fredag 29 juli 2022

Viyar

Navê kitêbê: Viyar, temamtirîn çêkirîyê Xudê

Nivîskar: Diyar Eredinî

Weşanxane: Kitêbxaneya Atra li Dihokê

Çapxane: li Tehranê

Sala weşanê: 2020

Hejmara rûpelan: 244 

Romana Viyar behsa viyana du kesan û ya ji ber wê evînê bi serê wan hatî dike. ‌Her çend li ser bergê vê kitêbê nehatibe nivîsîn jî, lê ev berdewamîya romana heman nivîskarî ya berî vê, ya bi navê Êva ye. ji bo bêhtir têgehiştina bûyerên vê romanê dê çêtir be, eger mirov li berahîyê Êvayê bixwîne û paşî vê.

Viyar û Êvayê hez ji yekûdu dikir, lê mamê wê ew ji bo kurê xwe Eşresî dixwest û rê neda Êva şû bi Viyarî bike. Loma her du dildar direvin bo odeyeka binerd û dixwazn tê de, li dûrî xelkî berdewamîyê bi viyan û jiyana xwe bidin. Lê pismamê Êvayê pê dizane ka ew xwe li kî derê vedişêrin û ji derve dergehî li wan digire û wan dihêle bê av û xwarin heta ku nêzîkî mirinê dibin. Lê hevalekê Viyarî pê dihese û wan xilas dike û Eşres li ser hindê dihê girtin û kesek wî di zîndanê da dikuje.

Êva bi slametî ji wê karesatê derdikeve, lê Viyarê wê bo cend salan bêhiş li nexweşxaneyê dimîne. Di vî beşî da em dibînin ku Êvayê kurek ji Viyarî heye û ew li benda hişyarbûna Viyarî ye. Li dawîya dawî jî Viyar ji bêhişîyê radibe û  her du vedigerin ser viyan û jiyana xwe û Êva ducan e.

Yek ji vebêjên romanê Amed e. Ew nivîskar e û hevdîtinê li gel Êvayê, Viyarî û herweha Aryayê jî, hevala berê ya Viyarî dike ji bo ku serhatiya viyana wan bike roman û li dûmahîyê romana wî bi navê Beheşta biçûk dihê çap û belavkirin.

Di vê romanê da, ji bilî çend serhatîyên din yên tê da dihên vegêran, herweha mijarên civakî, derûnî, azadîya raderbrîn û rewşa nivîskar û rewşenbîran tê da dihên behiskirin.

 

ناڤێ کتێبێ: ڤیار، تەمامترین چێکرییێ خودێ

نڤیسکار: دیار ئەرەدنی

وەشانخانە: پەرتووکخانا ئاترا

چاپخانە: ل تەهرانێ

سالا وەشانێ: ٢٠٢٠  

هژمارا ڕووپەلان: ٢٤٤

ڕۆمانا ڤیار بەحسا ڤیانا دو کەسان و یا ژ بەر وێ ئەڤینێ ب سەرێ وان هاتی دکت. ‌هەر چەند ل سەر بەرگێ ڤێ کتێبێ نەهاتبت نڤیسین ژی، لێ ئەڤ بەردەوامیا ڕۆمانا هەمان نڤیسکاری یا بەری ڤێ، یا ب ناڤێ ئێڤا یە. ژ بۆ بێهتر تێگەهشتنا بوویەرێن ڤێ ڕۆمانێ دێ چێتر بت ئەگەر مرۆڤ ل بەراهییێ ئێڤایێ بخوینت و پاشی ڤێ.

ڤیار و ئێڤایێ حەز ژ یەکودو دکر، لێ مامێ وێ ئەو ژ بۆ کورێ خوە ئەشرەسی دخواست و ڕێ نەدا ئێڤا شوو ب ڤیاری بکت. لۆما هەر دو دلدار درەڤن بۆ ئۆدەیەکا بنئەرد و دخوازن تێ دا، ل دووری خەلکی بەردەوامییێ ب ڤیان و ژیانا خوە بدن. لێ پسمامێ ئێڤایێ پێ دزانت کا ئەو خوە ل کی دەرێ ڤەدشێرن و ژ دەرڤە دەرگەهی ل وان دگرت و وان دهێلت بێ ئاڤ و خوارن هەتا کو نێزیکی مرنێ دبن. ڵی هەڤالەکێ ڤیاری پێ دحەست و وان خلاس دکت و ئەشرەس ل سەر هندێ دهێت گرتن و کەسەک وی د زیندانێ دا دکوژت.

ئێڤا ب سلامەتی ژ وێ کارەساتێ دەردکەڤت، لێ ڤیارێ وێ بۆ جەند سالان بێهش ل نەخوەشخانەیێ دمینت. د ڤی بەشی دا ئەم دبینن کو ئێڤایێ کورەک ژ ڤیاری هەیە و ئەو ل بەندا هشیاربوونا ڤیاری یە. ل داوییا داوی ژی ڤیار ژ بێهشییێ ڕادبت و  هەر دو ڤەدگەرن سەر ڤیان و ژیانا خوە و ئێڤا دوجانە.

یەک ژ ڤەبێژێن ڕۆمانێ ئامەدە. ئەو نڤیسکارە و هەڤدیتنێ ل گەل ئێڤایێ، ڤیاری وهەروەها ئاریایێ ژی، هەڤالا بەرێ یا ڤیاری دکت ژ بۆ کو سەرهاتیا ڤیانا وان بکت ڕۆمان و ل دووماهییێ ڕۆمانا وی ب ناڤێ بەهەشتا بچووک دهێت چاپ و بەلاڤکرن.

د ڤێ ڕۆمانێ دا، ژ بلی چەند سەرهاتییێن دی ێین تێ دا دهێن ڤەگێران، هەروەها مژارێن جڤاکی، دەروونی، ئازادییا ڕادەربرین و ڕەوشا نڤیسکار و ڕەوشەنبیران تێ دا دهێن بەحسکرن.


måndag 25 juli 2022

Min tu kuştî da pêkve bjîn

 

Navê kitêbê: Min tu kuştî da pêkve bjîn

Nivîskar: Nizar Bijar

Weşanxane: Kitêbxaneya Cizîrî I Dihokê

Çapxane: Kitêbxaneya Cizîrî I Dihokê

Sala weşanê: 2020

Hejmara rûpelan: 250


 

Romana "Min tu kuştî da pêkve bijîn" romaneka civakî û derûnî ye û mjara wê li ser evîna xortekî ye ku, ji bo bidestveînana wê keça ew hez jê dike, amade ye her tiştê baş û xerab bike.

‌Hedar û Ehmed gelek hez ji yekûdu dikin û carekê, wextê Hedar ji hevdîtina li gel Ehmedî bi tenî vedigeriya mal, kesek ji pişt ve hatê û pateyek da ber dev û navçavên wê û ew bêhiş kir û revand. Dema ku Hedar ji bêhişîyê hişyar bû, wê xwe dît nêvtazî û xwîn li ser textê ew li ser razandî. Ew wesa têgehişt ku destdirêjî bo ser keçînîya wê hatiye kirin.

Zilamê ku di wê odeyê de bû navçavên xwe pêça bûn da ku nehêt naskirin. Wî zilamî rê da wê ku derkeve û biçe mala xwe, lê gef lê kirin û gotê eger ew dengî ji xwe bîne û behsa ya bi serê wê hatî bo kesekî bike, ew dê wêneyên wê yên tazî û rûs belav bike û dê birayê wê bikuje. Wê ew serhatîya xwe bes bo dildarê xwe Ehmedî got. Lê Ehmed li cihê ku di wê tengasîyê da pşitgiriya Hedarê bike, ew derhal peywendîya xwe li gel wê qut dike û wê bi tenê dihêle.

Hedarê ji bilî Ehmedî bawerî bes bi hevalekê xwe hebû ku navê wî Hêja bû û ew bi malbata xwe ve li Elmanyayê bû. Wê pêwendî bi Hêjayî kir û serhatîya xwe jê ra got û daxwaza alîkarîyê jê kir. Hêja ji Elmanya zû li hewara Hedarê hat wî welatê Hedar lêbû û malbata wî jê çûbû Elmanya. Hêjayî wek çareserî pêşniyaz kir ku Hedar şû bi wî bike da rêyê li ber her gotgotk û pirsgrêkekê bigirin. Hedar ji bêgavîyê pêşniyaza wî erê dike û şû bi Hêjayî dike û li gel wî diçe Elmanya.

Babê hêjayî dewlemend bû û li bajêrekê Elmanya xudanê rêzemarkêtan bû û kurê xwe Hêja kir rêveberê gşitî yê wan dikanan. ‌Hêjayî di dema seredana xwe da bo cem Hedarê li welatê jê hatî, bi tirmbêlê li ser rêyekê li zarokekî da bû û zarok demildest miribû. Wî û hevalê wî Rojhatî, yê ku hîngê di tirmbêlê da pê ra bû, ew zarok bir cihekî û binax kir. Evca Rojhatê ku dixwest biçe derveyê welatê xwe ew bi kar îna û digot hêjayî eger ew wî nebe Elmanya ew dê wê nihêniya wî aşkera bike. ‌Hêja ji tirsa wê gefê neçar dibe û Rojhatî dibe Elmanya û dike rêveberê dikaneka xwe. Ew gelek mesrefê lê dike da ku ew wê nihênîya wî ya kuştina zarokî aşkera neke.

Rojhat hînî vexarina meyê û qumarê dibe û di wê heyamê da ew kesekî bi navê Metîn nas dike û karî li dikana ku ew rêveberê wê ye dideyê. Rojhat carekê li ser rêyekê rastî serxweşekî dibe û di navbera wan da dibe şeredev û şeredest û ew di wê rûdanê da wî kesê serxweş dikuje. Ew li ser hindê dihê girtin û zîndanîkirin, lê ji zîndanê direve û rojekê dihê cihê karê Hêjayî û wê rojê Metîn jî li wê derê bû. Hêja bixêrhatina wî dike û qehweyekê dideyê, lê diyar bû ku Hêjayî polîs bi hatina Rojhatî agahdar kiribû. Demê ku polîs bi ser da digirin Rojhat dilgirtî dibe û dikeve û dimire.

Paşî diyar dibe ku Metîn di rastîyê da Ehmed e û ew ji bo peydakirina Hedarê û evîna xwe hatibû Elmanya, lê hedar wî bêhîvî dike û dibêjeyê ku wê nuke jiyana xwe heye û bila ew jî jiyana xwe ava bike. Lê Metîn naxwaze bê Hedarê bijî û xwe ji avahîyekê bilind dihavêje û dimire.

‌Hêja li hember van hemî bûyeran hest bi gunehkarîyê dike û wan hestên xwe û bûyerên li ser destê wî pêk hatibûn di laptopa xwe da dinivîse. Wextê rojekê Hedar wan nivîsên wî di laptopa wî da dixwîne, ji nû ew dizane ku ev hemî ya bi serî wê, bi serê Ehmedî û Rojhatî hatî ji planên mêrê wê Hêjayî bûn. Ew êdî dixwaze wî bikuje û berê debanceya ku Hêjayî bi xwe jê ra kirîbû dideyê, lê Helgurd, birayê Hêjayî û alîkarê wî di pranîya wan bûyeran da, ji pişt ve guleyekê berdideyê. ‌Hedar dimire, Helgurd dihê zîndanîkirin û Hêja di nav xem û janan da dimîne.

 


ناڤێ کتێبێ: من تو کوشتی دا پێکڤە بژین

نڤیسکار: نزار بژار

وەشانخانە: کتێبخانا جزیری ل دهۆکێ

چاپخانە: کتێبخانا جزیری ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠٢٠

هژمارا ڕووپەلان: ٢٥٠

ڕۆمانا "من تو کوشتی دا پێکڤە بژین" ڕۆمانەکا جڤاکی و دەروونی یە و مژارا وێ ل سەر ئەڤینا خۆرتەکی یە کو، ژ بۆ بدەستڤەئینانا وێ کچا ئەو حەز ژێ دکت ئامادە یە هەر تشتی بکت.

‌هەدار و ئەحمەد گەلەک حەز ژ یەکودو دکن وجارەکێ، وەختێ هەدار ژ هەڤدیتنا ل گەل ئەحمەدی ب تەنی ڤەدگەریا مال، کەسەک ژ پشتڤە هاتێ و پاتەیەک دا بەر دەڤ و ناڤچاڤێن وێ و ئەو بێهش کر و ڕەڤاند. دەمێ کو هەدار ژ بێهشییێ هشیار بوو، وێ خوە دیت نێڤتازی و خوین ل سەر تەختێ ئەو ل سەر ڕازاندی. ئەو وەسا تێگەهشت کو دەستدرێژی بۆ سەر کچینییا وێ هاتیە کرن.

زەلامێ کو د وێ ئۆدەیێ ڤە بوو ناڤچاڤێن خوە پێچا بوون دا کو نەهێت ناسکرن. وی زەلامی ڕێ دا وێ کو دەرکەڤت و بچت مالا خوە، لێ گەف لێ کرن و گۆتێ ئەگەر ئەو دەنگی ژ خوە بینت و بەحسا یا ب سەرێ وێ هاتی بۆ کەسەکی بکت، ئەو دێ وينەیێن وێ یێن تازی و ڕووس بەلاڤ بکت و دێ برایێ وێ کوژت. وێ ئەو سەرهاتییا خوە بەس بۆ دلدارێ خوە ئەحمەدی گۆت. لێ ئەحمەد، ل جهێ کو د وێ تەنگاسییێ دا پشتگریا هەدارێ  بکت، ئەو دەرحال پەیوەندییا خوە ل گەل وێ قوت دکت و وێ ب تەنێ دهێلت.

هەدارێ ژ بلی ئەحمەدی باوەری بەس ب هەڤالەکێ خوە هەبوو کو ناڤێ وی هيژا بوو و ئەو ب مالباتا خوە ڤە ل ئەلمانیایێ بوو. وێ پەیوەندی ب هێژایی کر و سەرهاتییا خوە ژێ ڕا گۆت و داخوازا ئالیکارییێ ژێ کر. هێژا ژ ئەلمانیا زوو ل هەوارا هەدارێ هات وی وەلاتێ هەدار لێ بوو و مالباتا وی ژێ چووبوو ئەلمانیا. هێژایی وەک چارەسەری پێشنیاز کر کو هەدار شوو ب وی بکت دا ڕێیێ ل بەر هەر گۆتگۆتک و پرسگرێکەکێ بگرن. هەدار ژ بێگاڤییێ پێشنیازا وی ئەرێ دکت و شوو ب هێژایی دکت و ل گەل وی دچت ئەلمانیا.

بابێ هێژایی دەولەمەند بوو و ل باژێرەکێ ئەلمانیا خودانێ ڕێزەمارکێتان بوو و کورێ خوە هێژا کر ڕێڤەبەرێ گشتی یێ وان دکانان. ‌هێژا د دەمێ سەرەدانا خوە دا بۆ جەم هەدارێ، ل وەلاتێ ژێ هاتی، ب ترمبێلێ ل سەر ڕێیەکێ ل زارۆکەکی دا بوو و زارۆک دەملدەست مربوو. وی و هەڤالێ وی ڕۆژهاتی یی کو هینگێ د ترمبێلێ دا پێ ڕا بوو، ئەو زارۆک بر جهەکی و بنئاخ کر. ئەڤجا ڕۆژهاتێ کو دخواست بچت دەرڤەیێ وەلاتێ خوە، ئەو ب کار ئینا و دگۆت هێژایی ئەگەر ئەو وی نەبت ئەلمانیا ئەو دی نهێنیا وی ئاشکەرا بکت. ‌هیژا ژ ترسا وێ گەفێ نەچار دبت و ڕۆژهاتی دبت ئەلمانیا و دکت ڕێڤەبەرێ دکانەکا خوە. ئەو گەلەک مەسرەفێ لی دکت دا کو ئەو نهینیا وی یا کوشتنا زارۆکی ئاشکرا نەکت.

ڕۆژهات هینی ڤەخارنا مەی و قومارێ دبت و د وێ هەیامێ دا ئەو کەسەکی ب ناڤێ مـەتین ناس دکت و کاری ل دکانا کو ئەو ڕێڤەبەرێ وێ یە ددتێ. ڕۆژهات جارەکێ ل سەر رێیەکێ ڕاستی سەرخوەشەکی دبت و د د ناڤبەرا وان دا دبت شەرەدەڤ و شەرەدەست و ئەو د وێ روودانێ دا وی کەسێ سەرخوەش دکوژت. ئەو ل سەر هندێ دهێت گرتن و زیندانیکرن، لێ ژ زێندانێ درەڤت و رۆژەکێ دهێت جهێ کارێ هێژایی و وێ ڕۆژێ مەتێن ژی ل وێ دەرێ بوو. هێژا بخێرهاتنا وی دکت و قەهوەیەکێ ددتێ، لێ دیار بوو کو هێژایی پۆلیس ب هاتنا ڕۆژهاتی ئاگاهدار کربوو. دەمێ کو پۆلیس ب سەر دا دگرن ڕۆژهات دلگرتی دبت و دکەڤت و دمرت.

پاشی دیار دبت کو مەتین د ڕاستییێ دا ئەحمەدە و ئەو ژ بۆ پەیداکرنا هەدارێ و ئەڤینا خوە هاتبوو ئەلمانیا، لێ هەدار وی بێهیڤی دکت و دبێژتێ کو وێ نوکە ژیانا خوە هەیە و بلا ئەو ژی ژیانا خوە ئاڤا بکت. لێ مەتین ناخوازت بێ هەدارێ بژیت و خوە ژ ئاڤاهییەکێ بلند دهاڤێژت و دمرت.

‌هێژا ل هەمبەر ڤان هەمی بوویەران هەست ب گونەهکارییێ دکت و وان هەستێن خوە و بوویەرێن ل سەر دەستێ وێ پێک هاتبوون د لاپتۆپا خوە دا دنڤیست. وەختێ ڕۆژەکێ هەدار وان نڤیسێن وی د لاپتۆپا وی دا دخوینت، ژ نوو دزانت کو ئەڤ هەمی یا ب سەری وێ، ب سەری ئەحمەدی و ڕۆژهاتی هاتی ژ پلانێن مێرێ وێ هێژایی بوون. ئەو ئێدی دخوازت وی بکوژت و بەرێ دەبانجەیا کو هێژایی ب خوە ژێ ڕا کریبوو ددتێ، لي هەلگورد، برایێ هێژایی و ئالیکارێ وی د پرانیا وان بوویەران دا، ژ پشت ڤەگولەیەکێ بەرددتێ. ‌هەدار دمرت، هەلگورد دهێت زیندانیکرن و هێژا د ناڤ خەم و ژانان دا دمینت.

söndag 3 juli 2022

Şape

Navê kitêbê: Şape

Nivîskar: Edrîs Asihî

Weşanxane:

Çapxane: Çapxaneya Zana

Sala weşanê: 2017

Hejmara rûpelan: 257


 

Şape li ser enfala 1988ê ya bo ser devera Behdînanê ye û li bin gotina diyarîyê, ya li pêşîya kitêbê da ye, hatiye nivîsîn ku rûdanên vê romanê ji serpêhatîyeka rastîn hatine wergirtin.

Şerê Îraq û Îanê bi dawî hatiye û Îraqê berê leşker û cebilixaneya xwe daye Kurdistanê. Meh tebaxa 1988ê ye û qonaxa şeşem ya hêrişa enfalê berbûye ser Behdînanê. Di vê hêrşê da Îraq her core çekî bi kar diîne û di nav da yê kîmiyayî jî û hemî gund û xelkê deverê ketine ber lihîya ‌wê hêrşê.

Gulê bi sê zarokên xwe yên biçûk ve li gundî ye û ducan e. Mêrê wê Rizgar pêşmerge ye û li ser erkê xwe ye. Lê ji ber rewşa nearam, hêrşa Îraqê û tirsa lêdana çekê kîmyayî û jinavbirina xelkî briyar hatiye dan ku xelk gundan, berî hêrşa kîmyayî û nêzîkbûna leşkerê îraqî, bihêlin û ber bi sinoran birevin. Rizgar jî her di wan rojan da dihê mal. Ew çend roj in jina wî kurek bûye û Gulê di rewşeka nebaş da ye û xwîn ji ber diçe. Reweşa zarokî jî nebaş e û şîrê dayika wî ya lawaz têrê nake û ji ber birsê girîya zarokî ranawste.

Rizgar bi jin û zaokên xwe û bi xelkê gundî re her tşitê xwe dihêlin û ber bi sinoran direvin. Gulê bi rêyê da gelek bêhêz dibe û şîr bo zarokî bi yekcarî di çiçkên wê da namîne û zarok jî ji bêşîrîyê berdewam digirî û her ku diçû lawaztir dibû. Dema ku da li cehdeyê, ber bi bakur derbas bin, diviyaba kesê deng ji xwe neînaba û zarok jî negiriyabana da ku haya çete û serbazên îraqî, yên li hindav rêyê bûn, ji xelkî neba. Loma û ji bo ku jina wî û hersê zarok û xelkê din xwe bi silametî derbas bikin aliyê din yê cehdeyê, Rizgar zarokê xwe yê çendrojî, yê nîvmirî, li bin siha kevirekî dihêle û bi yên din re cehdeyê derbas dike. Ew paşî, li ser txûbên bakur jina xwe bi wê rastîyê agahdar dike. Jin ji ber hindî rastî tirawma û nexweşiya derûnî dibe.

Ew li kempa penaberan li Amedê bicihـ dibin . Rizgar bi alîkariya kurdekê bakur karekî dike. Û li ser wî karî zelamekê din yê başûr ku li kempa Mêrdînê bû nas dike. Ji serhatîya wî zelamî diyar dibe ku ew bi malbata xwe ve, di dema revê di heman rêyê da  û li ser şopa wan hatibûn. Wan bi rê ve zarokek li ber kevirekî dîtibû û wan bi xwe ra îna û ew sax e û du salî ye. Êdî xuya dibe ku ew zarok kurê Rizgarî û Gulê bû. Li dawiya romanê zarok li wan dihê vegerandin, lê Gulê tehemila wê keyfa mezin nake û jiyana xwe ji dest dide.

Ji bilî wê ku xwendevan di xwendina vê berhemê da dibe şahidê karesata enfalan û ya bi serê xelkê başûrê Kurdistanê hatî, reftara leşkerê îraqî û paşî yê tirk li ser sinoran û jiyana li kempên penaberîyê, ew herweha jî helwêsta kurdên bakur li hember birayên xwe yên başûr û pşitgriya wan ya di wê dema dijwar da dibîne.     

 

ناڤێ کتێبێ: شاپە

نڤیسکار: ئەدریس ئاسیهی

وەشانخانە:

چاپخانە: چاپخانا زانا

سالا وەشانێ: ٢٠١٧

هژمارا ڕووپەلان: ٢٥٧

شاپە ل سەر ئەنفالا ١٩٨٨ێ یا بۆ سەر دەڤەرا بەهدینانێ یە و ل بن گۆتنا دیارییێ، یا ل پێشییا کتێبێ دا یە، هاتیە نڤیسین کو روودانێن ڤێ رۆمانێ ژ سەرپێهاتییەکا راست هاتنە وەرگرتن.

شەرێ عیراق و ئیرانێ ب داوی هاتیە و عیراقێ بەرێ لەشکەر و جەبلخانەیا خوە دایە کوردستانێ. مەها تەباخا ١٩٨٨ێ یە و قۆناغا شەشەم یا هێرشا ئەنفالێ بەربوویە سەر بەهدینانێ. د ڤێ هێرشێ دا عیراق هەر جۆرە چەکی ب کار دئینت و د ناڤ دا یێ کیمیایی ژی و هەمی گوند و خەلکێ دەڤەرێ کەتنە بەر لهیا ‌وێ هێرشێ.

گولێ ب سێ زارۆکێن خوە یێن بچووک ڤە ل گوندی یە و دووجانە. مێرێ وێ رزگار پێشمەرگە یە و ل سەر ئەرکێ خوە یە. لێ ژ بەر رەوشا نەئارام، هێرشا عیراقێ و ترسا لێدانا چەکێ کیمیایی بریار هاتیە دان کو خلک گوندان، بەری هێرشا کیمیایی و نیزیکبوونا لەشکەرێ عیراقێ، بهێلن و بەر ب سنۆران برەڤن. رزگار ژی هەر د وان رۆژان دا دهێت مال. ئەو چەند رۆژن ژنا وی کورەک بوویە و گولێ د رەوشەکا نەباش دا یە و خوین ژ بەر دچت. ردەشا زارۆکی ژی نەباشە و شیرێ دایکا وی یا لاواز تێرا ناکت و ژ بەر برسێ گرییا زارۆکی راناوەستت.

رزگار و ژن و زاۆکێن خوە ب خەلکێ گوندی را هەر تشتێ خوە دهێلن و بەر ب سنۆران درەڤن. گولێ ب رێیێ دا گەلەک بێهێز دبت و شیر بۆ زارۆکی ب یەکجاری د چچکێن وێ دا نامینت و زارۆک ژی ژ بێشیرییێ بەردەوام دگریت و هەر کو دچت لاوازتر دبت. دەما کو دا ل جەهدەیێ بەر ب باکور دەرباس بن، دڤیاباکەسێ دەنگ ژ خوە نەئینابا و زارۆک ژی نەگریابان دا کو هایا چەتە و سەربازێن عیراقی ژ خەلکێ نەبا. لۆما و ژ بۆ کو ژنا وی و هەرسێ زارۆک و خەلکێ دی ب سلامەتی خوە دەرباس بکن ئالیێ دی یێ جەهدەیێ ، رزگار زارۆکێ خوە یی چەندرۆژی، یێ نیڤمری، ل بن سها کەڤرەکی دهێلت و ب یێن دی را جەهدەیێ دەرباس دکت. ئەو پاشی، ل سەر تخووبێن باکور ژنا خوە ب وێ راستیێ ئاگاهدار دکت. ژن ژ بەر هندی راستی تراوما و نەخوەشیێن دەروونی دبت.

ئەو ل کەمپا پەنابەران ل ئامەدێ بجهـ دبن. رزگار ب ئالیکاریا کوردەکێ باکور کارەکی دکت. ئو ل سەر وی کاری زەلامەکێ دی یێ باشوور کو ل کەمپا مێردینێ بوو ناس دکت. ژ سەرهاتییا وی زەلامی دیار دبت کو ئەو ب مالباتا خوە ڤە، د دەما رەڤێ دا، د هەمان رێیێ دا و ل سەر شۆپا وان هاتبوون. ، وان ب رێ ڤە زارۆکەک ل بەر کەڤرەکی دیتبوو و وان ب خوە را ئینا و ئەو ساخە و دو سالی یە. ل داویا رۆمانێ زارۆک ل وان دهێت ڤەگەراندن، لێ گولی تەحەمللا وێ کەیفا مەزن ناکت و ژیانا خوە ژ دەست ددت.

ژ بلی وێ کو خواندەڤان ل گەل خواندنا ڤێ بەرهەمێ دبت شاهدێ کارەساتا ئەنفالان و یا ب سەرێ خەلکێ باشوورێ کوردستانێ هاتی، رەفتارا لەشکەرێ عیراقێ و پاشی یێ ترکی ل سەر سنۆران و ژیانا ل کەمپێن پەنابەرییێ، ئەو هەروەها ژی هەلوێستا کوردێن باکور ل هەمبەر برایێن خوە یێن باشوور و پشتگرییا وان د وی دەمێ دژوار دا بینت.