Navê kitêbê: Îvlîn yan ”Zivrîna Eştarê”
Nivîskar: Tehsîn Navişkî
Weşanxane: Pirtûkxaneya Cizîrî
Çapxane: Li Tehranê
Sala weşanê: 2020
Hejmara rûpelan: 325
Di tevnekê balkêş yê vebêjîyê da kesa serekî ya vê romanê serhatiya xwe bi rêya vîdyoyan ji keça xwe ra vedigêre û keç jî bi çîrokeka nivîskî bersiva pirs û gumanên dayikê dide û rastiya xwe berçav dike.
Îvlîn û Oşana keç û kurekê kirîstiyan in, ew li zanîngeha Bexdayê yekûdu nas dikin û hez ji hev dikin û hevjînîyê pêk diînin. Piştî xwendina xwe dizivirin Kurdistanê û li gundê Îvlînê yê bi navê Gundokê yê ser bi nahiya Bajêrokê binecih dibin.
Wekî gelek xelkî, Oşana jî dihê hinartin bo berokên şerî li dijî Îranê û qet venagere û wekî berzebûyekê şerî dihê hisêbkirin. Îvlînê ya ku ji Oşnayî ducan bûbû, gelek hez ji mêrê xwe dikir û bi wendabûna wî pir diêşe. Ji bilî wê jî ew diekve bin gefa mêrên çavbirsî yên ku dixwazin destdirejîyê bikin ser wê.
Her li gundokê qeşeyê ku wê ew wekî babê xwe didît gefa lê dike eger ew bi ya wî neke dê ew hetka wê di nav xelkî da bibe. Lê ew xwe bi dest wî ve bernade û ji xwe re karekî li nahiya Bajêrokê peyda dike û her roj ji bo karî diçe û dihê û di dawiyê da mala xwe bi yekcarî vediguhêze Bajêrokê. Lê li bajêrokê jî zelamên ser bi asayişa Sedamî yên wek Reqîb Xetab, Ferec, Merdan Oxlo yên çavbirsî dev jê bernadin û givaşan diêxin ser wê û heta carekê wê digirin jî, ji bo ku ew bi wan re seksê bike, lê ew bi her halekî xwe ji wan diparêze.
Di nava xema berzebûna mêrî, zordariya desthilata sedamî û bêdengiya xelkî li hember wê ya dihê serê wê, ew li şofêrê teksiyê yê misilman Aqarî aşiq dibe. Herçend Aqar bi jin bû, lê herdu gelek nêzîkî yekûdu dibin û jiyaneka dildarîyê bi veşarkê pêk ve diborînin. Aqar ajanekê du alî bû, hem bi pêşmergeyan û hem jî bi dewletê ra kar dikir.
Carekê çend pêşmerge li ser destê dewletê dihên kuştin û Aqar dibe cihê gumana pêşmergeyan û ew wî digrin. Piştî çend mehan ew direve û xwe radestê dewletê li Bajêrokê dike. Lê dewlet piştî demekî wî digire û bo hetahetayê li Ebu Xirêb zîndan dikin. Heta hîngê jî dilê Îvlînê li dû wî bû û bi hevala xwe Yonyayê re diçû seredana wî li zîndanê. Paşî Aqar dihê berdan, lê ew êdî mirovekê nesax e û hişê xwe ji dest daye û li ser cehde û kolanên bajêrokê dijî. Îvlîn di wan gavan da jî hez jê dike û hewil dide jê re alîkar be, heta wê roja ku tirimbêlek lê dixe û ew jî bo hetahetayê ji nav jiyana wê berze dibe.
Trêza, keça Îvlînê mezin bûye û xwendina xwe timam kiriye û mêr û zarokek heye û halê wê gelek xweş e. Lê dayika wê jê bi gazinde ye ku ew xiyanetê li mêrê xwe dike û bi hevalên wî û kesekê pîr re seksê dike. Trêza bersiva wan axiftinên dayika xwe yên di wan vîdyoyan da bi çîrokeka nivîskî bi navê Zivirîna Eştarê dide û dîtina wê berûvajî ya dayikê ye û heta vegêranên dayika xwe jî bi hemî ve rast nabîne.
Ev roman gelek cîrokan di nav xwe hembêz dike, wek ya doktor Necîbî û çûna wî bo derve, ya Yonyaya bi ser 30 saliyê da û bê mêr mayî, ya Sebriyayê jina Ehmed Beyomîyî û gelekên din. Her li gel vegêranê û serhatiyên Îvlînê em li ser gelek bûyerên wan deman haydar dibin, wekî zordariya desthilata sedamî û dûvelankên wan, berxwedana pêşmergeyan, şerê Îraq Îranê û paşî yê Kuweytê û azadkirina Kuweytê, serhildan û koça milyonî, herêma aram, hilbijartin, şerê navxwe û nemana Sedamî.
Herweha gelek zanyariyên şûnwarnasî û dîrokî derbareyê krîstiyanîyê û hatina katolîkîyê bo nav Nistorîyan û girêdana di navbera şaristanîya mîtanîyan û yên dormandorê Kurdistanê da.
ناڤێ
کتێبێ: ئیڤلین یان "زڤڕینا ئەشتارێ"
نڤیسکار:
تەحسین ناڤشکی
وەشانخانە:
پرتووکخانەیا جزیری
چاپخانە:
ل تەهرانێ
سالا
وەشانێ: ٢٠٢٠
هەژمارا
رووپەلان: ٣٢٥
د تهڤنهکێ بالکێش یێ ڤهبێژییێ دا کهسا سهرهکی یا ڤێ ڕۆمانێ سهرهاتیا خوه ب ڕێیا ڤیدیۆیان ژ کهچا خوه ڕا ڤهدگێره و کهچ ژی ب چیرۆکهکا نڤیسکی بهرسڤا پرس و گومانێن دایکێ دده و ڕاستیا خوه بهرچاڤ دکه.
ئیڤلین و ئۆشانا کهچ و کورهکێ کرستیانن، ئهو ل زانینگهها بهغدا یهکودو ناس دکن و حهز ژ ههڤ دکن و ههڤژینییێ پێک دئینن. پشتی خوهندنا خوه دزڤرن کوردستانێ و ل گوندێ ئیڤلینێ یێ ب ناڤێ گوندۆکێ یێ سهر ب ناحیا باژێرۆکێ بنهجهـ دبن.
وهکی گهلهک خهلکی، ئۆشانا ژی دهێ هنارتن بۆ بهرۆکێن شهری ل دژی ئیرانێ و قهت ڤهناگهرە و وهکی بهرزهبوویهکێ شهری دهێ حسێبکرن. ئیڤلینایا کو ژ ئۆشانایی دوجان بووبوو گهلهک حهز ژ مێرێ خوه دکر و ب وهندابوونا وی پر دئێشه. ژ بلی وێ ژی ئهو دکەڤه بن گهفا مێرێن چاڤبرسی یێن کو دخوازن دهستدرێژیێ بکن سهر وێ.
ههر ل گوندۆکێ قهشهیێ کو وێ ئەو وهکی بابێ خوه ددیت گهفا لێ دکه ئهگهر ئهو ب یا وی نهکه دێ ئهو ههتکا وێ د ناڤ خهلکێ دا ببه. لێ ئهو خوه ب دهست وی ڤه بهرناده و ژ خوه ڕا کارهکی ل ناحیا باژێرۆکێ پهیدا دکه و ههر ڕۆژ ژ بۆ کاری دچه و دهێ و د داویێ دا مالا خوه ب یهکجاری ڤهدگوهێزه باژێرۆکێ. لێ ل باژێرۆکێ ژی زهلامێن سهر ب ئاسایشا سهدامی یێن وهک ڕهقیب خهتاب، فهرهج، مهردان ئۆخلۆ یێن چاڤبرسی دهڤ ژێ بهرنادن و گڤاشان دئێخن سهر وێ و ههتا جارهکێ وێ دگرن ژی، ژ بۆ کو ئهو ب وان ڕا سهکسێ بکه، لێ ئهو ب ههر حالهکی خوه ژ وان دپارێزه.
د ناڤا خهما بهرزهبوونا مێری، زۆرداریا دهستهلاتا سهدامی و بێدهنگیا خهلکی ل ههمبهر وێ یا دهێ سهرێ وێ، ئهو ل شۆفێرێ تهکسیێ یێ مسلمان ئاقاری عاشق دبه. ههرچهند ئاقار ب ژن بوو، لێ ههردو گهلهک نێزیکی یهکودو دبن و ژیانهکا دلداریێ ب ڤهشارکێ پێک ڤه دبۆرینن. ئاقار ئاژانهکێ دو ئالی بوو، ههم ب پێشمهرگهیان و ههم ژی ب دهولهتێ ڕا کار دکر.
جارهکێ چهند پێشمهرگه ل سهر دهستێ دهولهتێ دهێن کوشتن و ئاقار دبه جهێ گومانا پێشمهرگهیان و ئهو وی دگرن. پشتی چهند مههان ئهو درهڤه و خوه ڕادهستێ دهولهتێ ل باژێرۆکێ دکه. لێ دهولهت پشتی دهمهکی وی دگره و بۆ ههتاههتایێ ل ئهبو غرێب زیندان دکن. ههتا هینگێ ژی دلێ ئیڤلینێ ل دوو وی بوو و ب ههڤالا خوه یۆنیایێ ڕا دچوو سهرهدانا وی ل زیندانێ. پاشێ ئاقار دهێ بهردان، لێ ئهو ئێدی مرۆڤهکێ نهساخه و هشێ خوه ژ دهست دایه و ل سهر جههده و کۆلانێن باژێرۆکێ دژی. ئیڤلین د وان گاڤان دا ژی حهز ژێ دکه و ههول دده ژێ ڕا ئالیکار به، ههتا وێ ڕۆژا کو ترمبێلهک لێ دخه و ئهو ژی بۆ ههتاههتایێ ژ ناڤ ژیانا وێ بهرزه دبه.
ترێزا، کهچا ئیڤلینێ مهزن بوویه و خوهندنا خوه تمام کریه و مێر و زارۆکهک ههیه و حالێ وێ گهلهک خوهشه. لێ دایکا وێ ژێ ب گازنده یه کو ئهو خیانهتێ ل مێرێ خوه دکه و ب ههڤالێن وی و کهسهکێ پیر ڕا سهکسێ دکه. ترێزا بهرسڤا وان ئاخفتنێن دایکا خوه یێن د وان ڤیدیۆیان دا ب چیرۆکهکا نڤیسکی ب ناڤێ زڤڕینا ئهشتارێ دده و دیتنا وێ بهرووڤاژی یا دایکێ یه و ههتا ڤهگێرانێن دایکا خوه ژی ب ههمی ڤه ڕاست نابینه.
ئهڤ ڕۆمان گهلهک جیرۆکان د ناڤ خوه دا ههمبێز دکه، وهک یا دۆکتۆر نهجیبی و چوونا وی بۆ دهرڤه، یا یۆنیایا ب سهر ۳۰ سالیێ دا و بێ مێر مایی، یا سهبریایێ ژنا ئهحمهد بهیۆمییی و گهلهکێن دن. ههر ل گهل ڤهگێرانێ و سهرهاتیێن ئیڤلینێ ئهم ل سهر گهلهک بوویهرێن وان دهمان هایدار دبن، وهکی زۆرداریا دهستهلاتا سهدامی و دووڤهلانکێن وان، بهرخوهدانا پێشمهرگهیان، شهرێ عیراق و ئیرانێ و پاشی یێ کووهیتێ و ئازادکرنا کووهیتێ، سهرهلدان و کۆچا ملیۆنی، ههرێما ئارام، هلبژارتن، شهرێ ناڤخوه و نهمانا سهدامی.
ههروهها گهلهک زانیاریێن شوونوارناسی و دیرۆکی دهربارهیێ کریستیانیێ
و هاتنا کاتۆلیکیێ بۆ ناڤ نستۆرییان و گرێدانا د ناڤبهرا شارستانیا میتانیان و
یێن دۆرماندۆرێ کوردستانێ دا.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar