Navê ktêbê: Esara
Nvîskar: Dalya Ferhan Cefer
Weşanxane: (Berg1, Cizîrî. Berg2, Nivîskar)
Çapxane: (Berg1, Cizîrî, Dihok. Berg2, Tehran, Îran)
Sala weşanê: (Berg1, 2020. Berg2, 2021)
Hejmara rûpelan: (Berg1, 248. Berg2, 206)
Romana Esara li ser evîn,
jiyan û danustandinên gencan li gel yekudu û bi dorhîla xwe ra ye. Ev serhatî
evîndarîya du kur û du kiçan vedigêre, lê bê xwandina berga duyem mirov baş di
naveroka berga yekem da nagehe, lewma, min herdu dane serhev.
Vîngarya xwandekara zanîngehê
ye û ew di berçavkirina hestên xwe da şermîn e û dilê wê dikeve Pirodoyî, ku di
heman klasa wê da ye. Pirodo jî hez jê dike, lê babê wî jê ra gotiye ku wî
hevjînek jê ra peyda kiriye û divê hevjîna wî ew be ya ku bab jê ra hildibijêre.
Pirodo ji babê pirsiyar nake ka ew kiç kî ye û li gel xwe biriyarê dide ku Vîngarya
bibe jina wî û ew bi alîkariya hevala xwe Zûyê planekê dadrêjin ku ew pê bişêt
dayik û babê xwe neçar bike ku Vîngaryayê jê ra bixwazn û ew bibe jina wî. Lê haya
Vîngaryayê bi xwe ji vê plana Pirodoyî û şûkirinê nîne û Pirodoyî biryara xwe
bê wergirtina dîtina Vîngaryayê daye.
Pirodo û Zû li gor plana xwe Vîngaryayê
li tirimbêlê siyar dikin û paşî wê bi tiryakê bêhiş dikin û dibin malekê û wê
li ser textekî radizînin. Vîngaryayê di wî heyamî da hişê xwe bi hemî ve ji
dest nedaye, herçende ew naaxive û nalive, lê ew dibîne ku Pirodo wê bi destê
xwe radike û li ser textî radizîne û serinşîvî wê dibe û ew herweha xwînê jî dibîne.
Evca ew hizir dike ku Pirodoyî û bi hevkariya Zûyê destdirêjî kiriye ser wê, lê
di rastiyê da Pirodoyî mebesteka dî hebû û wî destdirêjî nekiriye ser wê.
Pirodo destê xwe birîndar dike
û xwîna wê birînê dirêje ser wî textî û xwe li gel Vîngaryayê li ser wî textî
wêne û fîlm dike. Ew paşî wê bi wê bêhişîyê ve dibe nexweşxaneyê û li cem doktorekê
nas raporeka sexte çêdikin ku qaşo destdirêjî bo ser Vîngaryayê hatiye kirin. Pirodo
wan hemî wêne û fîlm û belgeyan dibe nik dayik û babê xwe û dibêje wan ku wî
destdirêjî kiriye ser wê kiçê û eger ew neçin xwazgînîyên wê, ew dê bi xwe biçe
û bêje polîs û dadgehê ka wî çi kiriye û ew dê li ser wê bihêt sizadan û zîndan
kirin. Dayik û bab jî naxwazin navê wan bihêt kirêt kirin û ew li ser daxwaza wî
razî dibin û diçin xwazgînîyên kiçê, lê çi kesî ev hemî bo Vîngaryayê negotiye
û ew dûmahiya hemiyan û piştî bûyerekê bi vê rastiyê dizane.
Paşî diyar dibe ku ew kiça babê
Pirodoyî înyet bû jê ra bixwaze û Pirodoyî pirsiyar jê nekiribû ka ew kî ye,
her ew Vîngarya bi xwe bû.
Li gel çîroka Vîngaryayê
serhatiyeka dî jî di heman demî da dihêt vegêran, ew jî evîna Xamînosî bo Êlyusayê
û dûmahiya wê ya sernekeftî ye.
Yek ji peyamên ku di vê romanê
da bêhtir hest pê dihêt kirin ew e ku dijminahîya dînî û dûratîya ji xudê
jêderên hemî nexweşiyên civakî û exlaqî û abûrî ne û dîn xilasker e.
ناڤێ
کتێبێ: ئەسارا
نڤیسکار:
دالیا فەرحان جعفر
وەشانخانە: (بەرگ١، جزیری، بەرگ ٢، نڤیسکار)
چاپخانە:
(بەرگ١، جزیری، دهۆک. بەرگ٢، تەهران، ئیران)
سالا
وەشانێ: (بەرگ١، ٢٠٢٠. بەرگ٢، ٢٠٢١)
هەژمارا رووپەلان: (بەرگ١، ٢٤٨. بەرگ٢، ٢٠٦)
ڕۆمانا
ئەسارا ل سەر ئەڤین، ژیان و دانوستاندنێن گەنجان ل گەل یەکودو و ب دۆرهيلا خوە ڕا
یە. ئەڤ سەرهاتی ئەڤیندارییا دو کور و دو کچان ڤەدگێرت، لێ بێ خواندنا بەرگا دویەم
مرۆڤ باش د ناڤەرۆکا بەرگا یەکەم دا ناگەهت. لەوما، من هەردو دانە سەرهەڤ.
ڤینگاریا
خواندەکارا زانینگەهێ یە و ئەو د بەرچاڤکرنا هەستێن خوە دا شەرمینە و دلێ وێ دکەڤت
پرۆدۆیی، کو د هەمان کلاسا وێ دا یە. پرۆدۆ ژی حەز ژێ دکت، لێ بابێ وی ژێ ڕا گۆتیە
کو وی هەڤژینەک ژێ ڕا پەیداکریە و دڤیت هەڤژینا وی ئەو بت یا کو باب ژێ ڕا هلدبژێرت.
پرۆدۆ ژ بابێ خوە پرسیار ناکت کا ئەو کچ کی یە و ل گەل خوە بریارێ ددت کو ڤینگاریا
ببت ژنا وی و ئەو ب ئالیکاریا هەڤالا خوە زوویێ پلانەکێ دادرێژت کو پێ بشێت دایک و
بابێ خوە نەچار بکت کو ڤینگاریایێ ژێ ڕا بخوازن و ئەو ببت ژنا وی. لێ هایا
ڤینگاریایێ ب خوە ژ ڤێ پلانا پرۆدۆیی نینە و پرۆدۆیی بریارا خوە بێ وەرگرتنا دیتنا
ڤینگاریایێ دایە.
پرۆدۆ
و زوو ل گۆر پلانا خوە ڤینگاریایێ ل ترمبێلێ سیار دکن و پاشی وێ ب تریاکێ بێهش دکن
و دبن مالەکێ و وێ ل سەر تەختەکی رادزینن. ڤینگاریایێ د وی هەیامی دا هشێ خوە ب
هەمی ڤە ژ دەست نەدایە، هەرچەندە ئەو نائاخفت و نالڤت، لێ ئەو دبینت کو پرۆدۆ وێ ل
سەر تەختی رادزینت و سەرنشیڤی وێ دبت و ئەو هەروەها خوینی ژی دبینت و هزر دکت کو
پرۆدۆیی ب هەڤکاریا زوویێ دەستدرێژی کریە سەر وێ، لێ د راستیێ دا پرۆدۆیی
مەبەستەکا دی هەبوو و وی دەستدرێژیێ نەکریە سەر وێ.
پرۆدۆ
دەستێ خوە برریندار دکت و خوێنا وێ برینێ ل سەر تەختی درێژت و خوە ل گەل ڤینگاریاێ
ل سەر وی تەختی وێنە و فیلم دکت. پاشی وێ د وێ رەوشا وێ یا بێهشییێ دا دبت
نەخوەشخانەیێ و ل جەم دکتۆرەکێ ناس راپۆرەکێ چێدکن کو قاشۆ دەستدرێژی بۆ سەر ڤینگاریایێ
هاتیە کرن. پرۆدۆ ڤان هەمی وێنە و فلم و بەلگەیان دبت بۆ نک دایک و بابێ خوە و
دبێژت وان کو وی دەستدرێژی کریە سەر ڤێ
کچێ و ئەگەر ئەو نەچن خوازگینیێن وێ، ئەو دێ ب خوە چت بێژت پۆلیسان و دادگەهێ کا وی
چ کریە و دێ ل سەر وێ بهێت سزادان و زیندانکرن. دایک و باب ژی ناخوازن ناڤێ وان بێهت
کرێت کرن و ل سەر داخوازا وی رازی دبن و دچن خوازگینیێن کچێ، لێ چ کەسی ئەڤ هەمی
بۆ ڤینگاریایێ نەگۆتیە و ئەو دووماهیا هەمیان و پشتی بوویەرەکێ ب ڤێ راستیێ دزانت.
پاشی
دیار دبت کو ئەو کچا بابێ پرۆدۆیی ئینیەت بوو ژێ ڕا بخوازت و پرۆدۆیی پرسیار ژێ
نەکربوو کی یە، هەر ئەو ڤینگاریا ب خوە بوو.
ل
گەل چیرۆکا ڤینگاریایێ سەرهاتیەکا دی ژی د هەمان دەمێ دا دهێت ڤەگێران، ئەو ژی
ئەڤینا خامینۆسی بۆ ئێلیوسایێ و دووماهیا وێ یا سەرنەکەفتی یە.
یەک
ژ پەیامێن کو دڤی ڕۆمانێ دا بێهتر هەست پێ دهێت کرن ئەوە کو دژمناهیا دینی و
دووراتیا ژ خودێ ژێدەرێن هەمی نەخوەشیێن جڤاکی و ئەخلاقی و ئابووری نە و دین
خلاسکەرە.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar