Min kitêba Bûbê Eser ya ku îsal wek roman bi
navê Sapo derketiye xwend. Sapo li gel xwendina xwe li zanîngehê tevlî
rêxistinên sosyalîst dibe û li gor vegêrî paşî û bi alîkariya dewletê partiyek
jê re dihêt durist kirin da ku ew pê tevgera neteweyî ya kurdan ji nav bibe. Şêro
yê ku herweha jî li zanîngehê dixwîne dihêt rakişandin bo nav wê partiyê, bê ku
ew bizane ku ew partî li dijî bizava neteweyî ya xelkê wî ye. Li dawiyê, û dema
ku Şêro siyaseta partiya xwe rexne dike, ew li ser destê hevalên xwe yên
partiyê dihêt kuştin.
Ev kitêb bi gelek gotarên siyasî-dîrokî û çendbarekirina
mijaran hatiye barkirin û pê barê wê hatiye giran kirin. Herweha jî gelek hest
bi hebûna nivîskarî bi xwe di nav rûpelên kitêbê de dhêt kirin.
بووبێ
ئەسەر و ساپۆ
من کتێبا
بووبێ ئەسەر یا کو ئیسال وەک رۆمان ب ناڤێ ساپۆ دەرکەتیە خواند. ساپۆ ل گەل
خواندنا خوە ل زانینگەهێ تەڤلی رێخستنین سۆسیالیست دبت و ل گۆر ڤەگێری پاشی و ب
ئالیکارییا دەولەتێ پارتییەک ژێ را دهێت دورست کرن دا کو ئەو پی تەڤگەرا نەتەوەیی
یا کوردان ژ ناڤ ببت. شێرۆ یێ کو هەروەها ژی ل زانینگەهێ دخوینت دهێت راکێشان بۆ
ناڤ وێ پارتییێ، بێ کو ئەو بزانت کو ئەو پارتی ل دژی بزاڤا نەتەوەیی یا خەلکێ وی
یە. ل داوییێ، ئو دەما کو شیرۆ سیاسەتا پارتیا خوە رەخنە دکت، ئەو ل سەر دەستێ
هەڤالێن خوە یێن پارتییێ دهێت کوشتن.
ئەڤ کتێب ب
گەلەک گۆتارێن سیاسی_دیرۆکی و جەندبارەکرنا مژاران هاتیە بارکرن و پێ بارێ وێ هاتیە
گرانکرن. هەروەها ژی گەلەک هەست ب هەبوونا نڤیسکاری ب خوە د ناڤ رووپەلێن کتێبێ دا
دهێت کرن.