Navê
kitêbê: Dewlet w derz
Nivîskar: Mihemed
Selîm Siwarî
Weşanxane: Kitêbfiroşîya
Cizîrî li Dihokê
Sala
weşanê: 2019
Hejmara
rûpelan: 435
Dewlet û derz romaneka
civakî û bi siyasetê ve bar kiriye û bi hemî ve di medyaya civakî da rû dide.
Demê Perî li beşê kîmyayê li zanîngeha Mûsilê xwendinkar bû,
wê Deştî nas kir û herduyan hez ji yekûdu kir. Lê Perî li sala dawîyê pê hesiya ku Deştî bûye
yarê hevaleka wê û ew jî bû egera ku ew û Deştî jêk vebiqetin û herweha bawerîya
Perîyê bi mêran jî gelek sist bû.
Piştî
xwendinê Perî dibe mamosteyeka zîrek ya kîmyayê li dibistanekê li bajarekî li
başûrê Kurdistanê. Ew bê evînî şû bi mêrekî dike û kurek û sê keç jê dibin. Lê
mêr wê berdide û êdî ew berê xwe dide xwedîkirina zarokên xwe û karê xwe û
bawerî bi mêran li nik wê namîne.
Perîyê
şagirdeka keç bi navê Nîhan hebû û ew di dersa kîmyayê da lawaz bû. Babê keçê desthilatdar
û dewlemendekê mezin yê bajêrî bû û wî ji Perîyê xwest ku ew li derveyî
dibistanê dersan bêje keça wî. Her çi qas ew li dijî dersdana mamosteyan ya li
deveyî xwendingehê bû û jê ra got ku ew wî hemî tiştê dizane li dibistanê pêşkêşî
şagirdan dike û tiştekê din pê ra nîne ku li derveyî dibistanê nîşa keça wî
bide. Lê li dawiyê ew ji neçarî razî bû ku li mala xwe û bê beramber dersan
bide wê keçê.
Lê demê
babê keçê diyarî û tiştan jê re dişîne mal, Perî wê wekî bertîl dibîne û diyarîyên
wî jê ra vedigerîne û ew dibe egera jê êcizbûna babê keçê. Ew ne bes êdî keça
xwe naşîne cem wê bo xwendinê, lê dixwaze destê xwe dirêj bike Perîyê û wextê
ew rê nadeyê, ew hewil dide jiyanê li wê berteng bike û wê li atafekê bide.
Perî neçar
dibe, ji bo parastina xwe û zarokên xwe ji belayekê û bi alîkariya Mizgînê,
birêvebra dibistanê û birayê wê, berê xwe bide derve û bi zarokên xwe ve li
Elmanyayê bicih bibe.
Roman bi
xwe di Facebookê de dest pê dike û bi dawî jî dihê. Perîyê çend heval hene û
Nîbar, yê li Amerîkayê, dibe hevalê herî nêzîk û bi rêya çata (chat) di navbera
wan de em vê hemî serhatîya jorîn û çîroka Nîbarî û gelek çîrokên din jî, wek
ya Dilînîyê û dayik û babê wê û ya mam Nadirî û hêj bêtir nas dikin.
Tiştê ku
herî mezin di navbera Perîyê û Nîbarî da diqewime ew peywendîya wan ya saxlem e
ku bawerbûna bi mêran careka dî li cem Perîyê çêdike û pêlên viyanekê wan herduyan
hembêz dike.
Xwendevan di
nav çatên di navbera Perîyê, Nîbalî û mam Nadirî û yên dî da li ser rewşa
Kurdistanê serhal dibe. Herweha mirovê kurd, civaka kurd, desthilata kurd û
gendeliya heyî dihên hilsengandin û rexnekirin û wêneyek derbareyê penaberên kurd û
hest û mijûlahî û sergêjî û peywendiyên wan bi welatê wan ve dihê berçavkirin.
Evîna paqij û rêzgirtina mirov û koman bo yekûdu pişkeka mezin ji sohbetên vê romanê
ye.
ناڤێ کتێبێ: دەولەت و دەرز
نڤیسکار: محەمەد سەلیم سواری (محمد
سلیم سواری)
وەشانخانە: کتێبفرۆشییا جزیری ل دهۆکێ
چاپخانە:
سالا وەشانێ: ٢٠١٩
هەژمارا رووپەلان: ٤٣٥
دەرز و دەولەت
رۆمانەکا جڤاکی یە و ب سیاسەتێ ڤە بار کریە و ب هەمی ڤە د مەدیایا جڤاکی دا روو
ددە.
دهمێ پهری ل بهشێ کیمیایێ ل زانینگهها مووسلێ
خوهندنکار بوو، وێ دهشتی ناس کر و ههردویان حهز ژ یهکودو کر. لێ پهری ل سالا
داویێ پێ حهسیا کو دهشتی بوویه یارێ ههڤالهکا وێ و ئهو ژی بوو ئهگهرا کو
ئهو و دهشتی ژێک ڤهبقهتن و ههروهها باوهریا پهرییێ ب مێران ژی گهلهک سست
بوو.
پشتی خوهندنێ پهری دبه مامۆستهیهکا زیرهک یا
کیمیایێ ل دبستانهکێ ل باژارهکی ل باشوورێ کوردستانێ. ئهو بێ ئهڤینی شوو ب مێرهکی
دکه و کورهک و سێ کهچ ژێ دبن. لێ مێر وێ بهردده و ئێدی ئهو بهرێ خوه دده
خوهدیکرنا زارۆکێن خوه و کارێ خوه و باوهری ب مێران ل نک وێ نامینه.
پهریێ شاگردهکا کهچ ب ناڤێ نیهان ههبوو و ئهو
د دهرسا کیمیایێ دا لاواز بوو. بابێ کهچێ دهستهلاتدار و دهولهمهندهکێ مهزن
یێ باژێری بوو و وی ژ پهرییێ خوهست کو ئهو ل دهرڤهیی دبستانێ دهرسان بێژه
کهچا وی. ههر چ قاس ئهو ل دژی دهرسدانا مامۆستهیان یا ل دهرڤهیی دبستانێ
بوو و ژێ ڕا گۆت کو ئهو وی ههمی تشتێ دزانه ل دبستانێ پێشکێشی شاگردان دکە و
تشتهکێ دن پێ ڕا نینه کو ل دهرڤهیی دبستانێ نیشا کهچا وی بده. لێ ل داویێ و ژ
نهچاری ڕازی بوو کو ل مالا خوه و بێ بهرامبهر دهرسان بده وێ کهچێ.
لێ دهمێ بابێ کهچێ دیاری و تشتان ژێ ڕا دشینه
مال، پهری وێ وهکی بهرتیل دبینه و دیاریێن وی ژێ را ڤەدگەرینە و ئهو دبه ئهگهرا
ژێ عێجزبوونا بابێ کهچێ. ئهو نه بهس ئێدی کهچا خوه ناشینه جهم وێ بۆ خوهندنێ،
لێ دخوازه دهستێ خوه درێژ بکه پهرییێ و وهختێ ئهو ڕێ نادهیێ، ئهو ههول
دده ژیانێ ل وێ بهرتهنگ بکه و وێ ل ئاتافهکێ بده.
پهری نهچار دبه ژ بۆ پاراستنا خوه و زارۆکێن
خوه ژ بهلایهکێ و ب ئالیکاریا مزگینێ، برێڤهبرا دبستانێ و برایێ وێ، بهرێ خوه
بده دهرڤه و ب زارۆکێن خوه ڤه ل ئهلمانیایێ بجهـ ببه.
ڕۆمان ب خوه د فەیسبووکێ دا دهست پێ دکه و ب
داوی ژی دهێ. پهرییێ چهند ههڤال ههنه و نیبار، یێ ل ئەمهریکایێ، دبه ههڤالێ
ههری نێزیک و ب ڕێیا چاتا د ناڤبهرا وان دا ئهم ڤێ هەمی سهرهاتییا ژۆرین و چیرۆکا
نیباری و گهلهک چیرۆکێن دن ژی، وهکی یا دلینییێ و دایک و بابێ وێ و یا مام نادری
و هێژ بێتر ناس دکن.
تشتێ کو ههری مهزن د ناڤبهرا پهرییێ و نیباری
دا دقهومه ئهو پهیوهندیا وان یا ساخلهمه کو باوهربوونا ب مێران جارهکا دی
ل جهم پەرییێ چێدکه و پێلێن ڤیانهکێ وان ههردویان ههمبێز دکن.
خوهندهڤان د ناڤ چاتێن د ناڤبهرا پهرییێ، نیبالی و مام نادری و یێن دی دا ل سهر ڕهوشا کوردستانێ سهرحال دبه. ههروهها مرۆڤێ کورد، جڤاکا کورد، دهستهلاتا کورد و گهندهلیا ههیی دهێن هلسهنگاندن و ڕهخنهکرن و وێنهیهک دهربارەیێ پهنابهرێن کورد و ههست و مژوولاهی و سهرگێژی و پهیوهندیێن وان ب وهلاتێ وان ڤه دهێ بهرچاڤکرن. ئهڤینا پاقژ و ڕێزگرتنا مرۆڤ و کۆمان بۆ یهکودو پشکهکا مهزن ژ سۆحبهتێن ڤێ ڕۆمانێ یه.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar