söndag 7 juni 2020

Lêkolînvanên polonî yên ziman û folklora Kurdan

 Ji rûpelên nenaskirî yên rojhilatnasiya polonî ya sedsala nozdehan

Werger ji polonî: Sidqî Hirorî


»Jan Reychman (1910-1975)

Lêkolînên polonî yên ku di sedsala nozdehan de li ser zimanê kurdî ji aliyê wan zanayên polonî ve yên ku xizmet li biyanîgehê dikirin û paşî cihên giring di deftera lêkolînvaniya cîhanî de li ser kultura kurdan girtine, hatine kirin, cihekê taybetî di nav pêmijûlbûnên polonî de bi rojhilatê ve digirin. Tiştê balkêş ew e ku her ji destpêka van lêkolînan paşnavên polonî berçav dikevin. Gerokê swêdî J. J. Björnstahl di Briefe aus seinen ausländischeReisen (berga VI, deftera 1, Leipzig 1783, rûpel 118-120) de dibêje, ku ew çû seredana qeşe RafaL Zerowoniski (Zerowonski ?), yê ku li Pragê ji binemaleka polonî jidayik bûbû û baş Kurd û zimanê wan nas dikirin, di dêra dominîkanan (dêreka rebenên fela ye; ya jin û mêra ye, li sala 1215-ê ji aliyê Dominik Guzmanî ve hatibû damezrandin -wergêr) li Galatê (taxeke Stenbolê). Domonîkanên Galatê wê çaxê ferhengeka kurdî, ku weku destnivîs maye, berhev dikir. Dêra Galatê, bi rêya peywendiyên xwe bi misyona xwe li Kurdistanê, bingeheka lêkolînan bû li ser zimanê kurdî: Paşî, endamê wê misyonê M. Garzoni »Grammatica e vocabolario della Lingua Curda (Roma 1787)« çap kir, ku bêguman pêkhatibû ji wan materyalên ku Björnstahlî behsa wan kirî, dibe ku zanyariyên hevwelatiyê me yê nepenî qeşe Zerowoniski jî tê de hebin. Ji nav dominîkanan kurdnasekê dî yê baş di sedsala hejdehan de derkeft, ew jî Leopold Soldini bû (1).

Di destpêka sedsala nozdehan de materyaline pir bo zimanê kurdî ji aliyê zanayên ewropî ve, mîna: Güldenstadt, Hammer, Klaproth, Ch.J. Rich, Rödiger, Pott, Berezin, Sandreczki, Dittel hatin kom kirin (2). Nivîsa li ser zaravayê kurdî yê Silêmaniyê, Aleksander Chodzko yê polonî nivîsîbû (3). Materyalê vê nivîsê ne nivîskarî bi xwe li deverê xirve kiribû. Chodzkoyî Persya “Welatê farisan -wergêr” nas dikir, her weku em dizanin li wê derê têkiliyên wî bi kurdan re çê bûbûn, lê ew bi xwe neçûbû Kurdistanê; ev materyal ji zardevê Ahmed Xanayê kurd, ku ji Silêmaniyê bû û di salên 1853-1854-an de li Parîsê kêf dikir, hatibûn girtin. Li wê derê Chodzkoyî tekst jê nivîsandin. Herweha lêkolînên wî li ser zaravayê başûrê rojhilat jî, ku îro ji aliyê kurdologan ve bi zimanê kurdî têt nas kirin (4), bi dereceyeka pir buhadar hatin li qelem dan û cihê xwe heta roja îro jî di xebatên kurdolojiyê de girtiye.

Berperê nû di xebata kurdologên polonî de August Jabayî nivîsand. August Jaba (Jaba bi polonî weha “Zaba” dihêt nivîsandin -Wergêr) (1800-1894)(5), ku carna bi çewtî bi Aleksander hatibû nas kirin (6), ji binemaleka polonî ya begler, ji wîlayeta PoLcka bû û sembola Kościeszayî (Kościesza, şeka (logoya) siwarên polonî ya kevintirîn e. Têt texmîn kirin ko ew ji sala 1072-êyê di serdemê qiralê polonî Bolesław Śmiałyiyî de hatiye durist kirin. Kościesza navê şervanekê polonî bû ko di serdemê wî qiralî de di şerê wî li hember dijminan de mêrxasiyeka bê hefta nîşan da û çetyan di destî de, di şerî de mir. Qiralî jî ew şekê (logoyê) xwe bi navê wî siwar û şervanê xwe yê mêrxas bi nav kir. -wergêr) li ser mohra wî hebû. Ew kurê Dominik Jabayî bû, yê ku (li dewrûbera 1765-1848-ê) hilgirê alaya husariskî (Husaria: hêzeka taybetî ya leşkerî ya pir baş çekkirî, ya siwar û êrişker bû. Ev hêz di sedsala hevdehan de li Polonyayê hebû -wergêr) bû, xwediyê milkên Swierznoyê bû. Wî ji jina xwe Anna HoLowniankayê, ji bilî Augustî, kurine din hebûn. Ew welatparêzên polonî yên baş, efserên leşkerê polonî, beşdarvanên serhildana Listopadê (novemberê -wergêr) û paşî penaber bûn (7). Ji hemûyan bilîmettir Napoleon Feliks Jaba (1805-1885) bû, efserê leşkerên polonî, xwediyê xelata Virtuti Militari (Virtuti militari: peyveka latînî ye û mebest jê gernasiya şervanî. Ev mezintirîn xelatê leşkerî yê polonî bû. Di sala 1792-ê de dana vî xelatî dest pê kir û pêşkêşî wan dihat kirin yên ku di şeran de mêrxasiyên mezin û berbiçav dikirin -wergêr), beşdarvanê serhildana Listopadê, paşî penaber, gerokekê navdar, çûbû gelek deveran û ji wan jî di salên 1876-1878-an çûbû giravên Sandwich, Fîjî, Australia û Zîlanda Nû, profesorê unîversîteyê li Buenos Aires, xwediyê gelek berhemên nivîskî, mîna: Zaba’s Method of Studying Universal HistoriNew York 1868, The principal featurs of the history and literature of Poland, London b.d. û hinekên din. Ew paşî li Galasyayê (Navê kevnê wê axa polonî û ukranyayî ya ku hîngê li bin dagîrkirina nemsawî bû. -wergêr) binecih bû. Li Szczawnicy û Krynicji nivîsên xwe li ser geryanên xwe pêşkêş kirin. Li ser axa milkên xwe li Zbylitowiska Gorayê nêzîkî Tarnowayê li 1885-ê mir. Jina wî Mac Leoda îngilîz bû û ji wê kurekê wî bi navê Stanislaw hebû. Stanislaw kapîtanê leşkerên îngilîzî bû û ew piştî mirina babê xwe bû xwediyê milkên wî li Zbytlitowska Gorayê(8).

August Jaba bi xwe di 1800-ê de li Kraslawê jidayik bûbû. Wî ne weku birayên xwe leşkerî hilbijart; wî di destpêkê de xwest biçe Enstîtuya Komunîkasyonê, lê di dawiyê de çû Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya ser bi Rêveberiya Peymangeha Asyewî ya Pirsên Derve li Petersburgê. Wê çaxê gelek polonî li wan deran hebûn.  Xwendina wî li 1828-ê bi dawî hat û ew piştî wê bû wergervanê konsulxaneya rûsî li Yafayê, Salonîk û Smîrnayê (Smîrna: navê kevnê Îzmîrê  -wergêr). Wî li wê derê di 1839-ê de hevbajêriyê xwe yê gerok li rojhilatê, metranê mohilevî (Mohilev bajarek e li Rûsyasipî -wergêr), wergêrê Şekspîrî, Ignacy Holowinski nas kir. Hîngê Jabayî ji erebî heft du’ayên musilmanan  Hazi-l awrak tasztamil ala-l musbat (9) û Dengê derwîşî “ji helbesta tirkî ya Nezîrî” ji bo Holowinskî wergerandin û li gel deqa wê ya tirkî ji aliyê Holowinskî ve, di behiskirina geryana wî de, hatin berçavkirin (10). Ew ji sala 1849-ê li Erzrumê, li rojhilata Tirkiyeyê, ku piraniya runiştivanên wê di wê serdemê de kurd û ermenî bûn, bi karê konsulê rûsî radibû.

Di dema mana Jabayî de li Erzrumê, li Rûsyayê interesa kurdolojiyê zêdebû. Destpêka kurdolojiyê vedigere bo salên çilan ji sedsala nozdehan, demê di wê serdemê de zana W. Dittel, ku wî li Rûsyayê kar dikir û paşî di destpêka salên pêncihan de zanayê rûs I. Berezin jî bala xwe da ser zimanê kurdî (11). Lê piraniya tekstên di dest wan de bûn, ne timam bûn, çewt nivîsandî bûn, ew di gelek caran de ne ji zimanê devkî hatibûn girtin, lê belê ew ji zimanê çêkirî yê nivîskî bûn. Derfeteka nû ji bo civandina tekstan di şerê Kirîmî de (şerê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de di salên 1853-1856-an de -Wergêr) çêbû, ji ber ku di nav êxsîrên leşkerê tirk de li Rûsyayê kurd jî hebûn. Hîngê, Iranîzan P. Lerchî (1828-1884) (12), ji zardevê wan êxsîran, hinek tekstên zimanê sax civandin ser hev. Herçend ew kêm bûn, lê ew bûn egera balkişandinê di dema piştî wê de. Di Akademiya Rûsî ya Zanistan de li ser pirsa civandina bêtir tekstan, li wan cihên ku Rûsyayê daîreyên xwe yên diplomatîk û runiştivanên kurd lê hebûn, rawestiyan. Di wî demî de akademîk B. Dornî (1805-1881) ew daxwaz gehande gelek rojhilatnasan, ku li wan deveran kar dikir, mîna rojhilatnasê naskirî N. Chanykowa ku konsul bû li Tebrîzê û wî gelek materyal jê bi destxistin. Wî her weha têkilî bi Jabayî jî re deyna û wî jî dest pê kir tekstên kurdî şandin Akademiyê. Tekstên yekê yên ku wî di meha deha sala 1856-ê de hinartîn, pêkhatibûn ji: parçeyekê ji wergera Iskendernameya Nizamî bo ser zimanê kurdî (rûpel 1-46) û wergera kurdî ya 224 gotinên pêşînanan yên tirkî, yên wergirtî ji gramera tirkî ya Jauberta (rûpel 47-118). Jaba şiya dostîniyê bi zanayê kurd hecî Mehmûd Bayezîdlî re çê bike. Ew hecî Mehmûdê Bayezîdlî yê ku tekst bi alfabêya erebî dinivîsandin û li aliyê çepê yê wan rûpelan bi alfebêya latînî transkripsiyona wan ya fonetîk, bê destnîşankirina devokan, li gel wergera fransî dihatin nivîsandin. Hemî tekst bi zaravayê kurmancî, zaravayê kurdî yê bakûrê rojava bûn (13).  Ji ber ku ew tekst ji aliyê kurdekî ve, ku baş ziman dizanî, hatibûn nivîsandin, Komisyona Akademiya Zanistan ew bi awayekî buhadar hilsengandin û herçend ew werger bûn ji tirkî û farisî, lê nivîskar, tê de, tûşî mubalexeyê nebûbû (14).

Di 5/6 1857-ê de, di civîna beşa dîrokî-fîlolojî ya Akademiya Zanistan de, P. Lerchî pirsa weşandina wan tekstan anî pêş. Lê wî şik birin ser awayê transkripsiyona Jabayî ya ne lihevkirî û got ku ew dê li ser daxwaza Akademiyê wan tekstan biweşîne, lê wî mafê hindê jî da xwe ku ew li gor “transkripsiyona lingvistîk”ê ya Lepsiusî guhortinan di transkripsiyonê de bike (15). Ji wan tekstan Lerchî parçeyek ji Iskendernameyê û 25 gotinên pêşînanan yên tirkî, li gel destnîşankirina dirêjiya tîpên dengdar (wî têbînî nivîsî ku, Jaba wekî Chodzkoyî, nikaribû wan dest nîşan bike, ji ber ku di zimanên silavî de dirêjiya dengadaran nayê dîtin) Weşandin. Wî transkripsiyona Lepsiusî  bi kar anî û wî her wisa wergerên xwe yên taybetî bi zimanê almanî li ser zêdekirin (16).

Akademiyê careka din daxwaz ji Jabayî kir ku ew materyalan jê re bişîne, wî jî hinek materyal civandin ser hev û hinartin. Wî di 24/9 1857-ê de, bi nameyekê, Akademî li ser hindê agahdar kir ku ew, stiranên kurdî yên folklorî berhev dike û li ser çêkirina ferhengeka kurdî-fransî û fransî-kurdî kar dike û ji herduyan ya yekem amade bûbû (17). Di civîna liqê ya 8/1 1858-ê de Lerchî raportek li ser berhema nivîskarê kurd yê sadsala şazdehan Ahemed Efendî Xanî, Mem û Zîna ku Jabayî kurtkirî û j iwan re hinartî, pêşkêş kir. Herweha li wê dwerê perçeyeka transkripsiyona wê û wergera fransî ya wê çîroka evîndariyê, ku çîrokên romantîk yên ji rengê wê mîna çîroka leyla û Mecnûnî li rojhilatê hene, hebûn. Ew hemû 94 rûpel bûn, lê Lerch ne yê pişt rast bû ji peywendiya wê perçeyê li gel originalî bi hemî ve (18).

Di civîna 4/5 1859-ê de nameya Jabayî ya sêyê adara wê salê hat xwendin. Jabayî her wisa Recueil des et udes kourdes avec transcription du texte et traduction française şand. Akademîkvan Dornî li ser hindê raportek pêşkêş kir û guhdariya pêdaçûna Lerchî hat kirin û komîteyek ji bo munaqeşekirina çawaniya weşandina wan materyalan hat hilbijartin û ji van kesan pêk hatibû: Akademîkvan Dorn, Böhtlingk, Wiedemann, Weliaminov-Zernov (19).

Di 18/5 1856-ê de Komisyona Akademiya Zansitan munaqeşeya raporta komîteya liqê, ya li ser materyalên ku Jabayî hinartibûn, kir. Materyal jî ev bûn: 1)pirsa Notice sur la litterature et les tribus kourdes, 2)kurtiya berhema Ahmed Efendî , Mem û Zîn, 3)ferhenga devoka Hekarî û Revendî, 4)gramera Alî Termaxî ya zaravayê kurmancî, 5)têbînî li ser gramer û bingehên zanista zimanê kurmancî, 6)komeleyeka çîrokan li gel wergera wan ya fransî. Komisyonê, piştî munaqeşeyan, biryara çapkirin û weşandina Notice sur la litterature et les tribus kourdes, Notion preliminaires sur la science de la grammaire û Recueil des recits kourdes da. Û ji aliyê din ve biryar hat standin ku Mem û Zînê bihêlin, ji ber ku ew û her wekî Lerchî di nameya xwe ya 20/1 1858-ê de xuya kiribû, kurtiyeka berhema Ahmedê xanî ya original bû. Wan wisa zanî ku ya çêtir ew e, ew berhem bi hemî ve bihête weşandin û haya wan jê hebû ku Jabayî du nusxeyên Mem û Zînê yên original hebûn. Li gor dîtina komisyonê gramera Alî Termaxî ji bo weşandinê ne hind giring bû, ji ber ku materyalên di wê gramerê de di wê ferhenga Jabayî durustkirî de hatibûn bikaranîn (20).

Komisyonê di warê wan materyalên ku ji bo weşandinê hatibûn dest nîşan kirin de, briyar girt ku tekstên original li gel wergera wan bihêne weşandin û transkripsiyona wan bimîne bo wê wexta ku tê de awayê transkripsiyonkirinê bihête dest nîşan kirin û di ferhengê de cihê xwe bigire. Û herweha briyar dan ku Lerch berê xwe bide wergeran û stîla wan edebîtir lê bike (21).

Komisyonê bi çavên pirî buhadarî temaşayî wan materyalên Jabayî hinartîn kir. Wan da xuyakirin ku ew ne weku şandekên berê bes ji wergeran pêk hatibûn, lê materyalên original yên bi zaravayê kurmancî û zanyariyên li ser jiyannameya şairên kurd yên ku heta wî demî nehatibûn naskirin û detalya li ser eşîran û transkripsiyona fonetîk ya tekstan (li gor rênivîsa fransî) û herweha wergerên wan yên fransî li gel de hebûn. Ew materyal bi karekê pir wecbar bo filolojî, etnografî, statistîk û dîrokê hatin bi nav kirin (22).

Lerchî careka din amdekirina wan tekstên Jabayî, bi dest xwe ve girt û ji wan Recueil des notices et recits kourdes servant a la connaissance de la langue, de la litterature et des tribus du Kourdistan, reunis et traduits en français par M. Alexsandre (!) Jaba, consul de Russie a Erzerum, li St. Petersburgê di 1860-ê de hatin weşandin. Li ser bergê rastê navê pirtûkê bi kurdiya bi tîpên erebî hatibû nivîsandin û navê berhevkarî jî wekû Askender Jaba tê de cih girtibû. Ew berhema çapkirî bi 1 rubilê yan jî bi 1 talara rensî û 3 giroşan, li cem endamên komisyonê li Akademiyê li Petersburgê, Rîdayê û Lipskê dihatin bi dest xistin. Ew karê Jabayî zû bû cihê gelek balkêşanan û dengvedana xwe ya mezin hebû (23).

Jabayî bi serê xwe Ballade kurde recueillie et traduite par A. Jaba et communiquee par M. de Techihatcheff, di “Journal Asiatique”, hejmara pênc, berga çarde, rûpelên 153-166-an, sala 1859-ê de weşand (24).

Her ji karê Jabayî bû ku originala farisî li gel wergera kurdî ya berhema navdar ya şairê kurd yê sedsala şazdehan, mîrê Bitlîsê, Şerefeddîn Bitlîsî, şerefnameyê bişîne (25).

Jaba heta sala 1866-ê ma li Erzrumê û paşî bû xanenşîn (teqaudbûyî). Evca xwe ji wir veguhaste Smîrnayê, bo cem malbata jina xwe û ma li wir heta mirina xwe li sala 1894-ê. Jabayî di wî hemî demî de peywendiyên xwe bi Akademiyê re qut nekirin û bi berdewamî li ser wan tekstan yên ku wî li Erzrumê civandibûn kar dikir û her weha tekstine din ji kurdên ku li seranserî Tirkiyeyê tera berabûyî komkirin û herwisa destnivîs jî bi dest xwe dixistin û hwd.

Wî di sala 1867-ê de destnivîsa ferhenga xwe ya kurdî-rûsî-fransî (656 rûpel), ya ku me ew berî niha binavkiribû, şande Akademiyê û Dictionnaire français-russe-kurde (721 rûpel) bi ser ve kir, û her weha 100 diyalogên kurdî li gel wergera wan ya fransî dan digel. Weşandina ferhenga kurdî-rûsî-fransî xistin ubala îranînasê elmanî F. Justî (1837-1907), yê ku hevok û term ji ferhenga fransî-rûsî-kurdî ya Jabayî û ji diyalogên wê ferhengê yên fransî-kurdî û tekstine din bi ser ve zêde kirîn.

Ew termên frazeologî yên ku wî civandibûn hatin bikaranîn. Transkripsiyon li gor ya fransî û hevwateyên di rûsî û fransiyê de hat li ber çav girtin. Justî her weha etîmologiya peyvan jî da li gel (ne hêsan bû, vekolandina gelek peyvan zehmet bû; aya ew ji farisiyê hatine qerz kirin yan ji ew zimanê hevbeşê yê preîranî ne, yan jî ew bi rêya tirkiyê ji farisyê hatine) û her weha materyalek ji wan tekstên Lerchî pêşkêşkirîn hat bi kar anîn. Justî, herwisa û li hember gelek peyvan û ji bo berhevdanana wan, hevwateyên wan yên indoewrupî, tirkî û samî deynan (26).

Ew hemî pêkve di nav weşanên Akademiyê de wekî Dictionnaire kurde-français par M. Auguste Jaba, publiee par M. Ferdinad Justi, li St. Petersburgê di sala 1879-ê de derket. Ev behem bû cihê balkêşiyê û wê buhaya xwe heta roja me ya îro jî heye (27). Hêjayî gotinê ye ku Justî di karên xwe yên piştî vê de wec ji materyalên Jabayî komkiribûn dît; wî di duristkirina Kurdische Grammatika (St. Petersburg 1880) xwe de feydê bingehîn ji ferhenga Jabayî û tekstine wî yên din dîtiye (28).

Ji tekstên ji aliyê Mahmûd Bayezîdlî ve bi dest ketîn, Jabayî Ghebri et ses chansons (,,Athenée Oriental”, 1881) weşand. Ew jî stirana Gewrê ye, keça kurd (bi kurmancî) û serhatiya evîna wê bo Xelîl Begê, kurê Ebdî paşayî, yê ku di naverasta sedsala nozdehan de hukim li Avaşkertê dikir. Ew hemû hat transkripsiyonkirin û komentareka têr hat pê ve kirin (29).

Li Smîrnayê peywendiyên Jabayî yên baş bi polonyayê hebûn, mîna peywendiyên wî bi niyasê wî yê rewşenbîr E. Znatowiczî re. Demê ku di sala 1889-ê de şahê faris bi seredan hatî Varşavayê, “Tygodnik Ilustrowany” (kovareka heftane ya polonî -wergêr) gelek cih da pirsên farisî û Znatowiczî li wê derê perçeyek ji Ksiega Spiewakow (Munganniname) ya Hafizî (Şemsildîn Muhemed Şîrazî 1325-1390 ku bi Hafizê Şîrazî têt nas kirin û yek ji şairên farisan yên mezin e -wergêr) belav kir. Ew ji Jabayî gehiştibû destên wî û wî jî di wê kovarê de weha xuya kir; ku “teksta original li gel wergera wê ya durist û ravekirinan ji niyasê min li Smîrnayê P. Antonî  (!) Jabayî ku berê konsul bû li Erzrumê gehiştine min” (30). Teksta ku di wê kovarê de hatibû weşandin teksteka edebî bû, ji aliyê Znatowiczî û li gor wergera filolojî, ya ku Jabayî jê re şandibû kar li ser hatibû kirin. Weha bo me xuya dibe ku Jabayî tekst hem ji erebî û tirkî (bo Holowinski), û hem ji farisî û kurdî wergerandine.

Opinyona polonî bi berdewamî agahdarî li ser Jabayî wekî hevwelatiyekê xwe hebûn. Piştî weşandina ferhenga kurdî ya Jabayî ji aliyê Justî ve, “Gazeta Lwowska” (rojnameyeka polonî li Lwowayê, li Ukranyayê -wergêr) jiyannameya wî belav kir û behsa berhemên wî û beşdariya wî di çêkirina wê ferhengê de kir û got jî ku “bi vî awayî zanayê elmanî, yê ku eger kurd dîtibin jî bes di resmên wan yên di (Illustrierte Zeitung) >>rojnamyeka elmanî ya wênebar bû ko xelik di wêneyan de, wekî fotoreportaj berçav dikirin , ew di sala 1921-ê de ji aliyê Willi Munzenbergî ve hat dest pê kirin. -wergêr<<  de di dema şerê dawîn de dîtine, wî zanayî eger ne hemû navdariya xwe, hinek jê bi xêra hevwelatiyê me çêkir. Vî hevwelatiyê ku çend salên dijwar û pirî metirsî di nav eşîrên kwîvî de derbaskirin, bona ku bo karê xwe materyalan berhev bike û herweha ew kesê yekemîn bû ku ziman û literatûra wan eşîran bi ewropiyan da nasandin” (31). Piştî mirina wî “Kurier Warszawski” (rojnameyeka polonî -wergêr) bi kurtî li ser nivîsand û pesna wî da (32).

Hêjayî gotinê ye ku dema Jaba li Erzrumê bû, opinyona polonî li mişextîgehê ew bi kesekî xerab dinasî. Ji ber ku, li gor wê, ew polonî bû û wekî karmendekê qeyserî beşdar dibû di wan kiryaran de yên ku armanc jê bi dûketin û ji Tirkiyeyê derxistina wan poloniyan bû, yên ku ji Rûsyayê reviyabûn Tirkiyeyê û li ser sinoran li Piştqefqasan, bi hêviya şerê Rûsya û Tirkiyeyê xirvebûbûn (33).

August Jaba xudanê xelata leşkerî ya Legia Honorowa, xelata tirkî ya mecîdiyê û gelek xelat û mertebeyên bilind yên rûsî bû, şîretvanekê dewletî yê rastîn bû. Ew temenkî dirêj jiya û di 3/1 1894-ê de li Smîrnayê mir. Hêşta demê ew li Yafayê bû, Greczynka, ku keça konsulê rûsî bû li wê derê, mare kir. Wî ji wê çend kur hebûn, ji wan Teodor, efserê rûsî yê ku xelat li ser beşdarbûna xwe di şerê Qefqasê de wergirtî. Du ji keçên wî bûn jinên rêberên miletên rojhilatê, yên ku ji wan li wê serdemê gelek wergervan û konsulên ewrupî derketîn: Testa û d’Andria (34)

Jabayî gelek destnivîs û berhemên rojhilatê kom kiribûn. Qeşe Ignacy Holowinski, yê ku di 1839-ê de çûbû seredana Jabayê ku hîngê bi karê wergervaniyê li konsulxaneya rûsî li Smîrnayê radibû, weha li ser nivîsandibû ku, “wî komeleyeka berhemên rojhilatê yên bijare û buhadar hene. Pirtûkxaneya wî ji bilî bergên çapkirî, ji 260 destnivîsên erebî, farisî û tirkî pêk hatiye. Hinek ji wan destnivîsan ji pirtûkxaneyên mîr, wezîr û paşayên rojhilatê bi dest xwe xistine. Hemû jî bi rengekê baş hatine hilgirtin û sexbêrî jê hatiye kirin û bi nivîsên zêrîn û nexşine din hatine xemilandin û ciwankirin” (35).

Beşekê destnivîsan, ku li mala Jabayî bi xwe bûn û pêkhatibûn ji wan tekstên kurdî yên ku wî hinartibûn Akademiya Zanistan li gel beşekê mezin yê destnivîsine din yên kurdî yên kevin di sala 1868-ê de, di nav hilgirtiyên (koleksiyonên) Pirtûkxaneya Giştî li Petersburgê (36) (îro bi navê Saltykowa Szczdrina li Leningradê) di beşa destnivîsan de hatin dîtin. Li wê derê 54 destnivîsên kurdî hene, di nav wan de hem tekstên ku ji aliyê bêjerên kurd (mîna yê ku me li jor behsa wî kirî, Mehmûd Bayezîdlî û herweha Mela Mûsa Hekarî, Mela Mistefa, şêx Nezer û hwd.) bo Jabayî hatibûn nivîsandin hene, hem jî destnivîsên kevin yên ku Jabayî bi dest xwe xistibûn, mîna helbestên Ahmedê Mela Bateyî, şairê kurd yê sadsala şazdehan, di destnivîseka ji sadsala hejdehan de li gel wergera wan ya fransî û transkripsiyona wan hene. Ev xebatên Jabayî di nav wan de hene mîna; Exercises de langue kurde par Mella Mistefa traduits par Auguste Jaba, Dialogues entre deux kurdes recueillis et traduits par A. Jaba, Vocabulaire kurde des dialects de Hekiari et Revendi par A. Jaba. Ji bilî van di nav xebatên Jabayî yên hilgirtî de 4 destnivîsên farisî, 3 yên tirkî û 3 yên fransî hebûn. Hinek ji hilgirtiyan di arşîfa beşa Lenîngradê ya Enstîtuya Miletên Asya û Afrîkayê ya ser bi Akademiya Zanistan ya Sovyetê de hene (37). Ji bilî van xuyabû ku hinek ji xebatên Jabayî yên hilgirtî mabûn li Smîrnayê, li cem malbata jina wî. Li dewrûberê sala 1913-ê û bi xêra xebata rojhilatnasê rûsî yê navdar, yê bispor di pirsgirêgên îranî de, yê ku bala xwe bi taybetî dabû ser kurdan M. Minorskî û bi arîkariya konsulê rûsî yê hîngê li Smîrnayê, beşekê wan kaxezan gehişt bo nav hilgirtiyên Akademiya Zanistan li Petersburgê; beşa mayî jî ku pêkhatibû ji hinde nivîsên mîna Dialogues kurdes-français demekê dirêj ma di destên Minorskî de, paşî, piştî şerê cîhanî yê duyemîn, ew jî gehiştin Lenîngradê (38).

Beşek ji destnivîsên rojhilatê, ji yên Jabayî bi xwe, gehiştin cihine din mîna hilgrtiyên British Museum li Londonê. Di nav wan de wekî nimûne destnivîseka balkêş hebû, ew jî wergera tirkî ya Şahnameyê ku di sadsala dehan de bo sultanê memlûkî yê Misrê Gawrî (Gavrî) hatibû çêkirin (39). Ev bi hemî ve ji zanistê re berhemka zindî ye û materyalên buhadar in ku bi renckêşan û xwehdana hevwelatiyê me August Jabayî hatine bi dest xistin. Ew Jabayê ku bûbû serkêşê qada nû ya rojhilatnasî û kurdolojiyê, Jabayê lêkolînvan û hevalê miletê jibîrkirî, yê bi tenê hêlayî û gernas, miletê kurd.

Ji poloniyan ne bi tenê Aleksander Chodzko û August Jaba di sedsala nozdehan de mijûlî fîlologî û folklora kurdan ya ku heta hîngê kêm li ser hatibû xebitîn, bûbûn. Demekê kurt piştî wan poloniyekê din hebû, kêm tişt naskirî û peywendiyên wî bi polinyayê hebûn, wî jî di qada lêkolînvaniyê de li ser zimanê kurdan xebat kiribû. Ew jî Leonard Zagorski (1827-1891) bû (40). Ew di 6/12 1827-ê de li Bakszynayê (bi Rowneyê bi nav kirî) >>di nav axa Ukranyayê de ye -wergêr<< jidayik bûbû. Wî li pêşiyê amadeyî li Kiyovê xwend û paşî xwendina xwe di beşa felsefeyê de li Universîteya Kiyovê bi dawî anî. Ew piştî wê, li pêşiyê bû mezûnê unevirsîteyê û paşî bi demekê kort mamoste li mala beg Sujkowski (1849-1850). Paşî bû mamoste li debistanên Kiyovê yên navîn û ji 1888-ê ve karmend di hinek karên taybetî di rêveberiya sivîl de li Qefqasê. Ew ji 1876-ê ve bû serokê liqa qefqasî ya Komeleya Geografîk ya Qeyseriya Rûsî. Zagorski, di demê mana xwe de li Piştqefqasê, gelek geryan li wê derê kirin û dest bi lêkolînvaniyê li ser ziman û etnografiya miletên Piştqefqasê kir. Wî li ser wî babetî çend xebat jî, bi gelemperî di “Nûçe” û “Belavokên” Komeleya Geografîk de pêşkêş kirin. Wekû Jabayî, Zagorski jî bi xwe li Kurdistanê nebû; danûstandinên wî bi kurdan, hem yên li Piştqefqasê û hem jî bi kurdên wan deveran yên ku di salên 1829 û 1878-an ji wîlayetên tirkî yên rojhilatê hatibûn veqetandin û bi ser Piştqefqasê ve zêdekirin hebûn. Herwisa danûstandinên ji wî rengî di geryana wî di sala 1872-ê de bo herêma Axawsîxskî (ev herêm piştî peymana aştiyê ya rûsî-tirkî ya Adrianopolê di 1829-ê de ket nav sinorên Rûsya qeyserî de -wergêr) çêbûn. Ew hîngê şiya guhdariya zaravayê kurdên li wan deveran xwecihbûyî bike û wî, zaravayê wan bi kurmancî bi nav kir û behsa wan kurdan bi başî kir “Ku em temaşayî sexletên kurdan yên kirêt nekin, dostaniya wan ya baş, karektera wan ya rastgoyane û vekirî, rûniştivanên dewrûbera wan ji bo qezenca wan yekkirine” (41).

Xebata mezin ya Zagorski li gel S. A. Egiazarovê ermenî weşandina ferhenga rûsî-kurmancî û kurmancî-rûsî bû (42); Egiazarovî materyal civandin ser hev, lê Zagorski ew ji çapê re amade kirin. Wî, herweha pêşgotin ji bo wan tekstên kurmancî yên ku Egiazarovî kom kiribûn nivîsî (43). Karên bingehîn yên Zagorski, çi yên etnografîk û çi jî yên zimanvaniyê, peywendîdar in bi hemû zimanên qefqasî ve, mîna: Klasîfîkasyona etnografîk ya miletên Qefqasê, Li ser lêkolînên li ser zimanên dagestanî, Li ser lêkolînên zimanên çiyayiyên qefqasî, bi berferehî rawestiyan li ser xebatên Uslarî yên li ser zimanê tabasaranî yan yên Millerî li ser zimanê osetînî. Heta roja me ya îro jî wan xebatan buhaya xwe ya mezin di nav xebatên qefqasologiyê de heye (44). Ne kêmtir ji wan, xebatên wî yên di warê kurdologiyê de jî, di nav lêkolînên polonî de, herçend e ku di sadsala nozdehan de lêkolînvaniya oriental ne gelek bişkivî bû jî, dibin cihê balkêşiyê. Her wekû xuya dibe Zagorski peywendiyeka hêzdar bi polonyayê re hebû. Poloniyên ku diçûn Tiblîsê, diçûn seredana wî û welatî ew wekû poloniyekî nas dikir. Wekû mînak, di nûçeyekê de di rojnameyeka heftane ya Varşavayê de, di sala 1885-ê de li ser wî weha têt nivîsandin, ku “di nav zîrektirîn endamên Komeleya Geografîk li Qefqasê ev hevwelatîne li berçav in: L. Zagorski (etnograf)…” (45).

Her wekû me gotî, ne Chodzko yê ku tekstên xwe ji zardevê kurdekî li Parîsê girtibûn, ne jî Jaba û ne Zagorski yê ku tekstên xwe li Ermenistanê yan Qefqasê civandibûn, bi xwe li Kurdistanê  bûn.

Hîngê hinek poloniyên din gehiştine wê derê. Herçend ew mijûlî zimanê kurdî nebûbûn, lê bi rêya bikaranîna zimanê resmî yê hîngê ku tirkî bû û bi wecdîtinê ji xizmetên wergervanan, wan bala xwe da ser kurdan û agahdariyine balkêş li ser wan hiştin. Em, li vir, behsa herdu birayan, Jablonowskiyan dikin: Wladyslaw (1841-1894) ku pizîşk bû, çend salan li Bexdayê ma û di salên epidemiyê (pejîkî) de li Kurdistanê bû. Birayê wî Aleksander (1829-1931) ku dîrokvan bû û bi rojhilatê ve mijûl dibû di sala 1870-ê de çû seredana wî; herduyan têbîniyên balkêş li ser kurdan û jiyana wan nivîsandin (46).

Di wan salan de, ji bo meremên geodesîk Karol Brzozowski (1821-1904), şair, romantîk, serhildanvan û hîngê di sala 1869-ê de endazyar di xizmeta waliyê Îraqê Medhet paşayî de, çû devera Silêmaniyê li Kurdistanê (niha li Îraqê). Wî ji geryana xwe bîrhatinên baş li ser kurdan hebûn “kwîvî, şervan, pir hez ji azadiya xwe dikin”, şehrezahiya wan di warê dermanvaniyê de bala wî kêşa. Carekê, dema wî dixwest bi ser gupîtka çiyayê Pîr Omer Gudrun bikeve, pê wî ji kevirekî tehisî û birîndar bû. Kurdan bi giyayê arnîka (Arnica Montana; bi kurdî giyaarînk, giyayek e li çiya û di nav keviran de şîn dibe û gulên zer jê dibişkivin. Ew giya, piştî hişkkirinê, ji dermankirina birînan re têt bikaranîn -wergêr) derman kir. Giyayê ku di pateyekî de givaştî û paşî baş di cuhniyekê navmalan de vequtayî û bi berfê re têkel kirî û ji payîzê ve di nav kayê de hilgirtî. Brzozowski her weha gelek çîrokên gelêrî li ser “ercinên çiya” jî nivîsandibûn (47). Herwisa opinyoneka baş li ser mêvandariya kurdan, lê ne yên li Kurdistanê, lê di nav eşîrên kurd yên koçer de li persyayê (welatê farisan -wergêr), endazyarê polonî, geolog Karol Bohdanowiczî (1864-1947), yê ku li dawiya sedsala nozdehan de li wê derê kar dikir, nivîsand. Wî behsa hindê kir ka çawa mana gerokê îngilîz J. B. Fraserî (1783-1856), yê ku hêşta di nîva yekem ya sadsala nozdehan de çûbû wê derê, ne bi dilê wan bû û ka kurd li hember wî (Karolî -wergêr) û geryana wî çawa bûn “diyarbû ku mirovhez in û kêfxweşiya xwe bi mirovî diînin” (48).

Rojhilatnasiya polonî ya serdemên bindestiyê ya derbiderkirî bû û ew derbiderî ji behra zansitên polonî bi giştî bû. Zanayên polonî di xizmeta biyaniyan de kar dikir û gelek caran kar û xebatên wan bi malê biyaniyan hatin li qelem dan û hinekên din destketiyên polonî ji xwe re bikaranîn. F. B. Charmoy bi navê xwe wergera Iskendernameya Nîzamî ya fransî weşand ya ku di rastiyê de ji aliyê L. Spitznaglî ve hatibû wergerandin û heta niha wekû amadekerê wê dihat naskirin (49). Bi xêra karên Jabayî yên pêşeng di warê kurdologiyê de, beşekê navdariyê gehişte Lerchî û Justî (50). Lê li gel hindê jî rojhilatnasiya polonî di wan merc û rewşên weha dijwar de kar dikir û wê, li ser navê xwe, kar û xebat û destketiyên xwe hene. Ew, şiya rêyê li ber qadên nû yên ku heta hîngê kêm xebat tê de hatibûn kirin, xweş bike û balkêşiyê bo ser qad û pêmijûlbûnên nû yên zanistê çê bike. Ne hema tiştekê ji nişkan ve bû, ku hema behra Jabayî bû balkişandin bo ser folklora kurdî, bo ser tekstên bi zimanê gelêrî, bo devberdanê ji efsaneyên edebî û bo dûketinê li pey tekstên bi devok û zimanên rojane. Aleksander Chodzko, ji bilî lêkolînên wî yên li ser zarava û zimanê kurdî, babê lêkolînvaniyê bû li ser zimanê gelêrî yê farisan, Jozef Kowalski tekstên zarav û devokan û folklora buryatiyan civandin û Tomasz Zanayî  stiranên başkîrî xirvekirin (51). Xwe ew hemû li melbenda rojhilatnasiya polonî li Vîlna yan li Petersburgê hatibûn perwerdekirin. Wan cihên ku seqaya romantîzmê bi hêzdarî kar tê kiribû û wekir ku ew bi hurmetgirtin temaşayî lavjeyên deverê bikin, ku hez ji zimanê xelkê û rewişt û tîtalên wan bikin. Perwerdeyên wê universîteyê ev etmosfer ji Vîlnaya filomatîk (Filomat; Komelya Filomatan: komeleyeka nihînî ya ciwan û xwendenkaran ya welatparêzî û komelayetî bû li Universîteya Vîlnayê di salên 1871-1823-an de -wergêr) bir Petersburgê û li wê derê hêşta rojhilatnasên romantîk yên vîlnayî, Chodzko û Spitznaglî, xwe rewşenbîr dikir û li wê derê pejîkê wê hezdariyê xwe gehande heta wan jî yên ku bi xwe şîir nenivîsandîn, lê ew nerîna romantîk bi xwe stand. Lewma nabe, heta ew destketiyên polonî yên biçûk jî di warê kurdologiyê de bihên pişt guh havêtin, ewên ku ne bes bawername ne li ser berferehbûna rojhilatnasiya polonî di salên dijwarên bindestiyê de, lê herwisa belge ne, li ser pêmijûlbûna poloniyan bi hebûna yên hûr, yên di tariyê de hiştî, yên hêlayî, jibîrkirî, lê hîn karektera xwe ya neteweyî ya komelgehên miletên rojhilatê ya etnîk parastî.

Çavkanî:
1.
P. Lerch, Forschungen übe die Kurden und die iranschen Nordchaldäer, I, St. Petersbourg 1857, II, her di eynî cihî de di sala 1858-ê jî li ser hindê nivîsî.
2. Li ser xebatên lîkolînvaniya kurdologî, berê xwe bide Lerchî eynî ya jorîn, ji bilî wê Ç. X. Bakayev,
Dîroka hînkirina zimanê kurdî li Rûsya û Yekîtiya Sovyetê di: Kurtiyek li ser dîroka hînkirina zimanên îranî, Moskva 1962 (bi rûsî).
3. A. Chodzko,
Etundes philologues sur la langue kurde (dialecte de Soleimanie) “Journal Asiatque”, beşê V, berga IX, 1857, rûpel 297-356. Li ser Chodzkoyî J Reychman, Zainteresowania orientalistyczne w srowisku mickiewiczowiskim w Wilnie i Petersburgê di: Szkice z dziejow polskiej orientalistyki (I) de, Varşava 1957, rûpel 8-87.
4. Binere li
I. M. Oranski, Pêşekiyek bo nav felsefeya îranî, Moskva 1960, rûpel 314-321 (bi rûsî); herwisa Zimanên îranî, 1963 (li ser zimanê kurdî û zaraveyên wî, rûpel 135-138) (bi rûsî), A. Socin di: Die sprache der Kurden di: W. Geiger û E. Kuhn, Grundriss der iranschen Philologie de, berga I, beşa 2, Strassburg 1901, Zaraveyên kurdî li ser rojhilatî û rojavayî dabeş dike. Berê xwe bide herwisa D. N. Mackenzie, Kurmancî, kurdî û goranî, “Miletên Asya û Afrîka” hejmar 1, 1963 (bi rûsî); V. Minorski, Kurd, Enzyklopaedie des Islam, II, rûpel 1234-1235.
5. Zanyariyên biyografîk li ser wî: S. Zielinski,
Mawy slownik pionierow polskich kolonialnych i morskich, Varşava 1932, rûpel 640; J. Reychman, Zaintresowania orientalistyczne, her di eynî ya jorîn de, rûpel 82, 88.
6. Bi navê Aleksander Jaba wekû amadekerê tekstên kurdî yên komkirî cih digire. Pianiya jêderên din wî bi Augustî nav dikin, wî her ev navê xwe xistibû ser materyalên xwe jî. Carna jî bi Antonî hatiye navkirin. Pirî caran paşnavê xwe bi fransî dinivîsand: Jaba, carna jî wekû Zaba yan Zhaba hatiye nivîsandin.
7. Binere T. Zychlinski, Zlota ksiega szlachty polskiej, berga III, Poznan 1881, rûpel 323-336 û berga IV, Poznan 1882, rûpel 428.
8. Li ser Napoleon Jabayî, S. Zielinski,
Maly slownik, rûpel 640-641. M. Haiman, Nauka polska w Stanach Zyednoczonych Ameryki “Nauka Polska” berga XXI, 1936, rûpel 210; L. Paszkowski, Polacy w Australii i Oceanii 1790-1940, London 1962, rûpel 32 û 257 (binere li 17-19).
9. Berê xwe bide J. Reychman,
Zainteresowania, eynî ya jorîn.
10. L. Holowinski,
Pielgrzymka do Ziemi Swietej, Petersburg 1853, rûpel 98.
11. Ç. X. Bakayev, eynî ya jorîn.
12. P. Lerch,
Forschungen über die Kurden, eynî ya jorîn, berga 1-2.
13. P. Lerch eynî ya jorîn, II, rûpel 46, “Bulletin de la Classe des Sciences Historiques, Philologiques et Politiques de l’Academie des Sciences” (St. Petersbourg) berga XIV, hejmar 22, rûpel 350-352; “Melanges Asiatiques” berga III, rûpel 109-113. Berê xwe bide li ser destnivîsên têbînî û wergerên Jabayî di nav hilgirtiyên Pirtûkxaneya Hukûmî ya Lenîngradê ya Giştî ya bi navê Szczdrina: M. B. Rudenko, li ser destnivîsên hilgirtiyên Lenîngradê, Moskva 1961, rûpel 18 û 29 (bi rûsî). Navê berhema A. Jauberta ya ku Jabayî wec jê dîtî Elements de la grammaire turque, binere Lerch, I, 93-97.
14. P. Lerch eynî ya jorîn, I, rûpel XXVIII, berê xwe bide “Bulletin”, eynî ya jorîn, berga XIV rûpel 350; “Melanges Asiatiques” berga II, rûepl 647.
15. “Bulletin” berga XIV, rûpel 350-352.
16. Lerch, II, Rûpel 46 û yên piştî wê.
17. Lerch, II, rûpel 80.
18.
Resume de l’ouvrage kourde d’Ahmed Efendi Khani fait et traduit par A. Jaba, “Bulletin” berga XV, rûpel 347. Herweha binere li Jaba’s resume du Mem ou Zin di: H. Makas, Kurdische Texte im Kurmanji Dialecte aus der Gegend von Mardin, Leningrad 1926. Destnivîsên Jabayî binere li Rudenko, rûpel 48-51. Dastana Ahmedê Xanî, Mem û Zîn ji aliyê M. B. Rudenko ve, Ahmed Xanî, Mem û Zîn, Moskva 1962, di zincîra şûnwarên leteratûra miletên Rojhilatê de ku ji aliyê Akademiya Zanistan ya Yekîtiya Sovyetê ve dihatin weşandin, hat belavkirin.
19. “Bulletin”, berga XV, rûpel 254-255, Jaba,
Recueil, binere li ya jêrîn, Pêşgotin.
20. Berê xwe bide ya jorîn, Paşko 12, herweha berê xwe bide “Bulletin” berga XIV, rûpel 349 û berga XV, rûpel 161; “Melanges Asiatiques” berga III, rûpel 109-113, 242-255. Li ser desnivîsa gramera Alî Teremaxî, Rudenko, eynî ya jorîn, rûpel 101-102.
21. Jaba,
Recueil, Pêşgotin, “Bulletin” berga XVI, rûpel 299-300.
22. Jaba,
Recueil, Pêşgotin.
23. Socin eynî ya jorîn, rûpel 250-253, 254, herweha berê xwe bide
Bibliografya kurdologiyê, redaktor K. K. Kurdoyev,, Moskva 1963 , rûpel 139 (bi rûsî); Bakayev, rûpel 104-105 (bi rûsî); V. Minorski, Kurden, Enzyklopaedie des Islam, berga II, rûpel 1234-1235.
24. P. Lerch, di:
Sur une ballade kurde publiee dans leJournal Asiatique“, “Melanges Asiatiques” berga IV, pirtûka I, rûpel 25-62 de behsa weşana jabayî dike.
25. Paşî, ducaran teksta farisî li Rûsyayê hat weşandin:
Scheref-Name ou histoire de Kourdes par Scherif prince de Bitlis, wşana 1-2 V. Veliamianif Zernof, St. Petersburg 1860-62, û Cheref-Name ou fastes de la nation kourdes par Cheref’ou’oddine prince de par Cheref’ou’oddine prince de Biddlis…, trad. du persan et comente par F. B. Charmoy, 2 beş (di 4 bergan de), St. Petersburg 1868-1875, nusxeyek di Pirtûkxaneya Katedraya Turkologiyê de li Unuversîteya Varşavayê ye.
26. Jaba,
Dictionnaire, Pêşgotin; A. Jaba, Name ji redaktorî re(bi rûsî), “Qefqas”, hejmar 8, Tiblis 12.1.1879, rûpel 3 (li ser xebata ferhengê).
27. Berê xwe bide Socin, eynî ya jorîn, rûpel 254; ZDMG XXXVIII, rûpel 110-116.
V. Minorski, eynî ya jorîn, rûpel 105.
28. Socin, eynî ya jorîn.
29. Originala lavjeya Gewrê û Xelîl Begê li gel wergera destnivîsê ya ku Jabayî çêkirî, îro di nav hilgirtiyên Lenîngradê de ne, berê xwe bide Rudenko, eynî ya jorîn, rûpel 9; lê wê di lîsteya weşanan de di “Athennee Oriente” de navê wê destnivîsê neaniye, herweha navê wê di
Bibliografya kudologî de jî nehatiye, eynî ya jorîn.
30. E. Znatowicz,
Ksiega Spiwakow, “Tygodnik Ilustrowany” hejmar 336, 1889, li wir Jaba bi Antonî dihêt bi nav kirin.
31. “Gazeta Lwowska” hejmar 164, 18.VII.1879. Min ev têbînî ji W. Olszewiczî ji Lvova bidest xist.
32. “Kurier Warszawski” hejmar 24, I, 1894.
33. W. Chrzanowski,
Pisma wojskowo-polityczne, Krakow 1871.
34. Zychlinski, eynî ya jorîn.
35. I. Holowinski,
Pielgrzymka, rûpel 98.
36.
Raporta Pirtûkxaneya Giştî ya Impiratorî ya sala 1868-ê, St. Petersburg 1869 (bi rûsî).
37. M. B. Rudenko,
li ser destnivîsên kurdî…; Hilgirtiyên rojhilatnasiyê li mezintirîn pirtûkxaneya Yekîtiya Sovyetê, Moskva 1961; M. B. Rudenko, Koleksiyona A. D. Jaba (Destnivîsên kurdî), “Xebatên Pirtûkxaneya Giştî ya Hukûmî ya bi navê M. E. Saltîkova-Şedrîna, Berhemên li ser rojhilatê”, Leningrad 1957. Ji tekstên ku Jabayî civandibûn M. Rudenko ev weşandin: Mela Mehmûd Bayezîdlî, Rewişt û tîtalên kurdan, Moskva 1963 (di wergera rûsî de) û Xaris Bitlîsî, Leyla û Mecnûn (tekst, werger û bilêvkirina filologî ya tirkî), Moskva 1965.
38. Zanyarî ji profesor V. Minorski di nameyekê de bo nivîskarekî ji Cambridge di 18.III.1964-ê de.
39. Ch. Rieu,
Catalogue of the Turkish Mannuscript of the British Museum, London 1888, rûpel 152-153 (li ser berhemên Jabayî civandîn, rûpel VIII), A. Zajaczkowski, Turecka versja Sha-name z Egiptu Mameluckiego, Varşava 1965.
40. Berê xwe bide “Belavoka Komeleya Geografîk ya Impiratoriya Rûsî, liqa Qefqasê” hejmar I, berga X, 1889-91; “Iberya” hejmara 89. 1891; “Hilsengandina NÛ” hejmar 2525; “Hilişkaftinên etnografîk” pirtûk 2, rûpel 150 (bi rûsî).
41. Raporteke kurt li ser geryanê li devera axawsîxskî, “Belavoka liqa Qefqasê”, berga II, 1873 (birûsî).
42. “Belavoka Komeleya Geografîk ya Rûsî, liqa Qefqasê” pirtûka 13, berga II, 1891, rûpel 1-122 (bi rûsî).
43. Eynî cihî.
44. Her li ser wî berê xwe bide J. Raychman,
Ze stosunkow literackich polsko-grudzinskich w XIX w., “Przeglad Humanistyczny” hejmar 3(24), 1961.
45. “Tygodnik Ilustrowany” berga V, hejmar 121, 1885, rûpel IV.
46. A. Jablonowski, Pisma, berga VII:
Wschod muzulmanski, Varşava; W. Jablonowski, Pamietnik, Wroclaw w 1965.
47. J. Raychman, Karola
Brzozowskiego wejscie w r. 1869 na Pir Omar Gudrun, “Wierchy” 1963.
48. “Belavoka Komeleya Geografîk ya Rûsî” 1888.
49. Ez di nivîsa bi navê
Ludwik Spitznagel jako tlomacz Nizamiego “Przeglad Humanistyczny” hejmara 4, sala 1964-ê de li ser vî babetî rawestiyame.
50. Bakayev jî di pirsa li jor navbirî de li ser xebatên kurdologiyê, Lerchî wekû xwediyê
Rexueil de Notices et Recits Kourdes bi nav dike.
51. J. Reychman,
Piosenka baszkirska zapisana na wygnaniu przez Tomasza Zana, “Rocznik Orientalistyczny” berga XXII, 2, 1958, rûpel 47.

Têbînî: Ev nivîsa Jan Reychmanî (1910-1975), bi polonî, di hejmara 1-ê (69) ya kovara Przegląd Oreintalistyczny ya sala 1969-ê, di rûpelên 49-59-an de, li Polonyayê belav bûbû û min ew ji zimanê polonî wergerandiye ser Kurdî. Nivîskarê vê lêkolînê Jan Reychman dîroknivîs, zimannas û rojhilatnasekê polonî bû û ew wek şehrezayê peywendiyên Polonyayê bi Kurdistan û Tirkiyeyê re têt nas kirin. Ev werger di kovara Nûdem Wergerê di sala 1996-ê de hatibû belav kirin. Sidqî Hirorî.

-----------------------------------

Nivîskar: Jan Reychman 
Weşandin: 2008-12-01

© 2009 Kulturname

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar