Navê
kitêbê: Revîn ji xulekên zer
Nivîskar: Awaz
Mistefa Berwarî
Weşanxane: Dezgehê
Nalbend
Sala
weşanê: 2018
Hejmara
rûpelan: 103
Babetê vê kitêba
wek roman hatiye weşandin zarok û giringiya dayikûbabîniyê ye di perwerdekirin
û sexbêrîkirina wan da. Di encama xwandina vê çîrokê da babetek ji bo gengeşeyê
pêşberî me dibe û ew jî ka ew zarok û kesên rastî arêşeyên civakî û derûnî dibin dê ji
bo çarenvîseka nediyar hêlayî bin yan divê alîkarî û çareseriyên taybet û pêwîst
jê ra bihên berdest û pêşkêş kirin.
Pejan keçeka
hevde salî ye û ew di maleka hejar û xudan gelek zarok da ji dayik bûye û her
ji zarokîniyê li mala meta xwe ye. Demê ew ji dayik bû dayika wê hevalcêmkê wê
yê kur hêla li nik xwe û ew da meta wê ya bê zarok.
Mêrê meta
wê Pako dîn û lal e û gelek caran Pejan bi wî ra diçe nav goristan û kavilê
nêzîk xaniyê metê û li wê derê dayikîniya ku nedîtiye di peykerê dayikekê da li
wî kavilî dibîne û pê hêmin dibe. Herweha kurek bi navê Rovanî heye û ew hez ji
Pejanê dike û jê ra nameyan li wî kavilî dihêle û tê da evîna xwe bo wê diyar
dike. Her çend Pejan xwe li gel wî rehet dibîne, lê tiştek di hundirê wê da wê
jê dûr dixe. Meta wê yarê xwe heye û wî bi dizî ve dibîne.
Rojekê agir
berdibe kavilî û peykerê dayikê jî dipirtikîne û Pejan pê diêşe û dixwaze li dû
peykerê dayikê bikeve. Ew Pakoyî bi xwe ra dibe rexê dî yê bajêrî û jê ra
dibêje êdî tu azad î û ji xwe ra here û bihêle bila metê jî bi azadî yarê xwe
bibîne û ew jî bi serê xwe dikeve nav bajêrî û kolanên wî û venagere cem metê.
Xazxazokiyê dike û li kavilên xaniyan dinive û carekê çavên wê bi jineka ducan
dikevin û peykerê dayikê di wê da dibîne. Êdî dikeve pey wê jina ducan û diçe
mala wê û lê dibe mêhvan. Pejan dayikê di wê da dibîne, ew dayika wê çi caran
dest lê nedayî, ew hezjêkirin û viyana wê nedîti û dixwaze pê ra bimîne. Lê
jina ducan dibêjeyê te xwe berze kiriye û divê tu li xwe bigerî û ji mala min
biçî. Pejan bi dilekê şkestî ji wê malê derdikeve û berê xwe dide çarenivîseka
nediyar.
Ji rûpelê
98: “Tu li xwe digerî, te xwe ya berzekirî. Tu viyanê di peykeranda dibînî û
hebûna xwe pê temam dikey, li xwe bigere, dema te xwe dît, dê ruha dayikan jî
niyasî”.
ناڤێ کتێبێ: رەڤین
ژ خولەکێن زەر
نڤیسکار:ئاواز
مستەفا بەرواری
وەشانخانە: دەزگەهێ
نالبەند
سالا وەشانێ: ٢٠١٨
هەژمارا رووپەلان: ١٠٣
بابەتێ ڤێ کتێبا وەک رۆمان هاتیە وەشاندن زارۆک و گرنگیا دایکوبابینیێ یە د
پەروەردە و سەخبێریکرنا وان دا. د ئەنجاما خواندنا ڤێ چیرۆکێ دا بابەتەک ژ بۆ
گەنگەشەیێ پێشبەری مە دبە و ئەو ژی کا ئەو زارۆک و کەسێن راستی ئارێشەیێن جڤاکی و
دەروونی دبن دێ ژ بۆ چارەنڤیسەکا نەدیار هێلایی بن یان دڤێ ئالیکاری و چارەسەریێن
تایبەت و پێویست ژێ را بهێن بەردەست و پێشکێش کرن.
پهژان کهچهکا ههڤده سالی یه و ئهو د
مالهکا ههژار و خودان گهلهک زارۆک دا ژ دایک بوویه و ههر ژ زارۆکینیێ ل مالا
مهتا خوه یه. دهمێ ئهو ژ دایک بوو دایکا وێ ههڤالجێمکێ وێ یێ کور هێلا ل نک
خوه و ئهو دا مهتا وێ یا بێ زارۆک.
مێرێ مهتا وێ پاکۆ دین و لاله و گهلهک
جاران پهژان ب وی ڕا دچه ناڤ گۆرستان و کاڤلێ نێزیک خانیێ مهتێ و ل وێ دهرێ دایکینیا
کو نهدیتیه د پهیکهرێ دایکهکێ دا ل وی کاڤلی دبینه و پێ هێمن دبه. ههروهها
کورهک ب ناڤێ ڕۆڤانی ههیه و ئهو حهز ژ پهژانێ دکه و ژێ ڕا نامهیان ل وی کاڤلی
دهێله و تێ دا ئهڤینا خوه بۆ وێ دیار دکه. ههر چهند پهژان خوه ل گهل وی
کوری ڕهحهت دبینه، لێ تشتهک د هوندرێ وێ دا وێ ژێ دوور دخه. مهتا وێ یارێ
خوه ههیه و ب دزی ڤه وی دبینە.
ڕۆژهکێ ئاگر بهردبه کاڤلی و پهیکهرێ دایکێ
ژی دپرتکینه و پهژان پێ دئێشه و دخوازه ل دوو پهیکهرێ دایکێ بکهڤه. ئهو
پاکۆیی ب خوه ڕا دبه ڕهخێ دی یێ باژێری و ژێ ڕا دبێژه ئێدی تو ئازادی و ژ خوه
ڕا ههره و بهێله بلا مهتێ ژی ب ئازادی یارێ خوه ببینه و ئهو ژی ب سهرێ خوه
دکهڤه ناڤ باژێری و کۆلانێن وی و ڤەناگەرە جەم مەتا خوە. خازخازۆکیێ دکه و ل کاڤلێن
خانیان دنڤه و جارهکێ چاڤێن وێ ب ژنهکا دوجان دکهڤن و پهیکهرێ دایکێ د وێ دا
دبینه. ئێدی دکهڤه پهی وێ ژنا دوجان و دچه مالا وێ و لێ دبه مێهڤان. پهژان
دایکێ د وێ دا دبینه، ئهو دایکا وێ چ جاران دهست لێ نهدایی، ئهو حهزژێکرن و ڤیانا
وێ نهدیتی و دخوازه پێ ڕا بمینه. لێ ژنا دوجان دبێژهیێ ته خوه بهرزه کریه
و دڤێ تو ل خوه بگهری و ژ مالا من بچی. پهژان ب دلهکێ شکهستی ژ وێ مالێ دهردکهڤه
و بهرێ خوه دده چارهنڤیسهکا نهدیار.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar