Di hembêza jiyanê da
Navê kitêbê: Di hembêza jiyanê da
Nivîskar:
Îman Nesret Berbiharî
Weşanxane:
Pertûkxaneya Nûrsîn
Çapxane:
Sala
weşanê: 2019
Hejmara
rûpelan: 179
Hedar xwendekara sala dawîyê ya xwendingeha mamostehîyê ye û
babê wê Salim û birayê wê Nizar bi çavekê nizim berê xwe didin keç û jianan. Ew
zayenda mê wek nezan û xizmetkarên navmalê dibînin û bi wî rengî jî reftarê li
gel dikin. Hedar ji ber vê dîtina wan diêşe û rastî arêşeyan jî dibe. Ji bo
nimûne bab û kur naxwzin ew ji mal derbikeve û bixwîne yan jî bab dixwaze ku ew
şû bi kesekê di temenê wî da bike. Lê her tim dayik û nemaze mamê wê Xalid û
dapîra wê li hawara wê dihên û piştevanîya wê dikin û rê li ber kiryarên babê
digirin.
Pirseka din jî ew e ku Hedar û pismamê wê Nizar hez ji hevûdu
dikin, lê her yek ji alîyê xwe ve û bisteh nakin evîna xwe ji yekûdu ra aşkera
bikin. Lê rojekê Hedar li mala mamê xwe dikeve nav odeya Nizarî û di defterkeka
wî da dibîne ku wî tê da nameyên evîndarîyê jê ra
nivîsandine. Hosa em li dawîyê dizanin ku ew jinûmêrên hevûdu ne û xwedî zarok
in.
Rewşen hevala xwendingehê ya Hedarê ye û rola wê di vê
berhemê da wek eqlê selîm e. Ew wek genceka misilman dixwaze dînê îslamê li ber
kesên derdora xwe şirîn bike. Ji bo nimûne ew ya ku serkol bû, dersokê bi kar
diîne û hewil dide ji yên din ra diyar bike ku bikarînana dersokê ji bo
veşartina pora keçê û jinê baş e û fermaneka quranê ye. Heta ew bi heman şirove
û zelalkirinên xwe yên dînî bab û birayê Hedarê qayil dike ku ew dev ji
serreqîya xwe ya li hember jinan berdin û ew paşî şû bi Nizarî dike.
Motîva dînî di deqî da zal e, lê bi rêya beşdarbûna malbata
Hedarê û û ya mamê wê di pîrozkirina cejna xristiyanan da li mala Jûhenayî,
cîranê mamê Hedarê, qebûlkirina yên din jî dihê berçav kirin.
Piranîya beşên kitêbê bi şîretekê yan hizr û zelalkirinekê li ser wê ya ku dê
bihê gotin dest pê dikin.
د
هەمبێزا ژیانێ دا
ناڤێ کتێبێ: د هەمبێزا ژیانێ دا
نڤیسکار: ئیمان نەسرەت بەربهاری
وەشانخانە: پەرتووکخانەیا نوورسین
چاپخانە:
سالا وەشانی: ٢٠١٩
هەژمارا رووپەلان: ١٧٩
ههدار خواندهکارا سالا داوییێ یا خوهندنگهها مامۆستههییێ
یه و بابێ وێ سالم و برایێ وێ نزار ب چاڤهکێ نزم بهرێ خوه ددن کچ و ژانان. ئهو
زایهندا مێ وهک نهزان و خزمهتکارێن ناڤمالێ دبینن و ب وی ڕهنگی ژی ڕهفتارێ ل
گهل دکن. ههدار ژ بهر ڤێ دیتنا وان دئێشت و ڕاستی ئارێشهیان ژی دبت. ژ بۆ
نموونه باب و کور ناخوازن ئهو ژ مال دهربکهڤت و بخوینت یان ژی باب دخوازت کو
ئەو شوو ب کهسهکێ د تهمهنێ وی دا بکت. لێ ههر تم دایک و نهمازه مامێ وێ
خالد و داپیرا وێ ل هاوارا وێ دهێن و پشتهڤانییا وێ دکن و ڕێ ل بهر کریارێن بابێ
دگرن.
پرسهکا دی ژی ئهوه کو ههدار و پسمامێ وێ نزار حهز ژ
ههڤودو دکن، لێ ههر یهک ژ ئالییێ خوه ڤه و بستههـ ناکن ئهڤینا خوه ژ یهکودو
ڕا ئاشکهرا بکن. لێ ڕۆژهکێ ههدار ل مالا مامێ خوه دکهڤت ناڤا ئۆدهیا نزاری و
د دهفتهرکهکا وی دا دبینت کو وی تێ دا نامهیێن ئهڤیندارییێ ژێ ڕا نڤیساندنه.
هۆسا ئهم ل داوییێ دزانن کو ئهو ژنومێرێن ههڤودو نه و خودان زارۆکن.
ڕهوشهن ههڤالا خواندنگههێ یا ههدارێ یه و ڕۆلا وێ
د ڤێ بهرههمێ دا وهک عهقلێ سەلیمه. ئهو وهک گهنجهکا مسلمان دخوازت دینێ
ئیسلامێ ل بهر کەسێن دهردۆرا خوه شرین بکت. ژ بۆ نموونه ئهو یا کو سهرکۆل
بوو، دهرسۆکێ ب کار دئینت و ههول ددت ژ یێن دی ڕا دیار بکت کو بکارئینانا دهرسۆکێ
ژ بۆ ڤهشارتنا پۆرا کچێ و ژنێ باشه و فهرمانهکا قورئانێ یه. ههتا ئهو ب ههمان
شرۆڤه و زهلالکرنێن خوه یێن دینی باب و برایێ ههدارێ قاییل دکت کو ئهو دهڤ ژ
سهرڕهقییا خوه یا ل ههمبهر ژنان بهردن و ئهو پاشی شوو ب نزاری دکت.
مۆتیڤا دینی د دهقی دا زاله، لێ ب ڕێیا بهشداربوونا مالباتا
هەدارێ و یا مامێ وێ د پیرۆزکرنا جهژنا خرستیانان دا ل مالا یوحهنایی، جیرانێ
مامێ ههدارێ، قهبوولکرنا یێن دی ژی دهێت بهرچاڤ کرن. پرانییا بهشێن کتێبێ ب
شیرهتهکێ یان هزر و زهلالکرنهکێ ل سهر وێ یا کو دێ بهێت گۆتن دهست پێ دکن.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar