måndag 26 februari 2024

Paşayê Bende

 Navê kitêbê: Paşayê Bende
Nivîskar: Mêvan Mela Seîd
Weşanxane: Pertûkxana Pîan
Çapxane:
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan: 315 


 Naveroka vê romanê li ser gera kurê paşayekî ye û ya ku di rêya wî da hatiye serê wî û ya wî bi çavên xwe dîtiye û tesîra wê li ser hizr û reftarên wî. Ev jî derketina zembîlfiroşî û gera wî li dû rastîya jiyanê diîne bîra me. Kurtiya kitêbê jî weha ye:

 

Paşayek hebû ku li bajarê wî ferq û cudahî di navbera xelkê da gelek mezin bû û taxên hejar û dewlemendan jêk cuda bûn. Her çi qas bes hejar bûn yên ku diçûn şeran û berevanî ji bajarî dikir, lê ew di hejarîyê û rewşeka gelek nexweş da dijiyan û zordarî li wan dihat kirin. Ev hemû ne bi dilê kurê paşayî Luryanî bû. Luryan li gel xizmetkarê xwe Kîkî yê ku wî wek hevalê xwe yê herî nêzîk didît, car bo car diçû nav bajarî û bi çavên xwe ew cudahî ya di halê hejar û dewlemendan da dît. Wî ji hejaran bihîst ka ew çend ji desthilata paşayî û zordarîya wî nerazî ne. Ew carekê jî çû barekê li taxa dewlemendan û li wê derê dît ka çawa şîretkarên babê wî serxweş dibin û keyfê û pûçîyê dikin û xerab behsa paşayî dikin.

 

Ew vê çendê ji babê xwe ra dibêje û bab jî rojekê cilkên xwe diguhore û wek bazirganekî diçe wê barê. Ew li ber mêzeya şîretkarê xwe, yê ku paşayê xwe yê di wan kincan da bû nas nedikir, rûdine û bi çavên xwe gendelîya wî dibîne û ji devê wî pûçî û duserîya wî dibihîse.

 

Ew roj dibe werçerxanek di desthilatdarîya paşayî da yê ku dûrketina xwe ji xelkê bajarî û cudahî û zordarîya dihat kirin diêxe stûyê wan şîretkaran. Ew wan şîretkaran li ber çavên hejaran ji qesra xwe derdixe û hewil dide şaşîyên xwe rast bike û dadperwerîyê bi cih bîne û kurê wî bi vê gelek dilxweş dibe.

 

Kurê paşayî Luryan carekê beşdar dibe di rava masîyê herî mezin da û gemîya wan jî wek yên gelek masîgirên din binav dibe. Pêlên deryayê wî dûr dihavêjin bo nav gizîrteyekê (giravekê). Ew li wê derê zilamekê din, yê ku gemîya wî berî wî li peraven wê giravê pelixîbû dibîne û dibin dost. Ew zilam navê wî dike Paşayê Bende.

 

Paşî Luryan û hevalê wî, bi gemîyeka bazirganan ya ku di wê derê ra derbas dibe, diçin bajarekê din û ew weha di rêya vegerê da bo welatê xwe ji cihekî diçe cihekê din û rastî gelek kes û milet û dijwarî û astengan dibe. Ew di wê gera xwe da gelek desthilatên cuda, yên zalim û yên adil, civakên di nezanînê da dijîn dibîne û têkilîya wî bi gelek rengên mirovan ra çê dibe. Ew hindî ku zêdetir digerhe û bêtir dibîne ew bêtir dibe meyldarê desthilateka adil û dilovanî û wekhevîyê di navbera mirovan da. Lê herweha ew di vê rêvingîya xwe da ne bes di geryanê da ye li dû eza xwe û rastîya jiyanê, lê li dû xudêyekê adil jî ku hemî qewimînan bi wî ve girê dide.

 

Wextê Luryan li dawîya gera xwe digehe bajarê xwe, dibîne ku babê wî yê paşa berî çend rojan miriye û birayê wî yê biçûk bûye paşa. Birayê wî ji bo mana xwe di desthilatê da Luryanî zîndanî dike û ew di zîndanê da kesên rastgo û yên ku desthilat rexne kiriye dibîne. Li dûmahîya romanê Luryan paşa ye û birayê wî nemaye û dadwerî li bajarê wî belav bûye.

 

پاشایێ بەندە

ناڤێ کتێبی: پاشایێ بەندە
ناڤێ نڤیسکاری: مێڤان ملا سعید
وەشانخانە: پەرتووکخانا پیران
چاپخانە:
سالا ووەشانێ: ٢٠١٩
هەژمارا رووپەلان: ٣١٥

 

ناڤه‌رۆکا ڤێ ڕۆمانێ ل سه‌ر گه‌را کورێ پاشایه‌کی یه‌ و یا کو د ڕێیا وی دا هاتیه‌ سه‌رێ وی و یا وی ب چاڤێن خوه‌ دیتیه‌ و ته‌سیرا وێ ل سه‌ر هزر و ڕه‌فتارێن وی. ئه‌ڤ ژی ده‌رکه‌تنا زه‌مبیلفرۆشی و گه‌را وی ل دوو ڕاستییا ژیانێ دئینه‌ بیرا مه‌. کورتییا کتێبێ ژی وه‌ها یه:‌

 

پاشایه‌ک هه‌بوو کو ل باژارێ وی فه‌رق و جوداهی د ناڤبه‌را خه‌لکی دا گه‌له‌ک مه‌زن بوو و تاخێن هه‌ژار و ده‌وله‌مه‌ندان ژێک جودا بوون. هه‌ر چ قاس به‌س هه‌ژار بوون یێن کو دچوون شه‌ران و به‌ره‌ڤانی ژ باژێری دکر، لێ ئه‌و د هه‌ژارییێ و ڕه‌وشه‌کا گه‌له‌ک نه‌خوه‌ش دا دژیان و زۆرداری ل وان دهات کرن. ئه‌ڤ هه‌موو نه‌ ب دلێ کورێ پاشایی لوریانی بوو. لوریان ل گه‌ل خزمه‌تکارێ خوه‌ کیکی یێ کو وی وه‌ک هه‌ڤالێ خوه‌ یێ هه‌ری نێزیک ددیت، جار بۆ جار دچوو ناڤ باژێری و ب چاڤێن خوه‌ ئه‌و جوداهی یا د حالێ هه‌ژار و ده‌وله‌مه‌ندان دا دیت. وی ژ هه‌ژاران بهیست کا ئه‌و چه‌ند ژ ده‌ستهلاتا پاشایی و زۆردارییا وی نه‌رازی نه‌. ئه‌و جاره‌کێ ژی چوو باره‌کێ ل تاخا ده‌وله‌مه‌ندان و ل وێ ده‌رێ دیت کا چاوا شیره‌تکارێن بابێ وی سه‌رخوه‌ش دبن و که‌یفێ و پووچییێ دکن و خراب به‌حسا پاشایی دکن.

 

ئه‌و ڤێ چه‌ندێ ژ بابێ خوه‌ ڕا دبێژت و باب ژی ڕۆژه‌کێ جلکێن خوه‌ دگوهۆرت و وه‌ک بازرگانه‌کی دچت وێ بارێ. ئه‌و ل به‌ر مێزه‌یا شیره‌تکارێ خوه‌، یێ کو پاشایێ خوه‌ یێ د وان کنجان دا بوو ناس نه‌دکر، ڕوودنت و ب چاڤێن خوه‌ گه‌نده‌لییا وی دبینت و ژ ده‌ڤێ وی پووچی و دوسه‌رییا وی دبهیست.‌

 

ئه‌و ڕۆژ دبت‌ وه‌رچه‌رخانه‌ک د ده‌ستهلاتدارییا پاشایی دا یێ کو دوورکه‌تنا خوه‌ ژ خه‌لکێ باژێری و جوداهی و زۆردارییا دهات کرن دئێخت‌ ستوویێ وان شیره‌تکاران. ئه‌و وان شیره‌تکاران ل به‌ر چاڤێن هه‌ژاران ژ قه‌سرا خوه‌ ده‌ردخت‌ و هه‌ول ددت شاشییێن خوه‌ ڕاست بکت و دادپه‌روه‌رییێ ب جهـ بینت‌ و کورێ وی ب ڤێ گه‌له‌ک دلخوه‌ش دبت.‌

 

کورێ پاشایی لوریان جاره‌کێ به‌شدار دبت د ڕاڤا ماسییێ هه‌ری مه‌زن دا و گه‌مییا وان ژی وه‌ک یێن گه‌له‌ک ماسیگرێن دی بنئاڤ دبت. پێلێن ده‌ریایێ وی دوور دهاڤێژن بۆ ناڤ گزیرته‌یه‌کێ (گراڤه‌کێ). ئه‌و ل وێ ده‌رێ زلامه‌کێ دی، یێ کو گه‌مییا وی به‌ری وی ل په‌راڤێن وێ گراڤێ په‌لخیبوو دبینت و دبن دۆست. ئه‌و زلام ناڤێ وی دکت پاشایێ به‌نده.‌

 

پاشی لوریان و هه‌ڤالێ وی، ب گه‌مییه‌کا بازرگانان یا کو د وێ ده‌رێ ڕا ده‌رباس دبت، دچن باژێره‌کێ دی و ئه‌و هۆسا د ڕێیا ڤه‌گه‌رێ دا بۆ وه‌لاتێ خوه‌ ژ جهه‌کی دچت‌ جهه‌کێ دی و گه‌له‌ک که‌س و مله‌ت و دژواری و ئاسته‌نگ دکەڤن بەر رێیا وی. ئه‌و د وێ گه‌را خوه‌ دا گه‌له‌ک ده‌ستهلاتێن جودا، یێن زالم و یێن عادل، جڤاکێن د نه‌زانینێ دا دژین دبینت‌ و تێکەلییا وی ب گه‌له‌ک ڕه‌نگێن مرۆڤان ڕا چێ دبت‌. ئه‌و هندی کو زێده‌تر دگه‌رهت‌ و بێتر دبینت ئه‌و بێتر دبت‌ مه‌یلدارێ ده‌ستهلاته‌کا عادل و دلۆڤانی و وه‌کهه‌ڤییێ د ناڤبه‌را مرۆڤان دا. لێ هه‌ر وه‌سا ئه‌و د ڤێ ڕێڤنگییا خوه‌ دا نه‌ به‌س د گه‌ریانێ دا یه‌ ل دوو ئه‌زا خوه‌ و ڕاستییا ژیانێ، لێ ل دوو خودێیه‌کێ عادل ژی‌ کو هه‌می قه‌ومینان ب وی ڤه‌ گرێ ددت.‌

 

وه‌ختێ لوریان ل داوییا گه‌را خوه‌ دگه‌هت باژێرێ خوه‌، دبینت‌ کو بابێ وی یێ پاشا به‌ری چه‌ند ڕۆژان مریه‌ و برایێ وی یێ بچووک بوویه‌ پاشا. برایێ وی ژ بۆ مانا خوه‌ د ده‌ستهلاتێ دا لوریانی زیندانی دکت و ئه‌و د زیندانێ دا که‌سێن ڕاستگۆ و یێن کو ده‌ستهلات ڕه‌خنه‌ کریە دبینت‌. ل دووماهییا ڕۆمانێ لوریان پاشا یه‌ و برایێ وی نه‌مایه‌ و دادوه‌ری ل باژارێ وی به‌لاڤ بوویه.‌

 

 

måndag 19 februari 2024

Nasnama berz e (Firotina zaroyekî li pişt sinoran)

Navê kitêbê: Nasnama  berz e
Nivîskar: Mistefa Ebdirehman Yunis Eredinî
Weşanxane:
Çapxane: Hîvî li Hewlêrê
Sala weşanê: 2018
Hejmara rûpelan: 176 

Azad li gel çend hevalên xwe li dibistaneka navincî li bajarokekê başûrê Kurdistanê tevlî rêxistineka nihênî ya kurdî dibin. Ew bi wan hevalên xwe ra di şeva Newroza 1980ê da alaya Îraqê û wêneyên Sedamî disojin. Azad di wê çalakîyê da dihê girtin û êşandin. Piştî ku dihê berdan ew diçe nav pêşmergeyan û di bombebarakirineka firokeyên îraqî da giran birîndar dibe. Ew ji bo îlacê dihê hinartin bo Îranê û piştî saxlembûnê ew jineka kurd bi navê şirîn li wê derê diîne û ji alîyê dewletê ve li gundekê farisan dihên bi cih kirin. Ew bi xwe li kargehekê li bajarekî kar dike û dem bo dem dihê seredana jina xwe. Sirîn jê hamil dibe û di roja bûna zarokî da Azad li kargehê ye. Zilamek ji gundî wê bi tirmbêla xwe dibe nexweşxaneya bajarî û wê li wê derêbi tenê dihêle.

 

Zarokê Şirînê bi emelîyekê dibe û Şirîn bi xwe dimire. Li nexweşxaneyê kes nizane ka navê Şirînê çi ye û ka ew ji kû ye, ew bes dizanin ku ew jineka kurd e. Ew biryarê didin wê li goristanê veşêrin û navê gora wê bikin 99. Şehnaz hemşîre ye li wê nexweşxaneyê û ew wî zarokî difiroşe maleka ku kurê wan nîne. Her ew Şehnaz ji doktorî re dibêje zarok jî mir û me ew bi dayika wî re di heman gorê da veşartiye. Azad ji nexweşxaneyê dizane ku hem jin û hem kurê wî mirin e. Ew gelek xemgîn dibe û piştî ku diçe ser gora wan, ew biryarê dide ku vegere başûrê Kurdistanê û bibe pêşmerge û wesa jî dike. Ew paşî di êrişeka firokeyên tirkî da dihê kuştin.

 

Ew mala ku kurê Azadî kirîbû, ew wek kurê xwe yê rastîn bi xwedî kir û navê wî kir Riza. Wextê Riza mezin dibe pê dizane ku ew dayik û babê ku ew mezin kiriye ne yên rastîn in. Êdî ew dest bi gera li dû dayûbabê xwe û ya hatiye serê wan dike. Ew di wê gera xwe da li dawîyê mamên xwe nas dike û diçe seredana wan û seredana gora babê xwe li başûrê Kurdistanê.

 

Her çi qas nivîskarî navê romanê li vê kitêba xwe kiriye, lê ew di pêşgotina xwe ya vê kitêbê da dinivîse ku ”Romana Nasnama berz e çîrokeka rasteqîne ye ku bi serê xêzaneka kurd hatî li welatê Îranê).

 

 

ناسناما بەرزە (فرۆتنا زاڕۆیەکی ل پشت سنۆران)

ناڤێ کتێبی: ناسناما بەرزە

ناڤێ نڤیسکاری: مستەفا عەبدرەحمان یونس ئەرەدنی

وەشانخانە:

چاپخانە: هیڤی ل هەولێرێ

سالا ووەشانێ: ٢٠١٨

هەژمارا رووپەلان: ١٧٦

 

ئازاد ل گه‌ل چه‌ند هه‌ڤالێن خوه‌ ل دبستانه‌کا ناڤنجی ل باژێرۆکه‌کێ باشوورێ کوردستانێ ته‌ڤلی ڕێخستنه‌کا نهێنی یا کوردی دبن. ئه‌و ب وان هه‌ڤالێن خوه‌ ڕا د شه‌ڤا نەورۆزا ١٩٨٠ێ دا ئالایا عیراقێ و وێنه‌یێن سه‌دامی دسۆژن. ئازاد د وێ چالاکییێ دا دهێت گرتن و ئێشاندن. پشتی کو دهێت به‌ردان ئه‌و دچت‌ ناڤ پێشمه‌رگه‌یان و د بۆمبه‌بارانکرنەکا فرۆکه‌یێن عیراقی دا گران بریندار دبت. ئه‌و ژ بۆ عیلاجێ دهێت هنارتن بۆ ئیرانێ و پشتی ساخله‌مبوونێ ئه‌و ژنه‌کا‌ کورد ب ناڤێ شرین ل وێ ده‌رێ دئینت‌ و ژ ئالییێ ده‌وله‌تێ ڤه‌ ل گونده‌کێ فارسان دهێن ب جهـ کرن. ئه‌و ب خوه‌ ل کارگه‌هه‌کێ ل باژێره‌کی کار دکت و ده‌م بۆ ده‌م دهێت سه‌ره‌دانا ژنا خوه‌. شرین ژێ حامل دبت و د ڕۆژا بوونا زارۆکی دا ئازاد ل کارگه‌هێ یه‌. زەلامه‌ک ژ گوندی وێ ب ترمبێلا خوه‌ دبت نه‌خوه‌شخانه‌یا باژاری و وێ ل وێ ده‌رێ ب ته‌نێ دهێلت.

زارۆکێ شرینێ ب عه‌مه‌لییه‌کێ دبت و شرین ب خوه‌ دمرت. ل نه‌خوه‌شخانه‌یێ که‌س نزانت‌ کا ناڤێ شرینێ چ یه‌ و کا ئه‌و ژ کوو یه‌، ئه‌و به‌س دزانن کو ئه‌و ژنه‌کا کورده‌. ئەڤجا ئەو بریارێ ددن کو وێ ل گۆرستانێ ڤه‌شێرن و ناڤێ گۆرا وێ بکن هەژمار ٩٩. شەهناز هه‌مشیره‌ یه‌ ل وێ نه‌خوه‌شخانه‌یێ و ئه‌و وی زارۆکی دفرۆشت ماله‌کا کو کورێ وان نینه‌. هه‌ر ئه‌و شه‌هناز ژ دکتۆری ڕا دبێژت کو زارۆک ژی مر و مه‌ ئه‌و ب دایکا وی ڕا د هه‌مان گۆرێ دا ڤه‌شارتیە. پاشی ئازاد ژ نه‌خوه‌شخانه‌یێ دزانت‌ کو هه‌م ژن و هه‌م کورێ وی مرنه‌. ئه‌و گه‌له‌ک خه‌مگین دبت‌ و پشتی کو دچت سه‌ر گۆرا وان، ئه‌و بریارێ ددت کو ڤه‌گه‌رت‌ باشوورێ کوردستانێ و ببت پێشمه‌رگه‌ و وه‌سا ژی دکت. ئه‌و پاشی د هێرشه‌کا فرۆکه‌یێن ترکی دا دهێت کوشتن.

 

ئه‌و مالا کو کورێ ئازادی کریبوو، ئه‌و وه‌ک کورێ خوه‌ یێ ڕاستین ب خودان کر و ناڤێ وی کر ڕزا. وه‌ختێ ڕزا مه‌زن دبت ئەو پێ دزانت کو ئه‌و دایک و بابێ کو ئه‌و مه‌زن کریه‌ نه‌ یێن ڕاستینن. ئێدی ئه‌و ده‌ست ب گه‌را ل دوو دایوبابێ خوه‌ و یا هاتیه‌ سه‌رێ وان دکت. ئه‌و د وێ گه‌را خوه‌ دا ل داوییێ مامێن خوه‌ ناس دکت‌ و دچت سه‌ره‌دانا وان و سەرەدانا گۆرا بابێ خوه‌ ل باشوورێ کوردستانێ.

 

هه‌ر چ قاس نڤیسکاری ناڤێ ڕۆمانێ ل ڤێ کتێبا خوه‌ کریه‌، لێ ئه‌و د پێشگۆتنا خوه‌ یا ڤێ کتێبێ دا دنڤیست کو "رۆمانا (ناسناما به‌رزه‌) چیرۆکه‌کا ڕاسته‌قینه‌ یه‌ کو ب سه‌رێ خێزانه‌کا کورد هاتی ل وه‌لاتێ ئیرانێ".


söndag 11 februari 2024

Valatî di naxî da

 

Navê kitêbê: Valatî di naxî da
Nivîskar: Yusif Elî Sefar

Weşanxane:
Çapxane: Kanu
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan: 266

Valatî di naxî da, ya ku li ser cildî wek roman hatiye bi nav kirin, ji destpêkeka bi navê “Naxê çi ne” û çar beşan bi navên Naxê êkê, duyê, sêyê û çarê pêk dihê. Hem destpêk û hem jî her yek ji çar beşan bi nivîsarên hizrî û dîtinên nivîskarî dest pê dikin.

 

Çar serhatî di wan çar beşan da hene. Yek ya xurtekî ye ku piştî xwandina zanîngehê karekê hejî xwandina xwe nabîne û bi rêya nasekê xwe dibe polîsê trafikê. Ew xwedan jin û zarok e. Hevalekê wî yê serdema xwandinê ku hez jê nake û ji bo êşandina wî xwe nêzîkî wî dike û wî radikêşe bo nav gendelîyê û karên pûç. Serhatîya duyê ya mamosteyekî ye ku xwe kirye di nav partîyekê de da ku li xwandingeheka nêzîkî mala xwe karê mamsoteyîyê bike. Berpirsê partîyê yê wê derê karî jê ra peyda dike û dike berpirsê xwandingehê jî, lê li hember wê jê dixwaze ku ew sîxûrîyê li ser karmendên xwandingeha xwe yên ne ji partîya wan bike. Ew û hevalê xwe yê mamoste bi hindê razî dibin û her ku diçe ew zêdetir dikevin nav gendelîyê. Ya sêyem ya doktorekî ye ku mala xwe ji ber arêşeyeka civakî înaye bajarî û hevalekê wî hem xapan lê dike û hem jî wî tevlî sîstema gendelîyê dike. Li alîyê din jî her ev doktor yê ku li dijî axayî bû, ji ber hezkirinê ji keça axayî dibe xizmetkarê axayî û alîkarîya wî di karê firotina narkotîkayê dike û rastî gelek arêşeyan dibe. Ya çarê û ya dawîyê serhatîya karmendekî ye ku hez ji keçeka xrîstiyan dike û ji ber wê çendê ew û malbata xwe rastî arêşeyan dibin.


Çi pêkvegirêdaneka vegêranê û qewmînan di navbera kesên van çîrokan û van çar serhatîyan da nîne û her yek çîrokeka serbixwe ye. Lê tiştê hevbeş ew e ku navê kesê serekî yê her yekê ji van serhatîyan Xêro ye û mijara wan jî gendelî ye.


Her çi qas ev kitêb bi kurdîya kurmancî ye, lê ew gelek bi kurdîya soranî barkirî ye û nemaze destpêkên beşan. Ev çend ji navê kitêbê û yên beşan bi xwe jî diyar e. Hevokên wê jî carna zêde dirêij in.

 

ناڤێ کتێبی: ڤالاتی د ناخی دا

ناڤێ نڤیسکاری: یوسف عەلی سەفار

وەشانخانە:

چاپخانە: کانو

سالا وەشانێ: ٢٠١٩

هەژمارا رووپەلان: ٢٦٦

 

ڤالاتی د ناخی دا، یا کو ل سه‌ر جلدی وه‌ک ڕۆمان هاتیه‌ ب ناڤ کرن، ژ ده‌ستپێکه‌کا ب ناڤێ “ناخێ چنه‌” و چار به‌شان ب ناڤێن ناخێ ئێکێ، دویێ، سێیێ و چارێ پێک دهێت. هه‌م ده‌ستپێک و هه‌م ژی هه‌ر یه‌ک ژ چار به‌شان ب نڤیسارێن هزری و دیتنێن نڤیسکاری ده‌ست پێ دکن.

 

چار سه‌رهاتی د وان چار به‌شان دا هه‌نه‌. یه‌ک یا خورته‌کی یه‌ کو پشتی خواندنا زانینگه‌هێ کاره‌کێ هه‌ژی خواندنا خوه‌ نابینت‌ و ب ڕێیا ناسه‌کێ خوه‌ دبت‌ پۆلیسێ ترافیکێ. ئه‌و خودان ژن و زارۆکه‌. هه‌ڤاله‌کێ وی یێ سه‌رده‌مێ خواندنێ کو حه‌ز ژێ ناکت و ژ بۆ ئێشاندنا وی خوه‌ نێزیکی وی دکت و وی ڕادکێشت بۆ ناڤ گه‌نده‌لییێ و کارێن پووچ. سه‌رهاتییا دویێ یا مامۆستا‌یه‌کی یه‌ کو خوه‌ کریه‌ د ناڤ پارتییه‌کێ دا دا کو ل خواندنگه‌هه‌کا نێزیکی مالا خوه‌ کارێ مامۆسته‌هییێ بکت‌. به‌رپرسێ پارتییێ یێ وێ ده‌رێ کاری ژێ ڕا په‌یدا دکت و وی دکت‌ به‌رپرسێ خواندنگه‌هێ ژی، لێ ل هه‌مبه‌ر وێ ژێ دخوازت کو ئه‌و سیخورییێ ل سه‌ر کارمه‌ندێن خواندنگه‌ها خوه‌ یێن نە ژ پارتییا وان بکت. ئه‌و و هه‌ڤالێ خوه‌ یێ مامۆسته‌ ب وێ چەندێ رازی دبن وهندی وێڤەترە ئەو زێده‌تر دکه‌ڤن ناڤ گه‌نده‌لییێ. یا سێیه‌م یا دکتۆره‌کی یه‌ کو مالا خوه‌ ژ به‌ر ئارێشه‌یه‌کا جڤاکی ئینایه‌ باژێری و هه‌ڤاله‌کێ وی هه‌م خاپان لێ دکت و هه‌م ژی وی ته‌ڤلی سیستەما گه‌نده‌لییێ دکت‌. ل رەخێ دی ژی هه‌ر ئه‌ڤ دۆکتۆر یێ کو ل دژی ئاغایی بوو، ژ به‌ر حه‌زکرنێ ژ کچا ئاغایی دبت خزمه‌تکارێ ئاغایی و هاری وی د کارێ فرۆتنا نارکۆتیکایێ دا ژی دکت‌ و ڕاستی گه‌لهک‌ ئارێشه‌یان دبت. یا چارێ و یا داوییێ سه‌رهاتییا کارمه‌نده‌کی یه‌ کو حه‌ز ژ کچه‌کا خریستیان دکت‌ و ژ به‌ر وێ چه‌ندێ ئه‌و و مالباتا وی ڕاستی ئارێشه‌یان دبن.

 

چ پێکڤه‌گرێدانه‌کا ڤه‌گێرانێ و قەومینان د ناڤبه‌را که‌سێن ڤان چیرۆکان و ڤان چار سه‌رهاتییان دا نینه‌ و هه‌ر یه‌ک چیرۆکه‌کا سه‌ربخوه‌ یه‌. لێ تشتێ هه‌ڤبه‌ش ئه‌وه‌ کو ناڤێ که‌سێ سه‌ره‌کی یێ هه‌ر یه‌کێ ژ ڤان سه‌رهاتییان خێرۆ یه و مژارا وان ژی گەندەلێ یە.

هه‌ر چ قاس ئه‌ڤ کتێب ب کوردییا کورمانجی یه‌، لێ ئه‌و گه‌له‌ک ب کوردییا سۆرانی بارکری یه‌ و نه‌مازه‌ ده‌ستپێکێن به‌شان. ئه‌ڤ چه‌ند ژ ناڤێ کتێبێ و یێن به‌شان ب خوه‌ ژی دیاره‌. هه‌ڤۆکێن وێ ژی جارنا زێده‌ درێژن.

tisdag 6 februari 2024

Gehiștineka wekî mirinê

Gehiștineka wekî mirinê

 

Navê kitêbê: Gehiștineka wekî mirinê
Nivîskar: Bedel Gabêrkî
Weșanxane: Rêvebrîya çap û belavkirinê li Dihokê
Çapxane:
Sala weșanê: 2014
Hejmara rûpelan:

Mijara vê romanê keçek e ku navê wê Xuşî ye. Ew bi rêya feysbûkê kurekî bi navê Hêja nas dike. li gel ku dayûbav ji têkilîya wê ya bi wî xurtî ra nerazîne, lê Xuşî li ser danûstandinê bi wî kurî ra berdewam dibe. Xuşî bi xwe jî hest pê dike ku ew xurt derewan lê dike û dibihîst ku wî destdirêjî kiriye ser keçeka din, lê tevî wê jî ew diçe dîdara wî li şuqeyekê û xurt hebkekê dike di ava wê da û wê gêj dike û çend caran destdirêjîyê dike ser wê. Hêja piştî wê bûyerê jê ra dibêje ku wî ya xwe kir û êdî naxwaze wê bibîne. Piştî çend mehan zikê Xuşîyê mezin dibe û dayik pê dizane û paşî bab jî. Dayika wê pê dihese ku babê wê bi nasên xwe ra briyara kuştina wê daye, loma dayik çend pereyan dideyê û jê ra dibêje bo xwe ji vê derê bireve berî ku te bikujin.

 

Xuşî li destpêkê bi wan pereyan çend şev û rojên xwe li hotêlan derbas dike û wextê ku pereyên wê namînin ew ji hotêlê dihê derxistin. Ew roj jî rojeka tehlî û baranî bû û janên zarokbûnê jî dest pê kiribûn. Ew li kavilê xanîyekî di nav herîyê da hewla zarokbûnê dide û dibe qîjeqîja wê. Ferhad yê ku ji karekê xwe vedigeriya mal wê qîjeqîjê dibihîse û diçe ser dengî û dibîne ku jinek di nav wî kavilî da li ber zarokbûnê ye. Ew alîkarîya wê dike heta zarok dibe û paşî wê bi kur ve dike di taksîyekê da û dixwaze wan bibe nexweşxaneyekê, lê Xuşî naxwaze biçe nexweşxaneyê û Ferhad têdigehe ku ew ji tiştekî ditirse, loma wê dibe mala xwe. Ferhad karmend e û bitenê dijî û Xuşî jî di odeyekê di mala wî da dimîne. Piştî çend salan ji mana wê li nik Ferhadî ew şû bi Ferhadî dike û ji wî hamil dibe. Xuşî bi rêya keçmeta xwe peyamekê ji dayika xwe ra dihinêre ku ew dixwaze wan bibîne, dayik lê vedigêre ku ew jî hez dike wê bibîne, lê bavê wê qebûl nake. Paşî Ferhad du caran diçe cem dayûbavê wê û li dawîyê ew qayil dibin ku Xuşî vegere û lê diborin û weha bi dlixweşî digehin yekûdu. Hndî Hêja ye ew li ser destdirêjîyê bo ser keç û jinan berdewam bû û li ser fihêtîyeka ji wî rengî li ser destê bavê xwe dihê kuştin û bav jî dhê girtin.

 

Xuşî, di dema pênc salên mana xwe da li mala Ferhadî, her şevekê ji Ferhadî yan ji xwe ra serhatîya malbata xwe û ya xwe yan ya hevaleka xwe vedibêje. Mirov hest pê dike nivîskar dixwaze zehrî Şehrezadê bike ya ku ji bo dirêjkirina mana xwe di jiyanê da, her şevê çîrokek bo Şehreyarî digot û binîvî dhêla heta şeveka din. Aha Xuşîyê jî weha li Ferhadî dikir û bawerîya wê bi mêran jî nema bû.

 

Gelek serhatî li dû yek û bilez û ji nişkan ve dikevin nav çîroka Xuşîyê û hevokên vegêranê jî gelek û gelek dirêjin û carna yek hevok dibe dora du berper û xwandevan pêve diweste.

 

ناڤێ کتێبێ: گەهشتنەکا وەکی مرنێ
نڤیسکار: بەدەل گابێرکی
وه‌شانخانه‌:
رێڤەبەرییا چاپ و بەلاڤکرنێ ل دهۆکێ
چاپخانه‌:
سالا وه‌شانێ:
 ٢٠١٤
هه‌ژمارا ڕووپه‌لان:

 

مژارا ڤێ رۆمانێ کچەکە کو ناڤێ وێ خوشی یە. ئەو ب رێیا فەیسبووکێ کورەکی ب ناڤێ هێژا ناس دکت. ل گەل کو دایوباب ژ تێکەلییا وێ یا ب وی خورتی را نەرازینە، لێ خوشی ل سەر دانوستاندنێ ب وی کوری را بەردەوام دبت. خوشی ب خوە ژی ژی هەست پێ دکت کو ئەو خورت درەوان لێ دکت و دبهیست کو وی دەستدرێژی کریە سەر کچەکا دی، لێ تەڤی وێ ژی ئەو دچت دیدارا وی ل شوقەیەکێ و خورت حەبکەکێ دکت د ئاڤا وێ دا و وێ گێژ دکت و چەند جاران دەستدرێژییێ دکت سەر وێ. ‌هێژا پشتی وێ بوویەرێ ژێ را دبێژت کو وی یا خوە کر و ئێدی ناخوازت وێ ببینت. پشتی چەند مەهان زکێ خوشییێ مەزن دبت و دایک پی دزانت و پآشی باب ژی. دایکا وێ پێ دحەست کو بابێ وێ ب ناسێن خوە را بریارا کوشتنا وێ دایە، لۆما دایک چەند پارەیان ددتێ و دبێژتێ بۆ خوە ژ ڤێ دەرێ برەڤە بەری کو تە بکوژن.

 

خوشی ل دەستپیکی ب وان پارەیان جەند شەڤ و رۆژێن خوە ل هۆتێلان دەرباس دکت و وەختێ کو پارەیێن وێ نامینن ئەو ژ هۆتێلێ دهێت دەرخستن. ئەو رۆژ ژی رۆژەکا تەحلی و بارانی بوو و ژانێن زارۆکبوونێ ژی دەست پي کربوون. ئەو ل کاڤلێ خانییەکی د ناڤ هەرییێ دا هەولا زارۆکبوونێ ددت و دبت قیژەقیژا وێ. فەرهاد یێ کو ژ کارەکێ خوە ڤەدگەریا مال وێ قیژەقیژێ دبهیست و دچت سەر دەنگی و دبینت کو ژنەک د ناڤ وی کاڤلی دا ل بەر زارۆکبوونی یە. ئەو هاری وێ دکت هەتا زارۆک دبت و پاشی وێ ب کور ڤە دکت د تاکسییەکێ دا و دخوازت وان ببت نەخوەشخانەیەکێ، لێ خوشی ناخوازت بچت نەخوەشخانەیێ و فەرهاد تێدگەهت کو ئەو ژ تشتەکی دترست، لۆما وێ دبت مالا خوە. فەرهاد کارمەندە و بتنێ دژیت و خوشی ژی د ئۆدەیەکێ د مالا وی دا دمینت. پشتی چەند سالان ژ مانا وێ ل نک فەرهادی ئەو شوو ب فەرهادی دکت و ژ وی حامل دبت. خوشی ب رێیا کچمەتا خوە پەیامەکێ ژ دایکا خوە را دهنێرت کو ئەو دخوازت وان ببینت، دایک لێ ڤەدگێرت کو ئەو ژی حەز دکت وێ ببینت، لێ بابێ وێ قەبوول ناکت. پاشی فەرهاد دو جاران دچت جەم دایوبابێ وێ و ل داوییێ ئەو قایل دبن کو خوشی ڤەگەرت و لێ دبۆرن و وەها ب دلخوەشی دگەهن یەکودو. هندی هێژا یە ئەو ل سەر دەستدرێژییێ بۆ سەر کج و ژنان بەردەوام بوو و ل سەر فهێتییەکا ژ وی رەنگی ل سەر دەستێ بابێ خوە دهێت کوشتن و باب ژی دهێت گرتن.

 

خوشی د دەما پێنج سالێن مانا خوە دا ل مالا فەرهادی هەر شەڤەکی ژ فەرهادی یان ژ خوە را سەرهاتییا مالباتا خوە و یا خوە یان یا هەڤالەکا خوە ڤەدگێرت. مرۆڤ هەست پی دکت نڤیسکار دخوازت زەهری شەهرەزادێ بکت یا کو ژ بۆ درێژکرنا مانا خوە د ژیانێ دا، هەر شەڤێ چیرۆکەک بۆ شەهرەیاری دگۆت و بنیڤی دهێلا هەتا شەڤەکا دی. ئاها خوشییێ ژی وەها ل فەرهادی دکر و باوەرییا وێ ب مێران نەما بوو.

 

گەلەک سەرهاتی ل دوو یەک و بلەز و ژ نشکان ڤە دکەڤن ناڤ جێرۆکا خوشیێ و هەڤۆکێن ڤەگیرانێ ژی گەلەک و گەلەک درێژن و جارنا یەک هەڤۆک دبت دۆرا دو بەرپەر و خواندەڤان پیێڤە دوەستت.