fredag 30 juli 2021

Du werz û janek

Navê kitêbê: Du werz û janek
Nivîskar: Enmar Selah
Weşanxane: Pirtûkxaneya Xanî li Dihokê
Çapxane: Tehran, Îran.
Sala weşanê: 2020
Hejmara rûpelan: 206


Du werz û janek romaneka civakî ye û ji bilî vegêrana serhatiya jinekê û mêr û yarê wê û dorhêla ew tê da dijîn, ew herweha bi pirsên felsefî û derûnî jî mişt e. Gelek pirsiyar jî rastî xwendevanî dibin, wek pirsiyara ka şaşî û rastiya reftaran bi dîtinên kesan yên jêk cuda yên derbarê wan reftaran ve girêdayî ye yan di reftaran bi xwe da ye.

Jîla xwendekara masterê ye û li zanîngehê jî kar dike. Mêrê wê Kardox berpirsekê asayişê ye. Jîla hez ji mêrê xwe dike, lê wê ji bilî mêrî dixwest yarek jî hebe ku hezên wê yên kûvî têr bike. Ew yar jî Morav bû yê heft salan ji wê biçûktir bû.

Şevekê nobeya mêrê wê bû li ser karî û ew li mala xwîşka xwe Tavînê bû. wê ew bi derfet dît ku li gel Moravî biçe derveyê bajêrî bo nav daristan û çolan. Ew û Morav di tirimbêlê da vedixwin, serxweş dibin û dildariyeka har dikin. Polîs bi ser wan da digire, Jîla di wê tariyê da û pêxas direve û Morav dihê girtin û li bingehekê polîsan jêpirsîn pê ra dihê kirin. Moravê serxweş rastiyê dibêje û navê jina pê ra bû û nekeftibû destê polîsan eşkere dike û polîs wî ber didin.

Jîla di wê tariyê da û bi pêyên birîndar xwe digehîne mala xwîşka xwe Tavînê û û spêdeyê birînên xwe li bingehekê tenduristiyê derman dike.

Kardox wê şevê li karî jêpirsînê li gel zilamekî dike ku wî jineka bi mêr biribû derve û dildarî pê ra kiribû. Wextê Kardox roja dû ra dihê mal û jina xwe di wî halî da dibîne û bersiveka zelal li ser wan birînan jê wernagire, şika wî diçe ser Jîlayê ku dibe ew bi wî zilamî ra bû. Lewma, ew roja dîtir wesa li wî zilamê desteserkirî dixe, eger polîsên li wê derê nebûna, dê wî ew kuştiba. Lê paşî diyar dibe ku ew zilam wê şevê li gel jineka dî bû.

Piştî demekê Jîla ducan dibe û ew li cem Kardoxê ku ew çend sal in ew pêk ve û wan zarok nebûye tiştekê çaverênekirî bû. Kardox piştî çend mehan pê dizane ku bingehekê polîsan, her wê şeva ew li nobeya xwe ya karî bû, zilamek girtibû û goya ew bi jina wî Jîlayê ra bû û jin neketibû nav destê polîsan û revî bû.

Êdî ew ji wê piştrast dibe ku jina wî xiyanet li wî kiriye û dibe ev zarok yê di zikê wê da jî ne yê wî be. Ew gelek êciz dibe û li jina xwe dixe û jiyanê lê tengav û nexweş dike. Lê naxwaze wê bikuje da ku ji ber wê nekeve zîndanan û naxwaze ber bide jî da hetka wî di nav nas û kesûkaran da neçe.

Her di heman demê da Morav li gel hevalê xwe Koçbarî bi qeçaxî çûbûye Tirkiyeyê. Wê şeva ku dê wan xwe li avê dabûya, Jîla telefona wî dike û dibêjeyê ew bi zarok e. Êdî ew, ji ber Jîlayê û zarokê di zikê wê da, dev ji sefera xwe ya ber bi Ewrûpayê ber dide û vedigere Dihokê. Ew peywendiyê bi jîlayê dike û her çende mamsoteyê wî şîretê lê dike ku ev karekê şaş e û divê ew ji bo silametiya Jîlayê û keça wê, xwe ji Jîlayê dûr bigire, lê ew her bi ya xwe dike.

Kardoxî bawerî bi Jîlayê namîne û ew carekê diçe gundî û ji wê derê bi rêya kamîreyên çavdêriyê, yên wî li mal danabûn, dibîne ku zilamek dihê mal cem jina wî û wê hembêz û maç dike û pê ra diçe di odeya wê ve. Êdî Kardox har û dîn dibe û vedigere mal û di wî demê Jîla tê da li mala dayika xwe bû, ew ji kerban da agirî ber dide odeya wê.

Herweha kçend zilaman dişîne ser Moravî û ew baş lê dixin ku bo demekê dirêj nikaribû rabe ser pêyan. Piştî wê agir ber dibe mala mamosteyî, yê ku Moravî pirsên xwe pê dikirin û şîret jê dixwest. Mamoste di wê şewatê da dimire.

Morav dizane ka kî li pişt van hemî bûyeran e, lê tevî wê jî ew dev ji Jîlayê û nexasme piştî keça wê bû ber nade. Lê Jîla, ya ku her çi qas hez ji Moravî jî dike, naxwaze keça xwe û mêrê xwe ji dest bide, lewma ew telefona wî blok dike.

Rewşa kardoxî ya derûnî têk diçe û qaşo ew bi şev ecinan dibîne. Morav jî ji ber nedîtina Jîlayê û keça wê rojekê pir têk diçe, vedixwe û deriyê odeya xwe digire û agirî ber dide wan cilkên wî ji keça xwe ra kirîbûn û mane li nik wî. Agir ber dibe milên wî, lê bab û bira deriyî vedikin û wî dibin nexweşxaneyê. Ew li wê derê pê dizane ku Jîlayê xwe sotiye û piraniya leşê wê ketiye ber agirî. Em li dawiyê dizanin ku Morav li mal e, hez nake çi jinekê bîne û heza wî bo Jîlayê jî berdewam e.

Gelek serhatî û kesayetî di vê romanê da diyar dibin wek mamosteyê ku şîretan li Moravî dike, mîna ku mamoste ew eql e yê Moravî ji dest dayî. Tavîn, xwîşka Jîlayê û peywendiya wê bi Moravî ra û herweha Nazan ya ku ji ewrûpayê hatî da şû bi Moravî bike. Hevalê wî Feryad yê ku herdem di tengaviyan da piştgirê wî bû. Çîroka jina êzidî û keça wê û reva ber bi Ewrûpayê.

 

ناڤێ کتێبێ: دو وه‌رز و ژانه‌ک

نڤیسکار: ئه‌نمار سه‌لاح

وه‌شانخانه‌: پرتووکخانه‌یا خانی ل دهۆکێ

چاپخانه‌: ته‌هران، ئیران

سالا وه‌شانێ: ٢٠٢٠ 

هه‌ژمارا ڕووپه‌لان: ٢٠٦ 

 

دو وه‌رز و ژانه‌ک ڕۆمانه‌کا جڤاکی یه‌ و ژ بلی ڤه‌گێرانا سه‌رهاتیا ژنه‌کێ و مێر و یارێ وێ و دۆرهێلا ئه‌و تێ دا دژین، ئه‌و هه‌روه‌ها ب پرسێن فه‌لسه‌فی و ده‌روونی ژی مشته‌. گه‌له‌ک پرسیار ژی ڕاستی خوه‌نده‌ڤانی دبن، وه‌ک پرسیارا کا شاشی و ڕاستیا ڕه‌فتاران ب دیتنێن که‌سان یێن ژێک جودا یێن ده‌ربارێ وان ڕه‌فتاران ڤه‌ گرێدایی یه‌ یان د ڕه‌فتاران ب خوه‌ دا یه‌.‌

ژیلا خوه‌نده‌کارا ماسته‌رێ یه‌ و ل زانینگه‌هێ ژی کار دکه‌. مێرێ وێ کاردۆخ به‌رپرسه‌کێ ئاسایشێ یه‌. ژیلا حه‌ز ژ مێرێ خوه‌ دکه‌، لێ وێ ژ بلی مێری دخوه‌ست یاره‌ک ژی هه‌به‌ کو حه‌زێن وێ یێن کووڤی تێر بکه‌. ئه‌و یار ژی مۆراڤ بوو یێ حه‌فت سالان ژ وێ بچووکتر بوو.

شه‌ڤه‌کێ نۆبه‌یا مێرێ وێ بوو ل سه‌ر کاری و وێ ئه‌و ب ده‌رفه‌ت دیت کو ل گه‌ل مۆراڤی بچه‌ ده‌رڤه‌یێ باژێری بۆ ناڤ دارستان و چۆلان. ئه‌و و مۆراڤ د ترمبێلێ دا ڤه‌دخون، سه‌رخوه‌ش دبن و دلداریه‌کا هار دکن. پۆلیس ب سه‌ر وان دا دگره‌، ژیلا د وێ تاریێ دا و پێخاس دره‌ڤه‌ و مۆراڤ دهێ گرتن و ل بنگه‌هه‌کێ پۆلیسان ژێپرسین پێ ڕا دهێ کرن. مۆراڤێ سه‌رخوه‌ش ڕاستیێ دبێژه‌ و ناڤێ ژنا پێ ڕا بوو و نه‌که‌فتبوو ده‌ستێ پۆلیسان ئه‌شکه‌ره‌ دکه‌ و پۆلیس وی به‌ر ددن.

ژیلا د وێ تاریێ دا و ب پێیێن بریندار خوه‌ دگه‌هینه‌ مالا خویشکا خوه‌ تاڤینێ و سپێده‌یێ برینێن خوه‌ ل بنگه‌هه‌کێ ته‌ندورستیێ ده‌رمان دکه.‌

کاردۆخ وێ شه‌ڤێ ل کاری ژێپرسینێ ل گه‌ل زلامه‌کی دکه‌ کو وی ژنه‌کا ب مێر بربوو ده‌رڤه‌ و دلداری پێ ڕا کربوو. وه‌ختێ کاردۆخ ڕۆژا دوو ڕا دهێ مال و ژنا خوه‌ د وی حالی دا دبینه‌ و به‌رسڤه‌کا زه‌لال ل سه‌ر وان برینان ژێ وه‌رناگره‌، شکا وی دچه‌ سه‌ر ژیلایێ کو دبه‌ ئه‌و ب وی زلامی ڕا بوو. له‌وما، ئه‌و ڕۆژا دیتر وه‌سا ل وی زلامێ ده‌سته‌سه‌رکری دخه‌، ئه‌گه‌ر پۆلیسێن ل وێ ده‌رێ نه‌بوونا، دێ وی ئه‌و کوشتبا. لێ پاشی دیار دبه‌ کو ئه‌و زلام وێ شه‌ڤێ ل گه‌ل ژنه‌کا دی بوو.

پشتی ده‌مه‌کێ ژیلا دوجان دبه‌ و ئه‌و ل جه‌م کاردۆخێ، کو ئه‌و چه‌ند سالن ئه‌و پێک ڤه‌ و وان زارۆک نه‌بوویه‌، تشته‌کێ چاڤه‌رێنه‌کری بوو. کاردۆخ پشتی چه‌ند مه‌هان پێ دزانه‌ کو بنگه‌هه‌کێ پۆلیسان، هه‌ر وێ شه‌ڤا ئه‌و ل نۆبه‌یا خوه‌ یا کاری بوو، زلامه‌ک گرتبوو و گۆیا ئه‌و ب ژنا وی ژیلایێ ڕا بوو و ژن نه‌که‌تبوو ناڤ ده‌ستێ پۆلیسان و ڕه‌ڤی بوو.

ئێدی ئه‌و ژ وێ پشتراست دبه‌ کو ژنا وی خیانه‌ت ل وی کریه‌ و دبه‌ ئه‌ڤ زارۆک یێ د زکێ وێ دا ژی نه‌ یێ وی به‌. ئه‌و گه‌له‌ک عێجز دبه‌ و ل ژنا خوه‌ دخه‌ و ژیانێ لێ ته‌نگاڤ و نه‌خوه‌ش دکه‌. لێ ناخوازه‌ وێ بکوژه‌ دا کو ژ به‌ر وێ نه‌که‌ڤه‌ زیندانان و ناخوازه‌ به‌ر بده‌ ژی دا هه‌تکا وی د ناڤ ناس و که‌سووکاران دا نه‌چه.‌

هه‌ر د هه‌مان ده‌مێ دا مۆراڤ ل گه‌ل هه‌ڤالێ خوه‌ کۆچباری ب قه‌چاخی چووبوویه‌ ترکیه‌یێ. وێ شه‌ڤا کو دێ وان خوه‌ ل ئاڤێ دابوویا، ژیلا ته‌له‌فۆنا وی دکه‌ و دبێژه‌یێ ئه‌و ب زارۆکه‌. ئێدی ئه‌و، ژ به‌ر ژیلایێ و زارۆکێ د زکێ وێ دا، ده‌ڤ ژ سه‌فه‌را خوه‌ یا به‌ر ب ئه‌ورووپایێ به‌ر دده‌ و ڤه‌دگه‌ره‌ دهۆکێ. ئه‌و په‌یوه‌ندیێ ب ژیلایێ دکه‌ و هه‌ر چه‌نده‌ مامۆسته‌یێ وی شیره‌تێ لێ دکه‌ کو ئه‌ڤ کاره‌کێ شاشه‌ و دڤێ ئه‌و ژ بۆ سلامه‌تیا ژیلایێ و که‌چا وێ، خوه‌ ژ ژیلایێ دوور بگره‌، لێ ئه‌و هه‌ر ب یا خوه‌ دکه.‌

کاردۆخی باوه‌ری ب ژیلایێ نامینه‌ و ئه‌و جاره‌کێ دچه‌ گوندی و ژ وێ ده‌رێ ب ڕێیا کامیره‌یێن چاڤدێریێ، یێن وی ل مال دانابوون، دبینه‌ کو زلامه‌ک دهێ مال جه‌م ژنا وی و وێ هه‌مبێز و ماچ دکه‌ و پێ ڕا دچه‌ د ئۆده‌یا وێ ڤه‌. ئێدی کاردۆخ هار و دین دبه‌ و ڤه‌دگه‌ره‌ مال و د وی ده‌مێ ژیلا تێ دا ل مالا دایکا خوه‌ بوو، ئه‌و ژ کەربان دا ئاگری به‌ر دده‌ ئۆده‌یا وێ.

هه‌روه‌ها چه‌ند زلامان دشینه‌ سه‌ر مۆراڤی و ئه‌و باش لێ دخن کو بۆ ده‌مه‌کێ درێژ نکاربوو ڕابه‌ سه‌ر پێیان. پشتی وێ ئاگر به‌ر دبه‌ مالا مامۆسته‌یی، یێ کو مۆراڤی پرسێن خوه‌ پێ دکرن و شیره‌ت ژێ دخوه‌ست. مامۆسته‌ د وێ شه‌واتێ دا دمره.‌

مۆراڤ دزانه‌ کا کی ل پشت ڤان هه‌می بوویه‌رانه‌، لێ ته‌ڤی وێ ژی ئه‌و ده‌ڤ ژ ژیلایێ و نه‌خاسمه‌ پشتی که‌چا وێ بوو به‌ر ناده‌. لێ ژیلا، یا کو هه‌ر چ قاس حه‌ز ژ مۆراڤی ژی دکه‌، ناخوازه‌ که‌چا خوه‌ و مێرێ خوه‌ ژ ده‌ست بده‌، له‌وما ئه‌و ته‌له‌فۆنا وی بلۆک دکه‌.

 ڕه‌وشا کاردۆخی یا ده‌روونی تێک دچه‌ و قاشۆ ئه‌و ب شه‌ڤ ئه‌جنان دبینه‌. مۆراڤ ژی ژ به‌ر نه‌دیتنا ژیلایێ و که‌چا وێ ڕۆژه‌کێ پر تێک دچه‌، ڤه‌دخوه‌ و ده‌ریێ ئۆده‌یا خوه‌ دگره‌ و ئاگری به‌ر دده‌ وان جلکێن وی ژ که‌چا خوه‌ ڕا کریبوون و مانه‌ ل نک وی. ئاگر به‌ر دبه‌ ملێن وی، لێ باب و برا ده‌ریی ڤه‌دکن و وی دبن نه‌خوه‌شخانه‌یێ. ئه‌و ل وێ ده‌رێ پێ دزانه‌ کو ژیلایێ خوه‌ سۆتیه‌ و پرانیا له‌شێ وێ که‌تیه‌ به‌ر ئاگری. ل داویێ ئه‌م دزانن کو مۆراڤ ل ماله‌، حه‌ز ناکه‌ چ ژنه‌کێ بینه‌ و حه‌زا وی بۆ ژیلایێ ژی به‌رده‌وامه.‌

گه‌له‌ک سه‌رهاتی و که‌سایه‌تی د ڤێ ڕۆمانێ دا دیار دبن وه‌ک مامۆسته‌یێ کو شیره‌تان ل مۆراڤی دکه‌، مینا کو مامۆسته‌ ئه‌و ئه‌قله‌ یێ مۆراڤی ژ ده‌ست دایی. تاڤین، خویشکا ژیلایێ و په‌یوه‌ندیا وێ ب مۆراڤی ڕا و هه‌روه‌ها نازان یا کو ژ ئه‌ورووپایێ هاتی دا شوو ب مۆراڤی بکه‌. هه‌ڤالێ وی فه‌ریاد یێ کو هه‌رده‌م د ته‌نگاڤیان دا پشتگرێ وی بوو. چیرۆکا ژنا ئێزدی و که‌چا وێ و ڕه‌ڤا به‌ر ب ئه‌ورووپایێ.


onsdag 28 juli 2021

Sê goşeya tawanê

Navê kitêbê: Sê goşeya tawanê
Nivîskar: Hesen Îbrahîm
Weşanxane: Rêveberiya çap û weşana Dihokê
Çapxane: Çapxaneya parêzgeha Dihokê
Sala weşanê: 2014
Hejmara rûpelan:


Sê goşeya tawanê romaneka dîrokî, belgeyî ye, behsa serhatiya her sê komkujiyên ermen, cuhî û kurdan dike.

Pişka yekem dest bi kuştara ermenan dike. Salumun 18 salî bû dema ku ermenên Erzincanê li ber çavên wî ber bi mirinê dihatin ajotin. Wî bi çavên xwe dît ka çawa dayika wî û her du birayên wî hatin kuştin û çawa cendirme û serbazên tirk destdirêjî kir ser xwîşka wî û ew bi xwe ra bir.

Di wê karesatê da dirbek bi serê wî dikeve û ew bi di bin kelexên kuştiyan da dimîne. Paşî ew xwe digehîne maleka kurdan li gundekî û kurd alîkariya wî dikin û xwe digehîne Îranê û paşî li Elmanyayê bicih dibe. Telet Paşa jî yê ku fermana kuştina xelkê wî dabû diçe Elmanyayê û Salumun û ermenên wê derê pê dizanin. Salumun erkê kuştina wî hil dide ser xwe û bi debanceyekê Telet Paşayî li Elmanya dikuje. Ew li ser wê kiryarê dihê girtin, lê dadgeh wî bê sûc dibîne û azad dike.

Di pişka duyem da vegêrana bûyerên komkujiya cuhîyan e. Her ji destpêkirina wê li Elmanya û biserdagirtina milk û malên wan û paşî girtina wan û bicihkirina wan di serbazgeh û girtîgehên taybetî da. Li gel berçavkirina awayên bikarînana wan, êşkencedan û jinavbirina wan, wek nimûne di sotingehan da.

Pişka sêyem ji bo enfalkirina kurdan li başûrê Kurdistanê hatiye terxankirin. Cih Helebce ye û Omerê Xawer kurê xwe Mihemedî bi sîngê xwe ve dişidîne, wek ku dixwaze wî biparêze û di revê da bayê mirinê ji wan digire ew bi kurê xwe ra dikevin ser erdî.

Tabloyeka êşbar li ser karesata Helece, enfala yekem û heta ya heştem û li ser girtin, komkujî, derbiderkirin û reva milyonî di vê berhemê da dihê berçavkirin.

Di pişka sêyem û ya dawiyê da sê rêving di trênekê da li Elmanyayê li hemberî yekûdu rûdinin, her yek ji wan pirtûkekê bi destê xwe digire û dixwîne. Yê cuhî li ser holokostê, yê fele li ser kuştara ermenan û yê kurd li ser enfalkirina kurdan. Ew pirtûk dibin egera hevnasîna wan û destpêkrina goûbêjekê di navbera wan da li ser kumkujiyên bi serê her sê miletan hatine.  

 

ناڤێ کتێبێ: سێ گۆشه‌یا تاوانێ

نڤیسکار: حه‌سه‌ن ئیبراهیم

وه‌شانخانه‌: ڕێڤه‌به‌ریا چاپ و وه‌شانا دهۆکێ

چاپخانه‌: چاپخانه‌یا پارێزگه‌ها دهۆکێ

سالا وه‌شانێ: ٢٠١٤ 

هه‌ژمارا ڕووپه‌لان:

 

سێ گۆشه‌یا تاوانێ ڕۆمانه‌کا دیرۆکی، به‌لگه‌یی یه‌، به‌حسا سه‌رهاتیا هه‌ر سێ کۆمکوژیێن ئه‌رمه‌ن، جوهی و کوردان دکه.‌

پشکا یەکەم دەست ب کوشتارا ئەرمەنان دکە. سالومون ١٨ سالی بوو دەما کو ئەرمەنێن ئەرزنجانێ ل بەر چاڤێن وی بەر ب مرنێ دهاتن هاژۆتن. وی ب چاڤێن خوە دیت کا چاوا دایکا وی و هەر دو برایێن وی هاتن کوشتن و چاوا جەندرمە و سەربازێن ترک دەستدرێژی کر سەر خویشکا وی و ئەو ب خوە ڕا بر. 

د وێ کاره‌ساتێ دا دربه‌ک ب سه‌رێ وی دکه‌ڤه‌ و ئه‌و ب د بن که‌له‌خێن کوشتیان دا دمینه‌. پاشی ئه‌و خوه‌ دگه‌هینه‌ مالەکا کوردان ل گونده‌کی و کورد ئالیکاریا وی دکن و خوه‌ دگه‌هینه‌ ئیرانێ و پاشی ل ئه‌لمانیایێ بجهـ دبه‌. ته‌لعه‌ت پاشا ژی یێ کو فه‌رمانا کوشتنا خه‌لکێ وی دابوو دچه‌ ئه‌لمانیا و سالومون و ئه‌رمه‌نێن وێ ده‌رێ پێ دزانن. سالومون ئه‌رکێ کوشتنا وی هل دده‌ سه‌ر خوه‌ و ب ده‌بانجه‌یه‌کێ ته‌لعه‌ت پاشایی ل ئه‌لمانیا دکوژه‌. ئه‌و ل سه‌ر وێ کریارێ دهێ گرتن، لێ دادگه‌هـ وی بێ سووج دبینه‌ و ئازاد دکه.‌

د پشکا دویه‌م دا ڤه‌گێرانا بوویه‌رێن کۆمکوژیا جوهییانه‌. هه‌ر ژ ده‌ستپێکرنا وێ ل ئه‌لمانیا و بسه‌رداگرتنا ملک و مالێن وان و پاشی گرتنا وان و بجهکرنا وان د سه‌ربازگه‌هـ و گرتیگه‌هێن تایبه‌تی دا. ل گه‌ل به‌رچاڤکرنا ئاوایێن بکارئینانا وان، ئێشکه‌نجه‌دان و ژناڤبرنا وان، وه‌ک نموونه‌ د سۆتنگه‌هان دا.

پشکا سێیه‌م ژ بۆ ئه‌نفالکرنا کوردان ل باشوورێ کوردستانێ هاتیه‌ ته‌رخانکرن. جهـ هه‌له‌بجه‌ یه‌ و عۆمه‌رێ خاوه‌ر کورێ خوه‌ محه‌مه‌دی ب سینگێ خوه‌ ڤه‌ دشدینه‌، وه‌ک کو دخوازه‌ وی بپارێزه‌ و د ڕه‌ڤێ دا بایێ مرنێ ژ وان دگره‌ و ئه‌و ب کورێ خوه‌ ڕا دکه‌ڤن سه‌ر ئه‌ردی.

تابلۆیه‌کا ئێشبار ل سه‌ر کاره‌ساتا هه‌له‌جه‌، ئه‌نفالا یه‌که‌م و هه‌تا یا هه‌شته‌م و ل سه‌ر گرتن، کۆمکوژی، ده‌ربده‌رکرن و ڕه‌ڤا ملیۆنی د ڤێ به‌رهه‌مێ دا دهێ به‌رچاڤکرن.

د پشکا سێیه‌م و یا داویێ دا سێ ڕێڤنگ د ترێنه‌کێ دا ل ئه‌لمانیایێ ل هه‌مبه‌ری یه‌کوودو ڕوودنن، هه‌ر یه‌ک ژ وان پرتووکه‌کێ ب ده‌ستێ خوه‌ دگره‌ و دخوینه‌. یێ جوهی ل سه‌ر هۆلۆکۆستێ، یێ فه‌له‌ ل سه‌ر کوشتارا ئه‌رمه‌نان و یێ کورد ل سه‌ر ئه‌نفالکرنا کوردان. ئه‌و پرتووک دبن ئه‌گه‌را هه‌ڤناسینا وان و ده‌ستپێکرنا گۆئووبێژه‌کێ د ناڤبه‌را وان دا ل سه‌ر کومکوژیێن ب سه‌رێ هه‌ر سێ ملەتان هاتنە. 

lördag 24 juli 2021

Perî Xan

 Navê kitêbê: Perî Xan
Nivîskar: Seîd hecî Sidîq Zaxoyî
Weşanxane:
Çapxane: Xanî li Dihokê
Sala weşanê: 2010
Hejmara rûpelan: 97


Perî Xan Romaneka civakî û evîndariyê ye û tê da pirsa bindestiya jinan û mafên wan dihê gotûbêjkirin.

Malbateka pakistanî ji Kuwêtê direve û di rêya xwe da bo demekî li Zaxo dimîne. Yek ji malbatên ku alîkariyan wan li Zaxo kirî, Hişyar û malbata wî bûn. Hîngê Hişyarî û keça wê malbatê Sêdrayê hez ji yekûdu kir û Hişyarî navê wê kir Narîn. Herduyan soz da ku ew ji bo hevûdu bin. Ne haya babê Hişyarî û ne jî ya malbaba keçê ji vê evîn û soza wan hebû.

Ew malbat vegeriya welatê xwe pakistanê û bo Hişyarî wêneyê Narînê û peyvên wê yên li pişt wî wêneyî û evîna wî jê ra man.

Babê Hişyarî xwest jê ra jinekê ji Amêdiyê bîne, lê wî bi ya babê xwe nekir û li şûna wê û bê agahdarkrina babê xwe, berê xwe da pakistanê û dîdara Narînê.

Firokeya hişyar tê da ji ber berf û barovê dikeve ser çiyayê Hemalaya, li hindav geliyê mirinê. Du ji rêvingan dimirin û hindek jî birîndar dibin. Kaptan naxwaze kes xwe bilivîne, ji tirsa neku firoke di nav wê befrê da bişemite û girêl be nav geliyê mirinê.

Lê Hişyar biryarê dide ku ji firokeyê derbikeve û xwe berde nav geliyê mirinê û biçe dû alîkariyê ji bo yên di firokeyê da. Du kesên dî jî, Qedîr Xan û Huseyn pê ra diçin. Ew di wê rêya pirî befr û serma da ber bi gelî diçin, lê di binê gelî da Huseyn di avê de dixendiqe û av wî dibe.

Herduyên din çend roj û şevan di wê sir û seqemê da berdewam dibin heta dûmahiya gelî. Li wê derê, êdî serma nemabû û rewşa wan baştir bûbû, Hişyar bêhna xwe vedide û dinive û xewnekê dibîne. Di wê xewnê da leşkerekê şervanên jin yên ji hemî neteweyên cîhanê bi ser da digirin û wî bi xwe ra dibin. Ew wî di şkeftekê ve, bi tawana ku mêr e û hemî mêr berpirsyar in ji zordariya zilam li jinan dikin dadgeh dikin. Ev dadgehkirin û gotûbêja tê da wek berçavkirina rewşa jinê ye li cîhanê û dîtina herdu alîyên jin û mêr derbarê wê pirsgirêkê ye.

Hişyar û hevalê xwe Qedîr li dawiyê xwe digehînin xelkê û polîsan û bi xêra wan ew rêvingên li serê Hemalaya di firokeyê da mabûn dihên rizgarkirin. Hişyar digehe miraza xwe û Narîn dibe jina wî û pêkve vedigerin Kurdistanê.

Çîrokine din jî di nava vê da hene wek ya Seyf Allahî ku her ji eynî bajêrê Narînî ye herweha jî serhatiya Qedîrî û hêlana wî bo evîndara xwe.

Têbînî: Herçende li ser bergê pirtûkê hatiye nivîsandin ku ev berhem kurteroman e, lê di rûpelê du û 96ê da ew wek roman hatiye binavkirin.

 

ناڤێ کتێبێ: په‌ری خان

نڤیسکار: سه‌عید حه‌جی سدیق زاخۆی

وه‌شانخانه:‌

چاپخانه‌: خانی ل دهۆکێ

سالا وەشانی: ٢٠١٠

هەژمارا رووپەلان: ٩٧ 

 

په‌ری خان ڕۆمانه‌کا جڤاکی و ئه‌ڤینداریێ یه‌ و تێ دا پرسا بنده‌ستیا ژنان و مافێن وان دهێ گۆتووبێژکرن.

مالباته‌کا پاکستانی ژ کوێتێ دره‌ڤه‌ و د ڕێیا خوه‌ دا بۆ ده‌مەکی ل زاخۆ دمینه‌. یه‌ک ژ مالباتێن کو ئالیکاریان وان ل زاخۆ کری، هشیار و مالباتا وی بوون. هینگێ هشیاری و که‌چا وێ مالباتێ سێدرایێ حه‌ز ژ یه‌کودو کر و هشیاری ناڤێ وێ کر نارین. هه‌ردویان سۆز دا کو ئه‌و ژ بۆ هەڤودو بن. نه‌ هایا بابێ هشیاری و نه‌ ژی یا مالبابا که‌چێ ژ ڤێ ئه‌ڤین و سۆزا وان هه‌بوو.

ئه‌و مالبات ڤه‌گه‌ریا وه‌لاتێ خوه‌ پاکستانێ و بۆ هشیاری وێنه‌یێ نارینێ و په‌یڤێن وێ یێن ل پشت وی وێنه‌یی و ئه‌ڤینا وی ژێ ڕا مان.

بابێ هشیاری خوه‌ست ژێ ڕا ژنه‌کێ ژ ئامێدیێ بینه‌، لێ وی ب یا بابێ خوه‌ نه‌کر و ل شوونا وێ و بێ ئاگاهدارکرنا بابێ خوه‌، به‌رێ خوه‌ دا پاکستانێ و دیدارا نارینێ.

فرۆکه‌یا هشیار تێ دا ژ به‌ر به‌رف و بارۆڤێ دکه‌ڤه‌ سه‌ر چیایێ هه‌مالایا، ل هنداڤ گه‌لیێ مرنێ. دو ژ ڕێڤنگان دمرن و هنده‌ک ژی بریندار دبن. کاپتان ناخوازه‌ که‌س خوه‌ بلڤینه‌، ژ ترسا نه‌کو فرۆکه‌ د ناڤ وێ به‌فرێ دا بشه‌مته‌ و گرێل به‌ ناڤ گه‌لیێ مرنێ.

لێ هشیار بریارێ دده‌ کو ژ فرۆکه‌یێ ده‌ربکه‌ڤه‌ و خوه‌ به‌رده‌ ناڤ گه‌لیێ مرنێ و بچه‌ دوو ئالیکاریێ ژ بۆ یێن د فرۆکه‌یێ دا. دو که‌سێن دی ژی، قه‌دیر خان و حوسه‌ین پێ ڕا دچن. ئه‌و د وێ ڕێیا پری به‌فر و سه‌رما دا به‌ر ب گه‌لی دچن، لێ د بنێ گه‌لی دا حوسه‌ین د ئاڤێ ده‌ دخه‌ندقه‌ و ئاڤ وی دبه.‌

هه‌ردویێن دن چه‌ند ڕۆژ و شه‌ڤان د وێ سر و سه‌قه‌مێ دا به‌رده‌وام دبن هه‌تا دووماهیا گه‌لی. ل وێ ده‌رێ، ئێدی سه‌رما نه‌مابوو و ڕه‌وشا وان باشتر بوبوو، هشیار بێهنا خوه‌ ڤه‌دده‌ و دنڤه‌ و خه‌ونه‌کێ دبینه‌. د وێ خه‌ونێ دا له‌شکه‌ره‌کێ شه‌رڤانێن ژن یێن ژ هه‌می نه‌ته‌وه‌یێن جیهانێ ب سه‌ر دا دگرن و وی ب خوه‌ ڕا دبن. ئه‌و وی د شکه‌فته‌کێ ڤه‌، ب تاوانا کو مێره‌ و هه‌می مێر به‌رپرسیارن ژ زۆرداریا زلام ل ژنان دکن دادگه‌هـ دکن. ئه‌ڤ دادگه‌هکرن و گۆتووبێژا تێ دا وه‌ک به‌رچاڤکرنا ڕه‌وشا ژنێ یه‌ ل جیهانێ و دیتنا هه‌ردو ئالییێن ژن و مێر ده‌ربارێ وێ پرسگرێکێ یه.‌

هشیار و هه‌ڤالێ خوه‌ قه‌دیر ل داویێ خوه‌ دگه‌هینن خه‌لکێ و پۆلیسان و ب خێرا وان ئه‌و ڕێڤنگێن ل سه‌رێ هه‌مالایا د فرۆکه‌یێ دا مابوون دهێن ڕزگارکرن. هشیار دگه‌هه‌ مرازا خوه‌ و نارین دبه‌ ژنا وی و پێکڤه‌ ڤه‌دگه‌رن کوردستانێ.

چیرۆکنه‌ دن ژی د ناڤا ڤێ دا هه‌نه‌ وه‌ک یا سه‌یف ئەڵاهی کو هه‌ر ژ هەمان باژێرێ نارینێ یه‌ و هه‌روه‌ها ژی سه‌رهاتیا قه‌دیری و هێلانا وی بۆ ئه‌ڤیندارا خوه.‌

تێبینی: هه‌رچه‌نده‌ ل سه‌ر به‌رگێ پرتووکێ هاتیه‌ نڤیساندن کو ئه‌ڤ به‌رهه‌م کورته‌رۆمانه‌، لێ د ڕووپه‌لێ دو و ٩٦ێ دا ئه‌و وه‌ک ڕۆمان هاتیه‌ بناڤکرن.

torsdag 22 juli 2021

Svetlana

 Navê kitêbê: Svetlana
Nivîskar: Hesen Îbrahîm
Weşanxane: Televîzyona Gelê Kurdistan
Çapxane: li Dihokê
Sala weşanê: 2011
Hejmara rûpelan:


Babetê romana Svetlana civakî ye û serhatiya keçeka temenbiçûk ya li welatê wê û li derbideriyê qewimiye vedibêje.

Di roja dawî ya sala 1990 da, keçeke şazde salî ji bo dîtina aheng û keyfên serê salê derdikeve nav cadeyên Mosko. Du zilamên serxweş wê li kolanekê digirin û destdirêjiyê dikin ser keçîniya wê. Wê keçê li îlona sala dû ra keçek dibe û navê wê dike Svetlana.

Svetlana bûye pazde salî û ew li gel hevalên xwe, ji bo pîrozkirina rojbûna xwe diçin dîskoyekê. Ew keyfê dikin û serxweş dibin. Sevtlana ya serxweş û hay ji xwe nemayî dixwaze biçe mal. Zilamekê pîr ku zêrevaniya wê dikir û dilê xwe birbûyê destê wê digire û qaşo dê alîkariya wê bike û wê bigehîne mal, lê ew wê dibe cem xwe û destdirêjiyê dike ser wê.

Svetlana di şazde saliya xwe da diçe Elmanya. Em wê li bajarê Munix dibînin. Ew li kampa penaberan ji kurekê bi navê Aleks daxwaza cigareyekê dike. Ew kur ji bilî cigareyê hebeka narkotîkê jî dideyê. Svetlana pê serxweş dibe û kur di wê rewşê da dildariyê li gel dike û Svetlana jê ducan dibe.

Wê kurek dibe û navê wî dike Saşa û dibe jina Aleksî. Lê herweha peywendiyeka dildariyê di navbera Svetlana û xezûrê wê; Îvanî da jî çêdibe. Ew peywendî dibe egera jihevberdana wê û Aleksî. Pirsgirêka di navbera wan da mezin dibe û digehe dadgehê û di encamê da xanî û kur dibin behreya mêrî û ew bê mal û kur dimîne.

Svetlana rastî arêşyên meyvexwarinê û bê malî û bêperebûnê dibe. Ew di wê navberê da Azadê kurd yê xudan jin û zarok nas dike û Azad dibe yarê wê. Rewşa Svetlana xerabtir dibe demê xezûrê xudan gelek yar wê dihêle û êdî ew li derve, li baxên giştî dinivie. Azad carna jê ra cigare û bîre û xwarinê ditîne û pê ra li wan baxan dildariyê dike.

Polîs Svetlanayê, ji ber biserdeçûna demê vîza wê û herweha ji ber deynên ku wê nedane digirin. Lê parêzer wê ji girtîgehê derdixe, bi mercê ku kar bike û deynên xwe bide. Êdî ew bi şev û roj, bi reş li barekê kar dike. Herweha dadgeh jî biryara berê hildiweşîne û xanî û kurî jê ra dizivirîne. Azad jî yarê wê yê berdewam e û ew carna bi şev jî li nik wê dimîne, lê haya jina Azadî ji vê hemiyê nîne.

Rojekê li mala Azadî ahenga pazdesaliya hevjîniya wî û jina wî ye û zarokên wan li benda xwarina kêka wê ahengê ne, demê kesek li derê wan dixe. Hemî dibezin dergehî û vedikin, Svetlana bi zikê xwe yê pifbûyî di deriyî da diyar dibe. Ew destê xwe dirêj dike zikê xwe û dibêje wan ev kurê Azadî ye. Herweha ji Azadî ra dibêje tu dizanî dê min li kîve bibînî.

 

 

ناڤێ کتێبێ: سڤێتلانا

نڤیسکار: حه‌سه‌ن ئیبراهیم

وه‌شانخانه‌: ته‌له‌ڤیزیۆنا گه‌لێ کوردستان

چاپخانه‌: ل دهۆکێ

سالا وه‌شانێ: ۲۰۱۱

هه‌ژمارا ڕووپه‌لان:

 

بابه‌تێ ڕۆمانا سڤێتلانا جڤاکی یه‌ و سه‌رهاتیا که‌چه‌کا ته‌مه‌نبچووک یا ل وه‌لاتێ وێ و ل ده‌ربده‌ریێ قەومیە ڤه‌دبێژه.‌

د رۆژا داوی یا سالا ١٩٩٠ێ دا، که‌چه‌که‌ شازده‌ سالی ژ بۆ دیتنا ئاهه‌نگ و که‌یفێن سه‌رێ سالێ ده‌ردکه‌ڤه‌ ناڤ جاده‌یێن مۆسکۆ. دو زلامێن سه‌رخوه‌ش وێ ل کۆلانه‌کێ دگرن و ده‌ستدرێژیێ دکن سه‌ر که‌چینیا وێ. وێ که‌چێ ل ئیلۆنا سالا دوو ڕا که‌چه‌ک دبه‌ و ناڤێ وێ دکه‌ سڤێتلانا.

سڤێتلانا بوویه‌ پازده‌ سالی و ئه‌و ل گه‌ل هه‌ڤالێن خوه‌، ژ بۆ پیرۆزکرنا ڕۆژبوونا خوه‌ دچن دیسکۆیه‌کێ. ئه‌و که‌یفێ دکن و سه‌رخوه‌ش دبن. سێڤتلانا یا سه‌رخوه‌ش و های ژ خوه‌ نه‌مایی دخوازه‌ بچه‌ مال. زلامه‌کێ پیر کو زێره‌ڤانیا وێ دکر و دلێ خوه‌ بربوویێ ده‌ستێ وێ دگره‌ و قاشۆ دێ ئالیکاریا وێ بکه‌ و وێ بگه‌هینه‌ مال، لێ ئه‌و وێ دبه‌ جه‌م خوه‌ و ده‌ستدرێژیێ دکه‌ سه‌ر وێ.

سێ‌تلانا د شازده‌ سالیا خوه‌ دا دچه‌ ئه‌لمانیا. ئه‌م وێ ل باژارێ نوره‌نبه‌رگ دبینن. ئه‌و ل کامپا په‌نابه‌ران ژ کوره‌کێ ب ناڤێ ئەلێکس داخوازا جگاره‌یه‌کێ دکه‌. ئه‌و کور ژ بلی جگاره‌یێ حه‌به‌کا نارکۆتیکێ ژی دده‌یێ. سڤێتلانا پێ سه‌رخوه‌ش دبه‌ و کور، د وێ ڕه‌وشێ دا، دلداریێ ل گه‌ل دکه‌ و سڤێتلانا ژێ دوجان دبه.‌

وێ کوره‌ک دبه‌ و ناڤێ وی دکه‌ ساشا و دبه‌ ژنا ئەلێکسی. لێ هه‌روه‌ها په‌یوه‌ندیه‌کا دلداریێ د ناڤبه‌را سڤێتلانا و خه‌زوورێ وێ؛ ئیڤانی ژی چێدبه‌. ئه‌و په‌یوه‌ندی دبه‌ ئه‌گه‌را ژهه‌ڤبه‌ردانا وێ و ئەلێکسی. پرسگرێکا د ناڤبه‌را وان دا مه‌زن دبه‌ و دگه‌هه‌ دادگه‌هێ و د ئه‌نجامێ دا خانی و کور دبن به‌هره‌یا مێری و ئه‌و بێ مال و کور دمینه.‌

سڤێتلانا ڕاستی ئارێشیێن مەیڤه‌خوارنێ و بێ مالی و بێپه‌ره‌بوونێ دبه‌. ئه‌و د وێ ناڤبه‌رێ دا ئازادێ کورد یێ خودان ژن و زارۆک ناس دکه‌ و ئازاد دبه‌ یارێ وێ. ڕه‌وشا سڤێتلانا خه‌رابتر دبه‌ ده‌مێ خه‌زوورێ خودان گه‌له‌ک یار وێ دهێله‌ و ئێدی ئه‌و ل ده‌رڤه‌، ل باخێن گشتی دنڤه‌. ئازاد جارنا ژێ ڕها جگاره‌ و بیره‌ و خوارنێ دئینه‌ و پێ ڕا ل وان باغان دلداریێ دکه.‌

پۆلیس سڤێتلانایێ، ژ به‌ر بسه‌رده‌چوونا ده‌مێ ڤیزا وێ و هه‌روه‌ها ژ به‌ر ده‌ینێن کو وێ نه‌دانه‌ دگرن. لێ پارێزه‌ر وێ ژ گرتیگه‌هێ ده‌ردخه‌، ب مه‌رجێ کو کار بکه‌ و ده‌ینێن خوه‌ بده‌. ئێدی ئه‌و ب شه‌ڤ و ڕۆژ، ب ڕه‌ش ل باره‌کێ کار دکه‌. هه‌روه‌ها دادگه‌هـ ژی بریارا به‌رێ هلدوه‌شینه‌ و خانی و کوری ژێ ڕا دزڤرینه‌. ئازاد ژی یارێ وێ یێ به‌رده‌وامه‌ و ئه‌و جارنا ب شه‌ڤ ژی ل نک وێ دمینه‌، لێ هایا ژنا ئازادی ژ ڤێ هه‌میێ نینه.‌

ڕۆژه‌کێ ل مالا ئازادی ئاهه‌نگا پازده‌سالیا هه‌ڤژینیا وی و ژنا وی یه‌ و زارۆکێن وان ل به‌ندا خوارنا کێکا وێ ئاهه‌نگێ نه‌، ده‌مێ که‌سه‌ک ل ده‌رێ وان دخه‌. هه‌می دبه‌زن ده‌رگه‌هی و ڤه‌دکن، سڤێتلانا ب زکێ خوه‌ یێ پفبوویی د ده‌ریی دا دیار دبه‌. ئه‌و ده‌ستێ خوه‌ درێژ دکه‌ زکێ خوه‌ و دبێژه‌ وان ئه‌ڤ کورێ ئازادی یه‌. هه‌روه‌ها ژ ئازادی ڕا دبێژه‌ تو دزانی دێ من ل کیڤه‌ ببینی.

måndag 19 juli 2021

Viyan di demekê jandar da

Navê kitêbê: Viyan di demekê jandar da
Nivîskar: Mihsin Ebdilrehman
Weşanxane: Êketiya Nivîskarên kurd li Dihokê
Çapxane: Hawar li DIhokê
Sala weşanê: 2005
Hejmara rûpelan: 280


Viyan di demekê jandar da romaneka civakî ye û mijara bêhtir tê de serdest e pirsa jinê di civaka kurdî da û pirsgirêkên jin û mêran in.

Azad karmend û nivîskar e û keça ku wî hez jê dikir ew hêla û ji bo çûna derve şû bi yekê li derve kir. Lê her ji destpêka romanê, di navbera Azadî û û Şirîna karmend û helbestvan de peywednî û evînek durist dibe.

Nesrîn, xwîşka Azadî ye û wê ne bi evînî, lê wek pêguhork şû bi Yûsifî kiriye û xwîşka Yûsifî jî şû bi birayê Azadî kiriye. Nesrîn kar dike û mêrê wê Yûsif hemî pereyê wê li qumarê dide. Nesrîn tehemulla hindê nake û hewla xwekuştinê dide, lê hevala wê Gulçin, ku ji navendeka alîkariya jinên li bin zoriyê ne, wê dibe cem xwe mal. Gulçin ji Nesrînê dixwaze ku ew bo demê heşt rojan li mala wê, li ber zarokên wê be, heta ku ew kurê xwe yê nexweş dibe çareseriyê li Bexdayê û vedigere.

Hîngê malbaba Nesrînê û mêr û babê mêrî li dû wê digerin û axa jî tevlî vê pirsê dibe. Axa dixwaze wê ji bo bihêzxistina cihê xwe di nav eşîrê da bi kar bîne û ew pirsgirêk li ser destên wî bihê çareserkirin. 

Nesrîn naxwaze vegere cem mêrê xwe û li dadgehê daxwaza berdanê dike. Di heman demî de mêrê wê Yûsif û ji bo bidestxistina pereyan ji bo qimara xwe, bi karmendê dewletê yên gendel Deştî û birêveberê wî ra, bi karên neqanûnî radibe. Yûsif di nava wê koma gendelkar da jinekê bi navê Cemîla, ya ku ji mêrê xwe nerazî, nas dike. Di nabera Yûsifî û Cemîlayê da peywendiyeka dildariyê çêdibe û herdu hewl didin ber bi derve birevin, lê li ser sinoran dihên girtin û vegerandin.

Encam: Cemîla naxwaze zêdetir bi mêrê xwe ra bimîne û xwe disoje û dimire. Dadgeh biryarê dide ku divê Nesrîn vegere bo cem mêrê xwe, lê ew naxwaze wê biryarê biicih bîne û li derveyê dadgehê, pismamê wê Ebdî û li bin kartêkirina axayî, wê bi debanceyê dikuje. Yusif û Deştî û birêveberê Deştî li ser gendelî û karê neqanûnî dihên girtin. Roman bi hevgehiştina Azadî û Şirînê û serkeftina evîna wan bi dawî dihê.

Gelek babetên din di vê romanê da dihên behsikirin û yek ji yên herî çendbare dibin gendelî û rexneya civakî ye. Çeq û şax ji serhatiya serekî ya vê romanê diçin, wek: Serhatiya Hecî remezanî û leşkeriya Îraqê û girtina wî. Çîroka Deştanê zarok û ya bi serê babê wî hatî û di çi rewşê da ne. Serhatiya malbata Şirînê, babê wê Çolî û xwîşka wê Hedarê û herweha jî çîroka Gulçinê.   

 

 

ناڤێ کتێبێ: ڤیان د ده‌مه‌کێ ژاندار دا

نڤیسکار: محسن عبدالرحمن

وه‌شانخانه‌: ئێکه‌تیا نڤیسکارێن کورد ل دهۆکێ

چاپخانه‌: هاوار ل دهۆکێ

سالا وه‌شانێ: ۲۰۰٥

هه‌ژمارا ڕووپه‌لان: ۲۸۰

 

ڤیان د ده‌مه‌کێ ژاندار دا ڕۆمانه‌کا جڤاکی یه‌ و مژارا بێهتر تێ دا‌ سه‌رده‌سته‌ پرسا ژنێ د جڤاکا کوردی دا و پرسگرێکێن ژن و مێرانن.

ئازاد کارمه‌ند و نڤیسکاره‌ و که‌چا کو وی حه‌ز ژێ دکر ئه‌و هێلا و ژ بۆ چوونا ده‌رڤه‌ شوو ب یه‌کێ ل ده‌رڤه‌ کر. لێ هه‌ر ژ ده‌ستپێکا ڕۆمانێ د ناڤبه‌را ئازادی و شرینا کارمه‌ند و هه‌لبه‌ستڤان دا په‌یوه‌دنی و ئه‌ڤینه‌ک دورست دبه.‌

نه‌سرین، خویشکا ئازادی یه‌ و وێ نه‌ ب ئه‌ڤینی، لێ وه‌ک پێگوهۆرک شوو ب یووسفی کریه‌ و خویشکا یووسفی ژی شوو ب برایێ ئازادی کریه‌. نه‌سرین کار دکه‌ و مێرێ وێ یووسف هه‌می په‌ره‌یێ وێ ل قومارێ دده‌. نه‌سرین ته‌حه‌موڵا هندێ ناکه‌ و هه‌ولا خوه‌کوشتنێ دده‌، لێ هه‌ڤالا وێ گولچن، کو ژ ناڤه‌نده‌کا ئالیکاریا ژنێن ل بن زۆریێ نە، وێ دبه‌ جه‌م خوه‌ مال. گولچن ژ نه‌سرینێ دخوازه‌ کو ئەو بۆ ده‌مێ هه‌شت ڕۆژان ل مالا وێ، ل به‌ر زارۆکێن وێ به‌، هه‌تا کو ئه‌و کورێ خوه‌ یێ نه‌خوه‌ش دبه‌ چاره‌سه‌ریێ ل به‌غدایێ و ڤه‌دگه‌ره.‌

هینگێ مالبابا نه‌سرینێ و مێر و بابێ مێری ل دوو وێ دگه‌رن و ئاغا ژی ته‌ڤلی ڤێ پرسێ دبه.‌ ئاغا دخوازه‌ وێ ژ بۆ بهێزخستنا جهێ خوه‌ د ناڤ عه‌شیرێ دا ب کار بینه‌ و ئه‌و پرسگرێک ل سه‌ر ده‌ستێن وی بهێ چاره‌سه‌رکرن.

نه‌سرین ناخوازه‌ ڤه‌گه‌ره‌ جه‌م مێرێ خوه‌ و ل دادگه‌هێ داخوازا به‌ردانێ دکه‌. د هه‌مان ده‌می دا مێرێ وێ یووسف و ژ بۆ بده‌ستخستنا په‌ره‌یان ژ بۆ قمارا خوه‌، ب کارمه‌ندێ ده‌وله‌تێ یێن گه‌نده‌ل ده‌شتی و برێڤه‌به‌رێ وی ڕا، ب کارێن نه‌قانوونی ڕادبه‌. یووسف د ناڤا وێ کۆما گه‌نده‌لکار دا ژنه‌کێ ب ناڤێ جه‌میلا، یا کو ژ مێرێ خوه‌ نه‌رازی، ناس دکه‌. د ناڤبه‌را یووسفی و جه‌میلایێ دا په‌یوه‌ندیه‌کا دلداریێ چێدبه‌ و هه‌ردو هه‌ول ددن به‌ر ب ده‌رڤه‌ بره‌ڤن، لێ ل سه‌ر سنۆران دهێن گرتن و ڤه‌گه‌راندن.

ئه‌نجام: جه‌میلا ناخوازه‌ زێده‌تر ب مێرێ خوه‌ ڕا بمینه‌ و خوه‌ دسۆژه‌ و دمره‌. دادگه‌هـ بریارێ دده‌ کو دڤێ نه‌سرین ڤه‌گه‌ره‌ بۆ جه‌م مێرێ خوه‌، لێ ئه‌و ناخوازه‌ وێ بریارێ بجهـ بینە و ل ده‌رڤه‌یێ دادگه‌هێ، پسمامێ وێ عه‌بدی و ل بن کارتێکرنا ئاغایی، وێ ب ده‌بانجه‌یێ دکوژه‌. یوسف و ده‌شتی و برێڤه‌به‌رێ ده‌شتی ل سه‌ر گه‌نده‌لی و کارێ نەقانوونی دهێن گرتن. ڕۆمان ب هه‌ڤگه‌هشتنا ئازادی و شرینێ و سه‌رکه‌فتنا ئه‌ڤینا وان ب داوی دهێ.

گه‌له‌ک بابه‌تێن دن د ڤێ ڕۆمانێ دا دهێن به‌حسکرن و یه‌ک ژ یێن هه‌ری چه‌ندباره‌ دبن گه‌نده‌لی و ڕه‌خنه‌یا جڤاکی یه‌. چه‌ق و شاخ ژ سه‌رهاتیا سه‌ره‌کی یا ڤێ ڕۆمانێ دچن، وه‌ک: سه‌رهاتیا حه‌جی ڕه‌مه‌زانی و له‌شکه‌ریا عیراقێ و گرتنا وی. چیرۆکا ده‌شتانێ زارۆک و یا ب سه‌رێ بابێ وی هاتی و د چ ڕه‌وشێ دا نه‌. سه‌رهاتیا مالباتا شرینێ، بابێ وێ چۆلی و خویشکا وێ هه‌دارێ و هه‌روه‌ها ژی چیرۆکا گولچنێ.