Navê
kitêbê: Beheşta agirî
(Pişka duyê)
Nivîskar:
Tehsîn Navişkî
Weşanxane: Weşanxaneya
Spîrêz
Sala
weşanê: 2011
Hejmara
rûpelan: 665
Bergê duyê
yê romana civakî-siyasî ya Beheşita agirî, berdewamiya bûyerên bergê yekê ye. 665 berperên vî bergî desthilateka
herimî, destdrêjkar û di nav xwe da hilweşiyayî, ji nav da nîşa me dide û me pê
ra dibe heta kêliyên dûmahiyê yên herifîna wê. xwendevan bêhtir dikeve nav
hûrgliyên kesatiya Kardoyî, jiyan û mjûlahî û pîlanên wî yên rojane û ka di
encamê da çi bi serê wî û bajêrê Agirokê dihê.
Pşitî
serkeftina Kardoyî û desteka wî di hilbijartinan da, ew desthilata xwe li ser
bajêrê Agirokê qayimtir dike û di nav lepên wî da milkê dewletê, yê partiyê û
yên wî yên taybet tevlihev dibin û êdî wesa reftarê dike, herwekî her kes û
hertişt û hemî bajêr milkê wî ye û kes ji wî pêheltir nîne.
Ew bi rêya
tirsandin û gendelî û xapandinê dewlemendtir dibe û ajanên xwe li her dera
bajêrî belav dike û tirs û sehmê diêxe nav xelkê bajêrî. Karmendên ku bi wî ra
kar dikin û hêza ku wî diparêze û li ber xizmeta wî ye, ji kirêtkirin û
bêrûmetkirin û zordariya wî xlas nabin û kes, yan ji ber parastina
berjewendiyên xwe yan ji tirsê bisteh nake li ber devê wî bide yan gazindeyên xwe bigehînin cihên bilindtir.
Kardo bi wê
jî bes nake û bela xwe û bê agahdarkirina serkirdayetiya partiya xwe li
partiyên hevalbend jî li bajêrê Agirokê dide û çend rêberên wan bi veşartî ji nav
dibe. Ew, ji bo nimûne rêberekê partiyekê li bajêrê Agirokê bi navê mela
Şerefî, ku bêtirs diaxft û Kardo rexne dikir, bi destên reşekên xwe ji nav
bîstanê wî drevîne û di zîndaneka veşartî di serdava xanîyekî da azar dide û
li dawîyê ew bi lêdan û birsîkirinê dimire.
Her çend ew
di hêrişeka hêzeka wan da bo ser hêzên partiyeka dî ya kurdî birîndar dibe, lê
pozbilindî û dîktatoriya wî weha li wî dike ku ew bawer nake ew bi gulleyên
neyaran bihê kuştin. Lê rojekê, li nêzîkî baregehê wî, du malbat li ser zarok û
mirîşkan bi şer diçin û ew xwe nagire û debanceya xwe bi destê xwe digire û
dikeve nav agirê herdu malbatan û gotinên gelek kirêt dibêje wan. Di nav wê hengameyê
da gulleyek ji pencereyekê dawiyê bi jiyana wî diîne.
Wextê xelkê
bajêrî dizane ku Kardoyê dîktator nema, êdî hêrişê dikin ser bingeh û baregehên
desthilatê ji bo jinavbrina wan kesên ew bi salan îza dane û Agirok li wan
kiriye agir û zîndan.
Vî Kardoyê
ku hizir dikir haya wî ji her kesî û her tşitî heye, heta rojekê berî kuştina
xwe, nedizanî ku reşekê wî Coto, yê ku wî rikeberên xwe bi destên wî dikuştin,
destdirêjî kiribû ser yara wî ya bi salan Ezîzayê û ew di jiyê sinêliyê da ji
keçîniyê xistibû.
Gelek çîrok
û serhatî di vî bergî da hene û yek ji yên balkêş ya Tîtoyî ye. ew di bergê yekê
yê romanê da wekî kesekê xwende, welatperwer û endamekê partiya desthilatdar e.
Ew wekî rikeberê Kardoyî di hilbijartinan da pişikdar bû û tê da sernekeft. Wî
dîktatorî û gendeliya Kardoyî li cem dostên xwe yên nêzîk rexne dikir, lê
bisteh nedikir wê rastiya
xwe rûbirûyê Kardoyî bi xwe bike.
Halê Tîtoyî
ne ew qas baş e û di xanîyekê kevin da ye. lê piştî ku kevne dostê xwe Cemal
Girsikî dibîne, ku ji derve hatiye, her tşitê wî dihê guhorîn. Ew dibe
rêveberê kompaniyayên Cemalî yên tîcaretê li Pîrkeviya û halê wî xweşitir dibe.
Tîto yê
xudan jin û zarok êdî dixwaze ew jî wekî Kardoyî bibe xudan jineka din û xudan
xanîyekê baştir. Ew çavên xwe ber dide Nazikê, parêzera ku li nik wî li
kompaniyayê kar dikir û êdî wekî jin û mêrên ne resmî reftarê bi hevûdu ra
dikin. Rojekê ew bi Nazikê ra diçe mal, bo cem dayika wê û birayê wê pê dizane
û hêrşê dike ser wan. Nazik û dayik dihên kuştin û Tîto jî bi dijwarî birîndar
dibe. Paşî em dibînin Tîtoyê birîndar di xanîyekê nû di taxeka dewlemendan da
dijî û paşî bi Cemalî ra, ji bo çareseryê û belkî mana hertmî diçe
Ewstraliyayê.
Xwendina vê
berhemê gelek pirsiyaran derbareyê sinorên di navbera milkê taybet û milkê
partiyê û milkê dewletê, di navbera ya berjewendiyên partiya desthlatdar û
berjewendiyên hikûmeta ew tê da û gelekên din diazirîne.
ناڤێ کتێبێ: بەهەشتا ئاگری (پشکا دویێ)
نڤیسکار: تەحسین
ناڤشکی
وەشانخانە: سپیرێز
ل دهۆکێ
سالا وەشانێ: ٢٠١١
هەژمارا رووپەلان:
٦٦٥
بهرگێ
دویێ یێ درێژترین ڕۆمانا ب کوردیا کورمانجی، رۆمانا جڤاکی-سیاسی یا بەهەشتا ئاگری،
بهردهوامیا بوویهرێن بهرگێ یهکێ یه. ٦٦٥ بهرپهرێن ڤی بهرگی دهستهلاتهکا
ههڕمی، دهستدرێژکار و د ناڤ خوه دا هلوهشیایی، ژ ناڤ دا نیشا مه دده و مه
پێ ڕا دبه ههتا کێلیێن دووماهیێ یێن ههڕفینا وێ. خوهندهڤان بێهتر دکهڤه ناڤ
هوورگلیێن کهساتیا کاردۆیی، ژیان و مژوولاهی و پیلانێن وی یێن ڕۆژانه و کا د ئهنجامێ
دا چ ب سهرێ وی و باژێرێ ئاگڕۆکێ دهێ.
پشتی سهرکهفتنا
کاردۆیی و دهستهکا وی د هلبژارتنان دا، ئهو دهستهلاتا خوه ل سهر باژێرێ
ئاگڕۆکێ قایمتر دکه و د ناڤ لهپێن وی دا ملکێ دهولهتێ، یێ پارتیێ و یێن وی یێن
تایبهت تهڤلههڤ دبن و ئێدی وهسا ڕهفتارێ دکه، ههروهکی ههر کهس و ههرتشت
و ههمی باژێر ملکێ وی یه و کهس ژ وی پێههلتر نینه.
ئهو ب
ڕێیا ترساندن و گهندهلی و خاپاندنێ دهولهمهندتر دبه و ئاژانێن خوه ل ههر
دهرا باژێری بهلاڤ دکه و تڕس و سههمێ دئێخه ناڤ خهلکێ باژێری. کارمهندێن کو
ب وی ڕا کار دکن و هێزا کو وی دپارێزه و ل بهر خزمهتا وی یه، ژ کرێتکرن و
بێروومهتکرن و زۆرداریا وی خلاس نابن و کهس، یان ژ بهر پاراستنا بهرژهوهندیێن
خوه یان ژ تڕسێ بستههـ ناکه ل بهر دهڤێ وی بده یان گازندهیێن خوه بگههینن
جهێن بلندتر.
کاردۆ ب وێ
ژی بهس ناکه و بهلا خوه و بێ ئاگاهدارکرنا سهرکردایهتیا پارتیا خوه ل
پارتیێن ههڤالبهند ژی ل باژێرێ ئاگرۆکێ دده و چهند ڕێبهرێن وان ب ڤهشارتی ژ
ناڤ دبه. ئهو، ژ بۆ نموونه ڕێبهرهکێ پارتیهکێ ل باژێرێ ئاگرۆکێ ب ناڤێ مهلا
شهرهفی، کو بێترس دئاخفت و کاردۆ ڕهخنه دکر، ب دهستێن ڕهشهکێن خوه ژ ناڤ
بیستانێ وی دڕهڤینه و د زیندانهکا ڤهشارتی د سهرداڤا خانیهکی دا ئازار ددە
و ل داویێ ئهو ب لێدان و برسیکرنێ دمره.
ههر چهند
ئهو د هێرشهکا هێزهکا وان دا بۆ سهر هێزێن پارتیهکا دی یا کوردی بریندار دبه،
لێ پۆزبلندی و دکتاتۆریا وی وهها ل وی دکه کو ئهو باوهر ناکه ئهو ب گوڵهیێن
نهیاران بهێ کوشتن. لێ ڕۆژهکێ، ل نێزیکی بارهگههێ وی، دو مالبات ل سهر زارۆک
و مریشکان ب شهر دچن و ئهو خوه ناگره و دهبانجهیا خوه ب دهستێ خوه دگره
و دکهڤه ناڤ ئاگرێ ههردو مالباتان و گۆتنێن گهلهک کرێت دبێژه وان. د ناڤ وێ
هەنگامەیێ دا گوڵهیهک ژ پهنجهرهیهکێ داویێ ب ژیانا وی دئینه.
وهختێ خهلکێ
باژێری دزانه کو كاردۆیێ دکتاتۆر نهما، ئێدی هێرشێ دکن سهر بنگههـ و بارهگههێن
دهستهلاتێ ژ بۆ ژناڤبرنا وان کهسێن ئهو ب سالان ئیزا دانه و ئاگرۆک ل وان کریه
ئاگر و زیندان.
ڤی كاردۆیێ
کو هزر دکر هایا وی ژ هەر کەسی و هەر تشتی هەیە، هەتا رۆژەکێ بەری کوشتنا خوە،
نەدزانی کو رەشەکێ وی جۆتۆ، یێ کو وی رکەبەرێن خوە ب دەستێن وی دکوشتن، دەستدرێژی
کربوو سەر یارا وی یا ب سالان عەزیزایێ و ئەو د ژییێ سنێلیێ دا ژ کەچینیێ خستبوو.
گهلهک
چیرۆک و سهرهاتی د ڤی بهرگی دا ههنه و یهک ژ یێن بالکێش یا تیتۆیی یه. ئهو
د بهرگێ یهکێ یێ ڕۆمانێ دا وهکی کهسهکێ خوهنده، وهلاتپهروهر و ئهندامهکێ
پارتیا دهستهلاتداره. ئەو وهکی ڕکهبهرێ کاردۆیی د هلبژارتنان دا پشکدار بوو و
تێ دا سەرنەکەفت. وی دیکتاتۆری و گهندهلیا کاردۆیی ل جهم دۆستێن خوه یێن نێزیک
ڕهخنه دکر، لێ بستههـ نهدکر وێ ڕاستیا خوه ڕووبڕوویێ کاردۆیی ب خوه بکه.
حالێ
تیتۆیی نه ئهو قاس باشه و د خانیهکێ کهڤن دا یه. لێ پشتی کو کهڤنه دۆستێ
خوە جهمال گرسکی دبینە، کو ژ دهرڤه هاتیه، ههر تشتێ وی دهێ گوهۆرین. ئهو
دبه ڕێڤهبهرێ کۆمپانیایێن جهمالی یێن تیجارهتێ ل پیرکهڤیا و حالێ وی خوهشتر
دبه.
تیتۆ یێ
خودان ژن و زارۆک ئێدی دخوازه ئهو ژی وهکی کاردۆیی ببه خودان ژنهکا دن و
خودان خانیهکێ باشتر. ئهو چاڤێن خوه بهر دده نازکێ، پارێزهرا کو ل نک وی ل
کۆمپانیایێ کار دکر و ئێدی وهکی ژن و مێرێن نه ڕهسمی ڕهفتارێ ب ههڤوودو ڕا
دکن. ڕۆژهکێ ئهو ب نازکێ ڕا دچه مال، بۆ جهم دایکا وێ و برایێ وێ پێ دزانه و
هێرشێ دکه سهر وان. نازک و دایک دهێن کوشتن و تیتۆ ژی ب دژواری بریندار دبه.
پاشی ئهم دبینن تیتۆیێ بریندار د خانیهکێ نوو د تاخهکا دهولهمهندان دا دژی و
پاشی ب جهمالی ڕا، ژ بۆ چارهسهریێ و بهلکی مانا ههرتمی دچه ئەوسترالیایێ.
خوهندنا
ڤێ بهرههمێ گهلهک پرسیاران دهربارهیێ سنۆرێن د ناڤبهرا ملکێ تایبهت و ملکێ
پارتیێ و ملکێ دهولهتێ، د ناڤبهرا یا بهرژهوهندیێن پارتیا دهستهلاتدار و بهرژهوهندیێن
حکوومهتا ئهو تێ دا و گهلهکێن دن دئازرینه.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar