Navê kitêbê: Mîlodiya bêdengiyê
Nivîskar: Nîwar Emîn (Niwar Ameen)
Weşanxane: Çapxaneya Hîvî li Dihokê
Sala weşanê: 2013
Hejmara rûpelan: 184
Hejarî, snêlî û dijwariya navmalê û arêşeyên civakî ji mijarên serekî yên vê romanê ne û di berperê wê yê yekê da hatiye nivîsîn: ”Diyarî bo wan zarok û snêle û gencên di hejarî û bêzariyê da dijîn li welatê min.”
Em li maleka hejar li taxeka bajêrekî li Kurdistanê ne û Siyar nexweş e û li ber mirnê ye. Jina wî Helîma û keça wan ya 38 salî Şermîn û kurên wan Alan yê mezin û nexweş û Dildarê sêzde salî li dor wî xirvebûne û bi xem in.
Siyar di sekeratê da dibêje kurê xwe Dildarî ”tu dê biye zelamê malê piştî min” û piştî mirina babê Dildar dixwaze gotina babê xwe bi cih bîne. Ew li gel xwendinê karê boyaxkirina pêlavan li ser cehdeyên bajêrî dike û pê alîkariya dayika xwe, xwîşka xwe û birayê xwe yê nexweş dike, lê ew kar bi xerabî kar dike ser xwendina wî ya dibistanê.
Li aliyekê dî li klasa şeşê ya ew tê da, mamosteyeka nû bi navê Dilvîn dest bi karî dike û Dildar, ji aliyê xwe ve hest bi evînekê û girêdaneka bihêz bi wê ra dike. Piştî demekî ew pê dizane ku Dilvînê dezgirek heye û dê şû bike û ji ber wê, wekî evîndarekê sewdaser hêris dibe û kerb ji dezgirê wê Kovanî vedibe. Ew carekê wê xeyidîna xwe berdide nav çavên Dilvînê û bi bez ji xwendingehê ber bi cehdeyê derdikeve û mamoste jî, ji bo ku wî aram bike, bi dû wî dikeve û li ser cehdeyê tirimbêlek li Dilvînê dixe û wê dikuje.
Dildar li mal e û xemgîn e û ketiye bin barê kartêkirina wê çendê ku ew bûye egera mirina Dilvînê. Ew li ber derê odeyê dibihîze dayika wî ji cîranê ra dibêje ku Dildar ne kurê wan e, ew kurê kesekî ye bi navê Kovanî. Kovan û Dilvîn ji bajêrî, ji ber malbaba Dilvînê ya ku nedixwest ew şû bi Kovanî bike, reviyabûn bo nik wan li gundî û li cem wan daweta xwe kiribû û kurekê wan bi navê Dildarî jê çêbû. Dûre malbaba Dilvînê zanî ku ew li gundê wan in, evca hatin Dilvîn kuşt û Kovan yê ku wê gavê li wê derê nebû ji kuştinê rzigar bû û bo xwe reviya û ji hingê were haya wan jê nemaye û Dildar jî vê rastiyê nizane.
Ku Dildarî guh li vê rastiyê dibe êdî dizane ka çima wî hez ji wê mamosteyê dikir, ji ber ku navê dayika wî lê bû û wekî wê bû û dayka xwe di wê da didît û niha ew bû sebebê kuştina wê û azardana babê xwe yê rastîn. Ji xem û diltengiyê ji mal derdikeve û diçe cihê Dilvîn lê hatiye kuştin û her li wê derê tirimbêlek lê dixe û wî radikin nexweşxaneyê. Em li dawiyê Dildarî û babê wî Kovanî pêkve li ser gorê Dilvînê dibînin.
Xwendevan di vê romanê da herweha çîroka Sekeftî, hevalê Dildarî yê boyaxkirina li ser cehdeyan dixwînin. Ka çawa babê wî ew neçar kir dibistanê bihêle û havêt ber boyaxkirina solan li ser cehdeyan û ew pareyê ji wî şolî dihat nav destê wî jê distand û pê qimar dikir û ereq vedixwar. Ji bilî dizî û xapan, babê wî serxweş dihat mal û ew û dayika wî gelek diqutan û diêşandin.
Em herweha çîroka Şermînê jî dibihîzin û ka çawa babê wê dixwest wê bide birazayî û pismamê wê ew neviya û nebir û ka çawa xelkê di wê civakê da û ji ber wê neşûkirinê gotgotik çêkirin û belav kirin; qaşo kêmasiyeka wê heye lew pismamê wê ew nexwestiye û ev bû egera wê ku Şermîn bû 38 sal û kes nehat xazgîniyên wê û bû bendiya malê. Hêj çeq û serhatî di vê romanê da hene mîna ya pîremêrê jin lê mirî û kurê ew ji malê derxistî û li cehde û kolanên bajêrî hiştî û tevî gelek hizr û tabloyên edebî yên ku pevre vê romanê dineqişînin.
Ji rûpera 69: ”hizra wê ya êkane ew bû ku zelamê wê bi tinê bo têrkirina hezêt xwe yên demkurt dijît û ageh ji wê nîne…”
2020.05.28
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar