Navê kitêbê: Paşayê Bende
Nivîskar: Mêvan Mela Seîd
Weşanxane: Pertûkxana Pîan
Çapxane:
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan: 315
Naveroka vê romanê li ser gera kurê paşayekî ye û ya ku di rêya wî da hatiye serê wî û ya wî bi çavên xwe dîtiye û tesîra wê li ser hizr û reftarên wî. Ev jî derketina zembîlfiroşî û gera wî li dû rastîya jiyanê diîne bîra me. Kurtiya kitêbê jî weha ye:
Paşayek hebû ku li bajarê wî ferq û cudahî di navbera xelkê
da gelek mezin bû û taxên hejar û dewlemendan jêk cuda bûn. Her çi qas bes
hejar bûn yên ku diçûn şeran û berevanî ji bajarî dikir, lê ew di hejarîyê û rewşeka
gelek nexweş da dijiyan û zordarî li wan dihat kirin. Ev hemû ne bi dilê kurê
paşayî Luryanî bû. Luryan li gel xizmetkarê xwe Kîkî yê ku wî wek hevalê xwe yê
herî nêzîk didît, car bo car diçû nav bajarî û bi çavên xwe ew cudahî ya di
halê hejar û dewlemendan da dît. Wî ji hejaran bihîst ka ew çend ji desthilata
paşayî û zordarîya wî nerazî ne. Ew carekê jî çû barekê li taxa dewlemendan û
li wê derê dît ka çawa şîretkarên babê wî serxweş dibin û keyfê û pûçîyê dikin
û xerab behsa paşayî dikin.
Ew vê çendê ji babê xwe ra dibêje û bab jî rojekê cilkên xwe
diguhore û wek bazirganekî diçe wê barê. Ew li ber mêzeya şîretkarê xwe, yê ku
paşayê xwe yê di wan kincan da bû nas nedikir, rûdine û bi çavên xwe gendelîya
wî dibîne û ji devê wî pûçî û duserîya wî dibihîse.
Ew roj dibe werçerxanek di desthilatdarîya paşayî da yê ku
dûrketina xwe ji xelkê bajarî û cudahî û zordarîya dihat kirin diêxe stûyê wan
şîretkaran. Ew wan şîretkaran li ber çavên hejaran ji qesra xwe derdixe û hewil
dide şaşîyên xwe rast bike û dadperwerîyê bi cih bîne û kurê wî bi vê gelek
dilxweş dibe.
Kurê paşayî Luryan carekê beşdar dibe di rava masîyê herî
mezin da û gemîya wan jî wek yên gelek masîgirên din binav dibe. Pêlên deryayê
wî dûr dihavêjin bo nav gizîrteyekê
(giravekê). Ew li wê derê zilamekê din, yê ku gemîya wî berî wî li peraven wê
giravê pelixîbû dibîne û dibin dost. Ew zilam navê wî dike Paşayê Bende.
Paşî Luryan û hevalê wî, bi gemîyeka bazirganan ya ku di wê
derê ra derbas dibe, diçin bajarekê din û ew weha di rêya vegerê da bo welatê
xwe ji cihekî diçe cihekê din û rastî gelek kes û milet û dijwarî û astengan
dibe. Ew di wê gera xwe da gelek desthilatên cuda, yên zalim û yên adil, civakên
di nezanînê da dijîn dibîne û têkilîya wî bi gelek rengên mirovan ra çê dibe.
Ew hindî ku zêdetir digerhe û bêtir dibîne ew bêtir dibe meyldarê desthilateka adil û dilovanî û wekhevîyê
di navbera mirovan da. Lê herweha ew di vê rêvingîya xwe da ne bes di geryanê
da ye li dû eza xwe û rastîya jiyanê, lê li dû xudêyekê adil jî ku hemî qewimînan
bi wî ve girê dide.
Wextê
Luryan li dawîya gera xwe digehe bajarê xwe, dibîne ku babê wî yê paşa berî çend
rojan miriye û birayê wî yê biçûk bûye paşa. Birayê wî ji bo mana xwe di
desthilatê da Luryanî zîndanî dike û ew di zîndanê da kesên rastgo û yên ku desthilat
rexne kiriye dibîne. Li dûmahîya romanê Luryan paşa ye û birayê wî nemaye û
dadwerî li bajarê wî belav bûye.
پاشایێ
بەندە
ناڤێ کتێبی: پاشایێ بەندە
ناڤێ نڤیسکاری: مێڤان ملا سعید
وەشانخانە: پەرتووکخانا پیران
چاپخانە:
سالا ووەشانێ: ٢٠١٩
هەژمارا رووپەلان: ٣١٥
ناڤهرۆکا ڤێ ڕۆمانێ ل سهر گهرا کورێ پاشایهکی یه و یا
کو د ڕێیا وی دا هاتیه سهرێ وی و یا وی ب چاڤێن خوه دیتیه و تهسیرا وێ ل سهر
هزر و ڕهفتارێن وی. ئهڤ ژی دهرکهتنا زهمبیلفرۆشی و گهرا وی ل دوو ڕاستییا ژیانێ
دئینه بیرا مه. کورتییا کتێبێ ژی وهها یه:
پاشایهک ههبوو کو ل باژارێ وی فهرق و جوداهی د ناڤبهرا
خهلکی دا گهلهک مهزن بوو و تاخێن ههژار و دهولهمهندان ژێک جودا بوون. ههر
چ قاس بهس ههژار بوون یێن کو دچوون شهران و بهرهڤانی ژ باژێری دکر، لێ ئهو د
ههژارییێ و ڕهوشهکا گهلهک نهخوهش دا دژیان و زۆرداری ل وان دهات کرن. ئهڤ
ههموو نه ب دلێ کورێ پاشایی لوریانی بوو. لوریان ل گهل خزمهتکارێ خوه کیکی یێ
کو وی وهک ههڤالێ خوه یێ ههری نێزیک ددیت، جار بۆ جار دچوو ناڤ باژێری و ب چاڤێن
خوه ئهو جوداهی یا د حالێ ههژار و دهولهمهندان دا دیت. وی ژ ههژاران بهیست
کا ئهو چهند ژ دهستهلاتا پاشایی و زۆردارییا وی نهرازی نه. ئهو جارهکێ ژی
چوو بارهکێ ل تاخا دهولهمهندان و ل وێ دهرێ دیت کا چاوا شیرهتکارێن بابێ وی
سهرخوهش دبن و کهیفێ و پووچییێ دکن و خراب بهحسا پاشایی دکن.
ئهو ڤێ چهندێ ژ بابێ خوه ڕا دبێژت و باب ژی ڕۆژهکێ
جلکێن خوه دگوهۆرت و وهک بازرگانهکی دچت وێ بارێ. ئهو ل بهر مێزهیا شیرهتکارێ
خوه، یێ کو پاشایێ خوه یێ د وان کنجان دا بوو ناس نهدکر، ڕوودنت و ب چاڤێن خوه
گهندهلییا وی دبینت و ژ دهڤێ وی پووچی و دوسهرییا وی دبهیست.
ئهو ڕۆژ دبت وهرچهرخانهک د دهستهلاتدارییا پاشایی
دا یێ کو دوورکهتنا خوه ژ خهلکێ باژێری و جوداهی و زۆردارییا دهات کرن دئێخت
ستوویێ وان شیرهتکاران. ئهو وان شیرهتکاران ل بهر چاڤێن ههژاران ژ قهسرا خوه
دهردخت و ههول ددت شاشییێن خوه ڕاست بکت و دادپهروهرییێ ب جهـ بینت و کورێ
وی ب ڤێ گهلهک دلخوهش دبت.
کورێ پاشایی لوریان جارهکێ بهشدار دبت د ڕاڤا ماسییێ
ههری مهزن دا و گهمییا وان ژی وهک یێن گهلهک ماسیگرێن دی بنئاڤ دبت. پێلێن
دهریایێ وی دوور دهاڤێژن بۆ ناڤ گزیرتهیهکێ (گراڤهکێ). ئهو ل وێ دهرێ زلامهکێ
دی، یێ کو گهمییا وی بهری وی ل پهراڤێن وێ گراڤێ پهلخیبوو دبینت و دبن دۆست.
ئهو زلام ناڤێ وی دکت پاشایێ بهنده.
پاشی لوریان و ههڤالێ وی، ب گهمییهکا بازرگانان یا کو
د وێ دهرێ ڕا دهرباس دبت، دچن باژێرهکێ دی و ئهو هۆسا د ڕێیا ڤهگهرێ دا بۆ
وهلاتێ خوه ژ جههکی دچت جههکێ دی و گهلهک کهس و ملهت و دژواری و ئاستهنگ
دکەڤن بەر رێیا وی. ئهو د وێ گهرا خوه دا گهلهک دهستهلاتێن جودا، یێن زالم و
یێن عادل، جڤاکێن د نهزانینێ دا دژین دبینت و تێکەلییا وی ب گهلهک ڕهنگێن مرۆڤان
ڕا چێ دبت. ئهو هندی کو زێدهتر دگهرهت و بێتر دبینت ئهو بێتر دبت مهیلدارێ
دهستهلاتهکا عادل و دلۆڤانی و وهکههڤییێ د ناڤبهرا مرۆڤان دا. لێ ههر وهسا
ئهو د ڤێ ڕێڤنگییا خوه دا نه بهس د گهریانێ دا یه ل دوو ئهزا خوه و ڕاستییا
ژیانێ، لێ ل دوو خودێیهکێ عادل ژی کو ههمی قهومینان ب وی ڤه گرێ ددت.
وهختێ لوریان ل داوییا گهرا خوه دگههت باژێرێ خوه،
دبینت کو بابێ وی یێ پاشا بهری چهند ڕۆژان مریه و برایێ وی یێ بچووک بوویه
پاشا. برایێ وی ژ بۆ مانا خوه د دهستهلاتێ دا لوریانی زیندانی دکت و ئهو د زیندانێ
دا کهسێن ڕاستگۆ و یێن کو دهستهلات ڕهخنه کریە دبینت. ل دووماهییا ڕۆمانێ لوریان
پاشا یه و برایێ وی نهمایه و دادوهری ل باژارێ وی بهلاڤ بوویه.