Navê
kitêbê: Xêvzank
Nivîskar: Seîd hecî Sidîq Zaxoyî
Weşanxane:
Çapxane:
Sala weşanê: 2009
Hejmara rûpelan: 212
Xêvzank
romaneka evîndariyê ye û behsa serhatiya du evîndarên snêle li Zaxo, li
destpêka salên pêncihan ji sedsala borî dike. Ev her weha jî geryanek e bo nav
bajêrê Zaxo, dîroka wî, xelkê wî, serhatî, adet û xwarinên wan yên salên
pêncihan û yên kevintir jî.
Sofî Biro
di nav xelkî da, ji ber jîrmendiya wî, bi Xêvzank dihat naskirin. Wî hez ji
keçekê dikir û piştî ku dilbera wî mir êdî wî xwe ji xelkê dûr kir û jiyana xwe
di şkeftan da derbas kir. Zivistanê li şkefta Mêşê li Ebasîkê li Zaxo binecih dibû.
Xort diçûn seredana wî û xwarin û tûtin û pêwîstiyên wî jê ra dibirin.
Mêhvan û
çend hevalên wî her çend rojan carekê diçûn seredana Sofî ji bo guhdarîkirina axiftin
û sohbetên wî yên xweş û wecdar. Xortan di her seredanekê da pirsiyarên xwe jê
dikirin û wî bersiva wan dida û her carekê jî bo wan li ser mijarekê diaxift. Pirsên
ku ew li ser diaxift gelek bûn û ji wan evînî, hevalînî, dîroka Zaxo, kultur û
efsaneyên wê û herweha giringiya perwerdeya bi kurdî û xwendin û zanînê.
Hemî xortan
û bi taybetî Mêhvan û hevalê wî yê gelek jê nêzîk Kovanî pir hez ji Sofî û gotin
û şîretên wî dikir. Hindî Mêhvan bû wî cîranek hebû, navê wê Jiyan bû. Her ji
dîtina yekê wan hez ji yek û du kir û bi wextî ra viyana wan roj bo roj
mezintir dibû. Wê serdemê nedibû wan evîna xwe eşker kiriba û ji ber hindê hemî
tiştê wan bi dizîkî ve bû. Hevalê wî Kovanî bi evîna wan dizanî, her çi qas wî
şîret lê dikir ku ev evînî nebaş e û dê wî rastî serêşiyan bike, lê her ku diçû
Mêhvan û Jiyanê zêdetir ji yekdû hez dikir û xwe radestê bayê evînê dikir. Rewş
gehişt wî halî ku Mêhvanî di dîwarê di navbera embara wan û ya mala Jiyanê da
kunek çêkir da bikare, li dûrî çavên xelkî, tê da bi Jiyanê ra biaxive û nameyên
xwe bidin yekûdu û destên xwe bigehîn yek.
Meta
Mêhvanî û keça wê Bêrîvan ji evîna wan ra piştgir bûn, hebûn jî yên kerba wan
ji wê evîna wan vedibû, ji bo nimûne xaleta Mêhvanî ya ku dixwest keça wê Kinê
bibe jina Mêhvanî. Evca wextê ku Mêhvanî ew daxwaza wê nepejirandî, wê sûnd xwar
ku nehêle ew û Jiyan bigehin yek û meta Jiyanê pê agahdar kir.
Xelkê Zaxo roja
Newrozê diçin derve bo şahî û seyranê û Mêhvan û Jiyan jî di nav da ne û bi
keyf in û destên xwe dikin nav destên yekûdu. Meta Jiyanê wan dibîne û destê
Jiyanê ji destê Mêhvanî derdixe û wê radixişîne mal û êdî hemî pê dizanin û
karesatek dest pê dike.
Babê Jiyanê nahêle êdî ew ji mal derbikeve û reftareka dijwar li gel dike û rê nade ew şû bi Mêhvanî bike. Rewşa wan herdu evîndaran roj bo rojê dijwartir dibe û ji hêzê
dikevin û nêzîkî mirinê dibin. Sofî li hewara Mêhvanî dihê û babê keçê di
kêliyên dawiyê da peşîman dibe û Sofî wan herduyên di sekeratê da bûn diîne cem
hev û wan li yekûdu mehir dikin û keyfa cîranan gelek dihê û dawetê dikin. Lê di
wan an û gavan da Mêhvan û Jiyan, zava û bûk di hembêzên hevûdu da xatra xwe ji
yiyanê dixwazin.
ناڤێ کتێبێ: خێڤزانک
نڤیسکار: سهعید حهجی
سدیق زاخۆیی
وهشانخانە:
چاپخانه:
سالا وهشانێ: ۲۰۰۹
ههژمارا ڕووپهلان:
۲۱۲
خێڤزانک ڕۆمانهکا
ئهڤینداریێ یه و بهحسا سهرهاتیا دو ئهڤیندارێن سنێله ل زاخۆ، ل دهستپێکا
سالێن پێنجهان ژ سهدسالا بۆری دکه. ئهڤ ههر وهها ژی گهریانهکه بۆ ناڤ باژێرێ
زاخۆ، دیرۆکا وی، خهلکێ وی، سهرهاتی، عادهت و خوارنێن وان یێن سالێن پێنجهان و یێن
کهڤنتر ژی.
سۆفی برۆ د ناڤ خهلکی
دا، ژ بهر ژیرمهندیا وی، ب خێڤزانک دهات ناسکرن. وی حهز ژ کهچهکێ دکر و پشتی
کو دلبهرا وی مر ئێدی وی خوه ژ خهلکێ دوور کر و ژیانا خوه د شکهفتان دا دهرباس
کر. زڤستانێ ل شکهفتا مێشێ ل عهباسیکێ ل زاخۆ بنهجهـ دبوو. خۆرت دچوون سهرهدانا
وی و خوارن و تووتن و پێویستیێن وی ژێ ڕا دبرن.
مێهڤان و چهند ههڤالێن
وی ههر چهند ڕۆژان جارهکێ دچوون سهرهدانا سۆفی ژ بۆ گوهداریکرنا ئاخفتن و سۆحبهتێن
وی یێن خوهش و وهجدار. خۆرتان د ههر سهرهدانهکێ دا پرسیارێن خوه ژێ دکرن و
وی بهرسڤا وان ددا و ههر جارهکێ ژی بۆ وان ل سهر مژارهکێ دئاخفت. پرسێن کو ئهو
ل سهر دئاخفت گهلهک بوون و ژ وان ئهڤینی، ههڤالینی، دیرۆکا زاخۆ، کولتور و ئهفسانهیێن
وێ و ههروهها گرنگیا پهروهردهیا ب کوردی و خوهندن و زانینێ.
ههمی خۆرتان و ب
تایبهتی مێهڤان و ههڤالێ وی یێ گهلهک ژێ نێزیک کۆڤانی پر حهز ژ سۆفی و گۆتن و
شیرهتێن وی دکر. هندی مێهڤان بوو وی جیرانهک ههبوو، ناڤێ وێ ژیان بوو. ههر ژ دیتنا
یهکێ وان حهز ژ یهک و دو کر و ب وهختی ڕا ڤیانا وان ڕۆژ بۆ ڕۆژ مهزنتر دبوو.
وێ سهردهمێ نهدبوو وان ئهڤینا خوه ئهشکهرە کربا و ژ بهر هندێ ههمی تشتێ
وان ب دزیکی ڤه بوو. ههڤالێ وی کۆڤانی ب ئهڤینا وان دزانی، ههر چ قاس وی شیرهت
لێ دکر کو ئهڤ ئهڤینی نهباشه و دێ وی ڕاستی سهرئێشیان بکه، لێ ههر کو دچوو
مێهڤان و ژیانێ زێدهتر ژ یهکدوو حهز دکر و خوه ڕادهستێ بایێ ئهڤینێ دکر. ڕهوش
گههشت وی حالی کو مێهڤانی د دیوارێ د ناڤبهرا ئهمبارا وان و یا مالا ژیانێ دا
کونهک چێکر دا بکاره، ل دووری چاڤێن خهلکی، تێ دا ب ژیانێ ڕا بئاخڤه و نامهیێن
خوه بدن یهکودو و دهستێن خوه بگههین یهک.
مهتا مێهڤانی و کهچا
وێ بێریڤان ژ ئهڤینا وان ڕا پشتگر بوون، ههبوون ژی یێن کهربا وان ژ وێ ئهڤینا
وان ڤهدبوو، ژ بۆ نموونه خالهتا مێهڤانی یا کو دخوهست کهچا وێ کنێ ببه ژنا مێهڤانی.
ئهڤجا وهختێ کو مێهڤانی ئهو داخوازا وێ نهپهژراندی، وێ سووند خوار کو نههێله
ئهو و ژیان بگههن یهک و مهتا ژیانێ پێ ئاگاهدار کر.
خهلکێ زاخۆ ڕۆژا
نهورۆزێ دچن دهرڤه بۆ شاهی و سهیرانێ و مێهڤان و ژیان ژی د ناڤ دا نه و ب کهیفن
و دهستێن خوه دکن ناڤ دهستێن یهکودو. مهتا ژیانێ وان دبینه و دهستێ ژیانێ ژ
دهستێ مێهڤانی دهردخه و وێ ڕادخشینه مال و ئێدی ههمی پێ دزانن و کارهساتهک
دهست پێ دکه.
بابێ ژیانێ ناهێلە ئێدی
ئەو ژ مال دەربکەڤە و ڕهفتارهکا دژوار ل گهل دکه و ڕێ ناده ئهو شوو ب مێهڤانی بکە. ڕهوشا وان ههردو ئهڤینداران ڕۆژ بۆ ڕۆژێ دژوارتر دبه و ژ هێزێ دکهڤن و نێزیکی
مرنێ دبن. سۆفی ل ههوارا مێهڤانی دهێ و بابێ کهچێ د کێلیێن داویێ دا پهشیمان
دبه و سۆفی وان ههردویێن د سهکهراتێ دا بوون دئینه جهم ههڤ و وان ل یهکودو
مههر دکن و کهیفا جیرانان گهلهک دهێ و داوهتێ دکن. لێ د وان ئان و گاڤان دا مێهڤان
و ژیان، زاڤا و بووک د ههمبێزێن ههڤودو دا خاترا خوه ژیانێ دخوازن.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar