Navê kitêbê: Viyan di demekê jandar da
Nivîskar: Mihsin Ebdilrehman
Weşanxane: Êketiya Nivîskarên kurd li Dihokê
Çapxane: Hawar li DIhokê
Sala weşanê: 2005
Hejmara rûpelan: 280
Viyan di demekê jandar da romaneka civakî ye û mijara bêhtir
tê de serdest e pirsa jinê di civaka kurdî da û pirsgirêkên jin û mêran in.
Azad karmend û nivîskar e û keça ku wî hez jê dikir ew hêla
û ji bo çûna derve şû bi yekê li derve kir. Lê her ji destpêka romanê, di
navbera Azadî û û Şirîna karmend û helbestvan de peywednî û evînek durist dibe.
Nesrîn, xwîşka Azadî ye û wê ne bi evînî, lê wek pêguhork şû
bi Yûsifî kiriye û xwîşka Yûsifî jî şû bi birayê Azadî kiriye. Nesrîn kar dike
û mêrê wê Yûsif hemî pereyê wê li qumarê dide. Nesrîn tehemulla hindê nake û
hewla xwekuştinê dide, lê hevala wê Gulçin, ku ji navendeka alîkariya jinên li
bin zoriyê ne, wê dibe cem xwe mal. Gulçin ji Nesrînê dixwaze ku ew bo demê heşt
rojan li mala wê, li ber zarokên wê be, heta ku ew kurê xwe yê nexweş dibe
çareseriyê li Bexdayê û vedigere.
Hîngê malbaba Nesrînê û mêr û babê mêrî li dû wê digerin û axa
jî tevlî vê pirsê dibe. Axa dixwaze wê ji bo bihêzxistina cihê xwe di nav eşîrê
da bi kar bîne û ew pirsgirêk li ser destên wî bihê çareserkirin.
Nesrîn naxwaze vegere cem mêrê xwe û li dadgehê daxwaza
berdanê dike. Di heman demî de mêrê wê Yûsif û ji bo bidestxistina pereyan ji
bo qimara xwe, bi karmendê dewletê yên gendel Deştî û birêveberê wî ra, bi
karên neqanûnî radibe. Yûsif di nava wê koma gendelkar da jinekê bi navê
Cemîla, ya ku ji mêrê xwe nerazî, nas dike. Di nabera Yûsifî û Cemîlayê da peywendiyeka
dildariyê çêdibe û herdu hewl didin ber bi derve birevin, lê li ser sinoran dihên
girtin û vegerandin.
Encam: Cemîla naxwaze zêdetir bi mêrê xwe ra bimîne û xwe
disoje û dimire. Dadgeh biryarê dide ku divê Nesrîn vegere bo cem mêrê xwe, lê
ew naxwaze wê biryarê biicih bîne û li derveyê dadgehê, pismamê wê Ebdî û li
bin kartêkirina axayî, wê bi debanceyê dikuje. Yusif û Deştî û birêveberê Deştî
li ser gendelî û karê neqanûnî dihên girtin. Roman bi hevgehiştina Azadî û Şirînê
û serkeftina evîna wan bi dawî dihê.
Gelek babetên din di vê romanê da dihên behsikirin û yek ji
yên herî çendbare dibin gendelî û rexneya civakî ye. Çeq û şax ji serhatiya
serekî ya vê romanê diçin, wek: Serhatiya Hecî remezanî û leşkeriya Îraqê û
girtina wî. Çîroka Deştanê zarok û ya bi serê babê wî hatî û di çi rewşê da ne.
Serhatiya malbata Şirînê, babê wê Çolî û xwîşka wê Hedarê û herweha jî çîroka
Gulçinê.
ناڤێ کتێبێ: ڤیان د
دهمهکێ ژاندار دا
نڤیسکار: محسن عبدالرحمن
وهشانخانه: ئێکهتیا
نڤیسکارێن کورد ل دهۆکێ
چاپخانه: هاوار ل
دهۆکێ
سالا وهشانێ: ۲۰۰٥
ههژمارا ڕووپهلان:
۲۸۰
ڤیان د دهمهکێ
ژاندار دا ڕۆمانهکا جڤاکی یه و مژارا بێهتر تێ دا سهردهسته پرسا ژنێ د جڤاکا
کوردی دا و پرسگرێکێن ژن و مێرانن.
ئازاد کارمهند و نڤیسکاره
و کهچا کو وی حهز ژێ دکر ئهو هێلا و ژ بۆ چوونا دهرڤه شوو ب یهکێ ل دهرڤه
کر. لێ ههر ژ دهستپێکا ڕۆمانێ د ناڤبهرا ئازادی و شرینا کارمهند و ههلبهستڤان
دا پهیوهدنی و ئهڤینهک دورست دبه.
نهسرین، خویشکا
ئازادی یه و وێ نه ب ئهڤینی، لێ وهک پێگوهۆرک شوو ب یووسفی کریه و خویشکا یووسفی
ژی شوو ب برایێ ئازادی کریه. نهسرین کار دکه و مێرێ وێ یووسف ههمی پهرهیێ وێ
ل قومارێ دده. نهسرین تهحهموڵا هندێ ناکه و ههولا خوهکوشتنێ دده، لێ ههڤالا
وێ گولچن، کو ژ ناڤهندهکا ئالیکاریا ژنێن ل بن زۆریێ نە، وێ دبه جهم خوه مال.
گولچن ژ نهسرینێ دخوازه کو ئەو بۆ دهمێ ههشت ڕۆژان ل مالا وێ، ل بهر زارۆکێن
وێ به، ههتا کو ئهو کورێ خوه یێ نهخوهش دبه چارهسهریێ ل بهغدایێ و ڤهدگهره.
هینگێ مالبابا نهسرینێ
و مێر و بابێ مێری ل دوو وێ دگهرن و ئاغا ژی تهڤلی ڤێ پرسێ دبه. ئاغا دخوازه وێ
ژ بۆ بهێزخستنا جهێ خوه د ناڤ عهشیرێ دا ب کار بینه و ئهو پرسگرێک ل سهر دهستێن
وی بهێ چارهسهرکرن.
نهسرین ناخوازه ڤهگهره
جهم مێرێ خوه و ل دادگههێ داخوازا بهردانێ دکه. د ههمان دهمی دا مێرێ وێ یووسف
و ژ بۆ بدهستخستنا پهرهیان ژ بۆ قمارا خوه، ب کارمهندێ دهولهتێ یێن گهندهل
دهشتی و برێڤهبهرێ وی ڕا، ب کارێن نهقانوونی ڕادبه. یووسف د ناڤا وێ کۆما گهندهلکار
دا ژنهکێ ب ناڤێ جهمیلا، یا کو ژ مێرێ خوه نهرازی، ناس دکه. د ناڤبهرا یووسفی
و جهمیلایێ دا پهیوهندیهکا دلداریێ چێدبه و ههردو ههول ددن بهر ب دهرڤه
برهڤن، لێ ل سهر سنۆران دهێن گرتن و ڤهگهراندن.
ئهنجام: جهمیلا
ناخوازه زێدهتر ب مێرێ خوه ڕا بمینه و خوه دسۆژه و دمره. دادگههـ بریارێ
دده کو دڤێ نهسرین ڤهگهره بۆ جهم مێرێ خوه، لێ ئهو ناخوازه وێ بریارێ بجهـ
بینە و ل دهرڤهیێ دادگههێ، پسمامێ وێ عهبدی و ل بن کارتێکرنا ئاغایی، وێ ب دهبانجهیێ
دکوژه. یوسف و دهشتی و برێڤهبهرێ دهشتی ل سهر گهندهلی و کارێ نەقانوونی دهێن
گرتن. ڕۆمان ب ههڤگههشتنا ئازادی و شرینێ و سهرکهفتنا ئهڤینا وان ب داوی دهێ.
گهلهک بابهتێن
دن د ڤێ ڕۆمانێ دا دهێن بهحسکرن و یهک ژ یێن ههری چهندباره دبن گهندهلی و ڕهخنهیا
جڤاکی یه. چهق و شاخ ژ سهرهاتیا سهرهکی یا ڤێ ڕۆمانێ دچن، وهک: سهرهاتیا حهجی
ڕهمهزانی و لهشکهریا عیراقێ و گرتنا وی. چیرۆکا دهشتانێ زارۆک و یا ب سهرێ
بابێ وی هاتی و د چ ڕهوشێ دا نه. سهرهاتیا مالباتا شرینێ، بابێ وێ چۆلی و خویشکا
وێ ههدارێ و ههروهها ژی چیرۆکا گولچنێ.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar