söndag 22 maj 2022

Kûsele

 

Navê ktêbê: Kûsele (Ew mirovê ji mirinê revî)

Nivîskar: Hesen Îbrahîm

Weşanxane: Dezgeha Palo

Çapxane: li Tehranê

Sala weşanê: 2020

Hejmara rûpelan: 204 


Penaberî û vegera welatî, mirin û jiyan mijara serekî ya romana Kûsele ye. Penaberî di vê romanê da dibe hevwateya mirinê û welat hevwateya jiyanê û her wek veger tê da, ji kesê serekî yê vê serhatiyê ra, dibe dermanê vejînê.

Pştî bîst salên penaberîyê li bajêrekî li Elmaniyayê, nexweşîya penceşêrê wî digire. Doktor ji saxbûna wî bê hêvî dibin û wî pê haydar dikin ku sê mehên jiyanê li ber wî mane.

Ew naxwaze jina wî û zarokên wî bizanin ku mirina wî nêzîk e. Ew briyara xwe dide ku biçe Kurdistanê û di hembêzên welat û dayika xwe da bimire. Ew vê jî nabêje jina xwe û wê weha têdigehîne ku ew dê bo demekî, bi seredan biçe û paşî dê vegere mal, bo ser çareseriya nexweşiya xwe. Lê jin gumanê jê dibe ku ew dê biçe Kurdistanê da li wê derê bimire.

Ew birayê xwe yê li Kurdistanê bi sefera xwe ya bo nik wan agahdar dike, lê birayî nevê ew biçe mala wan, ji ber ku bi dîtina wî, çûna wî yê nesax bo nik dayikê, dikare bibe egera dilgirtin û mirina wê.

Ew her sefera xwe bo Kurdistanê dike û ji Hewlêrê diçe Dihokê. Ew li bajêrî, têra çend mehan, tiştên pêwîst ji xwe ra dikire û li şûna biçe mala birayê xwe, ew berê şofêrê taksîyê dide gelîyê Zirka. Ew bi tşitên xwe ve diçe bo nav xwezayê û ji xwe ra nawiskekê dibîne û wê dike bineciha xwe.

Rojekê çavên wî bi du kûseleyan dikevin, yek wek ku nexweş e û li bin kevirekî ye û yê dî her roj diçe û bi devê xwe heft rengên giya û nêrkên gula diçine û diîne û diêxe nav devê yê nesax. Roj bo rojê rewşa kûselê nexweş çêtir dibe û paşî saxlem dibe û ji cihê xwe diçe.

Ev kesê ji mirinê û bo mirinê revî dikeve nava keftelefta mirin û jiyanê û heft rojan, wek kûseleyî, heman wan heft rengên giya û nêrkên gulan dixwe û roj bo rojê siheta wî çêtir dibe. ji bo ku ji wê pişt rast be ku dermanên kûseleyî, yên xwezayî ew sax kiriye, ew wan li çend nexweşên êşagran li bajêrê Dihokê diceribîne û encam baş bûn.

Em li dawiyê dibînin ku serê wî li ser ranê dayika wî ye û ew bi telefonî dibêje jina xwe ez dê van rojan zivirim.

Ew di dema vegera xwe û jiyana xwe di nawiskê da, bi gotubêjên xwe yên navxweyî, xwendevanî bi xwe ra dibe bo nav sohbetên xwe û gelek babet û mjaran diarîne; wek pirsên mirovahîyê, xwezayê, civakî, felesefî û derdeserîyên kurdan û nemaze pirsa mirin û jiyanê.

 

ناڤێ کتێبێ: کویسەلە (ئەو مرۆڤێ ژ مرنێ ڕەڤی)

نڤیسکار: حەسەن ئیبراهیم

وەشانخانە: دەزگەها پالۆ

چاپخانە: ل تەهرانێ

سالا وەشانێ: ٢٠٢٠

هژمارا ڕووپەلان: ٢٠٤

پەنابەری و ڤەگەرا وەلاتی، مرن و ژیان مژارا سەرەکی یا ڕۆمانا کویسەلەیە. پەنابەری د ڤێ ڕۆمانێ دا دبت هەڤواتەیا مرنێ و وەلات هەڤواتەیا ژیانێ و هەر وەک کو ڤەگەر تێ دا، ژ کەسێ سەرەکی یێ ڤێ سەرهاتیێ ڕا، دبت دەرمانێ ڤەژینێ.

پشتی بیست سالێن پەنابەریێ ل باژێرەکی ل ئەلمانیایێ، نەخوەشیا پەنجەشێرێ وی دگرت. دکتۆر ژ ساخبوونا وی بێ هیڤی دبن و وی پێ هایدار دکن کو سێ مەهێن ژیانێ ل بەر وی مانە.

ئەو ناخوازت ژنا وی و زارۆکێن وی بزانن کو مرنا وی نێزیکە. ئەو بریارا خوە ددت کو بچت کوردستانێ و د هەمبێزێن وەلات و دایکا خوە دا بمرت. ئەو ڤێ ژی نابێژت ژنا خوە و وێ وەها تێدگەهینت کو ئەو دێ بۆ دەمەکی ب سەرەدان بچت و پاشی دێ ڤەگەرت مال بۆ سەر چارەسەریا خوە. لی ژن گومانێ ژێ دبت کو ئەو دێ چت کوردستانێ دا ل وێ دەرێ بمرت.

ئەو برایی خوە یێ ل کوردستانێ ب سەفەرا خوە یا بۆ نک وان ئاگاهدار دکت، لێ برایی نەڤێت ئەو بچت مالا وان، ژ بەر کو ب دیتنا وی چوونا وی یێ نەساخ بۆ نک دایکێ، دکارت ببت ئەگەرا دلگرتن و مرنا وێ.

ئەو هەر سەفەرا خوە بۆ کوردستانێ دکت و ژ هەولێرێ دچت دهۆکێ. ئەو ل باژێری تێرا چەند مەهان تشتێن پێویست ژ خوە ڕا دکرت و ل شوونا بچت مالا برایێ خوە، ئەو بەرێ شۆفێرێ تاکسیێ ددت گەلیێ زرکا. ئەو ب تشتێن خوە ڤە دچت بۆ ناڤ خوەزایێ و ژ خوە ڕا ناوسکەکێ دبینت و وێ دکت بنەجها خوە.

رۆژەکێ چاڤێن وی ب دو کووسەلەیان دکەڤن، یەک وەک کو نەخوەشە و ل بن کەڤرەکی یە و یێ دی هەر ڕۆژ دچت و ب دەڤێ خوە حەفت ڕەنگێن گیا و نێرکێن گولا دچنت و دئینت و دئێخت ناڤ دەڤێ یێ نەساخ. ڕۆژ بۆ ڕۆژی ڕەوشا کووسەلێ نەخوەش چێتر دبت و پاشی ساخلەم دبت و ژ جهێ خوە دچت.

ئەڤ کەسێ ژ مرنێ و بۆ مرنێ ڕەڤی دکەڤت ناڤا کەفتەلەفتا مرن و ژیانێ و حەفت ڕۆژان، وەک کووسەلەیی، هەمان وان حەفت ڕەنگێن گیا و نێرکێن گولان دخوت و ڕۆژ بۆ ڕۆژێ سحەتا وی چێتر لێ دهێت. ژ بۆ کو ژ وێ پشت ڕاست بت کو دەرمانێن کوسەلەیی، یێ خوەزایی ئەو ساخ کریە، ئەو وان ل چەند نەخوەشێن ئێشا گران ل باژێرێ دهۆکێ دجەربینت و ئەنجام باش بوون.

ئەم ل داویێ دبینن کو سەرێ وی ل سەر ڕانێ دایکا وی یە و ئەو د تەلەفۆنی دا دبێژت ژنا خوە ئەز دێ ڤان ڕۆژان زڤرم.

ئەو د دەما ڤەگەرا خوە و ژیانا خوە د ناوسکێ دا، ب گۆتوبێژێن خوە یێن ناڤخوەیێ، خوەندەڤانی ب خوە ڕا دبت بۆ ناڤ سۆحبەتێن خوە و گەلەک بابەت و مژاران دئارینت؛ وەک پرسێن مرۆڤاهیێ، خوەزایێ، جڤاکی، فەلەسەفی و دەردەسەریێن کوردان و نەمازە پرسا مرن و ژیانێ.