Navê kitêbê: Sotingeh
Nivîskar: Bilind Muhammad
Weşanxane: Êketiya Nivîskarên Kurd li Dihokê
Sala weşanê: 2005
Hejmara rûpelan: 302
Babetê vê romanê bindestî ye û ka çawa her der ji mirovî ra bûye zîndan. Kesê serekî yê romanê Siyabend e, babê wî dihê sêdaredan û birayê wî Xalid jî dihê girtin û di zîndanê ve dîn dibe. Siyabend hez ji Nêrgizê dike, lê babê wê biryar daye ku keça wî şû bi pismamê xwe bike. Ew û Nêrgiz carûbaran bi dizî ve yekûdu dibînin. Rojekê, demê ew nêzîkî cihê hevdîtina xwe û Nêrgizê dibe, çend çekdar hêrişê dikin ser leşkerê îraqî û fermandeyek li wê derê dihê kuştin. Ew, berî bigehe cem Nêrgiza xwe û bi tohmeta ku ew yek ji rêberên wê kiryarê bûye dihê girtin û tohmet bar kirin. Di jêpirsînê da û ji bo ku Nêrgizê ji vê belaya girtinê biparêze, ew rastiya ku ew ji bo dîtina Nêrgizî li wê derê bû nabêje. Ew di girtîgehê de gelek eşkence û azarê dibîne û siza zîndankirinê distîne. Lê paşî û bi lêborîneka giştî derkeve û di dawiyê da xwendevan wî û çek bi milî ve di nav şervanan da li çiyayî dibîne.
Her ji roja girtina wî û heta derketina wî, ji dev û çavê wî, xwendevan gelek kesên dî û cîrokên wan di vê romanê da nas dike: Çîroka birayê wî Xalidî, girtin û dînbûna wî. Çîroka pêşmerge Muşîrî yê ku di şerekî da herdu pêyên xwe ji dest dide û ka çi bi serê wî û jina wî Lazerê hatiye. Serhatiya mam Haciyê ji neçariyê bûeye çete û wextê di hêrişekê da nexwestî tadariyê li xelkê xwe bike bi tohmeta xiyanetê dihê girtin. Çîroka Seoyê nêrbaz yê ku ji ber wê nêrbaziya wî kes jê hez nake û civak wî qebûl nake û neçar dibe, li dûrî xelkê, di nav xwezayê da li gel seyan bijî û ji xwe ra împeratoriyeka seyan ava bike û rê li gundiyan bigire û xûkî ji wan bistîne, lê rojekê demê Seoyî goşt dibiraşt û seyên birsî li dor wî xirve bûbûn, yekî ji wan seyan, ji birsê xwe li bista goştî da û seyên din jî xwe havête bistê û di nav şerê wan seyan da yê li ser goştî, Seo; xudanê wan dikeve bin pêyên wan û ber penc û şerên wan û birîndar dibe. Ji bilî van, serhatiya pîra qaçkî, ya seyid Reşîdî, Evdî, Dînoyê kamîrevan û gelekên din jî li vê romanê hatine bar kirin.
Ji rûpelê 288: ”Xewna min ya hinde salan, ku rêkeka qurtalbûnê bibînim, nîne! Erdê vî welatî qumbele ye û li hîviya peqînê ye. Her bihustekê serbazgehek e, her bihustekê sîme û senger û satirên ji axê çêkirîn dibelav in. Her tişt di xwe da mit û bêdeng e. Hizra revînê dînatiyek e, mirov li çi çepa qurtal nabit. Ev welate serbazgeheka mezin e û her tişt li bin pustal û zincîrên tank û zirîpoşan herişandî ye.”
https://www.facebook.com/bloo.duhoki
2020.05.12
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar