Vekolînek li ser destxeteka Mela Mehmûd Bayezîdî
JAN

»Maria Paradowska
Destnivîseka kurdî ji koleksiyonên August Kościesz Jabayî û giringîya wê bo etnografîya polonî
Wergera ji polonî: Sidqî Hirorî
Têbînî: Min ev vekolîna Maria Paradowskayê ji kovara Etnografia Polska (Rękopis kurdyjski ze zbiorów Augusta Kościeszy Żaby i jego znaczenie dla etnografii polskiej. Etnografia Polska 15/2 (1971) rûpel. 225 – 250), berg XV, deftera 2 ya sala 1971ê wegirtiye û ji polonî kir kurdî. Profesor Maria Paradowska (1932 – 2011) bispor bû di warê etnolojîyê de, mamosteya zanîngehê û birêvebera mûzexaneya Bambrów Poznańskich li bajarê Poznanê bû. Ew xwedîya gelek berhem û vekolînan e. Mînakên kurdî yên ji destxeta Bayezîdî yên çapa 1963yê ne ku Delîlo Îzolî (Hiseyn Yildiz) anîbû ser alfabêya latînî û di 1979ê de li Hollandayê çap kiribû. Min ev werger di 20.12.2010ê, bi çend beşan, di malpera Kulturnameyê de belav kiribû (Sidqî Hirorî)
Ji bo xwendina hemî nivîsê wek PDF li linką jêrîn bişidîne: