fredag 6 november 2020

Aferîdeyên tengezar

 Navê kitêbê: Aferîdeyên tengezar

Nivîskar: Zeredşt Şahîn

Weşanxane: Pertûkxaneya Xanî

Sala weşanê: 2019

Hejmara rûpelan:


Afirîdeyên Tengezar romaneka civakî ye û ew di nav rûpelên xwe da wê hevrikiya sermedî ya di navbera xêr û şerî da ya li ser erdî heyî, di serhatiya Dêgale û Mîranî da berçav dike.

Dêgale ji bo xwenidnê li beşê peykersaziyê li peymangeha hunerên ciwan ji Zaxo diçe Dihokê. Li wê derê Bedewê nas dike û herdu hez ji hevûddu dikin û gelek bi hevûdu ra dihên girêdan. Lê di sala dawiyê ya xwendina wan de û hema ji nişkan ve Bedew jê dûr dikeve û şû dike. Ew çend wî, yê bikeyf û sohbetxweş, gelek diêşîne û xemgîn dike û piştî wê bûyerê ew xwe ji xelkê veder dike û evîn û pirsa jinînanê ji serê xwe dihavêje. Heta rê nade Bedew jî xwe nêzîkî wî bike û hewil nade guh bide rastiya wê, ji devê wê û di nav xwe de hizir kir ku wê xiyanet li wî û evîna wan kiriye.

Ew bi xwe hevaleka Bedewê ya bi navê Mîtras e, rojekê Bedew gazî mala xwe kir û dermanek jê ra kir nav şerbetekê û dayê û piştî vexwarina wê şerbetê Bedew bê hiş bû. Çaxê ew dihê ser hişên xwe dibîne ku yekî destdirêjî kiriye ser keçîniya wê. Ji bilî Mîtrasê kurek bi navê Mîranî jî li wê derê bû û Mîtrasê jê ra got ku ev birayê wê ye û wan ev kir ji bo ku ew şû bi wî bike. Ew jî û ji ber jidestdana keçîniyê ket tirsa wê ku ew hetka wê bibin û tiştekê xerabtir bi serê wê bihê, lewma razî bû û şû bi wî kurî kir. Piştî demekî şiya xwe jê berde, lê derfet çê nebû ew wê rastiyê ji Dêgaleyî ra bibêje û Dêgaleyî jî ew rê nedayê. Êdî piştî hîngê bedewê pêwendiyên xwe li gel xelkî birîn û wextê ji mal derdikeft ebayekê reş dikir ber xwe û çavdêrîya jiyan û karê Dêgaleyî dikir û peykerên wî jê dikirîn bê ku ew pê bizane.

Mîran bi xwe kesekê tawankar, destdirêjkar û qumarçî bû. Ew ne birayê rastîn yê Mîtrasê bû. Ew kurê Mercanê bû. Demê Mercan hêj keçeka ciwan bû, hez ji mela Letîfî kir û wextê jê ducan bû, mela Letîf neviya wê bike jina xwe û xwe lê berze kir. Êdî wê şû bi zilamekî kir, bi mercê ku ew, wî zarokê jê dibe bihavêje ber derê mizgeftekê. Weha û wextê zarok jê dibe, Mercan wî dihêle ber derê mizgeftek û babê Mîtrasê wî zarokî dibe mala xwe û dikin kurê xwe û navê Mîranî lê dikin û paşî wan Mîtras dibe. Ev Mîran hem destdirêjiya seksî dike ser Mîtrasê hîn ew biçûk û hem wê bi tirsandinê tevlî xerabkarî û tawanên xwe dike. Ew mala dêûbavên Mîtrasê bi qûmarê ji dest dide û dibe egera mirina wan jî.

Dêgal yê ku haya wî ji rastiya wê ya bi serê Bedewê hatî nîne, naxwaze êdî bijî. Ew tevlî şerê li dijî Daişê dibe û paşî bi pêşmergeyan ra diçe bo şerê azadkirina Kobanî. Ew li wê derê birîndar dibe û pêyekê xwe ji dest dide.

Piştî vegera ji şerî bo Zaxoyê diya wî dimire û ew li gel xwîşka xwe Arîmanê li mala babê xwe dijî. Babê wî jineka dî ya bi navê Zeynebê tîne. Zeyneb bi xwe xwîşka dayika Mîtrasê ye û wê hêj Mîran biçûk bû demê ew ji xwe ra kiribû yarê xwe. Zeynebê ji bilî mêrê xwe, babê Dêgaleyî, gelek yar hebûn û mela Letîf yê zêringir yek ji wan bû. Wê dixwest xanî û milkê babê Dêgaleyî bixe sernavê xwe û paşî wî jehrî bike û dûra şû bi mela Letîfî bike û wê ew kir û Dêgale bê xanî û milk hişt. Lê Mîran hem ji ber seksê û hem ji ber pereyan nikaribû xwe ji Zeynebê dûr bixe. Ew ji bo kuştina mela Letîfî diçe mala Zeynebê û wextê gulleyan berdide mela Letîfî Zeyneb dikeve ber û dihê kuştin. Li wê derê mela Letîf jê dizane ku Mîran kurê wî ye. Mela Letîf van hemî zanyariyan û ya Zeynebê înabû bû serê malbata Dêgaleyî ji polîsan ra dibêje.

Dêgale mirovekê qencîxwaz bû û hindî ji dest dihat alîkariya xelkê destkurt û perîşan dikir. Wî bi rêya Pesarî, kurê Mercanê yê piştî Mîranî, zanî ku dayka wî li mal nexweş e û pê lê şkestine û nikare bilive û ew wê xwedî dike. Êdî ew alîkariya wan dike û wextê Mercan dimire, ew Pesarê zarok li mala xwîşka xwe wekî kurê wan bicih dike.

Herweha şevekê ew li ber derê mala xwe ya bi kirê, keçekê di xwînê û rewşaka bê serûber de, li ser rêyê raketî dibîne. Ew mala xwe jê ra dike hewangeh û paşî diyar dibe ku ew keç Mîtras e. Wê hez ji xortekî dikir û Mîranî pê zanî û xort li ber çavên wê kuşt û da wê jî bikuje, lê keç revî û dawiyê Dêgaleyî ew keça bûye egera jêkvekirina wî û Bedewê ji mirnê xilas kir.

Dawiyê, wextê Mîran hêrişê bi debanceyê dike ser Dêgaleyî da wî bikuje, jina bi ebayê reş ya ji tirimbêla xwe çavdêriya bûyerê dikir dadikeve û dibeze cihê bûyerê û gulleyên Mîranî li şûna Dêgaleyî wê dikujin. Her di eynî demî da polîs jî li wê derê amade bû û Mîran kuşt. Aha li wê derê Dêgale wextê poşiyê ji ser dêmê ya kuştî û ya ew ji mirnê xilas kirî vedide, Bedewê dibîne.

Li dawiyê Pesar behsê çêbûna şer û bîvelerz û mirin û wundabûna gelek kesan dike û dibêje ku Dêgale jî bê ser û şûn e, wî nameyek ji Kevalê ra hiştiye û wunda bûye.

Gelek çîrok di vê romanê da hene yên wekî Kevala hez ji Dêgaleyî dike, Keybanoya êzidî û serhatiya wê di nav destên Daişê da, ya Rêvingî, hevalê Dêgaleyî û evîna wî bo xwîşka wî Arîmanê.

 

 

 

 

 

ناڤێ کتێبێ: ئافەڕیدەیێن تەنگەزار

نڤیسکار: زەردەشت شاهین

وەشانخانە: پەرتووکخانەیا خانی ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٩

هەژمارا رووپەلان:

 

  ئافەڕیده‌یێن ته‌نگه‌زار ڕۆمانه‌کا جڤاکی یه‌ و ئه‌و د ناڤ ڕووپه‌لێن خوه‌ دا وێ هه‌ڤرکیا سه‌رمه‌دی یا د ناڤبه‌را خێر و شه‌ری دا یا ل سه‌ر ئه‌ردی هه‌یی، د سه‌رهاتیا دێگاله‌ و میرانی دا به‌رچاڤ دکه.

دێگاله‌ ژ بۆ خوه‌ندنێ ل به‌شێ په‌یکه‌رسازیێ ل په‌یمانگه‌ها هونه‌رێن جوان ژ زاخۆ دچه‌ دهۆکێ. ل وێ ده‌رێ به‌ده‌وێ ناس دکه‌ و هه‌ردو حه‌ز ژ هه‌ڤووددو دکن و گه‌له‌ک ب هه‌ڤوودو ڕا دهێن گرێدان. لێ د سالا داویێ یا خوه‌ندنا وان دا و هه‌ما ژ نشکان ڤه‌ به‌ده‌و ژێ دوور دکه‌ڤه‌ و شوو دکه‌. ئه‌و چه‌ند وی، یێ بکه‌یف و سۆحبه‌تخوه‌ش، گه‌له‌ک دئێشینه‌ و خه‌مگین دکه‌ و پشتی وێ بوویه‌رێ ئه‌و خوه‌ ژ خه‌لکێ ڤه‌ده‌ر دکه‌ و ئه‌ڤین و پرسا ژنئینانێ ژ سه‌رێ خوه‌ دهاڤێژه‌. هه‌تا ڕێ ناده‌ به‌ده‌و ژی خوه‌ نێزیکی وی بکه‌ و هه‌ول نادە گوهـ بده‌ ڕاستیا وێ، ژ ده‌ڤێ وێ و د ناڤ خوه‌ ده‌ هزر کر کو وێ خیانه‌ت ل وی و ئه‌ڤینا وان کریه.

ئه‌و ب خوه‌ هه‌ڤاله‌کا به‌ده‌وێ یا ب ناڤێ میتراسه‌، ڕۆژه‌کێ به‌ده‌و گازی مالا خوه‌ کر و ده‌رمانه‌ک ژێ ڕا کر ناڤ شه‌ربه‌ته‌کێ و دایێ و پشتی ڤه‌خوارنا وێ شه‌ربه‌تێ به‌ده‌و بێ هش بوو. چاخێ ئه‌و دهێ سه‌ر هشێن خوه‌ دبینه‌ کو یه‌کی ده‌ستدرێژی کریه‌ سه‌ر که‌چینیا وێ. ژ بلی میتراسێ کوره‌ک ب ناڤێ میرانی ژی ل وێ ده‌رێ بوو و میتراسێ ژێ ڕا گۆت کو ئه‌ڤ برایێ وێ یه‌ و وان ئه‌ڤ کر ژ بۆ کو ئه‌و شوو ب وی بکه‌. ئه‌و ژی و ژ به‌ر ژده‌ستدانا کەچینیێ که‌ت ترسا وێ کو ئه‌و هه‌تکا وێ ببن و تشته‌کێ خه‌رابتر ب سه‌رێ وێ بهێ، له‌وما ڕازی بوو و شوو ب وی کوری کر. پشتی ده‌مه‌کی شیا خوه‌ ژێ به‌رده‌، لێ ده‌رفه‌ت چێ نه‌بوو ئه‌و وێ ڕاستیێ ژ دێگاله‌یی ڕا ببێژه‌ و دێگاله‌یی ژی ئه‌و ڕێ نه‌دایێ. ئێدی پشتی هینگێ بەدەوێ پێوەندیێن خوە ل گەل خەلکی برین و وەختێ ژ مال دەردکەفت عەبایەکێ رەش دکرە بەر خوە و چاڤدێریا ژیان و کارێ دێگالەی دکر و پەیکەرێن وی ژێ دکرین بێ کو ئەو پێ بزانە.

 

میران ب خوه‌ که‌سه‌کێ تاوانکار، ده‌ستدرێژکار و قومارچی بوو. ئه‌و نه‌ برایێ ڕاستین یێ میتراسێ بوو. ئه‌و کورێ مه‌رجانێ بوو. ده‌مێ مه‌رجان هێژ  که‌چه‌کا جوان بوو، حه‌ز ژ مه‌لا له‌تیفی کر و وه‌ختێ ژێ دوجان بوو، مه‌لا له‌تیفی نەڤیا وێ بکه‌ ژنا خوه‌ و خوه‌ لێ به‌رزه‌ کر. ئێدی وێ شوو ب زلامه‌کی کر ب مه‌رجێ کو ئه‌و، وی زارۆکێ ژێ دبه‌ بهاڤێژه‌ به‌ر ده‌رێ مزگه‌فته‌کێ. وه‌ها و وه‌ختێ زارۆک ژێ دبه‌، مه‌رجان وی دهێله‌ به‌ر ده‌رێ مزگه‌فته‌کێ و بابێ میتراسێ وی زارۆکی دبه‌ مالا خوه‌ و دکن کورێ خوه‌ و ناڤێ میرانی لێ دکن و پاشی وان میتراس دبه‌. ئه‌ڤ میران هه‌م ده‌ستدرێژیا سه‌کسی دکه‌ سه‌ر میتراسێ هین ئه‌و بچووک و هه‌م وێ ب ترساندنێ ته‌ڤلی خه‌رابکاری و تاوانێن خوه‌ دکه‌. ئه‌و مالا دێئووباڤێن میتراسێ ژی ب قوومارێ ژ ده‌ست دده‌ و دبه‌ ئه‌گه‌را مرنا وان.

 

دێگال یێ کو هایا وی ژ ڕاستییا ب سه‌رێ به‌ده‌وێ هاتی نینه‌، ناخوازه‌ ئێدی بژی. ئه‌و ته‌ڤلی شه‌رێ ل دژی داعشێ دبه‌ و پاشی ب پێشمه‌رگه‌یان ڕا دچه‌ بۆ شه‌رێ ئازادکرنا کۆبانی. ئه‌و ل وێ ده‌رێ بریندار دبه‌ و پێیه‌کێ خوه‌ ژ ده‌ست دده.‌

پشتی ڤه‌گه‌را ژ شه‌ری بۆ زاخۆیێ دێیا وی دمره‌ و ئه‌و ل گه‌ل خویشکا خوه‌ ئاریمانێ ل مالا بابێ خوه‌ دژی. بابێ وی ژنه‌کا دی یا ب ناڤێ زه‌ینه‌بێ دئینه‌. زه‌ینه‌ب ب خوه‌ خویشکا دایکا میتراسێ یه‌ و وێ هێژ میران بچووک بوو دەمێ ئه‌و ژ خوه‌ ڕا کربوو یارێ خوه‌. زه‌ینه‌بێ ژ بلی مێرێ خوه‌، بابێ دێگاله‌یی، گه‌له‌ک یار هه‌بوون و مه‌لا له‌تیف یێ زێرنگر یه‌ک ژ وان بوو. وێ دخوه‌ست خانی و ملکێ بابێ دێگاله‌یی بخه‌ سه‌رناڤێ خوه‌ و پاشی وی ژه‌هری بکه‌ و دوورا شوو ب مه‌لا له‌تیفی بکه‌ و وێ ئه‌و کر و دێگاله‌ بێ خانی و ملک هشت. لێ میران هه‌م ژ به‌ر سه‌کسێ و هه‌م ژ به‌ر په‌ره‌یان نکاربوو خوه‌ ژ زه‌ینه‌بێ دوور بخه‌. ئه‌و ژ بۆ کوشتنا مه‌لا له‌تیفی دچه‌ مالا زه‌ینه‌بێ و وه‌ختێ گوڵه‌یان به‌ردده‌ مه‌لا له‌تیفی، زه‌ینه‌ب دکه‌ڤه‌ به‌ر و دهێ کوشتن. ل وێ ده‌رێ مه‌لا له‌تیف ژێ دزانه‌ کو میران کورێ وی یه‌. مه‌لا له‌تیف ڤان هه‌می زانیاریان و یا زه‌ینه‌بێ ئینابوو بوو سه‌رێ مالباتا دێگاله‌یی ژ پۆلیسان ڕا دبێژه.

دێگاله‌ مرۆڤه‌کێ قه‌نجیخواز بوو و هندی ژ ده‌ست دهات ئالیکاریا خه‌لکێ ده‌ستکورت و په‌ریشان دکر. وی ب ڕێیا په‌ساری، کورێ مه‌رجانێ یێ پشتی میرانی، زانی کو دایکا وی ل مال نه‌خوه‌شه‌ و پێ لێ شکه‌ستنه‌ و نکاره‌ بلڤه‌ و ئه‌و وێ خوه‌دی دکه‌. ئێدی ئه‌و ئالیکاریا وان دکه‌ و وه‌ختێ مه‌رجان دمره‌، ئه‌و په‌سارێ زارۆک ل مالا خویشکا خوه‌ وه‌کی کورێ وان بجهـ دکه.

هه‌روه‌ها شه‌ڤه‌کێ ئه‌و ل به‌ر ده‌رێ مالا خوه‌ یا ب کرێ که‌چه‌کێ د خوینێ و ڕه‌وشاکا بێ سه‌رووبه‌ر دا، ل سه‌ر ڕێیێ ڕاکه‌تی دبینه‌. ئه‌و مالا خوه‌ ژێ ڕا دکه‌ حه‌وانگه‌هـ و پاشی دیار دبه‌ کو ئه‌و که‌چ میتراسه‌. وێ حه‌ز ژ خۆرته‌کی دکر و میرانی پێ زانی و خۆرت ل به‌ر چاڤێن وێ کوشت و ل وێ خست و دا وێ ژی بکوژه‌، لێ که‌چ ڕه‌ڤی و داویێ دێگاله‌یی .ئه‌و که‌چا بوویه‌ ئه‌گه‌را ژێکڤه‌کرنا وی و به‌ده‌وێ ژ مرنێ خلاس کر

 

داویێ، وه‌ختێ میران هێرشێ ب ده‌بانجه‌یێ دکه‌ سه‌ر دێگاله‌یی دا وی بکوژه‌، ژنا ب عه‌بایێ ڕه‌ش یا ژ ترمبێلا خوه‌ چاڤدێریا بوویه‌رێ دکر دادکه‌ڤه‌ و دبه‌زه‌ جهێ بوویه‌رێ و گوڵه‌یێن میرانی ل شوونا دێگاله‌یی وێ دکوژن. هه‌ر د عه‌ینی ده‌می دا پۆلیس ژی ل وێ ده‌رێ ئاماده‌ بوو و میران کوشت. ئاها ل وێ ده‌رێ دێگاله‌ وه‌ختێ پۆشیێ ژ سه‌ر دێمێ یا کوشتی و یا ئه‌و ژ مرنێ خلاس کری ڤه‌دده‌، به‌ده‌وێ دبینه.

ل داویێ په‌سار به‌حسێ چێبوونا شه‌ر و بیڤه‌له‌رز و مرن و ووندابوونا گه‌له‌ک که‌سان دکه‌ و دبێژه‌ کو دێگاله‌ ژی بێ سه‌ر و شوونه‌، وی نامه‌یه‌ک ژ که‌ڤالێ ڕا هشتیه‌ و ووندا بوویه.

گه‌له‌ک چیرۆک د ڤێ ڕۆمانێ دا هه‌نه‌ یێن وه‌کی که‌ڤالا حه‌ز ژ دێگاله‌یی دکه‌، که‌یبانۆیا ئێزدی و سه‌رهاتیا وێ د ناڤ ده‌ستێن داعشێ دا، یا ڕێڤنگی، هه‌ڤالێ دێگاله‌یی و ئه‌ڤینا وی بۆ خویشکا وی ئاریمانێ.

måndag 2 november 2020

Beheşta agirî (Pişka duyê)

 

Navê kitêbê: Beheşta agirî (Pişka duyê)

Nivîskar: Tehsîn Navişkî

Weşanxane: Weşanxaneya Spîrêz

Sala weşanê: 2011

Hejmara rûpelan: 665



Bergê duyê yê romana civakî-siyasî ya Beheşita agirî, berdewamiya bûyerên bergê yekê ye. 665 berperên vî bergî desthilateka herimî, destdrêjkar û di nav xwe da hilweşiyayî, ji nav da nîşa me dide û me pê ra dibe heta kêliyên dûmahiyê yên herifîna wê. xwendevan bêhtir dikeve nav hûrgliyên kesatiya Kardoyî, jiyan û mjûlahî û pîlanên wî yên rojane û ka di encamê da çi bi serê wî û bajêrê Agirokê dihê.

Pşitî serkeftina Kardoyî û desteka wî di hilbijartinan da, ew desthilata xwe li ser bajêrê Agirokê qayimtir dike û di nav lepên wî da milkê dewletê, yê partiyê û yên wî yên taybet tevlihev dibin û êdî wesa reftarê dike, herwekî her kes û hertişt û hemî bajêr milkê wî ye û kes ji wî pêheltir nîne.

Ew bi rêya tirsandin û gendelî û xapandinê dewlemendtir dibe û ajanên xwe li her dera bajêrî belav dike û tirs û sehmê diêxe nav xelkê bajêrî. Karmendên ku bi wî ra kar dikin û hêza ku wî diparêze û li ber xizmeta wî ye, ji kirêtkirin û bêrûmetkirin û zordariya wî xlas nabin û kes, yan ji ber parastina berjewendiyên xwe yan ji tirsê bisteh nake li ber devê wî bide yan gazindeyên xwe bigehînin cihên bilindtir.

Kardo bi wê jî bes nake û bela xwe û bê agahdarkirina serkirdayetiya partiya xwe li partiyên hevalbend jî li bajêrê Agirokê dide û çend rêberên wan bi veşartî ji nav dibe. Ew, ji bo nimûne rêberekê partiyekê li bajêrê Agirokê bi navê mela Şerefî, ku bêtirs diaxft û Kardo rexne dikir, bi destên reşekên xwe ji nav bîstanê wî drevîne û di zîndaneka veşartî di serdava xanîyekî da‌ azar dide û li dawîyê ew bi lêdan û birsîkirinê dimire.

Her çend ew di hêrişeka hêzeka wan da bo ser hêzên partiyeka dî ya kurdî birîndar dibe, lê pozbilindî û dîktatoriya wî weha li wî dike ku ew bawer nake ew bi gulleyên neyaran bihê kuştin. Lê rojekê, li nêzîkî baregehê wî, du malbat li ser zarok û mirîşkan bi şer diçin û ew xwe nagire û debanceya xwe bi destê xwe digire û dikeve nav agirê herdu malbatan û gotinên gelek kirêt dibêje wan. Di nav wê hengameyê da gulleyek ji pencereyekê dawiyê bi jiyana wî diîne.

Wextê xelkê bajêrî dizane ku Kardoyê dîktator nema, êdî hêrişê dikin ser bingeh û baregehên desthilatê ji bo jinavbrina wan kesên ew bi salan îza dane û Agirok li wan kiriye agir û zîndan.

Vî Kardoyê ku hizir dikir haya wî ji her kesî û her tşitî heye, heta rojekê berî kuştina xwe, nedizanî ku reşekê wî Coto, yê ku wî rikeberên xwe bi destên wî dikuştin, destdirêjî kiribû ser yara wî ya bi salan Ezîzayê û ew di jiyê sinêliyê da ji keçîniyê xistibû.

Gelek çîrok û serhatî di vî bergî da hene û yek ji yên balkêş ya Tîtoyî ye. ew di bergê yekê yê romanê da wekî kesekê xwende, welatperwer û endamekê partiya desthilatdar e. Ew wekî rikeberê Kardoyî di hilbijartinan da pişikdar bû û tê da sernekeft. Wî dîktatorî û gendeliya Kardoyî li cem dostên xwe yên nêzîk rexne dikir, lê bisteh nedikir wê rastiya xwe rûbirûyê Kardoyî bi xwe bike.

Halê Tîtoyî ne ew qas baş e û di xanîyekê kevin da‌ ye. lê piştî ku kevne dostê xwe Cemal Girsikî dibîne‌, ku ji derve hatiye, her tşitê wî dihê guhorîn. Ew dibe rêveberê kompaniyayên Cemalî yên tîcaretê li Pîrkeviya û halê wî xweşitir dibe.

Tîto yê xudan jin û zarok êdî dixwaze ew jî wekî Kardoyî bibe xudan jineka din û xudan xanîyekê baştir. Ew çavên xwe ber dide Nazikê, parêzera ku li nik wî li kompaniyayê kar dikir û êdî wekî jin û mêrên ne resmî reftarê bi hevûdu ra dikin. Rojekê ew bi Nazikê ra diçe mal, bo cem dayika wê û birayê wê pê dizane û hêrşê dike ser wan. Nazik û dayik dihên kuştin û Tîto jî bi dijwarî birîndar dibe. Paşî em dibînin Tîtoyê birîndar di xanîyekê nû di taxeka dewlemendan da dijî û paşî bi Cemalî ra,‌ ji bo çareseryê û belkî mana hertmî diçe Ewstraliyayê.

Xwendina vê berhemê gelek pirsiyaran derbareyê sinorên di navbera milkê taybet û milkê partiyê û milkê dewletê, di navbera ya berjewendiyên partiya desthlatdar û berjewendiyên hikûmeta ew tê da û gelekên din diazirîne.

 

ناڤێ کتێبێ: بەهەشتا ئاگری (پشکا دویێ)

نڤیسکار: تەحسین ناڤشکی

وەشانخانە: سپیرێز ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١١

هەژمارا رووپەلان: ٦٦٥


به‌رگێ دویێ یێ درێژترین ڕۆمانا ب کوردیا کورمانجی، رۆمانا جڤاکی-سیاسی یا بەهەشتا ئاگری، به‌رده‌وامیا بوویه‌رێن به‌رگێ یه‌کێ یه‌. ٦٦٥ به‌رپه‌رێن ڤی به‌رگی ده‌ستهلاته‌کا هه‌ڕمی، ده‌ستدرێژکار و د ناڤ خوه‌ دا هلوه‌شیایی، ژ ناڤ دا نیشا مه‌ دده‌ و مه‌ پێ ڕا دبه‌ هه‌تا کێلیێن دووماهیێ یێن هه‌ڕفینا وێ. خوه‌نده‌ڤان بێهتر دکه‌ڤه‌ ناڤ هوورگلیێن که‌ساتیا کاردۆیی، ژیان و مژوولاهی و پیلانێن وی یێن ڕۆژانه‌ و کا د ئه‌نجامێ دا چ ب سه‌رێ وی و باژێرێ ئاگڕۆکێ دهێ.

پشتی سه‌رکه‌فتنا کاردۆیی و ده‌سته‌کا وی د هلبژارتنان دا، ئه‌و ده‌ستهلاتا خوه‌ ل سه‌ر باژێرێ ئاگڕۆکێ قایمتر دکه‌ و د ناڤ له‌پێن وی دا ملکێ ده‌وله‌تێ، یێ پارتیێ و یێن وی یێن تایبه‌ت ته‌ڤلهه‌ڤ دبن و ئێدی وه‌سا ڕه‌فتارێ دکه‌، هه‌روه‌کی هه‌ر که‌س و هه‌رتشت و هه‌می باژێر ملکێ وی یه‌ و که‌س ژ وی پێهه‌لتر نینه.


ئه‌و ب ڕێیا ترساندن و گه‌نده‌لی و خاپاندنێ ده‌وله‌مه‌ندتر دبه‌ و ئاژانێن خوه‌ ل هه‌ر ده‌را باژێری به‌لاڤ دکه‌ و تڕس و سه‌همێ دئێخه‌ ناڤ خه‌لکێ باژێری. کارمه‌ندێن کو ب وی ڕا کار دکن و هێزا کو وی دپارێزه‌ و ل به‌ر خزمه‌تا وی یه‌، ژ کرێتکرن و بێروومه‌تکرن و زۆرداریا وی خلاس نابن و که‌س، یان ژ به‌ر پاراستنا به‌رژه‌وه‌ندیێن خوه‌ یان ژ تڕسێ بسته‌هـ ناکه‌ ل به‌ر ده‌ڤێ وی بده‌ یان گازنده‌یێن خوه‌ بگه‌هینن جهێن بلندتر.

کاردۆ ب وێ ژی به‌س ناکه‌ و به‌لا خوه‌ و بێ ئاگاهدارکرنا سه‌رکردایه‌تیا پارتیا خوه‌ ل پارتیێن هه‌ڤالبه‌ند ژی ل باژێرێ ئاگرۆکێ دده‌ و چه‌ند ڕێبه‌رێن وان ب ڤه‌شارتی ژ ناڤ دبه‌. ئه‌و، ژ بۆ نموونه‌ ڕێبه‌ره‌کێ پارتیه‌کێ ل باژێرێ ئاگرۆکێ ب ناڤێ مه‌لا شه‌ره‌فی، کو بێترس دئاخفت و کاردۆ ڕه‌خنه‌ دکر، ب ده‌ستێن ڕه‌شه‌کێن خوه‌ ژ ناڤ بیستانێ وی دڕه‌ڤینه‌ و د زیندانه‌کا ڤه‌شارتی د سه‌رداڤا خانیه‌کی دا ‌ ئازار ددە و ل داویێ ئه‌و ب لێدان و برسیکرنێ دمره.


هه‌ر چه‌ند ئه‌و د هێرشه‌کا هێزه‌کا وان دا بۆ سه‌ر هێزێن پارتیه‌کا دی یا کوردی بریندار دبه‌، لێ پۆزبلندی و دکتاتۆریا وی وه‌ها ل وی دکه‌ کو ئه‌و باوه‌ر ناکه‌ ئه‌و ب گوڵه‌یێن نه‌یاران بهێ کوشتن. لێ ڕۆژه‌کێ، ل نێزیکی باره‌گه‌هێ وی، دو مالبات ل سه‌ر زارۆک و مریشکان ب شه‌ر دچن و ئه‌و خوه‌ ناگره‌ و ده‌بانجه‌یا خوه‌ ب ده‌ستێ خوه‌ دگره‌ و دکه‌ڤه‌ ناڤ ئاگرێ هه‌ردو مالباتان و گۆتنێن گه‌له‌ک کرێت دبێژه‌ وان. د ناڤ وێ هەنگامەیێ دا گوڵه‌یه‌ک ژ په‌نجه‌ره‌یه‌کێ داویێ ب ژیانا وی دئینه.


وه‌ختێ خه‌لکێ باژێری دزانه‌ کو كاردۆیێ دکتاتۆر نه‌ما، ئێدی هێرشێ دکن سه‌ر بنگه‌هـ و باره‌گه‌هێن ده‌ستهلاتێ ژ بۆ ژناڤبرنا وان که‌سێن ئه‌و ب سالان ئیزا دانه‌ و ئاگرۆک ل وان کریه‌ ئاگر و زیندان.


ڤی كاردۆیێ کو هزر دکر هایا وی ژ هەر کەسی و هەر تشتی هەیە، هەتا رۆژەکێ بەری کوشتنا خوە، نەدزانی کو رەشەکێ وی جۆتۆ، یێ کو وی رکەبەرێن خوە ب دەستێن وی دکوشتن، دەستدرێژی کربوو سەر یارا وی یا ب سالان عەزیزایێ و ئەو د ژییێ سنێلیێ دا ژ کەچینیێ خستبوو.

گه‌له‌ک چیرۆک و سه‌رهاتی د ڤی به‌رگی دا هه‌نه‌ و یه‌ک ژ یێن بالکێش یا تیتۆیی یه‌. ئه‌و د به‌رگێ یه‌کێ یێ ڕۆمانێ دا وه‌کی که‌سه‌کێ خوه‌نده‌، وه‌لاتپه‌روه‌ر و ئه‌ندامه‌کێ پارتیا ده‌ستهلاتداره‌. ئەو وه‌کی ڕکه‌به‌رێ کاردۆیی د هلبژارتنان دا پشکدار بوو و تێ دا سەرنەکەفت. وی دیکتاتۆری و گه‌نده‌لیا کاردۆیی ل جه‌م دۆستێن خوه‌ یێن نێزیک ڕه‌خنه‌ دکر، لێ بسته‌هـ نه‌دکر وێ ڕاستیا خوه‌ ڕووبڕوویێ کاردۆیی ب خوه‌ بکه.


حالێ تیتۆیی نه‌ ئه‌و قاس باشه‌ و د خانیه‌کێ که‌ڤن دا‌ یه‌. لێ پشتی کو که‌ڤنه‌ دۆستێ خوە جه‌مال گرسکی دبینە‌، کو ژ ده‌رڤه‌ هاتیه‌، هه‌ر تشتێ وی دهێ گوهۆرین. ئه‌و دبه‌ ڕێڤه‌به‌رێ کۆمپانیایێن جه‌مالی یێن تیجاره‌تێ ل پیرکه‌ڤیا و حالێ وی خوه‌شتر دبه.


تیتۆ یێ خودان ژن و زارۆک ئێدی دخوازه‌ ئه‌و ژی وه‌کی کاردۆیی ببه‌ خودان ژنه‌کا دن و خودان خانیه‌کێ باشتر. ئه‌و چاڤێن خوه‌ به‌ر دده‌ نازکێ، پارێزه‌را کو ل نک وی ل کۆمپانیایێ کار دکر و ئێدی وه‌کی ژن و مێرێن نه‌ ڕه‌سمی ڕه‌فتارێ ب هه‌ڤوودو ڕا دکن. ڕۆژه‌کێ ئه‌و ب نازکێ ڕا دچه‌ مال، بۆ جه‌م دایکا وێ و برایێ وێ پێ دزانه‌ و هێرشێ دکه‌ سه‌ر وان. نازک و دایک دهێن کوشتن و تیتۆ ژی ب دژواری بریندار دبه‌. پاشی ئه‌م دبینن تیتۆیێ بریندار د خانیه‌کێ نوو د تاخه‌کا ده‌وله‌مه‌ندان دا دژی و پاشی ب جه‌مالی ڕا،‌ ژ بۆ چاره‌سه‌ریێ و به‌لکی مانا هه‌رتمی دچه‌ ئەوسترالیایێ.


خوه‌ندنا ڤێ به‌رهه‌مێ گه‌له‌ک پرسیاران ده‌رباره‌یێ سنۆرێن د ناڤبه‌را ملکێ تایبه‌ت و ملکێ پارتیێ و ملکێ ده‌وله‌تێ، د ناڤبه‌را یا به‌رژه‌وه‌ندیێن پارتیا ده‌ستهلاتدار و به‌رژه‌وه‌ندیێن حکوومه‌تا ئه‌و تێ دا و گه‌له‌کێن دن دئازرینه.

söndag 11 oktober 2020

Beheşta agirî (Pişka yekê)

 

Navê kitêbê: Beheşta agirî (Pişka yekê)

Nivîskar: Tehsîn Navişkî

Weşanxane: Weşanxaneya Spîrêz

Sala weşanê: 2011

Hejmara rûpelan: 617 


 

Hindî haya min jê heye, ev romana herî dirêj ya devera Behdînanê û belkî jî ya kurdiya kurmancî jî ye. Ev roman du cild din û hejmara rûpelên her du cildan li ser hev dibe 1282.

Beheşta agirî romaneka siyasî-civakî ye derbareyê desthilatê li herêmeka kurdî, şerê navxwe, bazirganên şerî, sextekariyên di hilbijartin û dengdanê de, dehmanpîsî, direw û gendeliya li her derê belav e.

Hemî qewimînên vê pişka yekê ya romana Beheşta agirî li herêmeka kurdî, ku ji bajêrên Agirokê, Pîrkeviya û Megoşa û gundewarên wan pêk dihên çê dibin. Hizba Sosyaldemokrat ya Pêşneg li wê herêmê desthilatdar e. Berpirsiyarê dezgehê Xetîre Pênc yê hizbê li Agiroka, Kardo Miqdad Tîşkî ye.

Kardo kesekê ne pir xwende ye, berjewendparêz û gendel e û heta nizane navê partîya xwe jî bi duristî bi lêv bike.Di ser wê ra ku wî sê jin hene, lê ew her dixwaze destê xwe dirêj bike her jina dilê wî diçeyê. Ew hemî hêz û senga xwe didie domandin û berferehkrina desthilat û mal û milkê xwe. Ew ji bo vê çendê kesên jê ra û ji bo pereyan dibêjin belê li dor xwe kom dike û hevrikên xwe bi bertîl û tirsandin û gefan bêdeng dike yan ji nav dibe.

Ev wêne û bi taybetî yê bazirganiya şerî di demê şerekê navxweyî da zelaltir dibe. Ew xelkê ku Kardo dibe berokên şerî li dijî hêza bermaber ya Lîberalan, ne maşê timam distînin, ne jî xwarn, ne cil û çekê pêwîst jê ra dihên berdest kirin. Kardo û yên wekî wî yên şerî birêve dibin, bi wê ve mijûl in ka ew çawa bêtir pereyan ji vî şerî qezenc bikin. Ji bilî ku ew pereyan ji miaşên wan çekdaran dibirin û ji xwe ra radikin, herweha çekdarên wehmî jî ji bo miaşan qeyd dikin. Serkêşiya li rexekî bi xwe û qezenckirina ji şerî û bi xweşiyên xwe ve mijûl û  şervanên bêîrade û bêhîvî li hemeber hêza din dişkên û paşde vedigerin.

Lê ev hemî nabin egera wê ku serkirdayetiya bi ser wan da, li gor encaman gavan bihavêje û guhorînan bike, lê li şunê Kardo; serkêşê wî şerê şkestî û gendelkar berdewam dibe. Ev jî diyar dike ku haya serî ji wan heye û Kardo û yên wekî wî, bi wan kiryar û reftarên xwe nûneriya yên ji xwe bilindtir dikin. Kardo û yên wî li dor xwe komkirine di desthilat û zêdegavî û destdirêjiyên xwe da berdewam dibin.

Salekê piştî wî şerê navxwe Kardo xwe ji bo hilbijartinên birêveberiya herêmê namzed dike û li vê derê baştir rastiya hilbijartinan û sextekariyên tê de, li hember xebat û îradeya lawaz ya hevrikên wî yên wekî Tîtoyî berçav dibe. Kardo xap û bertîl û gefan û zêdegaviyê li ser rêdarên hilbijartinan dike, ji bo ku li gel dûvelankên xwe di hilbijartinan da serbikeve û encam jî dibe ya wî xwestî.

Ev pişka yekê ya vê romanê pir e ji çîrok, serhatî û bi sedan kesên ku di rûdan û sohbetên wê da rola xwe dibînin. Wênyekê mezin di vê romanê da li ser civaka ku dihê birsî û neçar kirin ji bo ku her hewcedarî wê desthilatê û mana wê bibe, xwe berçav dike, lê dengên ji rewşa heyî nerazî  , kêm jî bin, li vir û li wir car bo car dihên bihîstin.

Ji rûpelê 300: ”Ma bo çi xanîyan temîr nakin?! Dukan û muxazata zêde nakin?! Her şev kiçkekê ji kçînî naêxin?! Bi hizaran, xwelîserên ji terzê min yê li bin destî, vêca ew û bextê xwe çi bidinê û nedinê, mêr nîne mihasiba wan biket.”

 

ناڤێ کتێبێ: بەهەشتا  ئاگری (پشکا ئێکێ)

نڤیسکار: تەحسین ناڤشکی

وەشانخانە: سپیرێز ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١١

هەژمارا رووپەلان: ٦١٧

 

 

هندی هایا من ژێ هه‌یه‌، ئه‌ڤ ڕۆمانا هه‌ری دڕێژ یا ده‌ڤه‌را به‌هدینانێ و به‌لکی ژی یا کوردیا کورمانجی ژی یه‌. ئه‌ڤ ڕۆمان دو جلدن و هه‌ژمارا ڕووپه‌لێن هه‌ر دو جلدان ل سه‌ر هه‌ڤ دبە ١٢٨٢.

 

به‌هه‌شتا  ئاگری ڕۆمانه‌کا سیاسی-جڤاکی یه‌ ده‌ڕباڕه‌یێ ده‌ستهلاتێ ل هه‌رێمه‌کا کوردی، شه‌ڕێ ناڤخوه‌، بازرگانێن شه‌ری، سه‌خته‌کاریێن د هلبژارتن و ده‌نگدانێ دا، ده‌همانپیسی، دره‌و و گه‌نده‌لیا ل هه‌ر ده‌ڕێ به‌لاڤە.

 

هه‌می قه‌ومینێن ڤێ پشکا یه‌کێ یا ڕۆمانا به‌هه‌شتا ئاگری ل هه‌رێمه‌کا کوردی، کو ژ باژێرێن ئاگرۆکێ، پیرکه‌ڤیا و مه‌گۆشا و گونده‌وارێن وان پێک دهێن، چێ دبن. حزبا سۆسیالده‌مۆکرات یا پێشنه‌گ ل وێ هه‌رێمێ ده‌ستهلاتداره‌. به‌رپرسیارێ ده‌زگه‌هێ خەتیرە پێنج یێ وێ حزبێ ل ئاگرۆکا کاردۆ مقداد تیشکی یه.

کاردۆ که‌سه‌کێ نه‌ پڕ خوه‌نده‌ یه‌، به‌ڕژه‌وه‌ندیپاڕێز و گه‌نده‌له‌ و حەتا نزانە ناڤێ پارتیا خوە ژی ب دورستی بلێڤ بکە. د سەر وێ را کو وی سێ ژن هه‌نە، لێ ئەو هەر دخوازه‌ ده‌ستێ خوه‌ درێژ بکه‌ هه‌ر ژنا دلێ وی دچه‌یێ. ئه‌و هه‌می هێز و سه‌نگا خوه‌ دده‌ دۆماندن و به‌رفه‌ره‌هکرنا ده‌ستهلات و مال و ملکێ خوه.‌ ئەو ژ بۆ ڤێ چەندێ ژی که‌سێن ژێ ڕا‌ و ژ بۆ په‌ره‌یان دبێژن به‌لێ ل دۆڕ خوه‌ کۆم دکه‌ و هه‌ڤڕکێن خوه‌ ب به‌رتیل، ترساندن و گه‌فان بێده‌نگ دکه‌ یان ژ ناڤ دبه.

ئه‌ڤ وێنه‌، ب تایبه‌تی یێ بازرگانیا شه‌ڕی د ده‌مێ شه‌ره‌کێ ناڤخوه‌یی دا بەرچاڤتر دبه‌. ئه‌و خه‌لکێ کو کاردۆ دبه‌ به‌رۆکێن شه‌ری ل دژی هێزا به‌رامبه‌ر یا لیبه‌رالان، نه‌ معاشێ تمام دستینن، نه‌ ژی خوارن، نه‌ جل و چه‌کێ پێویست ژێ ڕا دهێن به‌رده‌ست کرن. کاردۆ و یێن وه‌کی وی یێن شه‌ڕی برێڤه‌ دبن، ب وێ ڤه‌ مژوولن کا ئه‌و چاوا بێتر په‌ره‌یان ژ ڤی شه‌ری قه‌زه‌نج بکن. ژ بلی کو ئه‌و په‌ره‌یان ژ معاشێن وان چه‌کداران دبڕن و ژ خوه‌ ڕه‌ ڕادکن، هه‌روه‌ها چه‌کدارێن وه‌همی ژی ژ بۆ معاشان قه‌ید دکن. سه‌رکێشیا ل رەخەکی ب خوه‌ و قه‌زه‌نجکرنا ژ شه‌ڕی وب خوه‌شیێن خوه‌ ڤه‌ مژوول و  شه‌رڤانێن بێئیراده‌ و بێهیڤی، ل هه‌مه‌به‌ر هێزا دن دشکێن و پاشده‌ ڤه‌دگه‌رن.

 

ئه‌ڤ هه‌می نابن ئه‌گه‌را وێ کو سه‌رکردایه‌تیا ب سه‌ر وان دا ل گۆر ئه‌نجامان گاڤان بهاڤێژه‌ و گوهۆرینان بکە، لێ کاردۆ؛ سه‌رکێشێ وی شه‌رێ شکه‌ستی و گه‌نده‌لکار به‌رده‌وام دبە. ئەڤ ژی دیار دکە کو هایا سه‌ری ژ وان هەیە وكاردۆ و یێن وه‌کی وی ب وان کریار و ڕه‌فتارێن خوه‌ نوونه‌ریا یێن ژ خوه‌ بلندتر دکن. کاردۆ و یێن کو وی ل دۆر خوه‌ کۆمکرنه‌ د ده‌ستهلات و زێده‌گاڤی و ده‌ستدرێژیێن خوه‌ دا به‌رده‌وام دبن.

 

ساله‌کێ پشتی وی شه‌رێ ناڤخوه‌ کاردۆ خوه‌ ژ بۆ هلبژارتنێن برێڤه‌به‌ریا هه‌رێمێ بەربژێر دکه‌ و ل ڤێ ده‌رێ باشتر ڕاستیا هلبژارتنان و سه‌خته‌کاریێن تێ دا و خه‌بات و ئیراده‌یا لاواز یا هه‌ڤرکێن کاردۆیی یێن وه‌کی تیتۆیی به‌رچاڤ دبه‌. کاردۆ خاپ و به‌رتیل و گه‌فان و زێده‌گاڤیێ ل سه‌ر ڕێدارێن هلبژارتنان دکه‌ ژ بۆ کو ل گه‌ل دووڤه‌لانکێن خوه‌ د هلبژارتنان دا سه‌ربکه‌ڤه‌ و ئه‌نجام ژی دبه‌ یا وی خوه‌ستی.

 

ئه‌ڤ پشکا یه‌کێ یا ڤێ ڕۆمانێ پره‌ ژ چیرۆک، سه‌رهاتی و ب سه‌دان که‌سین کو د روودان و سۆحبه‌تێن وێ دا ڕۆلا خوه‌ دبینن. وێنیه‌کێ مه‌زن د ڤێ رۆمانێ دا ل سه‌ر جڤاکا کو دهێ برسی و نه‌چار کرن ژ بۆ کو هه‌ر هه‌وجه‌داری وێ ده‌ستهلاتێ و مانا وێ ببه‌، خوە به‌رچاڤ دکه‌، لێ ده‌نگێن ژ ڕه‌وشا هه‌یی نه‌رازی ژی، هەر چەند کێم بن ژی، ل ڤر و ل ور جار بۆ جار دهێن بهیستن.

 

ژ رووپەلێ ٣٠٠: "ما بۆ چی خانییان تەعمیر ناکەن؟! دوکان و موغازاتا زێدە ناکەن؟!هەر شەڤ کچەکێ ژ کچینی نائێخن؟! ب هزاران، خوەلیسەرێن ژ تەرزێ من یێ ل بن دەستی، ڤێجا ئەو و بەختێ خوە چ بدەنێ نەدەنێ، مێر نینە محاسبا وان بکەت"

torsdag 17 september 2020

Êva, temamtirîn çêkirîya Xudê

Navê kitêbê: Êva, temamtirîn çêkirîya Xudê   

Nivîskar: Diyar Eredinî

Weşanxane: Pirtûkxaneya Atra

Sala weşanê: 2018

Hejmara rûpelan: 250


 

Ev roman viyan û kerbê, Mem û Zîn û Bekoyî bi vebêjî û kirasekê din pêşkêşî xwendevanan dike. Herweha balê dikêşe ser pirsa maytêkirina dayûbaban di biryara şûkirina keçan da û sinordarkirina azadiya kesî di hilbijartina subehîya xwe da.

Viyar xortek e, xwendina endazyarîyê temam kiriye, dayik û bab lê mirine û ew ji wî malê wan jê ra hiştibû, xaniyekî ji xwe ra ava dike û dikaneka gulavfiiroşîyê jî vedike. Wî û Aryyayê gelek hez ji hevûdu dikir, lê Aryayê da dû biryara malbatê û şû bi wî kir yê wan jê ra hilbijartî û Viyar hêla. Pey vê bûyerê Viyarî dilê xwe li ber keçan girt û xwe da karê xwe yê gulavfiroşiyê heta ku Êva bû bikira wî ya gulavê û dilê wî li ber xwe vekir û herduyan gelek hez ji yekûdu kir.

Arêşeya Êvayê ew bû ku babê wê nemabû û mamê wê xwe bi xudanê wan dizanî û jê dixwest şû bi kurê wî Eşresî bike. Zêdebarî vê, kurmamê wê yê ku meyvexwer û diz bû, yê ku her li dû destdirêjî û pûçatîyan bû, bela xwe ji wê venedikir û digotê te bivêt û nevêt tu ya min î.

Piştî bêhêvîbûna xwe azadkirinê ji gefên kurmamî, Êva û Viyar biryarê didin ji xwe ra bi hev re bijîn û Viyar bi xwe odeyeka nihînî li bin metbexa mala xwe ava dike. Êva jî nameyekê ji dayika xwe ra dihêle ku ew xwe dihavêje avê û xwe dikuje. Lê ew li şûna wê diçe mala Viyarî û bi nihênî, di wê odeya li bin eredî da pê ra dijî û piştî demekî Êva ducan dibe. Viyar jî dikana xwe difiroşe û ji bo ku her nêzîkî Êvayê bibe, li bîstanê bi rex malê ve kar dike.

Hemî, piştî gelek lêgeryanê ji dîtina Êvayê bêhîvî dibin, lê Eşres dixwaze wê bibîne û tola xwe jê vebike. Ew di odeya wê da komputera wê dibîne û bi porgramekê hemî wan wêne û vîdyoyên jê havêtî vedigerîne nav. Ew di nav wan de vîdyoyên mala Viyyarî dibîne û wê odeya nihînî ya wî ava dikir. Êdî ew çend rojan çavdêrîya wan dike û dixwaze wan bi terzekê pirî jan ji nav bibe. Rojekê Êva ji Viyarî dixwaze ew wê bibe derve da, piştî ew qas roj û mehên li bin erdî, bêhin bike bayê derve.

Viyar kincên xwe yên kuran dike ber Êvayê û wê bi şev derdixe derve û piyaseyekê di nav wan bîstan û baxên nêzîk da dikin. Di wan kêlîkan da Eşres li wê derê bû, çavdêrîya wan dikir. Ku wî dît ew ji xanî dûrketin, ew yekser ket nav odeya wan ya nihînî û her çi av û xwarina hebû jê derxist û xwe di xanîyî da li ber wan veşart. Viyar û Êva paşî vedigerin û dadikevin odeya xwe yan binerd û di wê gavê da Eşres derîyî bi ser wan da digire û wan di wê odeyê da zîndan dike. Her du çend rojan dimînin girtî û demê Eşres pê dizane ku ew êdî bê taqet û bê hiş bûne, ew dadikev odeya bin erdî û herdu kelexên bêliv, li ser textî razandî dibîne. Êva hema çavên xwe vedike û nimnimekê dike û Eşres jê fehim dike ku ew avê dixwaze û diçe pey avê, lê ne ji bo ku bideyê, bes ji bo ku li ber çavên wê vexwe û wê bêhtir azar bide. Her ku ew ji dergehê odeyê serdikeve silal darek bi pişta serê wî dikeve û dixe erdî. Ew kesê dar lê xistî hevalê Viyarî, Azar bû ku hatibû seredana wî û bala wî ketibû ser Eşresî û têgehişibû ka mesele çi ye û weha ew dar lêxist û polîs agahdar kirin û herdu birin nexweşxaneyê.

Em li dawiyê dizanin ku Eşres hatiye zîndan kirin, Êva û kurê wê Êvyar li gel dayika Êvayê li mala xwe ne û du sal bi ser bûyerê da borîne û Viyar sax e, lê di bêhişîyê da ye û Êva bi hîvî ye ku ew rojekê hişyar be û wan hembêz bike.

Behsê gelek pirs û babetan û kesên din jî di vê romanê da dihên kirin wek Yûsifê cîranê Viyarî û hevalê wî Arazî û hevalê bapîrê wî Cengîzî.

Ji rûpelê 179: ”Erê û nuke dibêjit du bendeyên min hemû viyana min virêkirî ser erdî ya bo xwe birî û yê bi nihênî ve didin êkûdu! Êva, li vî bajêrî viyan bi nihênî dihêt parvekirin û kerb û kîn bi aşkerayî. Jidayikbûn bi nihênî ye di jorekê da û kuştin bi aşkerayî.”

 

‌ ناڤێ کتێبێ: ئێڤا، تەمامترین چێکرییا خودێ

نڤیسکار: دیار ئەرەدنی

وەشانخانە: پەرتووکخانەیا ئاترا

سالا وەشانێ: ٢٠١٨

هەژمارا رووپەلان: ٢٥٠

 

ئه‌ڤ ڕۆمان ڤیان و که‌ربێ، مه‌م و زین و به‌کۆیی ب ڤه‌بێژی و کراسه‌کێ دن پێشکێشی خوه‌نده‌ڤانان دکه‌. هه‌روه‌ها بالێ دکێشه‌ سه‌ر پرسا مایتێکرنا دایووبابان د بریارا شووکرنا که‌چان دا و سنۆردارکرنا ئازادیا که‌سی د هلبژارتنا سوبه‌هیا خوه‌ دا.

ڤیار خۆرته‌که‌، خوه‌ندنا ئه‌ندازیارییێ تەمام کریه‌، دایک و باب لێ مرنه‌ و ئه‌و ژ وی مالێ وان ژێ ڕا هشتبوو، خانییه‌کی ژ خوه‌ ڕا ئاڤا دکه‌ و دکانه‌کا گولاڤفرۆشییێ ژی ڤه‌دکه‌. وی و ئاریایێ گه‌له‌ک حه‌ز ژ هه‌ڤوودو دکر، لێ ئاریایێ دا دوو بریارا مالباتێ و شوو ب وی کر یێ وان ژێ ڕا هلبژارتی و ڤیار هێلا. په‌ی ڤێ بوویه‌رێ ڤیاری دلێ خوه‌ ل به‌ر کچان گرت و خوه‌ دا کارێ خوه‌ یێ گولاڤفرۆشیێ هه‌تا کو ئێڤا بوو بکرا وی یا گولاڤێ و دلێ وی ل به‌ر خوه‌ ڤه‌کر و هه‌ردویان گه‌له‌ک حه‌ز ژ یه‌کوودو کر.

ئارێشه‌یا ئێڤایێ ئه‌و بوو کو بابێ وێ نه‌مابوو و مامێ وێ خوه‌ ب خودانێ وان دزانی و ژێ دخوه‌ست شوو ب کورێ وی ئه‌شره‌سی بکه‌. زێده‌باری ڤێ، کورمامێ وێ یێ کو مه‌یڤه‌خوه‌ر و دز بوو، یێ کو هه‌ر ل دوو ده‌ستدرێژی و پووچاتییان بوو، به‌لا خوه‌ ژ وێ ڤه‌نه‌دکر و دگۆتێ ته‌ بڤێت و نه‌ڤێت تو یا منی.

پشتی بێهێڤیبوونا خوه‌ ئازادکرنێ ژ گه‌فێن کورمامی، ئێڤا و ڤیار بریارێ ددن ژ خوه‌ ڕا ب هه‌ڤ ڕه‌ بژین و ڤیار ب خوه‌ ئۆده‌یه‌کا نهینی ل بن مه‌تبه‌خا مالا خوه‌ ئاڤا دکه‌. ئێڤا ژی نامەیه‌کێ ژ دایکا خوه‌ ڕا دهێله‌ کو ئه‌و خوه‌ دهاڤێژه‌ ئاڤێ و خوه‌ دکوژه‌. لێ ئه‌و ل شوونا وێ دچه‌ مالا ڤیاری و ب نهێنی، د وێ ئۆده‌یا ل بن ئه‌رهدی دا پێ ڕا دژی و پشتی ده‌مه‌کی ئێڤا دوجان دبه‌. ڤیار ژی دکانا خوه‌ دفرۆشه‌ و ژ بۆ کو هه‌ر نێزیکی ئێڤایێ ببه‌، ل بیستانێ ب ڕه‌خ مالێ ڤه‌ کار دکه.‌

هه‌می، پشتی گه‌له‌ک لێگه‌ریانێ، ژ دیتنا ئێڤایێ بێهیڤی دبن، لێ ئه‌شره‌س دخوازه‌ وێ ببینه‌ و تۆلا خوه‌ ژێ ڤه‌بکه‌. ئه‌و د ئۆده‌یا وێ دا کۆمپوته‌را وێ دبینه‌ و ب پۆرگرامه‌کێ هه‌می وان وێنه‌ و ڤیدیۆیێن ژێ هاڤێتی ڤه‌دگه‌رینه‌ ناڤ. ئه‌و د ناڤ وان دا ڤیدیۆیێن مالا ڤیاری دبینه‌ و وێ ئۆده‌یا نهینی یا وی ئاڤا دکر. ئێدی ئه‌و چه‌ند ڕۆژان چاڤدێرییا وان دکه‌ و دخوازه‌ وان ب ته‌رزه‌کێ پری ژان ژ ناڤ ببه‌. ڕۆژه‌کێ ئێڤا ژ ڤیاری دخوازه‌ ئه‌و وێ ببه‌ ده‌رڤه،‌ دا پشتی ئه‌و قاس ڕۆژ و مه‌هێن ل بن ئه‌ردی بێهن بکه‌ بایێ ده‌رڤه.‌

ڤیار کنجێن خوه‌ یێن کوران دکه‌ به‌ر ئێڤایێ و وێ ب شه‌ڤ ده‌ردخه‌ ده‌رڤه‌ و پیاسه‌یه‌کێ د ناڤ وان بیستان و باخێن نێزیک دا دکن. د وان کێلیکان دا ئه‌شره‌س ل وێ ده‌رێ بوو، چاڤدێرییا وان دکر. کو وی دیت ئه‌و ژ خانی دوورکه‌تن، ئه‌و یه‌کسه‌ه‌ر که‌ت ناڤ ئۆده‌یا وان یا نهینی و هه‌ر چ ئاڤ و خوارنا هه‌بوو ژێ ده‌رخست و خوه‌ د خانییی دا ل به‌ر وان ڤه‌شارت. ڤیار و ئێڤا پاشی ڤه‌دگه‌رن و دادکه‌ڤن ئۆده‌یا خوه‌ یا بنه‌رد و د وێ گاڤێ دا ئه‌شره‌س ده‌رییی ب سه‌ر وان دا دگره‌ و وان د وێ ئۆده‌یێ دا زیندان دکه‌. هه‌ر دو چه‌ند ڕۆژان دمینن گرتی و ده‌مێ ئه‌شره‌س پێ دزانه‌ کو ئه‌و ئێدی بێ تاقه‌ت و بێ هش بوونه‌، ئه‌و دادکه‌ڤ ئۆده‌یا بن ئه‌ردی و هه‌ردو که‌له‌خێن بێلڤ، ل سه‌ر ته‌ختی ڕازاندی دبینه‌. ئێڤا هه‌ما چاڤێن خوه‌ ڤه‌دکه‌ و نمنه‌کێ دکه‌ و ئه‌شره‌س ژێ فه‌هم دکه‌ کو ئه‌و ئاڤێ دخوازه‌ و دچه‌ په‌ی ئاڤێ، لێ نه‌ ژ بۆ کو بده‌یێ، به‌س ژ بۆ کو ل به‌ر چاڤێن وێ ڤه‌خوه‌ و وێ بێهتر ئازار بده‌. هه‌ر کو ئه‌و ژ ده‌رگه‌هێ ئۆده‌یێ سه‌ردکه‌ڤه‌ سلال داره‌ک ب پشتا سه‌رێ وی دکه‌ڤه‌ و دخه‌ ئه‌ردی. ئه‌و که‌سێ دار لێ خستی هه‌ڤالێ ڤیاری، ئازار بوو کو هاتبوو سه‌ره‌دانا وی و بالا وی که‌تبوو سه‌ر ئه‌شره‌سی و تێگه‌هشبوو کا مه‌سه‌له‌ چ یه‌ و وه‌ها ئه‌و دار لێ خست و پۆلیس ئاگاهدار کرن و هه‌ردو برن نه‌خوه‌شخانه‌یێ.

ئه‌م ل داویێ دزانن کو ئه‌شره‌س هاتیه‌ زیندان کرن، ئێڤا و کورێ وێ ئێڤیار ل گه‌ل دایکا ئێڤایێ ل مالا خوه‌ نه‌ و دو سال ب سه‌ر بوویه‌رێ دا بۆرینه‌ و ڤیار ساخه‌، لێ د بێهشییێ دا یه‌ و ئێڤا ب هیڤی یه‌ کو ئه‌و ڕۆژه‌کێ هشیار به‌ و وان هه‌مبێز بکه.‌

به‌حسێ گه‌له‌ک پرس و بابه‌تان و که‌سێن دن ژی د ڤێ ڕۆمانێ دا دهێن کرن؛ وه‌ک یووسفێ جیرانێ ڤیاری و هه‌ڤالێ وی ئارازی و هه‌ڤالێ باپیرێ وی جه‌نگیزی.

ژ رووپەلێ ١٧٩: "ئەرێ و نوکە دبێژت دو بەندەیێن من هەموو ڤیانا من ڤرێکری سەر ئەردی یا بۆ خوە بری و یێ ب نهێنی ڤە ددن ئێکودو! ئێڤا، ل ڤی باژێری ڤیان ب نهێنی دهیت پارڤەکرن و کەرب و کین ب ئاشکەرایی. ژدایکبوون ب نهێنی یە د ژۆرەکێ دا و کوشتن ب ئاشکەرایی."


fredag 11 september 2020

Şevên Prag

Navê kitêbê: Şevên Prag 

Nivîskar: Hesen Îbrahîm

Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li DIhokê

Sala weşanê: 2008

Hejmara rûpelan:


Mijara trawma, yan jî têkçûna derûnî ya piştî şerî û karesatan û kartêkirina wê li ser tenduristî û reftarên mirovî û pêwendiya wî bi dorhêlê ve, xwe bi ser vê romanê da sepandiye.

Hisên û Hesen her du kurd in û li Almanyayê penaber in û jinên wan hene û her yekî çar zarok jî hene. Hisên bi malbata xwe ve bi seredan, bi tirimbêla xwe, ji bajêrekê dî diçe mala Hesenî. Herdu zelam biryarê didin bi tena serê xwe, bê jin û zarok, derbasî aliyê dî yê sinoran bibin û ji xwe ra li Pragê keyfê bikin.

Li Pragê tirimbêla wan dihê dizîn û ji bilî wê jî ew diçin cihekî ku ew bûyereka berî deh salan di hişê Hesenî da sax dike û wî dibe nav wê rûdanê li wê cadeyê li Pragê bi serê wî û hevalên wî hatibû û ya berî wê bûyerê û ka çewa ew û her du heval li çiyayên Kurdistanê gihaûne hev û ka li wê derê çi hatibû serê wan.

Hesen li Kurdistanê bi Azad Hewlêrî û Elî Necefî ra pêşmerge bûn û ew heta li Almanyayê jî pêk ve penaber bûn. Ew berî deh salan çalakvanên siyasî bûn û li pragê, di rêyê da ber bi civîneka rikeberîya îraqî ve diçûn, demê sîxurên rijêma Sedamî êriş kir ser wan û di wê gullebarankirinê da herdu hevalên wî Azad û Elî hatin kuştin. Ev dibe xem û êşek û her bi wî ra dimîne û bandora xwe li jiyana wî dike.

Hesen û Hisên ji wê gera xwe ya Pragê vedigerin, lê Hesen nikare xwe ji ya qewimî û borîrojan û rewşa li Kurdistanê û bûyerên wê û hevalên wî yên bûne berpirsiyar û pişta xwe dane wî azad bike. Ew gelek dikeve bin bandora wê hemîyê û rewşa wî ya derûnî têk diçe. Em wî li dawiyê li Pragê dibînin û ew hewil didie bi vexwarin û kirîna seksê xwe ji bîr bike, lê di dûmahîyê da ew xwe dibîne bi tenê, hilweşiyayî, bê armanc, bê pere û û bê dost û mal.

Ji bilê serhatîyên Hesen û Hisênî, di nava bûyer û axiftinan de rexneyên civakî û siyasî û gelek pirsiyar xwe berçav dikin.

Ji romanê: ”Li ser cihê xwe yê xweş û tena xwe dirêj kir. Hest bi aramîyê kir. Xav bû, xwe mirand, diviya biniivit, diviya bo demekî hemî tişta ji bîr bikit, ji cîhanê dûr kevit. Guh li kesê nebit, tinê di gel giyanê xwe yê westiyayî bmînit.”

 

‌ ناڤێ کتێبێ: شەڤێن پراگ

نڤیسکار: حەسەن ئیبراهیم

وەشانخانە: ئێکەتیا نڤیسەرێن کورد ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠٠٨

هەژمارا رووپەلان: 

مژارا تراوما، یان ژی تێکچوونا ده‌روونی یا  پشتی شه‌ری و کاره‌ساتان و کارتێکرنا وێ ل سه‌ر ته‌ندورستی و رەفتارێن مرۆڤی و پێوه‌ندیا وی ب دۆرهێلێ ڤه‌، خوه‌ ب سه‌ر ڤێ ڕۆمانێ دا سەپاندیە.

حسێن و حه‌سه‌ن هه‌ر دو کوردن و ل ئالمانیایێ په‌نابه‌رن و ژنێن وان هه‌نه‌ و هه‌ر یه‌کی چار زارۆک ژی هه‌نه‌. حسێن ب مالباتا خوه‌ ڤه‌ ب سه‌ره‌دان، ب ترمبێلا خوه‌، ژ باژێره‌کێ دی دچە مالا حه‌سه‌نی. هه‌ردو زه‌لام بریارێ ددن ب ته‌نا سه‌رێ خوه‌، بێ ژن و زارۆک، ده‌رباسی ئالیێ دی یێ سنۆران ببن و ژ خوه‌ ڕا ل پراگێ که‌یفێ بکن.

ل پراگێ ترمبێلا وان دهێ دزین و ژ بلی وێ ژی ئه‌و دچن جهه‌کی کو ئەو بوویه‌ره‌کا به‌ری ده‌هـ سالان د هشێ حه‌سه‌نی دا ساخ دکه‌ و وی دبه‌ ناڤ وێ روودانا ل وێ جاده‌یێ ل پراگێ ب سه‌رێ وی و هه‌ڤالێن وی هاتبوو و یا بەری وێ بوویەرێ و کا چەوا ئەو و هەر دو هەڤال ل چیایێن کوردستانێ گهابوونە هەڤ و کا ل وێ دەرێ چ هاتبوو سەرێ وان.

حه‌سه‌ن ل کوردستانێ ب ئازاد هه‌ولێری و عه‌لی نه‌جه‌فی ڕا پێشمه‌رگه‌ بوون و ئه‌و هه‌تا ل ئالمانیایێ ژی پێک ڤه‌ په‌نابه‌ر بوون. ئه‌و به‌ری ده‌هـ سالان چالاکڤانێن سیاسی بوون و ل پراگێ، د ڕێیێ دا به‌ر ب جڤینه‌کا ڕکه‌به‌رییا عیراقی ڤه‌دچوون، دەمێ سیخورێن ڕژێما سه‌دامی هێرش کر سه‌ر وان و د وێ گوڵه‌بارانکرنێ دا هه‌ردو هه‌ڤالێن وی ئازاد و عه‌لی هاتن کوشتن. ئه‌ڤ دبه‌ خه‌م و ئێشه‌ک و هه‌ر ب وی ڕا دمینه‌ و باندۆرا خوە ل ژیانا وی دکە.‌

حه‌سه‌ن و حسێن ژ وێ گه‌را خوه‌ یا پراگێ ڤه‌دگه‌رن، لێ حه‌سه‌ن نکاره‌ خوه‌ ژ یا قه‌ومی و بۆریرۆژان و رەوشا کوردستانێ و بوویەرێن وێ و هه‌ڤالێن وی یێن بوونه‌ به‌رپرسیار و پشتا خوه‌ دانه‌ وی ئازاد بکه‌. ئه‌و گه‌له‌ک دکه‌ڤه‌ بن باندۆرا وێ هه‌مییێ و ڕه‌وشا وی یا ده‌روونی تێک دچه‌. ئه‌م وی ل داویێ ل پراگێ دبینن و ئه‌و هه‌ول دده‌ ب ڤه‌خوارن و کرینا سه‌کسێ خوه‌ ژ بیر بکه‌، لێ د دووماهییێ دا ئه‌و خوه‌ دبینه‌ ب ته‌نێ، هلوه‌شیایی، بێ ئارمانج، بێ په‌ره‌ و بێ دۆست و مال.

ژ بلی سەرهاتییێن حەسەن و حسێنی، دناڤا بوویەر و ئاخفتنان دا رەخنەیێن جڤاکی و سیاسی و گەلەک پرسیار خوە بەرچاڤ دکن.

ژ رۆمانێ: "ل سەر جهێ خوە یێ خوەش و تەنا خوە درێژ کر. هەست ب ئارامییێ کر، خاڤ بوو، خوە مراند، دڤیا بنڤت، دڤیا بۆ دەمەکی هەمی تشتا ژ بیر بکت. ژ جیهانێ دوور کەڤت، گوهـ ل کەسێ نەبت، تنێ دگەل گیانی خوە یی وەستیایی بمینت."

måndag 7 september 2020

Perîyên wêjeyê ji rojavayê welatî

Perîyên wêjeyê ji rojavayê welatî


Îro kitêba Perîyên wêjeyê, ya li ser edebiyata jinên kurd yên rojava, ji aliyê nivîskarê wê ve Fener Rojbiyanî, bi postê ji Almanyayê gehişt destê min.

Temet dinyayekê spas kekê Fener bo vê diyarîya gelek bihadar. Vê lêkolîn û antolojîya te ya dewlemend ez kêfxweş kirim. Ez êdî dikarim di kitêbekê da wêneyekê zelal li ser edebiyata jina kurd li rojavayê welatî bibînim.

Ev berhema 462-rûpelî bi lêkolîneka nivîskarî bi xwe dest pê dike û ew li ser ziman, folklor, edebiyata kurdî ya devkî, jin û rola wê di wêjeya kurdî da, rola rojnamegerîyê di pêşdebirina edebiyatê da, astengên di rêya nivîskarîya jinê da û têgeha edebiyata jina kurd e.

Fener Rojbiyanî karî di vê kitêbê da 42 nivîskarên jin ji rojavayê Kurdistanê, ji nifşên cuda, yên kevn û nû, her ji Rewşen Bedirxanê (1909 – 1992) heta ji dayikbûyîyên dawiyên salên notan bîne cem hev û zêdebarî nasandina wan, nimûne ji helbest û pexşanên wan ji xwendevana ra pêşkêş bike.

 

په‌رییێن وێژه‌یێ ژ ڕۆژئاڤایێ وه‌لاتی

ئیرۆ کتێبا په‌رییێن وێژه‌یێ، یا ل سه‌ر ئه‌ده‌بیاتا ژنێن کورد یێن ڕۆژئاڤا، ژ ئالیێ نڤیسکارێ وێ ڤه‌ فه‌نه‌ر ڕۆژبیانی، ب پۆستێ ژ ئالمانیایێ گه‌هشت ده‌ستێ من.

 ته‌مه‌ت دنیایه‌کێ سپاس که‌کێ فه‌نه‌ر بۆ ڤێ دیارییا گه‌له‌ک بهادار. ڤێ لێکۆلین و ئانتۆلۆژییا تە یا ده‌وله‌مه‌ند ئەز کێفخوه‌ش کرم. ئه‌ز ئێدی دکارم د کتێبه‌کێ دا وێنه‌یه‌کێ زه‌لال ل سه‌ر ئه‌ده‌بیاتا ژنا کورد ل ڕۆژئاڤایێ وه‌لاتی ببینم.

ئه‌ڤ به‌رهه‌ما ٤٦۲-رووپه‌لی ب لێکۆلینه‌کا نڤیسکاری ب خوه‌ ده‌ست پێ دکه‌ و ئەو ل سه‌ر زمان، فۆلکلۆر، ئه‌ده‌بیاتا کوردی یا ده‌ڤکی، ژن و ڕۆلا وێ د وێژه‌یا کوردی دا، ڕۆلا ڕۆژنامگه‌رییێ د پێشده‌برنا ئه‌ده‌بیاتێ دا، ئاسته‌نگێن د ڕێیا نڤیسکارییا ژنێ دا و تێگه‌ها ئه‌ده‌بیاتا ژنا کورده.‌

فه‌نه‌ر ڕۆژبیانی کاری د ڤێ کتێبێ دا ٤۲ نڤیسکارێن ژن ژ ڕۆژئاڤایێ کوردستانێ، ژ نفشێن جودا، یێن که‌ڤن و نوو، هه‌ر ژ ڕه‌وشه‌ن به‌درخانێ (۱۹۰۹ – ۱۹۹۲) هه‌تا ژ دایکبوویییێن داویێن سالێن نۆتان بینه‌ جه‌م هه‌ڤ و زێده‌باری ناساندنا وان، نموونه‌ ژ هه‌لبه‌ست و په‌خشانێن وان ژ خوه‌نده‌ڤانا ڕا پێشکێش بکه.‌