fredag 31 juli 2020

Mîtazar

Navê kitêbê: Mîtazar (Li pişt azaran çi heye)

Nivîskar: Evraz Ebdulkerîm

Weşanxane: Çapxaneya Tehran li Îranê

Sala weşanê: 2019

Hejmara rûpelan: 152

 

Mîtazar civakekê nîşa me dide ku dîtin, biryar û azadiya kesî (takî) û keçê tê da dibe qurbana dîtin, gotin û biryara komê û nakokiyên di navbera malbatan da û di encam vê da jî hemî hinda dikin.

Keça bîst salî Gulpayîz û Çûvan hez ji yekûdu dikin û malbatên herduyan neyar û xwîndarên yek in. Herdu malbat li dijî zewaca wan derdikevin û ew bi evîna xwe li dijî wê kîndariya herdu malbatên xwe radiwestin û ji xwe ra direvin û l Dihokê bi veşarkî dijîn. Rojekê, piştî sal û sê mehan pêk ve û hema ji nişkekê ve Çûvan, yê ku di evîna xwe da bo Gulpayîzê wekî berê nemabû, nazivire mal û berze dibe. Paşî Gulpayîz ji hevalekê wî dizane ku wî ew hêlaye û berê xwe daye derve û penaberiyê. Êdî Gulpayîz neçar dibe kar bike û di nav karî da rastî tengasiyan û leşfiroşiyê dibe.

Li aliyê din malbata Gulpayîzê berdewam li wê digeriya û bapîrê wê berî mirina xwe wesyetek bo mamê wê Nezarî hêlabû û jê xwestibû ew namûsa mala wan bişû û Gulpayîzê peyda bike û bikuje, lê Nezar yê ku li xwandingehekê li Dihokê mamoste ye û di dil da nedixwest kuştinê bike û xwe neçar jî didît wesyeta babê xwe bicih bîne, keçê peyda nake.

Carekê Nezar pantalonê xwe dibe cem Bêhûdê dirwarkar ji bo ku firehiya wî kêmtir bike. Bêhûd di berîkeka pentelonî da wê wesyeta babê Nezarî dibîne û xwe neçar dibîne ku bikeve pey vê pirsê û rê li kuştina wê keçê bigire. Bêhûd li dawiyê û bi rêya xwenêzîkkirinê ji Nezarî dikare hem Nezarî nerimtir bike û hem jî keçê peyda bike. Ew Gulpayîzê jî razî dike û dibe Nexweşxaneyê ji bo seredana Nezarî yê li ber mirnê ye û yê ku dixwaze lê bibore, lê wextê Gulpayîz diçe hindav serê wî li nexweşxaneyê Nezar miribû.

Xwendevan ji bilî serhatiya Gulpayîzê, di vê romanê da çîroka Bêhûdî yê ku zanîngeh qetandiye, lê dirûtingeha xwe heye û lê kar dike, dixwîne.

Ji romanê: “Eve bi emrê bapîrên me ev gunehe dikelin, dest bo destî û bab bo kurî van gunehan weku mîrat radestî kurên xwe diken û kesek nîne rojekê jî li gunehek wan bi xo bipirsît.”

 

ناڤێ کتێبێ: میتازار (ل پشت ئازاران چ هەیە)

نڤیسکار: ئەڤراز عەبدولکەریم

وەشانخانە: چاپخانەیا تەهران ل ئیرانێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٩

هەژمارا رووپەلان: ١٥٢

 

میتازار جڤاکه‌کێ نیشا مه‌ دده‌ کو دیتن، بریار و ئازادیا که‌سی (تاکی) و که‌چێ تێ دا دبه‌ قوربانا دیتن، گۆتن و بریارا کۆمێ و ناکۆکیێن د ناڤبه‌را مالباتان دا و د ئه‌نجامێ دا ژی هه‌می هندا دکن.

که‌چا بیست سالی گولپاییز و چووڤان حه‌ز ژ یه‌کوودو دکن و مالباتێن هه‌ردویان نه‌یار و خویندارێن یه‌کن. هه‌ردو مالبات ل دژی زه‌واجا وان ده‌ردکه‌ڤن و ئه‌و ب ئه‌ڤینا خوه‌ ل دژی وێ کینداریا هەردو مالباتێن خوه‌ ڕادوه‌ستن و ژ خوه‌ ڕا دره‌ڤن و ل دهۆکێ ب ڤه‌شارکی دژین. ڕۆژه‌کێ، پشتی سال و سێ مه‌هان پێک ڤە و هه‌ما ژ نشکه‌کێ ڤه‌ چووڤان، یێ کو د ئه‌ڤینا خوه‌ دا بۆ گولپاییزێ وه‌کی به‌رێ نه‌مابوو، نازڤره‌ مال و به‌رزه‌ دبه‌. پاشی گولپاییز ژ هه‌ڤاله‌کێ وی دزانه‌ کو وی ئه‌و هێلایه‌ و به‌رێ خوه‌ دایه‌ ده‌رڤه‌ و په‌نابه‌ریێ. ئێدی گولپاییز نه‌چار دبه‌ کار بکه‌ و د ناڤ کاری دا ڕاستی ته‌نگاسیان و له‌شفرۆشیێ دبه.‌

ل ئالیێ دن مالباتا گولپاییزێ به‌رده‌وام ل وێ دگه‌ریا و باپیرێ وێ به‌ری مرنا خوه‌ وه‌سیه‌ته‌ک بۆ مامێ وێ نه‌زاری هێلابوو و ژێ خوه‌ستبوو ئه‌و نامووسا مالا وان بشوو و گولپاییزێ په‌یدا بکه‌ و بکوژه‌، لێ نەزار یێ کو ل خواندنگه‌هه‌کێ ل دهۆکێ مامۆسته‌ یه‌ و د دل دا نه‌دخوه‌ست کوشتنێ بکه و خوه‌ نه‌چار ژی ددیت وه‌سیه‌تا بابێ خوه‌ بجهـ بینه‌، که‌چێ په‌یدا ناکه.‌

جاره‌کێ نەزار پەنتەلۆنێ خوه‌ دبه‌ جه‌م بێهوودێ دروارکار ژ بۆ کو فره‌هیا وی کێمتر بکه‌. بێهوود د به‌ریکه‌کا په‌نته‌لۆنی دا وێ وه‌سیه‌تا بابێ نەزاری دبینه‌ و خوه‌ نه‌چار دبینه‌ کو بکه‌ڤه‌ په‌ی ڤێ پرسێ و ڕێ ل کوشتنا وێ که‌چێ بگره‌. بێهوود ل داویێ و ب ڕێیا خوه‌نێزیککرنێ ژ نەزاری دکاره‌ هه‌م نەزاری نه‌رمتر بکه‌ و هه‌م ژی که‌چێ په‌یدا بکه‌. ئه‌و گولپاییزێ ژی رازی دکە و دبە‌ نه‌خوه‌شخانه‌یێ ژ بۆ سه‌ره‌دانا نەزاری یێ ل به‌ر مرنێ و یێ کو دخوازه‌ لێ ببۆره‌، لێ وه‌ختێ گولپاییز دچه‌ هنداڤ سه‌رێ وی ل نه‌خوه‌شخانه‌یێ نەزار مربوو.

خوه‌نده‌ڤان ژ بلی سه‌رهاتیا گولپاییزێ، د ڤێ ڕۆمانێ دا چیرۆکا بێهوودی یێ کو زانینگه‌هـ قه‌تاندیه‌، لێ درووتنگه‌ها خوه‌ هه‌یه‌ و لێ کار دکه‌، دخوینه.

ژ رۆمانێ: "ئەڤە ب عەمرێ باپیرێن مە ئەڤ گونەهە دکەلن، دەست بۆ دەستی و باب بۆ کوری ڤان گونەهان وەکو میرات ڕادەستی کورێن خوە دکەن و کەسەک نینە رۆژەکێ ژی ل گونەهەک وان بخۆ بپرسیت

tisdag 28 juli 2020

Şevên sar

Navê kitêbê: Şevên sar 

Nivîskar: Hesen Îbrahîm

Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li DIhokê

Sala weşanê: 2006

Hejmara rûpelan: 180


Xewna çûna derve û çetniyên penaberiyê û xerîbiya welatî mijara serekî ya vê romanê ye û gelek pirsiyar û peyam jê dipeşin û hestek  ku her axekê xweşî û nexweşiyên xwe hene jê çê dibe.

Azad xortekê jêhatî ye û gelek hez ji malbat, kesûkar, gund û welatê xwe dike û dixwaze xizmeta wan bike û xelkê ku wî nas dike jî gelek jê bi hêvî ye. Ew xwandina xwe ya endazyariyê temam dike û dibe yê yekê li ser zanîngehên herêma Kurdistanê û dibe xudan kar, jin û du zarok. Lê çavên Azadî li ya çêtir in û wê çêtiriyê di Ewropayê da dibîne. Ew bi bihaneya xwandina bilind berê xwe dide derve, bi hizra ku bibe penaber û paşî mala xwe jî bibe cem xwe û xwandina bilind li wê derê temam bike û bi master û doktorayê û aboriyek baş bizivire welatê xwe.

Li zanîngehê elmanî keçek bi dû wî dikeve û wî mêhvan dike û hînî laşê xwe û vexwarina ereqê û narkotîkayê dike û ew êdî dibe kar û jiyana wî ya rojane. Ew ji bo wê dev ji xwandina xwe, ji hevalên xwe, ji peywendîkirina bi jin û kesûkarên xwe li welatê xwe ber dide. Û ji bo ku bikare narkotîkayê bi dest bixe, êdî diziyan dike û narkotîkayê difiroşe û ji ber wan jî tê girtin û sê salan di zîndanê da dimîne.

Di zîndanê da û ji bo çareserkirina tiryakiyê, wî dewrî nexweşxaneyekê dikin û di dawiyê da ew ji narokmaniyê rizgar dibe, lê nexweşiyeka giran lê peyda dibe. Ew ji zîndanê derdikeve û bi sê kurdan ra di odeyekê da li kampekê dimîne û di navbera wî û wan kurdan da û di nav wî bi xwe da jî axiftin li ser ya wan kirî û ya bi serê wan hatî û çarenvîsa xwe çê dibe. Hizra vegerê li serê wî dide û piştî gelek salên jê veqetiyanê peywendiyê bi malbata xwe li welatî dike, lê nexweşiya giran rê nadeyê ew sax vegere nav malbata xwe û ew mirî tê zivirandin bo goristaneka welatê xwe.

Em ji sê kurdên bi wî ra di odeyê; Asoyê ji Helebçe yê li ber kîmyayî keftî, Sammanê ji ber şerê birakujiyê revî û li derve rastî qimarê û deynan bûyî, Memoyê komunîst yê çî hizr û xewnên wî bicih nehatî, guhdariya serhatiya penaberbûna wan jî dikin

Ji romanê: “Ez fêr bûm, mn daxwaz jê dikir, min hîvî jê dikirin heta hindek daba mn, ew jî li bermaberî karekî mn bo kiriba, mn neşiya xwe li ser piya bigirim, xwîna min hemî bû dermank”

     

ناڤێ کتێبێ: شەڤێن سار

نڤیسکار: حەسەن ئیبراهیم

وەشانخانە: ئێکەتیا نڤیسەرێن کورد ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠٠٦

هەژمارا رووپەلان: ١٨٠

 

خه‌ونا چوونا ده‌رڤه‌ و چه‌تنیێن په‌نابه‌ریێ و خه‌ریبیا وه‌لاتی مژارا سه‌ره‌کی یا ڤێ ڕۆمانێ یه‌ و گه‌له‌ک پرسیار و په‌یام ژێ دپه‌شن و هه‌سته‌ک کو هه‌ر ئاخه‌کێ خوه‌شی و نه‌خوه‌شیێن خوه‌ هه‌نه‌ ژێ چێ دبە.

ئازاد خۆرته‌کێ ژێهاتی یه‌ و گه‌له‌ک حه‌ز ژ مالبات، که‌سووکار، گوند و وه‌لاتێ خوه‌ دکه‌ و دخوازه‌ خزمه‌تا وان بکه‌ و خه‌لکێ کو وی ناس دکه‌ ژی گه‌له‌ک ژێ ب هێڤی یه‌. ئه‌و خواندنا خوه‌ یا ئه‌ندازیاریێ ته‌مام دکه‌ و دبه‌ یێ یه‌کێ ل سه‌ر زانینگه‌هێن هه‌رێما کوردستانێ و دبه‌ خودان کار، ژن و دو زارۆک. لێ چاڤێن ئازادی ل یا چێترن و وێ چێتریێ د ئه‌ورۆپایێ دا دبینه‌. ئه‌و ب بهانه‌یا خواندنا بلند به‌رێ خوه‌ دده‌ ده‌رڤه‌، ب هزرا کو ببه‌ په‌نابه‌ر و پاشی مالا خوه‌ ژی ببه‌ جه‌م خوه‌ و خواندنا بلند ل وێ ده‌رێ ته‌مام بکه‌ و ب ماسته‌ر و دۆکتۆرایێ و ئابۆریه‌ک باش ڤە بزڤره‌ وه‌لاتێ خوە.‌

ل زانینگه‌هەکا ئه‌لمانی که‌چه‌ک ب دوو وی دکه‌ڤه‌ و وی مێهڤان دکه‌ و هینی لاشێ خوه‌ و ڤه‌خوارنا ئه‌ره‌قێ و نارکۆتیکایێ دکه‌ و ئه‌و ئێدی دبه‌ کار و ژیانا وی یا ڕۆژانه‌. ئه‌و ژ بۆ وێ ده‌ڤ ژ خواندنا خوه‌، ژ هه‌ڤالێن خوه‌، ژ په‌یوه‌ندیکرنا ب ژن و که‌سووکارێن خوه‌ ل وه‌لاتێ خوه‌ به‌ر دده‌. و ژ بۆ کو بکاره‌ نارکۆتیکایێ ب ده‌ست بخه‌، ئێدی دزیان دکه‌ و نارکۆتیکایێ دفرۆشه‌ و ژ به‌ر وان ژی تێ گرتن و سێ سالان د زیندانێ دا دمینە.‌

د زیندانێ دا و ژ بۆ چاره‌سه‌رکرنا تریاکیێ، وی ده‌وری نه‌خوه‌شخانه‌یه‌کێ دکن و د داویێ دا ئه‌و ژ نارکۆمانیێ ڕزگار دبه‌، لێ نه‌خوه‌شیه‌کا گران لێ په‌یدا دبه‌. ئه‌و ژ زیندانێ ده‌ردکه‌ڤه‌ و ب سێ کوردان ڕا د ئۆده‌یه‌کێ دا ل کامپه‌کێ دمینه‌ و د ناڤبه‌را وی و وان کوردان دا و د ناڤ وی ب خوه‌ دا ژی ئاخفتن ل سه‌ر یا وان کری و یا ب سه‌رێ وان هاتی و چاره‌نڤیسا خوه‌ چێ دبه‌. هزرا ڤه‌گه‌رێ ل سه‌رێ وی دده‌ و پشتی گه‌له‌ک سالێن ژێ ڤه‌قه‌تیانێ په‌یوه‌ندیێ ب مالباتا خوه‌ ل وه‌لاتی دکه‌، لێ نه‌خوه‌شیا گران ڕێ ناده‌یێ ئه‌و ساخ ڤه‌گه‌ره‌ ناڤ مالباتا خوه‌ و ئه‌و مری تێ زڤراندن بۆ گۆرستانه‌کا وه‌لاتێ خوە.‌

ئه‌م ژ سێ کوردێن ب وی ڕا د ئۆده‌یێ دا؛ ئاسۆیێ ژ هه‌له‌بچه‌ یێ کو به‌ر کیمیایی که‌فتی، سامانێ ژ به‌ر شه‌رێ براکوژیێ ڕه‌ڤی و ل ده‌رڤه‌ ڕاستی قمارێ و ده‌ینان هاتی، مه‌مۆیێ کۆمونیست یێ چ هزر و خه‌ونێن وی بجهـ نه‌هاتی، گوهداریا سه‌رهاتیا په‌نابه‌ربوونا وان ژی دکن.

ژ رۆمانێ: "ئەز فێر بووم، من داخواز ژێ دکر، من هیڤی ژێ دکرن هەتا هندەک دابا من، ئەو ژی لبەرامبەری کارەکی من بۆ کربا، من نەشیا خوە لسەر پیا بگرم، خوینا من هەمی بوو دەرمانک".


fredag 24 juli 2020

Revîn ji xulekên zer

Navê kitêbê: Revîn ji xulekên zer

Nivîskar: Awaz Mistefa Berwarî

Weşanxane: Dezgehê Nalbend

Sala weşanê: 2018

Hejmara rûpelan: 103

 

Babetê vê kitêba wek roman hatiye weşandin zarok û giringiya dayikûbabîniyê ye di perwerdekirin û sexbêrîkirina wan da. Di encama xwandina vê çîrokê da babetek ji bo gengeşeyê pêşberî me dibe û ew jî ka ew zarok û kesên rastî arêşeyên civakî û derûnî dibin dê ji bo çarenvîseka nediyar hêlayî bin yan divê alîkarî û çareseriyên taybet û pêwîst jê ra bihên berdest û pêşkêş kirin.  

Pejan keçeka hevde salî ye û ew di maleka hejar û xudan gelek zarok da ji dayik bûye û her ji zarokîniyê li mala meta xwe ye. Demê ew ji dayik bû dayika wê hevalcêmkê wê yê kur hêla li nik xwe û ew da meta wê ya bê zarok.

Mêrê meta wê Pako dîn û lal e û gelek caran Pejan bi wî ra diçe nav goristan û kavilê nêzîk xaniyê metê û li wê derê dayikîniya ku nedîtiye di peykerê dayikekê da li wî kavilî dibîne û pê hêmin dibe. Herweha kurek bi navê Rovanî heye û ew hez ji Pejanê dike û jê ra nameyan li wî kavilî dihêle û tê da evîna xwe bo wê diyar dike. Her çend Pejan xwe li gel wî rehet dibîne, lê tiştek di hundirê wê da wê jê dûr dixe. Meta wê yarê xwe heye û wî bi dizî ve dibîne.

Rojekê agir berdibe kavilî û peykerê dayikê jî dipirtikîne û Pejan pê diêşe û dixwaze li dû peykerê dayikê bikeve. Ew Pakoyî bi xwe ra dibe rexê dî yê bajêrî û jê ra dibêje êdî tu azad î û ji xwe ra here û bihêle bila metê jî bi azadî yarê xwe bibîne û ew jî bi serê xwe dikeve nav bajêrî û kolanên wî û venagere cem metê. Xazxazokiyê dike û li kavilên xaniyan dinive û carekê çavên wê bi jineka ducan dikevin û peykerê dayikê di wê da dibîne. Êdî dikeve pey wê jina ducan û diçe mala wê û lê dibe mêhvan. Pejan dayikê di wê da dibîne, ew dayika wê çi caran dest lê nedayî, ew hezjêkirin û viyana wê nedîti û dixwaze pê ra bimîne. Lê jina ducan dibêjeyê te xwe berze kiriye û divê tu li xwe bigerî û ji mala min biçî. Pejan bi dilekê şkestî ji wê malê derdikeve û berê xwe dide çarenivîseka nediyar.

Ji rûpelê 98: “Tu li xwe digerî, te xwe ya berzekirî. Tu viyanê di peykeranda dibînî û hebûna xwe pê temam dikey, li xwe bigere, dema te xwe dît, dê ruha dayikan jî niyasî”.       

 

ناڤێ کتێبێ: رەڤین ژ خولەکێن زەر

نڤیسکار:ئاواز مستەفا بەرواری

وەشانخانە: دەزگەهێ نالبەند

سالا وەشانێ: ٢٠١٨

هەژمارا رووپەلان: ١٠٣

 

بابەتێ ڤێ کتێبا وەک رۆمان هاتیە وەشاندن زارۆک و گرنگیا دایکوبابینیێ یە د پەروەردە و سەخبێریکرنا وان دا. د ئەنجاما خواندنا ڤێ چیرۆکێ دا بابەتەک ژ بۆ گەنگەشەیێ پێشبەری مە دبە و ئەو ژی کا ئەو زارۆک و کەسێن راستی ئارێشەیێن جڤاکی و دەروونی دبن دێ ژ بۆ چارەنڤیسەکا نەدیار هێلایی بن یان دڤێ ئالیکاری و چارەسەریێن تایبەت و پێویست ژێ را بهێن بەردەست و پێشکێش کرن.

په‌ژان که‌چه‌کا هه‌ڤده‌ سالی یه‌ و ئه‌و د ماله‌کا هه‌ژار و خودان گه‌له‌ک زارۆک دا ژ دایک بوویه‌ و هه‌ر ژ زارۆکینیێ ل مالا مه‌تا خوه‌ یه‌. ده‌مێ ئه‌و ژ دایک بوو دایکا وێ هه‌ڤالجێمکێ وێ یێ کور هێلا ل نک خوه‌ و ئه‌و دا مه‌تا وێ یا بێ زارۆک.

مێرێ مه‌تا وێ پاکۆ دین و لاله‌ و گه‌له‌ک جاران په‌ژان ب وی ڕا دچه‌ ناڤ گۆرستان و کاڤلێ نێزیک خانیێ مه‌تێ و ل وێ ده‌رێ دایکینیا کو نه‌دیتیه‌ د په‌یکه‌رێ دایکه‌کێ دا ل وی کاڤلی دبینه‌ و پێ هێمن دبه‌. هه‌روه‌ها کوره‌ک ب ناڤێ ڕۆڤانی هه‌یه‌ و ئه‌و حه‌ز ژ په‌ژانێ دکه‌ و ژێ ڕا نامه‌یان ل وی کاڤلی دهێله‌ و تێ دا ئه‌ڤینا خوه‌ بۆ وێ دیار دکه‌. هه‌ر چه‌ند په‌ژان خوه‌ ل گه‌ل وی کوری ڕه‌حه‌ت دبینه‌، لێ تشته‌ک د هوندرێ وێ دا وێ ژێ دوور دخه‌. مه‌تا وێ یارێ خوه‌ هه‌یه‌ و ب دزی ڤه‌ وی دبینە.

ڕۆژه‌کێ ئاگر به‌ردبه‌ کاڤلی و په‌یکه‌رێ دایکێ ژی دپرتکینه‌ و په‌ژان پێ دئێشه‌ و دخوازه‌ ل دوو په‌یکه‌رێ دایکێ بکه‌ڤه‌. ئه‌و پاکۆیی ب خوه‌ ڕا دبه‌ ڕه‌خێ دی یێ باژێری و ژێ ڕا دبێژه‌ ئێدی تو ئازادی و ژ خوه‌ ڕا هه‌ره‌ و بهێله‌ بلا مه‌تێ ژی ب ئازادی یارێ خوه‌ ببینه‌ و ئه‌و ژی ب سه‌رێ خوه‌ دکه‌ڤه‌ ناڤ باژێری و کۆلانێن وی و ڤەناگەرە جەم مەتا خوە. خازخازۆکیێ دکه‌ و ل کاڤلێن خانیان دنڤه‌ و جاره‌کێ چاڤێن وێ ب ژنه‌کا دوجان دکه‌ڤن و په‌یکه‌رێ دایکێ د وێ دا دبینه‌. ئێدی دکه‌ڤه‌ په‌ی وێ ژنا دوجان و دچه‌ مالا وێ و لێ دبه‌ مێهڤان. په‌ژان دایکێ د وێ دا دبینه‌، ئه‌و دایکا وێ چ جاران ده‌ست لێ نه‌دایی، ئه‌و حه‌زژێکرن و ڤیانا وێ نه‌دیتی و دخوازه‌ پێ ڕا بمینه‌. لێ ژنا دوجان دبێژه‌یێ ته‌ خوه‌ به‌رزه‌ کریه‌ و دڤێ تو ل خوه‌ بگه‌ری و ژ مالا من بچی. په‌ژان ب دله‌کێ شکه‌ستی ژ وێ مالێ ده‌ردکه‌ڤه‌ و به‌رێ خوه‌ دده‌ چاره‌نڤیسه‌کا نه‌دیار.

ژ رووپەلێ ٩٨: "تو ل خوە دگەری، تە خوە یا بەرزەکری. تو ڤیانێ د پەیکەراندا دبینی و هەبوونا خوە پێ تەمام دکەی، ل خوە بگەرە، دەما تە خوە خوە دیت، دێ روحا دایکان ژی نیاسی".

tisdag 21 juli 2020

Şûpên rondikan

Navê kitêbê: Şûpên rondikan

Nivîskar: Hizirvan Ebdulla

Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê

Sala weşanê: 2011

Hejmara rûpelan:

 

Romana Şopên rondikan me dibe nav berperên demekê êşbar yê dîroka başûrê Kurdistanê û hêrişa Enfalan û kêmyabarankirinê di sala 1988ê da û hûrgilî û encamên wê karesatê.

Îraq û ji bo jinavbirina dengê azadiyê li Kurdistanê û bi armanca qirkirina xelkê wê hêrişa xwe ya bi navê Enfalan dibe ser başûrê Kurdistanê û di wê hêrişa xwe da hemî cebilxane û leşkergeriya xwe û çekê kîmyayî li dijî xelkê bi kar tîne û xelk neçar dibin gund û erdê xwe bihêlin û ber bi sinoran birevin.

Gundê Sebrê yek ji wan e û roman balê bêtir dixe ser vî gundi û nemaze mala jinekê bi navê Bedrî û hêrişa ser gundê wan û kêmyabarankiria wan û reva wan ber bi sinoran bo nav axa bakûrê Kurdistanê. Kurê Bedriyê yê mezin Eyûb ku rêberekê pêşmergeyên wê deverê ye, dibe rêberê xelkê ji bo ku di reva xwe da nekevin nav lepên leşkerê îraqî û ji bo ku bi kêmtirîn ziyan bigehin aliyê din yê sinoran. Ji bo Eyûbî ew rêberî û yekkirina helwêstê hemî gundiyan li ser koçbûnê û li dijî xwedanedestê û nehiştina gumanan di nav gundiyan da karekê hêsan nabe.

Em li gel xwendina vê romanê dibin hogirên rêvingiyeka gelek bi êş, tijî westiyan, tirs, birsîbûn û mirin, her ji gundê Sebrê ber bi Çemê, Derkar, Bêrsiv û Boselê û paşî bo nav geliyê Pisaxa û gundê Ziviyan û heta xîvetgeha penaberan li Nisêbînê.

Her bi rêya birayê Eyûbî yê biçûk Qehremanî, yê dukandar li Dihokê û çend dostên wî, em li ser rewşa bajarî ya dijwar û tirs û zordariya xelkê Dihokê di nav da dijîn û dilsoziya wan bo yên ketine ber Enfalan haydar dibin.

Ji blî wan hemî bûyer û serhatî û kesên di romanê da cih girtine û berçavkirina reftara nebaş ya leşkerê tirk li hember penaberan li ser sinoran, ev roman herweha ji me ra di kesê Eyûbî da nimûneyê rêberekê jêhatî yê demê tengaviyan û hezkiriyê xelkê pêşkêş dike.

Ji romanê: “li dûf brûska ji serî hatî, divêt herçî zûtir e em deverê çol bikîn û berev sinoran xwe vekêşîn. Çunku dijmin dê hêrişeka dirindane kete ser deverê, dê çekê kîmyayî b kar înînit.”


ناڤێ کتێبێ: شووپێن رۆندکان

نڤیسکار:هزرڤان عەبدوللا

وەشانخانە: ئێکەتیا نڤیسەرێن کورد ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١١

هەژمارا رووپەلان: 


 ڕۆمانا شۆپێن ڕۆندکان مه‌ دبه‌ ناڤ به‌رپه‌رێن ده‌مه‌کێ ئێشبار یێ دیرۆکا باشوورێ کوردستانێ و هێرشا ئه‌نفالان و کێمیابارانکرنێ د سالا ١٩٨٨ێ دا و هوورگلی و ئه‌نجامێن وێ کاره‌ساتێ.

عیراق و ژ بۆ ژناڤبرنا ده‌نگێ ئازادیێ ل کوردستانێ و ب ئارمانجا قرکرنا خه‌لکێ وێ هێرشا خوه‌ یا ب ناڤێ ئه‌نفالان دبه‌ سه‌ر باشوورێ کوردستانێ و د وێ هێرشا خوه‌ دا هه‌می جه‌بلخانه‌ و له‌شکه‌رگه‌ریا خوه‌ و چه‌کێ کیمیایی ل دژی خه‌لکێ ب کار تینه‌ و .خه‌لک نه‌چار دبن گوند و ئه‌ردێ خوه‌ بهێلن و به‌ر ب سنۆران بره‌ڤن

گوندێ سه‌برێ یه‌ک ژ وانه‌ و ڕۆمان بالێ بێتر دخه‌ سه‌ر ڤی گوندی و نه‌مازه‌ مالا ژنه‌کێ ب ناڤێ به‌دری و هێرشا سه‌ر گوندێ وان و کێمیابارانکرا وان و ڕه‌ڤا وان به‌ر ب سنۆران بۆ ناڤ ئاخا باکوورێ کوردستانێ. کورێ به‌دریێ یێ مه‌زن ئه‌یووب کو ڕێبه‌ره‌کێ پێشمه‌رگه‌یێن وێ ده‌ڤه‌رێ یه‌، دبه‌ ڕێبه‌رێ خه‌لکێ ژ بۆ کو د ڕه‌ڤا خوه‌ دا نه‌که‌ڤن ناڤ له‌پێن له‌شکه‌رێ عییراقی و ژ بۆ کو ب کێمترین زیان بگه‌هن ئالیێ دن یێ سنۆران. ژ بۆ ئه‌یووبی ئه‌و ڕێبه‌ری و یه‌ککرنا هه‌لوێستێ هه‌می گوندیان ل سه‌ر کۆچبوونێ و ل دژی خوه‌دانه‌ده‌ستێ و نه‌هشتننا گومانان د ناڤ گوندیان دا کاره‌کێ هێسان نابه.‌

ئه‌م ل گه‌ل خوه‌ندنا ڤێ ڕۆمانێ دبن هۆگرێن ڕێڤنگیه‌کا گه‌له‌ک ب ئێش، تژی وه‌ستیان، ترس، برسیبوون و مرن، هه‌ر ژ گوندێ سه‌برێ به‌ر ب چه‌مێ، ده‌رکار، بێرسڤ و بۆسه‌لێ و پاشی بۆ ناڤ گه‌لیێ پساخا و گوندێ زڤیان و هه‌تا خیڤه‌تگه‌ها په‌نابه‌ران ل نسێبینێ.

هه‌ر ب ڕێیا برایێ ئه‌یووبی یێ بچووک قه‌هره‌مانی، یێ دوکاندار ل دهۆکێ و چه‌ند دۆستێن وی، ئه‌م ل سه‌ر ڕه‌وشا باژاری یا دژوار و ترس و زۆرداریا خه‌لکێ دهۆکێ د ناڤ دا دژین و دلسۆزیا وان بۆ یێن که‌تنه‌ به‌ر ئه‌نفالان هایدار دبن.

ژ بلی وان هه‌می بوویه‌ر و سه‌رهاتی و که‌سێن د ڕۆمانێ دا جهـ گرتنه‌ و به‌رچاڤکرنا ڕه‌فتارا نه‌باش یا له‌شکه‌رێ ترک ل هه‌مبه‌ر په‌نابه‌ران ل سه‌ر سنۆران، ئه‌ڤ ڕۆمان هه‌روه‌ها ژ مه‌ ڕا د که‌سێ ئه‌یووبی دا نموونه‌یێ ڕێبه‌ره‌کێ ژێهاتی یێ ده‌مێ ته‌نگاڤیان و حه‌زکریێ خه‌لکێ پێشکێش دکه.‌

ژ ڕۆمانێ: "ل دویڤ برووسکا ژ سەری هاتی، دڤێت هەرچی زووترە ئەم دەڤەرێ چۆل بکین و بەرەڤ سنووران خوە ڤەکێشین. چونکو دژمن دێ هێرشەکا دڕندانە کەتە  سەر دەڤەرێ، دێ چەکی کیمیایی بکارئینیت."  


tisdag 14 juli 2020

Geşta daişên Foratê

Navê kitêbê: Geşta daişên Foratê

Nivîskar: Milet Mihemed

Weşanxane: Çapxaneya Hawar li Dihokê

Sala weşanê: 2019

Hejmara rûpelan: 175

 

Ev kitêb li bin navê romanê hatiye belav kirin û di nav xwe da serhatiya çend kesan dihewîne, lê bêtir wek çîrokên serbixwe ne û bûyereka wan ya hevbeş ya serekî nahê dîtin. Ji wan çîrokan:

Çîroka Perîsayê ku ji Rojava hatiye û li başûr kar dike û hez ji Azadî dike, lê malbata wî rêgiriyê li zewaca wan dikin. Perîsa tûşî dijwariyan dibe û vedigere Rojava û Azad ji ber rexnegiriya wî li desthilatê di bin lêdanê da dimire.

Çîroka Civînê pêşmerge yê bi mînekê pêyekê xwe ji dest dide û di nav xwe da hildiweşe û jina wî Ciwan ya ku zanîngeh timam kiriye, lê bê kar e û çawa ew dixwaze kar bike û alîkariya mêrê xwe yê birîndar bike ji bo ku ji herifîna derûnî rizgar bike.

Çîroka Sozanê ya hez ji Sirûdê pêşmerge dike û babê wê Çiyavan yê gendel yê li dijî wê peywendiyê radiweste û çawa Sozan berî zewacê ji Sirûdî ducan dibe. Sirûd di şerî da dikeve nav lepên daişiyan û wî dikujin. Jina Çiyavanî û keça wî Sozan û zarokê Sozanê yê sava tên kuştin û bi wê kuştinê Çiyavan tê tawanbar kirin û bi sêdaredanê sizadan. Lê di demê kuştinê da Çiyavan li deveyî welatî bû û diyar dibe ku yên xwedî desthilat xwestine bi wî rengî Çiyavanî, yê ku êdî pêwîstiya wan pê nîne, ji nav bibin.

Çîroka Arînê ya ku bi malbata xwe ve di êrişa daişiyan bo ser Şengalê da tê girtin û wê dibin Sûriyê û ji destekî tê firtotin bo destekê dî û gelek destdirêjî li ser tên kirin. Di dawiyê da malbata wê, bi heşt hezar dolaran wê ji daişiyê wê yê dûmahiyê dikire û ew weha vedigere bo cem kesûkarên xwe yên mayîn.

Ji bilî çend serhatiyên din, di vê kitêbê da babetên wek dewleta îslamî, sehyoniyet û cuhî, êzidî û ferman, cografî û gelekên din tên azirandin.

Ji rûpelê 86: “Azad boçî ev bi serê êzidiyan hat. Ji zardevê wan û xelkê dihêt gotin eve fermana heftê û çarê ye digel wan hatiye encam dan."

 

 

ناڤێ کتێبێ: گەشتا داعشێن فۆراتێ

نڤیسکار:مللەت محەمەد

وەشانخانە: چاپخانەیا هاوار ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٩

هەژمارا رووپەلان: ١٧٥


 ئه‌ڤ کتێب ل بن ناڤێ رۆمانێ هاتیه‌ به‌لاڤ کرن و د ناڤ خوه‌ دا سه‌رهاتیا چەند که‌سان دحه‌وینه‌، لێ بێتر وه‌ک چیرۆکێن سه‌ربخوه‌ نه‌ و بوویه‌ره‌کا وان یا هه‌ڤبه‌ش یا سه‌ره‌کی ناهێ دیتن. ژ وان چیرۆکان:

چیرۆکا په‌ریسایێ کو ژ رۆژاڤا هاتیه‌ و ل باشوور کار دکه‌ و حه‌ز ژ ئازادی دکه‌، لێ مالباتا وی رێگریێ ل زه‌واجا وان دکن. په‌ریسا تووشی دژواریان دبه‌ و ڤه‌دگه‌ره‌ رۆژاڤا و ئازاد ژ به‌ر ره‌خنه‌گریا وی ل ده‌ستهلاتێ د بن لێدانێ دا دمره.‌

چیرۆکا جڤینێ پێشمه‌رگه‌ یێ ب مینه‌کێ پێیه‌کێ خوه‌ ژ ده‌ست دده‌ و د ناڤ خوه‌ دا هلدوه‌شه‌ و ژنا وی جوان یا کو زانینگه‌هـ تمام کریه‌، لێ بێ کارە‌ و چاوا ئه‌و دخوازه‌ کار بکه‌ و ئالیکاریا مێرێ خوه‌ یێ بریندار بکه‌ ژ بۆ کو ژ هه‌رفینا ده‌روونی رزگار بکه.‌

چیرۆکا سۆزانێ یا حه‌ز ژ سروودێ پێشمه‌رگه‌ دکه‌ و بابێ وێ چیاڤان یێ گه‌نده‌ل یێ ل دژی وێ په‌یوه‌ندیێ رادوه‌سته‌ و چاوا سۆزان به‌ری زه‌واجێ ژ سروودی دوجان دبه‌. سروود د شه‌ری دا دکه‌ڤە ناڤ له‌پێن داعشیان و وی دکوژن. ژنا چیاڤانی و که‌چا وی سۆزان و زارۆکێ سۆزانێ یێ ساڤا تێن کوشتن و ب وێ کوشتنێ چیاڤان تێ تاوانبار کرن و ب سێداره‌دانێ سزادان. لێ د ده‌مێ کوشتنێ دا چیاڤان ل ده‌رڤه‌یی وه‌لاتی بوو و دیار دبه‌ کو یێن خوه‌دی ده‌ستهلات خوه‌ستنه‌ ب وی ره‌نگی چیاڤانی، یێ کو ئێدی پێویستیا وان پێ نینه‌، ژ ناڤ ببن.

چیرۆکا ئارینێ یا کو ب مالباتا خوە ڤه‌ د ئێرشا داعشیان بۆ سه‌ر شه‌نگالێ دا تێ گرتن و وێ دبن سووریێ و ژ ده‌سته‌کی تێ فرۆتن بۆ ده‌سته‌کێ دی و گه‌له‌ک ده‌ستدرێژی ل سه‌ر تێن کرن. د داویێ دا مالباتا وێ، ب هه‌شت هه‌زار دۆلاران، وێ ژ داعشیێ وێ یێ دووماهیێ دکره‌ و ئه‌و وه‌ها ڤه‌دگه‌ره‌ بۆ جه‌م که‌سووکارێن خوه‌ یێن مایین.

ژ بلی چه‌ند سه‌رهاتیێن دن، د ڤێ کتێبێ دا بابه‌تێن وه‌ک ده‌وله‌تا ئیسلامی، سه‌هیۆنیه‌ت و جوهی، ئێزدی و فه‌رمان، جۆگرافی و گه‌له‌کێن دن تێن ئازراندن.

ژ رووپەلێ ٨٦: "ئازاد بۆچی ئەڤ چەندە ب سەرێ ئێزدیان هات. ژ زاردەڤێ وان و خەلکێ دهێت گۆتن ئەڤە فەرامانا حەفتێ و چارێ یە دگەل وان هاتیە ئەنجام دان."


lördag 11 juli 2020

Tavge

Navê kitêbê: Tavge

Nivîskar: Tahsîn Navişkî

Weşanxane: Rêveberiya çap û belavkirinê li Dihokê

Sala weşanê: 2011

Hejmara rûpelan: 151 

Aram wê reşnivîsa ku dezgira wî Tavgeyê li dû xwe hiştiye, dixwîne û her ji îlhama wê destnivîsê û di ber xwendinê ra tabloyekê jê çêdike.

Tavge keçeka ji xwe bawer e û wê xwe, her ji zarokîniyê, ji kur û mêran qet kêmtir nedîtiye. Ew wek rojnamevan di kovara Gelvîn da dest bi karî dike û bi wê azadî û jêhatîbûna xwe dinivîse. Ew di axiftin, reftar û karê xwe da dibe alahilgira hizra ku azadiya jinê û civakê bi rizgarbûna zelamî ve girê dide û bi wê dîtinê, di kovarê û di nav civakê da tê nas kirin.

Carekê û li ser pêşniyaza hevalekî diçe Navenda hişyarkirin û başkrina jin û snêleyan yên girtî di avahiyekê mezin da û ji rêveberî dixwaze ku rê bide wê ku reportajekê li gel jinên tê da li ser pirsgirêkên wan çêbike. Herçiqas rêveberî jê ra diyar kir ku ew tişt nabe û ew li cem wan xetê sor e, lê ji ber ku ew bi rêya birazayê wî hatiye, lew ew rê dideyê ku dîdarê bi kesekî ra bike, bes bi mercekî ku xwe li têla sor nede.

Tavge di wê girtîgehê da rastî jinekê bi navê Jîla tê û Jîla jê ra serhatiya xwe dibêje û ka çawa kurê muxtarê gundê wan Newzad Eçarî, ku kirêgirtiyê desthilata Îraqê bû û mirovekê fêlbaz û keysperest bû gelek kes ji bo berjewendiyên xwe bi kar înan û  bû egera kuştina mêrê wê û herweha destdirêjî kir ser wê û ser gelek keç û jin û kurên gundê wan. Jîla diyar dike ku ew Newzad paşî bûye berpirsiyar û mezinekê bajarê mezin û navekê dî li xwe kiriye. Jîlayê herweha ji Tavgeyê ra diyar kir ku ew li ser kuştina wî Newzadî hatiye zîndan kirin.

Her di eynî zîndanê da kurê Jîlayê jî Nejad, her bi tawana kuştina Newzadî hatiye zîndan kirin. Nejad kurekê xweşik e û ji bo debara xwe û dayika xwe karê boyaxkirina solan li bajêrî dikir. Ewnî xizmetkar û şofêrê Newzadê berpirsiyar yê ku navê xwe kiriye Şewqî, ji bo seydayê xwe li kurekî digere û Nejadî hildibijêre. Wî bi bihaneya boyaxkirina pêlava Şewqî li hember pereyekê mezin çend caran dibe mala Şewqî, lê înyeta Şewqî ew e ku di dawiyê da destdirêjiya cinsî bike ser Nejadî. Nejad ji dayika xwe ra behsê Şewqî û merdîniya wî  dike û paşî wêneyên wî yên kevin yên bi dîwarê odeyên wî ve bi mobîla xwe digire û nîşa dayika xwe dide, dayika wî Newzadî tê da nas dike û serhatiya xwe û zoriya wî li wê û babê wî kiriye jê ra dibêje. Êdî kur bi hevahengiyê li gel dayika xwe plana kuştina Newzadî dadirêjin û her li ser wê kuştinê Jîla û kurê wê tên dadgeh û zîndan kirin. Tavge ji jinê û kurê wê dizane ku her çend Nejadî bi destên xwe Newzadê berpirsiyar kuştiye û ew li ser hindê hatine zîndan kirin, lê bi resmî ji aliyê desthilatê û medyayê ve hatiye ragehandin ku ew bi êşa dilî miriye û ew wekî şehîdêkê serkirde yê Kurdistanê hatiye tomar kirin û rastî hatiye veşartin.

Lê Tavge nagehe wê rastiyê aşkera bike û wê çîrokê belav bike, ji ber ku wextê ew ji wê girtîgehê derdikeve. li ser cehdeyê tirimbêleka camreş li ber radiweste û du zelamên bi berçavkên reş xwe tê wer dikin û ser û dest û çav û devê wê digirin, kamîra û hemî tiştê di çanteya wê da bûn dibin û wê ditirsînin û gefa lê dikin eger ew dev ji vî karê xwe ber nede dê ya herî xerab bê serê wê û paşî dihêlin û diçin. Tavge xwe bê deng nake û dixwaze kesên tawanbar bên girtin û sizadan û doza xwe dibe cem polîs û dadgehê. Ji bilî gefên ku berdewam bi rêya smsan lê dihatin kirin, sernivîserê kovarê wê reportaja wê naweşîne û pişta xwe didieyê û wê ji karî derdixe. Rojekê çend zelamên bi berçavkên reş êriş dikin ser tirimbêla wê û tîzabê li navçavên wê direşînin û çermî lê disojin.

Doza Tavgeyê ji cih nalive, ne polîs û ne dadgeh tiştekî nakin û diyar dibe ku hêzeka mezintir rê li ber wê hemiyê digire. Biryar bû Tavge şû bi dezgir û piştevanê xwe yê êkane Aramî bike, lê ji nişkan ve ew di odeya xwe da mirî tê dîtin û herçend  du pakêtên hebkan yên vala di odeya wê da hatin dîtin, lê malbata wê rê nedan ew berî veşartinê bê fehis kirin, her wekî wan dixwest jê xilas bin û berperê wê û xebat û dengê wê yê azad bigirin.

Di vê romanê da mijarên ka civak bê azadbûna mêrî azad dibe, ka jin bê xweazadkirina mêrî azad dibe û ka ketina gendel û keysperistan di desthilatê da çend rêgir e li ber bicihînana qanûn û dadweriyê di civakê da û li gel gelek mijar û pirsiyarên din xwe dihavêjin ber çavên xwendevanî.

Ji rûpelê 142: "Ez wek kiçek bawerî bi azadiya hemû candaran heyî, ez her digel kesanên wek Newzad Eçarî me, yên ku ew jî bûne qurbanên rewşa heyî û dê bergriyê ji mafê wan kem, çuniku ew jî neşiya xwe azad biket".

 

ناڤێ کتێبێ: تاڤگە

نڤیسکار: تەحسین ناڤشکی

وەشانخانە: رێڤەبەریا چاپ و بەلاڤکرنێ لح دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١١

هەژمارا رووپەلان: ١٥١

 

ئارام وێ ره‌شنڤیسا کو ده‌زگرا وی تاڤگه‌یێ ل دوو خوه‌ هشتیه‌، دخوینه‌ و هه‌ر ژ ئیلهاما وێ ده‌ستنڤیسێ و د به‌ر خوه‌ندنێ را تابلۆیه‌کێ ژێ چێدکه.‌

تاڤگه‌ که‌چه‌کا ژ خوه‌ باوه‌رە و وێ خوه‌، هه‌ر ژ زارۆکینیێ، ژ کور و مێران قه‌ت کێمتر نه‌دیتیه‌. ئه‌و وه‌ک رۆژنامه‌ڤان د کۆڤارا گه‌لڤین دا ده‌ست ب کاری دکه‌ و ب وێ ئازادی و ژێهاتیبوونا خوه‌ دنڤیسه‌. ئه‌و د ئاخفتن، ره‌فتار و کارێ خوه‌ دا دبه‌ ئالاهلگرا هزرا کو ئازادیا ژنێ و جڤاکێ ب رزگاربوونا زه‌لامی ڤه‌ گرێ دده‌ و ب وێ دیتنێ، د کۆڤارێ و د ناڤ جڤاکێ دا تێ ناس کرن.

جاره‌کێ و ل سه‌ر پێشنیازا هه‌ڤاله‌کی دچه‌ ناڤه‌ندا هشیارکرن و باشکرنا ژن و سنێله‌یان یێن گرتی د ئاڤاهیه‌کێ مه‌زن دا و ژ رێڤه‌به‌ری دخوازه‌ کو رێ بده‌ وێ کو ره‌پۆرتاژه‌کێ ل گه‌ل ژنێن تێ دا ل سه‌ر پرسگرێکێن وان چێبکه‌. هه‌رچقاس رێڤه‌به‌ری ژێ را دیار کر کو ئه‌و تشت نابه‌ و ئه‌و ل جه‌م وان خه‌تێ سۆرە ، لێ ژ به‌ر کو ئه‌و ب رێیا برازایێ وی هاتیه‌، له‌و ئه‌و رێ دده‌یێ کو دیدارێ ب که‌سه‌کی را بکه‌، به‌س ب مه‌رجه‌کی کو خوه‌ ل تێلا سۆر نه‌ده.‌

تاڤگه‌ د وێ گرتیگه‌هێ دا راستی ژنه‌کێ ب ناڤێ ژیلا تێ و ژیلا ژێ را سه‌رهاتیا خوه‌ دبێژه‌ و کا چاوا کورێ موختارێ گوندێ وان؛ نه‌وزاد ئه‌چاری، کو کرێگرتیێ ده‌ستهلاتا عیراقێ بوو و مرۆڤه‌کێ فێلباز و که‌یسپه‌ره‌ست بوو گه‌له‌ک که‌س ژ بۆ به‌رژه‌وه‌ندیێن خوه‌ ب کار ئینان و  بوو ئه‌گه‌را کوشتنا مێرێ وێ و هه‌روه‌ها ده‌ستدرێژی کر سه‌ر وێ و سەر گه‌له‌ک که‌چ و ژن و کورێن گوندێ وان. ژیلا دیار دکه‌ کو ئه‌و نه‌وزاد پاشی بوویه‌ به‌رپرسیار و مه‌زنه‌کێ باژارێ مه‌زن و ناڤه‌کێ دی ل خوه‌ کریه‌. ژیلایێ هه‌روه‌ها ژ تاڤگه‌یێ را دیار کر کو ئه‌و ل سه‌ر کوشتنا وی نه‌وزادی هاتیه‌ زیندان کرن.

هه‌ر د عه‌ینی زیندانێ دا کورێ ژیلایێ ژی نه‌ژاد، هه‌ر ب تاوانا کوشتنا نه‌وزادی هاتیه‌ زیندان کرن. نه‌ژاد کوره‌کێ خوه‌شکە و ژ بۆ ده‌بارا خوه‌ و دایکا خوه‌ کارێ بۆیاخکرنا سۆلان ل باژێری دکر. عه‌ونی خزمه‌تکار و شۆفێرێ نه‌وزادێ به‌رپرسیار یێ کو ناڤێ خوه‌ کریه‌ شه‌وقی، ژ بۆ سه‌یدایێ خوه‌ ل کوره‌کی دگه‌ره‌ و نه‌ژادی هلدبژێره‌. وی ب بهانه‌یا بۆیاخکرنا پێلاڤا شه‌وقی ل هه‌مبه‌ر په‌ره‌یه‌کێ مه‌زن چه‌ند جاران دبه‌ مالا شه‌وقی، لێ ئینیه‌تا شه‌وقی ئه‌وە‌ کو د داویێ دا ده‌ستدرێژیا جنسی بکه‌ سه‌ر نه‌ژادی. نه‌ژاد ژ دایکا خوه‌ را به‌حسێ شه‌وقی و مه‌ردینیا وی  دکه‌ و پاشی وێنه‌یێن وی یێن که‌ڤن یێن ب دیوارێ ئۆده‌یێن وی ڤه‌ ب مۆبیلا خوه‌ دگره‌ و نیشا دایکا خوه‌ دده‌، دایکا وی نه‌وزادی تێ دا ناس دکه‌ و سه‌رهاتیا خوه‌ و زۆریا وی ل وێ و بابێ وی کریه‌ ژێ را دبێژه‌. ئێدی کور ب هه‌ڤئاهه‌نگیێ ل گه‌ل دایکا خوه‌ پلانا کوشتنا نه‌وزادی دادرێژن و هه‌ر ل سه‌ر وێ کوشتنێ ژیلا و کورێ وێ تێن دادگه‌هـ و زیندان کرن. تاڤگه‌ ژ ژنێ و کورێ وێ دزانه‌ کو هه‌ر چه‌ند نه‌ژادی ب ده‌ستێن خوه‌ نه‌وزادێ به‌رپرسیار کوشتیه‌ و ئه‌و ل سه‌ر هندێ هاتنه‌ زیندان کرن، لێ ب ره‌سمی ژ ئالیێ ده‌ستهلاتێ و مه‌دیایێ ڤه‌ هاتیه‌ راگه‌هاندن کو ئه‌و ب ئێشا دلی مریه‌ و ئه‌و وه‌کی شه‌هیدێکێ سه‌رکرده‌ یێ کوردستانێ هاتیه‌ تۆمار کرن و راستی هاتیه‌ ڤه‌شارتن.

لێ تاڤگه‌ ناگه‌هه‌ وێ راستیێ ئاشکه‌را بکه‌ و وێ چیرۆکێ به‌لاڤ بکه‌، ژ به‌ر کو وه‌ختێ ئه‌و ژ وێ گرتیگه‌هێ ده‌ردکه‌ڤه‌. ل سه‌ر جه‌هده‌یێ ترمبێله‌کا جامره‌ش ل به‌ر رادوه‌سته‌ و دو زه‌لامێن ب به‌رچاڤکێن ره‌ش خوه‌ تێ وه‌ر دکن و سه‌ر و ده‌ست و چاڤ و ده‌ڤێ وێ دگرن، کامیرا و هه‌می تشتێ د چانته‌یا وێ دا بوون دبن و وێ دترسینن و گه‌فان لێ دکن ئه‌گه‌ر ئه‌و ده‌ڤ ژ ڤی کارێ خوه‌ به‌ر نه‌ده‌ دێ یا هه‌ری خه‌راب بێ سه‌رێ وێ و پاشی دهێلن و دچن. تاڤگه‌ خوه‌ بێ ده‌نگ ناکه‌ و دخوازه‌ که‌سێن تاوانبار بێن گرتن و سزادان و دۆزا خوه‌ دبه‌ جه‌م پۆلیس و دادگه‌هێ. ژ بلی گه‌فێن کو به‌رده‌وام ب رێیا (س م س)ان لێ دهاتن کرن، سه‌رنڤیسه‌رێ کۆڤارێ وێ ره‌پۆرتاژا وێ ناوه‌شینه‌ و پشتا خوه‌ دده‌یێ و وێ ژ کاری ده‌ردخه‌. رۆژه‌کێ چه‌ند زه‌لامێن ب به‌رچاڤکێن ره‌ش ئێرش دکن سه‌ر ترمبێلا وێ و تیزابێ ل ناڤچاڤێن وێ دره‌شینن و چه‌رمی لێ دسۆژن.

دۆزا تاڤگه‌یێ ژ جهـ نالڤه‌، نه‌ پۆلیس و نه‌ دادگه‌هـ تشته‌کی ناکن و دیار دبه‌ کو هێزه‌کا مه‌زنتر رێ ل به‌ر وێ هه‌میێ دگره‌. بریار بوو تاڤگه‌ شوو ب ده‌زگر و پشته‌ڤانێ خوه‌ یێ ئێکانه‌ ئارامی بکه‌، لێ ژ نشکان ڤه‌ ئه‌و د ئۆده‌یا خوه‌ دا مری تێ دیتن و هەرچەند  دو پاکێتێن حه‌بکان یێن ڤالا د ئۆده‌یا وێ دا هاتن دیتن، لێ مالباتا وێ رێ نه‌دان ئه‌و به‌ری ڤه‌شارتنێ بێ فه‌حس کرن، هه‌ر وه‌کی وان .دخوه‌ست ژێ خلاس بن و به‌رپه‌رێ وێ و خه‌بات و ده‌نگێ وێ یێ ئازاد بگرن

د ڤێ رۆمانێ دا مژارێن کا جڤاک بێ ئازادبوونا مێرێ ئازاد دبه‌، کا ژن بێ خوه‌ئازادکرنا مێری ئازاد دبه‌ و کا که‌تنا گه‌نده‌ل و که‌یسپه‌رستان د ده‌ستهلاتێ دا چه‌ند رێگرە‌ ل به‌ر بجهئینانا قانوون و دادوه‌ریێ د جڤاکێ دا و ل گه‌ل گه‌له‌ک مژار و پرسیارێن دن خوه‌ دهاڤێژن به‌ر چاڤێن خوه‌نده‌ڤانی.

ژ رووپەلێ ١٤٢: "ئەز وەک کچەک باوەری ب ئازادیا هەموو جانداران هەیی، ئەز هەر دگەل کەسانین وەک نەوزاد ئەچاری مە، یێن کو ئەو ژی بووینە قورباانێن رەوشا هەیی و دێ بەرگریێ ژ مافێ وان کەم، چونکو ئەو ژی نەشیا خوە ئازاد بکەت".


söndag 5 juli 2020

Berçavka cadoyî

Navê kitêbê: Berçavka cadoyî

Nivîskar: Hesen Îbrahîm

Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê

Sala weşanê: 2014

Hejmara rûpelan: 161

Kesê serekî di vê romanê da şofêrekê kurd yê taksiyekê ye li Miyonîx li Elmanya. Rojekê li firokexaneya bajêrî pîremêrekê yapanî bi çanteya xwe ve li taksiya wî siyar dibe û jê dixwaze ew li cihên herî navdar û xweş yên bajêrî bigerîne.

Şofêr yê yapanî dibe cihên wek girtîxaneya Hîtlerî, parka olompiya, mozexaneya nîştîmanî û cihine din û her derek ji wan gelek ji dîrokê, gelek ya li welatê wî Kurdistanê qewimî bû di bîrgeha wî da diazirîne û wî dibe nav malxulyan û hizirkirin û hevberkirinên di navbera duhî û evro û ya li Elmanya û li Kurdistanê.

Piştî ku gera wî li gel yê yapanî bi dawî hat û ew zivirî ve mal, bala wî ket ser çanteka biçûk ya ku yê yapanî di taksiya wî da ji bîr kiribû. Ew di wê çanteyê da berçavkekê dibîne, lê diyar dibe ku ew ne berçavkeka heçkoyî ye, lê ew sêhirdar e. Ew dikare bi çavê xwe yên li pişt wê beçavkê nihêniyên nava yê li hemberî xwe bibîne û bizane.

Ew li cihên cur bi cur yên wî bajêrê elmanî û li pişt dêmên bişkur û zimanên şîrîn û reftarên xweş kerb û kîn û nijadperistiyê li hember xwe yê biyanî dibîne. Ew biryarê dide bê jin û zarokên xwe û bes li gel wê berçavkê seredana başûrê Kurdistanê û dayûbab û kesûkarên xwe bike û bizane ka ew kesên wî alîkariya wan kiriye û xwe li ber wî zimanxweş û xilmetxweş dikin, di rastiyê da çawan in, ka yên desthilatdar çend qasî gotinên xwe ne û encama vê gera wî û berçavkê jê ra gelek dilşkên dibe.

Jir ûpela 159: “Dvêt ez hindek gotinên xweş bo van golka bêjim, da her bimînin nvistî. Miletên xelkî bi heşîş û hîroyînê serxweş dibin, ev bi axiftinên xweş serxweş dibin. Heta careka dî ji gêjatiya xwe hişyar bibin em dê têra xwe kom kin.”

 

ناڤێ کتێبێ: بەرچاڤکا جادۆیی

نڤیسکار: حەسەن ئیبراهیم

وەشانخانە: ئێکەتیا نڤیسەرێن کورد ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٤

هەژمارا رووپەلان: ١٦١

 

که‌سێ سه‌ره‌کی د ڤێ رۆمانێ دا شۆفێره‌کێ کورد یێ تاکسیه‌کێ یه‌ ل میۆنیخ ل ئه‌لمانیا. رۆژه‌کێ ل فرۆکه‌خانه‌یا باژێری پیره‌مێره‌کێ یاپانی ب چانته‌یا خوه‌ ڤه‌ ل تاکسیا وی سیار دبه‌ و ژێ دخوازه‌ ئه‌و ل جهێن هه‌ری ناڤدار و خوه‌ش یێن باژێری بگه‌رینه.‌

شۆفێر یێ یاپانی دبه‌ جهێن وه‌ک گرتیخانه‌یا هیتله‌ری، پارکا ئۆلۆمپیا، مۆزه‌خانه‌یا نیشتیمانی و جهنه‌ دن و هه‌ر ده‌ره‌ک ژ وان گه‌له‌ک ژ دیرۆکێ، گه‌له‌ک یا ل وه‌لاتێ وی کوردستانێ قه‌ومی بوو د بیرگه‌ها وی دا دئازرینه‌ و وی دبه‌ ناڤ مالخولیان و هزرکرن و هه‌ڤبه‌رکرنێن د ناڤبه‌را دوهی و ئه‌ڤرۆ و یا ل ئه‌لمانیا و ل کوردستانێ.

پشتی کو گه‌را وی ل گه‌ل یێ یاپانی ب داوی هاتی و ئه‌و زڤری مال، بالا وی که‌ت سه‌ر چانته‌کا بچووک یا کو یێ یاپانی د تاکسیا وی دا ژ بیر کربوو. ئه‌و د وێ چانته‌یێ دا به‌رچاڤکه‌کێ دبینه‌، لێ دیار دبه‌ کو ئه‌و نه‌ به‌رچاڤکه‌کا هه‌چکۆیی یه‌، لێ ئه‌و سێهردارە‌. ئه‌و دکاره‌ ب چاڤێ خوه‌ یێن ل پشت وێ به‌رچاڤکێ نهێنیێن ناڤا یێ ل هه‌مبه‌ری خوه‌ ببینه‌ و بزانه.‌

ئه‌و ل جهێن جور ب جور یێن وی باژێرێ ئه‌لمانی و ل پشت دێمێن بشکور و زمانێن شیرین و ڕه‌فتارێن خوه‌ش که‌رب و کین و نژادپه‌رستیێ ل هه‌مبه‌ر خوه‌ یێ بیانی دبینه‌. ئه‌و بریارێ دده‌ بێ ژن و زارۆکێن خوه‌ و به‌س ل گه‌ل وێ به‌رچاڤکێ سه‌ره‌دانا باشوورێ کوردستانێ و دایووباب و که‌سووکارێن خوه‌ بکه‌ و بزانه‌ کا ئه‌و که‌سێن وی ئالیکاریا وان کریه‌ و خوه‌ ل به‌ر وی زمانخوه‌ش و خلمه‌تخوه‌ش دکن، د ڕاستیێ دا چاوانن، کا یێن ده‌ستهلاتدار چه‌ند قاسی گۆتنێن خوه‌ نه‌ و ئه‌نجاما ڤێ گه‌را وی و به‌رچاڤکێ ژێ را گه‌له‌ک دلشکێن دبه.‌

 ژ رووپەلا ١٥٩: "دڤێت ئەز هندەک گۆتنێن خوەش بۆ ڤان گۆلکا بێژم، دا هەر بمینن نڤستی. مللەتێن خەلکی ب حەشیش و هێرۆیینێ سەرخوەش دبن، ئەڤ ب ئاخڤتنێن خوەش سەرخوەش دبن. هەتا جارەکا دی ژگێژاتیا خوە هشیار ببن ئەم دێ تێرا خوە کۆم کن." 

fredag 3 juli 2020

Bîst sal û êvarek

Navê kitêbê: Bîst sal û êvarek

Nivîskar: Sebrî Silêvanî

Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê

Sala weşanê: 2005

Hejmara rûpelan: 212

 

Avdel bi ser çilsaliyê da çûye û ew ji Vîvyanê ra; keça Qiryaqûsî, xudanê xaniyê ew tê da kirêdar e, behsê evîna xwe bo Wijdanê dike, wextê ew hêj zarok bûn û çawa Wijdanê şû kir û ew dê li mala babê Vîvyanê, wê êvarê û piştî bîst salên jêk veqetiyanê hevûdu bibînin. Lê dîtina Wijdanê û piştî ew qas salên li bendemanê, ji bo Avdelî bûyerek mezin û bi heyecan e û her ew jî, jê ra dibe dîtin û xweşiya dawiyê.

Avdel û heta êvara gehiştina Wijdanê ji Vîvyanê ra serhatiya xwe û Wijdanê û dostên xwe Salê, Behzadî, Emînî û gelekên din vedigêre. Wê bi xwe ra dibe nav panorameyeka serbor û trajedyayên başûrê welatî, ji serhildanan, zordariya dagîrkeran, rev û veger û birakujiyê û wê li gel hilçûna xwe ya hizrî û rûhî radixişîne bo nav gelek pirsên mîna: viyan û hezkirin, guhnêlî, kîndarî, afret û rewşa wê di civakê da, nivîskar û nivîskarî, jiyan û mirin û tevlî têgehên rûhnasî û felsefî dike.

Ji rûpela 195: ”Heta roja îro hindek kes weha bo diçin ku rev bû serketin. Ji bîr dikin yan nizanin ku tinê beşek ji planên dirêj bû di acindeya hindek hêzên mezin de. Dilê mirovayê bi me dişewitand çunkî li ser ekranên televizyonan em kêm û lawaz û vala nîşa didan, li demkê ku em zêd dixurin.”

 

 

ناڤێ کتێبێ: بیست ساڵ و ئێڤارەک

نڤیسکار: سەبری سلێڤانی

وەشانخانە: ئێکەتیا نڤیسەرێن کورد ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠٠٥

هەژمارا رووپەلان: ٢١٢

 

ئاڤده‌ل ب سه‌ر چلسالیێ دا چوویه‌ و ئه‌و ژ ڤیڤیانێ را؛ که‌چا قریاقووسی، خودانێ خانیێ ئه‌و تێ دا کرێدارە، به‌حسێ ئه‌ڤینا خوه‌ بۆ وژدانێ دکه‌، وه‌ختێ ئه‌و هێژ زارۆک بوون و چاوا وژدانێ شوو کر و ئه‌و دێ ل مالا بابێ ڤیڤیانێ، وێ ئێڤارێ و پشتی بیست سالێن ژێک ڤه‌قه‌تیانێ، هه‌ڤوودو ببینن. لێ دیتنا وژدانێ و پشتی ئه‌و قاس سالێن ل به‌نده‌مانێ، ژ بۆ ئاڤده‌لی بوویه‌ره‌ک مه‌زن و ب هه‌یه‌جانە و هه‌ر ئه‌و ژی، ژێ را دبه‌ دیتن و خوه‌شیا داویێ.

ئاڤده‌ل و هه‌تا ئێڤارا گه‌هشتنا وژدانێ ژڤیڤیانێ را سه‌رهاتیا خوه‌ و وژدانێ و دۆستێن خوه‌ سالێ، به‌هزادی، ئه‌مینی و گه‌له‌کێن دن ڤه‌دگێره‌. وێ ب خوه‌ را دبه‌ ناڤ پانۆرامه‌یه‌کا سه‌ربۆر و تراژه‌دیایێن باشوورێ وه‌لاتی، ژ سه‌رهلدانان، زۆرداریا داگیرکه‌ران، ڕه‌ڤ و ڤه‌گه‌ر و براکوژیێ و وێ ل گه‌ل هلچوونا خوه‌ یا هزری و ڕووحی رادخشینه‌ بۆ ناڤ گه‌له‌ک پرسێن مینا: ڤیان و حه‌زکرن،  گوهنێلی، کینداری، ئافره‌ت و ره‌وشا وێ د جڤاکێ دا، نڤیسکار و نڤیسکاری، ژیان و مرن و ته‌ڤلی تێگه‌هێن رووحناسی و فه‌لسه‌فی دکە.

ژرووپەلا ١٩٥: "‌هەتا رۆژا ئیرۆ هندەک کەس وەها بۆ دچن کو ڕەڤ بوو سەرکەتن. ژ بیر دکن یان نزانن کو تنێ بەشەک ژ پلانێن درێژ بوو د ئاجندەیا هندەک هێزێن مەزن دە. دلێ مرۆڤایێ ب مە دشەوتاند چونکی ل سەر ئەکرانێن تەلەڤزیونان ئەم کێم و لاواز و ڤالا نیشا دددان ل دەمەکێ کو ئەم زێدە دخوڕن.”


onsdag 1 juli 2020

Li xwe geryan

 

Navê kitêbê: Li xwe geryan

Nivîskar: Zerdeşt Şahîn

Weşanxane: Çapxaneya Genc li Silêmaniyê

Sala weşanê: 2018

Hejmara rûpelan: 222


 

Rêbîr kurekê snêle û êkane yê maleka hejar e û şagirdê xwendingehê ye. Ew hez ji dersdara xwe Asmînê dike û herweha bi cîrana xwe ya bimêr Rewşenê ra radikeve. Ew viyana xwe ji Asmînê ra aşkera dike û dersdar jî hez jê dike û seksê li gel yekûdu dikin û dixwazin bizewicin.

Dayûbabên Rêbîrî diçin xwazgîniyên Asimînê, lê babê wê Xelîl yê dewlemend û xudan desthilat razî nabe û gefan li wan û li keça xwe dike û naxwaze ew di peywendiyên xwe da berdewam bin. Bab li keça xwe dixe û ji ber wê lêdana dijwar wê dibin nexweşxaneyê. Rêbîr li gel hevalê xwe Birîndarî diçin seredana Asmînê û li nexweşxaneyê rastî bira û babê wê dibin û li hev dixin û di encamê da birayê Asmînê birîndar dibe û herdu tên girtin; Birîndar bi şeş mehên zîndanîkirinê tê sizadan û Rêbîr bi pazde rojan.

Piştî ku Rêbîr ji zîndanê derdikeve, ew û Asmîn, bi alîkariya sê hevalên xwe direvin gundekî. Birayê Asmînê dide dû wan û wextê ew digehin gundî birayê Asmînê gulleyan berdide Rêdîrî, lê hevalê wî Cîhangîr xwe dide ber gulleyan. Cîhangîr babê rastîn yê Rêbîrî ye û ew vê rastiyê berî mirina Cîhangîrî, jê dizane û jê dibihîse ku dayika wî ya rastîn di demê bûna wî da miriye û li Boselê hatiye veşartin û wê mala ew niha li cem wan e ew bixudan kiriye.

Piştî demekî Asmîn ducan dibe û li gel bûna zarokî Asmîn dimire û di taziya Asmînê da babê wê du gulleyan berdide sîngê Rêbîrî.

Arêşeyên snêleyan, erotîk û evînî, zewaca bizor û encamên wê û pirsine din dibin mijarên vê romanê. Ji bilî çîroka Rêbîrî, herweha serhatiyên hevalên wî Bêkes, Birîndar, Xewnename û Rewşenê jî cihên xwe tê da kirine.  

 

Ji rûpelê 64: “…carna Asmînê ji wan dibihîst ku ew ji nişkekê ve zengîn bûne. Ev gotin û axiftin bibû cihê dilnexweşiya Asmînê û hemî dema hest bi tengasiyê dikir û ev mal û ev pare û ev xanî li wê bibûn derd û êş, dixwest bizanibe ji kî ve hatiye dewlemendiya wan.”

 

ناڤێ کتێبێ: ل خوە گەریان

نڤیسکار: زەردەشت شاهین

وەشانخانە: چاپخانەیا گەنج ل سلێمانیێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٨

هەژمارا رووپەلان: ٢٢٢

رێبیر کوره‌کێ سنێله‌ و ئێکانه‌ یێ ماله‌کا هه‌ژارە و شاگردێ خوه‌ندنگه‌هێ یه‌. ئه‌و حه‌ز ژ ده‌رسدارا خوه‌ ئاسمینێ دکه‌ و هه‌روه‌ها ب جیرانا خوه‌ یا بمێر ره‌وشه‌نێ را رادکه‌ڤه‌. ئه‌و ڤیانا خوه‌ ژ ئاسمینێ را ئاشکه‌را دکه‌ و ده‌رسدار ژی حه‌ز ژێ دکه‌ و سه‌کسێ ل گه‌ل یه‌کوودو دکن و دخوازن بزه‌وجن.

دایووبابێن رێبیری دچن خوازگینیێن ئاسمینێ، لێ بابێ وێ خه‌لیل یێ دەولەمەند و خودان دەستهلات رازی نابه‌ و گه‌فان ل وان و ل که‌چا خوه‌ دکه‌ و ناخوازه‌ ئه‌و د په‌یوه‌ندیێن خوه‌ دا به‌رده‌وام بن. باب ل که‌چا خوه‌ دخه‌ و ژ به‌ر وێ لێدانا دژوار وێ دبن نه‌خوه‌شخانه‌یێ. رێبیر ل گه‌ل هه‌ڤالێ خوه‌ برینداری دچن سه‌ره‌دانا ئاسمینێ و ل نه‌خوه‌شخانه‌یێ راستی برا و بابێ وێ دبن و ل هه‌ڤ دخن و د ئه‌نجامێ دا برایێ ئاسمینێ بریندار دبه‌ و هه‌ردو تێن گرتن، بریندار ب شه‌ش مه‌هێن زیندانیکرنێ تێ سزادان و رێبیر ب پازده‌ رۆژان.

پشتی کو رێبیر ژ زیندانێ ده‌ردکه‌ڤه،‌ ئەو و ئاسمین، ب ئالیکاریا سێ هه‌ڤالێن خوه‌ دره‌ڤن گونده‌کی. برایێ ئاسمینێ دده‌ دوو وان و وه‌ختێ ئه‌و دگه‌هن گوندی برایێ ئاسمینێ گوڵه‌یان به‌ردده‌ رێدیری، لێ هه‌ڤالێ وی جیهانگیر خوه‌ دده‌ به‌ر گوڵه‌یان. جیهانگیر بابێ راستین یێ ڕێبیری یه‌ و ئه‌و ڤێ راستیێ به‌ری مرنا جیهانگیری، ژێ دزانه‌ و ژێ دبهیسه‌ کو دایکا وی یا راستین د ده‌مێ بوونا وی دا مریه‌ و ل بۆسه‌لێ هاتیه‌ ڤه‌شارتن و وێ مالا ئه‌و نها ل جه‌م وانە‌ ئه‌و بخودان کریه.‌

پشتی ده‌مه‌کی ئاسمین دوجان دبه‌ و لگەل بوونا زارۆکی ئاسمین دمره‌ و د تازیا ئاسمینێ دا بابێ وێ دو گوڵه‌یان به‌ردده‌ سینگێ ڕێبیری.

ئارێشه‌یێن سنێله‌یان، ئه‌رۆتیک و ئه‌ڤینی، زه‌واجا بزۆری و ئه‌نجامێن وێ و پرسنه‌ دن دبن مژارێن ڤێ رۆمانێ. ژ بلی چیرۆکا رێبیری، هه‌روه‌ها سه‌رهاتیێن هه‌ڤالێن وی بێکه‌س، بریندار، خه‌ونه‌نامه‌ و ره‌وشه‌نێ ژی جهێن خوه‌ تێ دا کرنه.‌ 

ژ رووپەلێ ٦٤: "...جارنا ئاسمینێ ژ وان دبهیست کو ئەو ژ نشکەکێ ڤە زەنگین بوونە. ئەڤ گۆتن و ئاخفتن ببوو جهێ دلنەخوەشیا ئاسمینێ و هەمی دەما هەست ب تەنگاسیێ دکر و ئەڤ مال و پارە ل وێ ببوون دەرد و ئیش، دخوەست بزانبە ژ کیڤە هاتیە دەولەمەندیا وان."