tisdag 6 april 2021

Rojên Êtûn

Navê kitêbê: Rojên Êtûn
Nivîskar: Kovan Sindî
Weşanxane:
Çapxane: Zana li Dihokê
Sala weşanê: 2007
Hejmara rûpelan:
251


Romana Rojên Êtûn serhatîya keҫekê û malbata wê û karesatên bi serê wan û xelkê wan hatine û paşkartêkirinên wan bûyer û karesatan li ser jiyan û derûnîya wan vedigêre. Herweha şerê Sedamî li dijî xelkê başûrê Kurdistanê, enfal û rev û kampên penaberan li bakûrê welatî pişkeka mezin ji vê romanê pêk diînin.

Nûroj keҫeke nûciwan e, li gundekî li ser sinorên başûrê Kurdistanê dijî û ew yekaneya dêûbavên xwe ye. Dayik lê dimire û ew êdî dibe bermalî û hemîkare. Hem karê malê dike û hem jî alîkarîya babê xwe Xorşîdî di karûbarên derveyê malê da, yên wek şivaniyê jî dike.

Ew carekê, li ber balavan, ji keҫa mixtarî dizane ku babê wê, ew hêj di zikê dayika xwe da bû, daye kurê mixtarî Wesfî. Ew ji bihîstina wê nûҫeyê dixeyide û bi wê keҫê û hevala pê re bi şer dicin û li wê roja biharî dişemite bo nav rûbarê av lê bûşbûyî û eger keҫekê ji wan nekiribûya hawar û zilam pê ra negehiştibûna, dê ew ji mirinê xilas nebûya.

Bab serhatiyê ji devê keҫa xwe dibihîse û hêris dibe û diҫe ser mala mixtarî û li wê derê, ew û mixtar û herdu kurên wî bi şer dicin û hevûdu birîndar dikin.

Babê wê gazinda xwe dibe cem komîteya pêşmergeyan li deverê, ji bo ku ew rewşa di navbera wî û mixtarî da aram bikin, lê bê hode bû. Di vegerê de û bi rê ve ew debanceyeka rûsî dibîne. Wê debanceyê difiroşe kesekî û ew kes wê difiroşe kurê mixtarê. Diyar dibe ku ew debance ya kurê mixtarî, Wesfî ye, yê ku ew ҫend roj bûn berze bibû. Evca pêşmerge Xorşîdî bi tohmeta kuştina kurê mixtarî digirin.

Nûroj ya ku piştî girtina babê bi tenê mabû, ji bo giyayên xwarinê diҫe ҫiyayî û ji bilindahiyekê, ber bi jêr ditehise û bi ser ber û keviran dikeve û xwe ya birîndar di nava şkefteka tarî da dibîne. Ew şkeft cihê xweveşartina sê şervanên jin bû û wextê ew vedigerin û wê dibînin, wê derman dikin û xwarinê didinê, lê jê dixwazin ew jî wek wan bibe şervan û ew wê hînî bikarînana ҫekî dikin. lê ew şervan naxwazin ew ji wê derê derbikeve, bi bihaneya ne ku bi rêya wê cihê xweveşartina wan bihê zanîn.

Li aliyê dî pêşmergeyên ser bi komîteyê, rojekê bi rê ve kesekî digirin û kurê mixtarî Wesfî jî bi birîndarî dibînin û jê dizanin ku zilamê wan girtî, Wesfî birîndar kiriye. Kurê mixtarî ji ber birînên xwe dimire û pêşmerge kujekî digirin û bi xwe ra dibin û Xorşîdî ber didin.

Xorşîd ji ber berzebûna keҫa xwe xemgîn dibe û êdî naxwaze li mal be û hemî nobên şivaniyê hil dide ser milê xwe. Carekê Xorşîd li hindav wê şkefta Nûroj tê da bi navê Nûrojê gazî dike û wê gavê jinên şervan di şekeftê ve nebûn û Nûroj xwe xilas dike û digehe babê xwe û pê ra vedigere mal.

Nûroj gelek hez ji babê xwe dike û naxwaze wî bi tenê bihêle û dixwaze xizmeta wî bike û êdî pê ra diҫe şivaniya pezî jî. Êrişa enfalan bi ser wan da dihê û ew jî bi xelkê ra ber bi bakur direvin û bi rê ve hemî kuştî û birîndar û derdeseriyên şer û enfalan dibînin. Ew xwe li dawiyê derbas dikin aliyê din yê sinoran û li kampeke penaberan li bakur bi cih dibin. 

Nûroj xortekî bi navê Şiyan, ku pêşmerge bû, nas dike û her du jî hez ji yek û du dikin. Lê Nûroj naxwaze babê xwe bi tenê bihêle û bi Şiyanî ra, ber bi derve biҫe. Bab jî hez ji keҫa xwe dike, lê dixwaze wê ji xwe ra bike pêguhork û wê bike jina pîrekî. Ew ne bi dilê Nûrojê ye, lê hemcar bêdiliya babê xwe nake. Demê bab diҫe bajarî ji bo kirîna kincên dawetê ji xwe ra, Nûroj xwe bi cilên pirreng yên bûkaniyê yên jê ra hatine dipêҫe û neftê li xwe dike û xwe disoje.

 

ناڤێ کتێبێ: ڕۆژێن ئێتوون

نڤیسکار: کۆڤان سندی

وەشانخانە

چاپخانە: زانا ل دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠٠٧

هەژمارا ڕووپەلان: ٢٥١

 

ڕۆمانا ڕۆژێن ئێتوون سه‌رهاتیا که‌چه‌کێ و مالباتا وێ و کاره‌ساتێن ب سه‌رێ وان و خه‌لکێ وان هاتنە و پاشکارتێکرنێن وان بوویه‌ر و کاره‌ساتان ل سه‌ر ژیان و ده‌روونیا وان ڤه‌دگێره‌. هه‌روه‌ها شه‌رێ سه‌دامی ل دژی خه‌لکێ باشوورێ کوردستانێ، ئه‌نفال و ڕه‌ڤ و کامپێن په‌نابه‌ران ل باکوورێ وه‌لاتی پشکه‌کا مه‌زن ژ ڤێ ڕۆمانێ پێک دئینن.

نوورۆژ که‌چه‌که‌ نووجوانه‌، ل گونده‌کی ل سه‌ر سنۆرێن باشوورێ کوردستانێ دژی و ئه‌و یه‌کانه‌یا دێوباڤێن خوه‌ یه‌. دایک لێ دمره‌ و ئه‌و ئێدی دبه‌ به‌رمالی و هه‌میکاره‌. هه‌م کارێ مالێ دکه‌ و هه‌م ژی ئالیکاریا بابێ خوه‌ خۆرشیدی د کارووبارێن ده‌رڤەیێ مالێ دا، یێن وه‌ک شڤانیێ ژی دکه.‌

ئه‌و جاره‌کێ، ل به‌ر بالاڤان، ژ که‌چا مختاری دزانه‌ کو بابێ وێ، ئه‌و هێژ د زکێ دایکا خوه‌ دا‌ بوو، دایه‌ کورێ مختاری وه‌سفی. ئه‌و ژ بهیستنا وێ نووجه‌یێ دخه‌یده‌ و ب وێ که‌چێ و هه‌ڤالا پێ ڕه‌ ب شه‌ر دچن و ل وێ ڕۆژا بهاری دشه‌مته‌ بۆ ناڤ ڕووبارێ ئاڤ لێ بووشبوویی و ئه‌گه‌ر که‌چه‌کێ ژ وان نه‌کربا هاوار و زەلام پێ ڕا نه‌گه‌هشتبان، دێ ئه‌و ژ مرنێ خلاس نه‌با.

باب سه‌رهاتیێ ژ ده‌ڤێ که‌چا خوە دبهیسه‌ و هێرس دبه‌ و دچه‌ سه‌ر مالا مختاری و ل وێ ده‌رێ، ئه‌و و مختار و هه‌ردو کورێن وی ب شه‌ر دچن و هه‌ڤودو بریندار دکن.

بابێ وێ گازندا خوه‌ دبه‌ جه‌م کۆمیته‌یا پێشمه‌رگه‌یان ل ده‌ڤه‌رێ، ژ بۆ کو ئه‌و ڕه‌وشا د ناڤبه‌را وی و مختاری دا ئارام بکن، لێ بێ هۆده‌ بوو. د ڤه‌گه‌رێ دا و ب ڕێ ڤه‌ ئەو ده‌بانجه‌یه‌کا ڕووسی دبینه‌. وێ ده‌بانجه‌یێ دفرۆشه‌ که‌سه‌کی و ئه‌و که‌س وێ دفرۆشه‌ کورێ مختارێ. دیار دبه‌ کو ئه‌و ده‌بانجه‌ یا کورێ مختاری، وه‌سفی یه‌، یێ کو ئه‌و چه‌ند ڕۆژ بوون به‌رزه‌ ببوو. ئه‌ڤجا پێشمه‌رگه‌ خۆرشیدی ب تۆهمه‌تا کوشتنا کورێ مختاری دگرن.

نوورۆژ یا کو پشتی گرتنا بابێ ب ته‌نێ مابوو ژ بۆ گیایێن خوارنێ دچه‌ چیایی و ژ بلنداهیه‌کێ، به‌ر ب ژێر دته‌حسه‌ و ب سه‌ر به‌ر و که‌ڤران دکه‌ڤه‌ و خوه‌ یا بریندار د ناڤا شکه‌فته‌کا تاری دا دبینه‌. ئه‌و شکه‌فت جهێ خوه‌ڤه‌شارتنا سێ شه‌رڤانێن ژن بوو و وه‌ختێ ئه‌و ڤه‌دگه‌رن و وێ دبینن، وێ ده‌رمان دکن و خوارنێ ددنێ، لێ ژێ دخوازن ئه‌و ژی وه‌ک وان ببه‌ شه‌رڤان و ئه‌و وێ هینی بکارئینانا چه‌کی دکن. لێ ئه‌و شه‌رڤان ناخوازن ئه‌و ژ وێ ده‌رێ ده‌ربکه‌ڤه‌، ب بهانه‌یا نه‌ کو ب ڕێیا وێ جهێ خوه‌ڤه‌شارتنا وان بهێ زانین.

ل ئالیێ دی پێشمه‌رگه‌یێن سه‌ر ب کۆمیته‌یێ، ڕۆژه‌کێ ب ڕێ ڤه‌ که‌سه‌کی دگرن و کورێ مختاری وه‌سفی ژی ب برینداری دبینن و ژێ دزانن کو زلامێ وان گرتی، وه‌سفی بریندار کریه‌. کورێ مختاری ژ به‌ر برینێن خوه‌ دمره‌ و پێشمه‌رگه‌ کوژه‌کی دگرن و ب خوه‌ ڕا دبن و خۆرشیدی به‌ر ددن.

خۆرشید ژ به‌ر به‌رزه‌بوونا که‌چا خوه‌ خه‌مگین دبه‌ و ئێدی ناخوازه‌ ل مال به‌ و هه‌می نۆبێن شڤانیێ هل دده‌ سه‌ر ملێ خوه‌. جاره‌کێ خۆرشید ل هنداڤ وێ شکه‌فتا نوورۆژ تێ دا، ب ناڤێ نوورۆژێ گازی دکه‌ و وێ گاڤێ ژنێن شه‌رڤان د شه‌که‌فتێ ڤه‌ نه‌بوون و نوورۆژ خوه‌ خلاس دکه‌ و دگه‌هه‌ بابێ خوه‌ و پێ ڕا ڤه‌دگه‌ره‌ مال.

نوورۆژ گه‌له‌ک حه‌ز ژ بابێ خوه‌ دکه‌ و ناخوازه‌ وی ب ته‌نێ بهێله‌ و دخوازه‌ خزمه‌تا وی بکه‌ و ئێدی پێ ڕا دچه‌ شڤانیا په‌زی ژی. ئێرشا ئه‌نفالان ب سه‌ر وان دا دهێ و ئه‌و ژی ب خه‌لکی ڕا به‌ر ب باکوور دره‌ڤن و ب ڕێ ڤه‌ وان کوشتی و بریندار و ده‌رده‌سه‌ریێن شه‌ر و ئه‌نفالان دبینن. ئه‌و خوه‌ ل داویێ ده‌رباس دکن ئالیێ دی یێ سنۆران و ل کامپه‌که‌ په‌نابه‌ران ل باکور ب جهـ دبن. 

نوورۆژ خۆرته‌کی ب ناڤێ شیان، کو پێشمه‌رگه‌ بوو، ناس دکه‌ و هه‌ر دو ژی حه‌ز ژ یه‌ک و دو دکن. لێ نوورۆژ ناخوازه‌ بابێ خوه‌ ب ته‌نێ بهێله‌ و ب شیانی ڕا، به‌ر ب ده‌رڤه‌ بچه‌. باب ژی حه‌ز ژ که‌چا خوه‌ دکه‌، لێ دخوازه‌ وێ ژ خوه‌ ڕا بکه‌ پێگوهۆرک و وێ بکه‌ ژنا پیره‌کی. ئه‌و نه‌ ب دلێ نوورۆژێ یه‌، لێ هه‌مجارا ‌ بێدلیا بابێ خوه‌ ناکه‌. ده‌مێ باب دچه‌ باژاری ژ بۆ کرینا کنجێن داوه‌تێ ژ خوه‌ ڕا، نوورۆژ خوه‌ ب جلێن پڕه‌نگ یێن بووکانیێ یێن ژێ ڕا هاتنه‌ دپێجه‌ و نه‌فتێ ل خوه‌ دکه‌ و خوه‌ دسۆژه.

söndag 28 mars 2021

Naxên derizî

Navê kitêbê: Naxên Derizî
Nivîskar: Umêd Segvan
Weşanxane: Pertûkxaneya Xanî li Dihokê
Çapxane: Rênma li Silêmaniyê
Sala weşanê: 2016
Hejmara rûpelan: 275


 

Arêşeyên civakî û bandora wan ya domdirêj li ser kesên pê têkildar, rewşa zarokên hejar û bê semyan û ji kolanan ra hiştî, ji babetên serekî yên romana civakî ya bi navê Naxên derizî ye.

Zamdar yekaneyê dêûbavên xwe yên hejar e. Dilop, keҫa cîranan û şagirda heman dibistana wî, hez jê dike û xwe jê nêzîk dike, ew wê dostînîya wê naxwaze û gotinên kirêt dibêjeyê. Ew jî ji ber ku wî kerb ji dilopan vedibû û zivistanan ji ber dilopan nedikarî di odeya malê de binve.

Zamdarê sinêle xwe ji xelkî dûr digire û direve nava xwe û xeyalan û di wê hemiyê de xwe yê wênegir û kevalҫêker peyda dike. Ew bi derbasbûna wextî ra hest pê dike ku wî dilê Dilopê şikandiye û ew karekê nebaş bû.

Babê Zamdarî dibe kadirê partiyekê û piştî serhildanê dibe berpirs û dewlemend û rewşa wan ya aborî pir baş dibe. Zamdar hest bi kêmasiyekê dike û gazindeyan ji bejna xwe ya kurt dike û bab, ji bo ҫareseriyê wî dibe cem doktoran. Zamdar li Peymangeha hunerên ciwan dixwîne û li wê derê du keҫan nas dike, Endêşe û û Meyav û dilê wî dikeve Meyavê. Lê Endêşe bi huner û bizivokiya xwe berê wî bide xwe û kerbê li hember Meyavê di nav wî da diҫîne. Kerba zamdarî ji Meyavê digehe wê astê ku ew tabloyeka wê ya rûs ҫêdike û bi dîwarekê peymangehê ve dadileqîne. Meyav gelek bi wê reftara wî diêşe û bo demekî ji peymangehê vediqete.

Zamdar, paşî pê dizane ku Meyav heman ew Dilop e ya ku wî di zarokîniyê de dexisandî û kirêtkirî. Gelek ji wê reftara xwe êciz dibe, dev ji Endêşeyê ber dide û dibe hevalê nêzîk yê Meyavê û bê razîbûna babê xwe pê dizewice û ji mala babê xwe cida dibe û kurekê wan cêdibe.

Bab, yê dewlemend û xudan desthilat bela xwe ji Zamdarî venake û şerê gumanê pê ra dike, ji bo ku ew dev ji jina xwe berbide. Wî dibe cem doktorekî û fehesekê jê ra dike û li gor dokotrî encamên fehsê nîşan didin ku wî zarok nabin, anku ew kurê Dilopê, ne yê wî ye. Ev pir kar dike ser wî û roj bo rojê guman û kerb li hember Dilopê li cem wî mezintir dibe û rojekê li bin wan givaşan bi kêrê êrişê dike ser Dilopê û wê di xwînê da bê liv dihêle.

Ji ber peywendiyên babê, ew nayê girtin û Zamdarê weha têgehiştibû ku wî Dilop kuştiye û nedizanî ka ҫi bi serê kurê Dilopê hatiye diҫe Fransayê. Ew li Fransayê wî doktorî dibîne yê ku fehis jê ra kiribû û gotibûyê ku wî zarok nabin. Ji wî doktorî dizane ku ew direw bû û babê wî jê xwestibû ew weha bibêjeyê da ku ew jina xwe bihêle. Babê wî dimire û ew piştî yazde salên li derve vedigre bajarê xwe û li ser hunera wênegirtin û kevalҫêkirinê berdewam dibe û gelek navdar dibe.

Ew rojekê kurekê biҫûk yê hejar û cigarefiroş li ser cehdeyekê dibîne, wî wêne dike û resmekî jê ҫêdike û ew keval bi nav û deng dibe û giran tê firotin. Ew zarok Kejo ye û qaşo bê dayik û bab e û bi dapîra xwe ya nexweş û hejar ra dijî. Kejo wî wêneyê xwe li dikana kevalfiroşekî dibîne û hewlên dizîna wî wêneyê dide û ji ber wê ҫendê rastî arêşeyan dibe, lê di dawiyê da wî didze.

Zamdar kesekê masîgir bi navê Mîrxan û keҫekê li mala wî bi navê Kevan, ku gotin û reftarên wê û heta dêmê wê jî wek Dilopê bûn nas dike û bi Kevanê ra dibe dost. Di nava vê heyama mana xwe da li bajarê xwe, ji hejmareka jê ra nenas peyam dihên, hemî jî gef in û gotinên peywendî bi kuştina Dilopê ve ne.

Gumana ku Dilop sax e û ev peyamên wê ne, di nav wî da bihêz dikeve û ji wî efserê berpirsiyar ji dosyeya Dilopê dizane ku wan kelexê wê li cihê bûyerê nedîtibû. Êdî ew têdigehe ku Kevan bi xwe Dilop e.

Ew berê tirimbêla xwe dide wê kolan û mala ku wî ew gelek caran li ber derî dîtibû. Di heman gavê da Dilop, ya ku ku kurê xwe Kejo peyda kiribû, ji wê malê derdikeve û li ser cehdeyê dixwaze taksiyekê bigre û bi kurê xwe ra dûr, ber bi rojhilatê ve biҫe. Aha di wê kêliyê da Zamdar bi tirimbêla xwe ya bi lez dihajot diyar dibe û bê heza xwe li her duyan dide û wan dikuje. Ew dihê girtin û xwe li zîndanê dikuje.

Serhatiyên di vê berhemê da gelek in û bi taybetî serhatiya Kejoyî û hevalên wî yên zarok. Herweha ҫîroka Mojganê ya ku dihê neҫarkirin ku bibe pêguhorka birayê xwe û ka ҫi hat serê wê. Cîroka Xelekî û babê wî yê li ber ҫavên wî leşfiroşî bi dayika wî dikir. Ҫîroka Mîrxanê masîgir û pêşmergetiya wî û hêj kesên din bi sohbet û serhatiyên xwe ve.

 

 

ناڤێ کتێبێ: ناخێن دەرزی

نڤیسکار: ئومێد سەگڤان

وەشانخانە: پەرتووکخانەیا خانی ل دهۆکێ

چاپخانە: رێنما ل سلێمانیێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٦

هەژمارا ڕووپەلان:

 

ئارێشه‌یێن جڤاکی و باندۆرا وان یا دۆمدرێژ ل سه‌ر که‌سێن پێ تێکلدار، ڕه‌وشا زارۆکێن هه‌ژار و بێ سه‌میان و ژ کۆلانان ڕا هشتی، ژ بابه‌تێن سه‌ره‌کی یێن ڕۆمانا جڤاکی یا ب ناڤێ ناخێن ده‌رزی یه.‌

زامدار یه‌کانه‌یێ دێوباڤێن خوه‌ یێن هه‌ژاره‌. ده‌مێ دلۆپ، که‌چا جیرانان و شاگردا هه‌مان دبستانا وی، حه‌ز ژێ دکه‌ و خوه‌ ژێ نێزیک دکه‌، ئه‌و وێ دۆستینیا وێ ناخوازه‌ و گۆتنێن کرێت دبێژه‌یێ. ئەو ژی ژ بەر کو وی کەرب ژ دلۆپان ڤەدبوو و زڤستانان ژ بەر دلۆپان نەدکاری د ئۆدەیا مالێ دا بنڤە.

‌زامدارێ سنێله‌ خوه‌ ژ خه‌لکی دوور دگره‌ و دره‌ڤه‌ ناڤا خوه‌ و خه‌یالان و د وێ هه‌میێ ده‌ خوه‌ یێ وێنه‌گر و که‌ڤالچێکه‌ر په‌یدا دکه‌. ئه‌و ب ده‌رباسبوونا وه‌ختی ڕا هه‌ست پێ دکه‌ کو وی دلێ دلۆپێ شکاندیه‌ و ئه‌و کاره‌کێ نه‌باش بوو.

بابێ زامداری دبه‌ کادرێ پارتیه‌کێ و پشتی سه‌رهلدانێ دبه‌ به‌رپرس و ده‌وله‌مه‌ند و ڕه‌وشا وان یا ئابۆری پر باش دبه‌. زامدار هه‌ست ب کێماسیه‌کێ دکه‌ و گازنده‌یان ژ به‌ژنا خوه‌ یا کورت دکه‌ و باب، ژ بۆ چارەسەریێ وی دبە جەم دکتۆران.  زامدار ل په‌یمانگه‌ها هونه‌رێن جوان دخوینه‌ و ل وێ ده‌رێ دو که‌چان ناس دکه‌؛ ئه‌ندێشه‌ و مه‌یاڤ و دلێ وی دکه‌ڤه‌ مه‌یاڤێ. لێ ئه‌ندێشه‌ ب هونەر و بزڤۆکیا خوه‌ به‌رێ وی دده‌ خوه‌ و که‌ربێ ل هه‌مبه‌ر مه‌یاڤێ د ناڤ وی دا دچینه‌. که‌ربا زامداری ژ مه‌یاڤێ دگه‌هه‌ وێ ئاستێ کو ئه‌و تابلۆیەکا وێ یا ڕووس چێدکه‌ و ب دیواره‌کێ په‌یمانگه‌هێ ڤه‌ دادله‌قینه‌. مه‌یاڤ گه‌له‌ک ب وێ ڕه‌فتارا وی دئێشه‌ و بۆ ده‌مه‌کی ژ په‌یمانگه‌هێ ڤه‌دقه‌ته.‌

زامدار، پاشی پێ دزانه‌ کو مه‌یاڤ‌ هه‌مان ئه‌و دلۆپه‌ یا کو وی د زارۆکینیێ دا ده‌خساندی و کرێتکری. گه‌له‌ک ژ وێ ڕه‌فتارا خوه‌ عێجز دبە‌، ده‌ڤ ژ ئه‌ندێشه‌یێ به‌ر دده‌ و دبه‌ هه‌ڤالێ نێزیک یێ مه‌یاڤێ و بێ ڕازیبوونا بابێ خوه‌ پێ دزه‌وجه‌ و ژ مالا بابێ خوه‌ جدا دبه‌ و کوره‌کێ وان چێدبه.‌

باب، یێ ده‌وله‌مه‌ند و خودان ده‌ستهلات، به‌لا خوه‌ ژ زامداری ڤه‌ناکه‌ و شه‌رێ گومانێ پێ ڕا دکه‌ ژ بۆ کو ئه‌و ده‌ڤ ژ ژنا خوه‌ به‌ربده‌. وی دبه‌ جه‌م دکتۆره‌کی و پشکنینەکێ ژێ ڕا دکه‌ و ل گۆر دکتۆری ئه‌نجامێن فه‌حسێ نیشان ددن کو وی زارۆک نابن، ئانکو ئه‌و کورێ دلۆپێ، نە یێ وی یە. ئه‌ڤ پر کار دکه‌ سه‌ر وی و ڕۆژ بۆ ڕۆژێ گومان و که‌رب ل هه‌مبه‌ر دلۆپێ ل جه‌م وی مه‌زنتر دبه‌ و ڕۆژه‌کێ ل بن وان گڤاشان ب کێرێ ئێرشێ دکه‌ سه‌ر دلۆپێ و وێ د خوینێ دا بێ لڤ دهێله.‌

ژ به‌ر په‌یوه‌ندیێن بابێ، ئه‌و نایێ گرتن و زامدارێ  وەها تێگەهشتبوو کو وی دلۆپ کوشتیە و نه‌دزانی کا چ ب سه‌رێ کورێ دلۆپێ ژی هاتیه‌ دچه‌ فرانسایێ. ئه‌و ل فرانسایێ وی دکتۆری دبینه‌ یێ کو فه‌حس ژێ ڕا کربوو و گۆتبوویێ کو وی زارۆک نابن. ژ وی دکتۆری دزانه‌ کو ئه‌و دره‌و بوو و بابێ وی ژێ خوه‌ستبوو ئه‌و وه‌ها ببێژه‌یێ دا کو ئه‌و ژنا خوه‌ بهێله‌. بابێ وی دمره‌ و ئه‌و پشتی یازده‌ سالێن ل ده‌رڤه‌ ڤه‌دگره‌ باژارێ خوه‌ و ل سه‌ر هونه‌را وێنه‌گرتن و که‌ڤالچێکرنێ به‌رده‌وام دبه‌ و گه‌له‌ک ناڤدار دبه.‌

ئه‌و ڕۆژه‌کێ کوره‌کێ بچووک یێ هه‌ژار و جگاره‌فرۆش ل سه‌ر جه‌هده‌یه‌کێ دبینه‌، وی وێنه‌ دکه‌ و رەسمەکی ژێ چێدکه‌ و ئه‌و که‌ڤال ب ناڤ و ده‌نگ دبه‌ و گران دهێ فرۆتن. ئه‌و زارۆک که‌ژۆ یه‌ و قاشۆ بێ دایک و بابه‌ و ب داپیرا خوه‌ یا نه‌خوه‌ش و هه‌ژار ڕا دژی. که‌ژۆ وی وێنه‌یێ خوه‌ ل دکانا که‌ڤالفرۆشه‌کی دبینه‌ و هه‌ولێن دزینا وی وێنه‌یی دده‌ و ژ به‌ر وێ چه‌ندێ ڕاستی ئارێشه‌یان دبه‌، لێ د داویێ دا وی ددزه.‌

زامدار که‌سه‌کێ ماسیگر ب ناڤێ میرخان و که‌چه‌کێ ل مالا وی ب ناڤێ که‌ڤان، کو گۆتن و ڕه‌فتارێن وێ و هه‌تا دێمێ وێ ژی وه‌ک دلۆپێ بوون، ناس دکه‌ و ب که‌ڤانێ ڕا دبه‌ دۆست. د ناڤا ڤێ هه‌یاما مانا خوه‌ دا ل باژارێ خوه‌، ژ هه‌ژماره‌کا ژێ ڕا نه‌ناس په‌یام دهێن، هه‌می ژی گه‌فن و گۆتنێن په‌یوه‌ندی ب کوشتنا دلۆپێ ڤە نە.‌

گومانا کو دلۆپ ساخه‌ و ئه‌ڤ په‌یامێن وێ نه‌، د ناڤ وی دها بهێز دکه‌ڤه‌ و ژ وی ئه‌فسه‌رێ به‌رپرسیار ژ دۆسیه‌یا دلۆپێ دزانه‌ کو وان که‌له‌خێ وێ ل جهێ بوویه‌رێ نه‌دیتبوو. ئێدی ئه‌و تێدگه‌هه‌ کو که‌ڤان ب خوه‌ دلۆپه.‌

ئەو بەرێ ترمبێلا خوه‌ دده‌ وێ کۆلان و مالا کو وی ئه‌و گه‌له‌ک جاران ل به‌ر ده‌ریێ وێ دیتبوو‌. د هه‌مان گاڤێ دا دلۆپ، یا کو کو کورێ خوه‌ که‌ژۆ په‌یدا کربوو، ژ وێ مالێ ده‌ردکه‌ڤه‌ و ل سه‌ر جه‌هده‌یێ دخوازه‌ تاکسیه‌کێ بگره‌ و ب کورێ خوه‌ ڕا دوور به‌ر ب ڕۆژهلاتێ ڤه‌ بچه‌. ئاها د وێ کێلیێ دا زامدار ب ترمبێلا خوه‌ یا ب له‌ز دهاژۆت دیار دبه‌ و بێ حه‌زا خوه‌ ل هه‌ر دویان دده‌ و وان دکوژه‌. ئه‌و دهێ گرتن و خوه‌ ل زیندانێ دکوژه.‌

سه‌رهاتیێن د ڤێ به‌رهه‌مێ دا گه‌له‌کن و ب تایبه‌تی سه‌رهاتیا که‌ژۆیی و هه‌ڤالێن وی یێن زارۆک. هه‌روه‌ها چیرۆکا مۆژگانێ یا کو دهێ نه‌چارکرن کو ببه‌ پێگوهۆرکا برایێ خوه‌ و کا چ هات سه‌رێ وێ. چیرۆکا خه‌له‌کی و بابێ وی یێ ل به‌ر چاڤێن وی له‌شفرۆشی ب دایکا وی دکر. چیرۆکا میرخانێ ماسیگر و پێشمه‌رگەتیا وی و هێژ که‌سێن دی ب سۆحبه‌ت و سه‌رهاتیێن خوه‌ ڤه.‌


onsdag 24 mars 2021

Gerek bi kurmanciya Mistefa Aydoganî ra

Berî ҫend rojan Mistefa Aydoganî bi destê min girt û ez li şaperên peyvên xwe siwar kirim û firandim nav cîhana xem û hêviyên xwe û yên ҫend nifşan û me pev ra dada nav himbêzên biyanistan, Kurdistan, bêrîkirinan û siberojê.


Ez bi xemnameyên wî ra ji stockholmê ҫûme warê kevnar, cihê dîroka hîn kitêban rastiyên wan têr himbêz nekirîn û warê zimanê li ber kêra bişaftinê ye. Wexera me ji Erbanê dest pê kir û sohbeta wî ya bi babê ra em birin Dinêserê û berê me da keleya Zêrzewanê û qêrînên êşa Heskîfê bi guh û dilên me keftin. Dengekê bi xwe bawer li wî esmanî digot: ”… bi bawerîya ku em dê rojekê ji vê xemistanê rizgar bibin, bi soza ku em dê destûrê nedin tu kesî ku me ji xeyalên me bi dûr bixîne û bi hêviya ku em dê xeyalên xwe bikin merhem û di birînên xwe da bidin…”

Di nav peyv û hevokên di kurmanciya kevnar da landikandî, ez jî bi windakirina birayî, bab û dayê êşiyam û min zanî ka mirov bi wê windakirinê ra ҫend û ҫi yên din ji dest dide.

Lê di nav wan hemî xem û kefteleftan da, dema nivîskar, li warê dê û bavan, li ser rêyan rastî xelkekî dihê ku hîn bi kurmanciyê diaxivin, ew pê digirnije û tê da ronahiya berdewambûna nasnameyê dibîne û dibêje: ”Ji kêfa zimanî, tu nema bû ku bask bi min ve bibûna û ez bifirîyama ber perê asîmanan. Ji xwe, ev hêvî bû ya ku ez bi wê li ser lingan mabûm. Ev hêvî bû ya ku ez bi jîyanê ve girê dabûm…”

Hestek bi xwendinê ra li cem min ҫêbû ku pirtûka Xemnameyê nebes vegotineka bîrînanan û wêjeyî ye, lê ew herweha jî defterka berҫavkirina wê rênivîsê ye, ya ku Mistefayî gelek salên xwe danê û 2012ê ronahî dîtî. Ew rênivîs ya ku bûye pêşniyaz û proje û di encamê û di karekê hevbeş yê gelek xemxorên kurdiyê de û bi keda Komxebata kurmanciyê bûye rênivîseka hevbeş ya ku rû li bêhtir standardbûnê dike.

Xemname

Mistefa Aydogan

Weşanxaneya Lîs

Ҫapa yekem 2020


به‌ری چه‌ند ڕۆژان مسته‌فا ئایدۆگانی ب ده‌ستێ من گرت و ئه‌ز ل سه‌ر شاپه‌رێن په‌یڤێن خوه‌ سوار کرم و فراندم ناڤ جیهانا خه‌م و هێڤیێن خوه‌ و چه‌ند نفشان و مه‌ په‌ڤ ڕا دادا ناڤ همبێزێن بیانستان، کوردستان، بێریکرنان و سبه‌رۆژێ.

ئه‌ز ب خه‌منامه‌یێن وی ڕا ژ ستۆکهۆلمێ چوومه‌ وارێ که‌ڤنار، جهێ دیرۆکا هین کتێبان ڕاستیێن وان تێر همبێز نه‌کرین و وارگەهێ زمانێ ل به‌ر کێرا بشافتنێ یه‌. وه‌غه‌را مه‌ ژ عه‌ربانێ ده‌ست پێ کر و سۆحبه‌تا وی یا ب بابێ ڕا ئه‌م برن دنێسه‌رێ و به‌رێ مه‌ دا که‌له‌یا زێرزه‌وانێ و قێرینێن ئێشا حه‌سکیفێ ب گوهێن و دلێن مه‌ که‌فتن. ده‌نگه‌کێ ب خوه‌ باوه‌ر ل وی ئه‌سمانی دگۆت: ''...  ب باوه‌رییا کو ئه‌م دێ ڕۆژه‌کێ ژ ڤێ خه‌مستانێ ڕزگار ببن، ب سۆزا کو ئه‌م دێ ده‌ستوورێ نه‌دن تو که‌سی کو مه‌ ژ خه‌یالێن مه‌ ب دوور بخینه‌ و ب هێڤیا کو ئه‌م دێ خه‌یالێن خوه‌ بکن مه‌رهه‌م و د برینێن خوه‌ دا بدن...''

د ناڤ په‌یڤ و هه‌ڤۆکێن د کورمانجیا که‌ڤنار دا لاندکاندی، ئه‌ز ژی ب ونداکرنا برایی، باب و دایێ ئێشیام و من زانی کا مرۆڤ ب وێ ونداکرنێ ڕا چه‌ند و چ یێن دن ژ ده‌ست دده.‌

لێ د ناڤ وان هه‌می خه‌م و که‌فته‌له‌فتان دا، ده‌ما نڤیسکار، ل وارێ دێ و باڤان، ل سه‌ر ڕێیان ڕاستی خه‌لکه‌کی دهێ کو هین ب کورمانجیێ دئاخڤن، ئه‌و پێ دگرنژه‌ و تێ دا ڕۆناهیا به‌رده‌وامبوونا ناسنامه‌یێ دبینە و دبێژه‌: ”ژ کێفا زمانی، تو نه‌ما بوو کو باسک ب من ڤه‌ ببوونا و ئه‌ز بفرییاما به‌ر په‌رێ ئاسیمانان. ژ خوه‌، ئه‌ڤ هێڤی بوو یا کو ئه‌ز ب وێ ل سه‌ر لنگان مابووم. ئه‌ڤ هێڤی بوو یا کو ئه‌ز ب ژیانێ ڤه‌ گرێ دابووم... “

هه‌سته‌ک ب خوه‌ندنێ ڕا ل جه‌م من چێبوو کو پرتووکا خه‌منامه‌یێ نه‌به‌س ڤه‌گۆتنه‌کا بیرئینان و وێژه‌یی یه‌، لێ ئه‌و هه‌روه‌ها ژی ده‌فته‌رکا به‌رچاڤکرنا وێ ڕێنڤیسێ یه‌، یا کو مسته‌فایی گه‌له‌ک سالێن خوه‌ دانێ و ۲۰۱۲ێ ڕۆناهی دیتی. ئه‌و ڕێنڤیس یا کو بوویه‌ پێشنیاز و پرۆژه‌ و د ئه‌نجامێ و د کاره‌کێ هه‌ڤبه‌ش یێ گه‌له‌ک خه‌مخۆرێن کوردیێ دا و ب که‌دا کۆمخه‌باتا کورمانجیێ بوویه‌ ڕێنڤیسه‌کا هه‌ڤبه‌ش یا کو ڕوو ل بێهتر ستانداردبوونێ دکه.

خەمنامە

مستەفا ئایدۆگان

وەشانخانەیا لیس

چاپا یەکەم ٢٠٢٠‌


onsdag 10 mars 2021

Pel û xulî

Navê kitêbê: Pel û xulî
Nivîskar: Tehsîn Navişkî
Weşanxane: Wezareta rewşenbîrî
Çapxane: Wezareta rewşenbîrî li Hewlêrê
Sala weşanê: 2009
Hejmara rûpelan: 419


Pel û xulî romaneka civakî ye li ser jiyana xurtekî li bajarekê ku ketiye bin desthilat û birêveberiya gendelkaran. Ew wêneyekî derbarê gendeliya li hemî warên kar û jiyanê li wî bajarî belav bûye berçav dike.

Gurgo kurê Dêwalî Berpelî ye û babê wî di enfalan da berze bûye. Ew li dezgeha herdem zindî û bê serûşûnan li bajêrê Varjînê kar dike. Lê û ji ber dîtin û helwêstên wî yên li dijî gendelî û bêqanûniyê ew rastî gelek arêşeyan dibe û nexasme li gel Cengîzî, birêveberê dezgeha ew lê kar dike û piştî şeredev û şeredestê ew ji wî karî dihê derxistin.

Ew gelek karên dî dicerbîne, lê ji ber ku neşiya li hember xap û gendeliyên wî li wan karan didîtin bê deng bibe, lew ji wan hemiyan hat derxistin û rastî ragirtin û dadgehê jî bû.

Ew carekê di civîneka ku serkêşekê mezin tê da amade dibe, di nav haziran da radibe û vekirî behsê gendeliya wan birêveberan dike yên li wê derê amade, yên wek Mamendî û Cengîzî û qala dûrketina desthilatê ji xelkî dike û dibêje ku ew berpirs yên li dormandora serkêşê mezn in, hemî derewan lê dikin û rastiya heyî nagehîninê. Serkêşê mezin baş guhdariya wî dike û keyfxweşiya xwe ji bihîstina wê axiftina wî diyar dike.

Piştî demekê serkêşê mezin pêşniyaz dike ku Gurgo bibe birêveberê mezin yê bajêrê Varjînê li şûna Mamendê Keravî, lê Gurgo yê ku di wan gavan da wek şofêrê taksiyê kar dike hizra xwe di wê pêşniyazê da dike. Ew di navbera du hizran da dimîne; ne ku ew bibe birêveberê bajêrî û nikare di nav vê sîstema gendel da çi guhorînan bike û hizra dî jî dibêjeyê ku pêdivî ye ew vê derfetê ji dest nede û vê berpirsiyariyê bistîne û hewla wê guhorînê bide ya wî û gelekan çav lê ye.

Gurgoyî herweha li malê jî sergêjî hene. Jina wî Vîn ya ku qanûn xwendiye ducan e û di wê bawerê da ye ecineyek bi dû wê keftiye û jê dixwaze ew bi gotina wî bike, heke ne, dê zarokê wê di zikî da bikuje. Vîn ji hebûna ecineyî bawer dike û dixwaze ji bo çareseriyê biçe cem şêxekî. Gurgo li dijî çûna cem şêxî ye û hewil dide wê têbigehîne ku hebûna wî ecineyî ne rast e û ev bêtir ji egera arêşeyên derûnî ye.

Gelek serhatî û çîrok di vê romanê da hene û nemaze ya derbarê rastiya babê Gurgoyî û reva wan ya di demê enfalan da ber bi sinoran. Serhatiya jina wî Vînê û babê wê yê ku li malê tadarî li wan dikir û ew diquta. Çîroka desthilatdarê mezin li bajêrê Varjînê Mamend Keravî û bazirganiya heşîşê li gel jineka bi navê Şepal û kuştina wê jinê. ‌Herweha gendeliyên Cengîzî û peywendya wî bi Şepalê ra û gelek behs û babetên din.

 

ناڤێ کتێبێ: پەل و خولی

نڤیسکار: تەحسین ناڤشکی

وەشانخانە: وەزارەتا رەوشەنبیری

چاپخانە: وەزارەتا رەوشەنبیری ل هەولێرێ

سالا وەشانێ: ٢٠٠٩

هەژمارا رووپەلان: ٤١٩

 

 

پەل و خولی ڕۆمانەکا جڤاکی یە ل سەر ژیانا خورتەکی ل باژارەکێ کو کەتیە بن دەستهلات و بڕێڤەبەریا گەندەلکاران. ئەو وێنەیەکی دەربارێ گەندەلیا ل هەمی وارێن کار و ژیانێ ل وی باژاری بەلاڤ بوویە بەرچاڤ دکە.

گورگۆ کورێ دێوالی بەرپەلی یە و بابێ وی د ئەنفالان دا بەرزەبوویە. ئەو ل دەزگەها هەردەم زندی و بێ سەروشوونان ل باژێرێ ڤارژینێ کار دکە. لێ و ژ بەر دیتن و هەلوێستێن وی یێن ل دژی گەندەلی و بێقانونیێ ڕاستی گەلەک ئارێشەیان دبە و نەخاسمە ل گەل جەنگیزی، برێڤەبەرێ دەزگەها ئەو لێ کار دکە و پشتی شەرەدەڤ و شەرەدەستێ ئەو ژ وی کاری دهێ دەرخستن.

ئەو گەلەک کارێن دی دجەربینە، لێ ژ بەر کو نەشیا ل هەمبەر خاپ و گەندەلیێن وی ل وان کاران ددیتن بێ دەنگ ببە، لەو ژ وان هەمیان هات دەرخستن و ڕاستی ڕاگرتن و دادگەهێ ژی بوو.

 ئەو جارەکێ د جڤینەکا کو سەرکێشەکێ مەزن تێ دا ئامادە دبە، د ناڤ حازران دا ڕادبە و ڤەکری بەحسێ گەندەلیا وان برێڤەبەران دکە یێن ل وێ دەرێ ئامادە، یێن وەک مامەندی و جەنگیزی و قالا دوورکەتنا دەستهلاتێ ژ خەلکی دکە و دبێژە کو ئەو بەرپرس یێن ل دۆرماندۆرا سەرکێشێ مەزنن هەمی درەوان لێ دکن و ڕاستیا هەیی ناگەهیننێ. سەركێشی مەزن باش گوهداریا وی دکە و کەیفخوەشیا خوە ژ بهیستنا وێ ئاخفتنا وی دیار دکە.

پشتی دەمەکێ سەرکێشێ مەزن پشنیاز دکە کو گورگۆ ببە برێڤەبەرێ مەزن یێ باژێرێ ڤارژینێ ل شوونا مامەندێ كەراڤی، لێ گورگۆ یێ کو د وان گاڤان دا وەک شۆفێرێ تاکسیێ کار دکە هزرا خوە د وێ پێشنیازێ دا دکە. ئەو د ناڤبەرا دو هزران دا دمینە؛ نە کو ئەو ببە برێڤەبەرێ باژێری و نکارە د ناڤ ڤێ سیستەما گەندەل دا چ گوهۆرینان بکە و هزرا دی ژی دبێژەیێ کو پێدڤی یە ئەو ڤێ دەرفەتێ ژ دەست نەدە و ڤێ بەرپرسیاریێ بستینە و هەولا وێ گوهۆرینێ بدە یا وی و گەلەکان چاڤ لێ بوو.

گورگۆیی هەروەها لێ مال ژی سەرگێژی هەنە. ژنا وی ڤین یا کو قانون خوەندیە دوجانە و د وێ باوەرێ دا یە ئەجنەیەک ب دوو وێ کەفتیە و ژێ دخوازە ئەو ب گۆتنا وی بکە، هەکە نە، دی زارۆکێ وێ د زکی دا بکوژە. ڤین ژ هەبوونا ئەجنەیی باوەر دکە و دخوازە و ژ بۆ چارەسەریێ بچە جەم شێخەکی. گورگۆ ل دژی چوونا جەم شێخی یە و هەول ددە وێ تێبگەهینە کو هەبوونا وی ئەجنەیی نە ڕاستە و ئەڤ بێتر ژ ئەگەرا ئارێشەیێن دەروونی یە.

گەلەک سەرهاتی و چیرۆک د ڤێ ڕۆمانێ دا هەنە و نەمازە یا دەربارێ ڕاستیا بابێ گورگۆیی و ڕەڤا وان یا د دەمێ ئەنفالان دا بەر ب سنۆران. سەرهاتیا ژنا وی ڤینێ و بابێ وێ یێ کو ل مالێ تاداری ل وان دکر و ئەو دقوتا. جیرۆکا دەستهلاتدارێ مەزن ل باژێرێ ڤارژێنێ مامەند کەراڤی و بازرگانیا حەشیشێ ل گەل ژنەکا ب ناڤێ شەپال و کوشتنا وێ ژنێ. ‌هەروەها گەندەلیێن جەنگیزی و پەیوەندیا وی ب شەپالێ ڕا و گەلەک بەحس و بابەتێن دی. 

söndag 14 februari 2021

 

Navê kitêbê: Mirin di zenga 12ê da 

Nivîskar: Kewser Şewket

Çapxane: Hawar li Dihokê

Weşanxane:

Sala weşanê: 2015

Hejmara rûpelan: 182


Her çi qas Mirin di zenga 12ê da zêdetir romaneka civakî-derûnî be jî, lê bi rexneya siyasî, desthilatê û gendeliyê jî mişt e.

Hebûnê xwendina xwe ya zanîngehê timam kiriye, ji maleka dewlemend e û li taxeka zengînan dijît. Babê wê berpirsekê mezin e li bajêrî. Lê Hebûn xwe cuda ji keçên derdora xwe dibîne û li şûna ew bi rûxsar û pêça xwe ve mijûl bibe, ew bêtir giringiyê bi nava xwe dide û dikeve nav cîhana xwendinê û hilsengandina çîhana ew tê da û civaka paşkeftî, ku tê de serdestiya mêrî û bindestiya jinê ya herî zal e. Hebûn li pey azadî, xwebûn, wekhevî û nûjeniyê ye.

Hebûnê ji hevalên zanîngehê bes peywendî bi kurekî bi navê Raver mabû, xwe ji wî gelek nêzîk didît û bi wî ra li ser her tiştî diaxift û ew jî wek wê ji şeydayên xwendinê û azadiya kesî û guhorînê bû. Ji bilî wî jî ew car bo car û ji bo kirîna kitêban diçû pirtûkfiroşiyekê û bi xudanê wê ra li ser kitêban diaxift. Carekê xudanê wê pirtûkfiroşiyê nameyek da wê û gotê ku jinekê ew jê ra li cem wî hiştiye.

Ew di wê nameyê de deftera bîrhatinên keçekê bi navê Dilîn dibîne û tê da Dilîn behsê xwe dike. Dilîn di zarokîniya xwe da di xaniyekê kirê û di nav maleka hejar da mezin bûye. Dayik û bavê wê xem ji perwerdekirina wê nedixwar û ji ber wê jî kartêkirina cadeyê li ser wê gelek bû. Wê hez dikir zengîn be û bala xortan bikêşe ser xwe û ew bi kurekî ra rastî dilşkestinekê dibe. Wê herweha hez ji eketerî û şanoyê jî dikir. Li dibistana amadeyî hevaleka dîndar bi navê Rojan wê ber bi dîndarî û xwendina kitêbên dînî dikêşe. Lê piştî timamkirina xwendingeha amadeyiyê peywendiya wê bi rojanê namîne û êdî ew ji dîndariyê jî dûr dikeve.

Bapîrê Dilînê xaniyek li taxa zengînan hebû û ji ber ku ew çû bajarekê dî, wî rê da wan ew di wî xaniyî da bê kirê bijîn. Di wî xaniyê mezin da û li taxa zengînan êdî Dilînê xwest ew kinc, liv û reftarên xwe wek zengînan lê bike, heçku merem jê ew bû ku ew civat wê di nav xwe da qebûl bike. Wê ji cîranê li hember dest pê kir, ku dewlemend û berpirsekê mezin bû li bajarî û şiya li nivîsingeha wî berpirsî kar bike. Ew li wê derê ser bi nihêniyên wî berpirsî dibe û ew wan nihêniyan di wê defterka xwe da dinivîse û herweha tê da behsê wê jî dike ka wê çawa û çima xwest xwe nêzîkî wî bike û ka wî çawa destdirêjî kir ser wê û wê xwe ji tirsa kuştinê veşart.

Tiştê ji hebûnê ra di xwendina van bîrhatinan biêş ew bû ku ew berpirsê gendel, xerab û destdirêjkar bavê wê bû û ew keça bîrhatin nivîsîne wextekî di wî xaniyê bermber xaniyê wan de bû. Êdî hebûn dikeve nav şilqêneka hizrî û derûnî û biryardanê.

Xwendevan di nav gotin û zimanê vê romanê yê bi şiriyetê dagirtî da rastî gelek babet û pirsan dibe û herweha jî gelek serhatî û çîrok dihêne gotin wek ya Leylayê, dotamam Hebûnê û ka babê Hebûnê çi bi serê wê înabû.

 

 

‌ ناڤێ کتێبێ: مرن د زەنگا ١٢ێ دا

نڤیسکار: کەوسەر شەوکەت

چاپخانە: هاوار ل دهۆکێ

وەشانخانە:

سالا وەشانێ: ٢٠١٥

هەژمارا رووپەلان: ١٨٢

 

هه‌ر چ قاس مرن د زه‌نگا ۱۲ێ دا زێده‌تر ڕۆمانه‌کا جڤاکی-ده‌روونی به‌ ژی، لێ ب ڕه‌خنه‌یا سیاسی، ده‌ستهلاتێ و گه‌نده‌لیێ ژی مشته.

هه‌بوونێ خوه‌ندنا خوه‌ یا زانینگه‌هێ تمام کریه‌، ژ ماله‌کا ده‌وله‌مه‌نده‌ و ل تاخه‌کا زه‌نگینان دژیت. بابێ وێ به‌رپرسه‌کێ مه‌زنه‌ ل باژێری. لێ هه‌بوون خوه‌ جودا ژ که‌چێن ده‌ردۆرا خوه‌ دبینه‌ و ل شوونا ئه‌و ب ڕووخسار و پێچا خوه‌ ڤه‌ مژوول ببه‌، ئه‌و بێتر گرنگیێ ب ناڤا خوه‌ دده‌ و دکه‌ڤه‌ ناڤ جیهانا خوه‌ندنێ و هلسه‌نگاندنا چیهانا ئه‌و تێ دا و جڤاکا پاشکه‌فتی، کو تێ ده‌ سه‌رده‌ستیا مێری و بنده‌ستیا ژنێ یا هه‌ری زالە. هه‌بوون ل په‌ی ئازادی، خوه‌بوون، وه‌کهه‌ڤی و نووژه‌نیێ یه.

هه‌بوونێ ژ هه‌ڤالێن زانینگه‌هێ به‌س په‌یوه‌ندی ب کوره‌کی ب ناڤێ ڕاڤه‌ر مابوو، خوه‌ ژ وی گه‌له‌ک نێزیک ددیت و ب وی ڕها ل سه‌ر هه‌ر تشتی دئاخفت و ئه‌و ژی وه‌ک وێ ژ شه‌یدایێن خوه‌ندنێ و ئازادیا که‌سی و گوهۆرینێ بوو. ژ بلی وی ژی ئه‌و جار بۆ جار و ژ بۆ کرینا کتێبان دچوو پرتووکفرۆشیه‌کێ و ب خودانێ وێ ڕا ل سه‌ر کتێبان دئاخفت. جاره‌کێ خودانێ وێ پرتووکفرۆشیێ نامه‌یه‌ک دا وێ و گۆتێ کو ژنه‌کێ ئه‌و ژێ ڕا ل جه‌م وی هشتیه.

ئه‌و د وێ نامه‌یێ دا ده‌فته‌را بیرهاتنێن که‌چه‌کێ ب ناڤێ دلین دبینه‌ و تێ دا دلین به‌حسێ خوه‌ دکه‌. دلین د زارۆکینیا خوه‌ دا د خانیه‌کێ کرێ و د ناڤ ماله‌کا هه‌ژار دا مه‌زن بوویه‌. دایک و باڤێ وێ خه‌م ژ په‌روه‌رده‌کرنا وێ نه‌دخوار و ژ به‌ر وێ ژی کارتێکرنا جاده‌یێ ل سه‌ر وێ گه‌له‌ک بوو. وێ حه‌ز دکر زه‌نگین به‌ و بالا خۆرتان بکێشه‌ سه‌ر خوه‌ و ئەو ب کوره‌کی ڕا ڕاستی دلشکه‌ستنه‌کێ دبه‌. وێ هه‌روه‌ها حه‌ز ژ ئه‌که‌ته‌ری و شانۆیێ ژی دکر. ل دبستانا ئاماده‌یی هه‌ڤاله‌کا دیندار ب ناڤێ ڕۆژان وێ به‌ر ب دینداری و خوه‌ندنا کتێبێن دینی دکێشه‌. لێ پشتی تمامکرنا ئاماده‌ییێ په‌یوه‌ندیا وێ ب ڕۆژانێ نامینه‌ و ئێدی ئه‌و ژ دینداریێ ژی دوور دکه‌ڤه.

باپیرێ دلینێ خانیه‌ک ل تاخا زه‌نگینان هه‌بوو و ژ به‌ر کو ئه‌و چوو باژاره‌کێ دی، وی ڕێ دا وان ئه‌و د وی خانیی دا بێ کرێ بژین. د وی خانیێ مه‌زن دا و ل تاخا زه‌نگینان ئێدی دلینێ خوه‌ست ئه‌و کنج، لڤ و ڕه‌فتارێن خوه‌ وه‌ک زه‌نگینان لێ بکه‌، هه‌چکو مه‌ره‌م ژێ ئه‌و بوو کو ئه‌و جڤات وێ د ناڤ خوه‌ دا قه‌بوول بکه‌. وێ ژ چیرانێ ل هه‌مبه‌ر ده‌ست پێ کر، کو ده‌وله‌مه‌ند و به‌رپرسه‌کێ مه‌زن بوو ل باژاری و شیا ل نڤیسینگه‌ها وی به‌رپرسی کار بکه‌. ئه‌و ل وێ ده‌رێ سه‌ر ب نهێنیێن وی به‌رپرسی دبه‌ و ئه‌و وان نهێنیان د وێ ده‌فته‌رکا خوه‌ دا دنڤیسه‌ و هه‌روه‌ها تێ دا به‌حسێ وێ ژی دکه‌ کا وێ چاوا و چما خوه‌ست خوه‌ نێزیکی وی بکه‌ و کا وی چاوا ده‌ستدرێژی کر سه‌ر وێ و وێ خوه‌ ژ ترسا کوشتنێ ڤه‌شارت.

تشتێ ژ هه‌بوونێ ڕا د خوه‌ندنا ڤان بیرهاتنان دا ب ئێش ئه‌و بوو کو ئه‌و به‌رپرسێ گه‌نده‌ل، خه‌راب و ده‌ستدرێژکار باڤێ وێ بوو و ئه‌و که‌چا بیرهاتن نڤیسینه‌ وه‌خته‌کی د وی خانیێ به‌رامبه‌ر خانیێ وان دا‌ بوو. ئێدی هه‌بوون دکه‌ڤه‌ ناڤ شلقێنه‌کا هزری و ده‌روونی و بریاردانێ.

خوه‌نده‌ڤان د ناڤ گۆتن و زمانێ ڤێ ڕۆمانێ یێ ب شعریه‌تێ داگرتی دا ڕاستی گه‌له‌ک بابه‌ت و پرسان دبه‌ و هه‌روه‌ها ژی گه‌له‌ک سه‌رهاتی و چیرۆک دهێنه‌ گۆتن وه‌ک یا له‌یلایێ، دۆتماما هه‌بوونێ و کا بابێ هەبوونێ چ ب سه‌رێ وێ ئینابوو.

söndag 7 februari 2021

Zayîna rojê

Navê kitêbê: Zayîna rojê 

Nivîskar: Zerdeşt Şahîn

Çapxane: Li Tehranê

Weşanxane:

Sala weşanê: 2020

Hejmara rûpelan: 175


Zayîna rojê romaneka dîrokî ye derbareyê şahinşahiya Mîdya û berxwedana wê li hember êrişên aşûriyan heta berferehkirina sinorên wê û jinavbirina şahinşahiya aşûrî û girtina paytextê wê Nûava (Neynewa, Mûsil) ji aliyê şahê mîdiyan Keyxweşrû (Keyxusrew) li 612 berî zayînê.

Pîr Soryaş li Akasyayê li kesekî digere ku bibe şahê mîdiyan û wan ji zordestiya aşûriyan rizgar bike. Ew bi ser kesekê şehreza di berbirîn û avakirina xaniyan da hil dibe, ku di nav xelkê xwe da bi dadperwerî û jêhatîbûnê naskirî bû û navê wî Diyako bû û wî dike şahê mîdiyan.

Diyako hewil dide hozên derdorê yek bike û leşkerekî jê çêbike û kelheka mezin li Akasyayê ava dike û navê Akasya dike Amedan û ew dibe paytexê mîdiyan. Diyako serxwebûna xwe radigehîne û ji bo azadkirina herêmên mîdiyan û hevsozên wan êrişê dike ser hêzên aşûriyan, lê û li dawiyê û ji ber xiyaneta çend hozên pê ra, aşûrî leşkerê wî dişkênin, Diyakoyê birîndar digirin û wî bi jina wî û kurê wî Fîratî û gelek xelkê wî ve dikin kole li Nûava.

Diyako dimire û şahê aşûriyan Eserhedûn Firatî dike şahê mîdiyan, bi mercekî ew rêya hevirmêşî (hevrîşmî) ya di devera wan da derbas dibe biparêze û bacan jê re bişîne. Firat jî dixwaze vê derfetê bi kar bîne û vê pêşniyazê dipejirîne. Ew vedigere Amedanê û hozan yek dike û hêza xwe ya leşkerî ji bo şerê aşûriyan amade dike. Ew gelek deveran ji dest wan derdixe, lê di şerê da çend hoz xiyanetê li wî dikin û bi leşkerê aşûrî re dibin alîkar û weha mîdî dişkên û Firat dihê kuştin.

Keyxweşrû (Keyxusrew) kurê Firatî dibe şahê mîdiyan û leşkerekê bi hêz yê baş çekkirî durist dike û wan yên hertim xiyanet li şahên mîdiyan kiribûn ji nav dibe. Ew hevpeymaniyê bi babiliyên ku li dijî aşûriyan di şerî de bûn çêdike. Babilî ji rexekî ve û ew bi leşkerê xwe ve ji rexê xwe ve êrişê dikin ser leşkerê aşûriyan û ranaweste heta paytextê wan Nûava digire û şahinşahiya aşûrî ji nav dibe û sinorên Mîdya berfereh dike.

Keyxweşrû dimire û kurê wî Yezdanpak dibe şahê mîdiyan û vegêran bi dawî dihê, lê li dawiyê hatiye nivîsîn ku dê berdewam be.

Di vê vegêrana dîroka kevnar da gelek pirs hatine azirandin, nemaze pirsa bindestbûna mîdiyan û sernekeftina wan li hember aşûriyan û sedema wê çendê jî dihê vedigerandin bo dijatiya di navbera hozên wan da û xiyanetkirina wan li şahên xwe li demê şerên bi aşûriyan re.

Gelek çîrok jî di vê kitêbê da dihên gotin wek serhatiya Anahîtayê, kiça Pîr Soryaşî û evîndariya wê û serdarê leşkerê mîdiyan Kasoyî.

 

‌ ناڤێ کتێبێ: زاینا رۆژێ

نڤیسکار: زەردەشت شاهین

چاپخانە: ل تەهرانێ

وەشانخانە:

سالا وەشانێ: ٢٠٢٠

هەژمارا رووپەلان: ١٧٥

 

زاینا ڕۆژێ ڕۆمانه‌کا دیرۆکی یه‌ ده‌رباره‌یێ شاهنشاهیا میدیا و به‌رخوه‌دانا وێ ل هه‌مبه‌ر هێرشێن ئاشووریان هه‌تا به‌رفه‌ره‌هکرنا سنۆرێن وێ و ژناڤبرنا شاهنشاهیا ئاشووری و گرتنا پایته‌ختێ وێ نووئاڤا (نه‌ینه‌وا، مووسل) ژ ئالیێ شاهێ میدیان کەیخوەشروو (کەیخوسرەو) ل ٦١٢ بەری زایینێ.

پیر سۆریاش ل ئاکاسیایێ ل که‌سه‌کی دگه‌ره‌ کو ببه‌ شاهێ میدیان و وان ژ زۆرده‌ستیا ئاشووریان ڕزگار بکه‌. ئه‌و ب سه‌ر که‌سه‌کێ شه‌هره‌زا د به‌ربڕین و ئاڤاکرنا خانیان دا هل دبه‌، کو د ناڤ خه‌لکێ خوه‌ دا‌ ب دادپه‌روه‌ری و ژێهاتیبوونێ ناسکری بوو و ناڤێ وی دیاکۆ بوو و وی دکه‌ شاهێ میدیان.

دیاکۆ هه‌ول دده‌ هۆزێن ده‌ردۆرێ یه‌ک بکه‌ و له‌شکه‌ره‌کی ژێ چێبکه‌ و که‌لهه‌کا مه‌زن ل ئاکاسیایێ ئاڤا دکه‌ و ناڤێ ئاکاسیا دکه‌ ئامه‌دان و ئه‌و دبه‌ پایته‌ختێ میدیان. دیاکۆ سه‌رخوه‌بوونا خوه‌ ڕادگه‌هینه‌ و ژ بۆ ئازادکرنا هه‌رێمێن میدیان و هه‌ڤسۆزێن وان هێرشێ دکه‌ سه‌ر هێزێن ئاشووریان، لێ و ل داویێ و ژ به‌ر خیانه‌تا چه‌ند هۆزێن پێ ڕا، ئاشووری له‌شکه‌رێ وی دشکێنن، دیاکۆیێ بریندار دگرن و وی ب ژنا وی و کورێ وی فراتی و گه‌له‌ک خه‌لکێ وی ڤه‌ دکن کۆله‌ ل نووئاڤا.

دیاکۆ دمره‌ و شاهێ ئاشووریان ئه‌سه‌رحه‌دوون فراتی دکه‌ شاهێ میدیان، ب مه‌رجه‌کی ئه‌و ڕێیا هه‌ڤرمێشی (هه‌ڤریشمی) یا د ده‌ڤه‌را وان دا ده‌رباس دبه‌ بپارێزه‌ و باجان ژێ ڕا بشینه‌. فرات ژی دخوازه‌ ڤێ ده‌رفه‌تێ ب کار بینه‌ و ڤێ پێشنیازێ دپه‌ژرینه‌. ئه‌و ڤه‌دگه‌ره‌ ئامه‌دانێ و هۆزان یه‌ک دکه‌ و هێزا خوه‌ یا له‌شکه‌ری ژ بۆ شه‌رێ ئاشووریان ئاماده‌ دکه‌. ئه‌و گه‌له‌ک ده‌ڤه‌ران ژ ده‌ست وان ده‌ردخه‌، لێ د شه‌رێ ده‌ چه‌ند هۆز خیانه‌تێ ل وی دکن و ب له‌شکه‌رێ ئاشووری ڕا دبن ئالیکار و وه‌ها میدی دشکێن و فرات دهێ کوشتن.

که‌یخوه‌شروو (که‌یخوسره‌و) کورێ فراتی دبه‌ شاهێ میدیان و له‌شکه‌ره‌کێ ب هێز یێ باش چه‌ککری دورست دکه‌ و وان یێن هه‌رتم خیانه‌ت ل شاهێن میدیان کربوون ژ ناڤ دبه‌. ئه‌و هه‌ڤپه‌یمانیێ ب بابلیێن کو ل دژی ئاشووریان د شه‌ری دا بوون چێدکه‌. بابلی ژ ڕه‌خه‌کی ڤه‌ و ئه‌و ب له‌شکه‌رێ خوه‌ ڤه‌ ژ ڕه‌خێ خوه‌ ڤه‌ هێرشێ دکن سه‌ر له‌شکه‌رێ ئاشووریان و ڕاناوه‌سته‌ هه‌تا پایته‌ختێ وان نووئاڤا دگره‌ و شاهنشاهیا ئاشووری ژ ناڤ دبه‌ و سنۆرێن میدیا به‌رفه‌ره‌هـ دکه.

که‌یخوه‌شروو دمره‌ و کورێ وی یه‌زدانپاک دبه‌ شاهێ میدیان و ڤه‌گێران ب داوی دهێ، لێ ل داویێ هاتیه‌ نڤیسین کو دێ به‌رده‌وام به.

د ڤێ ڤه‌گێرانا دیرۆکا که‌ڤنار دا گه‌له‌ک پرس هاتنه‌ ئازراندن، نه‌مازه‌ پرسا بنده‌ستبوونا میدیان و سه‌رنه‌که‌فتنا وان ل هه‌مبه‌ر ئاشووریان و سه‌ده‌ما وێ چه‌ندێ ژی دهێ ڤه‌دگه‌راندن بۆ دژاتیا د ناڤبه‌را هۆزێن وان دا و خیانه‌تکرنا وان ل شاهێن خوه‌ ل ده‌مێ شه‌رێن ب ئاشووریان ڕا.

گه‌له‌ک چیرۆک ژی د ڤێ کتێبێ دا دهێن گۆتن وه‌ک سه‌رهاتیا ئاناهیتایێ، کچا پیر سۆریاشی و ئه‌ڤینداریا وێ و سه‌ردارێ له‌شکه‌رێ میدیان کاسۆیی.


söndag 24 januari 2021

Xeca Berlînî

 Navê kitêbê: Xeca Berlînî 

Nivîskar: Hesen Îbrahîm

Weşanxane: Çapxaneya Serkewtin li Silêmaniyê

Sala weşanê: 2010

Hejmara rûpelan:


Romana Xeca Berlînî penaberan û nakokiyên wan bi civaka nû ra û encamên wê di serhatiya malbatekê da berçav dike.

Hêj Reşko di pêçûlkê da bû demê dayika wî di hêrişa firokeyan da hat kuştin û ew du salî bû wextê babê wî şehîd bû. Ew di ciwaniya xwe da dibe şivanê pezên mam û xalan. Ew û dotmama wî Xecê hez ji yekûdu dikin. Paşî Reşko dibe pêşmerge û ji ber mêrxasiya wî navê wî dibe Şêro û Xecê şû pê dike û wan du kiç dibin.

Şêro di şerekî da bi dijwarî birîndar dibe û wî ji bo çareseriyê dihinêrin nexweşxaneyekê li Berlînê. Piştî çareseriyê dest lê seqet dibe û li Elmanyayê dibe penaber û Xecê bi kiçan ve ji gundi, ji Kurdistanê diîne cem xwe.

Wan li Elmanyayê du kur jî dibin û li gel demî dîtinên wî û jina wî jêk cuda dibin; jin dixwaze ew hînî zimanê wê civakê bibin, bixwînin û kar bikin û ji zarokên xwe ra di xwendin û jiyana wan da alîkar bin û tevlî civaka nû bibin. Lê Şêro wê bi berzebûn û heliyana di nav civaka elmanî da dibîne û naxwaze xwe biguhore û dev ji jiyana xwe ya li ser rahatî berbide.

Xecê li ser ya xwe dimîne û wek xwe dike û ew jî çeperê xwe bernade û ev jî dibe egera ku jin û zarok ji wî dûr bikevin. Şêro roj bo rojê xwe bi tenê dibîne û hînî vexwarina meyê bi hevalan ra û derketin û mana li derve dibe. Li dawiyê jin xwe jê dide berdan û soznameyekê pê didin îmzakirin ku ew xwe nêzîkî Xecê û zarokên wê û mala wê neke.

Ew pê dizane ku Xecê şû kiriye, keçên wî leşfiroşiyê dikin û kurên wî jî rastî tiryak û arêşeyan bûne. Ew dikeve di navbera pêlên kuştina Xecê û kiçan û xwekuştinê û li dawiyê kiçan peyda nake û Xecê dikuje û xwe jî li zîndanê dikuje.

Xwendevan di vê romanê rastî gelek bûyer û serhatî û gengeşeyan dibe û tê da jê razelal dibe ka egera vê hilweşiyana malbatekê û ew qas mirovan çi ye û ka vêkkeftina kulturên jêk cuda çi diîne serê wan. Ketina nav civaka nû, xweguhorîn û xwepêşdebirin û parastina nasnameya xwe ji heliyanê û kartêkirinên kultûra namûsparêziyê û hêj di nava bûyer û axiftinên vê romanê da babetên beloq in.

 

 

‌ ناڤێ کتێبێ: خەجا بەرلینی

نڤیسکار: حەسەن ئیبراهیم

وەشانخانە: چاپخانەیا سەرکەوتن ل سلێمانیێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٩٠

هەژمارا رووپەلان:

 

ڕۆمانا خه‌جا به‌رلینی په‌نابه‌ران و ناکۆکیێن وان ب جڤاکا نوو ڕا و ئه‌نجامێن وێ د سه‌رهاتیا مالباته‌کێ دا به‌رچاڤ دکه.

هێژ ڕه‌شکۆ د پێچولکێ دا بوو ده‌مێ دایکا وی د هێرشا فرۆکه‌یان دا هات کوشتن و ئه‌و دو سالی بوو وه‌ختێ بابێ وی شه‌هید بوو. ئه‌و د جوانیا خوه‌ دا دبه‌ شڤانێ په‌زێن مام و خالان. ئه‌و و دۆتماما وی خه‌جێ حه‌ز ژ یه‌کودو دکن. پاشی ڕه‌شکۆ دبه‌ پێشمه‌رگه‌ و ژ به‌ر مێرخاسیا وی ناڤێ وی دبه‌ شێرۆ و خه‌جێ شوو پێ دکه‌ و وان دو کچ دبن.

شێرۆ د شه‌ره‌کی دا ب دژواری بریندار دبه‌ و وی ژ بۆ چاره‌سه‌ریێ دهنێرن نه‌خوه‌شخانه‌یه‌کێ ل به‌رلینێ. پشتی چاره‌سه‌ریێ ده‌ست لێ سه‌قه‌ت دبه‌ و ل ئه‌لمانیایێ دبه‌ په‌نابه‌ر و خه‌جێ ب کچان ڤه‌ ژ گوندی، ژ کوردستانێ دئینه‌ جه‌م خوه.

وان ل ئه‌لمانیایێ دو کور ژی دبن و ل گه‌ل ده‌می دیتنێن وی و ژنا وی ژێک جودا دبن؛ ژن دخوازه‌ ئه‌و هینی زمانێ وێ جڤاکێ ببن، بخوینن و کار بکن و ژ زارۆکێن خوه‌ ڕا د خوه‌ندن و ژیانا وان دا ئالیکار بن و ته‌ڤلی جڤاکا نوو ببن. لێ شێرۆ وێ ب به‌رزه‌بوون و حه‌لیانا د ناڤ جڤاکا ئه‌لمانی دا دبینه‌ و ناخوازه‌ خوه‌ بگوهۆره‌ و ده‌ڤ ژ ژیانا خوه‌ یا ل سه‌ر ڕاهاتی به‌ربده.

خه‌جێ ل سه‌ر یا خوه‌ دمینه‌ و وه‌ک خوه‌ دکه و ئەو ژی چەپەرێ خوە بەرنادە‌ و ئه‌ڤ ژی دبه‌ ئه‌گه‌را کو ژن و زارۆک ژ وی دوور دکه‌ڤن. شێرۆ ڕۆژ بۆ ڕۆژێ خوه ب تەنێ‌ دبینه و هینی ڤه‌خوارنا مه‌یێ ب هه‌ڤالان ڕا و ده‌رکه‌تن و مانا ل ده‌رڤه‌ دبه‌. ل داویێ ژن خوه‌ ژێ دده‌ به‌ردان و سۆزنامەیەکێ پێ ددن ئیمزاکرن کو ئه‌و خوه‌ نێزیکی خه‌جێ و زارۆکێن وێ و مالا وێ نه‌که.

شێرۆ پێ دزانه‌ کو خه‌جێ شوو کریه‌، که‌چێن وی له‌شفرۆشیێ دکن و کورێن وی ژی ڕاستی تریاک و ئارێشه‌یان بوونە. ئه‌و دکه‌ڤه‌ د ناڤبه‌را پێلێن کوشتنا خه‌جێ و کچان و خوه‌کوشتنێ و ل داویێ کچان په‌یدا ناکه‌ و خه‌جێ دکوژه‌ و خوه‌ ژی ل زیندانێ دکوژه.

خوه‌نده‌ڤان د رۆمانێ دا راستی گەلەک بوویەر و سەرهاتی و گەنگەشەیان دبە و تێ دا ژێ را زەلال دبە کا ئه‌گه‌را ڤێ هلوه‌شیانا مالباته‌کێ و ئه‌و قاس مرۆڤان چ یه‌ و کا ڤێککه‌فتنا کولتورێن ژێک جودا چ دئینه‌ سه‌رێ وان. که‌تنا ناڤ جڤاکا نوو، خوه‌گوهۆرین و خوه‌پێشده‌برن و پاراستنا ناسنامه‌یا خوه‌ ژ حه‌لیانێ و کارتێکرنا کولتوورا نامووسپارێزیێ و هێژ د ناڤا بوویه‌ر و ئاخفتنێن ڤێ ڕۆمانێ دا بابه‌تێن به‌لۆقن.