Navê kitêbê: Frîşta êşanê
Nivîskar: Elind Kurdî
Weşanxane:
Çapxane:
Sala weşanê: 2020
Hejmara rûpelan: 151
Evîna keç û kuran û hilbijartina wan ya di
navbera evîna durist yan ya yekalî da babetê serekî yê romana civakî Frîşta
êşanê ye.
Êrêk xurtekê 24 salî ye, wî xwendina xwe
ya zanîngehê timam kiriye. Ew her roj diçe bajêrî û bo xwe li dû şolekî digerhe.
Ew wextê firavînê jî diçe baxekî û li wê derê, wê kêk û ava hinaran, ya ku dayika
wî jê ra kiriye di çanitkê wî da, dixwe û vedixwe. Ew carekê li wî baxî
pîremêrekî bi navê Karlî nas dike û dibin heval. Her li wê derê jî çavên wî bi
zilamekî dikevin ku ji kinc û sîmayê wî diyar dibû ku hejar û bê mal û lal e. Bala
wî hîngê ketibû ser wê ku Karlî ew zilam nas dikir û çavê xwe didayê. Wî jî her
roj parçeyeka kêka xwe û hinek ava hinaran da wî zlamî.
Karl ji Êrêkî ra çîroka xurtekî dibêje û
ew li hev dihên ku her roj li wê derê hevûdu bibînin û Karl her roj parçeyeka
wê çîrokê jê ra vegêre.
Naveroka çîrokê li ser xurtekî ye bi navê Rîkardî.
Xurt ji bo xwendina li zanîngehê diçe bajêrekê dî û li wê derê keçekê bi navê Arya
nas dike û lê aşiq dibe. Lê Arya ne pê ra ye û ne jê vediqete û viyaneka dualî di
navbera wan da pêk nayê. Ev viyana bêhtir ji rexekî ve, Rîkardî dêşîne û ew ji
ber kartêkirina wê jî xwendina xwe dihêle û sewdaser dibe û wekî rev ji wê
hemiyê berê xwe dide serbazîyê. Lê ji ber rewşa derûnî ya ne saxlem namîne di
serbazîyê da û dema vedigere mal dibîne ku xanîyê wan şewtiye û dêûbavên wî di
wê bûyerê da jiyana xwe ji dest daye.
Vebêjê çîrokê Karl dimire, lê ew dawîya
çîrokê nivîskê dihêle nik hevjîna xwe û ew jî wê dide Êrêkî û dbêjeyê ku mêrê
wê xwestiye ku Êrêk çavê xwe bide wî zilamê hejar û bêmal yê li baxî. Û Êrêk ji
xwandina dûmahîya çîrokê dizane ku ji ber ya bi serê wî hatî, Rîkardî hişê xwe
ji dest dabû, lal bû û bê mal û xweyî li bajêrî digerhe. Ew ji nû têgehişt ku
ew zilamê hejar û bêmal yê ku wî li baxî, li gel Karlî nas kiribû, Rîkard bi
xwe bû yê ku Karlî serhatîya wî digot. Loma ew bi lez diçe wî baxî, lê êdî dereng
bû û Rîkard miribû.
Serhatîya Êrêkî bi xwe berûvajî ya Rîkardî
bi dawî dihê. Êrêk û Zuya ku bibûne hevalên gelek nêzîk û danûstandina wan bi
yekûdu ra gelek baş bû û li ser her tiştî vekirî li gel yekûdu diaxiftin, Hez
ji hevûdu dikin. Ew hevjînîyê pêk diînin û du zarokên wan çêdibin û yê sêyê jî
bi rê da ye.
ناڤێ کتێبێ: فریشتا ئێشانێ
نڤیسکار: ئەلند کوردی
وەشانخانە:
چاپخانە:
سالا وەشانێ: ٢٠٢٠
هژمارا ڕووپەلان: ١٥١
ئەڤینا کچ و کوران و هلبژارتنا وان یا د ناڤبەرا ئەڤینا
دورست یان یا یەکئالی دا بابەتێ سەرەکی یێ ڕۆمانا جڤاکی فریشتا ئێشانێ یە.
ئێرێک خورتەکێ ٢٤ سالی یە، وی خواندنا خوە یا زانینگەهێ
تمام کریە. ئەو هەر ڕۆژ دچت باژێری و بۆ خوە ل دوو شۆلەکی دگەرهت. وەختێ فراڤینێ
ژی دچت باغەکی و ل وێ دەرێ، وێ کێک و ئاڤا هناران یا کو دایکا وی ژێ ڕا کریە د
چانتکێ وی دا دخوت و ڤەدخوت. ئەو جارەکێ ل وی باغی پیرەمێرەکی ب ناڤێ کارلی ناس
دکت و دبن هەڤال. هەر ل وێ دەرێ ژی چاڤێن وی ب زلامەکی دکەڤن کو ژ کنج و سیمایێ وی
دیار دبوو کو هەژار و بێ مال و لالە. بالا وی هینگێ کەفتبوو سەر وێ کو كارلی ئەو
زلام ناس دکر و چاڤێ خوە ددایێ. وی ژی هەر ڕۆژ پارچەیەکا کێکا خوە و هندەک ئاڤا
هنارا دا وی زلامی.
كارل ژ ئێرێکی ڕا چیرۆکا خورتەکی دبێژت و ئەو ل هەڤ دهێن
کو هەر ڕۆژ ل وێ دەرێ هەڤودو ببینن و کارل هەر ڕۆژ پارچەیەکا وێ چیرۆکێ ژێ ڕا ڤەگێرت.
ناڤەرۆکا چیرۆکێ
ل سەر خورتەکی یە ب ناڤێ ڕیکاردی. خورت ژ بۆ خواندنا ل زانینگەهێ دچت باژێرەکێ دی
و ل وێ دەرێ کچەکێ ب ناڤێ ئاریا ناس دکت و لێ عاشق دبت. لی ئاریا نە پێ ڕا یە و نە
ژێ ڤەدقەتت و ڤیانەکا دوئالی د ناڤبەرا وان دا پێک ناهێت. ئەڤ ڤیانا بێهتر ژ ڕەخەکی
ڤە، ڕیکاردی دئێشینت و ئەو ژ بەر کارتێکرنا وێ ژی خواندنا خوە دهێلت و سەوداسەر
دبت و وەکی ڕەڤ ژ وێ هەمیێ بەرێ خوە ددت سەربازییێ. ڵی ژ بەر ڕەوشا دەروونی یا نە
ساخلەم نامینت د سەربازییێ دا و دەمێ ڤەدگەرت مال دبینت کو خانییێ وان شەوتیە و دایبابێن
وی د وێ بوویەرێ دا ژیانا خوە ژ دەست دایە.
ڤەبێژێ چیرۆکێ کارل دمرت، لێ ئەو داوییا چیرۆکێ نڤیسکێ
دهێلت نک هەڤژینا خوە و ئەو ژی وێ ددت ئێرێکی و دبێژتێ کو مێرێ وێ خواستیە کو ئێرێک
چاڤێ خوە بدت وی زلامێ هەژار و بیمال یێ ل باغی. ئو ئێرێک ژ خواندنا دووماهیا
چیرۆکێ دزانت کو ژ بەر یا ب سەرێ وی هاتی، ڕێکاردی هشێ خوە ژ دەست دا ، لال بوو و بێ
مال و خوەیی ل باژیری دگەرهت. ئەو ژ نوو تێگەهشت کو ئەو زلامێ هەژار و بێمال یێ کو
وی ل باغی، ل گەل کارلی ناس کربوو ڕیکارد ب خوە بوو یێ کو كارلی سەرهاتییا وی دگۆت.
لۆما ئەو ب لەز دچت وی باغی، لێ ئێدی درەنگ بوو و ڕیکارد مربوو.
سەرهاتیا ئێرێکی ب خوە بەروڤاژی یا ڕیکاردی ب داوی دهێت.
ئێرێک و زویا کو ببونە هەڤالێن گەلەک نێزیک و دانوستاندنا وان ب یەکودو ڕا گەلەک
باش بوو و ل سەر هەر تشتی ڤەکری ل گەل یەکودو دئاخفتن، حەز ژ هەڤودو دکن. ئەو هەڤژینیێ
پێک دئینن و دو زارۆکێن وان چێدبن و یێ سێیێ ژی ب ڕێ دا یە.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar