Navê
kitêbê: Kimêdê gewr
Nivîskar: Sidîq
Hamid
Weşanxane: Êketiya
Nivîserên Kurd li Dihokê
Sala weşanê:
2009
Hejmara rûpelan: 82
Qenc û nebaş di hevrikiyê da ne û hilbijartina mirovî dikare bandorê ne bes li wî, lê li yên din jî,
li dorhêlê jî bike û gelo dibe mirov li her tiştî bi çavê bazirganan binere! Ev
û gelek pirsên din jî di vê romanê da tên livandin.
Kesê serekî di vê romanê da bi malbata xwe ra li devereka
derveyî desthilata hikûmetê ye û rewşa wan ya aborî lawaz e û jin û zarokên wî
dixwazin ew biçe gundê wan yê ku ew jê reviyane û xwarin û pêdiviyên jiyan û
malê yên ku wan li wê derê hiştine bîne. Ew jî ne ji dil, hespê xwe yê kimêd bi
xwe ra dibe û hesp wî bi hêsanî di rêya zehmet û di nava çeperên leşkerî da, bi
silametî digehîne gundî.
Wî seyê xwe yê wefadar li ber mala xwe û tiştên tê da mane hêla
bû û demê digehe wê derê se di tariyê da wî nas dike û direwe. Wî ji tirsa sîxurên
li gundî nedixwest kes bi hatina wî bizane, lê ji ber rewîna seyî cîran pê
hesiya û keyfa xwe bi hatina wî îna û pesnê wî da ku kariye di wê rêya dijwar û
pirî tirs da xwe bigehîne gundî û ew jê ra pêşniyaz dike ku herdu bi hev ra
bazirganiyê di navbera herdu aliyan da bikin û ew dê bi wî rengî di demekê kurt
da dewlemend bibin. Êdî û ji bo silametiya wî di rêûbaran da debanceyekê dideyê
û wî qayil dike ku seyê xwe Tehloyî bikuje da rewîna wî çi belayan neîne serê
wî û baştir e ku ew hespê kimêd jî bifiroşe û li şûna wî kerekê boz yê ku ew
dikare hefsarê wî bigire û bi rêve bibe, bikire, ji ber ku bi dîtina wî kerê
boz ji bo van rê û karan guhdartir û çêtir in.
Ew bi cîranî ra li hev tê, hinek tiştên xwe difiroşe û dike
pare û hinek tiştên ji malê ra pêdivî li hespê kimêd dike û wê rêyê digire
ya ku çîranê wî jê ra pêşniyaz dike. Herçend hespê kimêd naxwaze di wê rê da
biçe, lê ew serhefsarê hespî digire û neçar dike ku wê rê bigirin. Rê dirêj û
zehmet dibe û gurg tên rêya wan û hespê kumêd wî dihavêje û diteqe û ew ji
tirsa gurgan xwe di bin dîheka çulî da vedişêre û gurg li ser dîhê, li ser
pişta wî yarî û lêkdanê dikin. Hîngê di nav tirsê da wî sund xwar ku ew tobe
dike û dibe mirovekê qenc û zordariyê neke û peşîman bû ku wî seyê xwe yê
wefadar kuşt û guhdariya hespê kimêd nekir.
Hesp ranaweste û bi barê xwe yê giran û tivenga di ber barî
ra diçe mal bo cem jin û zarokên wî û her ew jî dibe egera hindê ku hinek zelam
li dû wî bigerin û wî bibînin û vebigerînin mal. Wextê ew bi silametî gehişt mal,
wî hespê kimêd bi wê gunehbar kir ku wî ew ji ser pişta xwe havêt bo ber devê
gurgan û divê ew wî bifiroşe û kerekê boz pê bikire ji bo ku ew wî li gor dilê
xwe bihajo.
Ji rûpelê 36: ”me wefadar nevên, me mifadar divên, roj berev
mifadara ve diçît… Kî bît bila ew bît, sed wefadar gurî êk karwan bin yê
mifadarek, bo me harîkar û rêkxweşker bît.”
ناڤێ کتێبێ:
کمێدێ گەور
نڤیسکار: صدیق
حامد
وەشانخانە: ئێکەتیا
نڤیسەرێن کورد ل دهۆکێ
سالا
وەشانێ: ٢٠٠٩
هەژمارا
رووپەلان: ٨٢
قهنج و نهباش د ههڤرکیێ دا نه و هلبژارتنا مرۆڤی دکاره باندۆرێ نه بهس ل وی، لێ ل یێن دن ژی،
ل دۆرهێلێ ژی بکه و گهلۆ دبه مرۆڤ ل ههر تشتی ب چاڤێ بازرگانان بنهره! ئهڤ
و گهلهک پرسێن دن ژی د ڤێر دا تێن لڤاندن.
کهسێ سهرهکی د ڤێ رۆمانێ دا ب مالباتا خوه را ل دهڤهرهکا دهرڤهیی
دهستهلاتا حکوومهتێ یه و رهوشا وان یا ئابۆری لاوازە و ژن و زارۆکێن وی دخوازن
ئهو بچه گوندێ وان یێ کو ئهو ژێ رهڤیانه و خوارن و پێدڤیێن ژیان و مالێ یێن
کو وان ل وێ دهرێ هشتنه بینه. ئهو ژی نه ژ دل، ههسپێ خوه یێ کمێد ب خوه را
دبه و ههسپ وی ب هێسانی د رێیا زهحمهت و د ناڤا چهپهرێن لهشکهری دا، ب
سلامهتی دگههینه گوندی.
وی سهیێ خوه یێ وهفادار ل بهر مالا خوه و تشتێن تێ دا مانه هێلا
بوو و دهمێ دگههه وێ دهرێ سه د تاریێ دا وی ناس دکه و درهوه. وی ژ ترسا سیخورێن
ل گوندی نهدخوهست کهس ب هاتنا وی بزانه، لێ ژ بهر رهوینا سهیی جیران پێ حهسیا
و کهیفا خوه ب هاتنا وی ئینا و پهسنێ وی دا کو کاریه د وێ رێیا دژوار و پری
ترس دا خوه بگههینه گوندی و ئهو ژێ را پێشنیاز دکه کو ههردو ب ههڤ را
بازرگانیێ د ناڤبهرا ههردو ئالیان دا بکن و ئهو دێ ب وی رهنگی د دهمهکێ کورت
دا دهولهمهند ببن. ئێدی و ژ بۆ سلامهتیا وی د ڕێوباران دا دهبانجهیهکێ ددهیێ
و وی قایل دکه کو سهیێ خوه تهحلۆیی بکوژه دا رهوینا وی چ بهلایان نهئینه
سهرێ وی و باشترە کو ئهو ههسپێ کمێد ژی بفرۆشه و ل شوونا وی کهرهکێ بۆز یێ
کو ئهو دکاره ههفسارێ وی بگره و ب رێڤه ببه، بکره، ژ بهر کو ب دیتنا وی کهرێ
بۆز ژ بۆ ڤان رێ و کاران گوهدارتر و چێترن.
ئهو ب جیرانی را ل ههڤ تێ، هنهک تشتێن خوه دفرۆشه و دکه پاره
و هنهک تشتێن ژ مالێ را پێدڤی ل ههسپێ کمێد دکه و وێ رێیێ دگره یا کو چیرانێ وی
ژێ را پێشنیاز دکه. ههرچهند ههسپێ کمێد ناخوازه د وێ رێیێ دا بچه، لێ ئهو
سهرههفسارێ ههسپی دگره و نهچار دکه کو وێ رێیێ بگرن. رێ درێژ و زهحمهت دبه
و گورگ تێن رێیا وان و حهسپێ کومێد وی دهاڤێژه و دتهقه و ئهو ژ ترسا گورگان
خوه د بن دیههکا چولی دا ڤهدشێره و گورگ ل سهر دیهێ، ل سهر پشتا وی یاری و لێکدانێ
دکن. هینگێ د ناڤ ترسێ دا وی سوند خوار کو ئهو تۆبه دکه و دبه مرۆڤهکێ قهنج
و زۆرداریێ نهکه و پهشیمان بوو کو وی سهیێ خوه یێ وهفادار کوشت و گوهداریا
ههسپێ کمێد نهکر.
ههسپ راناوهسته و ب بارێ خوه یێ گران و تڤهنگا د بهر باری را
دچه مال بۆ جهم ژن و زارۆکێن وی و ههر ئهو ژی دبه ئهگهرا هندێ کو هنهک زهلام
ل دوو وی بگهرن و وی ببینن و ڤهبگهرینن مال. وهختێ ئهو ب سلامهتی گههشت
مال، وی ههسپێ کمێد ب وێ گونههبار کر کو وی ئهو ژ سهر پشتا خوه هاڤێت بۆ بهر
دهڤێ گورگا و دڤێ ئهو وی بفرۆشه و کهرهکێ بۆز پێ بکره ژ بۆ کو ئهو وی ل گۆر
دلێ خوه بهاژۆ.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar