Navê
kitêbê: Şevên sar
Nivîskar: Hesen
Îbrahîm
Weşanxane: Êketiya
Nivîserên Kurd li DIhokê
Sala
weşanê: 2006
Hejmara
rûpelan: 180
Xewna çûna derve û çetniyên penaberiyê û xerîbiya welatî mijara serekî ya vê romanê ye û gelek pirsiyar û peyam jê dipeşin û hestek ku her axekê xweşî û nexweşiyên xwe hene jê çê dibe.
Azad xortekê
jêhatî ye û gelek hez ji malbat, kesûkar, gund û welatê xwe dike û dixwaze xizmeta
wan bike û xelkê ku wî nas dike jî gelek jê bi hêvî ye. Ew xwandina xwe ya
endazyariyê temam dike û dibe yê yekê li ser zanîngehên herêma Kurdistanê û
dibe xudan kar, jin û du zarok. Lê çavên Azadî li ya çêtir in û wê çêtiriyê di
Ewropayê da dibîne. Ew bi bihaneya xwandina bilind berê xwe dide derve, bi
hizra ku bibe penaber û paşî mala xwe jî bibe cem xwe û xwandina bilind li wê
derê temam bike û bi master û doktorayê û aboriyek baş bizivire welatê xwe.
Li
zanîngehê elmanî keçek bi dû wî dikeve û wî mêhvan dike û hînî laşê xwe û
vexwarina ereqê û narkotîkayê dike û ew êdî dibe kar û jiyana wî ya rojane. Ew
ji bo wê dev ji xwandina xwe, ji hevalên xwe, ji peywendîkirina bi jin û
kesûkarên xwe li welatê xwe ber dide. Û ji bo ku bikare narkotîkayê bi dest
bixe, êdî diziyan dike û narkotîkayê difiroşe û ji ber wan jî tê girtin û sê
salan di zîndanê da dimîne.
Di zîndanê
da û ji bo çareserkirina tiryakiyê, wî dewrî nexweşxaneyekê dikin û di dawiyê
da ew ji narokmaniyê rizgar dibe, lê nexweşiyeka giran lê peyda dibe. Ew ji
zîndanê derdikeve û bi sê kurdan ra di odeyekê da li kampekê dimîne û di
navbera wî û wan kurdan da û di nav wî bi xwe da jî axiftin li ser ya wan kirî
û ya bi serê wan hatî û çarenvîsa xwe çê dibe. Hizra vegerê li serê wî dide û
piştî gelek salên jê veqetiyanê peywendiyê bi malbata xwe li welatî dike, lê
nexweşiya giran rê nadeyê ew sax vegere nav malbata xwe û ew mirî tê zivirandin
bo goristaneka welatê xwe.
Em ji sê kurdên bi wî ra di odeyê; Asoyê ji Helebçe yê li ber kîmyayî keftî, Sammanê ji ber şerê birakujiyê revî û li derve rastî qimarê û deynan bûyî, Memoyê komunîst yê çî hizr û xewnên wî bicih nehatî, guhdariya serhatiya penaberbûna wan jî dikin
Ji romanê: “Ez
fêr bûm, mn daxwaz jê dikir, min hîvî jê dikirin heta hindek daba mn, ew jî li
bermaberî karekî mn bo kiriba, mn neşiya xwe li ser piya bigirim, xwîna min
hemî bû dermank”
ناڤێ کتێبێ: شەڤێن
سار
نڤیسکار: حەسەن
ئیبراهیم
وەشانخانە: ئێکەتیا
نڤیسەرێن کورد ل دهۆکێ
سالا وەشانێ: ٢٠٠٦
هەژمارا رووپەلان: ١٨٠
خهونا چوونا دهرڤه
و چهتنیێن پهنابهریێ و خهریبیا وهلاتی مژارا سهرهکی یا ڤێ ڕۆمانێ یه و گهلهک
پرسیار و پهیام ژێ دپهشن و ههستهک کو ههر ئاخهکێ خوهشی و نهخوهشیێن خوه
ههنه ژێ چێ دبە.
ئازاد خۆرتهکێ ژێهاتی
یه و گهلهک حهز ژ مالبات، کهسووکار، گوند و وهلاتێ خوه دکه و دخوازه خزمهتا
وان بکه و خهلکێ کو وی ناس دکه ژی گهلهک ژێ ب هێڤی یه. ئهو خواندنا خوه یا
ئهندازیاریێ تهمام دکه و دبه یێ یهکێ ل سهر زانینگههێن ههرێما کوردستانێ و
دبه خودان کار، ژن و دو زارۆک. لێ چاڤێن ئازادی ل یا چێترن و وێ چێتریێ د ئهورۆپایێ
دا دبینه. ئهو ب بهانهیا خواندنا بلند بهرێ خوه دده دهرڤه، ب هزرا کو ببه
پهنابهر و پاشی مالا خوه ژی ببه جهم خوه و خواندنا بلند ل وێ دهرێ تهمام
بکه و ب ماستهر و دۆکتۆرایێ و ئابۆریهک باش ڤە بزڤره وهلاتێ خوە.
ل زانینگههەکا ئهلمانی
کهچهک ب دوو وی دکهڤه و وی مێهڤان دکه و هینی لاشێ خوه و ڤهخوارنا ئهرهقێ
و نارکۆتیکایێ دکه و ئهو ئێدی دبه کار و ژیانا وی یا ڕۆژانه. ئهو ژ بۆ وێ دهڤ
ژ خواندنا خوه، ژ ههڤالێن خوه، ژ پهیوهندیکرنا ب ژن و کهسووکارێن خوه ل وهلاتێ
خوه بهر دده. و ژ بۆ کو بکاره نارکۆتیکایێ ب دهست بخه، ئێدی دزیان دکه و
نارکۆتیکایێ دفرۆشه و ژ بهر وان ژی تێ گرتن و سێ سالان د زیندانێ دا دمینە.
د زیندانێ دا و ژ بۆ
چارهسهرکرنا تریاکیێ، وی دهوری نهخوهشخانهیهکێ دکن و د داویێ دا ئهو ژ نارکۆمانیێ
ڕزگار دبه، لێ نهخوهشیهکا گران لێ پهیدا دبه. ئهو ژ زیندانێ دهردکهڤه و
ب سێ کوردان ڕا د ئۆدهیهکێ دا ل کامپهکێ دمینه و د ناڤبهرا وی و وان کوردان
دا و د ناڤ وی ب خوه دا ژی ئاخفتن ل سهر یا وان کری و یا ب سهرێ وان هاتی و
چارهنڤیسا خوه چێ دبه. هزرا ڤهگهرێ ل سهرێ وی دده و پشتی گهلهک سالێن ژێ ڤهقهتیانێ
پهیوهندیێ ب مالباتا خوه ل وهلاتی دکه، لێ نهخوهشیا گران ڕێ نادهیێ ئهو
ساخ ڤهگهره ناڤ مالباتا خوه و ئهو مری تێ زڤراندن بۆ گۆرستانهکا وهلاتێ خوە.
ئهم ژ سێ کوردێن ب
وی ڕا د ئۆدهیێ دا؛ ئاسۆیێ ژ ههلهبچه یێ کو بهر کیمیایی کهفتی، سامانێ ژ بهر
شهرێ براکوژیێ ڕهڤی و ل دهرڤه ڕاستی قمارێ و دهینان هاتی، مهمۆیێ کۆمونیست یێ
چ هزر و خهونێن وی بجهـ نههاتی، گوهداریا سهرهاتیا پهنابهربوونا وان ژی دکن.
ژ رۆمانێ:
"ئەز فێر بووم، من داخواز ژێ دکر، من هیڤی ژێ دکرن هەتا هندەک دابا من، ئەو
ژی لبەرامبەری کارەکی من بۆ کربا، من نەشیا خوە لسەر پیا بگرم، خوینا من هەمی بوو
دەرمانک".
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar