Navê kitêbê: Janên sînahîyê
Nivîskar:
Tehsîn Navişkî
Weşanxane:
Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê
Sala
weşanê: 2005
Hejmara
rûpelan: 538
Ev romaneka civakî ye, tê da malbatek, peywendiyên nebaş yên jinûmêran û endamên malbatê û neheqî û stema li zarokî tê kirin yek ji mijarên wê yên serekî ye. Herweha azadî, jiyan û çarenivîsa tak û kesî di bin gefa dîtin û biryarên komê da beyaveka berfereh di vê berhema mezin da digire. Em li gel xwendina Janên Sînahiyê û wan hemî serhatî û bûyer û sohbetên tê da, dikevin nav hûrgiliyên jiyana gundê Tiraşokê û xelkê wê û arêşe û hevbeşî û hevdijiyên wan.
Sadiq li
gundê Tiraşokê dijiya û wî jinek ji gundekê dî hebû navê wê Pakîze bû û ji wê
jinê keçek hebû, her çend navê wê Xewla bû, lê digotinê Çîlo. Sadiq mirovekê bê
bela û dilsaf bû û carna xortek bi navê Ecîlê Narînê bi mêhvanî dihat mala wan
û wî û jina wî, ew wek kurê xwe hisêb dikir. Lê, li gundî çend kesan gotgotik
belav kirin, qaşo Ecîl bi jina Sadiqî ra radikeve û ev gotgotk gehiştin
pismamên Pakîzayê.
Rojekê du
pismamên Pakîzayê ji gundê xwe hatin Tiraşokê û gotin Sadiqî ew dizanin ku
Pakîzeyê û wî xortî şola xirab kiriye û ew dê namûsa xwe şûn. Sadiqî ji wan
bawer nekir û baweriya wî gelek bi jinê û wî xortî dihat û ji bilî gotgotkan çi
şahid jî li ser hindê nebûn, lê wan pismaman, bi bihaneya ku ew malbata
Pakîzeyê ne û ew in xudanên biryarê, Sadiq neçar kir ku bi gotina wan bike. Wan
pismaman û Sadiqî, demê ku keça wî Çîlo li mal nebû, Pakîza bir çolekê û pismaman
ew bi xenceran kuşt û havêt nav çalekê û ber havêtin ser.
Piştî wê
bûyerê, demê keça wî Çîloyê pirsiyara dayika xwe jê dikir, Sadiqî digotê ew çûye
mala xalan û ew dê dîsan vegere mal û Çîlo jî her li benda hatina dayikê bû. Wextê
ew jê xwerîb dibû yan ne rehet dibû gazî dikirê û dayik li ber çavên xwe didît,
lê demê ber bi wê ve diçû ew wenda dibû.
Gundiyekê
Sadiqî jê ra bi başî pesnên bîjinekê da ku li gundekê dî ye û navê wê Hefsa ye
û du zarok bi navên Lelîxan û Lewendî hene. Sadiq jê bawer dike û wê jinê li
xwe mehir dike û kurek jî bi navê Revendî jê dibe. Ev Hefsa ji Sadiqî dixwaze
ku ew keça xwe Çîloyê, ya 13 salî bide şû û naxwaze wê di mala xwe da bibîne û
Sadiq jî dil nade wê tifalê bide şû. Hefsayê kerb ji Çîloyê vedibin û her çi
karê navmalê û heywana û govê û her tiştê dî bi wê keçê dide kirin û li wê dixe
û wê dax dike û nahêle têr bixwe û têr binive, yanî reftareka hindî bêjî nebaş
li gel wê nevisiya xwe dike, lê li gel keç û kurê xwe zêde baş e.
Keça
Hefsayê Lelîxan jî wek dayika xwe hez ji Çîloyê nake û dijatiya wê dike, lê kurê
wê Lewend pê ra baş e û hez nake dayika wî Çîloyê biêşîne, lê ditirse li dijî
dayika xwe raweste. Hindî Lelîxan e, ew hez ji kurekî bi navê Eskender dike û ew
carna bi dizîkî ve hevûdu dibînin, lê çavê çend kesan bi wan dikeve û êdî
gotgotik li ser wan li gundî belav dibin.
Sadiqî carna
û ji bo ku keça xwe Çîloyê ji zulma Hefsayê biparêze, dibir bo ser karî li nav
bîstanan û Çîloyê jî hez dikir alîkariya babê xwe bike. Rojekê keça wî ji nav
karî ber bi avê çû û di nav avê da dayika wê hate ber çavan û wê xwe da avê da
bigehe dayika xwe, lê avê ew bir û bû rewîna seyî yê ku ew dîtî û weha bala
Lewendî ket ser û xwe da avê da Çîloyê xilas bike, lê herdu binav û berze bûn. Piştî
taziya wan bi çend rojan kelexên herduyan li ber avê, li nêzîkî bajarê Gijalê
hatin dîtin.
Çavê doxtor
Eyazî Li nexweşxaneyê, bi şev û di odeya miriyan da bi laşê Çîloya mirî dikeve
û destdirêjiyê dike ser laşê wê. Roja dîtrê doxtor Qeys bi wê destdirêjiyê
dizane û polîsan pê agahdar dike. Eyaz, ku kurê axa ye, hewara xwe dibe cem
birayê xwe û ew li gel birayê Sadiqî, yê ku mala wî li bajarî ye, li ser wê pêk
dihên ku ew xaniyekî li bajêrî bidin Sadiqî û ew pirs bihê bêdeng kirin. Haya
Sadiqî bi xwe ji vê hemiyê nebû, heta birayê wî tê ber mirinê û rastiya
meseleyê ji Sadiqî ra dibêje û xanî jî, berî mirina xwe dideyê.
Hindî
Lelîxan e bi zik dikeve û li gundî gotgotk belav dibin ku ew ji Eskenderî ducan
bûye û dayika wê dixwaze bi dermanên pîrejinekê û karê giran yê nav bîstanan
zarokî ji ber wê bihavêje û zû mala xwe bibin bajarê Gijalokê. Lê rojekê du
xortên gundî tên mala wan û keçê li ber çavên dayika wê ya hamil û Sadiqê ku
nizane mesele çi ye û Revendê biçûk bi xenceran dikujin.
Li dawiyê
em dizanin ku Sadiq miriye û Hefsayê jî dibînin ya li mal li bajarê Gijalê, ew
lal û nesax e û neşêt bi rêv biçe û nikare bersiva pirsiyarên kurê xwe Revendî
bide yê ku ji serhatiya malbata xwe romanekê dinivîse.
Ji rûpelê 43:
“- Lewend,
te jî bihîstiye; heçiyê xu di ser kesk û sorî ra bihavêjît, dê mirada dilê wî
hasil bît?
- Belê çewa?!
- Anku kiç bît, dê bîte kur, kur bît, dê
bîte kiç!
- Erê … erê … ha! Anku tu da çî
xu di ser ra havêjî?”
ناڤێ کتێبێ: ژانێن
سیناهیێ
نڤیسکار: تەحسین
ناڤشکی
وەشانخانە: ئێکەتیا
نڤیسەرێن کورد ل دهۆکێ
سالا وەشانێ: ٢٠٠٥
هەژمارا رووپەلان: ٥٣٨
ئهڤ ڕۆمانهکا جڤاکی
یه، تێ دا مالباتهک، پهیوهندیێن نەباش یێن ژنوومێران و ئهندامێن مالباتێ و
نهههقی و ستهما ل زارۆکی تێ کرن یهک ژ مژارێن وێ یێن سهرهکی یه. ههروهها
ئازادی، ژیان و چارهنڤیسا تاک و کهسی د بن گهفا دیتن و بریارێن کۆمێ دا بهیاڤهکا
بهرفهرههـ د ڤێ بهرههما مهزن دا دگره. ئهم ل گهل خوهندنا ژانێن سیناهیێ
و وان ههمی سهرهاتی و بوویهر و سۆحبهتێن تێ دا، دکهڤن ناڤ هوورگلیێن ژیانا
گوندێ تراشۆکێ و خهلکێ وێ و ئارێشە و ههڤبهشی و ههڤدژیێن وان.
سادق ل گوندێ تراشۆکێ
دژیا و وی ژنهک ژ گوندهکێ دی ههبوو ناڤێ وێ پاکیزه بوو و ژ وێ ژنێ کهچهک ههبوو،
ههر چهند ناڤێ وێ خهولا بوو، لێ دگۆتنێ چیلۆ. سادق مرۆڤهکێ بێ بهلا و دلساف
بوو و جارنا خۆرتهک ب ناڤێ عهجیلێ نارینێ ب مێهڤانی دهات مالا وان و وی و ژنا وی،
ئهو وهک کورێ خوه حسێب دکر. لێ، ل گوندی چهند کهسان گۆتگۆتک بهلاڤ کرن، قاشۆ
عهجیل ب ژنا سادقی ڕا ڕادکهڤه و ئهڤ گۆتگۆتک گههشتن پسمامێن پاکیزایێ.
ڕۆژهکێ دو پسمامێن
پاکیزایێ ژ گوندێ خوه هاتن تراشۆکێ و گۆتن سادقی ئهو دزانن کو پاکیزهیێ و وی خۆرتی
شۆلا خراب کریه و ئهو دێ نامووسا خوه شوون. سادقی ژ وان باوهر نهکر و باوهریا
وی گهلهک ب ژنێ و وی خۆرتی دهات و ژ بلی گۆتگۆتکان چ شاهد ژی ل سهر هندێ نهبوون،
لێ وان پسمامان، ب بهانهیا کو ئهو مالباتا پاکیزهیێ نه و ئهون خودانێن بریارێ،
سادق نهچار کر کو ب گۆتنا وان بکه. وان پسمامان و سادقی، دهمێ کو کهچا وی چیلۆ
ل مال نهبوو، پاکیزا بر چۆلهکێ و پسمامان ئهو ب خهنجهران کوشت و هاڤێت ناڤ
چالهکێ و بهر هاڤێتن سهر.
پشتی وێ بوویهرێ،
دهمێ کهچا وی چیلۆیێ پرسیارا دایکا خوه ژێ دکر، سادقی دگۆتێ ئهو چوویه مالا
خالان و ئهو دێ دیسان ڤهگهره مال و چیلۆ ژی ههر ل بهندا هاتنا دایکێ بوو. وهختێ
ئهو ژێ خهریب دبوو یان نه ڕهحهت دبوو گازی دکرێ و دایک ل بهر چاڤێن خوه ددیت،
لێ دهمێ بهر ب وێ ڤه دچوو ئهو وهندا دبوو.
گوندیهکێ سادقی ژێ
ڕا ب باشی پهسنێن بیژنهکێ دا کو ل گوندهکێ دی یه و ناڤێ وێ حهفسا یه و دو
زارۆک ب ناڤێن لهعلیخان و لهوهندی ههنه. سادق ژێ باوهر دکه و وێ ژنێ ل خوه
مههر دکه و کورهک ژی ب ناڤێ ڕهڤهندی ژێ دبه. ئهڤ حهفسا ژ سادقی دخوازه کو
ئهو کهچا خوه چیلۆیێ، یا ۱۳ سالی بده شوو و ناخوازه وێ د
مالا خوه دا ببینه و سادق ژی دل ناده وێ تفالێ بده شوو. حهفسایێ کهرب ژ چیلۆیێ ڤهدبن و ههر چ کارێ ناڤمالێ و حهیوانان و گۆڤێ
و ههر تشتێ دی ب وێ کهچێ دده کرن و ل وێ دخه و وێ داخ دکه و ناهێله تێر بخوه
و تێر بنڤه، یانی ڕهفتارهکا هندی بێژی نهباش ل گهل وێ نهڤسیا خوه دکه، لێ
ل گهل کهچ و کورێ خوه زێده باشە.
کهچا حهفسایێ لهعلیخان
ژی وهک دایکا خوه حهز ژ چیلۆیێ ناکه و دژاتیا وێ دکه، لێ کورێ وێ لهوهند پێ
ڕا باشه و حهز ناکه دایکا وی چیلۆیێ بئێشینه، لێ دترسه ل دژی دایکا خوه ڕاوهسته.
هندی لهعلیخانه، ئهو حهز ژ کورهکی ب ناڤێ ئهسکهندهر دکه و ئهو جارنا ب
دزیکی ڤه ههڤوودو دبینن، لێ چاڤێ چهند کهسان ب وان دکهڤه و ئێدی گۆتگۆتک ل
سهر وان ل گوندی بهلاڤ دبن.
سادقی جارنا و ژ بۆ
کو کهچا خوه چیلۆیێ ژ زولما حهفسایێ بپارێزه، دبر بۆ سهر کاری ل ناڤ بیستانان
و چیلۆیێ ژی حهز دکر ئالیکاریا بابێ خوه بکه. ڕۆژهکێ کهچا وی ژ ناڤ کاری بهر
ب ئاڤێ چوو و د ناڤ ئاڤێ دا دایکا وێ هاته بهر چاڤان و ووێ خوه دا ئاڤێ دا بگههه
دایکا خوه، لێ ئاڤێ ئهو بر و بوو ڕهوینا سهیی یێ کو ئهو دیتی و وهها بالا لهوهندی
کهت سهر و خوه دا ئاڤێ دا چیلۆیێ خلاس بکه، لێ ههردو بناڤ و بهرزه بوون.
پشتی تازیا وان ب چهند ڕۆژان کهلهخێن ههردویان ل بهر ئاڤێ، ل نێزیکی باژارێ
گژالێ هاتن دیتن.
چاڤێ دۆختۆر ئهیازی
ل نهخوهشخانهیێ، ب شهڤ و د ئۆدهیا مریان دا ب لاشێ چیلۆیا مری دکهڤه و دهستدرێژیێ
دکه سهر لاشێ وێ. ڕۆژا دیترێ دۆختۆر قهیس ب وێ دهستدرێژیێ دزانه و پۆلیسان پێ
ئاگاهدار دکه. ئهیاز، کو کورێ ئاغا یه، ههوارا خوه دبه جهم برایێ خوه و ئهو
ل گهل برایێ سادقی، یێ کو مالا وی ل باژێری یه، ل سهر وێ پێک دهێن کو ئهو خانیهکی
ل باژێری بدن سادقی و ئهو پرس بهێ بێدهنگ کرن. هایا سادقی ب خوه ژ ڤێ ههمیێ نهبوو،
ههتا برایێ وی تێ بهر مرنێ و ڕاستیا مهسهلهیێ ژ سادقی ڕا دبێژه و خانی ژی،
بهری مرنا خوه ددهیێ.
هندی لهعلیخانه ب
زک دکهڤه و ل گوندی گۆتگۆتک بهلاڤ دبن کو ئهو ژ ئهسکهندهری دوجان بوویه و
دایکا وێ دخوازه ب دهرمانێن پیرهژنهکێ و کارێ گران یێ ناڤ بیستانان زارۆکی ژ
بهر وێ بهاڤێژه و زوو مالا خوه ببن باژێرێ گژالۆکێ. لێ ڕۆژهکێ دو خۆرتێن گوندی
تێن مالا وان و کهچێ ل بهر چاڤێن دایکا وێ یا حامل و سادقێ کو نزانه مهسهله
چ یه و ڕهڤهندێ بچووک ب خهنجهران دکوژن.
ل داویێ ئهم دزانن
کو سادق مریه و حهفسایێ ژی دبینن یا ل مال ل باژارێ گژالێ، ئهو لال و نهساخه
و نهشێت ب ڕێڤە بچه و نکاره بهرسڤا پرسیارێن کورێ خوه ڕهڤهندی بده یێ کو ژ
سهرهاتیا مالباتا خوه ڕۆمانهکێ دنڤیسه.
ژ رووپەلێ ٤٣:
" – لەوەند،
تە ژی نەبهیستیە؛ هەچیێ خو د سەر کەسک و سۆری را بهاڤێژیت، دێ مرادا دلێ وی حاسل بیت؟!
– بەلێ چەوا؟
– ئانکو کچ بیت، دێ بیتە کور، کور بیت،
دێ بیتە کچ!
– ئەرێ ... ئەری ... ها! ئانکو تو دا چی
خو د سەر ڕا هاڤێژی؟!"
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar