Ez her roj ji bo
saxlemiya leşî piyaseyeka dora duseetî dikim û pê ra guhdariya tiştekî û di
piraniyê da pirtûkên dengî yên edebiyata klasîk û nûjen yên bi swêdî dikim. Bê
şik eger kitêbên dengî yên kurdî hebûna da hêj xweştir bûya. Lê îro û bi xêra
stiranên Mihemed Arif Cizîrî yên wekî Xifşê, Eman Koçerê, Xezal, Kejê, Elîkê
Betê, Metran îsa, Bilblo û bi dehanên din û wê cîhana wan û ziman û serhatiyên
wan di min da û di nav vê xwezayê da diafirand, ez şiyam nêzîkî pênc seetan
piyaseyeka lezgîn û bê rawestan û westan bikim.
Guhdarîkirina van
stiranan ji vê ensîklopediya gelêrî ez rûbirûyê gelek tabloyên dilxweşker û
yên xemgînker kirim û herweha gelek pirsiyar di serê min da azirandin. Wekî;
erê gelo ew rast e ku xortê di stirana wî da xizêma di difna qîzê da buhatir
dibîne ji du bajêrên welatê xwe û gelo ew xesletek e û di nav me da maye û berfireh bûye!
Erê gelo ew ya ku hindek ji egîdên stiranên wî yên dîrokî yên ku amade ne xwe
ji bo qeydkirina mêrxasiya xwe û manê li ser gotina xwe, bê li
ber çavgirtina giringiya eqlî û armancgehiştinê xwe bdidin kuştin, hêj di kesatiya me da mane
û rola xwe di mêrxasbûna me da û domdanê bi civaka mêrxasiyê dileyizin! Û gelek pirsiyarên din yên ku ez ji civaknasên me ra dihêlim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar