Pirsgirêka kurdî di lêkolînên polonî yên qonaxa piştî şerî (salên 1945-1969-ê) de.
Werger ji polonî: Sidqî Hirorî
Di naverasta sala 1969-ê de, pirtûka nivîskarê kurd A. R.
Qasimloyî (Kurdistan û kurd), ku ji mêj ve behsa wê dihat kirin, ji weşana wê
ya Pragê ya îngilîzî hat wergerandin bo polonî û gehişt bo ser teqiçkên
pirtûkfiroşiyan (1). Vê xebata lêkolînvaniyê gelek dengdana xwe heye û ji ber
egerên cuda dibe cihê dilxweşiyê. Ev yekemîn lêkolîna berfireh e bi zimanê
polonî li ser pirsgirêka kurdî piştî van çend salên paş şerê Cîhanî yê Duyem.
Ji ber hindê û li gel qelsiyên tê de, bi taybetî di warê zanyariyên etnografîk
de, ev pirtûka Qasimloyî berhemekê buhadar yê weşandî ye. Her weha ew bêguman
wê valahiya di nav lîteratura polonî de li ser vê pirsê heyî pir nake, lê
nebûna lêkolînên li ser pirsgirêka kurdî, çi yên nivîskarên polonî û çi yên
wergerandî ji lîteratura mişe di vî warî de, ji nivîskarên rûs û Sovyetê, çi
nivîskarên îngilîz, elman, çi jî fransî, weha dike ku ev wergera pirtûka A.
Qasimloyî, ya li jor binavkirî bi pilyeka bilind bihête hilsengandin.
Ji bilî nivîsine di hinek kovar û weşanên heyamkî (peryodîk) yên
polonî de û bi terzekî ji terzan di xebatên mezintir de yên girêdayî
pirsgirêkên deverên Rojhilata Navîn, em, di lîteratura polonî ya zanistî û ya
giştî de, ya piştî şerî, pêrgî çi xebatên lêkolînvaniyê yên mezin li ser jiyan
û kultura kurdan nabin. li gel berfirehbûna pûtedana hem zanistî û hem jî
grupên mezin yên xwendevanên polonî bi kultura miletên neewropî, nebûna
lêkolînan li ser grupên etnîk yên cuda li deverên rojhilata erebî mîna kurdan,
bêguman cihê pirsiyar û pêdaçûnê ye. Kultur û rewiştên balkêş û gelek elementên
tradisyonê yên kevnar ku di nav kurdan de heta roja îro hatine parastin,
babetên baş in ji bo vekolandinê.
Ku mirov temaşayî berhemên çapkirî bike, dê bibîne ku ev pirs li
Polonyayê kêm naskirî ye. Di rojnameyên rojane û heftenameyan de, dengûbas bi
nûçeyên biçûk, ku bi awayekê serekî li ser rewşa kurdan ya siyasî bûn, dihatin
weşandin. Ew nûçe jî di piraniya xwe de li ser kurdên Îraqê bûn, ji ber gelşa
wan bi desthilatdarên Îraqê re (2). Nûçeyên rojnamevanî derbarê kurdên ku di
nav sinorê Îranê de dijîn gelek kêm bûn û li ser rûniştivanên kurd li Tirkiyeyê
û Sûriyeyê bi yekcarî nebûn.
Her wekî dihêt zanîn axa Kurdistanê di navbera van herçar
dewletan de dabeşkirî ye. Piştî şerê Cîhanî yê Yekem, di egera sîstema
hêzên siyasî û berî her tiştî hilweşiyana Împeratoriya Osmanî de, rê li ber
kurdan, bo bicihanîna daxwazên xwe yên azadîxwaz ku wan bi sedan salan xebata
çekdar ji bo kirî û di sedsala 19-ê de bi hêz ketin, vebû. Lê her di encama
şerê Cîhanî yê Yekem de Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê de
hat dabeş kirin. Di ser vê parçekirinê re, hesta neteweyî ya hêzdar û girêdan
bi ziman û rewişt û tîtalan ve, bûn egera xebateka berdewam ji pêxemetî
pêkanîna dewleta xwe. Lihevhatina aştiyê li gel Tirkiyeyê li tebaxa sala 1920-ê
li Sevreyê qala damezrandina Kurdistaneka serbixwe ya pêkhatî ji deverên kurdî
yên Îraqê û Tirkiyeyê kir, lê ev pilan nehat bicihanîn.
Li deverên erebî yên Rojhilatê, kurd, ku serhejmara wan nêzîkî 7
milyonan e, grupeka etnîk ya serbixwe ye -bi koka xwe îndoewropî ne-
diyalektekê nêzîkî yê îranî bi kar diînin. Xwe hêj koka wan ya etnîk bi duristî
nehatiye vekolandin. Kudan, li gel kartêkirinên mezin yên milletên cîran li ser
wan, cudahiya xwe ya kulturî di hinek warên jiyanê de, bi taybetî di warê
avakirinê û di cil û bergan de, li gor dewrûbera xwe ya geografîk parast. Wan,
di warê peywendiyên civakî, zanebûna gelêrî û baweriyan de, bêtir elementên
xwemalî li nik xwe parastine. Ev bêtir peywendîdar e bi kurdên Îraqê û Îranê,
ji ber ku pirtirîn xelkê kurd li van herêman dijît. Kurdên ku li Suriyeyê dijîn
grupeka biçûk in, ji çend deh hezar kesan pêk dihên û kurdên Tirkiyeyê ji ber
politîka helandinê, ji aliyê hikûmeta wê dewletê ve, bi xelkê tirk dihêne
naskirin.
Piştî şerê Cîhanî yê Duyem, li Polonyayê, kêm nivîs li ser kurdan
hatin weşandin. Her wekî min gotî, di wî warî de çi xebatên serbixwe yên mezin
nebûn. Yên hebûn jî valahiyeka biçûk di lîteratura girêdayî vî babetî de
digirin. Di nav wan de nivîs hene girêdayî babetên dîrokî-siyasî û
geryannameyan û her wesa behsa lêkolînên geografîk li wan deverên ku kurd lê
xwecih in dikin. Ji bilî nivîsên di kovaran de, nûçeyên biçûk li ser van pirsên
ku me elaqetdar dikin, di karên mezintir û babetberfirehtir de dihên dîtin.
Nivîsên gerok û lêkolînvanên polonî yên sedsala 19-ê li ser Kurdistanê ku
careka din hatine çapkirin, balkêş in.
Dema mirov behsa nivîsên dîrokî-siyasî bike divêt mirov li berahîkê
navê nivîsa A. Bartnickiyî li ser dîroka kurdan û xebata wan ji bo rizgarbûnê
bîne (3). Ew nivîs mezintirîn xebata lêkolînvaniyê ye, ku bi zimanê polonî li ser
wan pirsan, piştî şerê Cîhanî yê Duyem hatiye belav kirin. Bartnicki bi dûr û
dirêjî behsa serhatiyên milletê kurd dike û bêtir li ser xebata kurdan û çend
serhildanên wan yê çekdar, ku bo berevanîkirinê ji welatê xwe, bi dirêjiya çend
salan kirine, radiweste. Herwesa ew di nivîsa binavkirî de gelek cihî dide
bizavên kurdan yê dîplomatî li gel Civata Milletan piştî şerê Cîhanî yê Yekem,
ku mebest jê damezrandina dewleta kurdî ya otonomî bû û herweha diçe ser behsa
pirsgirêkên serhildanên kurdên Îraqê û Îranê yên vê dawiyê. Ew pir kêm li ser
kultura kurdan û bi awayekê serekî li ser koçerî û peywendiyên eşîrîniyê û
binasên neyarîniya di navbera hinek eşîran de dinivîse.
Li ser xebata kurdan ji bo rizgarbûnê G. Wojciechowski (4)
reportajeka kurt heye, tê de ji bilî wesifkirina hinek eşîrên kurdan, daxwazên
kurdên Îraqê di serhildana Hezîrana 1963-yê de berçav dike. Her girêdayî vî
babetî, J. Dziedzica (5) jî li ser xebata rizgarîxwaz ya kurd di salên
1968/1969-an de radiweste û tê de kurdan wekî kêmaniyeka neteweyî li Îraqê li
qelem dide.
Li ser kultura kurdên Îraqê du nivîs hatin belav kirin. ew jî geroknameyên
(reportajên gerokî) yên J. Lichodziejewskiyî ne (6). Piştî çend salan ew
reportaj bi awayekê berfirehtir, wekî beşeka pirtûka wî Piaskem w oczy “Toz di çavan de -wergêr.” hatin belav kirin.
J. Lichodziejewski piştî şoreşa Qasimî wekî delegatê teknîkî yê daîm yê Navenda
Bazirganiya Derve “Cekop” çû Îraqê û bi hezkirina xwe çû deverên kurdî bo
dîtina wan. Ji ber ku ew bi xwe li wê derê bû, behsên wî dîrekt in û dema mirov
wan dixwîne hest bi rastîniya wan wesifkirinan dike. Ji bilî rawestaneka kurt
li ser dîroka kurdan û rewşa wan ya geografîk, nivîskar bi dûr û dirêjî behsa
tiştine ji jiyana rojane û rewişt û tîtalên kurdên Îraqê dike. Ew gelek cihî
dide wesfa bajar û gundên tê re derbas dibe, koçeran, cil û bergên wan, xwarin
û vexawrinên wan û serhatiyên girêdayî koka kurdan.
Nivîsên peywendîdar bi geryanên polonî ve bo çiyayên Bilind, ku
deverên kurdî jî digirin, beşekê bi serê xwe ne. M. Popko (7) ku qala
geryana xwe dike û bi taybetî di nivîsa xwe ya duyem de, ji bilî berçavkirina
desketiyên xwe yên alpinistîk, parçe parçe hinek rastiyên jiyan û rewiştên
kurdan li herêmên Tirkiyeyê tomar dike. Ew bêtir giringiyê dide kincan û
xwarinê û herweha tiştên ku kurd diçînin û heywanên ku ew bi xwedî dikin û wan
bi nav dike.
Li dûmahiya berçavkirina nivîsan, hêjayî hindê ye em wan helbestên
kurdî yên hilbijartî ku ji aliyê etnografên fransî ve hatibûn belav kirin û Z.
Stolarkî (8) ji zimanê fransî kiribûn polonî bi bîr bînin. Em bi xêra hindê
şiyan şîira gelêrî ya bedew, ya pirî nazikiya hestan û kulturê, şîira ku heta
roja me ya îro mayî, nas bikin.
Grupeka din pêk dihêt ji nivîsên li ser pirsên herêmên Rojhilata
Navîn, ku mirov dikare di wan de agahdariyên girêdayî kurdan peyda bike. Helbet
lêkolînên ku bi şêweyê pirtûkên geografyayê derdikevin, wesfa Kurdistanê dikin
û herweha gelek zanyariyan di warê pirsên aborî-geografî yên vê herêmê jî didin
(9). Mirov ji rexekê din ve dikare pûteyî bide xebatên dîrokî-siyasî ku tê de
nivîskar li ser pirsgirêkên peywendîdar bi tekoşîna miletê kurd ji bo
serxwebûnê radiwestin (10). Divêt em li vê derê biçin ser behsa nivîsên
gerokî-reportajîk ku ji aliyê J. Lichodziejewski û K. Dziewanowskiyî (11) ve
hatibûn kirin. Di nivîsa J. Lichodziejewskiyî de, di warê zanyariyên li ser
kurdan de, madeyeka mişe cih girtiye, lê pirtûka K. Dziewanowskiyî reportajeka
rojnamevanî ya nimûneyî ye, diçe ser behsa problemên girêdayî bikarxistina
neftê li deverên Kerkûk û Mûsilê û herweha rewşa saxlemiyê û pûtedanê bi
tenduristiyê li wan deveran.
Divêt navê wergera geroknameya G. Bidwellî (12) bihête gotin.
Bidwell di salên 1945/46-an li Rojhilata Navîn geriyabû û wî di bîranînên xwe
de hinek tişt ji kultura kurdan dest nîşan kirine û wî bêtir giringî daye ser
koçeriyê û ketina koçeran bo nav jiyana akincîbûnê. J. Leliwa (13) di pirtûka xwe
ya navincî de babetê kurdan vedike û bi rengekê serekî li ser pirsa xebata
azadîxwaza kurdan li Îraqê û dîroka wan radiweste. Dema mirov bixwaze li ser
pirsa kurd di xebatên bi polonî nivîsandî di qonaxa piştî şerî de rabiweste
divêt mirov destnivîs û nivîsên lêkolînvanên polonî yên sedsala 19-ê yên dubare
çapkirî bide berçavan. Mebesta min li vê derê berî hemîyan nivîsên K.
Brzozowskiyî û destnivîsa W. JabLonowskiyî ne.
Beşek ji nivîsên K. Brzozowskiyî yên ku di gelek kovaran de
belavbûyî, T. Brzozowskayê (14) di pirtûka xwe di beşa bi navê “Belqan,
Kurdistan, Mezopotamya” de civandine serhev. Tiştên ku di vê beşê de ne,
peywendîdar in bi geryanên K. Brzozowskiyî li çiyayên Kurdistanê li sala
1869-ê. Egera ku ev nivîs bêtir dibin cihê balkêşiyê jî ew e ku nivîskarê wan
wekî yekemîn lêkolînvanê ewropî li ser Kurdistanê û çêtirîn şehrezayê wan
deveran di zanista cîhanî ya nîva duyê ji sedsala 19-ê de hatiye naskirin. T.
Brzozowskayê bes hinek parçe, yên peywendîdar bi biografî û geografiyê ji
nivîsên K. Brzozowskiyî hilbijartine û bala xwe nedaye ser parçeyên etnografî.
Ev ziyaneka mezin e, ji ber ku K. Brzozowski di nivîsên xwe de gelek
agahdariyan di warê jiyana koçerî ya eşîrên kurdan û kerekterê wan yê şervaniyê
dide, behsa çandina dexlî û fêqî û texlîtên xwarinên kurdî yên ku li cem wî
xelkî dihatin çêkirin dike. Ew di hinek nivîsên xwe de behsa avakirinê dike û
bêtir serincê dide ser avakirina bajarên mezin, mîna Kifrî yan Silêmaniyê.
Herweha zanyariyan li ser cil û bergên kurdan, hem yên mêran û hem yên jinan
dide. Di nivîsên K. Brzozowskiyî çend agahdarî li ser peywendiyên civakî,
zanîna gelêrî û baweriyên kurdan hene (15).
W. Jablonowski jî her bi wî şêweyî diçe ser behsa vê pirsê û hinek
parçe jê di sala 1967-ê de (16) hatin weşandin. Di xebateka ku armanc jê
nasandina çarenivîsa mişextên polonî li Tirkiyeya Osmanî û bi awayekê giştî li
Rojhilata Navîn bû, ji wê materyala berfireh û mişe bes hinek parçe hatin
weşandin. Ev jî ne di qazanca materyala etnografîk de bû ku di destxeta vî
nivîskarî de bi dewlemendî cih girtiye. W. Jablonowski ji sala 1866-ê û heta
mirina xwe li sala 1894-ê wekî bijîşkekî di xizmeta leşkerê tirkî di Tirkiyeya
Osmanî de bû û ew di wê mana xwe de çend mehan li deverên kurdî li Îraqê û
Îranê geriya. Ew di bîranînên xwe yên bi hûrgilî, tiştên balkêş li ser xelkê
kurd jî dinivîse. Bes beşek ji wan di berhemên li silal binavkirî de hatin
weşandin. Xwe zanyariyên di destxetê de, hindî bibêjî buhadar in, ji ber ku ew
ji jêdereka bijare ya polonî ne û li ser kurdan in. Ji ber ku W. Jablonowski bi
xwe di nav wan de jiya, lewma şiya kultura kurdan binase û weha şiya xanî, cil,
xwarin, navgînên veguhastinê, hinek rewiştan û hindekê ji jiyana civakî (17)
baş wesif bike.
Materyalên etnografîk yên sedsala 19-ê yên li ser kurdan ku ji
aliyê gerok û lêkolînvanên polonî ve hatibûn civandin, hêj li benda şirovekirin
û li ser rawestiyana rexnegiran in. Di wê serdemê de bêtir li ser
biografiya wan poloniyan ji destketiyên wan di warê lêkolînên etnografî de
rawestiyabûn (18).
Derketina wergera polonî ya pirtûka A. R. Qasimloyî, di demekê de
ku berhemên polonî -çi yên xwemalî û çi yên wergerandî- di warê lêkolînan de li
ser kurdan û li ser tradisyonên kevnar tê de pir kêm, karekê hêja û mezin e.
Xwe ev pirtûk valahiya heyî pir nake. Gelek tişt jê kêm in û kerekterê pirtûkê
yê siyasî-ekonomî bûye egera sinorkirina çendînî û çawaniya materyalê etnografî
tê de. Xwe A. Qasimlo di pêşgotina pirtûka xwe de diyar dike ku ew dixwaze
problemên kurdî yên hevçerx bi dîtineka siyasî deyne ber çavên xwendevanan. Û
ew bi wê dîtinê ye ku ev dabeşbûna Kurdistanê di navbera çend dewletan de
dikare, ji ber wekheviya dîrokê, bi awayekê taybetî ji xwendevanê polonî re niyas
be. Nivîskar dibîne ku gelek tiştên hevbeş di dîroka herdu milletan de , yê
kurd û yê polonî de hene.
Pirtûka navbirî bi awayekê serekî li ser jiyana kurdên hevdem û
xebata wan sexmeratî azadiya neteweyî û mafên wan di nav wan dewletên ku tê de
dijîn radiweste. Ne bes dîroka kurdan, lê herweha ravekirineka dirêj jî
ji bo rewşa kurdan ya siyasî û civakî ya hevçerx li Îran, Îraq, Tirkiye, Sûriye
û Sovyetê pêşkêş dike. Ev pirtûk di babetê xwe û di vî warî de bêguman karekê
gelek buhadar û yekane ye. Lê mirov nikare wê gotina nivîskarî erê bike ya ku
bi rengekê giştî dixwaze weha bide zanîn ku kêm vekolîn -di warê lîteratura
cîhanî de- li ser problema kurdî hatine kirin (19). Hema ya berî her tiştekî vê
gotinê nepejirîne bibliografiya wan lêkolînên li ser kurdan e (20) ku li sala
1963-ê li Moskvaya hatibû weşandin û tê de navên nêzîkî 3 hezar lêkolînên
girêdayî vê pirsê hatine dest nîşan kirin û bêguman ev ne hemî nivîsên girêdayî
vê pirsgirêkê ne.
Pirtûka Qasimloyî ji sê beşan pêk dihêt; beşa yekem kurtiyeka
pirsên geografî-dîrokî yên Kurdistanê ye, ya duyem berçavkirineke bo rewşa
aborî û beşa sêyem li ser pirsgirêka kurdî di vê nûdemê de ye. Nivîskar di beşa
yekem de diçe ser behsa geografiya deverê, xwecih û rûniştivan, ol, ziman û
lîteratur, xwendin û sxbêrîjêkirina bijîşkîniyê. Paşî kurtiyeka dîrokî û li
dawiyê jî dabeşkirina Kurdistanê ya dawiyê berçav dike. Beşa duyem ku li ser
rewşa aborî ye, ronahiyê dixe ser rewşa aborî û sexletên wê yên giştî, astê
berhema çandin û avdanê û herweha kurtiyeka dîroka civaka kurd û formên
sexbêrîjêkirina axê û formên baca bingehîn. Her di vê beşê de zanyarî li ser
struktura civakî û astê jiyana xwecihên gundan, problemên pîşesazî, bazirganî û
fînansekirinê û herwesa derxistina neftê li herêmên kurdî û cihê wê di aboriya
neteweyî de. Di beşa sêyem de, bi awayekê berfireh, pirsgirêka kurdî ya
hevçerx dihêt şirove kirin li gel destnîşankirina peywendiya vê pirsgirêkê û
mafê miletan bo biryardanê li ser çarenivîsa xwe û xebata kurdan ji bo
otonomiyê li Kurdistana Îraqê.
Ev berçavkirina pirtûkê ya giştî bo van pirrsan her li ser wê demê
ye ya ku pirtûk tê de dihat nivîsandin. Ji bilî zanyariyên
geografî-dîrokî-siyasî, tu dikarî di beşa sêyem de hûrgiliyên herî balkêş yên
peywendîdar bi pirsên kurdan yên aborî bibînî. Berî hemûyan jî struktura
sîstema eşîrîtiyê û pêşdeçûna wê, tex texkirna komelayetî ya xwecihên kurd, wesifkrina
avdanê li wan herêman û pirsgirêka avê di çandina kurdî de tê de hatiye berçav
kirin. Qasimlo, herweha, gelek zanyariyan li ser metodên wecdîtinê ji axê di
çarçoveya sîstema xwegirêdana texên cotyaran yên hejar bi xwediyên erd û milkên
mezin ve dide û herwesa tiştên ku dihêne çandin bi nav dike. Xuya ye ku tiştên
bi taybetî balkêş in ew agahdariyên rastîn in li ser peywendiyên civakî yên
rûniştivanên Kurdistanê.
Bêguman pirrtûka A. Qasimloyî ew armanc ya ku nivîskarî di
nivîsandina wê de li ber çavên xwe deynayî bi cih aniye û bêguman dê ev pirtûk,
ji lêkolînên din re, materyalekê buhadar û arîkar be. Lê ji ber kerekterê wê yê
yekhêlî; siyasî-ekonomî û ji ber nebûna pêdaçûnan di warê kulturê de hem ya
materyal û hem jî -pîçek- ya komelayetî û ji ber herweha nebûna zanyariyan di
warê zanîna gelêrî û baweriyên xelkê kurd de, pirtûk ne pirr dilxweşker e.
Di lîteratura polonî, hem ya zanistî û hem jî ya giştî de, nebes
di qonaxa piştî şerî de, lê herweha di dûmahiya sedsala 19-ê û destpêka sedsala
20-ê de, çi xebatên nivîskî yên mezin ku li ser pirsgirêkên kurdî rabiwestin
nînin. Evca divêt bihête gotin ku derkeftina berhemeka weha, bona ku di
naskirina kultura milletê kurd de ji me re arîkar be, pêwîst e. Ew pirsgirêkên
herî balkêş jî yên ku hêjayî lêkolînê ne, bêguman dê problemên koka kurdan,
xesletên xwemalî û derveyî di kultura wan de û herweha guhertinên kulturî yên
hevçerx li vê deverê bin.
Çavkanî:
1. Abdul Rahman Ghassemlou, Kurdistan i kurdowie. Warszawa 1969.
2. Berê xwe bide, bo nimûne “Trybuna Ludu“, “Zycie Warszawy“, “GLos Wielkopolskim” û rojnameyine din.
3. Andrzej
Bartnicki, Kurdowie.
“Mowia Wieki” 1966, R. IX, nr. 3-5.
4. Grzegorz
Wojciechowski, Znow wojna w Kurdystanie. “DookoLa Swiata” 1963, R. X, nr. 27, rûpel 4-5; herweha
berê xwe bide Ogien
w gorach. “Swiat” 1963, R. XIII, nr. 31, rûpel 8-9; Juri Boczkariew. Kurdowie u progu wolnosci. “Widnokregi” 1960, nr. 10, rûpel 98-100.
5. Jan
Dziedzic, Kraj dwoch rzek.
“Kontynenty” 1969, nr. 3 (62), rûpel 16-19.
6. Jerzy Licodziejewski, Na spotkanie Kurdystanu, û Na przeLeczy Rawanduz. “DookoLa Swiata” 1962, R. IX, nr. 12 û 13.
7. Maciej
Popko, Na Araracie, û W gorach Cilo Dag. “Poznaj Swiat” 1968, R. XVI, nr 1 (182) û 2 (183).
8. Zbiegniew
Stolarek, Wybor wierszy kurdyskich. “Kultura” 1963, nr 5, rûpel 6-7.
9. Berê xwe bide, bo nimûne Kraje i morza pozaeuropejskie. Geografia fizyczna, li bin serperiştiya prof. E. Neef, Warszwa 1959; yan J. Baker, Odkrycia i wyprawy geograficzne. Warszawa 1959. Herweha pêwîst e li vê derê navê xebata K. Moszynski, Ludy pasterskie,
Krakow 1953, bihête anîn, ku tê de nîvrûpeleka nûçeyên kurt li ser kurdan heye.
10. Marek
Gdanski, Arabski Wschod.
Warszwa 1963; yan jî Lukasz
Hirszowicz, III Rzesza i Arabski Wschod. Warszawa 1963.
11. Jerzy
Lichodziejewski, Piaskiem w oczy. Warszawa 1964; Kazimierz Dziewanowski, Mahomet i puLkownicy. Warszawa 1963.
12. George
Bidwell, Szlakiem karawan. Warszawa 1956.
13. Jerzy
Leliwa, Irak wczoraj i dzis. Warszawa 1964.
14. Teresa
Brzozowska, Strzelba, turban i pioro. Warszawa 1966. Çîrokek e li ser Karol
Korab-Brzozowskiyî.
15. Berê xwe bide M. Paradowska, Karol Brzozowski - podroznik i badacz Bliskiego Wschodu. “Etnografia Polska”, bergê XI, 1967, rûpel 208-223.
16. WLadysLaw
JabLonowski, Pamietnik z lat 1851-1893,
berhevkirina J. FijaLek,
WrocLaw-Warszawa-Krakow 1967.
17. Berê xwe bide M. Paradowska, Rekopis W. Jablonowskiego i jego znaczenie dla historii etnografii
polskiej. “Etnografia Polska”, bergê XII, 1968, rûpel
162-172.
18. Berê xwe bide, bo nimûne Jan Rejchman, Karola Brzozowskiego wejscie w r. 1869 na Pirr Omar Gudrun (2588 m).
“Wierchy” 1964, R. XXXII, rûpel 119-129; herweha Z niezananych kart orientalistyki polskiej
XIX w.; Polscy badacze jezyka i folkloru Kurdow. “Przeglad Orientalistyczny” 1969, nr 1 (69), rûpel
49-59; Stefan
Przeworski, Z polskich badan naukowych w Azji Zachdniej. Szkice z dziejow polsiej orientalistyki, Warszawa 1957. Herweha berê xwe bide nivîsên li ser
biyaniyên ku lêkolîn li ser kurdan kirine, mîna Franciszek Machalski, Wspomnienie o Bazylim Nikitinie. “Przeglad Orientalistyczny” 1961, nr 2, rûpel 217-220.
19. A. R. Ghassemlou 1969, berhevkirin û pêşgotina W. Skuratowicz, rûpel 7.
20. Bibliografia
po kurdoviedeniju, Moskva 1963.
Têbînî:
Min ev nivîsa Maria Paradowskayê (Problematyka kurdyjska
w polskich opracowaniach okresu powojennego ( lata 1945-1969) / LUD 1970 t.54), ku di kovara etnografîk ya polonî “Lud”,
bergê 54-ê yê sala 1970-ê de hatibû weşandin ji polonî kiriye kurdî. Profesor
Maria Paradowska dîroknas û bispor di warê etnologiyê de, endama Akademiya
polonî ya zanistan û xwediya gelek kitêb û lêkolînan e. Ev werger di hejmara
23-ê ya kovara Nûdemê di 1997-ê de belav bûbû. (Sidqî
Hirorî)
-----------------------------------
Nivîskar: Maria
Paradowska
Weşandin: 2008-12-15
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar