Navê kitêbê: Zayîna rojê
Nivîskar: Zerdeşt Şahîn
Çapxane: Li Tehranê
Weşanxane:
Sala weşanê: 2020
Hejmara rûpelan: 175
Zayîna rojê romaneka
dîrokî ye derbareyê şahinşahiya Mîdya û berxwedana wê li hember êrişên aşûriyan
heta berferehkirina sinorên wê û jinavbirina şahinşahiya aşûrî û girtina
paytextê wê Nûava (Neynewa, Mûsil) ji aliyê şahê mîdiyan Keyxweşrû (Keyxusrew)
li 612 berî zayînê.
Pîr Soryaş li Akasyayê
li kesekî digere ku bibe şahê mîdiyan û wan ji zordestiya aşûriyan rizgar bike.
Ew bi ser kesekê şehreza di berbirîn û avakirina xaniyan da hil dibe, ku di nav
xelkê xwe da bi dadperwerî û jêhatîbûnê naskirî bû û navê wî Diyako bû û wî
dike şahê mîdiyan.
Diyako hewil dide
hozên derdorê yek bike û leşkerekî jê çêbike û kelheka mezin li Akasyayê ava
dike û navê Akasya dike Amedan û ew dibe paytexê mîdiyan. Diyako serxwebûna xwe
radigehîne û ji bo azadkirina herêmên mîdiyan û hevsozên wan êrişê dike ser
hêzên aşûriyan, lê û li dawiyê û ji ber xiyaneta çend hozên pê ra, aşûrî leşkerê
wî dişkênin, Diyakoyê birîndar digirin û wî bi jina wî û kurê wî Fîratî û gelek
xelkê wî ve dikin kole li Nûava.
Diyako dimire û şahê
aşûriyan Eserhedûn Firatî dike şahê mîdiyan, bi mercekî ew rêya hevirmêşî
(hevrîşmî) ya di devera wan da derbas dibe biparêze û bacan jê re bişîne. Firat
jî dixwaze vê derfetê bi kar bîne û vê pêşniyazê dipejirîne. Ew vedigere
Amedanê û hozan yek dike û hêza xwe ya leşkerî ji bo şerê aşûriyan amade dike. Ew
gelek deveran ji dest wan derdixe, lê di şerê da çend hoz xiyanetê li wî dikin
û bi leşkerê aşûrî re dibin alîkar û weha mîdî dişkên û Firat dihê kuştin.
Keyxweşrû (Keyxusrew)
kurê Firatî dibe şahê mîdiyan û leşkerekê bi hêz yê baş çekkirî durist dike û
wan yên hertim xiyanet li şahên mîdiyan kiribûn ji nav dibe. Ew hevpeymaniyê bi
babiliyên ku li dijî aşûriyan di şerî de bûn çêdike. Babilî ji rexekî ve û ew
bi leşkerê xwe ve ji rexê xwe ve êrişê dikin ser leşkerê aşûriyan û ranaweste
heta paytextê wan Nûava digire û şahinşahiya aşûrî ji nav dibe û sinorên Mîdya
berfereh dike.
Keyxweşrû dimire û
kurê wî Yezdanpak dibe şahê mîdiyan û vegêran bi dawî dihê, lê li dawiyê hatiye
nivîsîn ku dê berdewam be.
Di vê vegêrana dîroka kevnar
da gelek pirs hatine azirandin, nemaze pirsa bindestbûna mîdiyan û sernekeftina
wan li hember aşûriyan û sedema wê çendê jî dihê vedigerandin bo dijatiya di
navbera hozên wan da û xiyanetkirina wan li şahên xwe li demê şerên bi aşûriyan
re.
Gelek çîrok jî di vê
kitêbê da dihên gotin wek serhatiya Anahîtayê, kiça Pîr Soryaşî û evîndariya wê
û serdarê leşkerê mîdiyan Kasoyî.
ناڤێ کتێبێ:
زاینا رۆژێ
نڤیسکار: زەردەشت
شاهین
چاپخانە: ل تەهرانێ
وەشانخانە:
سالا وەشانێ: ٢٠٢٠
هەژمارا رووپەلان: ١٧٥
زاینا ڕۆژێ ڕۆمانهکا دیرۆکی یه
دهربارهیێ شاهنشاهیا میدیا و بهرخوهدانا وێ ل ههمبهر هێرشێن ئاشووریان ههتا
بهرفهرههکرنا سنۆرێن وێ و ژناڤبرنا شاهنشاهیا ئاشووری و گرتنا پایتهختێ وێ نووئاڤا
(نهینهوا، مووسل) ژ ئالیێ شاهێ میدیان کەیخوەشروو (کەیخوسرەو) ل ٦١٢ بەری
زایینێ.
پیر سۆریاش ل ئاکاسیایێ ل کهسهکی
دگهره کو ببه شاهێ میدیان و وان ژ زۆردهستیا ئاشووریان ڕزگار بکه. ئهو ب سهر
کهسهکێ شههرهزا د بهربڕین و ئاڤاکرنا خانیان دا هل دبه، کو د ناڤ خهلکێ خوه
دا ب دادپهروهری و ژێهاتیبوونێ ناسکری بوو و ناڤێ وی دیاکۆ بوو و وی دکه شاهێ
میدیان.
دیاکۆ ههول دده هۆزێن دهردۆرێ
یهک بکه و لهشکهرهکی ژێ چێبکه و کهلههکا مهزن ل ئاکاسیایێ ئاڤا دکه و ناڤێ
ئاکاسیا دکه ئامهدان و ئهو دبه پایتهختێ میدیان. دیاکۆ سهرخوهبوونا خوه ڕادگههینه
و ژ بۆ ئازادکرنا ههرێمێن میدیان و ههڤسۆزێن وان هێرشێ دکه سهر هێزێن ئاشووریان،
لێ و ل داویێ و ژ بهر خیانهتا چهند هۆزێن پێ ڕا، ئاشووری لهشکهرێ وی دشکێنن،
دیاکۆیێ بریندار دگرن و وی ب ژنا وی و کورێ وی فراتی و گهلهک خهلکێ وی ڤه دکن
کۆله ل نووئاڤا.
دیاکۆ دمره و شاهێ ئاشووریان
ئهسهرحهدوون فراتی دکه شاهێ میدیان، ب مهرجهکی ئهو ڕێیا ههڤرمێشی (ههڤریشمی)
یا د دهڤهرا وان دا دهرباس دبه بپارێزه و باجان ژێ ڕا بشینه. فرات ژی دخوازه
ڤێ دهرفهتێ ب کار بینه و ڤێ پێشنیازێ دپهژرینه. ئهو ڤهدگهره ئامهدانێ و
هۆزان یهک دکه و هێزا خوه یا لهشکهری ژ بۆ شهرێ ئاشووریان ئاماده دکه. ئهو
گهلهک دهڤهران ژ دهست وان دهردخه، لێ د شهرێ ده چهند هۆز خیانهتێ ل وی
دکن و ب لهشکهرێ ئاشووری ڕا دبن ئالیکار و وهها میدی دشکێن و فرات دهێ کوشتن.
کهیخوهشروو (کهیخوسرهو) کورێ
فراتی دبه شاهێ میدیان و لهشکهرهکێ ب هێز یێ باش چهککری دورست دکه و وان یێن
ههرتم خیانهت ل شاهێن میدیان کربوون ژ ناڤ دبه. ئهو ههڤپهیمانیێ ب بابلیێن کو
ل دژی ئاشووریان د شهری دا بوون چێدکه. بابلی ژ ڕهخهکی ڤه و ئهو ب لهشکهرێ
خوه ڤه ژ ڕهخێ خوه ڤه هێرشێ دکن سهر لهشکهرێ ئاشووریان و ڕاناوهسته ههتا
پایتهختێ وان نووئاڤا دگره و شاهنشاهیا ئاشووری ژ ناڤ دبه و سنۆرێن میدیا بهرفهرههـ
دکه.
کهیخوهشروو دمره و کورێ وی یهزدانپاک
دبه شاهێ میدیان و ڤهگێران ب داوی دهێ، لێ ل داویێ هاتیه نڤیسین کو دێ بهردهوام
به.
د ڤێ ڤهگێرانا دیرۆکا کهڤنار
دا گهلهک پرس هاتنه ئازراندن، نهمازه پرسا بندهستبوونا میدیان و سهرنهکهفتنا
وان ل ههمبهر ئاشووریان و سهدهما وێ چهندێ ژی دهێ ڤهدگهراندن بۆ دژاتیا د
ناڤبهرا هۆزێن وان دا و خیانهتکرنا وان ل شاهێن خوه ل دهمێ شهرێن ب ئاشووریان
ڕا.
گهلهک چیرۆک ژی د ڤێ کتێبێ دا
دهێن گۆتن وهک سهرهاتیا ئاناهیتایێ، کچا پیر سۆریاشی و ئهڤینداریا وێ و سهردارێ
لهشکهرێ میدیان کاسۆیی.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar