Navê kitêbê: Valatî di naxî da
Nivîskar: Yusif Elî Sefar
Weşanxane:
Çapxane: Kanu
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan: 266
Valatî di naxî da, ya ku
li ser cildî wek roman hatiye bi nav kirin, ji destpêkeka bi navê “Naxê çi
ne” û çar beşan bi navên Naxê êkê, duyê, sêyê û çarê pêk dihê. Hem destpêk û
hem jî her yek ji çar beşan bi nivîsarên hizrî û dîtinên nivîskarî dest pê
dikin.
Çar serhatî di wan çar
beşan da hene. Yek ya xurtekî ye ku piştî xwandina
zanîngehê karekê hejî xwandina xwe nabîne û bi rêya nasekê xwe dibe polîsê
trafikê. Ew xwedan jin û zarok e. Hevalekê wî yê serdema xwandinê ku hez jê
nake û ji bo êşandina wî xwe nêzîkî wî dike û wî radikêşe bo nav gendelîyê û
karên pûç. Serhatîya duyê ya mamosteyekî ye ku xwe kirye di nav partîyekê de da
ku li xwandingeheka nêzîkî mala xwe karê mamsoteyîyê bike. Berpirsê partîyê yê
wê derê karî jê ra peyda dike û dike berpirsê xwandingehê jî, lê li hember wê
jê dixwaze ku ew sîxûrîyê li ser karmendên xwandingeha xwe yên ne ji partîya
wan bike. Ew û hevalê xwe yê mamoste bi hindê razî dibin û her ku diçe ew
zêdetir dikevin nav gendelîyê. Ya sêyem ya doktorekî ye ku mala xwe ji ber arêşeyeka
civakî înaye bajarî û hevalekê wî hem xapan lê dike û hem jî wî tevlî sîstema
gendelîyê dike. Li alîyê din jî her ev doktor yê ku li dijî axayî bû, ji ber
hezkirinê ji keça axayî dibe xizmetkarê axayî û alîkarîya wî di karê firotina
narkotîkayê dike û rastî gelek arêşeyan dibe. Ya çarê û ya dawîyê serhatîya
karmendekî ye ku hez ji keçeka xrîstiyan dike û ji ber wê çendê ew û malbata
xwe rastî arêşeyan dibin.
Çi pêkvegirêdaneka vegêranê û qewmînan di
navbera kesên van çîrokan û van çar serhatîyan da nîne û her yek çîrokeka
serbixwe ye. Lê tiştê hevbeş ew e ku navê kesê serekî yê her yekê ji van
serhatîyan Xêro ye û mijara wan jî gendelî ye.
Her çi qas ev kitêb bi kurdîya kurmancî ye, lê
ew gelek bi kurdîya soranî barkirî ye û nemaze destpêkên beşan. Ev çend ji navê
kitêbê û yên beşan bi xwe jî diyar e. Hevokên wê jî carna zêde dirêij in.
ناڤێ کتێبی: ڤالاتی د ناخی دا
ناڤێ نڤیسکاری: یوسف عەلی سەفار
وەشانخانە:
چاپخانە: کانو
سالا وەشانێ: ٢٠١٩
هەژمارا رووپەلان: ٢٦٦
ڤالاتی د ناخی دا، یا کو ل سهر جلدی وهک ڕۆمان هاتیه
ب ناڤ کرن، ژ دهستپێکهکا ب ناڤێ “ناخێ چنه” و چار بهشان ب ناڤێن ناخێ ئێکێ،
دویێ، سێیێ و چارێ پێک دهێت. ههم دهستپێک و ههم ژی ههر یهک ژ چار بهشان ب
نڤیسارێن هزری و دیتنێن نڤیسکاری دهست پێ دکن.
چار سهرهاتی د وان چار بهشان دا ههنه. یهک یا خورتهکی
یه کو پشتی خواندنا زانینگههێ کارهکێ ههژی خواندنا خوه نابینت و ب ڕێیا ناسهکێ
خوه دبت پۆلیسێ ترافیکێ. ئهو خودان ژن و زارۆکه. ههڤالهکێ وی یێ سهردهمێ
خواندنێ کو حهز ژێ ناکت و ژ بۆ ئێشاندنا وی خوه نێزیکی وی دکت و وی ڕادکێشت
بۆ ناڤ گهندهلییێ و کارێن پووچ. سهرهاتییا دویێ یا مامۆستایهکی یه کو خوه
کریه د ناڤ پارتییهکێ دا دا کو ل خواندنگهههکا نێزیکی مالا خوه کارێ مامۆستههییێ
بکت. بهرپرسێ پارتییێ یێ وێ دهرێ کاری ژێ ڕا پهیدا دکت و وی دکت بهرپرسێ
خواندنگههێ ژی، لێ ل ههمبهر وێ ژێ دخوازت کو ئهو سیخورییێ ل سهر کارمهندێن
خواندنگهها خوه یێن نە ژ پارتییا وان بکت. ئهو و ههڤالێ خوه یێ مامۆسته ب وێ
چەندێ رازی دبن وهندی وێڤەترە ئەو زێدهتر دکهڤن ناڤ گهندهلییێ. یا سێیهم یا
دکتۆرهکی یه کو مالا خوه ژ بهر ئارێشهیهکا جڤاکی ئینایه باژێری و ههڤالهکێ
وی ههم خاپان لێ دکت و ههم ژی وی تهڤلی سیستەما گهندهلییێ دکت. ل رەخێ دی ژی
ههر ئهڤ دۆکتۆر یێ کو ل دژی ئاغایی بوو، ژ بهر حهزکرنێ ژ کچا ئاغایی دبت خزمهتکارێ
ئاغایی و هاری وی د کارێ فرۆتنا نارکۆتیکایێ دا ژی دکت و ڕاستی گهلهک ئارێشهیان
دبت. یا چارێ و یا داوییێ سهرهاتییا کارمهندهکی یه کو حهز ژ کچهکا خریستیان
دکت و ژ بهر وێ چهندێ ئهو و مالباتا وی ڕاستی ئارێشهیان دبن.
چ پێکڤهگرێدانهکا ڤهگێرانێ و قەومینان د ناڤبهرا کهسێن
ڤان چیرۆکان و ڤان چار سهرهاتییان دا نینه و ههر یهک چیرۆکهکا سهربخوه یه.
لێ تشتێ ههڤبهش ئهوه کو ناڤێ کهسێ سهرهکی یێ ههر یهکێ ژ ڤان سهرهاتییان
خێرۆ یه و مژارا وان ژی گەندەلێ یە.
ههر چ قاس ئهڤ کتێب ب کوردییا کورمانجی یه، لێ ئهو
گهلهک ب کوردییا سۆرانی بارکری یه و نهمازه دهستپێکێن بهشان. ئهڤ چهند ژ
ناڤێ کتێبێ و یێن بهشان ب خوه ژی دیاره. ههڤۆکێن وێ ژی جارنا زێده درێژن.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar