onsdag 15 juni 2022

Frîşta êşanê

 

Navê kitêbê: Frîşta êşanê
Nivîskar: Elind Kurdî
Weşanxane:
Çapxane:
Sala weşanê: 2020
Hejmara rûpelan: 151


 

Evîna keç û kuran û hilbijartina wan ya di navbera evîna durist yan ya yekalî da babetê serekî yê romana civakî Frîşta êşanê ye.

Êrêk xurtekê 24 salî ye, wî xwendina xwe ya zanîngehê timam kiriye. Ew her roj diçe bajêrî û bo xwe li dû şolekî digerhe. Ew wextê firavînê jî diçe baxekî û li wê derê, wê kêk û ava hinaran, ya ku dayika wî jê ra kiriye di çanitkê wî da, dixwe û vedixwe. Ew carekê li wî baxî pîremêrekî bi navê Karlî nas dike û dibin heval. Her li wê derê jî çavên wî bi zilamekî dikevin ku ji kinc û sîmayê wî diyar dibû ku hejar û bê mal û lal e. Bala wî hîngê ketibû ser wê ku Karlî ew zilam nas dikir û çavê xwe didayê. Wî jî her roj parçeyeka kêka xwe û hinek ava hinaran da wî zlamî.

Karl ji Êrêkî ra çîroka xurtekî dibêje û ew li hev dihên ku her roj li wê derê hevûdu bibînin û Karl her roj parçeyeka wê çîrokê jê ra vegêre.

Naveroka çîrokê li ser xurtekî ye bi navê Rîkardî. Xurt ji bo xwendina li zanîngehê diçe bajêrekê dî û li wê derê keçekê bi navê Arya nas dike û lê aşiq dibe. Lê Arya ne pê ra ye û ne jê vediqete û viyaneka dualî di navbera wan da pêk nayê. Ev viyana bêhtir ji rexekî ve, Rîkardî dêşîne û ew ji ber kartêkirina wê jî xwendina xwe dihêle û sewdaser dibe û wekî rev ji wê hemiyê berê xwe dide serbazîyê. Lê ji ber rewşa derûnî ya ne saxlem namîne di serbazîyê da û dema vedigere mal dibîne ku xanîyê wan şewtiye û dêûbavên wî di wê bûyerê da jiyana xwe ji dest daye.

Vebêjê çîrokê Karl dimire, lê ew dawîya çîrokê nivîskê dihêle nik hevjîna xwe û ew jî wê dide Êrêkî û dbêjeyê ku mêrê wê xwestiye ku Êrêk çavê xwe bide wî zilamê hejar û bêmal yê li baxî. Û Êrêk ji xwandina dûmahîya çîrokê dizane ku ji ber ya bi serê wî hatî, Rîkardî hişê xwe ji dest dabû, lal bû û bê mal û xweyî li bajêrî digerhe. Ew ji nû têgehişt ku ew zilamê hejar û bêmal yê ku wî li baxî, li gel Karlî nas kiribû, Rîkard bi xwe bû yê ku Karlî serhatîya wî digot. Loma ew bi lez diçe wî baxî, lê êdî dereng bû û Rîkard miribû.

Serhatîya Êrêkî bi xwe berûvajî ya Rîkardî bi dawî dihê. Êrêk û Zuya ku bibûne hevalên gelek nêzîk û danûstandina wan bi yekûdu ra gelek baş bû û li ser her tiştî vekirî li gel yekûdu diaxiftin, Hez ji hevûdu dikin. Ew hevjînîyê pêk diînin û du zarokên wan çêdibin û yê sêyê jî bi rê da ye.

 

ناڤێ کتێبێ: فریشتا ئێشانێ

نڤیسکار: ئەلند کوردی

وەشانخانە:

چاپخانە:

سالا وەشانێ: ٢٠٢٠

هژمارا ڕووپەلان: ١٥١

ئەڤینا کچ و کوران و هلبژارتنا وان یا د ناڤبەرا ئەڤینا دورست یان یا یەکئالی دا بابەتێ سەرەکی یێ ڕۆمانا جڤاکی فریشتا ئێشانێ یە.

ئێرێک خورتەکێ ٢٤ سالی یە، وی خواندنا خوە یا زانینگەهێ تمام کریە. ئەو هەر ڕۆژ دچت باژێری و بۆ خوە ل دوو شۆلەکی دگەرهت. وەختێ فراڤینێ ژی دچت باغەکی و ل وێ دەرێ، وێ کێک و ئاڤا هناران یا کو دایکا وی ژێ ڕا کریە د چانتکێ وی دا دخوت و ڤەدخوت. ئەو جارەکێ ل وی باغی پیرەمێرەکی ب ناڤێ کارلی ناس دکت و دبن هەڤال. هەر ل وێ دەرێ ژی چاڤێن وی ب زلامەکی دکەڤن کو ژ کنج و سیمایێ وی دیار دبوو کو هەژار و بێ مال و لالە. بالا وی هینگێ کەفتبوو سەر وێ کو كارلی ئەو زلام ناس دکر و چاڤێ خوە ددایێ. وی ژی هەر ڕۆژ پارچەیەکا کێکا خوە و هندەک ئاڤا هنارا دا وی زلامی.

كارل ژ ئێرێکی ڕا چیرۆکا خورتەکی دبێژت و ئەو ل هەڤ دهێن کو هەر ڕۆژ ل وێ دەرێ هەڤودو ببینن و کارل هەر ڕۆژ پارچەیەکا وێ چیرۆکێ ژێ ڕا ڤەگێرت.

 ناڤەرۆکا چیرۆکێ ل سەر خورتەکی یە ب ناڤێ ڕیکاردی. خورت ژ بۆ خواندنا ل زانینگەهێ دچت باژێرەکێ دی و ل وێ دەرێ کچەکێ ب ناڤێ ئاریا ناس دکت و لێ عاشق دبت. لی ئاریا نە پێ ڕا یە و نە ژێ ڤەدقەتت و ڤیانەکا دوئالی د ناڤبەرا وان دا پێک ناهێت. ئەڤ ڤیانا بێهتر ژ ڕەخەکی ڤە، ڕیکاردی دئێشینت و ئەو ژ بەر کارتێکرنا وێ ژی خواندنا خوە دهێلت و سەوداسەر دبت و وەکی ڕەڤ ژ وێ هەمیێ بەرێ خوە ددت سەربازییێ. ڵی ژ بەر ڕەوشا دەروونی یا نە ساخلەم نامینت د سەربازییێ دا و دەمێ ڤەدگەرت مال دبینت کو خانییێ وان شەوتیە و دایبابێن وی د وێ بوویەرێ دا ژیانا خوە ژ دەست دایە.

ڤەبێژێ چیرۆکێ کارل دمرت، لێ ئەو داوییا چیرۆکێ نڤیسکێ دهێلت نک هەڤژینا خوە و ئەو ژی وێ ددت ئێرێکی و دبێژتێ کو مێرێ وێ خواستیە کو ئێرێک چاڤێ خوە بدت وی زلامێ هەژار و بیمال یێ ل باغی. ئو ئێرێک ژ خواندنا دووماهیا چیرۆکێ دزانت کو ژ بەر یا ب سەرێ وی هاتی، ڕێکاردی هشێ خوە ژ دەست دا ، لال بوو و بێ مال و خوەیی ل باژیری دگەرهت. ئەو ژ نوو تێگەهشت کو ئەو زلامێ هەژار و بێمال یێ کو وی ل باغی، ل گەل کارلی ناس کربوو ڕیکارد ب خوە بوو یێ کو كارلی سەرهاتییا وی دگۆت. لۆما ئەو ب لەز دچت وی باغی، لێ ئێدی درەنگ بوو و ڕیکارد مربوو.

سەرهاتیا ئێرێکی ب خوە بەروڤاژی یا ڕیکاردی ب داوی دهێت. ئێرێک و زویا کو ببونە هەڤالێن گەلەک نێزیک و دانوستاندنا وان ب یەکودو ڕا گەلەک باش بوو و ل سەر هەر تشتی ڤەکری ل گەل یەکودو دئاخفتن، حەز ژ هەڤودو دکن. ئەو هەڤژینیێ پێک دئینن و دو زارۆکێن وان چێدبن و یێ سێیێ ژی ب ڕێ دا یە.

 

måndag 13 juni 2022

Ûlîviya

Navê ktêbê: Ûlîviya

Nvîskar: Milet Mihemed

Weşanxane: Kitêbxaneya Czîrî

Çapxane: Li Tehranê

Sala weşanê: 2020

Hejmara rûpelan: 197 


 

Mjara romana Ûlîviya civakî ye û bêhtir li ser jin û mêran û pêwendiyên wan li gel yekûdu û bi derdorê ra û kartêkirina wê çendê li ser jiyan û paşeroja wan e.

Em her ji du berperên destpêkê têdigehin ku nivîskara vê serhatîyê Ûlîviya ye. Ew 25 salî ye û li Kalîforniyayê dxwîne û kar dike. Ew çîroka jinekê vedibêje ku ew pê hatiye navkirin, anku navê wê jî Ûlîviya bû.

Ûlîviya şûyekê bê dlê xwe kiribû û mêrê wê yê serbaz berdewam reftareka gelek xerab li gel dikir û ew ji bo wî wek xidama malê bû. Xwezûrê wê yê meyvexor jî, ku li mala wê bû, barê wê hêj girantir kiribû. Ji bilî vê jî efserê berpirsiyar ji mêrê wê, dilê xwe biribûyê û ew ji xwe ra diviya.

Ûlîviya li kargeheka zeytûnan kar dikir û di wextê çinîna zeytûnan da Arêv nas kir û herduyan hez ji yekûdu kir. Barê Ûlîviyayê bi nasîna Arêvî siviktir bû û dema ew didît êş û sergêjiyên malê ji bîr dkirin û hêvîyek di jiyanê da jê ra çêdibû.

Bûyer gelek bi lezgînî çêdbin û di nava wan da mêr, xezûr û efser dmirin. Ûlîviya vedigere malbaba xwe û li gulxaneyekê kar dike, lê her dil û hzira wê li dû Arêvî ye, yê ku li bajêrekê din e. Ew û Arêv li dûmahiyê, di rewşeka aloz da digehin yekûdu.

Çend mijarên din jî di vê prtûkê da hatine livandin, wek hezjêkirina du kesên ji du dînên cuda ji hevûdu û karvedanên wê di nav dorhêlê da.

 

 

ناڤێ کتێبێ: ئولیڤیا

نڤیسکار: مللەت محەمەد

وەشانخانە: کتێبخانا جزیری

چاپخانە: ل تەهرانێ

سالا وەشانێ: ٢٠٢٠

هژمارا ڕووپەلان: ١٩٧

 

مژارا ڕۆمانا ئولیڤیا جڤاکی یە و بێهتر ل سەر ژن و مێران و پيوەندیێن وان ل گەل یەکودو و ب دەردۆرێ را و کارتێکرنا وێ چەندێ ل سەر ژیان و پاشەرۆژا وانە.

ئەم هەر ژ دو بەرپەرێن دەستپێکێ تێدگەهن کو نڤیسکارا ڤێ سەرهاتیێ ئولیڤیا یە. ئەو ٢٥ سالی یە و ل کالیفۆرنیا دخوینت و کار دکت. ئەو چیرۆکا ژنەکێ ڤەدبێژت کو ئەو پێ هاتیە ناڤکرن، ئانکو ناڤێ وێ ژی ئولیڤیا بوو.

ئولیڤیا شوویەکێ بێ دلێ خوە کربوو و مێری وێ یێ سەرباز بەردەوام رەفتارەکا گەلەک خەراب ل گەل دکر و ئەو ژ بۆ وی وەک خداما مالێ بوو. خوەزوورێ وێ یێ مەیڤەخۆر ژی، کو ل مالا وێ بوو، بارێ وێ هێژ گرانتر کربوو. ژ بلی ڤێ ژی ئەفسەرێ بەرپرسیار ژ مێرێ وێ، دلێ خوە بربوویێ و ئەو ژ خوە را دڤیا.

ئولیڤیا ل کارگەهەکا زەیتوونان کار دکر و د وەختێ چنینا زەیتوونان دا ئارێڤ ناس کر و هەردویان حەز ژ یەکودو کر. بارێ ئولیڤیا ب ناسینا ئارێڤی سڤکتر بوو و دەمێ ئەو ددیت ئێش و سەرگێژیێن مالێ ژ بیر دکرن و هیڤیەک د ژیانێ دا ژێ را چێدبوو.

 بوویەر گەلەک ب لەزگینی چێدبن و د ناڤا وان دا مێر، خەزوور و ئەفسەر دمرن. ئولیڤیا ڤەدگرە مالبابا خوە و ل گولخانەیەکێ کار دکت، لێ هەر دل و هزرا وێ ل دوو ئارێڤی یە یێ کو ل باژێرەکی دی یە. ئەو و ئارێڤ ل دووماهیێ د رەوشەکا ئالۆز دا دگەهن یەکودو.

چەند مژارێن دی ژی د ڤێ پرتووکێ دا هاتنە لڤاندن، وەک حەزژێکرنا دو کەسێن ژ دو دینێن جودا ژ هەڤودو و کارڤەدانێن وێ د ناڤ دۆرهێلێ دا.


fredag 3 juni 2022

Jiyanname di romana Kurê Zinarê serbilind ya Sidqî Hirorî da

 

Jiyanname di romana Kurê Zinarê serbilind ya Sidqî Hirorî da, Abdi Haji Mohammed û Ramadan Haji Qader.

Kovara zanîngeha Dihokê, perbenda: 24, hejmar 2, (Zanistên mirovayetî û komelnasî), 2021.

 

ژیاننامه‌ د ڕۆمانا كورێ زنارێ سه‌ربلند یا سدقی هرۆری دا   

عەبدی ‌حاجی محەمەد و رەمەزان حەجی قادر، کۆڤارا زانکۆیا دهوک، پەربەندا: ٢٤، ژمارە: ٢، (زانستێن مرۆڤایەتی و کۆمەلناسی)، ٢٠٢١.

 

https://journal.uod.ac/index.php/uodjournal/article/view/1453

Têkelbûna şi’rê d romanên Sidqî Hirorî da

 

Têkelbûna şi’rê d romanên Sidqî Hirorî da, Abdi Haji Mohammed û Ramadan Haji Qader.

Kovara zanîngeha Dihokê, perbenda: 25, hejmar 1, (Zanistên mirovayetî û komelnasî), 2022.

 

سدقى هرۆرى داتێكه‌لبوونا شیعرێ د رۆمانێن 

عەبدی ‌حاجی محەمەد و رەمەزان حەجی قادر، کۆڤارا زانکۆیا دهوک، پەربەندا: ٢٥، ژمارە: ١، (زانستێن مرۆڤایەتی و کۆمەلناسی)، ٢٠٢٢.

 

https://journal.uod.ac/index.php/uodjournal/article/view/1568