو د دهما هاتنا لهشکهرێ عیراقێ
دا بۆ سهر گوندێ وان و ژ بۆ پاراستنا خهلکێ خوه، ل گهل فهرمانی شهری ل دژی
وان دکت و بازیغا خوه ب وێ مێرخاسیا وی سهربلند دبینت و ئهو ژ زاهری ڕا ژ ههر
تشتی گرنگتر بوو.
ئهڤ پارچهیهکا
بچووکه ژ سهرهاتیهکا درێژ یا کو د ناڤ خوه دا گهلهک چیرۆکێن دی دحهوینت. ئهڤ
ههمی ژی د نیڤهراستا سالێن حهفتێیان دا چێدبن، دهما سهرهلدانا باشوورێ
کوردستانێ، پشتی لههڤهاتنا جهزائیرێ د ١٩٧٥ێ دا سهتمی و لهشکهرێ عیراقێ بهر
ب وان دهڤهر و گوندان ڤه دهێت، یێن کو ئازاد بوون و د بن دهستهلاتا پێشمهرگهیان
دا بوون.
ژ ناڤ سهرهاتیێن د
ڤێ ڕۆمانێ دا هاتنه بهحسکرن ژ بۆ نموونه یا مهلا تهیبی و کا بۆ ج گوند ب ناڤێ
قهسرا مهلا تهیبی هاتیه بناڤکرن. سهرهاتیا فهرمانی و ئهڤینا وی بۆ فرینێ و
چاوا کوشتنا بابێ وی ژ ئالیێ لهشکهرێ عیراقی ڤه کار کر سهر دهروونیا وی. چیرۆکا
شێخمووسێ ئێزدی، ئهڤینا وی بۆ زولهیخایێ و ڕاوهستیانا بابێ وی ل دژی ئهڤینا
وان و کا ئهنجام چ بوو. حاجیێ پیرۆزێ و باندۆرا قهلسیا وی ل سهر پهیوهندیا وی
ب ژنا وی ڕا. ههروهها کا چاوا عهڤدیێ دز تۆبه دکت و دبت شێخ عهڤدڵایێ مشهختی
و هێژ.