söndag 31 maj 2020

Alê dî yê pirê

Navê kitêbê: Alê dî yê pirê
Nivîskar: Tehsîn Navişkî
Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê
Sala weşanê: 2010
Hejmara rûpelan: 254


Rewşen jineka xwedî kar e, nivîskar e û çalakvana mafên jinan e. Keçeka wê bi navê Xûsar, ku xwendinkara zanîngehê ye tûşî nexweşiyekê dibe û ew ji çareserkirina wê li herêma Kurdistanê bê hîvî dibe û mêrê wê Xwastî ji bilî xwe xema çi naxwe. Êdî dayik neçar dibe û keça xwe dibe cem doktorekê li aliyê rastê yê bajêrê di piraniyê da erebnişîn û bi herêmê ra cîran e, ku tê da desthilata îslamîxwazên terorîst bihêz dikeft û bi taybetî li aliyê rastê yê bajêrî.

Cara sêyê û wextê wê bi taksiyê keça xwe bir bo dermankirinê li wî bajêrê, şofêrî, li şûna wan bibe nik doktora wan, ew birin aliyê rastê yê bajêrî û dan destê terorîstan. Ew reftareka hovane li gel wan dikin û keçê bi dijwarî birîndar dikin û gelek kes li pey hev destdirêjiya cinsî dikin ser Rewşenê û paşî wê bêhiş û tazî dihavêjin nav gilêşê bajêrî û pîremêrekê ereb wê dibîne û dibe mala wan li bajêrê dasiniyan.

Rewşen wekî keseka dirbpêketî xwe li gel êş û xemên xwe di odeyeya xwe da veder kiriye û naaxive û hindî mêrê wê Xwastî ye, her wekî çi nebûye û haya wî ji bayê felekê nîne û bi kesê xwe û xweşiyên xwe ve mijûl e. Xunav, xwendinkara zanîngehê hewil dide ji dayika xwe Rewşenê bizane ka çi bi serê wê û Xûsarê hatiye, lê dyika wê her mit û bêdneg e û bersiva piriyaran jî nade û rojekê ji nişkan ve, xwe disoje û dimire.

Hindî bab e her zû piştî mirinê dixwaze hevala xwe Meyaseyê mehir bike û wê bike jina xwe û hindî keç e û bi alîkariya dezgirê xwe yê li zanîngehê û polîsan dixwaze bizane ka ew kî bûn dayik û xwîşka wê revandibûn û bihên giritin û sizadan.

Pismamên Meyaseyê bi peywendiya wê bi Xwastî ra û merema wan dizanin û wê wekî destdirêjiya li ser namûsê dibînin û Meyaseyê dikujin. Serleşker Cemşîd Qelxan vê bi derfet dizane û jihevalê xwe yê nêzîk Xwastî ra dibêje ku pismamên Meyaseyê di telefona wê da vîdyoyek dîtine, ew û Meyase tê da seksê bi hevûdu ra dikin û ew dê ji ber wê wî kujin û ya çêtir ew e ew ber bi derve bireve. Ew jî guhê xwe dideyê û Cemşîd wî bi şandeka resmî ra dişîne Elmanyayê û jê dixwaze ku demê mana şandê li wir timam bû bila ew pê ra venegere û li wê derê daxwaza penaberiyê  bike. Ya rast ji ber ku Xwastî hemî nihînî, pûçatî, gendelî û destdirêjiyên Cemşîdî yên cinsî û heta wê ku ew bi diplomên sexte bûye efser û serleşker dizane, lew Cemşîdî xwest bi wî awayî wî ji xwe dûr bixe.

Xwastî bi ya Cemşîdî dike û li Elmanyayê daxwaza penaberiyê dike û Cemşîdî yê ku pere jê ra dişandin, êdî ew rawestandin û hemî peywendiyên xwe bi wî ra qut kirin. Xwastî ji vê reftara Cemşîdî ditingije û ji hevalekê xwe yê penaberiyê ra behsê puçatî û gendeliyên Cemşîdî dike û piştî demekî ew hemî axiftin li medyaya sosyal belav dibin û li bajêrê dasiniyan ew sohbet li ser wî serleşkerî yê ku li bajarî navdar û xwedî desthilat belav dibin û Cemşîd dizane ku bes Xwastî ew hemî rastî dizanîn. Komîteyek, ji ber nerazîbûna xelkê bajêrî, li ser astekê bilind bo lêkolînê li ser wan zanyariyên derbareyê Cemşîdî û gendeliyên wî belav bûne dihê pêkînan û di eynî wextî da Xwastî li kampa penaberan li Elmanyayê dihê teror kirin û paşî komîte di encama lêkolîna xwe da Cemşîd ji wan hemî tawanan paqij dike.

Li aliyê dî Xunav di odeya dayika xwe da kasêteka dengî ya wê dibîne û dayik tê da hemî ya hatiye serê wê û keça wê Xûsarê li ser destê wan terorîstan û wî şofêrê taksiyê yê ku maleka wî li bajêrê dasiniyan û yek li bajêrê dî yê erebnişîn e dike û weha û bi alîkariya dezgirê wê Kivanî û babê Kivanî û Polîsan ew şofêr û komeka terorîstan dihên girtin û lêkolîn pê hatin kirin, lê Cemşîd ji polîsan dixwaze ew wan lêkolnan li gel wî şofêrî rawestînin. Polîs bi ya wî nake, lê piştre nûçe belav dibe ku ew şofêrê taksiyê, ku bi xwe terorîstekê naskirî bû, ji zîndanê reviyaye û paşî hatiye kuştin.

Hemî roman li dor Xunavê diqewime û ya hatiye serê malbata wê û hezkirina wê bo Kivanî û xwendina wan û rewşa xwendinkara û xortan û gendelî ya li hawîrdora wan.  Li dawiya romanê ew û Kivan berî mehirkirinê xwîna xwe li nexweşxaneyê dipişkinin û jê diyar dibe ku eger bibin jinûmêr dibe ku hindek ji zarokên wan rastî nexweşiya Talasemî bibin. Wan herduyan li gel hindê jî xwest zewacê bikin, lê dayik û xwîşka wî bi dijwarî li dijî derketin. Çend rojan Kivan nedihat zanîngehê û bersiva telefonên Xunavê nedidan û paşî wê ji nişkan ve zanî ku Kivan çûye derveyî welatî.

Em di vê romanê da diçin nav kesên wê û hûrgiliyên jiyana wan, rûdanên tê da çêdibin, civata mêrî û berhingariya jinê, nifşê nû û dengê wan û dorhêla ew tê da dijîn, kevneperêsî û nûxwazî û gelek çeq û serhatiyên din li gel pirsiyarên ji van hemiyan durist dibin.

Ji rûperê 73: ”-Kê bawer dikir Cemşîd komando, hinde tawan û xirnaqe di bajêrekê biçûk yê ji terzê bajêrê dasiniyan da kirine?! -Tu çi dibêjî?! -Sehkê, heta bawernameya wî ya qanûnê ya ji derve hînay, tozûba derket!”.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar