Navê kitêbê: Kurê çiya
Nivîskar: Mihemed Tahir Şuru
Weşanxane: Senterê Tenahî yê Rewşenbîrî
Çapxane: Hawar li Dihokê
Sala weşanê: 2009
Hejmara rûpelan: 109
Babetê vê berhemê ya ku wek roman hatiye bi nav kirin zordarîya
li ser kurdan û berxwedana li hember wê zordarîyê ye.
Hîwa û jina xwe Fewziya li gel dayik û her du birayên xwe di
xanîyekê bikirê da li bajarî dijîn. Ew û birayê xwe Hamid serbaz in di leşkerê
îraqî da. Hîwa rojekê pê dizane ku birayê wî Hamid û çend serbazên din yên ku
ew bi wan ra di rêxistina nihênî da ne, li serbazgehê hatine girtin û li dû wî digerhin
da ku wî jî bigirin. Ew dixwaze birayê xwe û hevalên wî rizgar bike. Ew bi cilkên
serbazî ji alîyê piştê yê serbazgehê ve, bi ser perjanan ra, derbasî nava wê
dibe. Birayê xwe li gel hevalên wî ji cihê girtina wan li serbazgehê derdixe û
ji wê derê berê xwe didin derveyê serbazgehê, lê hevalê wan Seîd dibe armanca fîşekên
serbazan û dihê kuştin.
Hîwa û her du bira û hevalên wan pêkve direvin û bi
alîkarîya hevalên xwe yên rêxistinê diçin bo nav pêşmergeyan. Lê asayişa rejîma
îraqî jina wî û dayika wî û zarokan û birayê wî Qadirî digirin û eşkence dikin.
Ew dixwazin ji dayika wî bizanin ka kurên wê li kî derê ne û ka ew kê ji
rêxistina wan li bajêrî nas dike. Ji bo ku ew wê neçar bikin biaxive, ew wê
gelek diêşînin û li ber çavên wê kurê wê azar didin û destdirêjîyê dikin ser
bûka wê. Dema ku ew dixwazin destdirêjîyê bikin ser nevîyên wê, ew wê çaxê li
xwe mikur dihê û dibêje ku kurên wê çûne nav pêşmergeyan û ew bi xwe jî endama
rêxistina nihênî ye, lê heta ku di bin eşkenceyê da dimire jî ew navê hevalên
xwe eşkere nake.
Dema nivîksar xwendevanî di bajarê da digerîne ew xelk û
civakek hejar, westiyayî, kesîre û halnebaş nîşan dide, mirovên kincpîs û
cildirhayî, xelkekê ji yekûdu êciz û paşketî berçav dike. Lê mirov wesa
têdigehe ku armanca vê berhemê bêtir nîşandan rola jinê ye di welatperwerî û
berxwedana dayika Hîwayî da.
بابهتێ ڤێ بهرههمێ یا کو وهک ڕۆمان هاتیه ب ناڤ کرن
زۆردارییا ل سهر کوردان و بهرخوهدانا ل ههمبهر وێ زۆردارییێ یه.
هیوا و ژنا خوه فهوزیا ل گهل دایک و ههر دو برایێن
خوه د خانییهکێ بکرێ دا ل باژاری دژین. ئهو و برایێ خوه حامد سهربازن د لهشکهرێ
عیراقی دا. هیوا ڕۆژهکێ پێ دزانت کو برایێ وی حامد و چهند سهربازێن دی یێن کو
ئهو ب وان ڕا د ڕێخستنا نهێنی دا نه، ل سهربازگههێ هاتنه گرتن و ل دوو وی دگهرهن
دا کو وی ژی بگرن. ئهو دخوازت برایێ خوه و ههڤالێن وی ڕزگار بکت. ئهو ب جلکێن
سهربازی ژ ئالییێ پشتێ یێ سهربازگههێ ڤه، ب سهر پهرژانان ڕا، دهرباسی ناڤا
وێ دبت. برایێ خوه ل گهل ههڤالێن وی ژ جهێ گرتنا وان ل سهربازگههێ دهردخت و
ژ وێ دهرێ بهرێ خوه ددن دهرڤهیێ سهربازگههێ، لێ ههڤالێ وان سهعید دبت
ئارمانجا فیشهکێن سهربازان و دهێت کوشتن.
هیوا و ههر دو برا و ههڤالێن وان پێکڤە درهڤن و ب ئالیکارییا
ههڤالێن خوه یێن ڕێخستنێ دچن بۆ ناڤ پێشمهرگهیان. لێ ئاسایشا ڕهژیما عیراقی
ژنا وی و دایکا وی و زارۆکان و برایێ وی قادری دگرن و ئهشکهنجه ددن. ئهو
دخوازن ژ دایکا وی بزانن کا کورێن وێ ل کی دهرێ نه و کا ئهو کێ ژ ڕێخستنا وان ل
باژێری ناس دکت. ژ بۆ کو ئهو وێ نهچار بکن بئاخڤت، ئهو وێ گهلهک دئێشینن و ل
بهر چاڤێن وێ کورێ وێ ئازار ددن و دهستدرێژییێ دکن سهر بووکا وێ. دهما کو ئهو
دخوازن دهستدرێژییێ بکن سهر نهڤییێن وێ، ئهو وێ چاخێ ل خوه مکور دهێت و دبێژت
کو کورێن وێ چوونه ناڤ پێشمهرگهیان و ئهو ب خوه ژی ئهنداما ڕێخستنا نهێنی یه،
لێ ههتا کو د بن ئهشکهنجهیێ دا دمرت ژی ئەو ناڤێن ههڤالێن خوه ئهشکهره
ناکت.
دهما نڤیکسار خوهندهڤانی د باژارێ دا دگێرینت، ئەو
خهلک و جڤاکهک ههژار، وهستیایی، کهسیره و حالنهباش نیشان ددت، مرۆڤێن کنجپیس
و جلدرهایی، خهلکهکێ ژ یهکودو عێجز و پاشکهتی بهرچاڤ دکت. لێ مرۆڤ وهسا تێدگههت
کو ئارمانجا ڤێ بهرههمێ بێتر نیشاندانا ڕۆلا ژنێ یه د وهلاتپهروهری و بهرخوهدانا
دایکا هیوایی دا.