Navê kitêbê: Xeca Berlînî
Nivîskar: Hesen
Îbrahîm
Weşanxane:
Çapxaneya Serkewtin li Silêmaniyê
Sala
weşanê: 2010
Hejmara
rûpelan:
Romana Xeca
Berlînî penaberan û nakokiyên wan bi civaka nû ra û encamên wê di serhatiya
malbatekê da berçav dike.
Hêj Reşko
di pêçûlkê da bû demê dayika wî di hêrişa firokeyan da hat kuştin û ew du salî bû
wextê babê wî şehîd bû. Ew di ciwaniya xwe da dibe şivanê pezên mam û xalan. Ew
û dotmama wî Xecê hez ji yekûdu dikin. Paşî Reşko dibe pêşmerge û ji ber
mêrxasiya wî navê wî dibe Şêro û Xecê şû pê dike û wan du kiç dibin.
Şêro di
şerekî da bi dijwarî birîndar dibe û wî ji bo çareseriyê dihinêrin
nexweşxaneyekê li Berlînê. Piştî çareseriyê dest lê seqet dibe û li Elmanyayê
dibe penaber û Xecê bi kiçan ve ji gundi, ji Kurdistanê diîne cem xwe.
Wan li
Elmanyayê du kur jî dibin û li gel demî dîtinên wî û jina wî jêk cuda dibin;
jin dixwaze ew hînî zimanê wê civakê bibin, bixwînin û kar bikin û ji zarokên
xwe ra di xwendin û jiyana wan da alîkar bin û tevlî civaka nû bibin. Lê Şêro
wê bi berzebûn û heliyana di nav civaka elmanî da dibîne û naxwaze xwe biguhore
û dev ji jiyana xwe ya li ser rahatî berbide.
Xecê li ser
ya xwe dimîne û wek xwe dike û ew jî çeperê xwe bernade û ev jî dibe egera ku
jin û zarok ji wî dûr bikevin. Şêro roj bo rojê xwe bi tenê dibîne û hînî
vexwarina meyê bi hevalan ra û derketin û mana li derve dibe. Li dawiyê jin xwe
jê dide berdan û soznameyekê pê didin îmzakirin ku ew xwe nêzîkî Xecê û zarokên
wê û mala wê neke.
Ew pê
dizane ku Xecê şû kiriye, keçên wî leşfiroşiyê dikin û kurên wî jî rastî tiryak
û arêşeyan bûne. Ew dikeve di navbera pêlên kuştina Xecê û kiçan û xwekuştinê û
li dawiyê kiçan peyda nake û Xecê dikuje û xwe jî li zîndanê dikuje.
Xwendevan di
vê romanê rastî gelek bûyer û serhatî û gengeşeyan dibe û tê da jê razelal dibe
ka egera vê hilweşiyana malbatekê û ew qas mirovan çi ye û ka vêkkeftina
kulturên jêk cuda çi diîne serê wan. Ketina nav civaka nû, xweguhorîn û xwepêşdebirin
û parastina nasnameya xwe ji heliyanê û kartêkirinên kultûra namûsparêziyê û
hêj di nava bûyer û axiftinên vê romanê da babetên beloq in.
ناڤێ کتێبێ: خەجا
بەرلینی
نڤیسکار: حەسەن
ئیبراهیم
وەشانخانە: چاپخانەیا
سەرکەوتن ل سلێمانیێ
سالا وەشانێ: ٢٠١٩٠
هەژمارا رووپەلان:
ڕۆمانا خهجا بهرلینی پهنابهران و ناکۆکیێن وان ب جڤاکا نوو ڕا و ئهنجامێن
وێ د سهرهاتیا مالباتهکێ دا بهرچاڤ دکه.
هێژ ڕهشکۆ د پێچولکێ دا بوو دهمێ دایکا وی د هێرشا فرۆکهیان دا هات
کوشتن و ئهو دو سالی بوو وهختێ بابێ وی شههید بوو. ئهو د جوانیا خوه دا دبه
شڤانێ پهزێن مام و خالان. ئهو و دۆتماما وی خهجێ حهز ژ یهکودو دکن. پاشی ڕهشکۆ
دبه پێشمهرگه و ژ بهر مێرخاسیا وی ناڤێ وی دبه شێرۆ و خهجێ شوو پێ دکه و
وان دو کچ دبن.
شێرۆ د شهرهکی دا ب دژواری بریندار دبه و وی ژ بۆ چارهسهریێ دهنێرن نهخوهشخانهیهکێ
ل بهرلینێ. پشتی چارهسهریێ دهست لێ سهقهت دبه و ل ئهلمانیایێ دبه پهنابهر
و خهجێ ب کچان ڤه ژ گوندی، ژ کوردستانێ دئینه جهم خوه.
وان ل ئهلمانیایێ دو کور ژی دبن و ل گهل دهمی دیتنێن وی و ژنا وی ژێک
جودا دبن؛ ژن دخوازه ئهو هینی زمانێ وێ جڤاکێ ببن، بخوینن و کار بکن و ژ زارۆکێن خوه ڕا
د خوهندن و ژیانا وان دا ئالیکار بن و تهڤلی جڤاکا نوو ببن. لێ شێرۆ وێ ب بهرزهبوون
و حهلیانا د ناڤ جڤاکا ئهلمانی دا دبینه و ناخوازه خوه بگوهۆره و دهڤ ژ ژیانا
خوه یا ل سهر ڕاهاتی بهربده.
خهجێ ل سهر یا خوه دمینه و وهک خوه دکه و ئەو ژی چەپەرێ خوە بەرنادە
و ئهڤ ژی دبه ئهگهرا کو ژن و زارۆک ژ وی دوور دکهڤن. شێرۆ ڕۆژ بۆ ڕۆژێ خوه ب
تەنێ دبینه و هینی ڤهخوارنا مهیێ ب ههڤالان ڕا و دهرکهتن و مانا ل دهرڤه
دبه. ل داویێ ژن خوه ژێ دده بهردان و سۆزنامەیەکێ پێ ددن ئیمزاکرن کو ئهو خوه
نێزیکی خهجێ و زارۆکێن وێ و مالا وێ نهکه.
شێرۆ پێ دزانه کو خهجێ شوو کریه، کهچێن وی لهشفرۆشیێ دکن و کورێن وی ژی
ڕاستی تریاک و ئارێشهیان بوونە. ئهو دکهڤه د ناڤبهرا پێلێن کوشتنا خهجێ و
کچان و خوهکوشتنێ و ل داویێ کچان پهیدا ناکه و خهجێ دکوژه و خوه ژی ل زیندانێ
دکوژه.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar