lördag 6 juni 2020

Gund

Navê kitêbê: Gund

Nivîskar: Mihemed Selîm Siwarî

Weşanxane: Çapxaneya Hawar li Dihokê

Sala weşanê: 2005

Hejmara rûpelan: 354

 

Xeyal û dîrokê li gel jiyana kurdewariyê ya salên sihan û çilan ji sedsala borî li devereka başûrê Kurdistanê û bi devoka deverê bi xwe berperên vê romanê tijî serhatî û sohbet kiriye.

Sala sêyê ji serhildana duyê ya Barzan e li hember zordariya qiralê Îraqê û ingilîzan û Rêber, ku diyar e mebest jê Mela Mistefa Barzanî ye,  ji bo çareserkirina aloziyên di navbera eşîr û axayên kurdan da û pêxemetî êkkirina hêzên wan bi seredan hatiye devera Berwariya.

Siwarê, gundekê mezin yê wê deverê ye û mezinê gundî Şêro jî bi hemî gundê xwe ve di kelecaniya dîtina Rêberî da ye û bi hizra wî hatina Rêberî bo nik wan bûyereka mezin e.

Berî hatina Rêberî bo gundî û di dused û pêncih rûperan da em li ser hûrgiliyên jiyana şêroyî û malbata wî û gundî, bi xelkê tê da, agahdar dibin; kuştina babê wî hecî Hisênî li ser destê axayan, birîndarkirina wî bi xwe bi pilana axayan, çawa wî bi mêranî, jîrî û merdîniya xwe cihê xwe li gundî û deverê kir û xwe li cem axayan jî da pejirandin. Ji bilê vê em rastî gelek serhatiyên din jî dibin, wekî ya birayê wî Mihemedî û zewaca wî, ya Şêroyî bi xwe û hezkirina wî ji Belqîsê, ya şêx Eblayî û çil salên melatiya wî li gundî û çîroka birayê Şêroyî yê biçûk Ezoyî û evîna wî bo Helê û çawa birayê wî Şêro û dayika wî li dijî wê zewacê radiwestin.

Li dûmahiyê Rêber bi Mamend axayî û dehan çekdaran ra dihê gundî û sê şev û sê rojan dibe mêhvanê Siwarê û Şêroyî û li ser rewşa deverê û xelkê wê diaxivin û ji wê derê çend nameyan ji serokeşîr û şêxan ra dişîne. Rêber herwesa li wê derê dibe bînerê segvaniya Ezoyî û li roja xatrxwestinê û berî ji Siwarê biçe, ji Şêroyî dixwaze ku ew ji Ezoyî ra jinekê li gor dilê wî bîne.

Ji rûperê 259-260: Ew aloziyêt me çare naken û hez naken em bi xu jî wan aloziyan çare keyn, da her êk ji me bimînite bi yê dî ve û berhingarî êkûdu bibîn û ber êk ve rawestiyayî bîn û yê jê bihêt yê dî bikujit, da her bi dwîv dujminiyê û tolstandinê ve bîn, da her bi êkûdu ve dimijwîl bîn û negehîn çi daxaza jî ji mîrî bikeyn..”


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar