söndag 31 maj 2020

Alê dî yê pirê

Navê kitêbê: Alê dî yê pirê
Nivîskar: Tehsîn Navişkî
Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê
Sala weşanê: 2010
Hejmara rûpelan: 254


Rewşen jineka xwedî kar e, nivîskar e û çalakvana mafên jinan e. Keçeka wê bi navê Xûsar, ku xwendinkara zanîngehê ye tûşî nexweşiyekê dibe û ew ji çareserkirina wê li herêma Kurdistanê bê hîvî dibe û mêrê wê Xwastî ji bilî xwe xema çi naxwe. Êdî dayik neçar dibe û keça xwe dibe cem doktorekê li aliyê rastê yê bajêrê di piraniyê da erebnişîn û bi herêmê ra cîran e, ku tê da desthilata îslamîxwazên terorîst bihêz dikeft û bi taybetî li aliyê rastê yê bajêrî.

Cara sêyê û wextê wê bi taksiyê keça xwe bir bo dermankirinê li wî bajêrê, şofêrî, li şûna wan bibe nik doktora wan, ew birin aliyê rastê yê bajêrî û dan destê terorîstan. Ew reftareka hovane li gel wan dikin û keçê bi dijwarî birîndar dikin û gelek kes li pey hev destdirêjiya cinsî dikin ser Rewşenê û paşî wê bêhiş û tazî dihavêjin nav gilêşê bajêrî û pîremêrekê ereb wê dibîne û dibe mala wan li bajêrê dasiniyan.

Rewşen wekî keseka dirbpêketî xwe li gel êş û xemên xwe di odeyeya xwe da veder kiriye û naaxive û hindî mêrê wê Xwastî ye, her wekî çi nebûye û haya wî ji bayê felekê nîne û bi kesê xwe û xweşiyên xwe ve mijûl e. Xunav, xwendinkara zanîngehê hewil dide ji dayika xwe Rewşenê bizane ka çi bi serê wê û Xûsarê hatiye, lê dyika wê her mit û bêdneg e û bersiva piriyaran jî nade û rojekê ji nişkan ve, xwe disoje û dimire.

Hindî bab e her zû piştî mirinê dixwaze hevala xwe Meyaseyê mehir bike û wê bike jina xwe û hindî keç e û bi alîkariya dezgirê xwe yê li zanîngehê û polîsan dixwaze bizane ka ew kî bûn dayik û xwîşka wê revandibûn û bihên giritin û sizadan.

Pismamên Meyaseyê bi peywendiya wê bi Xwastî ra û merema wan dizanin û wê wekî destdirêjiya li ser namûsê dibînin û Meyaseyê dikujin. Serleşker Cemşîd Qelxan vê bi derfet dizane û jihevalê xwe yê nêzîk Xwastî ra dibêje ku pismamên Meyaseyê di telefona wê da vîdyoyek dîtine, ew û Meyase tê da seksê bi hevûdu ra dikin û ew dê ji ber wê wî kujin û ya çêtir ew e ew ber bi derve bireve. Ew jî guhê xwe dideyê û Cemşîd wî bi şandeka resmî ra dişîne Elmanyayê û jê dixwaze ku demê mana şandê li wir timam bû bila ew pê ra venegere û li wê derê daxwaza penaberiyê  bike. Ya rast ji ber ku Xwastî hemî nihînî, pûçatî, gendelî û destdirêjiyên Cemşîdî yên cinsî û heta wê ku ew bi diplomên sexte bûye efser û serleşker dizane, lew Cemşîdî xwest bi wî awayî wî ji xwe dûr bixe.

Xwastî bi ya Cemşîdî dike û li Elmanyayê daxwaza penaberiyê dike û Cemşîdî yê ku pere jê ra dişandin, êdî ew rawestandin û hemî peywendiyên xwe bi wî ra qut kirin. Xwastî ji vê reftara Cemşîdî ditingije û ji hevalekê xwe yê penaberiyê ra behsê puçatî û gendeliyên Cemşîdî dike û piştî demekî ew hemî axiftin li medyaya sosyal belav dibin û li bajêrê dasiniyan ew sohbet li ser wî serleşkerî yê ku li bajarî navdar û xwedî desthilat belav dibin û Cemşîd dizane ku bes Xwastî ew hemî rastî dizanîn. Komîteyek, ji ber nerazîbûna xelkê bajêrî, li ser astekê bilind bo lêkolînê li ser wan zanyariyên derbareyê Cemşîdî û gendeliyên wî belav bûne dihê pêkînan û di eynî wextî da Xwastî li kampa penaberan li Elmanyayê dihê teror kirin û paşî komîte di encama lêkolîna xwe da Cemşîd ji wan hemî tawanan paqij dike.

Li aliyê dî Xunav di odeya dayika xwe da kasêteka dengî ya wê dibîne û dayik tê da hemî ya hatiye serê wê û keça wê Xûsarê li ser destê wan terorîstan û wî şofêrê taksiyê yê ku maleka wî li bajêrê dasiniyan û yek li bajêrê dî yê erebnişîn e dike û weha û bi alîkariya dezgirê wê Kivanî û babê Kivanî û Polîsan ew şofêr û komeka terorîstan dihên girtin û lêkolîn pê hatin kirin, lê Cemşîd ji polîsan dixwaze ew wan lêkolnan li gel wî şofêrî rawestînin. Polîs bi ya wî nake, lê piştre nûçe belav dibe ku ew şofêrê taksiyê, ku bi xwe terorîstekê naskirî bû, ji zîndanê reviyaye û paşî hatiye kuştin.

Hemî roman li dor Xunavê diqewime û ya hatiye serê malbata wê û hezkirina wê bo Kivanî û xwendina wan û rewşa xwendinkara û xortan û gendelî ya li hawîrdora wan.  Li dawiya romanê ew û Kivan berî mehirkirinê xwîna xwe li nexweşxaneyê dipişkinin û jê diyar dibe ku eger bibin jinûmêr dibe ku hindek ji zarokên wan rastî nexweşiya Talasemî bibin. Wan herduyan li gel hindê jî xwest zewacê bikin, lê dayik û xwîşka wî bi dijwarî li dijî derketin. Çend rojan Kivan nedihat zanîngehê û bersiva telefonên Xunavê nedidan û paşî wê ji nişkan ve zanî ku Kivan çûye derveyî welatî.

Em di vê romanê da diçin nav kesên wê û hûrgiliyên jiyana wan, rûdanên tê da çêdibin, civata mêrî û berhingariya jinê, nifşê nû û dengê wan û dorhêla ew tê da dijîn, kevneperêsî û nûxwazî û gelek çeq û serhatiyên din li gel pirsiyarên ji van hemiyan durist dibin.

Ji rûperê 73: ”-Kê bawer dikir Cemşîd komando, hinde tawan û xirnaqe di bajêrekê biçûk yê ji terzê bajêrê dasiniyan da kirine?! -Tu çi dibêjî?! -Sehkê, heta bawernameya wî ya qanûnê ya ji derve hînay, tozûba derket!”.


Mîlodiya bêdengiyê

Navê kitêbê: Mîlodiya bêdengiyê
Nivîskar: Nîwar Emîn (Niwar Ameen)
Weşanxane: Çapxaneya Hîvî li Dihokê
Sala weşanê: 2013
Hejmara rûpelan: 184



Hejarî, snêlî û dijwariya navmalê û arêşeyên civakî ji mijarên serekî yên vê romanê ne û di berperê wê yê yekê da hatiye nivîsîn: ”Diyarî bo wan zarok û snêle û gencên di hejarî û bêzariyê da dijîn li welatê min.”

Em li maleka hejar li taxeka bajêrekî li Kurdistanê ne û Siyar nexweş e û li ber mirnê ye. Jina wî Helîma û keça wan ya 38 salî Şermîn û kurên wan Alan yê mezin û nexweş û Dildarê sêzde salî li dor wî xirvebûne û bi xem in.

Siyar di sekeratê da dibêje kurê xwe Dildarî ”tu dê biye zelamê malê piştî min” û piştî mirina babê Dildar dixwaze gotina babê xwe bi cih bîne. Ew li gel xwendinê karê boyaxkirina pêlavan li ser cehdeyên bajêrî dike û pê alîkariya dayika xwe, xwîşka xwe û birayê xwe yê nexweş dike, lê ew kar bi xerabî kar dike ser xwendina wî ya dibistanê.

Li aliyekê dî li klasa şeşê ya ew tê da, mamosteyeka nû bi navê Dilvîn dest bi karî dike û Dildar, ji aliyê xwe ve hest bi evînekê û girêdaneka bihêz bi wê ra dike. Piştî demekî ew pê dizane ku Dilvînê dezgirek heye û dê şû bike û ji ber wê, wekî evîndarekê sewdaser hêris dibe û kerb ji dezgirê wê Kovanî vedibe. Ew carekê wê xeyidîna xwe berdide nav çavên Dilvînê û bi bez ji xwendingehê ber bi cehdeyê derdikeve û mamoste jî, ji bo ku wî aram bike, bi dû wî dikeve û li ser cehdeyê tirimbêlek li Dilvînê dixe û wê dikuje.

Dildar li mal e û xemgîn e û ketiye bin barê kartêkirina wê çendê ku ew bûye egera mirina Dilvînê. Ew li ber derê odeyê dibihîze dayika wî ji cîranê ra dibêje ku Dildar ne kurê wan e, ew kurê kesekî ye bi navê Kovanî. Kovan û Dilvîn ji bajêrî, ji ber malbaba Dilvînê ya ku nedixwest ew şû bi Kovanî bike, reviyabûn bo nik wan li gundî û li cem wan daweta xwe kiribû û kurekê wan bi navê Dildarî jê çêbû. Dûre malbaba Dilvînê zanî ku ew li gundê wan in, evca hatin Dilvîn kuşt û Kovan yê ku wê gavê li wê derê nebû ji kuştinê rzigar bû û bo xwe reviya û ji hingê were haya wan jê nemaye û Dildar jî vê rastiyê nizane.

Ku Dildarî guh li vê rastiyê dibe êdî dizane ka çima wî hez ji wê mamosteyê dikir, ji ber ku navê dayika wî lê bû û wekî wê bû û dayka xwe di wê da didît û niha ew bû sebebê kuştina wê û azardana babê xwe yê rastîn. Ji xem û diltengiyê ji mal derdikeve û diçe cihê Dilvîn lê hatiye kuştin û her li wê derê tirimbêlek lê dixe û wî radikin nexweşxaneyê. Em li dawiyê Dildarî û babê wî Kovanî pêkve li ser gorê Dilvînê dibînin.

Xwendevan di vê romanê da herweha çîroka Sekeftî, hevalê Dildarî yê boyaxkirina li ser cehdeyan dixwînin. Ka çawa babê wî ew neçar kir dibistanê bihêle û havêt ber boyaxkirina solan li ser cehdeyan û ew pareyê ji wî şolî dihat nav destê wî jê distand û pê qimar dikir û ereq vedixwar. Ji bilî dizî û xapan, babê wî serxweş dihat mal û ew û dayika wî gelek diqutan û diêşandin.

Em herweha çîroka Şermînê jî dibihîzin û ka çawa babê wê dixwest wê bide birazayî û pismamê wê ew neviya û nebir û ka çawa xelkê di wê civakê da û ji ber wê neşûkirinê gotgotik çêkirin û belav kirin; qaşo kêmasiyeka wê heye lew pismamê wê ew nexwestiye û ev bû egera wê ku Şermîn bû 38 sal û kes nehat xazgîniyên wê û bû bendiya malê. Hêj çeq û serhatî di vê romanê da hene mîna ya pîremêrê jin lê mirî û kurê ew ji malê derxistî û li cehde û kolanên bajêrî hiştî û tevî gelek hizr û tabloyên edebî yên ku pevre vê romanê dineqişînin.

Ji rûpera 69: ”hizra wê ya êkane ew bû ku zelamê wê bi tinê bo têrkirina hezêt xwe yên demkurt dijît û ageh ji wê nîne…”

2020.05.28

Hêlên sor

Navê kitêbê: Hêlên sor
Nivîskar: Hizirvan (Hizirvan Ebdulla)
Weşanxane: Çapxaneya Zana li Dihokê
Sala weşanê: 2004
Hejmara rûpelan: 173



Ev roman vegêranek e di navbera xeyal û dîrokê da û seredanek e bo nik çend kes û demên giring di dîroka me ya hevçerx da û rahijandina çend pirsên tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê ye.

Dem demê şoreşa Agirî ye û Ehmedê Badînî û şêx Ebdilrehmanê Garisî û Aram kurê Liyon paşayê ermenî diçin binxetê û di civîna Xoybûnê da li Qamişloyê beşdar dibin. Li wê derê çavên wan bi mîr Celadet Bedirxanî dikeve û mîr wan dike nûnerên xwe û kaxezan bi wan ra ji bo şêx û serokên kurdan dihinêre û tê da ji wan daxwaza yekbûna kurdan û berxwedanê li dijî dewleta trikî ji bo piştgirîkirina serhildana Agirî dike û herweha dixwaze ku kurd gelek qîmetê bidin zanîn û xwendinê.

Ehmedê Badînî û Aram ber bi Behdînan û Barzan û Sîdekan didin rê û diçin dîdara Liyon Paşayê ermenî, şêx Ehmedê Barzanî, Seyid Tahayê Nehrî, Simkoyê Şikak û Babekir Axayê Pişderî û nameyên mîr Celadetî digehînin destên wan. Ehmedê Badînî me li wan herêman digerîne û dibe dîwanên wan rêberên kurd û ji me ra wêneyekî li ser jiyan û rewşa wî demî ya kurdan û welatê wan berçav dike.

Li aliyê dî şêx Ebdilrehmanê Garisî nameyên mîr Celadetî ji bo bakûrê welatî dibe û rêya Berwariya bo nav Hekariyan digire, lê ew bi destê zelamekê xwe, ku tirkan ji bo kuştina wî hinartibû dihê kuştin û ew bi wê kuştinê dibe efsane û wekî mirî bêtir ji saxekî tirkan ditirsîne.

Di vê romanê da gelek çîrokên balkêş hene, wekî serhatiya mamê Silêman yê not salî yê ku mîrên kurdan dîtine û gelek sohbetên wî hene, serhatiya Hesinê ku hez ji Befriyê kiriye û ew revandiye û xwe daye li gel Ehmedê Badînî û serhatiya mîr Mihemedê Botan û xulamê wî û gelek bûyer û serhatiyên din.

Ji rûpelê 37: ”…yê rûs digot bo çi hûn ji bona dwleta xwe xebatê nakin? Ma hûn jî ne milet in.. binêrin tirk bi zimanê xwe dixwînin.. bi zimanê xwe dinivîsin.. Belê hûn û ermen ne zimanê xwe dizanin û ne baş tirkî dizanin.. eger çi hûn ducar hindî tirkan in.. ma ew çi ji hewe çêtir in.. bi tenê ew xiyanetê li miletê xwe nakin û ya êkûdu nadine bi ya hewe, êkûdu digirin û hewe jî digirin û berdidine serûçavên êk.. zêdetir kurd hem hev dikujin û hem ji bona tirkan xelkî dikujin û xwe jî bikuştin didin…”

2020.05.25

Xefik 2

Navê kitêbê: Xefik 2
Nivîskar: Jaro Dihokî
Weşanxane: Çapxaneya Hawar li Dihokê
Sala weşanê: 2016
Hejmara rûpelan: 172


 Ev beşê duyê ji romana Xefik e û berdewamiya tawankarî û xapandinên Zinarî ye, ew kesê ji bo bidestxistina pareyan û keyf û xweşiya xwe çi sinor û exlaqan nas nake.

Piştî ku Zinar sala xwe ya zîndanê diqetîne û jê derdikeve û ji tirsa kesên ku wî pareyên wan xwarine û ew xapandine bi dû wî bikevin, ew li bajêrê xwe namîne û diçe mala babê xwe li gundî. Qaşo wî tobe kiriye û daxwaza lêborînê ji babê xwe dike û xwe li ber wan xilmetxweş û ruhşirîn dike, heta zeviyeka babê xwe difiroşe û berê xwe li şûna bajêrê berê dide paytextê.

Wî bi kaxezên sexte navê xwe kir Şaho û bi direwan li markêta Dêranê, ya ku mêr lê mirî û bi tenê mayî kar peyda kir û wî di serê xwe da planek, ji bo biserdagirtina hemî malê wê jina gelek ji wî mezintir hebû û wê jinê jî bawer jê kir û dikan û qase û xwe xist di destên wî da. Her di eynî wextî da wî du jinên dî jî peyda kiribûn û yek jê bihamil bû.

Reşo hevalê wî yê berê wî peyda dike û her hefteyê daxwaza pareyan jê dike û eger nedeyê ew dê Beyarê ku bîstûşeş defterên dolaran li wî ne pê agahdar bike. Zinar ji tirsa Reşoyî û Beyarî plana xwe nagehîne dawiyê û rojekê deh defterên dolaran ku hemî pareyê Dêranê bûn, ji qaseya wê dertîne û bi rêya qeçaxçiyan diçe Stembolê û ji wê derê di belemekê da berê xwe dide Ewropayê, lê behra Îce dibe mala wî ya dûmahiyê.

Çîrokên Dêranê, Zozanê, Sîpelê û Nînayê û peywendiyên wan yên cinsî li gel Zinarî û gelek sohbet û serhatiyên din cihên xwe di vê romanê da çêkirine.

Ji rûpelê: ”Piştî çend roja li kinarê gizîrtekê masîgirekê kelexê wî dît, belê masiya çi tê nehêla bû, qulupand, qawîşek bi piştê ve dît, vekir ya tijî dolarên naylonkirî bû…”
https://www.facebook.com/jaro.duhoki.75

2020.05.23

Xefik

Navê kitêbê: Xefik
Nivîskar: Jaro Dihokî
Weşanxane: Çapxaneya Hawar li Dihokê
Sala weşanê: 2015
Hejmara rûpelan: 88


 Ev bêtir wekî romaneka polîsî ye û derbarê sexte û tawankariya kesekî li bajêrekê Kurdistanê ye û di nav rûdan û behsên tê da xwendevan çend aliyên veşartî yên civaka wî bajêrî nas dike.

Zinar kurekê bîstûpênc salî ye û babê wî yê hejar wî ji gundî, ji bo xwandinê dihinêre bajêrî. Lê ew li şûna xwandinê hîlebazî û xapandina bazirgan û jinan û kirîn û firotina tiştên qeçax û qedex dike. Ew kesekê bi navçav û bejna xwe xweşik e û di axiftin û gotinê da, di danûstandina bi xelkê ra ruhsivik û zimanxweş e û her ji ber hindê jî çi kes zû şika tawankariyê jê nabe.

Wî bi xapan, bi dehan defterên dolaran ji Beyarî; xudanê nivîsîngeha kirîn û firotina erd û xaniyan çêkirine, ji tirimbêlfiroşekî jî û bê ku pareyê wê bide, tirimbêleka giran dibe û xefik li ber jinên wekî Şirîn û Çinarê deynane û pare ji wan standine.

Di van fêlbazî û sextekarî û xefkên wî da Mihê û Reşo jê ra alîkar in, lê haya polîsan jê çêdibe û ew dikeve bin zêrevaniya wan û li dawiyê û demê Zinar mijûlî bazirganiyeka mezin ya çek û heşîşê bû, keft nav xefika polîsan û hat girtin û bo salekê zîndan kirin.

Ji rûperê 37, ji zardevê efserekê polîsî: ”Ev kure yê yariya bi agirî diket, destên wî yên dirêjbûyn, fêlbaz e, direwîn e, li dwîf namûsa xelkî digeriyêt û bo serdabûnê baş yê şehreza ye, her karekê pare pê ve bên diket û vê dîmahiyê hewil didet bazirganiya çekî û madên bêhuşker jî biket…”
https://www.facebook.com/jaro.duhoki.75

2020.05.21

Dozexa spî

Navê kitêbê: Dozexa spî
Nivîskar: Hesen Îbrahîm
Weşanxane: Çapxaneya Zana li Dihokê
Sala weşanê: 2004
Hejmara rûpelan: 170


 Mijara serekî ya vê romanê koça ber bi Ewropayê û sedem, xewn û encamê wê ne. Simko ji başûrê Kurdistanê ye, dayik û bab pîr bûne, wî taze jin înaye û zarokekê sava jê heye, lê ew bêkar û bê miaş e. Hewil dide karekî bi dest xwe bixe, lê kar jê ra peyda nabin û bê hîvî dibe. Wekî gelek xortên dormandora wî, xewna Ewropayê li serê wî didie û wê wekî rizgarkera xwe ji wê rewşa ew tê da dibîne. Ew bi wê hizrê ye ku her tişt li wir baş e û ew dê di siberojê da bikare li wê derê bi jina xwe û zarokê xwe ra xweş bijî û herweha jî alîkariya dayik û babê xwe bike.

Herçiqas birayê wî yê li Elmanyayê şîretê lê dike ku ew berê pêyên xwe nede penaberiyê û dê poşman bibe, lê ew jina xwe bi zarokî ra dihêle û bi hevalê xwe Şêrkoyî ra, bi rêya qeçaxçiyan diçin Stembol, Enqere, Ukraniya, Slovakiya, Çêk û paşî cihê mebesta xwe Elmanyayê. Di vê gera wan da wêneyekê biêş yê wan koçberan li kolanên biyanîstanê û derd û keserên wan û reftarên xerab yên qeçaxçiyan û polîsan bi wan ra berçav dibe û em li dawiyê jî Simkoyî dibînin ku li bajêrekî li Elmanyayê di şeveka sar û qerimî di kabîneyeka telefonan ya li ser chedeyekê da, li dûrî jin û zarok û dayik û babê xwe dinive

Ji hevokên destpêkê yên kitêbê: ”Cade ya spî ye, dar spî ye, şev ya spî dibit, mirov yên spî dibin, gilîlên spî bi sivanda ve şûr dibin, xwîna leşê wî ya spî dibit… Kabîna telefonê, ewa bûye mala wî, heta nîvê ya spî bûy, sermayê dil lê spî kir…”

https://www.facebook.com/hesenkevil

2020.05.19

Baxore

Navê kitêbê: Baxore (Baloreyên sirûdek Zeradeştî)
Nivîskar: Muhsin Abdulrehman
Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê
Sala weşanê: 2009
Hejmara rûpelan: 146


 Ev berhem wekî roman hatiye weşandin û ew tabloyekê li ser dawiya salên pêncihan û heta destpêka salên notan û zordariya dagîrkeran, neyariya navxwe û bindestiya civakî berçav dike. Baxore bi zimanekê zêde şi’rî gelek pirs û babetan dişiliqîne û ji tîrkivanên rexneyê ne vala ye.

Çîroka serekî ya vê kitêbê ew e ku Îsa hez ji Porê dike û demê ew li eskeriya Îraqê bû Porê li ser daxwaza dayûbaban şû bi yekê dî dike. Îsa pê dizane û pir pê xemgîn dibe. Ew li leşkeriyê dikeve nav rêxistinên partiyê û paşî fîlar dibe û li çiyayên Kurdistanê dibe pêşmerge. Ew li gundî Porê ya bimêr û kur û keça wê pê ra dibîne û heza wan bo hevûdu, di nava wan da hêj berdewam e. Herçend e gelek sal li ser bûyera şûkirina Porê ya bi birayara dayûbaban derbas bûne, lê ya bi serê wê hatî bi serê gelek keçên piştî wê jî dihê û mînak jî li ser wê Heliz û Şîno ne. Ew herdu hez ji yekûdu dikin, lê biryar e ku Heliz bibe pêguhorkana birayê xwe û şû bi pismamê xwe bike. Wekî îsayî, Şîno li cihê Helizê birevîne dikeve nav refa pêşmergeyan û xebata azadiyê û serhatiya wî berdewam dike.
Herweha serhatiya Porê ya hez ji Îsayê pêşmerge dike û mêrê wê yê li gel axayî û çeteyan û reva wan ji gundî bê dûmahîk e.

Ji berperê 4: ”(Ta ku serhildanê û hatina me bo nav bajêra, geleka kevlê xu guhart, da jengara wan diyar bît, lê ew nehate guhartin, her tinê pêşmerge ma)”

2020.05.17

Geryan li babê berze

Navê kitêbê: Geryan li babê berze
Nivîskar: Enwer Mihemed Tahir
Weşanxane: Aras
Sala weşanê: 2001
Hejmara rûpelan: 109


 Babetê vê romanê kurd û şkestinên berdewam yên wan in û minaqeşeya du nifşan ya ji hev cuda ya di vî warî da ye. Kesek li babê xwe yê berze digere û di wê lêgeryana xwe da rastî destxeta bapîrê xwe û sohbetên Hosta Husênî û Ezîzê Mela Elî û serhatiya paşayekê kurdan û xewna domdirêj ya dewletbûnê dibe.

Vegêr ji destpêka salên notan û reva milyonî dest pê dike û di navbera wê bûyerê û bûyer û setimînên ji wî rengî yên berî wê qewimîne da li girêdan û egerên hevbeş digere. Diçe nav serhatiya paşayekê kurd yê ku di serdemê osmaniyan da hewil dida ji kurdan ra împeratoriyekê çêbike û di eynî wextî da xwe ji bo şerekî li gel osmaniyan amade dikir. Her çiqas wî paşayî her ji destpêkê dizanî ku ew şer dê çêbibe û ew di wî şerî da sernakeve, lê leşker û xelk û erdê li bin desthilata xwe tûşî wî şerî kir û şkestin bû behreya wan. Lê li gor xwediyê gotinên di destxetê da, wî serê xwe neçemand û mêrxasiyek tomar kir û ya pêçêbûyî kir û şkestina wî jî bi îrada xudê bû.

Gelek pirsiyar di vê kitêbê da dikevin ber xwendevanî û yeka serekî jî ew e, erê giring e şer bihê kirin û helwêst û mêrxasî li ser mêrxasiyên berê bihên tomar kirin û mirov li ser vegotina wan mêrxasiyan bijî, yan ya giringtir ew e mirov lê binerin ka wan mêrxasiyan ew bi çi encam gehandine û ka gelo di demê nuke da pêdivî ye ew bi çavekê çawa li dîroka xwe û bûyer û sembolên wê û niharoja xwe binerin.

Ji rûpelê 90: “… heke çi binaxe nebin yan çi hîvî jê nebin bo serkeftinê yan êk ji sedê serkeftin tê da nedît, bo çi miletê xu havête vî agirî, yanî ew ceng ji xukuştinê zêdetir nebû!"

https://www.facebook.com/profile.php?id=100010465995001

2020.05.14

Sotingeh

Navê kitêbê: Sotingeh
Nivîskar: Bilind Muhammad
Weşanxane: Êketiya Nivîskarên Kurd li Dihokê
Sala weşanê: 2005
Hejmara rûpelan: 302


 Babetê vê romanê bindestî ye û ka çawa her der ji mirovî ra bûye zîndan. Kesê serekî yê romanê Siyabend e, babê wî dihê sêdaredan û birayê wî Xalid jî dihê girtin û di zîndanê ve dîn dibe. Siyabend hez ji Nêrgizê dike, lê babê wê biryar daye ku keça wî şû bi pismamê xwe bike. Ew û Nêrgiz carûbaran bi dizî ve yekûdu dibînin. Rojekê, demê ew nêzîkî cihê hevdîtina xwe û Nêrgizê dibe, çend çekdar hêrişê dikin ser leşkerê îraqî û fermandeyek li wê derê dihê kuştin. Ew, berî bigehe cem Nêrgiza xwe û bi tohmeta ku ew yek ji rêberên wê kiryarê bûye dihê girtin û tohmet bar kirin. Di jêpirsînê da û ji bo ku Nêrgizê ji vê belaya girtinê biparêze, ew rastiya ku ew ji bo dîtina Nêrgizî li wê derê bû nabêje. Ew di girtîgehê de gelek eşkence û azarê dibîne û siza zîndankirinê distîne. Lê paşî û bi lêborîneka giştî derkeve û di dawiyê da xwendevan wî û çek bi milî ve di nav şervanan da li çiyayî dibîne.

Her ji roja girtina wî û heta derketina wî, ji dev û çavê wî, xwendevan gelek kesên dî û cîrokên wan di vê romanê da nas dike: Çîroka birayê wî Xalidî, girtin û dînbûna wî. Çîroka pêşmerge Muşîrî yê ku di şerekî da herdu pêyên xwe ji dest dide û ka çi bi serê wî û jina wî Lazerê hatiye. Serhatiya mam Haciyê ji neçariyê bûeye çete û wextê di hêrişekê da nexwestî tadariyê li xelkê xwe bike bi tohmeta xiyanetê dihê girtin. Çîroka Seoyê nêrbaz yê ku ji ber wê nêrbaziya wî kes jê hez nake û civak wî qebûl nake û neçar dibe, li dûrî xelkê, di nav xwezayê da li gel seyan bijî û ji xwe ra împeratoriyeka seyan ava bike û rê li gundiyan bigire û xûkî ji wan bistîne, lê rojekê demê Seoyî goşt dibiraşt û seyên birsî li dor wî xirve bûbûn, yekî ji wan seyan, ji birsê xwe li bista goştî da û seyên din jî xwe havête bistê û di nav şerê wan seyan da yê li ser goştî, Seo; xudanê wan dikeve bin pêyên wan û ber penc û şerên wan û birîndar dibe. Ji bilî van, serhatiya pîra qaçkî, ya seyid Reşîdî, Evdî, Dînoyê kamîrevan û gelekên din jî li vê romanê hatine bar kirin.

Ji rûpelê 288: ”Xewna min ya hinde salan, ku rêkeka qurtalbûnê bibînim, nîne! Erdê vî welatî qumbele ye û li hîviya peqînê ye. Her bihustekê serbazgehek e, her bihustekê sîme û senger û satirên ji axê çêkirîn dibelav in. Her tişt di xwe da mit û bêdeng e. Hizra revînê dînatiyek e, mirov li çi çepa qurtal nabit. Ev welate serbazgeheka mezin e û her tişt li bin pustal û zincîrên tank û zirîpoşan herişandî ye.”

https://www.facebook.com/bloo.duhoki

2020.05.12

Deravê teng

Navê kitêbê: Deravê teng
Nivîskar: Kerîm Cemîl Biyanî ( Karim Byaniy )
Weşanxane: Dezgay Ruşinbîrî û bilawkirdinewey kurdî li Bexdayê
Sala weşanê: 1988
Hejmara rûpelan: 66


 Ev berhem bi romana yekê ya bi kurdiya kurmancî li başûrê Kurdistanê hatiye bi nav kirin û ew berî çapbûnê di berêkana romanê ya sala 1985ê ya li Îraqê da beşdar bû û xelata duyê wergirt. Babetê Deravê teng welat, şer û mirov e.

Rwîgeş xortekê bîstûçarsalî yê ji Dihokê ye, xwendina xwe ya zanîngehê timam kiriye û wekî hemiyan, divê ew jî piştî xwendinê biçe leşkeriyê. Ew dibe serbaz li rojavayê Îraqê, lê ew di nav xîzê wê deştê da gelek ji Dihoka xwe, çiya û keskatiya warê xwe û bi taybetî ji hezkiriya xwe Gulvêdê xerîb dibe.
Babê Gulvêdê ku mamê wî ye jî, dixwaze ku keça wî şû bi yekê dewlemend û pêçêbûyî bike û ne bi yekê ku di şerî da bihê kuştin û keça wî bîjin bike, xema mamê wî bes bazrganî, pare û dewlemendbûn bûye. Rwîgeş her mehê çend rojan dihat mal, carekê li gel hevalekê xwe biryarê didin, wekî gelek kesan, ji leşkeriyê fîlar bibin û biçin çiya; cihên li bin kontrola pêşmergeyan. Lê ew piştî deh heyvan vedigere Dihokê û Gulvêdê û wî dibin leşkeriyê bo berokên şerê Îraq û Îranê. Ew ji kaxezekê, di nav şerî da dizane ku mamê wî Gulvêd daye şû, lê di ser wê ra evîna wî bo Gilvêdê û bo axekê di nava wî da heta kuştina wî jî berdewam bû.

Ji berperê 65: "Belkî dê rojekê bêjin şer betal bû, û dê destêt xu ji ber sîngê êk veken û çine ser û stuyêt êkûdu û dê li ser mêzekê rwînne xar. Belê hîngê dê gelek şerêt dî dest pê ken, ..."

2020.05.10

Ew aşê derav lê wergêray

Navê kitêbê: Ew aşê derav lê wergêray
Nivîskar: Nacî Taha Berwarî
Weşanxane: Çapxaneya Xebat li Dihokê
Sala weşanê: 2002
Hejmara rûpelan: 104


 Ev berhem bi navê romanê hatiye çap û belav kirin. Xwendevan bi vegêraneka tijî şi’rîyet û bi terzê monolojê û behiskirina hest û hizran dibe hogirê xebata xortekê kurd ji bo hişyarbûn û xwerewşenkirinê sexmeratî azadî û serxwebûnê. Ew evîna xebatê ya ji bo azadiyê li cem wî xortî dide ser evîna wê keça ew hez jê dike û di wê rêyê da dihê girtin û wextê ji zîndnê derdikeve, dilbera wî ji xemên wî miriye.

Bi gotina wî jiyan berdeawam dibe û ew hem jinê diîne û dibe bab û hem jî di xebata kurdîniyê da berdewam dibe û ew bi hêviya xweseriya xelkê xwe ye. Ev pirtûk bi wêneyên şi’rî, bi peyvên kevnar û gotinên pêşiyan mişt e.

2020.05.8

Miryema

Navê kitêbê: Miryema (Kiçejinek ji zemank dî)
Nivîskar: Sebrî Silêvanî (https://www.facebook.com/sabri.silevani.9)
Weşanxane: çapxaneya Hawar li Dihokê
Sala weşanê: 2007
Hejmara rûpelan: 136


 Ev roman bêtir li ser bihaya mirova mê di civaka nêr da ye û di wî warî da şilqandineka hizrî û rûhî ye û bi awirên rexneyî dagirtî ye.

Hêj Miryema biçûk bû demê dayika wê mirî û babê wê jineka din îna. Jinbab xwedî yar bû û yar jî Mihemed, mêrê Meyrê, cîrana wan bû. Bab jî, demekî piştî dayikê dimire û yarê dayê, Mihemedê Meyrê destdirêjiyê dike ser keçîniya Miryemayê ya sêzde salî û bi salan û bi agahdariya jinbabê li ser wê tadariya xwe berdewam dibe û leşfiroşiyê pê dikin.

Di sih û şeş saliya xwe da Miryema ya di welat, bajêr û civaka xwe da xerîb, ya ku êş û tenêbûna xwe li ser kevalan resim dike, ji hevaleka xwe ra vê serhatiya jiyana xwe û herweha çîroka xwe li gel Hejarê pêşmerge, Îslamê komunîst, Hawarê îslamî û Kirmancê kamîrevan û dîtinên xwe li ser her tiştî vekirî dibêje. Bi gotina wê: ”… gelek cih û tişt hatine guhorîn, belê tinê zelamên vî bajêrî wek xwe man, hêj ji bo zik û binzikê xwe dijîn. Mixabin çi cudahiyê di navbera xwe û caneweran da nahêlin”.

2020.05.6

Gulistan û şev

Navê kitêbê: Gulistan û şev
Nivîskar: Hesen Silêvanî ( Hasan Silevani )
Weşanxane: Çapxaneya Hawar li Dihokê
Sala weşanê: 2000, çapa duyê.
Hejmara rûpelan: 74


 Li gor wê ya li ser bergê vê pirtûkê hatiye nivîsîn ev berhem wekî kurteroman hatiye binav kirin. Babetê serekî yê Gulistan û şevê evîndarî, xerîbî û hîvî ye. Em bi zimanekê rehwan û şi’rî û bi rêya sohbeta Gulistanê li gel xwe li ser evîna wê û mêrê wê Dilşadî û wê malbata wan ya bextewer agahdar dibin.

Dilşad yê ku fermanber bû li daîreyekê li bajêrê Mûsilê û gelek hez ji malbata xwe, jina xwe û herdu kurên xwe, kar û dostên xwe dikir, ji neçarî dibe serbaz di leşkerê îraqê di demê şerê Îran û Îraqê da, lê ew naxwaze bibe bizûtekê wî agirî û qesta warê nêrgizan û Kurdistana xwe dike. Ew digehe nav refa berxwedêran û Gulistana wî li bendê ye ew vebigere û mizgîniya hatina wî û hevalên wî û gotina wî ”çi nemaye dê bi serfirazî xwe di nîva çavên min da bînî” wê bi hîvî û bihêz dike.

Gulistan û şev tabloyeka têkel û kartêker ji evînê, ciwaniyê, cengê û nefreta ji şerî û hîviya azadbûn û tenahiyê li ber çavên me çêdike.

2020.05.3

Çavê sîtavkê

Navê kitêbê: Çavê sîtavkê
Nivîskar: Tehsîn Navişkî ( Tehsin Navishki )
Weşanxane: Êketiya nivîserên kurd – tayê Dihokê
Sala weşanê: 2007
Hejmara rûpelan: 441


 Herçend e mijara serekî ya romana Çavê sîtavkê gendelî, bêqanûnî û bêbihabûna mirovî ye di civakê û sîstema îdarî da û di wî warî da pirî rexne ye, lê ew herweha jî qodîkek e, mirov tê da bi zelalî civakekê bi kesên wê, sexlet, reftar, hest, adet û jiyana wê ya rojane nas dike.

Izêr pîremêr e û piştî mirina jinê û cudabûna herçar zarokên wî, ew bi tenê di xaniyê xwe yê li bajêrî da dijî û wî herweha erdê xwe li gundî jî heye, lê li gel vê jî ew çavê xwe nade xwarin û siheta xwe û ne alîkariya zarokên xwe dike û ne jî xwe hewceyî wan dike. Ew li mala xwe tizbiyan çêdike û li sûka navbajêrî, li ser cehdeyan rûdine û wan difiroş. Lê polîsek bi navê Sîpanî yê ku ji nişkekê ve û bê diploma pêdivî bûye efser rê nade kesek bê bertîldan li wê derê tiştên xwe bifiroşe. Izêr naxwaze pênc dînara wekî bertîl bideyê û efser jî bela xwe jê venake û ji wê teftara wî dixeyide û lê dixe, bi merema wî bitirsîne da ku ew jî, wekî hemiyan pareyê xwe yê bertîlê bide, lê Izêr ji rikmana xwe nayê xwarê, bertîlê nade û li wê derê li ser pêyan tizbiyên xwe difiroşe.


Rojekê efendiyek tizbiyekê ji Izêrî dikire û sed dolaran ku ji bihayê tizbiyê gelek bêtir bû dideyê. Izêr jî bi keyf diçe cem bikirekê dolaran ji bo ku wî sedî bike dînar. Serraf jî pê dihese ku ew dolar sexte ye û ew polîsan pê agahdar dike û Izêrî li wê derê mijûl dike heta efserê polîsan Sîpan dihê. Sîpan jî wê bi derfetek baş dibîne ji bo ku wî pîremêrî biêşîne û rezîl bike da ku êdî kes serê xwe li ber wî raneke. Evca efser wî bi tuhmeta kirîn û firotina dolarê sexte digire û Izêrê pîr yê haya wî ji dolarê sexte nîne li ser destê Sîpanî dihê êşandin û çi guh ji bo gotina wî çênabin û ew di girtîgehê da dimire.

Bi mirina Izêrî rewşa Sîpanê efser xerba dibe, Izêr li ber wî dibe helametek û li her derê pê ra dibe û tîne bîra wî ku ew bûye egera mirina wî. Weha li Sîpanê dihê ku ew êdî li gel helametê Izêrî diaxive û rewşa wî ya derûnî tevlihev dibe û ji karê xwe dûr dikeve û ew hemî jî kar dike ser jina wî û hemî jiyana wan ya pêkve.

Ji bilî wê û piştî mirina Izêrî xwendevan herwesa li ser rewşa herdu kur û herdu keçên wî û pirsgirêka milkî û ya dihê serê wan û malbatên wan haydar dibin û gelek çîrokên din jî vê romanê dixemilînin.

2020.05.1

Orgazmên ejdehayekî

Navê kitêbê: Orgazmên ejdehayekî
Nivîskar: Vehêl Mihsin (https://www.facebook.com/vehel.mihsin)
Weşanxane: Projeyê Helbûn yê çapkirinê
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan: 204



Babetê vê romanê li ser dethilata reha û azadiyê ye û kêşmekêşa wan herdu têgehan di mirovî da. Hikûmet saziyekê bi navê Rêvebriya karên geştyarî bo av û deryayê dadimezirîne û ji bo birêvebririna wê kesekî ji Ewropayê diîne. Ev rêveber berî her tiştî navê Rêveberiyê diguhore û dike Rêveberiya piştevanîkirina projeyên geştyarî ya deryayî. Her çend fermanber hewil didin bala rêveberî bikêşin ser wê rastiyê ku li welatê wan çi derya nînin ji bo ku nav weha be, lê rêveberî her bi ya xwe kir. Wî got ku ew dê dahînaneka wesa di karê xwe da bike ku çi demekî ji wî rengî li wî welatî nehatibe kirin. Dixwaze deryayan çêbike û lehing û dilfînan tê da bi xudan bike û ji bo van projeyên wî budceyeka mezin hat terxan kirin.


Êdî roj bo rojê û ji bo ku wê soza xwe bicih bîne îmtiyazên xwe zêde dike û bes bi gotina xwe dike. Rêveber avahî bi fermanberên tê da wekî milkê xwe hisêb dike û dixwaze projeyên xwe di nava xaniyê wê rêveberiyê da li dûrî çav û haydariya derve birêve bibe. Lew ew biryarê dide ku deriyên wî avahiyê bihên girtin û êdî karmend jê dernekevin û ew bibe zîndan da çi hêzên derveyî mayê xwe di karê wî da nekin û ji bo biserxistina vê hizra xwe ew ji fermanberan leşkerekê efseran durist dike û wan dabeş dike li ser: Nobedarên xwe û yên biryarên wî yên kargêrî dixwînin, efserên sêdaredanê, efserên celde û eşkencedanê. Lênangehekê çêdike û toalêtan dike zîndanên kesokî.


Êdî her kesê li dijî hizr û biryarên wî derket yan dikuşt yan celde dida û xwîna ji birînên wan dihat jê ra dihat berhev kirin û wî vedixwar û zîndanî jî neçar dikirin ku xwîna xwe vexwin. Karmendên, ku di xaniyê karê xwe da bûne zîndanî, êdî di bin lêdan û azardanê da bê taqet û bêhêz dibin û biryar û fermanên rêveberî yên ku her roj derdikevin rewşa wan kembaxtir dikin. Ji bo nimûne ew dihatin neçar kirin ku her yek ji wan her roj pêkenînan binivîse û bixwîne û yê bi pêkenîna xwe dikir kenî ew dihat hilawîstin û celdedan heta têr xwîn ji leşê wî dirijiya nava amanên ji bo komkirina xwînê li bin kelexê wî danayî. Zîndanî di wê rewşê da hewil didin hewara xwe bigehînin aliyên peywendîdar û berpirsiyar yên li derve û belgeyan li ser rewşa xwe jê ra pêşkêş dikin, lê ew berpirsiyar û alî rêveberî bi wan hewlan agahdar dikin û deriyên hîviyan li ber fermanberên zîndankirî dihên girtin. Êdî karmend ji bo berxwedanê û serhildanê û li gor rewşa ew ketinê metodên xwe peyda dikin û şoreşê dikin û qeydên bindestiyê dişkênin û dest bi ser zîndanê da digirin. Ew hewil didin rêveberî bikujin, lê piştî her kuştinekê dengê rêveberî berdewam dihê guhên wan: ”Her careka hûn min dikujin, ji nû ji dayik dibime ve, nûtir û bihêztir, ji wê mijê peyda dibim ya ku min ji xwîna hewe çêkirî. Ez namirim …”

2020.04.29


Dewlet û hîvî

Navê kitêbê: Dewlet û hîvî
Nivîskar: Mihemed Selîm Siwarî ( Mohammed Saleem Swary )
Weşanxane: Kitêbxana Cizîrî li Dihokê (Kitêbfiroşiya Cizîrî)
Sala weşanê: 2018
Hejmara rûpelan: 285



Ev roman behsê serhatiya sê kesan, Nûran, Bilind û Daxazî dike, her ji zarokîniya wan û heta mezin dibin û ka çawa ew her sê, yên ji deverên cuda yên başûrê Kurdistanê digehin hev û bi çîrokên xwe ve vê romanê çêdikin. Di vê berhemê da wêneyekê wî beşê Kurdistanê yê dawiya salên pincihan heta dawiya salên heştêyan ji sedsala buhurî dihê berçav kirin. Xwendevan li ser rewşa wan salan ya siyasî, civakî û aborî haydar dibe. Gelek çîrok di vê romanê da cih digirin û yek ji wan ya şeş pismamên ji gundê Siyarê ye, yên ku di sala 1984ê da hatibûn girtin û di seredana wan da li Abuxrêbê kesên serekî yên vê romanê; keça ji Kerkûkê Nûran û Bilind, bo cara yekê hevûdu nas dikin û berperên çîrokeka nû di navbera wan herduyan da vedibin.

2020.04.27


ناڤێ کتێبێ: دەولەت و هیڤی

نڤیسکار: محمد سلیم سواری

وەشانخانە: کتێبخانەیا جزیری ل دهۆکێ (کتێبفرۆشییا جزیری)

سالا وەشانێ: ٢٠١٨

هەژمارا رووپەلان: ٢٨٥

 

ئه‌ڤ ڕۆمان به‌حسێ سه‌رهاتیا سێ که‌سان، نووران، بلند و داخازی دکه‌، هه‌ر ژ زارۆکینیا وان و هه‌تا مه‌زن دبن و کا چاوا ئه‌و هه‌ر سێ، یێن ژ ده‌ڤه‌رێن جودا یێن باشوورێ کوردستانێ دگه‌هن هه‌ڤ و ب چیرۆکێن خوه‌ ڤه‌ ڤێ ڕۆمانێ چێدکن. د ڤێ به‌رهه‌مێ دا وێنه‌یه‌کێ وی به‌شێ کوردستانێ یێ داویا سالێن پنجهان هه‌تا داویا سالێن هه‌شتێیان ژ سه‌دسالا بوهوری دهێ به‌رچاڤ کرن. خوه‌نده‌ڤان ل سه‌ر ڕه‌وشا وان سالان یا سیاسی، جڤاکی و ئابۆری هایدار دبه‌. گه‌له‌ک چیرۆک د ڤێ ڕۆمانێ دا جهـ دگرن و یه‌ک ژ وان یا شه‌ش پسمامێن ژ گوندێ سیارێ یه‌، یێن کو د سالا ۱۹۸٤ێ دا هاتبوون گرتن و د سه‌ره‌دانا وان دا ل ئەبوغرێبێ، که‌سێن سه‌ره‌کی یێن ڤێ ڕۆمانێ؛ که‌چا ژ که‌رکووکێ نووران و بلند، بۆ جارا یه‌کێ هه‌ڤوودو ناس دکن و به‌رپه‌رێن چیرۆکه‌کا نوو د ناڤبه‌را وان هه‌ردویان دا ڤه‌دبن.

٢٠٢٠.٠٤.٢٧

 


Mirovê beleçek

Navê kitêbê: Mirovê beleçek
Nivîskar: Fazil Omer ( Fadilomer Salih )
Weşanxane: Dezgehê Nalbendî li Dihokê
Sala weşanê: 2017
Hejmara rûpelan: 94


Ev kitêb roman e û behsê serhatiya keçekê dike ku xwendinkara zanîngehê ye li bajarê Dihokê. Ew ji rewşa jiyan û dunyaya ew tê da, mirovên wê, neheqî û gendeliyê bêzar e û dixwaze jê bireve û li jiyaneka din bijî. Ew di lêgerînên xwe da pê dizane ku giyanewerekê biçûk bi navê Tardigrade heye ku dikare bo heta sed salan jî û bê ku bimire xwe hişik bike û wextê dihê avdan yan şil dibe ew dîsan dijî. 

Êdî xewn û xebata wê jî dibe ew, li şûna ku xwe bikuje, ew jî wekî wî giyanewerî xwe hişik bike û di serdemekê dî da hişyar bibe. Ji bo wê ne giring bû ew serdemê dê paşî tê da hişyar bibe çawa ye, lê ji wê ra gring bû ku ew li vî serdemê ku bi dîtina wê keşefir bû, nejî. Wê zanayekê di wî warî da şehreza û xudan serbor dît û wî jê ra dermanê hişikikirnê peyda kir û ew di nawiskekê di zinarekî da nivand. Piştî pazde salan ew ji layê şûnwarnasan ve tê dîtin û bi eynî tolaziya xwe vedigere jiyanê, lê hemcara ji jiyana wî serdemî û xelkê û reftarên wan yên hêj bi dîtina wê wekî xwe nebaş mayî ne razî bû û ew bi xwe careka dî xwe di şkeftekê da hişik dike, bi înyeta belkî di serdemekê dî di nav xelkekê çêtir da ji xew rabibe.

Cîhan ji ber şerekê mezin rastî malwêranîyka sertaserî dibe û li bin çekên giran her der û her tişt tarûmar dibin û mirov ji nav diçin û leşê wê yê hişikkirî jî li gel herifîna cihê ew tê da hişikkirî dikeve derve û baran lê tê û ew di dinyayeka bê mirov da hişyar dibe. Êdî niyaz û hewla wê dibe dîtina mirovekî û li her derê li dû mirovan digere, ji bo ku hebûna xwe pê his bike, lê ew ji bilî daristan û heywanan çi nabîne û di dawiyê da bê taqet û bi tena serê xwe dimire.

2020.04.24


ناڤێ کتێبێ: مرۆڤێ بەلەچەک

نڤیسکار: فاضل عمر

وەشانخانە: دەزگەهێ نالبەندی ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٧

هەژمارا رووپەلان: ٩٤


ئەڤ کتێب ڕۆمانه‌ و به‌حسێ سه‌رهاتیا که‌چه‌کێ دکه‌ کو خوه‌ندنکارا زانینگه‌هێ یه‌ ل باژارێ دهۆکێ. ئه‌و ژ ڕه‌وشا ژیان و دونیایا ئه‌و تێ دا، مرۆڤێن وێ، نه‌حه‌قی و گه‌نده‌لیێ بێزاره‌ و دخوازه‌ ژێ بره‌ڤه‌ و ل ژیانه‌کا دن بژی. ئه‌و د لێگه‌رینێن خوه‌ دا پێ دزانه‌ کو گیانه‌وه‌ره‌کێ بچووک ب ناڤێ تاردگراده‌ هه‌یه‌ کو دکاره‌ بۆ هه‌تا سه‌د سالان ژی و بێ کو بمره‌ خوه‌ هشک بکه‌ و وه‌ختێ دهێ ئاڤدان یان شل دبه‌ ئه‌و دیسان دژی.

ئێدی خه‌ون و خه‌باتا وێ ژی دبه‌ ئه‌و، ل شوونا کو خوه‌ بکوژه‌، ئه‌و ژی وه‌کی وی گیانه‌وه‌ری خوه‌ هشک بکه‌ و د سه‌رده‌مه‌کێ دی دا هشیار ببه‌. ژ بۆ وێ نه‌ گرنگ بوو ئه‌و سه‌رده‌مێ دێ پاشی تێ دا هشیار ببه‌ چاوا یه‌، لێ ژ وێ ڕا گرنگ بوو کو ئه‌و ل ڤی سه‌رده‌مێ کو ب دیتنا وێ که‌شه‌فر بوو، نه‌ژی. وێ زانایه‌کێ د وی واری دا شه‌هره‌زا و خودان سه‌ربۆر دیت و وی ژێ ڕا ده‌رمانێ هشککرنێ په‌یدا کر و ئه‌و د ناوسکه‌کێ د زناره‌کی دا نڤاند. پشتی پازده‌ سالان ئه‌و ژ لایێ شوونوارناسان ڤه‌ تێ دیتن و ب عه‌ینی تۆلازیا خوه‌، ڤه‌دگه‌ره‌ ژیانێ، لێ هه‌مجارا ژ ژیانا وی سه‌رده‌می و خه‌لکێ و ڕه‌فتارێن وان یێن هێژ ب دیتنا وێ وه‌کی خوه‌ نه‌باش مایی نه ‌رازی بوو و ئه‌و ب خوه‌ جاره‌کا دی خوه‌ د شکه‌فته‌کێ دا هشک دکه‌، ب ئینیه‌تا به‌لکی د سه‌رده‌مه‌کێ دی د ناڤ خه‌لکه‌کێ چێتر دا ژ خه‌و ڕاببه.‌

جیهان ژ به‌ر شه‌ره‌کێ مه‌زن ڕاستی مالوێرانیه‌کا سه‌رتاسه‌ری دبه‌ و ل بن چه‌کێن گران هه‌ر ده‌ر و هه‌ر تشت تاروومار دبن و مرۆڤ ژ ناڤ دچن و له‌شێ وێ یێ هشککری ژی ل گه‌ل هه‌رفینا جهێ ئه‌و تێ دا هشککری دکه‌ڤه‌ ده‌رڤه‌ و باران لێ تێ و ئه‌و د دنیایه‌کا بێ مرۆڤ دا هشیار دبه‌. ئێدی نیاز و هه‌ولا وێ دبه‌ دیتنا مرۆڤه‌کی و ل هه‌ر ده‌رێ ل دوو مرۆڤان دگه‌ره‌، ژ بۆ کو هه‌بوونا خوه‌ پێ حس بکه‌، لێ ئه‌و ژ بلی دارستان و حه‌یوانان چ نابینه‌ و د داویێ دا بێ تاقه‌ت و ب ته‌نا سه‌رێ خوه‌ دمره.

٢٠٢٠.٠٤.٢٤‌

 



lördag 30 maj 2020

Ez û Mihemed Arif Cizîrî


Ez her roj ji bo saxlemiya leşî piyaseyeka dora duseetî dikim û pê ra guhdariya tiştekî û di piraniyê da pirtûkên dengî yên edebiyata klasîk û nûjen yên bi swêdî dikim. Bê şik eger kitêbên dengî yên kurdî hebûna da hêj xweştir bûya. Lê îro û bi xêra stiranên Mihemed Arif Cizîrî yên wekî Xifşê, Eman Koçerê, Xezal, Kejê, Elîkê Betê, Metran îsa, Bilblo û bi dehanên din û wê cîhana wan û ziman û serhatiyên wan di min da û di nav vê xwezayê da diafirand, ez şiyam nêzîkî pênc seetan piyaseyeka lezgîn û bê rawestan û westan bikim.

Guhdarîkirina van stiranan ji vê ensîklopediya gelêrî ez rûbirûyê gelek tabloyên dilxweşker û yên xemgînker kirim û herweha gelek pirsiyar di serê min da azirandin. Wekî; erê gelo ew rast e ku xortê di stirana wî da xizêma di difna qîzê da buhatir dibîne ji du bajêrên welatê xwe û gelo ew xesletek e û di nav me da maye û berfireh bûye! Erê gelo ew ya ku hindek ji egîdên stiranên wî yên dîrokî yên ku amade ne xwe ji bo qeydkirina mêrxasiya xwe û manê li ser gotina xwe, bê li ber çavgirtina giringiya eqlî û armancgehiştinê xwe bdidin kuştin, hêj di kesatiya me da mane û rola xwe di mêrxasbûna me da û domdanê bi civaka mêrxasiyê dileyizin! Û gelek pirsiyarên din yên ku ez ji civaknasên me ra dihêlim.