Visar inlägg med etikett Rojev. Visa alla inlägg
Visar inlägg med etikett Rojev. Visa alla inlägg

måndag 21 oktober 2024

‎“Dîmenên ji gund û çend novelên din” û M. Alî Kut

 

Nivîskar M. Alî Kut piştî dora çil salên dûrketinê ji welatî û barê giran yê xerîbî û mişextîyê hewil dide ku welat, bajar, gund, salên zarokînîyê, kesên pê ra jiyabû û serhatî û çîrokên şevbuhurkên wan dem û dewran bîne bîra xwe û bixe ber destê xwendevanan. Ew di kitêba xwe “Dîmenên ji gund û çend novelên din” da, ya ku îsal di nav weşanên Apec da li Stokholmê derketiye, bi hevdeh çîrok û serhatîyan wan dewr û dem û kesan yên serdema jiyana xwe li welatî, bi hunera qelem û vebêjîya xwe wêne dike.

Kitêb ji dîrokê dest pê dike û diçe ser behsa êrişa leşkerê osmanîyan (piştî ketina Konstantinopolî di sala 1453ê da di destên wan da) bo ser dêra Hagya Sofîyayê (Ayîya Sofîya) û her ji dîrokê diçe ser behsa sêdaredana Şêx Seîdî û hevalên wî jî.

Ji mîtolojîya kurdî me dibe nav serhatîya Kaweyê Asinger û Ejdehakê zordar û agirê Newrozê. Ji mîtolojîya yûnanî jî dest daye serhatîya nêçîrvanê har Orionî û dawîya wî û pêwendîya wê çendê bi navê komstêrkên Orionê yê niha.

Ew di hinek çîrokên din da qala babê xwe û kaxezka wî ya dawîyê û dîtina dawîn ya dayika xwe, berî derketina ji welatî dike. Wî herweha jî çend çîrok û serhatîyên ku di zarokînîya xwe da bihîstine di vê kitêbê da belav kirine. M. Alî Kut di nivîsa xwe Bîrewerîyên Nisêbîna min da bi destê xwendevanî digire û wî bi xwe re li kolan û cade û cihên bîrhatinên xwe li Nisêbînê digerîne.

Min di xwendina vê da hest bi hebûna sinoran di navbera vebêjîya edebî, hîkayet, nivîs û bîrhatinan nekir. Lê, ez wê jî venaşêrim ku xwendina vê kitêbê û zimanê wê ji min ra gelek xweş bû û di hindek nivîsan da şêwazekê xweş yê vebêjîya bîrhatinan, bi rêya jê girtina hin gav û bûyerên giring di jiyana nivîskarî da, bala min kêşa ser xwe.

 

torsdag 19 oktober 2023

Bûbê Eser û Sapo

 

Min kitêba Bûbê Eser ya ku îsal wek roman bi navê Sapo derketiye xwend. Sapo li gel xwendina xwe li zanîngehê tevlî rêxistinên sosyalîst dibe û li gor vegêrî paşî û bi alîkariya dewletê partiyek jê re dihêt durist kirin da ku ew pê tevgera neteweyî ya kurdan ji nav bibe. Şêro yê ku herweha jî li zanîngehê dixwîne dihêt rakişandin bo nav wê partiyê, bê ku ew bizane ku ew partî li dijî bizava neteweyî ya xelkê wî ye. Li dawiyê, û dema ku Şêro siyaseta partiya xwe rexne dike, ew li ser destê hevalên xwe yên partiyê dihêt kuştin.

Ev kitêb bi gelek gotarên siyasî-dîrokî û çendbarekirina mijaran hatiye barkirin û pê barê wê hatiye giran kirin. Herweha jî gelek hest bi hebûna nivîskarî bi xwe di nav rûpelên kitêbê de dhêt kirin.

بووبێ ئەسەر و ساپۆ

من کتێبا بووبێ ئەسەر یا کو ئیسال وەک رۆمان ب ناڤێ ساپۆ دەرکەتیە خواند. ساپۆ ل گەل خواندنا خوە ل زانینگەهێ تەڤلی رێخستنین سۆسیالیست دبت و ل گۆر ڤەگێری پاشی و ب ئالیکارییا دەولەتێ پارتییەک ژێ را دهێت دورست کرن دا کو ئەو پی تەڤگەرا نەتەوەیی یا کوردان ژ ناڤ ببت. شێرۆ یێ کو هەروەها ژی ل زانینگەهێ دخوینت دهێت راکێشان بۆ ناڤ وێ پارتییێ، بێ کو ئەو بزانت کو ئەو پارتی ل دژی بزاڤا نەتەوەیی یا خەلکێ وی یە. ل داوییێ، ئو دەما کو شیرۆ سیاسەتا پارتیا خوە رەخنە دکت، ئەو ل سەر دەستێ هەڤالێن خوە یێن پارتییێ دهێت کوشتن.

ئەڤ کتێب ب گەلەک گۆتارێن سیاسی_دیرۆکی و جەندبارەکرنا مژاران هاتیە بارکرن و پێ بارێ وێ هاتیە گرانکرن. هەروەها ژی گەلەک هەست ب هەبوونا نڤیسکاری ب خوە د ناڤ رووپەلێن کتێبێ دا دهێت کرن.

söndag 8 oktober 2023

Serkan Birûsk û Du cîhan yek jan

Romana Du cîhan û yek jan ez birim nav gelek cih û deman û xistim nav hûrgilîyên serhatî û derodrên lehengên wê û tevlî hizr û derûniya wan kirim. Ez bi zimanê xweş û tekûz yê nivîskarê romanê Serkan Birûskî bûm hogirê Janpîrî û koça wî ya ber bi Ewrûpayê ve û hemî ya berî seferê û ya piştî wê hatibû serê wî. Nivîskarî hewil daye hindî ji dest hatiye me ji wesf û hûrhûrkên leheng û serhatî û cih û deman bê par neke. Ew di rûpela 268ê da li ser zimanê Janpîrî weha behsa giringiya hûrgilîyan di vegêranê da dike:

”Ji bîra nekin ew tiştên ku çîroka jiyanekê ji yên din vediqetîne, balkêştir dike, bi tam û xweştir dike; hûrgilî ne. Divê hûn karibin rengvedana wê acizî, xemgînî û xweşiyên di ruhê wan de veşartî ne; hîs bikin û bi peyvan xwe ji me re vebêjin û bi me jî bidin hîs kirin…”

Lê xwezî ew çîroka xencerê û hespî û mîrê cinan ya di vê romanê da bi serê xwe wek romaneka ji vê cwda hatibûya nivîsandin.

س


سه‌رکان برووسک و دو جیهان یه‌ک ژان

ڕۆمانا دو جیهان یه‌ک ژان ئه‌ز برم ناڤ گه‌له‌ک جهـ و ده‌مان و خستم ناڤ هوورگلییێن سه‌رهاتی و ده‌رۆدرێن له‌هه‌نگێن وێ و ته‌ڤلی هزر و ده‌روونیا وان کرم. ئه‌ز ب زمانێ خوه‌ش و ته‌کووز یێ نڤیسکارێ ڕۆمانێ سه‌رکان برووسکی بووم هۆگرێ ژانپیری و کۆچا وی یا به‌ر ب ئه‌ورووپایێ ڤه‌ و هه‌می یا کو به‌ری سه‌فه‌رێ و یا پشتی وێ هاتبوو سه‌رێ وی. نڤیسکاری هه‌ول دایه‌ هندی ژ ده‌ست هاتیه‌ مه‌ ژ وه‌سف و هوورهوورکێن له‌هه‌نگ و سه‌رهاتی و جهـ و ده‌مان بێ پار نه‌کت. ئه‌و د ڕووپه‌لا ٢٦٨ێ دا ل سه‌ر زمانێ ژانپیری وه‌ها به‌حسا گرنگییا هوورگلییان د ڤه‌گێرانێ دا دکت:‌

''ژ بیرا نه‌کن ئه‌و تشتێن کو چیرۆکا ژیانه‌کێ ژ یێن دن ڤه‌دقه‌تینه‌، بالکێشتر دکه‌، ب تام و خوه‌شتر دکه‌؛ هوورگلی نه‌. دڤێ هوون کاربن ڕه‌نگڤه‌دانا وێ عاجزی، خه‌مگینی و خوه‌شیێن د ڕوحێ وان ده‌ ڤه‌شارتی نه‌؛ حیس بکن و ب په‌یڤان خوه‌ ژ مه‌ ڕه‌ ڤه‌بێژن و ب مه‌ ژی بدن حیس کرن''

لێ خوه‌زی ئه‌و چیرۆکا خه‌نجه‌رێ و هه‌سپی و میرێ جنان یا د ڤێ ڕۆمانێ دا ب سه‌رێ خوه‌ وه‌ک ڕۆمانه‌کا ژ ڤێ جودا هاتبا نڤیساندن.

måndag 12 september 2022

Eza xwe di komê da neperçiqînin

 

Eza xwe di komê da neperçiqînin

 


(Ev nivîsa min di hejmara roja 12.09.2022ê ya rojnameya Evroyê da belav bûye.)

Ez tênagehim ka çima demê mirov behsê xwe wek takekes û ferd dike ez û minê bi kar naîne û xwe wek kom bi nav dike.

Ev demekê dirêj e bala min d medyaya başûrê welatî da ketiye ser wê çendê, ji bo numûne, demê ku nivîskarek nivîseka xwe di rojname yan kovarekê da belav dike û behsê wê ҫendê dike, dibêje nivîseka (me) li filan derê hatiye belavkirin. Ew bi xwe nivîs ya wî bi xwe, bi tenê ye, ya tekekî ye, ne ya gelek kesan e, lê ew xwe di wê rewşê da wek kom bi nav dike.

Ne bes ev, lê dê ji bo nimûne bînî kesek bi tena serê xwe çûye seredana kesekî yan kesek hatiye seredana wî yan wê û dê li wê derê jî bînî ew xwe wek (em) diyar bike û dibêje (em) çûn seredana filan kesî yan filan kes hat seredana (me).

Erê çi arêşe di wê da ye ku mirov rastiyê bibêje û ji eza xwe şerim neke û wê, wek heyî bi ez bi nav bike! Bo çi mirov bisteh nake û baweriyê bi xwe naîne û bibêje ez çûm seredana filan kesî yan nivîseka min di filane cihî da hat belav kirin! Erê gelo di vê da pirsgirêkeka me ya derûnî heye ku em xwe bi emkirin û mekirinê hêjatir, bilindtir û mezintir ji ezê dibînin?

Ma wextê hindek kesên berpirsiyar û desthilatdar ji xwe negirin û di behsikirina xwe de, wek kes, ezê bi lêv bikin, û bi wî rengî hewil didin yê beranber neҫar dikin ku bi zimanê komê li wan vegêre, ҫima em dê bidin dû wan û dê zimanê xwe xwe xwehir bikin û ezê jê bimehînin!

Em hemî dizanin ku civak ji ferdan pêk dihê û ferdên azad û bawerî bi xwe heyî civakeka azad û bawerî bi xwe bûyî çêdikin. Ma ne duristtir e ku tişt û halet wek xwe û wek heyî bên binavkirin! Ez bi xwe dibînim ku pêdivî ye em eza xwe azad bikin û wê di komê da nexendiqînin û bisteh bikin bêjin ez û min û rê nedin ew di komê da wenda be. Tak tak e û kom kom e û cihnavên kesî jî di kurmanciyê da zelal û diyar in.

 

 

ئه‌زا خوه‌ د کۆمێ دا نه‌په‌رچقینن

 

ئه‌ز تێناگه‌هم کا چما ده‌مێ مرۆڤ به‌حسێ خوه‌ وه‌ک تاکەکه‌س و فه‌رد دکت ئه‌ز و منێ ب کار نائینت و خوه‌ وه‌ک کۆم ب ناڤ دکت.‌

ئه‌ڤ ده‌مه‌کێ درێژە‌ بالا من بێهتر د مەدیایا باشوورێ وەلاتی دا که‌تیه‌ سه‌ر وێ چه‌ندێ، ژ بۆ نموونە ده‌مێ کو نڤیسکاره‌ک نڤیسه‌کا خوه‌ د ڕۆژنامه‌ یان کۆڤاره‌کێ دا به‌لاڤ دکت و به‌حسێ وێ چه‌ندێ دکت‌، دبێژت‌ نڤیسه‌کا (مه‌) ل فلان ده‌رێ هاتیه‌ به‌لاڤکرن. ئه‌و ب خوه‌ نڤیس یا وی ب خوه‌، ب ته‌نێ یه‌، یا تا‌که‌کی یه‌، نه‌ یا گه‌له‌ک کەسانه‌، لێ ئه‌و خوه‌ د وێ ڕه‌وشێ دا وه‌ک کۆم ب ناڤ دکت.

نه‌ به‌س ئه‌ڤ، لێ دێ ژ بۆ نموونه‌ بینی که‌سه‌ک ب ته‌نا سه‌رێ خوه‌ چوویه‌ سه‌ره‌دانا که‌سه‌کی یان که‌سه‌ک هاتیه‌ سه‌ره‌دانا وی یان وێ و دێ ل وێ ده‌رێ ژی بینی ئه‌و خوه‌ وه‌ک (ئه‌م) دیار دکت‌ و دبێژت‌ (ئه‌م) چوون سه‌ره‌دانا فلان که‌سی یان فلان که‌س هات سه‌ره‌دانا (مه).

ئه‌رێ چ ئارێشه‌ د وێ دا هەیه‌ کو مرۆڤ ڕاستیێ ببێژت و ژ ئه‌زا خوه‌ شه‌رم نه‌کت و وێ، وەک هەیی ب ئەز ب ناڤ بکت! بۆ چ مرۆڤ بسته‌هـ ناکت‌ و باوه‌ریێ ب خوه‌ نائینت‌ و ببێژت ئه‌ز چووم سه‌ره‌دانا فلانە که‌سی یان نڤیسه‌کا من د فلانه‌ جهی دا هات به‌لاڤ کرن! ئه‌رێ گه‌لۆ د ڤێ دا پرسگرێکه‌کا مه‌ یا ده‌روونی هه‌یه‌ کو ئه‌م خوه‌ ب ئه‌مکرن و مه‌کرنێ هێژاتر، بلندتر و مه‌زنتر ژ ئەزێ دبینن؟

 

ما وه‌ختێ هنده‌ک که‌سێن به‌رپرسیار و ده‌ستهلاتدار ژ خوه‌ نه‌گرن د به‌حسکرنا خوه‌ دا، وه‌ک که‌س، ئه‌زێ ب لێڤ بکن، ئو ب وی ڕه‌نگی هه‌ول ددن یێ به‌رانبه‌ر نه‌چار بکن، ب زمانێ کۆمێ ل وان ڤه‌گێرت، چما ئه‌م دێ بدن دوو وان و دێ زمانێ خوه‌ خوه‌ خوه‌هر بکن و ئه‌زێ ژێ بمه‌حینن!

 

ئه‌م هه‌می دزانن کو جڤاک ژ تاکەکەسان، ژ فه‌ردان پێک دهێت و فه‌ردێن ئازاد و باوه‌ری ب خوه‌ هه‌یی جڤاکه‌کا ئازاد و باوه‌ری ب خوه‌ بوویی چێدکن. گەلۆ ما نه‌ دورستتره‌ کو تشت و حاله‌ت وه‌ک خوه‌ و وه‌ک هه‌یی بهێن ب ناڤ کرن! ئه‌ز ب خوه‌ دبینم کو پێدڤی یه‌ ئه‌م ئه‌زا خوه‌ ئازاد بکن و وێ د کۆمێ دا نه‌خه‌ندقینن و بسته‌هـ بکن وەک باب و کالان ببێژن (ئه‌ز) و (من) و ڕێ نه‌دن ئه‌و د کۆمێ دا وه‌ندا ببت. تاک تاکه‌ و کۆم کۆمه‌ و جهناڤێن که‌سی ژی د کورمانجیێ دا زه‌لال و دیارن.

 

onsdag 24 mars 2021

Gerek bi kurmanciya Mistefa Aydoganî ra

Berî ҫend rojan Mistefa Aydoganî bi destê min girt û ez li şaperên peyvên xwe siwar kirim û firandim nav cîhana xem û hêviyên xwe û yên ҫend nifşan û me pev ra dada nav himbêzên biyanistan, Kurdistan, bêrîkirinan û siberojê.


Ez bi xemnameyên wî ra ji stockholmê ҫûme warê kevnar, cihê dîroka hîn kitêban rastiyên wan têr himbêz nekirîn û warê zimanê li ber kêra bişaftinê ye. Wexera me ji Erbanê dest pê kir û sohbeta wî ya bi babê ra em birin Dinêserê û berê me da keleya Zêrzewanê û qêrînên êşa Heskîfê bi guh û dilên me keftin. Dengekê bi xwe bawer li wî esmanî digot: ”… bi bawerîya ku em dê rojekê ji vê xemistanê rizgar bibin, bi soza ku em dê destûrê nedin tu kesî ku me ji xeyalên me bi dûr bixîne û bi hêviya ku em dê xeyalên xwe bikin merhem û di birînên xwe da bidin…”

Di nav peyv û hevokên di kurmanciya kevnar da landikandî, ez jî bi windakirina birayî, bab û dayê êşiyam û min zanî ka mirov bi wê windakirinê ra ҫend û ҫi yên din ji dest dide.

Lê di nav wan hemî xem û kefteleftan da, dema nivîskar, li warê dê û bavan, li ser rêyan rastî xelkekî dihê ku hîn bi kurmanciyê diaxivin, ew pê digirnije û tê da ronahiya berdewambûna nasnameyê dibîne û dibêje: ”Ji kêfa zimanî, tu nema bû ku bask bi min ve bibûna û ez bifirîyama ber perê asîmanan. Ji xwe, ev hêvî bû ya ku ez bi wê li ser lingan mabûm. Ev hêvî bû ya ku ez bi jîyanê ve girê dabûm…”

Hestek bi xwendinê ra li cem min ҫêbû ku pirtûka Xemnameyê nebes vegotineka bîrînanan û wêjeyî ye, lê ew herweha jî defterka berҫavkirina wê rênivîsê ye, ya ku Mistefayî gelek salên xwe danê û 2012ê ronahî dîtî. Ew rênivîs ya ku bûye pêşniyaz û proje û di encamê û di karekê hevbeş yê gelek xemxorên kurdiyê de û bi keda Komxebata kurmanciyê bûye rênivîseka hevbeş ya ku rû li bêhtir standardbûnê dike.

Xemname

Mistefa Aydogan

Weşanxaneya Lîs

Ҫapa yekem 2020


به‌ری چه‌ند ڕۆژان مسته‌فا ئایدۆگانی ب ده‌ستێ من گرت و ئه‌ز ل سه‌ر شاپه‌رێن په‌یڤێن خوه‌ سوار کرم و فراندم ناڤ جیهانا خه‌م و هێڤیێن خوه‌ و چه‌ند نفشان و مه‌ په‌ڤ ڕا دادا ناڤ همبێزێن بیانستان، کوردستان، بێریکرنان و سبه‌رۆژێ.

ئه‌ز ب خه‌منامه‌یێن وی ڕا ژ ستۆکهۆلمێ چوومه‌ وارێ که‌ڤنار، جهێ دیرۆکا هین کتێبان ڕاستیێن وان تێر همبێز نه‌کرین و وارگەهێ زمانێ ل به‌ر کێرا بشافتنێ یه‌. وه‌غه‌را مه‌ ژ عه‌ربانێ ده‌ست پێ کر و سۆحبه‌تا وی یا ب بابێ ڕا ئه‌م برن دنێسه‌رێ و به‌رێ مه‌ دا که‌له‌یا زێرزه‌وانێ و قێرینێن ئێشا حه‌سکیفێ ب گوهێن و دلێن مه‌ که‌فتن. ده‌نگه‌کێ ب خوه‌ باوه‌ر ل وی ئه‌سمانی دگۆت: ''...  ب باوه‌رییا کو ئه‌م دێ ڕۆژه‌کێ ژ ڤێ خه‌مستانێ ڕزگار ببن، ب سۆزا کو ئه‌م دێ ده‌ستوورێ نه‌دن تو که‌سی کو مه‌ ژ خه‌یالێن مه‌ ب دوور بخینه‌ و ب هێڤیا کو ئه‌م دێ خه‌یالێن خوه‌ بکن مه‌رهه‌م و د برینێن خوه‌ دا بدن...''

د ناڤ په‌یڤ و هه‌ڤۆکێن د کورمانجیا که‌ڤنار دا لاندکاندی، ئه‌ز ژی ب ونداکرنا برایی، باب و دایێ ئێشیام و من زانی کا مرۆڤ ب وێ ونداکرنێ ڕا چه‌ند و چ یێن دن ژ ده‌ست دده.‌

لێ د ناڤ وان هه‌می خه‌م و که‌فته‌له‌فتان دا، ده‌ما نڤیسکار، ل وارێ دێ و باڤان، ل سه‌ر ڕێیان ڕاستی خه‌لکه‌کی دهێ کو هین ب کورمانجیێ دئاخڤن، ئه‌و پێ دگرنژه‌ و تێ دا ڕۆناهیا به‌رده‌وامبوونا ناسنامه‌یێ دبینە و دبێژه‌: ”ژ کێفا زمانی، تو نه‌ما بوو کو باسک ب من ڤه‌ ببوونا و ئه‌ز بفرییاما به‌ر په‌رێ ئاسیمانان. ژ خوه‌، ئه‌ڤ هێڤی بوو یا کو ئه‌ز ب وێ ل سه‌ر لنگان مابووم. ئه‌ڤ هێڤی بوو یا کو ئه‌ز ب ژیانێ ڤه‌ گرێ دابووم... “

هه‌سته‌ک ب خوه‌ندنێ ڕا ل جه‌م من چێبوو کو پرتووکا خه‌منامه‌یێ نه‌به‌س ڤه‌گۆتنه‌کا بیرئینان و وێژه‌یی یه‌، لێ ئه‌و هه‌روه‌ها ژی ده‌فته‌رکا به‌رچاڤکرنا وێ ڕێنڤیسێ یه‌، یا کو مسته‌فایی گه‌له‌ک سالێن خوه‌ دانێ و ۲۰۱۲ێ ڕۆناهی دیتی. ئه‌و ڕێنڤیس یا کو بوویه‌ پێشنیاز و پرۆژه‌ و د ئه‌نجامێ و د کاره‌کێ هه‌ڤبه‌ش یێ گه‌له‌ک خه‌مخۆرێن کوردیێ دا و ب که‌دا کۆمخه‌باتا کورمانجیێ بوویه‌ ڕێنڤیسه‌کا هه‌ڤبه‌ش یا کو ڕوو ل بێهتر ستانداردبوونێ دکه.

خەمنامە

مستەفا ئایدۆگان

وەشانخانەیا لیس

چاپا یەکەم ٢٠٢٠‌


onsdag 30 december 2020

Koronayê bela xwe li min jî da

 Koronayê bela xwe li min jî da


Pirsa xweparêziyê ji şewbeka wekî covid-19 bi yek û du û sê kesan bi tenê nahê kirin, divê ew kiryareka pêkveyî be, anku berpirsiyariyeka sertaserî ya giştî be. Yanî eger piranî pêgirî bi şîret û rêkarên xweparêziyê bikin, dê belavbûn û vegirtina bi koronayê jî gelek mezin nebe.

Min, her ji meha adarê û hir ve û hindî ji destên min hatî, pêgirî bi şîretên dezgeha tenduristiya giştî kirin û têkiliyên xwe jî li gel yên li derveyî yên malê sinordar kirin û peywendiyên bi telefonanan û dijîtal ji bo danûstandinan bi kar înan. Heta karkirin jî ji malê û bi rêya dijîtal bû.

Lê jina min û ji ber karê xwe li pêşdibistanê peywendiyeka rojane li gel zarok û dayik û babên wan hebû. Wê 14yê meha duwazde ji karî telefona min kir qaşo ew nexweş e û ez jî bi tirimbêlê çûm û min ew îna mal. Hemî berjankên şewba koronayê lê diyar dibûn, serêşî, zikêşî, sermil û piştêşî, ta û bêtaqet bûn. Du rojan dû ra koronayê ez jî vegirtim û hema bêje nîşanên me herduyan jî wekî yek bûn, lê ya herî ez êşandim,  navmilêşî, ta û xwihdana leşî bi şev bû û herweha kuxika ku ez pir bê hal kirim bû.

Roja 17yê meha duwazde me testa covid-19 veqetand û roja dûtir ew bi taksiyê hat û li ber dergehê malê deyna. Me her di eynî rojê da testa xwe kir û bi eynî taksiyê ra şand cihê testkirinê. Roja dîtir testa min derket pozetîv û ya jina min jî bi eynî rengî bû. Êdî em pişt rast bûn ku ev vîrûsa covid-19 ye. Me xwe li mal karantîne kir û nexwest ew vîrûs ji me biçe çi kesekî. Bêhinvedana xwendingehan ya cejna krîsmesê û serê salê ye û keça min ya biçûk ji bajêrê lê dixwend diviyabûya vegeriyarabûya mal, lê em li hev hatin ku ew biçe mala xwîşka xwe û bila ew xwe ji me biparêzin.

Şeva 24ê meha duwazde me diyariyên keçên xwe hiştin ber dergehê malê û ew hatin û ew birin û me ji pencereyê lê temaşe dikir. Ne ew û ne em şiyan rê li ber giriyê bigirin, ev bo me cara yekê bû ku em di rojeka weha da, ne li gel yekûdu bin. Ya ku koronayê kirî çi hêzan ew nekiriye, wê ev dinyaye hemî serêkûbinêk kir û em hemî înan îşteîştê.

Bi her halî me xwe bêtir ji çarde rojan karantîne kir û evro çi nîşanên koronayê li me nemane, ji bilî kuxika ku carûbaran li qirika me dide. Herçend e û li gor rêkarên dezgeha tenduristiya giştî virûs pênc heta heft rojan piştî testa pozetîv ji yê vegirtî êdî naçe kesên dî, lê me got em dê xwe li nemana kuxikê jî bigirin, ji ber ku di vî serdemî de wextê kesek dikuxe, hemî çav berê xwe didinê û hesteka gunehbariyê didin wî kesê dikuxe.

 

کۆرۆنایێ بەلا خوە ل من ژی دا

پرسا خوەپارێزیێ ژ شەوبەکا وەکی کۆڤید-١٩ ب یەک و دو و سێ کەسان ب تەنێ ناهێ کرن، دڤێ ئەو کریارەکا پێکڤەیی بە، ئانکو بەرپرسیاریەکا سەرتاسەری یا گشتی بە. یانی ئەگەر پرانی پێگریێ ب شیرەت و ڕێکارێن خوەپارێزیێ بکن، دێ بەلاڤبوون و ڤەگرتنا ب کۆرۆنایێ ژی گەلەک مەزن نەبە.

من، هەر ژ مەها ئاداری و هر ڤە و هندی ژ دەستێن من هاتی، پێگری ب شیرەتێن دەزگەها تەندورستیا گشتی کرن و تێکلیێن خوە ژی ل گەل یێن ل دەرڤەیی یێن مالی سنۆردار کرن و پەیوەندیێن ب تەلەفۆنان و دژیتال ژ بۆ دانوستاندنان ب کار ئینان. حەتا کارکرکن ژی ژ مالێ و ب ڕێیا دژیتال بوو.

لێ ژنا من و ژ بەر کاری خوە ل پێشدبستانێ پەیوەندیەکا ڕۆژانە ل گەل زارۆک و دایک و بابێن وان هەبوو. وێ ١٤یێ مەها دووازدە ژ جهێ کاری تەلەفۆنا من کر قاشۆ ئەو نەخوەشە و ئەز ژی ب ترمبێلێ چووم و من ئەو ئینا مال. هەمی بەرژانکێن شەوبا کۆرۆنایێ لێ دیار بوون؛ سەرئێشی، زکئێشی، سەرمل و پشتئێشی، تا و بێتاقەتبوون. دو ڕۆژان دوو ڕا کۆرۆنایێ ئەز ژی ڤەگرتم و هەما بێژە نیشانێن مە هەرودیان ژی وەکی یەک بوون، لێ یا هەری ئەز ئێشاندم، ناڤملئێشی، تا و خوهدانا لەشی ب شەڤ بوو و هەروەها کوخکا کو ئەز پر بێ حال کر بوو.

ڕۆژا ١٧یێ مەها دووازدە مە تەستا کۆڤید-١٩ ڤەقەتاند و ڕۆژا دووتر ئەو ب تاکسیێ هات و ل بەر دەرگەهێ مالی دەینا. مـە هەر د عەینی رۆژێ دا تەستا خوە کر و ب عەینی تاکسیێ ڕا شاند جهێ تەستکرنێ. ڕۆژا دیتر تەستا من دەرکەت پۆزەتیڤ و یا ژنا من ژی ب عەینی رەنگی بوو. ئێدی ئەم پشت راست بوون کو ئەڤ ڤیرووسا کۆڤید-١٩ یە. مە خوە ل مال کارانتینە کر و نەخوەست ئەو ڤیرووس ژ مە بچە چ کەسەکی. بیهنڤەدانا خوەندنگەهان یا جەژنا کریسمەسێ و سەری سالی یە و کەجا من یا بچووک ژ باژێرێ لێ دخوەند دڤیابا ڤەگەریابا مال، لێ ئەم ل هەڤ هاتن کو ئەو بچە مالا خویشکا خوە و بلا ئەو خوە ژ مە بپاریزن.

شەڤا ٢٤ێ مەها دووازدە مە دیاریێن کەچێن خوە هشتن بەر دەرگەهێ مالێ و ئەو هاتن و ئەو برن و مە ژ پەنجەرەیێ لی تەماشە دکر. نە ئەو و نە ئەم شیان ڕێ ل بەر گریێ بگرن، ئەڤ بۆ مە جارا یەکی بوو کو ئەم د رۆژەکا وەها دا، نە ل گەل یەکودو بن. یا کو کۆرۆرنایێ کری چ هیزان ئەو نەکریە، وێ ئەڤ دنیایە هەمی سەرێکوبنێک کر و ئەم هەمی ئینان ئیشتەئیشتێ.

ب هەر حالی مە خوە بیتر ژ چاردە ڕۆژان کارانتینە کر و ئەڤرۆ چ نیشانێن کۆرۆرنایێ ل مە نەمانە، ژ بلی کوخکا کو جاروباران ل قرکا مە ددە. هەر چەندە و ل گۆر رێکارین دەزگەها تەندورستیا گشتی ڤیرووس پێنج هەتا هەفت رۆژان پشتی تەستا پۆزەتیڤ ژ یێ ڤەگرتی ئێدی ناچە کەسێن دی، لێ مە گۆت ئەم دێ خوە ل نەمانا کوخکی ژی بگرن، ژ بەر کو د ڤی سەردەمی دا وەختێ کەسەک دکوخە، هەمی چاڤ بەرێ خوە ددنێ و هەستەکا گونەهباریێ ددن وی کەسێ دکوخە.

 

 

 

 

 

söndag 13 december 2020

Xebat û derdeserîyên kurdan û kurdînîyê di sêtkê romanên (Sidqî Hirorî) da

Xebat û derdeserîyên kurdan û kurdînîyê di sêtkê romanên (Sidqî Hirorî) da

Ev sernivîsa jorîn ya lêkolîneka rexneyî û şirovekarî ya rexnegirê şehreza Arif Hîto ye. Ew di berperên 144-308 di bergê sêyem yê kitêba wî ya rexneyî (Roman xodîka jiyanê ye) da belav bûye.

Ev ji xwendinên şirovekarî yên derûncivakî ne bo romana devera Behdînan, ku heta nuke çar bergên vê berhema lêkolînvanî ya li ser edebiyata bedew derketine.

Arf Hîto nivîskar û kesayetîyeka navdar e li başûrê kurdistanê, wî bi dehan kitêb di warên cor bi cor da nivîsandine û wergerandine û gelek berhemên wî yên helbestê jî hene.

Ew di van lêkolîn û şiroveyên xwe da dadikeve nav cîhana van romanan û wek ew di pêşgotina bergê sêyê da dinivîse, ew di wan da "serederiyê di gel komeka babetên derûncivakî û siyasî û felsefî" dke.

Arf Hîto di 164 berperan da bi tefşîyê xwe yê bispor di warê rexneya wêjeyî da dikeve ber her çar romanên min (Kurê zinarê serbilind, Evîn û şewat, Ez û delal/Min bi tenê nehêlin û Ez û delal/li ser rêya evînê) û ji her alîyekî ve hildisengîne.

Nivîskar wan her çar romana bi sêtk bi nav dike, ji ber ku romana çarê berdewamîya romana sêyem e. Ew her di pêşgotina vê kitêbê da weha dinivîse:Sidqî Hirorî bi sêtkekê romanan, hemû çiqên ketwarîya civakî tevlîhev dike ku serdemê bizava rizgarîxwaz ya kurdî ya li bajêr û gundan (bi hemû xalên xwe yên erênî û nerênî ve) pê wesif dike û paşî bi çîrokeka eşq û evînîyê ber bi hindek semtên felsefî û mirovayetî û civakî ve dibe. Di vê wexera di navbera hestên kesokî yên nivîserî û karvedanên civakê derdor da, komeka hizir û têgehên civakê kurdî (bi texa sitemkar û ya sitemlêkirî ve) pêşkêşî xwandevanan dike. Herwesa şêwazê têhizirîn û reftarên civakê Ewrûpî jî dike azirînerekê karîger ji bo li ser rawestan û pêdaçûna têgehan û hilsengandineka rexneyî.”

Ji bilî romanên min, nivîskar di vê pirtûkê da romana Miryema ya Sebrî Silêvaneyî, Alê dî yê pirê ya Tehsîn Navişkî, Hewar ya Mihemed Selîm Siwarî jî şirove dike û hildisengîne.

Roman xodîka jiyanê ye (pdf)  

 

خەبات و دەردەسەریێن کوردان و کوردینیێ د سێتکێ رۆمانين (سدقی هرۆری) دا

ئەڤ سەرنڤیسا ژۆرین یا لێکۆلینەکا رەخنەیی و شرۆڤەکاری یا رەخنەگرێ شەهرەزا عارف حیتۆ یە. ئەو د بەرپەرێن ١٤٤-٣٠٨ د بەرگێ سێیەم یێ کتێبا وی یا رەخنەیی (رۆمان خۆدیکا ژیانێیە) دا بەلاڤ بوویە.

ئەڤ ژ خوەندێن شرۆڤەکاری یێن دەروونجڤاکی نە بۆ رۆمانا دەڤەرا بەهدینان، کو هەتا نوکە چار بەرگێن ڤێ بەرهەما لێکۆلینڤانی یا ل سەر ئەدەبیاتا بەدەو دەرکەتنە.

عارف حیتۆ نڤیسکار و کەسایەتیەکا ناڤدارە ل باشوورێ کوردستانێ، وی ب دەهان کتێب د وارێن جۆر ب جۆر دا نڤیساندنە و وەرگەراندنە و گەلەک بەرهەمێن وی یێن هەلبەستێ ژێ هەنە.

ئەو د ڤان لێکۆلین و شرۆڤەیێن خوە دا دادکەڤە ناڤ جیهانا ڤان رۆمانان و وەک ئەو د پێشگۆتنا بەرگێ سێیێ دا دنڤیسە ئەو د وان دا "سەرەدەریێ دگەل کۆمەکا بابەتێن دەروونجڤاکی و سیاسی و فەلسەفی" دکە.

عارف حیتۆ د ١٦٤ بەرپەران دا ب تەفشیێ خوە یێ بسپۆر د وارێ رەخنەیا وێژەیی دا دکەڤە بەر هەر چار رۆمانێن من (کورێ زنارێ سەربلند، ئەڤین و شەوات، ئەز و دەلال/من ب تەنێ نەهێلن و ئەز و دەلال/ل سەر رێیا ئەڤینێ) و ژ هەر ئالییەکی ڤە هلدسەنگینە.

نڤیسکار وان هەرچار رۆمانان ب سێتک ب ناڤ دکە، ژ بەر کو رۆمانا چارێ بەردەوامیا رۆمانا سێیەمە. ئەو د پێشگۆتنا ڤێ کتێبێ دا وەها دنڤیسە:
"صدقی هرۆری ب سێتکەکێ رۆمانان، هەموو چقێن کەتواریا جڤاکی تەڤلیهەڤ دکەت کو سەردەمێ بزاڤا رزگاریخوازی یا کوردی یا ل باژێر و گوندان (ب هەموو خالێن خوە یێن ئەرێنی و نەرێنی ڤە) پێ وەسف دکەت و پاشی ب چیرۆکەکا عەشق و ئەڤینیێ بەر ب هندەک سەمتێن فەلسەفی و مرۆڤایەتی و جڤاکیڤە دبەت. د ڤێ وەغەرا د ناڤبەرا هەستێن کەسۆکی یێن نڤیسەری و کارڤەدانێن جڤاکێ دەردۆردا، کۆمەکا هزر و تێگەهێن جڤاکێ کوردی (ب تەخا ستەمکار و یا ستەملێکریڤە) پێشکێشی خواندەڤانان دکەت. هەروەسا شێوازێ تێهزرین و رەفتارێن جڤاکێ ئورۆپی ژی دکەتە ئازرینەرەکێ کاریگەر ژ بۆ ل سەر راوەستان و پێداچوونا تێگەهان و هەلسەنگاندنەکا رەخنەیی."

ژ بلی رۆمانێن من، نڤیسکار د ڤێ پرتووکێ دا رۆمانا مریەما یا سەبری سلێڤانەیی، ئالێ دی یێ پرێ یا تەحسین ناڤشکی، هەوارا
محەمەد سەلیم سواری ژی شرۆڤە دکە و هلدسەنگینە.

رۆمان خۆدیکا ژیانێ یە (پدف)


måndag 7 september 2020

Perîyên wêjeyê ji rojavayê welatî

Perîyên wêjeyê ji rojavayê welatî


Îro kitêba Perîyên wêjeyê, ya li ser edebiyata jinên kurd yên rojava, ji aliyê nivîskarê wê ve Fener Rojbiyanî, bi postê ji Almanyayê gehişt destê min.

Temet dinyayekê spas kekê Fener bo vê diyarîya gelek bihadar. Vê lêkolîn û antolojîya te ya dewlemend ez kêfxweş kirim. Ez êdî dikarim di kitêbekê da wêneyekê zelal li ser edebiyata jina kurd li rojavayê welatî bibînim.

Ev berhema 462-rûpelî bi lêkolîneka nivîskarî bi xwe dest pê dike û ew li ser ziman, folklor, edebiyata kurdî ya devkî, jin û rola wê di wêjeya kurdî da, rola rojnamegerîyê di pêşdebirina edebiyatê da, astengên di rêya nivîskarîya jinê da û têgeha edebiyata jina kurd e.

Fener Rojbiyanî karî di vê kitêbê da 42 nivîskarên jin ji rojavayê Kurdistanê, ji nifşên cuda, yên kevn û nû, her ji Rewşen Bedirxanê (1909 – 1992) heta ji dayikbûyîyên dawiyên salên notan bîne cem hev û zêdebarî nasandina wan, nimûne ji helbest û pexşanên wan ji xwendevana ra pêşkêş bike.

 

په‌رییێن وێژه‌یێ ژ ڕۆژئاڤایێ وه‌لاتی

ئیرۆ کتێبا په‌رییێن وێژه‌یێ، یا ل سه‌ر ئه‌ده‌بیاتا ژنێن کورد یێن ڕۆژئاڤا، ژ ئالیێ نڤیسکارێ وێ ڤه‌ فه‌نه‌ر ڕۆژبیانی، ب پۆستێ ژ ئالمانیایێ گه‌هشت ده‌ستێ من.

 ته‌مه‌ت دنیایه‌کێ سپاس که‌کێ فه‌نه‌ر بۆ ڤێ دیارییا گه‌له‌ک بهادار. ڤێ لێکۆلین و ئانتۆلۆژییا تە یا ده‌وله‌مه‌ند ئەز کێفخوه‌ش کرم. ئه‌ز ئێدی دکارم د کتێبه‌کێ دا وێنه‌یه‌کێ زه‌لال ل سه‌ر ئه‌ده‌بیاتا ژنا کورد ل ڕۆژئاڤایێ وه‌لاتی ببینم.

ئه‌ڤ به‌رهه‌ما ٤٦۲-رووپه‌لی ب لێکۆلینه‌کا نڤیسکاری ب خوه‌ ده‌ست پێ دکه‌ و ئەو ل سه‌ر زمان، فۆلکلۆر، ئه‌ده‌بیاتا کوردی یا ده‌ڤکی، ژن و ڕۆلا وێ د وێژه‌یا کوردی دا، ڕۆلا ڕۆژنامگه‌رییێ د پێشده‌برنا ئه‌ده‌بیاتێ دا، ئاسته‌نگێن د ڕێیا نڤیسکارییا ژنێ دا و تێگه‌ها ئه‌ده‌بیاتا ژنا کورده.‌

فه‌نه‌ر ڕۆژبیانی کاری د ڤێ کتێبێ دا ٤۲ نڤیسکارێن ژن ژ ڕۆژئاڤایێ کوردستانێ، ژ نفشێن جودا، یێن که‌ڤن و نوو، هه‌ر ژ ڕه‌وشه‌ن به‌درخانێ (۱۹۰۹ – ۱۹۹۲) هه‌تا ژ دایکبوویییێن داویێن سالێن نۆتان بینه‌ جه‌م هه‌ڤ و زێده‌باری ناساندنا وان، نموونه‌ ژ هه‌لبه‌ست و په‌خشانێن وان ژ خوه‌نده‌ڤانا ڕا پێشکێش بکه.‌


söndag 23 augusti 2020

Çima danasandina romanên kurdî?

Çima danasandina romanên kurdî?

Her çend ez li Swêdê me, lê min berdewam hewilda ye, hindî min pê çê bûye haya min ji nivîskarîya bi kurdî ya li welatî hebe. Min di seredanên xwe da û hindÎ bi dest min keftine, kitêb û nemaze romanên bi kurdîya kurmancî yên bi tîpên erebî li Dihokê kirîne û min gelek jê xwendine.

Ya rast carna li nik min tirsek çê dibe, neku kurdîya min qels bibe, neku ez ji cîhana nivîskarîya welatê xwe qut bibim, neku haya kurdên vî parçeyî ji berhemên wî parçeyê din nebe û neku û neku …

Lew min û di vî serdemê koronayê da biryar da ez wan hemî romanên bi kurdîya kurmancî, yên ku heta nuke li başûrê welatî, bi tîpên erebî belav bûne, dîsan bixwînim û bes naveroka wan bi kurtî ji kurdên latînîxwîn ra bidim nasandin. Herweha û li ser pêşniyaza çend kesan, ez her wan danasndinan bi tîpên erebî jî di blogga xwe da belav dikim.

 

چما داناساندنا رۆمانێن کوردی؟

هه‌ر چه‌ند  ئه‌ز ل سوێدێ مه‌، لێ من به‌رده‌وام هه‌ولدا یه‌، هندی من پێ چێ بوویه‌ هایا من ژ نڤیسکارییا ب کوردی یا ل وه‌لاتی هه‌به‌. من د سه‌ره‌دانێن خوه‌ دا و هندی ب ده‌ست من که‌فتنه‌، کتێب و نه‌مازه‌ ڕۆمانێن ب کوردییا کورمانجی یێن ب تیپێن عه‌ره‌بی ل دهۆکێ کرینه‌ و من گه‌له‌ک ژێ خواندنه‌

یا ڕاست جارنا ل نک من ترسه‌ک چێ دبه‌، نه‌کو کوردیا من قه‌لس ببه‌، نه‌کو ئه‌ز ژ جیهانا نڤیسکارییا وه‌لاتێ خوه‌ قوت ببم، نه‌کو هایا کوردێن ڤی پارچه‌یی ژ به‌رهه‌مێن وی پارچه‌یێ دن نه‌به‌ و نه‌کو و نه‌کو ...

لەو من و د ڤی سەردەمێ کۆرۆنایێ دا بریار دا ەز وان هەمی رۆمانێن ب کوردییا کورمانجی، یێن کو هەتا نوکە ل باشوورێ وەلاتی، ب تیپێن عەرەبی بەلاڤ بوونە، دیسان بخوینم و بەس ناڤەرۆکا وان ب کورتی ژکوردێن لاتینیخوین را بدم ناساندن. هەروەها ل سەر پێشنیازا چەند کەسان، ئەز هەر وان داناساندنان بتیپێن عەرەبی ژی د بلۆگا خوە دا بەلاڤ بکم.

lördag 30 maj 2020

Ez û Mihemed Arif Cizîrî


Ez her roj ji bo saxlemiya leşî piyaseyeka dora duseetî dikim û pê ra guhdariya tiştekî û di piraniyê da pirtûkên dengî yên edebiyata klasîk û nûjen yên bi swêdî dikim. Bê şik eger kitêbên dengî yên kurdî hebûna da hêj xweştir bûya. Lê îro û bi xêra stiranên Mihemed Arif Cizîrî yên wekî Xifşê, Eman Koçerê, Xezal, Kejê, Elîkê Betê, Metran îsa, Bilblo û bi dehanên din û wê cîhana wan û ziman û serhatiyên wan di min da û di nav vê xwezayê da diafirand, ez şiyam nêzîkî pênc seetan piyaseyeka lezgîn û bê rawestan û westan bikim.

Guhdarîkirina van stiranan ji vê ensîklopediya gelêrî ez rûbirûyê gelek tabloyên dilxweşker û yên xemgînker kirim û herweha gelek pirsiyar di serê min da azirandin. Wekî; erê gelo ew rast e ku xortê di stirana wî da xizêma di difna qîzê da buhatir dibîne ji du bajêrên welatê xwe û gelo ew xesletek e û di nav me da maye û berfireh bûye! Erê gelo ew ya ku hindek ji egîdên stiranên wî yên dîrokî yên ku amade ne xwe ji bo qeydkirina mêrxasiya xwe û manê li ser gotina xwe, bê li ber çavgirtina giringiya eqlî û armancgehiştinê xwe bdidin kuştin, hêj di kesatiya me da mane û rola xwe di mêrxasbûna me da û domdanê bi civaka mêrxasiyê dileyizin! Û gelek pirsiyarên din yên ku ez ji civaknasên me ra dihêlim.