Navê kitêbê: Orgazmên ejdehayekî
Nivîskar: Vehêl Mihsin (https://www.facebook.com/vehel.mihsin)
Weşanxane: Projeyê Helbûn yê çapkirinê
Sala weşanê: 2019
Hejmara rûpelan: 204
Babetê vê romanê li ser dethilata reha û azadiyê ye û kêşmekêşa wan herdu têgehan di mirovî da. Hikûmet saziyekê bi navê Rêvebriya karên geştyarî bo av û deryayê dadimezirîne û ji bo birêvebririna wê kesekî ji Ewropayê diîne. Ev rêveber berî her tiştî navê Rêveberiyê diguhore û dike Rêveberiya piştevanîkirina projeyên geştyarî ya deryayî. Her çend fermanber hewil didin bala rêveberî bikêşin ser wê rastiyê ku li welatê wan çi derya nînin ji bo ku nav weha be, lê rêveberî her bi ya xwe kir. Wî got ku ew dê dahînaneka wesa di karê xwe da bike ku çi demekî ji wî rengî li wî welatî nehatibe kirin. Dixwaze deryayan çêbike û lehing û dilfînan tê da bi xudan bike û ji bo van projeyên wî budceyeka mezin hat terxan kirin.
Êdî roj bo rojê û ji bo ku wê soza xwe bicih bîne îmtiyazên xwe zêde dike û bes bi gotina xwe dike. Rêveber avahî bi fermanberên tê da wekî milkê xwe hisêb dike û dixwaze projeyên xwe di nava xaniyê wê rêveberiyê da li dûrî çav û haydariya derve birêve bibe. Lew ew biryarê dide ku deriyên wî avahiyê bihên girtin û êdî karmend jê dernekevin û ew bibe zîndan da çi hêzên derveyî mayê xwe di karê wî da nekin û ji bo biserxistina vê hizra xwe ew ji fermanberan leşkerekê efseran durist dike û wan dabeş dike li ser: Nobedarên xwe û yên biryarên wî yên kargêrî dixwînin, efserên sêdaredanê, efserên celde û eşkencedanê. Lênangehekê çêdike û toalêtan dike zîndanên kesokî.
Êdî her kesê li dijî hizr û biryarên wî derket yan dikuşt yan celde dida û xwîna ji birînên wan dihat jê ra dihat berhev kirin û wî vedixwar û zîndanî jî neçar dikirin ku xwîna xwe vexwin. Karmendên, ku di xaniyê karê xwe da bûne zîndanî, êdî di bin lêdan û azardanê da bê taqet û bêhêz dibin û biryar û fermanên rêveberî yên ku her roj derdikevin rewşa wan kembaxtir dikin. Ji bo nimûne ew dihatin neçar kirin ku her yek ji wan her roj pêkenînan binivîse û bixwîne û yê bi pêkenîna xwe dikir kenî ew dihat hilawîstin û celdedan heta têr xwîn ji leşê wî dirijiya nava amanên ji bo komkirina xwînê li bin kelexê wî danayî. Zîndanî di wê rewşê da hewil didin hewara xwe bigehînin aliyên peywendîdar û berpirsiyar yên li derve û belgeyan li ser rewşa xwe jê ra pêşkêş dikin, lê ew berpirsiyar û alî rêveberî bi wan hewlan agahdar dikin û deriyên hîviyan li ber fermanberên zîndankirî dihên girtin. Êdî karmend ji bo berxwedanê û serhildanê û li gor rewşa ew ketinê metodên xwe peyda dikin û şoreşê dikin û qeydên bindestiyê dişkênin û dest bi ser zîndanê da digirin. Ew hewil didin rêveberî bikujin, lê piştî her kuştinekê dengê rêveberî berdewam dihê guhên wan: ”Her careka hûn min dikujin, ji nû ji dayik dibime ve, nûtir û bihêztir, ji wê mijê peyda dibim ya ku min ji xwîna hewe çêkirî. Ez namirim …”
2020.04.29
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar