Navê
kitêbê: Dawiya şervanekî
Nivîskar:
Ismet Mihemed Bedel
Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê
Sala weşanê: 2005
Hejmara rûpelan: 113
Ev roman ji bilî vegêrana çîroka kesekî û evîna wî ya bo
keçekê û bo welat û miletekî û êşana derûnî ya şervanekê bêzarbûyî ji rewşa
heyî, herweha qonaxa şoreşê û piştî şoreşê û gendeliya berbelav bi zimanekê
xweş û rehwan û vegêraneka hunerî û balkêş gotûbêj dike. Her çi qas ew di 2005ê
da hatibe nivîsîn, lê her wek behsê îro û her wextekê dî dike.
Kovan xortek e li gel dayûbab û xwîşka xwe li bajêrî dijît û
xwendinkar e û herweha evîndarê keçekê ye bi navê Viyan, lê zordariya rijêmê
berê wî dide kurdîniyê û tevlî rêxistineka nihînî dibe û azadiya milet û welatî
dibin armancên wî yên serekî di jiyanê da. Demê hindek ji hevalên rêxistina wan
ya nihênî tên girtin, ew û hevalê xwe Serbest û bê ku dilbera xwe Viyanê û malbata
xwe pê bihesîne diçin çiya û dibin pêşmerge.
Ew di pêşmergetiyê da weha têgehişt ku ev şoreş û xebata wan
ji bo azadkirina gel û welatî ye û paşî ji miletê wî ra çêkirina peşerojeka tijî
dadmendî û wekheviyê ye û vê çendê hêz dida wî ku di xebatê da berdewam be û wî
xwe û hemî tiştê heyî kir qurbana wê armancê. Enfal bi ser da hatin û keft nav
kempa penaberiyê û hevalê wî Serbestî ji wê derê rêya derve girt, lê wî man li
wê derê hilbijart û ew piştî serhildanê zivirî nav xelk û bajêrê xwe.
Ew bi hîvî bû ku dê qonaxa bicihînana soz û armancên şoreşê piştî
wê dest pê bike û dê xewn û hîviyên wî û hemî xelkê di avakirina welat û
civakeka wekhev û dadmend ku qanûn tê da semyan be bicih bihên û ew her ji bo
wê armancê û her bi wê germiya pêşmergetiyê dibe kadir li baregehê partiya xwe li
bajêrî. Lê her tişt wekî gotî nabe û ew pê diêşe ku hevalên wî yên duhî pê re
li çiya bûn, îro li ber çavên wî karên neqanûnî dikin, zêdegaviyan dikin û kes
wan ranawestîne û siza nade û ew ji wê nerehet dibe, rexne dike û helwêstî nîşan
dide û dibêje divê kesên weha bihên sizadan, heke ne, dê ev bibe diyardeyeka berbelav
û malxerabker û dê ji dest derbikeve. Lê kes guh nade wî û jê dixwazin ew jî bibe
kopiyeka wan û ew nikare wê bike û bê hîvî dibe û dev ji kadiryê ber dide û tenêtî
û bêhîvîbûn û westiyan ji her tiştî wî dorpêç dike. Kovan di wê rewşa tengav da
li hîviyekê digerhe ku xwe pê rabigire û Viyan, ya ku gelek hez jê dikir û hêj
hez jê dike û çend sal in nedîtiye hat hizra wî û geryana li dû wê hêzek û hîviyeka
nû da wî.
Xwîşka wî dixwest ew bi Xurbeta hevala wê ra bizewice û ew
hêj bi hîvî bû ku dê Viyanê bibîne û ew bi wê hizrê bû ka ew çawa herdem di
hizra wî da ye, ew jî hêj li qurneteka wê dunyayê li benda wî ye. Heta ku hevalê
wî Serbestî yê ku ji derve bi seredan hatibû welatî, ew gazî kirî ser nîşaniya
xwe û dezgira xwe û ew li wê ahengê Viyanê dibîne, lê bi mêr û zarok. Êdî her
wê rojê û demê li gel xwîşka xwe û hevala wê Xurbetê ji ahenga nîşaniya
Serbestî derkeftin û her li cem xwîşka xwe pirsiyar ji hevala wê Xurbetê kir ka ew
dikare roja dû ra dayika xwe bişîne xazgîniyên wê û bi erêkirina wê keçê roman
bi dawî tê.
Ji rûpelê 19: ”erê hûn hizrê di hndê da dikin, demê dgehin
armancê dê pşitî hîngê çi kin, dê çewa jîn, dê çi sîstemî bo birêvebirina
civakî bi kar înin, dê çewa serederiyê digel wê qonaxê kin. Eha eve ew roj ya
dêt, ji nû tu xwe ji refê veder dikî, tu yê dibînî çewa çavê hemuwan li
destkeftan e û şûna tu jî li behra xwe bigerî, ji nû rûdinî, bê kar û
destkeftî, ...”
ناڤێ کتێبێ: داویا
شەرڤانەکی
نڤیسکار: عسمەت
محەمەد بەدەل
وەشانخانە: ئێکەتیا
نڤیسەرێن کورد ل دهۆکێ
سالا وەشانێ: ٢٠٠٥
هەژمارا رووپەلان: ١١٣
ئهڤ ڕۆمان ژ بلی ڤهگێرانا
چیرۆکا کهسهکی و ئهڤینا وی یا بۆ کهچهکێ و بۆ وهلات و ملهتهکی و ئێشانا دهروونی
یا شهرڤانهکێ بێزاربوویی ژ ڕهوشا ههیی، ههروهها قۆناغا شۆرهشێ و پشتی شۆرهشێ
و گهندهلیا بهربهلاڤ ب زمانهکێ خوهش و ڕههوان و ڤهگێرانهکا هونهری و
بالکێش گۆتووبێژ دکه. ههر چ قاس ئەڤ بەرهەما وێژەیی د ٢٠٠٥ێ دا هاتبه نڤیسین، لێ ههر
وهک بهحسێ ئیرۆ و ههر وهختهکێ دی دکە.
کۆڤان خۆرتهکە ل
گهل دایووباب و خویشکا خوه ل باژێری دژیت و خوهندنکاره و ههروهها ئهڤیندارێ
کهچەکێ یه ب ناڤێ ڤیان، لێ زۆرداریا ڕژێمێ بهرێ وی دده کوردینیێ و تهڤلی ڕێخستنهکا
نهینی دبه و ئازادیا ملهت و وهلاتی دبن ئارمانجێن وی یێن سهرهکی د ژیانێ دا.
دهمێ هندهک ژ ههڤالێن ڕێخستنا وان یا نهێنی تێن گرتن، ئهو و ههڤالێ خوه سهربهست
و بێ کو دلبهرا خوه ڤیانێ و مالباتا خوه پێ بحهسینه دچن چیا و دبن پێشمهرگه.
ئهو د پێشمهرگەتیێ
دا وهها تێگههشت کو ئهڤ شۆرهش و خهباتا وان ژ بۆ ئازادکرنا گهل و وهلاتی یه
و پاشی ژ ملهتێ وی ڕا چێکرنا پاشهرۆژهکا تژی دادمهندی و وهکههڤیێ یه و ڤێ
چهندێ هێز ددا وی کو د خهباتێ دا بهردهوام به و وی خوه و ههمی تشتێ ههیی
کر قوربانا وێ ئارمانجێ. ئهنفال ب سهر دا هاتن و کهفت ناڤ کهمپا پهنابهریێ و
ههڤالێ وی سهربهستی ژ وێ دهرێ ڕێیا دهرڤه گرت، لێ وی مانا ل وێ دەرێ هلبژارت
و ئهو پشتی سهرهلدانێ زڤری ناڤ خهلک و باژێرێ خوە.
ئهو ب هیڤی بوو کو
دێ قۆناغا بجهئینانا سۆز و ئارمانجێن شۆرهشێ پشتی وێ دهست پێ بکه و دێ خهون و
هیڤیێن وی و ههمی خهلکێ د ئاڤاکرنا وهلات و جڤاکهکا وهکههڤ و دادمهند کو
قانوون تێ دا سهمیان به بجهـ بهێن و ئهو ههر ژ بۆ وێ ئارمانجێ و ههر ب وێ گهرمیا
پێشمهرگەتیێ دبه کادر ل بارهگههێ پارتیا خوه ل باژێری. لێ ههر تشت وهکی گۆتی
نابه و ئهو پێ دئێشه کو ههڤالێن وی یێن کو دوهی پێ ڕا ل چیا بوون، ئیرۆ ل بهر
چاڤێن وی کارێن نهقانوونی دکن، زێدهگاڤیان دکن و کهس وان ڕاناوهستینه و سزا
ناده و ئهو وی نهرهحهت دکه، ڕهخنه دکه و ههلوێستی نیشان دده و دبێژه دڤێ
کهسێن وهها بهێن سزادان، ههکه نه، دێ ئهڤ ببه دیاردهیهکا بهربهلاڤ و
مالخهرابکهر و دێ ژ دهست دهربکهڤه. لێ کهس گوهـ ناده وی و ژێ دخوازن ئهو
ژی ببه کۆپیهکا وان و ئهو نکاره وێ بکه و بێ هیڤی دبه و دهڤ ژ کادریێ بهر
دده و تهنێتی و بێهیڤیبوون و وهستیان ژ ههر تشتی وی دۆرپێچ دکه. کۆڤان د وێ ڕهوشا
تهنگاڤ دا ل هیڤیهکێ دگهرهه کو خوه پێ ڕابگره و ڤیان، یا کو گهلهک حهز ژێ
دکر و هێژ حهز ژێ دکه و چهند سالن نهدیتیه هات هزرا وی و گهریانا ل دوو وێ هێزهک
و هیڤیهکا نوو دا وی.
خویشکا وی دخوهست
ئهو ب غوربهتا ههڤالا وێ ڕا بزهوجه و ئهو هێژ ب هێڤی بوو کو دێ ڤیانێ ببینه
و ئهو ب وێ هزرێ بوو کا ئهو چاوا ههردهم د هزرا وی دا یه، ئهو ژی هێژ ل
قورنهتهکا وێ دونیایێ ل بهندا وی یه. ههتا کو ههڤالێ وی سهربهستی یێ کو ژ
دهرڤه ب سهرهدان هاتبوو وهلاتی، ئهو گازی کری سهر نیشانیا خوه و دهزگرا
خوه و ئهو ل وێ ئاههنگێ ڤیانێ دبینه، لێ ب مێر و زارۆک. ئێدی ههر وێ ڕۆژێ و
دهمێ ل گهل خویشکا خوه و ههڤالا وێ غوربهتێ ژ ئاههنگا نیشانیا سهربهستی دهرکهفتن
و ههر ل جهم خویشکا خوه پرسیار ژ ههڤالا وێ غوربهتێ کر کا ئهو دکاره ڕۆژا دوو ڕا
دایکا خوه بشینه خازگینیێن وێ و ب ئهرێکرنا وێ کهچێ ڕۆمان ب داوی تێ.
ژ رووپەلێ ١٩:
"ئەرێ هوون هزرێ د هندێ دا دکن، دەمێ دگەهن ئارمانجێ دێ پشتی هینگێ چ کن، دێ
چەوا ژین، دێ چ سیستەمی بۆ برێڤەبرنا جڤاکی بکارئینن، دێ چەوا سەرەدەریێ دگەل وێ
قۆناغێ کن. ئەها ئەڤە ئەو رۆژ یا دئێت، ژ نوو تو خوە ژ رەفێ ڤەدەر دکی، تو یێ
دبینی چەوا چاڤێ هەمووان ل دەستکەفتانە و شوونا تو ژی ل بەهرا خوە بگەری، ژ نوو
روودنی، بێ کار و دەستکەفتی، ..."
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar