fredag 12 juni 2020

Kurê Safa Re’nayê

Navê kitêbê: Kurê Safa Re’nayê

Nivîskar: Enwer Mihemed Tahir

Weşanxane: Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê

Sala weşanê: 2012

Hejmara rûpelan: 258

Bi kurdî û vegêraneka xweş şer û encamên şerî û çarenivîsa mirovan tê da, rewşa xelkê Kurdistanê ya kembax û dagîrkerên şerxwaz, hemî di navbera duhî û evro di vê romanê da li ber çavên xwendevanî tê raxistin.

Rehmanê kurê Husênî yê digotinê kurê Safa Re’nayê zanîngeh timam kiribû, jin û keç û kurek hebûn û wî serdemî Îraqê şerek bi navê Qadisiya Seddamî li dijî Îranê dest pê kiribû û zelam bi darê zorê dibirine berokên şerî. Husênî nexwest ji leşkeriyê bireve û jina xwe bi zarokên sava ra ji bajêrî bibe çiya û hizir kir xwe ji bo wan bike qurban û biçe leşkeriya Îraqê û heke hat û zanî dê wî bibin eniya şerî û bû havîn dê ew ji wî şerê ne jê û ne tê bireve û bi malbata xwe ra biçe nav pêşmergeyan. Lê ba li gor dilê gemîvanî nehat û hêza ew bi çend kurdan ra tê da hat veguhastin bo berokê pêşiyê yê şerî û hêrişa Îranê bi ser wan da hat û kes jê rizgar nebû, yan hatin kuştin yan jî birîndar û êxsîr kirin. Ew jî birîndar û êxsîr dibe û nav û hejmara wî ya leşkerî li qada şerî dimîne.

Ew ji aliyê Îraqê ve wekî şehîdê Qadisiya Sedamî tê hisêb kirin û sindirîkekê dişînin mala wî qaşo cendekê wî tê da ye, lê bi fermana dewletê nabe kes sindirîkê veke û her girtî û bi amadebûna malbat û kesûkarên wî, ew li bajêrê wî tê veşartin. Ji xema mirina wî dayika wî dimire û piştî çend salan jina wî û ji bo xudankirina zarokên xwe şû dike û keça wî mezin dibe û şû dike û kurê wî jî mezin bûye û neviyiyên wî hene. Lê haya wî ji vê hemiyê nîne û ew di wan hemî salan da wekî girtiyan, li gel êxsîrên din yên wekî xwe birîndar yan nexweş li Îranê di ordîgehekî da ne û haya wî ji derve nîne.

Paşî ew bi rêya xaça sor tê berdan û vedigere bajêrê xwe û nav xelkê xwe yê ew pir jê xerîb, lê ne bajêr ew bajêr e, yê wî berî çendîn salan hêla bû, bajêr mezin bûye û xelk wî nas nakin û bawer nakin Husên, yê ku berî çend salan hatiye kuştin û wan taziya wî kiribû, dîsan sax bûye. Ya li cem wî ji hemiyê kembaxtir ew bû ku jina wî niha ne ya wî ye û mêrê xwe heye û nkare wê bibîne. Ew di nav wê têkçûna derûnî û wê gêjevankê da û enfal bi ser wan da tê û rev ber bi sinoran dest pê dike û ew jî bi zaro û neviyan ra berê xwe didin bakûr û dikevin ber hovîtiya cendirmeyên tirk û rezaleta nav kempên aliyê din da. Di dawiyê da, hevlaekê wî yê zaroktî û leşkeriyê ji Ewropayê tê û li kempê lê dibe xudan û alîkariya wî bo çûna Ewropayê dike û ew jî pê razî dibe, bi înyeta ku ew li wê derê zarok û neviyên xwe bi dû xwe ve bibe Ewropayê. Em li dûmahiyê kurê Safa Re’nayê di paporekê da dibînin û ew di wê tirsê da ye neku rojava jî wekî rojhilatê be.

Gelek çeq û ta ji vê serhatiya kurê Safa Re’nayê diçin û gelek wêneyên balkêş ji civaka kurdewariyê û xesletên kesên wê bala xwendevanî dikêşin û bi taybetî wextê ew tê bajêrî û diçe çayxaneya Eliyê Hemoyî û xelk hemî li dor wî xirve dibin û ew li wê derê li ser ya qewimî haydar dibe û sohbet û pirs û plan ji wir, bo çarenivîsa wî dest pê dikin.

Ji rûperê 141: Belê eva dihête gotin û vecwîn hemî siyasetmedar nanê xo pê dixwin. Hemî bi navê îman û xudê van cengan dişarînin, heçku xudê gotî ev mirovê min giyan û ruh dayê, berxên hewe ne, çi demê heza hewe lê bît vekujin.

 

ناڤێ کتێبێ: کورێ سافا ره‌عنایێ

نڤیسکار: ئه‌نوه‌ر محه‌مه‌د تاهر

وه‌شانخانه‌: ئێکه‌تیا نڤیسه‌رێن کورد ل دهۆکێ

: ٢٠١٢سالا وه‌شانێ 

هه‌ژمارا رووپه‌لان: ۲٥۸

ب کوردی و ڤه‌گێرانه‌کا خوه‌ش شه‌ر و ئه‌نجامێن شه‌ری و چاره‌نڤیسا مرۆڤان تێ دا، ره‌وشا خه‌لکێ کوردستانێ یا که‌مباخ و داگیرکه‌رێن شه‌رخواز، هه‌می د ناڤبه‌را دوهی و ئه‌ڤرۆ د ڤێ رۆمانێ دا ل به‌ر چاڤێن خوه‌نده‌ڤانی تێ راخستن.

ره‌حمانێ کورێ حوسێنی یێ دگۆتنێ کورێ سافا ره‌عنایێ زانینگه‌هـ تمام کربوو، ژن و که‌چ و کوره‌ک هه‌بوون و وی سه‌رده‌می عیراقێ شه‌ره‌ک ب ناڤێ قادسیا سه‌ددامی ل دژی ئیرانێ ده‌ست پێ کربوو و زه‌لام ب دارێ زۆرێ دبرنه‌ به‌رۆکێن شه‌ری. حوسێنی نه‌خوه‌ست ژ له‌شکه‌ریێ بره‌ڤه‌ و ژنا خوه‌ ب زارۆکێن ساڤا را ژ باژێری ببه‌ چیا و هزر کر خوه‌ ژ بۆ وان بکه‌ قوربان و بچه‌ له‌شکه‌ریا عیراقێ و هه‌که‌ هات و زانی دێ وی ببن ئه‌نیا شه‌ری و بوو هاڤین دێ ئه‌و ژ وی شه‌رێ نه‌ ژێ و نه‌ تێ بره‌ڤه‌ و ب مالباتا خوه‌ را بچه‌ ناڤ پێشمه‌رگه‌یان. لێ با ل گۆر دلێ گه‌میڤانی نه‌هات و هێزا ئه‌و ب چه‌ند کوردان را تێ دا، هات ڤه‌گوهاستن بۆ به‌رۆکێ پێشیێ یێ شه‌ری و هێرشا ئیرانێ ب سه‌ر وان دا هات و که‌س ژێ رزگار نه‌بوو، یان هاتن کوشتن یان ژی بریندار و ئێخسیر کرن. ئه‌و ژی بریندار و ئێخسیر دبه‌ و ناڤ و هه‌ژمارا وی یا له‌شکه‌ری ل قادا شه‌ری دمینه.‌

ئه‌و ژ ئالیێ ئیراقێ ڤه‌ وه‌کی شه‌هیدێ قادسیا سه‌دامی تێ حسێب کرن و سندریکه‌کێ دشینن مالا وی، قاشۆ جه‌نده‌کێ وی تێ دا یه‌، لێ ب فه‌رمانا ده‌وله‌تێ نابه‌ که‌س سندریکێ ڤه‌که‌ و هه‌ر گرتی و ب ئاماده‌بوونا مالبات و که‌سووکارێن وی، ئه‌و ل باژێرێ وی تێ ڤه‌شارتن. ژ خه‌ما مرنا وی دایکا وی دمره‌ و پشتی چه‌ند سالان ژنا وی و ژ بۆ خودانکرنا زارۆکێن خوه‌ شوو دکه‌ و که‌چا وی مه‌زن دبه‌ و شوو دکه‌ و کورێ وی ژی مه‌زن بوویه‌ و نه‌ڤییێن وی هه‌نه‌. لێ هایا وی ژ ڤێ هه‌میێ نینه‌ و ئه‌و د وان هه‌می سالان دا وه‌کی گرتیان، ل گه‌ل ئێخسیرێن دن یێن وه‌کی خوه‌ بریندار یان نه‌خوه‌ش ل ئیرانێ د ئۆردیگه‌هه‌کی دا نه‌ و هایا وی ژ ده‌رڤه‌ نینه.‌

پاشی ئه‌و ب رێیا خاچا سۆر تێ به‌ردان و ڤه‌دگه‌ره‌ باژێرێ خوه‌ و ناڤ خه‌لکێ خوه‌ یێ ئه‌و پر ژێ خه‌ریب، لێ نه‌ باژێر ئه‌و باژێرە، یێ وی به‌ری چه‌ندین سالان هێلا بوو، باژێر مه‌زن بوویه‌ و خه‌لک وی ناس ناکن و باوه‌ر ناکن حوسێن، یێ کو به‌ری چه‌ند سالان هاتیه‌ کوشتن و وان تازیا وی کربوو، دیسان ساخ بوویه‌. یا ل جه‌م وی ژ هه‌میێ که‌مباختر ئه‌و بوو کو ژنا وی نها نه‌ یا وی یه‌ و مێرێ خوه‌ هه‌یه‌ و نکاره‌ وێ ببینه‌. ئه‌و د ناڤ وێ تێکچوونا دەروونی و وێ گێژه‌ڤانکێ دا و ئه‌نفال ب سه‌ر وان دا تێ و ره‌ڤ به‌ر ب سنۆران ده‌ست پێ دکه‌ و ئه‌و ژی ل گەل زارۆ و نه‌ڤیان به‌رێ خوه‌ ددن باکوور و دکه‌ڤن به‌ر هۆڤیتیا جه‌ندر‌مەیێن ترک و ره‌زاله‌تا ناڤ که‌مپێن ئالیێ دن دا. د داویێ دا، هه‌ڤالە‌کێ وی یێ زارۆکتی و له‌شکه‌ریێ ژ ئه‌ورۆپایێ تێ و ل که‌مپێ لێ دبه‌ خودان و ئالیکاریا وی بۆ چوونا ئه‌ورۆپایێ دکه‌ و ئه‌و ژی پێ رازی دبه‌، ب ئینیه‌تا کو ئه‌و ل وێ ده‌رێ زارۆک و نه‌ڤیێن خوه‌ ب دوو خوه‌ ڤە ببه‌ ئه‌ورۆپایێ. ئه‌م ل دووماهیێ کورێ سافا ره‌عنایێ د پاپۆره‌کێ دا دبینن و ئه‌و د وێ ترسێ دا یه‌ نه‌کو رۆژاڤا ژی وه‌کی رۆژهلاتێ به.‌

گه‌له‌ک چه‌ق و تا ژ ڤێ سه‌رهاتیا کورێ سافا ره‌عنایێ دچن و گه‌له‌ک وێنه‌یێن بالکێش ژ جڤاکا کورده‌واریێ و خەسلەتێن که‌سێن وێ بالا خوه‌نده‌ڤانی دکێشن و ب تایبه‌تی وه‌ختێ ئه‌و تێ باژێری و دچه‌ چایخانه‌یا عه‌لیێ حه‌مۆیی و خه‌لک هه‌می ل دۆر وی خرڤه‌ دبن و ئەو ل وێ دەرێ ل سەر یا قەومی هایدار دبە و سۆحبه‌ت و پرس و پلان ژ ور، بۆ چاره‌نڤیسا وی ده‌ست پێ دکن.

ژ رووپه‌رێ ۱٤۱: "به‌لێ ئه‌ڤا دهێته‌ گۆتن و ڤه‌جوین هه‌می سیاسه‌تمه‌دار نانێ خۆ پێ دخون. هه‌می ب ناڤێ ئیمان و خودێ ڤان جه‌نگان دشارینن، هه‌چکو خودێ گۆتی ئه‌ڤ مرۆڤێ من گیان و روح دایێ، به‌رخێن هه‌وه‌ نه‌، چ ده‌مێ حه‌زا هه‌وه‌ لێ بیت ڤه‌کوژن."


torsdag 11 juni 2020

Kurd di weşanên polonî de

Pirsgirêka kurdî di lêkolînên polonî yên qonaxa piştî şerî (salên 1945-1969-ê) de.
Werger ji polonî: Sidqî Hirorî


                                         »Maria Paradowska (1932 – 2011)

Di naverasta sala 1969-ê de, pirtûka nivîskarê kurd A. R. Qasimloyî (Kurdistan û kurd), ku ji mêj ve behsa wê dihat kirin, ji weşana wê ya Pragê ya îngilîzî hat wergerandin bo polonî û gehişt bo ser teqiçkên pirtûkfiroşiyan (1). Vê xebata lêkolînvaniyê gelek dengdana xwe heye û ji ber egerên cuda dibe cihê dilxweşiyê. Ev yekemîn lêkolîna berfireh e bi zimanê polonî li ser pirsgirêka kurdî piştî van çend salên paş şerê Cîhanî yê Duyem. Ji ber hindê û li gel qelsiyên tê de, bi taybetî di warê zanyariyên etnografîk de, ev pirtûka Qasimloyî berhemekê buhadar yê weşandî ye. Her weha ew bêguman wê valahiya di nav lîteratura polonî de li ser vê pirsê heyî pir nake, lê nebûna lêkolînên li ser pirsgirêka kurdî, çi yên nivîskarên polonî û çi yên wergerandî ji lîteratura mişe di vî warî de, ji nivîskarên rûs û Sovyetê, çi nivîskarên îngilîz, elman, çi jî fransî, weha dike ku ev wergera pirtûka A. Qasimloyî, ya li jor binavkirî bi pilyeka bilind bihête hilsengandin.

Ji bilî nivîsine di hinek kovar û weşanên heyamkî (peryodîk) yên polonî de û bi terzekî ji terzan di xebatên mezintir de yên girêdayî pirsgirêkên deverên Rojhilata Navîn, em, di lîteratura polonî ya zanistî û ya giştî de, ya piştî şerî, pêrgî çi xebatên lêkolînvaniyê yên mezin li ser jiyan û kultura kurdan nabin. li gel berfirehbûna pûtedana hem zanistî û hem jî grupên mezin yên xwendevanên polonî bi kultura miletên neewropî, nebûna lêkolînan li ser grupên etnîk yên cuda li deverên rojhilata erebî mîna kurdan, bêguman cihê pirsiyar û pêdaçûnê ye. Kultur û rewiştên balkêş û gelek elementên tradisyonê yên kevnar ku di nav kurdan de heta roja îro hatine parastin, babetên baş in ji bo vekolandinê.

Ku mirov temaşayî berhemên çapkirî bike, dê bibîne ku ev pirs li Polonyayê kêm naskirî ye. Di rojnameyên rojane û heftenameyan de, dengûbas bi nûçeyên biçûk, ku bi awayekê serekî li ser rewşa kurdan ya siyasî bûn, dihatin weşandin. Ew nûçe jî di piraniya xwe de li ser kurdên Îraqê bûn, ji ber gelşa wan bi desthilatdarên Îraqê re (2). Nûçeyên rojnamevanî derbarê kurdên ku di nav sinorê Îranê de dijîn gelek kêm bûn û li ser rûniştivanên kurd li Tirkiyeyê û Sûriyeyê bi yekcarî nebûn.

Her wekî dihêt zanîn axa Kurdistanê di navbera van herçar dewletan  de dabeşkirî ye. Piştî şerê Cîhanî yê Yekem, di egera sîstema hêzên siyasî û berî her tiştî hilweşiyana Împeratoriya Osmanî de, rê li ber kurdan, bo bicihanîna daxwazên xwe yên azadîxwaz ku wan bi sedan salan xebata çekdar ji bo kirî û di sedsala 19-ê de bi hêz ketin, vebû. Lê her di encama şerê Cîhanî yê Yekem de Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê de hat dabeş kirin. Di ser vê parçekirinê re, hesta neteweyî ya hêzdar û girêdan bi ziman û rewişt û tîtalan ve, bûn egera xebateka berdewam ji pêxemetî pêkanîna dewleta xwe. Lihevhatina aştiyê li gel Tirkiyeyê li tebaxa sala 1920-ê li Sevreyê qala damezrandina Kurdistaneka serbixwe ya pêkhatî ji deverên kurdî yên Îraqê û Tirkiyeyê kir, lê ev pilan nehat bicihanîn.

Li deverên erebî yên Rojhilatê, kurd, ku serhejmara wan nêzîkî 7 milyonan e, grupeka etnîk ya serbixwe ye -bi koka xwe îndoewropî ne- diyalektekê nêzîkî yê îranî bi kar diînin. Xwe hêj koka wan ya etnîk bi duristî nehatiye vekolandin. Kudan, li gel kartêkirinên mezin yên milletên cîran li ser wan, cudahiya xwe ya kulturî di hinek warên jiyanê de, bi taybetî di warê avakirinê û di cil û bergan de, li gor dewrûbera xwe ya geografîk parast. Wan, di warê peywendiyên civakî, zanebûna gelêrî û baweriyan de, bêtir elementên xwemalî li nik xwe parastine. Ev bêtir peywendîdar e bi kurdên Îraqê û Îranê, ji ber ku pirtirîn xelkê kurd li van herêman dijît. Kurdên ku li Suriyeyê dijîn grupeka biçûk in, ji çend deh hezar kesan pêk dihên û kurdên Tirkiyeyê ji ber politîka helandinê, ji aliyê hikûmeta wê dewletê ve, bi xelkê tirk dihêne naskirin.

Piştî şerê Cîhanî yê Duyem, li Polonyayê, kêm nivîs li ser kurdan hatin weşandin. Her wekî min gotî, di wî warî de çi xebatên serbixwe yên mezin nebûn. Yên hebûn jî valahiyeka biçûk di lîteratura girêdayî vî babetî de digirin. Di nav wan de nivîs hene girêdayî babetên dîrokî-siyasî û geryannameyan û her wesa behsa lêkolînên geografîk li wan deverên ku kurd lê xwecih in dikin. Ji bilî nivîsên di kovaran de, nûçeyên biçûk li ser van pirsên ku me elaqetdar dikin, di karên mezintir û babetberfirehtir de dihên dîtin. Nivîsên gerok û lêkolînvanên polonî yên sedsala 19-ê li ser Kurdistanê ku careka din hatine çapkirin, balkêş in.

Dema mirov behsa nivîsên dîrokî-siyasî bike divêt mirov li berahîkê navê nivîsa A. Bartnickiyî li ser dîroka kurdan û xebata wan ji bo rizgarbûnê bîne (3). Ew nivîs mezintirîn xebata lêkolînvaniyê ye, ku bi zimanê polonî li ser wan pirsan, piştî şerê Cîhanî yê Duyem hatiye belav kirin. Bartnicki bi dûr û dirêjî behsa serhatiyên milletê kurd dike û bêtir li ser xebata kurdan û çend serhildanên wan yê çekdar, ku bo berevanîkirinê ji welatê xwe, bi dirêjiya çend salan kirine, radiweste. Herwesa ew di nivîsa binavkirî de gelek cihî dide bizavên kurdan yê dîplomatî li gel Civata Milletan piştî şerê Cîhanî yê Yekem, ku mebest jê damezrandina dewleta kurdî ya otonomî bû û herweha diçe ser behsa pirsgirêkên serhildanên kurdên Îraqê û Îranê yên vê dawiyê. Ew pir kêm li ser kultura kurdan û bi awayekê serekî li ser koçerî û peywendiyên eşîrîniyê û binasên neyarîniya di navbera hinek eşîran de dinivîse.

Li ser xebata kurdan ji bo rizgarbûnê G. Wojciechowski (4) reportajeka kurt heye, tê de ji bilî wesifkirina hinek eşîrên kurdan, daxwazên kurdên Îraqê di serhildana Hezîrana 1963-yê de berçav dike. Her girêdayî vî babetî, J. Dziedzica (5) jî li ser xebata rizgarîxwaz ya kurd di salên 1968/1969-an de radiweste û tê de kurdan wekî kêmaniyeka neteweyî li Îraqê li qelem dide.

Li ser kultura kurdên Îraqê du nivîs hatin belav kirin. ew jî geroknameyên (reportajên gerokî) yên J. Lichodziejewskiyî ne (6). Piştî çend salan ew reportaj bi awayekê berfirehtir, wekî beşeka pirtûka wî Piaskem w oczy “Toz di çavan de -wergêr.” hatin belav kirin. J. Lichodziejewski piştî şoreşa Qasimî wekî delegatê teknîkî yê daîm yê Navenda Bazirganiya Derve “Cekop” çû Îraqê û bi hezkirina xwe çû deverên kurdî bo dîtina wan. Ji ber ku ew bi xwe li wê derê bû, behsên wî dîrekt in û dema mirov wan dixwîne hest bi rastîniya wan wesifkirinan dike. Ji bilî rawestaneka kurt li ser dîroka kurdan û rewşa wan ya geografîk, nivîskar bi dûr û dirêjî behsa tiştine ji jiyana rojane û rewişt û tîtalên kurdên Îraqê dike. Ew gelek cihî dide wesfa bajar û gundên tê re derbas dibe, koçeran, cil û bergên wan, xwarin û vexawrinên wan û serhatiyên girêdayî koka kurdan.

Nivîsên peywendîdar bi geryanên polonî ve bo çiyayên Bilind, ku deverên kurdî jî  digirin, beşekê bi serê xwe ne. M. Popko (7) ku qala geryana xwe dike û bi taybetî di nivîsa xwe ya duyem de, ji bilî berçavkirina desketiyên xwe yên alpinistîk, parçe parçe hinek rastiyên jiyan û rewiştên kurdan li herêmên Tirkiyeyê tomar dike. Ew bêtir giringiyê dide kincan û xwarinê û herweha tiştên ku kurd diçînin û heywanên ku ew bi xwedî dikin û wan bi nav dike.

Li dûmahiya berçavkirina nivîsan, hêjayî hindê ye em wan helbestên kurdî yên hilbijartî ku ji aliyê etnografên fransî ve hatibûn belav kirin û Z. Stolarkî (8) ji zimanê fransî kiribûn polonî bi bîr bînin. Em bi xêra hindê şiyan şîira gelêrî ya bedew, ya pirî nazikiya hestan û kulturê, şîira ku heta roja me ya îro mayî, nas bikin.

Grupeka din pêk dihêt ji nivîsên li ser pirsên herêmên Rojhilata Navîn, ku mirov dikare di wan de agahdariyên girêdayî kurdan peyda bike. Helbet lêkolînên ku bi şêweyê pirtûkên geografyayê derdikevin, wesfa Kurdistanê dikin û herweha gelek zanyariyan di warê pirsên aborî-geografî yên vê herêmê jî didin (9). Mirov ji rexekê din ve dikare pûteyî bide xebatên dîrokî-siyasî ku tê de nivîskar li ser pirsgirêkên peywendîdar bi tekoşîna miletê kurd ji bo  serxwebûnê radiwestin (10). Divêt em li vê derê biçin ser behsa nivîsên gerokî-reportajîk ku ji aliyê J. Lichodziejewski û K. Dziewanowskiyî (11) ve hatibûn kirin. Di nivîsa J. Lichodziejewskiyî de, di warê zanyariyên li ser kurdan de, madeyeka mişe cih girtiye, lê pirtûka K. Dziewanowskiyî reportajeka rojnamevanî ya nimûneyî ye, diçe ser behsa problemên girêdayî bikarxistina neftê li deverên Kerkûk û Mûsilê û herweha rewşa saxlemiyê û pûtedanê bi tenduristiyê li wan deveran.

Divêt navê wergera geroknameya G. Bidwellî (12) bihête gotin. Bidwell di salên 1945/46-an li Rojhilata Navîn geriyabû û wî di bîranînên xwe de hinek tişt ji kultura kurdan dest nîşan kirine û wî bêtir giringî daye ser koçeriyê û ketina koçeran bo nav jiyana akincîbûnê. J. Leliwa (13) di pirtûka xwe ya navincî de babetê kurdan vedike û bi rengekê serekî li ser pirsa xebata azadîxwaza kurdan li Îraqê û dîroka wan radiweste. Dema mirov bixwaze li ser pirsa kurd di xebatên bi polonî nivîsandî di qonaxa piştî şerî de rabiweste divêt mirov destnivîs û nivîsên lêkolînvanên polonî yên sedsala 19-ê yên dubare çapkirî bide berçavan. Mebesta min li vê derê berî hemîyan nivîsên K. Brzozowskiyî û destnivîsa W. JabLonowskiyî ne.

Beşek ji nivîsên K. Brzozowskiyî yên ku di gelek kovaran de belavbûyî, T. Brzozowskayê (14) di pirtûka xwe di beşa bi navê “Belqan, Kurdistan, Mezopotamya” de civandine serhev. Tiştên ku di vê beşê de ne, peywendîdar in bi geryanên K. Brzozowskiyî li çiyayên Kurdistanê li sala 1869-ê. Egera ku ev nivîs bêtir dibin cihê balkêşiyê jî ew e ku nivîskarê wan wekî yekemîn lêkolînvanê ewropî li ser Kurdistanê û çêtirîn şehrezayê wan deveran di zanista cîhanî ya nîva duyê ji sedsala 19-ê de hatiye naskirin. T. Brzozowskayê bes hinek parçe, yên peywendîdar bi biografî û geografiyê ji nivîsên K. Brzozowskiyî hilbijartine û bala xwe nedaye ser parçeyên etnografî. Ev ziyaneka mezin e, ji ber ku K. Brzozowski di nivîsên xwe de gelek agahdariyan di warê jiyana koçerî ya eşîrên kurdan û kerekterê wan yê şervaniyê dide, behsa çandina dexlî û fêqî û texlîtên xwarinên kurdî yên ku li cem wî xelkî dihatin çêkirin dike. Ew di hinek nivîsên xwe de behsa avakirinê dike û bêtir serincê dide ser avakirina bajarên mezin, mîna Kifrî yan Silêmaniyê. Herweha zanyariyan li ser cil û bergên kurdan, hem yên mêran û hem yên jinan dide. Di nivîsên K. Brzozowskiyî çend agahdarî li ser peywendiyên civakî, zanîna gelêrî û baweriyên kurdan hene (15).

W. Jablonowski jî her bi wî şêweyî diçe ser behsa vê pirsê û hinek parçe jê di sala 1967-ê de (16) hatin weşandin. Di xebateka ku armanc jê nasandina çarenivîsa mişextên polonî li Tirkiyeya Osmanî û bi awayekê giştî li Rojhilata Navîn bû, ji wê materyala berfireh û mişe bes hinek parçe hatin weşandin. Ev jî ne di qazanca materyala etnografîk de bû ku di destxeta vî nivîskarî de bi dewlemendî cih girtiye. W. Jablonowski ji sala 1866-ê û heta mirina xwe li sala 1894-ê wekî bijîşkekî di xizmeta leşkerê tirkî di Tirkiyeya Osmanî de bû û ew di wê mana xwe de çend mehan li deverên kurdî li Îraqê û Îranê geriya. Ew di bîranînên xwe yên bi hûrgilî, tiştên balkêş li ser xelkê kurd jî dinivîse. Bes beşek ji wan di berhemên li silal binavkirî de hatin weşandin. Xwe zanyariyên di destxetê de, hindî bibêjî buhadar in, ji ber ku ew ji jêdereka bijare ya polonî ne û li ser kurdan in. Ji ber ku W. Jablonowski bi xwe di nav wan de jiya, lewma şiya kultura kurdan binase û weha şiya xanî, cil, xwarin, navgînên veguhastinê, hinek rewiştan û hindekê ji jiyana civakî (17) baş wesif bike.

Materyalên etnografîk yên sedsala 19-ê yên li ser kurdan ku ji aliyê gerok û lêkolînvanên polonî ve hatibûn civandin, hêj li benda şirovekirin û li ser rawestiyana rexnegiran in. Di wê serdemê de  bêtir li ser biografiya wan poloniyan ji destketiyên wan di warê lêkolînên etnografî de rawestiyabûn (18).       

Derketina wergera polonî ya pirtûka A. R. Qasimloyî, di demekê de ku berhemên polonî -çi yên xwemalî û çi yên wergerandî- di warê lêkolînan de li ser kurdan û li ser tradisyonên kevnar tê de pir kêm, karekê hêja û mezin e. Xwe ev pirtûk valahiya heyî pir nake. Gelek tişt jê kêm in û kerekterê pirtûkê yê siyasî-ekonomî bûye egera sinorkirina çendînî û çawaniya materyalê etnografî tê de. Xwe A. Qasimlo di pêşgotina pirtûka xwe de diyar dike ku ew dixwaze problemên kurdî yên hevçerx bi dîtineka siyasî deyne ber çavên xwendevanan. Û ew bi wê dîtinê ye ku ev dabeşbûna Kurdistanê di navbera çend dewletan de dikare, ji ber wekheviya dîrokê, bi awayekê taybetî ji xwendevanê polonî re niyas be. Nivîskar dibîne ku gelek tiştên hevbeş di dîroka herdu milletan de , yê kurd û yê polonî de hene.

Pirtûka navbirî bi awayekê serekî li ser jiyana kurdên hevdem û xebata wan sexmeratî azadiya neteweyî û mafên wan di nav wan dewletên ku tê de dijîn radiweste. Ne bes dîroka kurdan,  lê herweha ravekirineka dirêj jî ji bo rewşa kurdan ya siyasî û civakî ya hevçerx li Îran, Îraq, Tirkiye, Sûriye û Sovyetê pêşkêş dike. Ev pirtûk di babetê xwe û di vî warî de bêguman karekê gelek buhadar û yekane ye. Lê mirov nikare wê gotina nivîskarî erê bike ya ku bi rengekê giştî dixwaze weha bide zanîn ku kêm vekolîn -di warê lîteratura cîhanî de- li ser problema kurdî hatine kirin (19). Hema ya berî her tiştekî vê gotinê nepejirîne bibliografiya wan lêkolînên li ser kurdan e (20) ku li sala 1963-ê li Moskvaya hatibû weşandin û tê de navên nêzîkî 3 hezar lêkolînên girêdayî vê pirsê hatine dest nîşan kirin û bêguman ev ne hemî nivîsên girêdayî vê pirsgirêkê ne.

Pirtûka Qasimloyî ji sê beşan pêk dihêt; beşa yekem kurtiyeka pirsên geografî-dîrokî yên Kurdistanê ye, ya duyem berçavkirineke bo rewşa aborî û beşa sêyem li ser pirsgirêka kurdî di vê nûdemê de ye. Nivîskar di beşa yekem de diçe ser behsa geografiya deverê, xwecih û rûniştivan, ol, ziman û lîteratur, xwendin û sxbêrîjêkirina bijîşkîniyê. Paşî kurtiyeka dîrokî û li dawiyê jî dabeşkirina Kurdistanê ya dawiyê berçav dike. Beşa duyem ku li ser rewşa aborî ye, ronahiyê dixe ser rewşa aborî û sexletên wê yên giştî, astê berhema çandin û avdanê û herweha kurtiyeka dîroka civaka kurd û formên sexbêrîjêkirina axê û formên baca bingehîn. Her di vê beşê de zanyarî li ser struktura civakî û astê jiyana xwecihên gundan, problemên pîşesazî, bazirganî û fînansekirinê û herwesa derxistina neftê li herêmên kurdî û cihê wê di aboriya neteweyî de.  Di beşa sêyem de, bi awayekê berfireh, pirsgirêka kurdî ya hevçerx dihêt şirove kirin li gel destnîşankirina peywendiya vê pirsgirêkê û mafê miletan bo biryardanê li ser çarenivîsa xwe û xebata kurdan ji bo otonomiyê li Kurdistana Îraqê.

Ev berçavkirina pirtûkê ya giştî bo van pirrsan her li ser wê demê ye ya ku pirtûk tê de dihat nivîsandin. Ji bilî zanyariyên geografî-dîrokî-siyasî, tu dikarî di beşa sêyem de hûrgiliyên herî balkêş yên peywendîdar bi pirsên kurdan yên aborî bibînî. Berî hemûyan jî struktura sîstema eşîrîtiyê û pêşdeçûna wê, tex texkirna komelayetî ya xwecihên kurd, wesifkrina avdanê li wan herêman û pirsgirêka avê di çandina kurdî de tê de hatiye berçav kirin. Qasimlo, herweha, gelek zanyariyan li ser metodên wecdîtinê ji axê di çarçoveya sîstema xwegirêdana texên cotyaran yên hejar bi xwediyên erd û milkên mezin ve dide û herwesa tiştên ku dihêne çandin bi nav dike. Xuya ye ku tiştên bi taybetî balkêş in ew agahdariyên rastîn in li ser peywendiyên civakî yên rûniştivanên Kurdistanê.

Bêguman pirrtûka A. Qasimloyî ew armanc ya ku nivîskarî di nivîsandina wê de li ber çavên xwe deynayî bi cih aniye û bêguman dê ev pirtûk, ji lêkolînên din re, materyalekê buhadar û arîkar be. Lê ji ber kerekterê wê yê yekhêlî; siyasî-ekonomî û ji ber nebûna pêdaçûnan di warê kulturê de hem ya materyal û hem jî -pîçek- ya komelayetî û ji ber herweha nebûna zanyariyan di warê zanîna gelêrî û baweriyên xelkê kurd de, pirtûk ne pirr dilxweşker e.

Di lîteratura polonî, hem ya zanistî û hem jî ya giştî de, nebes di qonaxa piştî şerî de, lê herweha di dûmahiya sedsala 19-ê û destpêka sedsala 20-ê de, çi xebatên nivîskî yên mezin ku li ser pirsgirêkên kurdî rabiwestin nînin. Evca divêt bihête gotin ku derkeftina berhemeka weha, bona ku di naskirina kultura milletê kurd de ji me re arîkar be, pêwîst e. Ew pirsgirêkên herî balkêş jî yên ku hêjayî lêkolînê ne, bêguman dê problemên koka kurdan, xesletên xwemalî û derveyî di kultura wan de û herweha guhertinên kulturî yên hevçerx li vê deverê bin.

Çavkanî:
1. Abdul Rahman Ghassemlou, Kurdistan i kurdowie. Warszawa 1969.
2. Berê xwe bide, bo nimûne “
Trybuna Ludu“, “Zycie Warszawy“, “GLos Wielkopolskim” û rojnameyine din.
3.
Andrzej Bartnicki, Kurdowie. “Mowia Wieki” 1966, R. IX, nr. 3-5.
4.
Grzegorz Wojciechowski, Znow wojna w Kurdystanie. “DookoLa Swiata” 1963, R. X, nr. 27, rûpel 4-5; herweha berê xwe bide Ogien w gorach. “Swiat” 1963, R. XIII, nr. 31, rûpel 8-9; Juri Boczkariew. Kurdowie u progu wolnosci. “Widnokregi” 1960, nr. 10, rûpel 98-100.
5.
Jan Dziedzic, Kraj dwoch rzek. “Kontynenty” 1969, nr. 3 (62), rûpel 16-19.
6.
Jerzy Licodziejewski, Na spotkanie Kurdystanu, û Na przeLeczy Rawanduz. “DookoLa Swiata” 1962, R. IX, nr. 12 û 13.
7.
Maciej Popko, Na Araracie, û W gorach Cilo Dag. “Poznaj Swiat” 1968, R. XVI, nr 1 (182) û 2 (183).
8.
Zbiegniew Stolarek, Wybor wierszy kurdyskich. “Kultura” 1963, nr 5, rûpel 6-7.
9. Berê xwe bide, bo nimûne
Kraje i morza pozaeuropejskie. Geografia fizyczna, li bin serperiştiya prof. E. Neef, Warszwa 1959; yan J. Baker, Odkrycia i wyprawy geograficzne. Warszawa 1959. Herweha pêwîst e li vê derê navê xebata K. Moszynski, Ludy pasterskie, Krakow 1953, bihête anîn, ku tê de nîvrûpeleka nûçeyên kurt li ser kurdan heye.
10.
Marek Gdanski, Arabski Wschod. Warszwa 1963; yan jî Lukasz Hirszowicz, III Rzesza i Arabski Wschod. Warszawa 1963.
11.
Jerzy Lichodziejewski, Piaskiem w oczy. Warszawa 1964; Kazimierz Dziewanowski, Mahomet i puLkownicy. Warszawa 1963.
12.
George Bidwell, Szlakiem karawan. Warszawa 1956.
13.
Jerzy Leliwa, Irak wczoraj i dzis. Warszawa 1964.
14.
Teresa Brzozowska, Strzelba, turban i pioro. Warszawa 1966. Çîrokek e li ser Karol Korab-Brzozowskiyî.
15. Berê xwe bide
M. Paradowska, Karol Brzozowski - podroznik i badacz Bliskiego Wschodu. “Etnografia Polska”, bergê XI, 1967, rûpel 208-223.
16.
WLadysLaw JabLonowski, Pamietnik z lat 1851-1893, berhevkirina J. FijaLek, WrocLaw-Warszawa-Krakow 1967.
17. Berê xwe bide
M. Paradowska, Rekopis W. Jablonowskiego i jego znaczenie dla historii etnografii polskiej. “Etnografia Polska”, bergê XII, 1968, rûpel 162-172.
18. Berê xwe bide, bo nimûne
Jan Rejchman, Karola Brzozowskiego wejscie w r. 1869 na Pirr Omar Gudrun (2588 m). “Wierchy” 1964, R. XXXII, rûpel 119-129; herweha Z niezananych kart orientalistyki polskiej XIX w.; Polscy badacze jezyka i folkloru Kurdow. “Przeglad Orientalistyczny” 1969, nr 1 (69), rûpel 49-59; Stefan Przeworski, Z polskich badan naukowych w Azji Zachdniej. Szkice z dziejow polsiej orientalistyki, Warszawa 1957. Herweha berê xwe bide nivîsên li ser biyaniyên ku lêkolîn li ser kurdan kirine, mîna Franciszek Machalski, Wspomnienie o Bazylim Nikitinie. “Przeglad Orientalistyczny” 1961, nr 2, rûpel 217-220.
19.
A. R. Ghassemlou 1969, berhevkirin û pêşgotina W. Skuratowicz, rûpel 7.
20.
Bibliografia po kurdoviedeniju, Moskva 1963.

Têbînî: Min ev nivîsa Maria Paradowskayê (Problematyka kurdyjska w polskich opracowaniach okresu powojennego ( lata 1945-1969) / LUD 1970 t.54), ku di kovara etnografîk ya polonî “Lud”, bergê 54-ê yê sala 1970-ê de hatibû weşandin ji polonî kiriye kurdî. Profesor Maria Paradowska dîroknas û bispor di warê etnologiyê de, endama Akademiya polonî ya zanistan û xwediya gelek kitêb û lêkolînan e. Ev werger di hejmara 23-ê ya kovara Nûdemê di 1997-ê de belav bûbû. (Sidqî Hirorî)

-----------------------------------

Nivîskar: Maria Paradowska
Weşandin: 2008-12-15

© 2009 Kulturname

onsdag 10 juni 2020

Hîzar di werçerxana da (2)

Navê kitêbê: Hîzar di werçerxana da (2)

Nivîskar: Sindis Nihêlî

Weşanxane: Çapxaneya Parêzgeha Dihokê

Sala weşanê: 2014

Hejmara rûpelan: 120


Ev berdewamiya bergê yekê yê Hîzar di werçerxana da ye û babetê herî zal ragehandina dewleta Kurdistanê û hest û hizrên Hîzarê yên di wî warî da ne.

Xwendevan pê dizane ku Hîzar ya ku piştê wergirtina teza doktorayê ji Emerîkayê vegeriyabû başûrê Kurdistanê, mamosteya zanîngehê ye, wê ji Akoyî kurek bi navê Rastî dibe. Ako û ew ji hev vediqetin û Ako yê pêşmerge di şerê li hember Daişê da şehîd dibe.

Hîzar gelek di xema Kurdistanê da ye û çareseriyê di dewletbûnê da dibîne, lê bawer nake ew armanc bi gendeliya heyî bicih bihê. Ew bi wê baweriyê ye xebata dewletbûnê bê serokekê efrît sernagire û ew wê çendê di kesê Tengezarî da dibîne. Tengezar yê ku hemî jiyê xwe bi xebata serxwebûnê ra derbaz kiriye, dest bi şoreşa rewşenbîrî dike û sûnd dixwe ku ew dê dewleta Kurdistanê rabigehîne.

Tengezar, di 2020.03.21 da soza xwe bicih tîne û dewletê radigehîne û roman bi axiftina Tengezarî ya dewletragehandinê ji bo xelkê amadebûyî bi dawî tê.

Ji rûperê 37: ”… em yên mayne bi dev û lêvên êkve ji bo post û kursîk û baqên piyên jinan, vîlayên serên girên bilind û bi deh donem ve sîmekirî û misatehekirî …”

 

ناڤێ کتێبێ: هیزا د وەرچەرخانا دا (٢)

نڤیسکار: سندس نهێلێ

وەشانخانە: چاپخانەیا پارێزگەها دهۆکێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٤

هەژمارا رووپەران: ١٢٠

 

ئەڤ بەردەوامیا بەرگێ یەکێ یێ هیزاد د وەرچەرخانا دا یە و بابەتێ هەری زال راگەهاندنا دەولەتا کوردستانێ و هەست و هزرێن هیزارێ یێن د وی واری دا نە.

خوەندەڤان پێ دزانە کو هیزار، یا کو پشتی وەرگرتنا تەزا دۆکتۆرایێ ژ ئەمەریکایێ ڤەگەریابوو باشوورێ کوردستانێ، مامۆستەیا زانینگەهێ یە، وێ ژ ئاکۆیی کورەک ب ناڤێ راستی دبە. ئاکۆ و ئەو ژ هەڤ ڤەدقەتن و ئاکۆ یێ پێشمەرگە د شەرێ ل دژی داعشێ دا شەهید دبە.

هیزار گەلەک د خەما کوردستانێ دا یە و چارەسەریێ د دەولەتبوونێ دا دبینە، لێ باوەر ناکە ئەو ئارمانج ب گەندەلیا هەیی بجهـ بهێ. ئەو ب وێ باوەریێ یە؛ خەباتا دەولەتبوونێ بێ سەرۆکەکێ ئەفریت سەرناگرە و ئەو وێ چەندێ د کەسێ تەنگەزاری دا دبینە. تەنگەزار یێ کو هەمی ژیێ خوە ب خەباتا سەرخوەبوونێ را دەرباز کریە، دەست ب شۆرەشا رەوشەنبیری دکە و سووند دخوە کو ئەو دێ دەولەتا کوردی رابگەهینە.

تەنگەزار، د ٢٠٢٠.٠٣.٢١ێ دا سۆزا خوە بجهـ تینە و دەولەتێ رادگەهینە و رۆمان ب ئاخفتنا تەنگەزاری یا دەولەتراگەهاندنێ یا ژ بۆ خەلکێ ئامادەبوویی ب داوی تێ.

ژ رووپەرێ ٣٧: "... ئەم یێن ماینە ب دەڤ و لێڤێن ئێکڤە ژ بۆ پۆست و کورسیک و باقێن پیێن ژنان، ڤیلایێن سەرێن گرێن بلند و ب دەهـ دونەم ڤە د سیمەکری و مساتەحەکری..."

tisdag 9 juni 2020

Hîzar di werçerxana da(1)

Navê kitêbê: Hîzar di werçerxana da(1)

Nivîskar: Sindis Nihêlî

Weşanxane: Çapxaneya Xanî

Sala weşanê: 2013

Hejmara rûpelan: 274


Ev yekemîn roman e ku jinek li başûrê Kurdistanê bi kurdiya kurmancî û bi herfên erebî dinivîse. Mijarên serekî yên wê trajediya miletê kurd e, dagîrkeriya Kurdistanê û mafê serxwebûna wê ye û herweha nakokiyên di nav hêzên serekî yên kurdan da û gendelî ya zal di nav desthilatê da.

Hîzar ji bo xwandina Doktorayê diçe Amerîkayê û têza xwe li ser dewletbûna Kurdistanê pêşkêş dike. Herçend ew gelek ji welatê xwe dûr e lê bîrgeha wê ew qas ji wê, ya li welatê xwe dîtî pir e, ku nikare di her tiştî û gotina di hawîrdora xwe da, wê hemî neheqî û derdeseriyê yên bi serê xelk û welatê wê da hatine nebîne.

Weha xwendevan li gele Hïzarê û vegêranên wê paşda digerin bo demê ew li lîseyê û xebata wê ya birînpêçiyê di nav pêşmergeyan da, hatina enfalan, girtina wê û ew hemî hovîtî û azarên wê û yên pê ra, ji jin û keçan li ser destên reşekên Seddamî dîtine, serhildan, reva milyonî, veger û hilbijartin û çêbûna hikûmeta kurdî heta şerê birakujiyê û gendelî ya di desthilatê da belavbûyî.

Xwendevan di vê romanê da zêdebarî naskirina bûyerên dîrokî û xembar yên Kurdistanê, gelek çîrok û serhatiyên kesên vê kitêbê nas dike; wekî serhatiya Hïzarê û ya bi serê wê û malbata wê hatî û çîroka mêrê wê Akoyî, herweha ya bi serê Mela Baqî di demê serhildanê da hatî û çîroka Şevînê û nihêniya mêrê wê û gelekên din, jibilî azirandina gelek pirsiyaran derbareyê rewşa niha ya Kurdistanê û siberoja wê.

Ji rûpela 42: ”Qeda bi hewe bikevin zelam, erê hizar qeda, hwîn hemî êxsîrên leşê jinê ne.”


 

ناڤێ کتێبێ: هیزار د وه‌رچه‌رخانا دا (١)

نڤیسکار: سندس نهێلی

وه‌شانخانه‌: چاپخانه‌یا خانی

سالا وه‌شانێ: ۲۰۱۳

هه‌ژمارا رووپه‌لان: ۲۷٤

ئه‌ڤ یه‌که‌مین رۆمانە‌ کو ژنه‌ک ل باشوورێ کوردستانێ ب کوردیا کورمانجی و ب حه‌رفێن عه‌ره‌بی دنڤیسه‌. مژارێن سه‌ره‌کی یێن وێ تراژەدیا مله‌تێ کوردە، داگیرکه‌ریا کوردستانێ و مافێ سه‌رخوه‌بوونا وێ یه‌ و هه‌روه‌ها ناکۆکیێن د ناڤ هێزێن سه‌ره‌کی یێن کوردان دا و گه‌نده‌لی یا زال د ناڤ ده‌ستهلاتێ دا.

هیزار ژ بۆ خواندنا دۆکتۆرایێ دچه‌ ئەمه‌ریکایێ و تێزا خوه‌ ل سه‌ر ده‌وله‌تبوونا کوردستانێ پێشکێش دکه‌. هه‌رچه‌ند ئه‌و گه‌له‌ک ژ وه‌لاتێ خوه‌ دوورە،‌ لێ بیرگه‌ها وێ ئه‌و قاس ژ وێ، یا ل وه‌لاتێ خوه‌ دیتی پڕە، کو نکاره‌ د هه‌ر تشتی و گۆتنا د هاویردۆرا خوه‌ دا، وێ هه‌می نه‌حه‌قی و ده‌رده‌سه‌ریێ، یێن ب سه‌رێ خه‌لک و وه‌لاتێ وێ دا ها‌تنه‌ نه‌بینه.‌

خوەندەڤان ل گەل هیزارێ و ڤه‌گێرانێن وێ پاشدا دگه‌رن بۆ ده‌مێ ئه‌و ل لیسه‌یێ و خه‌باتا وێ یا برینپێچیێ د ناڤ پێشمه‌رگه‌یان دا، هاتنا ئه‌نفالان، گرتنا وێ و ئه‌و هه‌می هۆڤیتی و ئازارێن وێ و یێن پێ ڕا، ژ ژن و که‌چان ل سه‌ر ده‌ستێن ڕه‌شه‌کێن سه‌ددامی دیتنه‌، سه‌رهلدان، ڕه‌ڤا ملیۆنی، زڤرین و هلبژارتن و چێبوونا حکوومه‌تا کوردی و هه‌تا شه‌رێ براکوژیێ و گه‌نده‌لی یا د ده‌ستهلاتێ دا به‌لاڤبوویی.

خوه‌نده‌ڤان د ڤێ ڕۆمانێ دا زێده‌باری ناسکرنا بوویه‌رێن دیرۆکی و خه‌مبار یێن کوردستانێ، گه‌له‌ک چیرۆک و سه‌رهاتیێن که‌سێن ڤێ کتێبێ ناس دکە؛ وه‌کی سه‌رهاتیا هیزارێ و یا ب سه‌رێ وێ و مالباتا وێ هاتی و چیرۆکا مێرێ وێ ئاکۆیی، هه‌روه‌ها یا ب سەرێ مه‌لا باقی د ده‌مێ سه‌رهلدانێ دا هاتی و چیرۆکا شه‌ڤینێ و نهێنیا مێرێ وێ و گه‌له‌کێن دن، ژ بلی ئازراندنا گەلەک پرسیاران دەربارەیێ رەوشا نها یا کوردستانێ و سبەرۆژا وێ.

ژ رووپەرێ ٤٢: "قەدا ب هەوە بکەڤن، ئەرێ قەدا، هوین هەمی ئێخسیرێن لەشێ ژنێ نە".


söndag 7 juni 2020

Lêkolînvanên polonî yên ziman û folklora Kurdan

 Ji rûpelên nenaskirî yên rojhilatnasiya polonî ya sedsala nozdehan

Werger ji polonî: Sidqî Hirorî


»Jan Reychman (1910-1975)

Lêkolînên polonî yên ku di sedsala nozdehan de li ser zimanê kurdî ji aliyê wan zanayên polonî ve yên ku xizmet li biyanîgehê dikirin û paşî cihên giring di deftera lêkolînvaniya cîhanî de li ser kultura kurdan girtine, hatine kirin, cihekê taybetî di nav pêmijûlbûnên polonî de bi rojhilatê ve digirin. Tiştê balkêş ew e ku her ji destpêka van lêkolînan paşnavên polonî berçav dikevin. Gerokê swêdî J. J. Björnstahl di Briefe aus seinen ausländischeReisen (berga VI, deftera 1, Leipzig 1783, rûpel 118-120) de dibêje, ku ew çû seredana qeşe RafaL Zerowoniski (Zerowonski ?), yê ku li Pragê ji binemaleka polonî jidayik bûbû û baş Kurd û zimanê wan nas dikirin, di dêra dominîkanan (dêreka rebenên fela ye; ya jin û mêra ye, li sala 1215-ê ji aliyê Dominik Guzmanî ve hatibû damezrandin -wergêr) li Galatê (taxeke Stenbolê). Domonîkanên Galatê wê çaxê ferhengeka kurdî, ku weku destnivîs maye, berhev dikir. Dêra Galatê, bi rêya peywendiyên xwe bi misyona xwe li Kurdistanê, bingeheka lêkolînan bû li ser zimanê kurdî: Paşî, endamê wê misyonê M. Garzoni »Grammatica e vocabolario della Lingua Curda (Roma 1787)« çap kir, ku bêguman pêkhatibû ji wan materyalên ku Björnstahlî behsa wan kirî, dibe ku zanyariyên hevwelatiyê me yê nepenî qeşe Zerowoniski jî tê de hebin. Ji nav dominîkanan kurdnasekê dî yê baş di sedsala hejdehan de derkeft, ew jî Leopold Soldini bû (1).

Di destpêka sedsala nozdehan de materyaline pir bo zimanê kurdî ji aliyê zanayên ewropî ve, mîna: Güldenstadt, Hammer, Klaproth, Ch.J. Rich, Rödiger, Pott, Berezin, Sandreczki, Dittel hatin kom kirin (2). Nivîsa li ser zaravayê kurdî yê Silêmaniyê, Aleksander Chodzko yê polonî nivîsîbû (3). Materyalê vê nivîsê ne nivîskarî bi xwe li deverê xirve kiribû. Chodzkoyî Persya “Welatê farisan -wergêr” nas dikir, her weku em dizanin li wê derê têkiliyên wî bi kurdan re çê bûbûn, lê ew bi xwe neçûbû Kurdistanê; ev materyal ji zardevê Ahmed Xanayê kurd, ku ji Silêmaniyê bû û di salên 1853-1854-an de li Parîsê kêf dikir, hatibûn girtin. Li wê derê Chodzkoyî tekst jê nivîsandin. Herweha lêkolînên wî li ser zaravayê başûrê rojhilat jî, ku îro ji aliyê kurdologan ve bi zimanê kurdî têt nas kirin (4), bi dereceyeka pir buhadar hatin li qelem dan û cihê xwe heta roja îro jî di xebatên kurdolojiyê de girtiye.

Berperê nû di xebata kurdologên polonî de August Jabayî nivîsand. August Jaba (Jaba bi polonî weha “Zaba” dihêt nivîsandin -Wergêr) (1800-1894)(5), ku carna bi çewtî bi Aleksander hatibû nas kirin (6), ji binemaleka polonî ya begler, ji wîlayeta PoLcka bû û sembola Kościeszayî (Kościesza, şeka (logoya) siwarên polonî ya kevintirîn e. Têt texmîn kirin ko ew ji sala 1072-êyê di serdemê qiralê polonî Bolesław Śmiałyiyî de hatiye durist kirin. Kościesza navê şervanekê polonî bû ko di serdemê wî qiralî de di şerê wî li hember dijminan de mêrxasiyeka bê hefta nîşan da û çetyan di destî de, di şerî de mir. Qiralî jî ew şekê (logoyê) xwe bi navê wî siwar û şervanê xwe yê mêrxas bi nav kir. -wergêr) li ser mohra wî hebû. Ew kurê Dominik Jabayî bû, yê ku (li dewrûbera 1765-1848-ê) hilgirê alaya husariskî (Husaria: hêzeka taybetî ya leşkerî ya pir baş çekkirî, ya siwar û êrişker bû. Ev hêz di sedsala hevdehan de li Polonyayê hebû -wergêr) bû, xwediyê milkên Swierznoyê bû. Wî ji jina xwe Anna HoLowniankayê, ji bilî Augustî, kurine din hebûn. Ew welatparêzên polonî yên baş, efserên leşkerê polonî, beşdarvanên serhildana Listopadê (novemberê -wergêr) û paşî penaber bûn (7). Ji hemûyan bilîmettir Napoleon Feliks Jaba (1805-1885) bû, efserê leşkerên polonî, xwediyê xelata Virtuti Militari (Virtuti militari: peyveka latînî ye û mebest jê gernasiya şervanî. Ev mezintirîn xelatê leşkerî yê polonî bû. Di sala 1792-ê de dana vî xelatî dest pê kir û pêşkêşî wan dihat kirin yên ku di şeran de mêrxasiyên mezin û berbiçav dikirin -wergêr), beşdarvanê serhildana Listopadê, paşî penaber, gerokekê navdar, çûbû gelek deveran û ji wan jî di salên 1876-1878-an çûbû giravên Sandwich, Fîjî, Australia û Zîlanda Nû, profesorê unîversîteyê li Buenos Aires, xwediyê gelek berhemên nivîskî, mîna: Zaba’s Method of Studying Universal HistoriNew York 1868, The principal featurs of the history and literature of Poland, London b.d. û hinekên din. Ew paşî li Galasyayê (Navê kevnê wê axa polonî û ukranyayî ya ku hîngê li bin dagîrkirina nemsawî bû. -wergêr) binecih bû. Li Szczawnicy û Krynicji nivîsên xwe li ser geryanên xwe pêşkêş kirin. Li ser axa milkên xwe li Zbylitowiska Gorayê nêzîkî Tarnowayê li 1885-ê mir. Jina wî Mac Leoda îngilîz bû û ji wê kurekê wî bi navê Stanislaw hebû. Stanislaw kapîtanê leşkerên îngilîzî bû û ew piştî mirina babê xwe bû xwediyê milkên wî li Zbytlitowska Gorayê(8).

August Jaba bi xwe di 1800-ê de li Kraslawê jidayik bûbû. Wî ne weku birayên xwe leşkerî hilbijart; wî di destpêkê de xwest biçe Enstîtuya Komunîkasyonê, lê di dawiyê de çû Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya ser bi Rêveberiya Peymangeha Asyewî ya Pirsên Derve li Petersburgê. Wê çaxê gelek polonî li wan deran hebûn.  Xwendina wî li 1828-ê bi dawî hat û ew piştî wê bû wergervanê konsulxaneya rûsî li Yafayê, Salonîk û Smîrnayê (Smîrna: navê kevnê Îzmîrê  -wergêr). Wî li wê derê di 1839-ê de hevbajêriyê xwe yê gerok li rojhilatê, metranê mohilevî (Mohilev bajarek e li Rûsyasipî -wergêr), wergêrê Şekspîrî, Ignacy Holowinski nas kir. Hîngê Jabayî ji erebî heft du’ayên musilmanan  Hazi-l awrak tasztamil ala-l musbat (9) û Dengê derwîşî “ji helbesta tirkî ya Nezîrî” ji bo Holowinskî wergerandin û li gel deqa wê ya tirkî ji aliyê Holowinskî ve, di behiskirina geryana wî de, hatin berçavkirin (10). Ew ji sala 1849-ê li Erzrumê, li rojhilata Tirkiyeyê, ku piraniya runiştivanên wê di wê serdemê de kurd û ermenî bûn, bi karê konsulê rûsî radibû.

Di dema mana Jabayî de li Erzrumê, li Rûsyayê interesa kurdolojiyê zêdebû. Destpêka kurdolojiyê vedigere bo salên çilan ji sedsala nozdehan, demê di wê serdemê de zana W. Dittel, ku wî li Rûsyayê kar dikir û paşî di destpêka salên pêncihan de zanayê rûs I. Berezin jî bala xwe da ser zimanê kurdî (11). Lê piraniya tekstên di dest wan de bûn, ne timam bûn, çewt nivîsandî bûn, ew di gelek caran de ne ji zimanê devkî hatibûn girtin, lê belê ew ji zimanê çêkirî yê nivîskî bûn. Derfeteka nû ji bo civandina tekstan di şerê Kirîmî de (şerê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de di salên 1853-1856-an de -Wergêr) çêbû, ji ber ku di nav êxsîrên leşkerê tirk de li Rûsyayê kurd jî hebûn. Hîngê, Iranîzan P. Lerchî (1828-1884) (12), ji zardevê wan êxsîran, hinek tekstên zimanê sax civandin ser hev. Herçend ew kêm bûn, lê ew bûn egera balkişandinê di dema piştî wê de. Di Akademiya Rûsî ya Zanistan de li ser pirsa civandina bêtir tekstan, li wan cihên ku Rûsyayê daîreyên xwe yên diplomatîk û runiştivanên kurd lê hebûn, rawestiyan. Di wî demî de akademîk B. Dornî (1805-1881) ew daxwaz gehande gelek rojhilatnasan, ku li wan deveran kar dikir, mîna rojhilatnasê naskirî N. Chanykowa ku konsul bû li Tebrîzê û wî gelek materyal jê bi destxistin. Wî her weha têkilî bi Jabayî jî re deyna û wî jî dest pê kir tekstên kurdî şandin Akademiyê. Tekstên yekê yên ku wî di meha deha sala 1856-ê de hinartîn, pêkhatibûn ji: parçeyekê ji wergera Iskendernameya Nizamî bo ser zimanê kurdî (rûpel 1-46) û wergera kurdî ya 224 gotinên pêşînanan yên tirkî, yên wergirtî ji gramera tirkî ya Jauberta (rûpel 47-118). Jaba şiya dostîniyê bi zanayê kurd hecî Mehmûd Bayezîdlî re çê bike. Ew hecî Mehmûdê Bayezîdlî yê ku tekst bi alfabêya erebî dinivîsandin û li aliyê çepê yê wan rûpelan bi alfebêya latînî transkripsiyona wan ya fonetîk, bê destnîşankirina devokan, li gel wergera fransî dihatin nivîsandin. Hemî tekst bi zaravayê kurmancî, zaravayê kurdî yê bakûrê rojava bûn (13).  Ji ber ku ew tekst ji aliyê kurdekî ve, ku baş ziman dizanî, hatibûn nivîsandin, Komisyona Akademiya Zanistan ew bi awayekî buhadar hilsengandin û herçend ew werger bûn ji tirkî û farisî, lê nivîskar, tê de, tûşî mubalexeyê nebûbû (14).

Di 5/6 1857-ê de, di civîna beşa dîrokî-fîlolojî ya Akademiya Zanistan de, P. Lerchî pirsa weşandina wan tekstan anî pêş. Lê wî şik birin ser awayê transkripsiyona Jabayî ya ne lihevkirî û got ku ew dê li ser daxwaza Akademiyê wan tekstan biweşîne, lê wî mafê hindê jî da xwe ku ew li gor “transkripsiyona lingvistîk”ê ya Lepsiusî guhortinan di transkripsiyonê de bike (15). Ji wan tekstan Lerchî parçeyek ji Iskendernameyê û 25 gotinên pêşînanan yên tirkî, li gel destnîşankirina dirêjiya tîpên dengdar (wî têbînî nivîsî ku, Jaba wekî Chodzkoyî, nikaribû wan dest nîşan bike, ji ber ku di zimanên silavî de dirêjiya dengadaran nayê dîtin) Weşandin. Wî transkripsiyona Lepsiusî  bi kar anî û wî her wisa wergerên xwe yên taybetî bi zimanê almanî li ser zêdekirin (16).

Akademiyê careka din daxwaz ji Jabayî kir ku ew materyalan jê re bişîne, wî jî hinek materyal civandin ser hev û hinartin. Wî di 24/9 1857-ê de, bi nameyekê, Akademî li ser hindê agahdar kir ku ew, stiranên kurdî yên folklorî berhev dike û li ser çêkirina ferhengeka kurdî-fransî û fransî-kurdî kar dike û ji herduyan ya yekem amade bûbû (17). Di civîna liqê ya 8/1 1858-ê de Lerchî raportek li ser berhema nivîskarê kurd yê sadsala şazdehan Ahemed Efendî Xanî, Mem û Zîna ku Jabayî kurtkirî û j iwan re hinartî, pêşkêş kir. Herweha li wê dwerê perçeyeka transkripsiyona wê û wergera fransî ya wê çîroka evîndariyê, ku çîrokên romantîk yên ji rengê wê mîna çîroka leyla û Mecnûnî li rojhilatê hene, hebûn. Ew hemû 94 rûpel bûn, lê Lerch ne yê pişt rast bû ji peywendiya wê perçeyê li gel originalî bi hemî ve (18).

Di civîna 4/5 1859-ê de nameya Jabayî ya sêyê adara wê salê hat xwendin. Jabayî her wisa Recueil des et udes kourdes avec transcription du texte et traduction française şand. Akademîkvan Dornî li ser hindê raportek pêşkêş kir û guhdariya pêdaçûna Lerchî hat kirin û komîteyek ji bo munaqeşekirina çawaniya weşandina wan materyalan hat hilbijartin û ji van kesan pêk hatibû: Akademîkvan Dorn, Böhtlingk, Wiedemann, Weliaminov-Zernov (19).

Di 18/5 1856-ê de Komisyona Akademiya Zansitan munaqeşeya raporta komîteya liqê, ya li ser materyalên ku Jabayî hinartibûn, kir. Materyal jî ev bûn: 1)pirsa Notice sur la litterature et les tribus kourdes, 2)kurtiya berhema Ahmed Efendî , Mem û Zîn, 3)ferhenga devoka Hekarî û Revendî, 4)gramera Alî Termaxî ya zaravayê kurmancî, 5)têbînî li ser gramer û bingehên zanista zimanê kurmancî, 6)komeleyeka çîrokan li gel wergera wan ya fransî. Komisyonê, piştî munaqeşeyan, biryara çapkirin û weşandina Notice sur la litterature et les tribus kourdes, Notion preliminaires sur la science de la grammaire û Recueil des recits kourdes da. Û ji aliyê din ve biryar hat standin ku Mem û Zînê bihêlin, ji ber ku ew û her wekî Lerchî di nameya xwe ya 20/1 1858-ê de xuya kiribû, kurtiyeka berhema Ahmedê xanî ya original bû. Wan wisa zanî ku ya çêtir ew e, ew berhem bi hemî ve bihête weşandin û haya wan jê hebû ku Jabayî du nusxeyên Mem û Zînê yên original hebûn. Li gor dîtina komisyonê gramera Alî Termaxî ji bo weşandinê ne hind giring bû, ji ber ku materyalên di wê gramerê de di wê ferhenga Jabayî durustkirî de hatibûn bikaranîn (20).

Komisyonê di warê wan materyalên ku ji bo weşandinê hatibûn dest nîşan kirin de, briyar girt ku tekstên original li gel wergera wan bihêne weşandin û transkripsiyona wan bimîne bo wê wexta ku tê de awayê transkripsiyonkirinê bihête dest nîşan kirin û di ferhengê de cihê xwe bigire. Û herweha briyar dan ku Lerch berê xwe bide wergeran û stîla wan edebîtir lê bike (21).

Komisyonê bi çavên pirî buhadarî temaşayî wan materyalên Jabayî hinartîn kir. Wan da xuyakirin ku ew ne weku şandekên berê bes ji wergeran pêk hatibûn, lê materyalên original yên bi zaravayê kurmancî û zanyariyên li ser jiyannameya şairên kurd yên ku heta wî demî nehatibûn naskirin û detalya li ser eşîran û transkripsiyona fonetîk ya tekstan (li gor rênivîsa fransî) û herweha wergerên wan yên fransî li gel de hebûn. Ew materyal bi karekê pir wecbar bo filolojî, etnografî, statistîk û dîrokê hatin bi nav kirin (22).

Lerchî careka din amdekirina wan tekstên Jabayî, bi dest xwe ve girt û ji wan Recueil des notices et recits kourdes servant a la connaissance de la langue, de la litterature et des tribus du Kourdistan, reunis et traduits en français par M. Alexsandre (!) Jaba, consul de Russie a Erzerum, li St. Petersburgê di 1860-ê de hatin weşandin. Li ser bergê rastê navê pirtûkê bi kurdiya bi tîpên erebî hatibû nivîsandin û navê berhevkarî jî wekû Askender Jaba tê de cih girtibû. Ew berhema çapkirî bi 1 rubilê yan jî bi 1 talara rensî û 3 giroşan, li cem endamên komisyonê li Akademiyê li Petersburgê, Rîdayê û Lipskê dihatin bi dest xistin. Ew karê Jabayî zû bû cihê gelek balkêşanan û dengvedana xwe ya mezin hebû (23).

Jabayî bi serê xwe Ballade kurde recueillie et traduite par A. Jaba et communiquee par M. de Techihatcheff, di “Journal Asiatique”, hejmara pênc, berga çarde, rûpelên 153-166-an, sala 1859-ê de weşand (24).

Her ji karê Jabayî bû ku originala farisî li gel wergera kurdî ya berhema navdar ya şairê kurd yê sedsala şazdehan, mîrê Bitlîsê, Şerefeddîn Bitlîsî, şerefnameyê bişîne (25).

Jaba heta sala 1866-ê ma li Erzrumê û paşî bû xanenşîn (teqaudbûyî). Evca xwe ji wir veguhaste Smîrnayê, bo cem malbata jina xwe û ma li wir heta mirina xwe li sala 1894-ê. Jabayî di wî hemî demî de peywendiyên xwe bi Akademiyê re qut nekirin û bi berdewamî li ser wan tekstan yên ku wî li Erzrumê civandibûn kar dikir û her weha tekstine din ji kurdên ku li seranserî Tirkiyeyê tera berabûyî komkirin û herwisa destnivîs jî bi dest xwe dixistin û hwd.

Wî di sala 1867-ê de destnivîsa ferhenga xwe ya kurdî-rûsî-fransî (656 rûpel), ya ku me ew berî niha binavkiribû, şande Akademiyê û Dictionnaire français-russe-kurde (721 rûpel) bi ser ve kir, û her weha 100 diyalogên kurdî li gel wergera wan ya fransî dan digel. Weşandina ferhenga kurdî-rûsî-fransî xistin ubala îranînasê elmanî F. Justî (1837-1907), yê ku hevok û term ji ferhenga fransî-rûsî-kurdî ya Jabayî û ji diyalogên wê ferhengê yên fransî-kurdî û tekstine din bi ser ve zêde kirîn.

Ew termên frazeologî yên ku wî civandibûn hatin bikaranîn. Transkripsiyon li gor ya fransî û hevwateyên di rûsî û fransiyê de hat li ber çav girtin. Justî her weha etîmologiya peyvan jî da li gel (ne hêsan bû, vekolandina gelek peyvan zehmet bû; aya ew ji farisiyê hatine qerz kirin yan ji ew zimanê hevbeşê yê preîranî ne, yan jî ew bi rêya tirkiyê ji farisyê hatine) û her weha materyalek ji wan tekstên Lerchî pêşkêşkirîn hat bi kar anîn. Justî, herwisa û li hember gelek peyvan û ji bo berhevdanana wan, hevwateyên wan yên indoewrupî, tirkî û samî deynan (26).

Ew hemî pêkve di nav weşanên Akademiyê de wekî Dictionnaire kurde-français par M. Auguste Jaba, publiee par M. Ferdinad Justi, li St. Petersburgê di sala 1879-ê de derket. Ev behem bû cihê balkêşiyê û wê buhaya xwe heta roja me ya îro jî heye (27). Hêjayî gotinê ye ku Justî di karên xwe yên piştî vê de wec ji materyalên Jabayî komkiribûn dît; wî di duristkirina Kurdische Grammatika (St. Petersburg 1880) xwe de feydê bingehîn ji ferhenga Jabayî û tekstine wî yên din dîtiye (28).

Ji tekstên ji aliyê Mahmûd Bayezîdlî ve bi dest ketîn, Jabayî Ghebri et ses chansons (,,Athenée Oriental”, 1881) weşand. Ew jî stirana Gewrê ye, keça kurd (bi kurmancî) û serhatiya evîna wê bo Xelîl Begê, kurê Ebdî paşayî, yê ku di naverasta sedsala nozdehan de hukim li Avaşkertê dikir. Ew hemû hat transkripsiyonkirin û komentareka têr hat pê ve kirin (29).

Li Smîrnayê peywendiyên Jabayî yên baş bi polonyayê hebûn, mîna peywendiyên wî bi niyasê wî yê rewşenbîr E. Znatowiczî re. Demê ku di sala 1889-ê de şahê faris bi seredan hatî Varşavayê, “Tygodnik Ilustrowany” (kovareka heftane ya polonî -wergêr) gelek cih da pirsên farisî û Znatowiczî li wê derê perçeyek ji Ksiega Spiewakow (Munganniname) ya Hafizî (Şemsildîn Muhemed Şîrazî 1325-1390 ku bi Hafizê Şîrazî têt nas kirin û yek ji şairên farisan yên mezin e -wergêr) belav kir. Ew ji Jabayî gehiştibû destên wî û wî jî di wê kovarê de weha xuya kir; ku “teksta original li gel wergera wê ya durist û ravekirinan ji niyasê min li Smîrnayê P. Antonî  (!) Jabayî ku berê konsul bû li Erzrumê gehiştine min” (30). Teksta ku di wê kovarê de hatibû weşandin teksteka edebî bû, ji aliyê Znatowiczî û li gor wergera filolojî, ya ku Jabayî jê re şandibû kar li ser hatibû kirin. Weha bo me xuya dibe ku Jabayî tekst hem ji erebî û tirkî (bo Holowinski), û hem ji farisî û kurdî wergerandine.

Opinyona polonî bi berdewamî agahdarî li ser Jabayî wekî hevwelatiyekê xwe hebûn. Piştî weşandina ferhenga kurdî ya Jabayî ji aliyê Justî ve, “Gazeta Lwowska” (rojnameyeka polonî li Lwowayê, li Ukranyayê -wergêr) jiyannameya wî belav kir û behsa berhemên wî û beşdariya wî di çêkirina wê ferhengê de kir û got jî ku “bi vî awayî zanayê elmanî, yê ku eger kurd dîtibin jî bes di resmên wan yên di (Illustrierte Zeitung) >>rojnamyeka elmanî ya wênebar bû ko xelik di wêneyan de, wekî fotoreportaj berçav dikirin , ew di sala 1921-ê de ji aliyê Willi Munzenbergî ve hat dest pê kirin. -wergêr<<  de di dema şerê dawîn de dîtine, wî zanayî eger ne hemû navdariya xwe, hinek jê bi xêra hevwelatiyê me çêkir. Vî hevwelatiyê ku çend salên dijwar û pirî metirsî di nav eşîrên kwîvî de derbaskirin, bona ku bo karê xwe materyalan berhev bike û herweha ew kesê yekemîn bû ku ziman û literatûra wan eşîran bi ewropiyan da nasandin” (31). Piştî mirina wî “Kurier Warszawski” (rojnameyeka polonî -wergêr) bi kurtî li ser nivîsand û pesna wî da (32).

Hêjayî gotinê ye ku dema Jaba li Erzrumê bû, opinyona polonî li mişextîgehê ew bi kesekî xerab dinasî. Ji ber ku, li gor wê, ew polonî bû û wekî karmendekê qeyserî beşdar dibû di wan kiryaran de yên ku armanc jê bi dûketin û ji Tirkiyeyê derxistina wan poloniyan bû, yên ku ji Rûsyayê reviyabûn Tirkiyeyê û li ser sinoran li Piştqefqasan, bi hêviya şerê Rûsya û Tirkiyeyê xirvebûbûn (33).

August Jaba xudanê xelata leşkerî ya Legia Honorowa, xelata tirkî ya mecîdiyê û gelek xelat û mertebeyên bilind yên rûsî bû, şîretvanekê dewletî yê rastîn bû. Ew temenkî dirêj jiya û di 3/1 1894-ê de li Smîrnayê mir. Hêşta demê ew li Yafayê bû, Greczynka, ku keça konsulê rûsî bû li wê derê, mare kir. Wî ji wê çend kur hebûn, ji wan Teodor, efserê rûsî yê ku xelat li ser beşdarbûna xwe di şerê Qefqasê de wergirtî. Du ji keçên wî bûn jinên rêberên miletên rojhilatê, yên ku ji wan li wê serdemê gelek wergervan û konsulên ewrupî derketîn: Testa û d’Andria (34)

Jabayî gelek destnivîs û berhemên rojhilatê kom kiribûn. Qeşe Ignacy Holowinski, yê ku di 1839-ê de çûbû seredana Jabayê ku hîngê bi karê wergervaniyê li konsulxaneya rûsî li Smîrnayê radibû, weha li ser nivîsandibû ku, “wî komeleyeka berhemên rojhilatê yên bijare û buhadar hene. Pirtûkxaneya wî ji bilî bergên çapkirî, ji 260 destnivîsên erebî, farisî û tirkî pêk hatiye. Hinek ji wan destnivîsan ji pirtûkxaneyên mîr, wezîr û paşayên rojhilatê bi dest xwe xistine. Hemû jî bi rengekê baş hatine hilgirtin û sexbêrî jê hatiye kirin û bi nivîsên zêrîn û nexşine din hatine xemilandin û ciwankirin” (35).

Beşekê destnivîsan, ku li mala Jabayî bi xwe bûn û pêkhatibûn ji wan tekstên kurdî yên ku wî hinartibûn Akademiya Zanistan li gel beşekê mezin yê destnivîsine din yên kurdî yên kevin di sala 1868-ê de, di nav hilgirtiyên (koleksiyonên) Pirtûkxaneya Giştî li Petersburgê (36) (îro bi navê Saltykowa Szczdrina li Leningradê) di beşa destnivîsan de hatin dîtin. Li wê derê 54 destnivîsên kurdî hene, di nav wan de hem tekstên ku ji aliyê bêjerên kurd (mîna yê ku me li jor behsa wî kirî, Mehmûd Bayezîdlî û herweha Mela Mûsa Hekarî, Mela Mistefa, şêx Nezer û hwd.) bo Jabayî hatibûn nivîsandin hene, hem jî destnivîsên kevin yên ku Jabayî bi dest xwe xistibûn, mîna helbestên Ahmedê Mela Bateyî, şairê kurd yê sadsala şazdehan, di destnivîseka ji sadsala hejdehan de li gel wergera wan ya fransî û transkripsiyona wan hene. Ev xebatên Jabayî di nav wan de hene mîna; Exercises de langue kurde par Mella Mistefa traduits par Auguste Jaba, Dialogues entre deux kurdes recueillis et traduits par A. Jaba, Vocabulaire kurde des dialects de Hekiari et Revendi par A. Jaba. Ji bilî van di nav xebatên Jabayî yên hilgirtî de 4 destnivîsên farisî, 3 yên tirkî û 3 yên fransî hebûn. Hinek ji hilgirtiyan di arşîfa beşa Lenîngradê ya Enstîtuya Miletên Asya û Afrîkayê ya ser bi Akademiya Zanistan ya Sovyetê de hene (37). Ji bilî van xuyabû ku hinek ji xebatên Jabayî yên hilgirtî mabûn li Smîrnayê, li cem malbata jina wî. Li dewrûberê sala 1913-ê û bi xêra xebata rojhilatnasê rûsî yê navdar, yê bispor di pirsgirêgên îranî de, yê ku bala xwe bi taybetî dabû ser kurdan M. Minorskî û bi arîkariya konsulê rûsî yê hîngê li Smîrnayê, beşekê wan kaxezan gehişt bo nav hilgirtiyên Akademiya Zanistan li Petersburgê; beşa mayî jî ku pêkhatibû ji hinde nivîsên mîna Dialogues kurdes-français demekê dirêj ma di destên Minorskî de, paşî, piştî şerê cîhanî yê duyemîn, ew jî gehiştin Lenîngradê (38).

Beşek ji destnivîsên rojhilatê, ji yên Jabayî bi xwe, gehiştin cihine din mîna hilgrtiyên British Museum li Londonê. Di nav wan de wekî nimûne destnivîseka balkêş hebû, ew jî wergera tirkî ya Şahnameyê ku di sadsala dehan de bo sultanê memlûkî yê Misrê Gawrî (Gavrî) hatibû çêkirin (39). Ev bi hemî ve ji zanistê re berhemka zindî ye û materyalên buhadar in ku bi renckêşan û xwehdana hevwelatiyê me August Jabayî hatine bi dest xistin. Ew Jabayê ku bûbû serkêşê qada nû ya rojhilatnasî û kurdolojiyê, Jabayê lêkolînvan û hevalê miletê jibîrkirî, yê bi tenê hêlayî û gernas, miletê kurd.

Ji poloniyan ne bi tenê Aleksander Chodzko û August Jaba di sedsala nozdehan de mijûlî fîlologî û folklora kurdan ya ku heta hîngê kêm li ser hatibû xebitîn, bûbûn. Demekê kurt piştî wan poloniyekê din hebû, kêm tişt naskirî û peywendiyên wî bi polinyayê hebûn, wî jî di qada lêkolînvaniyê de li ser zimanê kurdan xebat kiribû. Ew jî Leonard Zagorski (1827-1891) bû (40). Ew di 6/12 1827-ê de li Bakszynayê (bi Rowneyê bi nav kirî) >>di nav axa Ukranyayê de ye -wergêr<< jidayik bûbû. Wî li pêşiyê amadeyî li Kiyovê xwend û paşî xwendina xwe di beşa felsefeyê de li Universîteya Kiyovê bi dawî anî. Ew piştî wê, li pêşiyê bû mezûnê unevirsîteyê û paşî bi demekê kort mamoste li mala beg Sujkowski (1849-1850). Paşî bû mamoste li debistanên Kiyovê yên navîn û ji 1888-ê ve karmend di hinek karên taybetî di rêveberiya sivîl de li Qefqasê. Ew ji 1876-ê ve bû serokê liqa qefqasî ya Komeleya Geografîk ya Qeyseriya Rûsî. Zagorski, di demê mana xwe de li Piştqefqasê, gelek geryan li wê derê kirin û dest bi lêkolînvaniyê li ser ziman û etnografiya miletên Piştqefqasê kir. Wî li ser wî babetî çend xebat jî, bi gelemperî di “Nûçe” û “Belavokên” Komeleya Geografîk de pêşkêş kirin. Wekû Jabayî, Zagorski jî bi xwe li Kurdistanê nebû; danûstandinên wî bi kurdan, hem yên li Piştqefqasê û hem jî bi kurdên wan deveran yên ku di salên 1829 û 1878-an ji wîlayetên tirkî yên rojhilatê hatibûn veqetandin û bi ser Piştqefqasê ve zêdekirin hebûn. Herwisa danûstandinên ji wî rengî di geryana wî di sala 1872-ê de bo herêma Axawsîxskî (ev herêm piştî peymana aştiyê ya rûsî-tirkî ya Adrianopolê di 1829-ê de ket nav sinorên Rûsya qeyserî de -wergêr) çêbûn. Ew hîngê şiya guhdariya zaravayê kurdên li wan deveran xwecihbûyî bike û wî, zaravayê wan bi kurmancî bi nav kir û behsa wan kurdan bi başî kir “Ku em temaşayî sexletên kurdan yên kirêt nekin, dostaniya wan ya baş, karektera wan ya rastgoyane û vekirî, rûniştivanên dewrûbera wan ji bo qezenca wan yekkirine” (41).

Xebata mezin ya Zagorski li gel S. A. Egiazarovê ermenî weşandina ferhenga rûsî-kurmancî û kurmancî-rûsî bû (42); Egiazarovî materyal civandin ser hev, lê Zagorski ew ji çapê re amade kirin. Wî, herweha pêşgotin ji bo wan tekstên kurmancî yên ku Egiazarovî kom kiribûn nivîsî (43). Karên bingehîn yên Zagorski, çi yên etnografîk û çi jî yên zimanvaniyê, peywendîdar in bi hemû zimanên qefqasî ve, mîna: Klasîfîkasyona etnografîk ya miletên Qefqasê, Li ser lêkolînên li ser zimanên dagestanî, Li ser lêkolînên zimanên çiyayiyên qefqasî, bi berferehî rawestiyan li ser xebatên Uslarî yên li ser zimanê tabasaranî yan yên Millerî li ser zimanê osetînî. Heta roja me ya îro jî wan xebatan buhaya xwe ya mezin di nav xebatên qefqasologiyê de heye (44). Ne kêmtir ji wan, xebatên wî yên di warê kurdologiyê de jî, di nav lêkolînên polonî de, herçend e ku di sadsala nozdehan de lêkolînvaniya oriental ne gelek bişkivî bû jî, dibin cihê balkêşiyê. Her wekû xuya dibe Zagorski peywendiyeka hêzdar bi polonyayê re hebû. Poloniyên ku diçûn Tiblîsê, diçûn seredana wî û welatî ew wekû poloniyekî nas dikir. Wekû mînak, di nûçeyekê de di rojnameyeka heftane ya Varşavayê de, di sala 1885-ê de li ser wî weha têt nivîsandin, ku “di nav zîrektirîn endamên Komeleya Geografîk li Qefqasê ev hevwelatîne li berçav in: L. Zagorski (etnograf)…” (45).

Her wekû me gotî, ne Chodzko yê ku tekstên xwe ji zardevê kurdekî li Parîsê girtibûn, ne jî Jaba û ne Zagorski yê ku tekstên xwe li Ermenistanê yan Qefqasê civandibûn, bi xwe li Kurdistanê  bûn.

Hîngê hinek poloniyên din gehiştine wê derê. Herçend ew mijûlî zimanê kurdî nebûbûn, lê bi rêya bikaranîna zimanê resmî yê hîngê ku tirkî bû û bi wecdîtinê ji xizmetên wergervanan, wan bala xwe da ser kurdan û agahdariyine balkêş li ser wan hiştin. Em, li vir, behsa herdu birayan, Jablonowskiyan dikin: Wladyslaw (1841-1894) ku pizîşk bû, çend salan li Bexdayê ma û di salên epidemiyê (pejîkî) de li Kurdistanê bû. Birayê wî Aleksander (1829-1931) ku dîrokvan bû û bi rojhilatê ve mijûl dibû di sala 1870-ê de çû seredana wî; herduyan têbîniyên balkêş li ser kurdan û jiyana wan nivîsandin (46).

Di wan salan de, ji bo meremên geodesîk Karol Brzozowski (1821-1904), şair, romantîk, serhildanvan û hîngê di sala 1869-ê de endazyar di xizmeta waliyê Îraqê Medhet paşayî de, çû devera Silêmaniyê li Kurdistanê (niha li Îraqê). Wî ji geryana xwe bîrhatinên baş li ser kurdan hebûn “kwîvî, şervan, pir hez ji azadiya xwe dikin”, şehrezahiya wan di warê dermanvaniyê de bala wî kêşa. Carekê, dema wî dixwest bi ser gupîtka çiyayê Pîr Omer Gudrun bikeve, pê wî ji kevirekî tehisî û birîndar bû. Kurdan bi giyayê arnîka (Arnica Montana; bi kurdî giyaarînk, giyayek e li çiya û di nav keviran de şîn dibe û gulên zer jê dibişkivin. Ew giya, piştî hişkkirinê, ji dermankirina birînan re têt bikaranîn -wergêr) derman kir. Giyayê ku di pateyekî de givaştî û paşî baş di cuhniyekê navmalan de vequtayî û bi berfê re têkel kirî û ji payîzê ve di nav kayê de hilgirtî. Brzozowski her weha gelek çîrokên gelêrî li ser “ercinên çiya” jî nivîsandibûn (47). Herwisa opinyoneka baş li ser mêvandariya kurdan, lê ne yên li Kurdistanê, lê di nav eşîrên kurd yên koçer de li persyayê (welatê farisan -wergêr), endazyarê polonî, geolog Karol Bohdanowiczî (1864-1947), yê ku li dawiya sedsala nozdehan de li wê derê kar dikir, nivîsand. Wî behsa hindê kir ka çawa mana gerokê îngilîz J. B. Fraserî (1783-1856), yê ku hêşta di nîva yekem ya sadsala nozdehan de çûbû wê derê, ne bi dilê wan bû û ka kurd li hember wî (Karolî -wergêr) û geryana wî çawa bûn “diyarbû ku mirovhez in û kêfxweşiya xwe bi mirovî diînin” (48).

Rojhilatnasiya polonî ya serdemên bindestiyê ya derbiderkirî bû û ew derbiderî ji behra zansitên polonî bi giştî bû. Zanayên polonî di xizmeta biyaniyan de kar dikir û gelek caran kar û xebatên wan bi malê biyaniyan hatin li qelem dan û hinekên din destketiyên polonî ji xwe re bikaranîn. F. B. Charmoy bi navê xwe wergera Iskendernameya Nîzamî ya fransî weşand ya ku di rastiyê de ji aliyê L. Spitznaglî ve hatibû wergerandin û heta niha wekû amadekerê wê dihat naskirin (49). Bi xêra karên Jabayî yên pêşeng di warê kurdologiyê de, beşekê navdariyê gehişte Lerchî û Justî (50). Lê li gel hindê jî rojhilatnasiya polonî di wan merc û rewşên weha dijwar de kar dikir û wê, li ser navê xwe, kar û xebat û destketiyên xwe hene. Ew, şiya rêyê li ber qadên nû yên ku heta hîngê kêm xebat tê de hatibûn kirin, xweş bike û balkêşiyê bo ser qad û pêmijûlbûnên nû yên zanistê çê bike. Ne hema tiştekê ji nişkan ve bû, ku hema behra Jabayî bû balkişandin bo ser folklora kurdî, bo ser tekstên bi zimanê gelêrî, bo devberdanê ji efsaneyên edebî û bo dûketinê li pey tekstên bi devok û zimanên rojane. Aleksander Chodzko, ji bilî lêkolînên wî yên li ser zarava û zimanê kurdî, babê lêkolînvaniyê bû li ser zimanê gelêrî yê farisan, Jozef Kowalski tekstên zarav û devokan û folklora buryatiyan civandin û Tomasz Zanayî  stiranên başkîrî xirvekirin (51). Xwe ew hemû li melbenda rojhilatnasiya polonî li Vîlna yan li Petersburgê hatibûn perwerdekirin. Wan cihên ku seqaya romantîzmê bi hêzdarî kar tê kiribû û wekir ku ew bi hurmetgirtin temaşayî lavjeyên deverê bikin, ku hez ji zimanê xelkê û rewişt û tîtalên wan bikin. Perwerdeyên wê universîteyê ev etmosfer ji Vîlnaya filomatîk (Filomat; Komelya Filomatan: komeleyeka nihînî ya ciwan û xwendenkaran ya welatparêzî û komelayetî bû li Universîteya Vîlnayê di salên 1871-1823-an de -wergêr) bir Petersburgê û li wê derê hêşta rojhilatnasên romantîk yên vîlnayî, Chodzko û Spitznaglî, xwe rewşenbîr dikir û li wê derê pejîkê wê hezdariyê xwe gehande heta wan jî yên ku bi xwe şîir nenivîsandîn, lê ew nerîna romantîk bi xwe stand. Lewma nabe, heta ew destketiyên polonî yên biçûk jî di warê kurdologiyê de bihên pişt guh havêtin, ewên ku ne bes bawername ne li ser berferehbûna rojhilatnasiya polonî di salên dijwarên bindestiyê de, lê herwisa belge ne, li ser pêmijûlbûna poloniyan bi hebûna yên hûr, yên di tariyê de hiştî, yên hêlayî, jibîrkirî, lê hîn karektera xwe ya neteweyî ya komelgehên miletên rojhilatê ya etnîk parastî.

Çavkanî:
1.
P. Lerch, Forschungen übe die Kurden und die iranschen Nordchaldäer, I, St. Petersbourg 1857, II, her di eynî cihî de di sala 1858-ê jî li ser hindê nivîsî.
2. Li ser xebatên lîkolînvaniya kurdologî, berê xwe bide Lerchî eynî ya jorîn, ji bilî wê Ç. X. Bakayev,
Dîroka hînkirina zimanê kurdî li Rûsya û Yekîtiya Sovyetê di: Kurtiyek li ser dîroka hînkirina zimanên îranî, Moskva 1962 (bi rûsî).
3. A. Chodzko,
Etundes philologues sur la langue kurde (dialecte de Soleimanie) “Journal Asiatque”, beşê V, berga IX, 1857, rûpel 297-356. Li ser Chodzkoyî J Reychman, Zainteresowania orientalistyczne w srowisku mickiewiczowiskim w Wilnie i Petersburgê di: Szkice z dziejow polskiej orientalistyki (I) de, Varşava 1957, rûpel 8-87.
4. Binere li
I. M. Oranski, Pêşekiyek bo nav felsefeya îranî, Moskva 1960, rûpel 314-321 (bi rûsî); herwisa Zimanên îranî, 1963 (li ser zimanê kurdî û zaraveyên wî, rûpel 135-138) (bi rûsî), A. Socin di: Die sprache der Kurden di: W. Geiger û E. Kuhn, Grundriss der iranschen Philologie de, berga I, beşa 2, Strassburg 1901, Zaraveyên kurdî li ser rojhilatî û rojavayî dabeş dike. Berê xwe bide herwisa D. N. Mackenzie, Kurmancî, kurdî û goranî, “Miletên Asya û Afrîka” hejmar 1, 1963 (bi rûsî); V. Minorski, Kurd, Enzyklopaedie des Islam, II, rûpel 1234-1235.
5. Zanyariyên biyografîk li ser wî: S. Zielinski,
Mawy slownik pionierow polskich kolonialnych i morskich, Varşava 1932, rûpel 640; J. Reychman, Zaintresowania orientalistyczne, her di eynî ya jorîn de, rûpel 82, 88.
6. Bi navê Aleksander Jaba wekû amadekerê tekstên kurdî yên komkirî cih digire. Pianiya jêderên din wî bi Augustî nav dikin, wî her ev navê xwe xistibû ser materyalên xwe jî. Carna jî bi Antonî hatiye navkirin. Pirî caran paşnavê xwe bi fransî dinivîsand: Jaba, carna jî wekû Zaba yan Zhaba hatiye nivîsandin.
7. Binere T. Zychlinski, Zlota ksiega szlachty polskiej, berga III, Poznan 1881, rûpel 323-336 û berga IV, Poznan 1882, rûpel 428.
8. Li ser Napoleon Jabayî, S. Zielinski,
Maly slownik, rûpel 640-641. M. Haiman, Nauka polska w Stanach Zyednoczonych Ameryki “Nauka Polska” berga XXI, 1936, rûpel 210; L. Paszkowski, Polacy w Australii i Oceanii 1790-1940, London 1962, rûpel 32 û 257 (binere li 17-19).
9. Berê xwe bide J. Reychman,
Zainteresowania, eynî ya jorîn.
10. L. Holowinski,
Pielgrzymka do Ziemi Swietej, Petersburg 1853, rûpel 98.
11. Ç. X. Bakayev, eynî ya jorîn.
12. P. Lerch,
Forschungen über die Kurden, eynî ya jorîn, berga 1-2.
13. P. Lerch eynî ya jorîn, II, rûpel 46, “Bulletin de la Classe des Sciences Historiques, Philologiques et Politiques de l’Academie des Sciences” (St. Petersbourg) berga XIV, hejmar 22, rûpel 350-352; “Melanges Asiatiques” berga III, rûpel 109-113. Berê xwe bide li ser destnivîsên têbînî û wergerên Jabayî di nav hilgirtiyên Pirtûkxaneya Hukûmî ya Lenîngradê ya Giştî ya bi navê Szczdrina: M. B. Rudenko, li ser destnivîsên hilgirtiyên Lenîngradê, Moskva 1961, rûpel 18 û 29 (bi rûsî). Navê berhema A. Jauberta ya ku Jabayî wec jê dîtî Elements de la grammaire turque, binere Lerch, I, 93-97.
14. P. Lerch eynî ya jorîn, I, rûpel XXVIII, berê xwe bide “Bulletin”, eynî ya jorîn, berga XIV rûpel 350; “Melanges Asiatiques” berga II, rûepl 647.
15. “Bulletin” berga XIV, rûpel 350-352.
16. Lerch, II, Rûpel 46 û yên piştî wê.
17. Lerch, II, rûpel 80.
18.
Resume de l’ouvrage kourde d’Ahmed Efendi Khani fait et traduit par A. Jaba, “Bulletin” berga XV, rûpel 347. Herweha binere li Jaba’s resume du Mem ou Zin di: H. Makas, Kurdische Texte im Kurmanji Dialecte aus der Gegend von Mardin, Leningrad 1926. Destnivîsên Jabayî binere li Rudenko, rûpel 48-51. Dastana Ahmedê Xanî, Mem û Zîn ji aliyê M. B. Rudenko ve, Ahmed Xanî, Mem û Zîn, Moskva 1962, di zincîra şûnwarên leteratûra miletên Rojhilatê de ku ji aliyê Akademiya Zanistan ya Yekîtiya Sovyetê ve dihatin weşandin, hat belavkirin.
19. “Bulletin”, berga XV, rûpel 254-255, Jaba,
Recueil, binere li ya jêrîn, Pêşgotin.
20. Berê xwe bide ya jorîn, Paşko 12, herweha berê xwe bide “Bulletin” berga XIV, rûpel 349 û berga XV, rûpel 161; “Melanges Asiatiques” berga III, rûpel 109-113, 242-255. Li ser desnivîsa gramera Alî Teremaxî, Rudenko, eynî ya jorîn, rûpel 101-102.
21. Jaba,
Recueil, Pêşgotin, “Bulletin” berga XVI, rûpel 299-300.
22. Jaba,
Recueil, Pêşgotin.
23. Socin eynî ya jorîn, rûpel 250-253, 254, herweha berê xwe bide
Bibliografya kurdologiyê, redaktor K. K. Kurdoyev,, Moskva 1963 , rûpel 139 (bi rûsî); Bakayev, rûpel 104-105 (bi rûsî); V. Minorski, Kurden, Enzyklopaedie des Islam, berga II, rûpel 1234-1235.
24. P. Lerch, di:
Sur une ballade kurde publiee dans leJournal Asiatique“, “Melanges Asiatiques” berga IV, pirtûka I, rûpel 25-62 de behsa weşana jabayî dike.
25. Paşî, ducaran teksta farisî li Rûsyayê hat weşandin:
Scheref-Name ou histoire de Kourdes par Scherif prince de Bitlis, wşana 1-2 V. Veliamianif Zernof, St. Petersburg 1860-62, û Cheref-Name ou fastes de la nation kourdes par Cheref’ou’oddine prince de par Cheref’ou’oddine prince de Biddlis…, trad. du persan et comente par F. B. Charmoy, 2 beş (di 4 bergan de), St. Petersburg 1868-1875, nusxeyek di Pirtûkxaneya Katedraya Turkologiyê de li Unuversîteya Varşavayê ye.
26. Jaba,
Dictionnaire, Pêşgotin; A. Jaba, Name ji redaktorî re(bi rûsî), “Qefqas”, hejmar 8, Tiblis 12.1.1879, rûpel 3 (li ser xebata ferhengê).
27. Berê xwe bide Socin, eynî ya jorîn, rûpel 254; ZDMG XXXVIII, rûpel 110-116.
V. Minorski, eynî ya jorîn, rûpel 105.
28. Socin, eynî ya jorîn.
29. Originala lavjeya Gewrê û Xelîl Begê li gel wergera destnivîsê ya ku Jabayî çêkirî, îro di nav hilgirtiyên Lenîngradê de ne, berê xwe bide Rudenko, eynî ya jorîn, rûpel 9; lê wê di lîsteya weşanan de di “Athennee Oriente” de navê wê destnivîsê neaniye, herweha navê wê di
Bibliografya kudologî de jî nehatiye, eynî ya jorîn.
30. E. Znatowicz,
Ksiega Spiwakow, “Tygodnik Ilustrowany” hejmar 336, 1889, li wir Jaba bi Antonî dihêt bi nav kirin.
31. “Gazeta Lwowska” hejmar 164, 18.VII.1879. Min ev têbînî ji W. Olszewiczî ji Lvova bidest xist.
32. “Kurier Warszawski” hejmar 24, I, 1894.
33. W. Chrzanowski,
Pisma wojskowo-polityczne, Krakow 1871.
34. Zychlinski, eynî ya jorîn.
35. I. Holowinski,
Pielgrzymka, rûpel 98.
36.
Raporta Pirtûkxaneya Giştî ya Impiratorî ya sala 1868-ê, St. Petersburg 1869 (bi rûsî).
37. M. B. Rudenko,
li ser destnivîsên kurdî…; Hilgirtiyên rojhilatnasiyê li mezintirîn pirtûkxaneya Yekîtiya Sovyetê, Moskva 1961; M. B. Rudenko, Koleksiyona A. D. Jaba (Destnivîsên kurdî), “Xebatên Pirtûkxaneya Giştî ya Hukûmî ya bi navê M. E. Saltîkova-Şedrîna, Berhemên li ser rojhilatê”, Leningrad 1957. Ji tekstên ku Jabayî civandibûn M. Rudenko ev weşandin: Mela Mehmûd Bayezîdlî, Rewişt û tîtalên kurdan, Moskva 1963 (di wergera rûsî de) û Xaris Bitlîsî, Leyla û Mecnûn (tekst, werger û bilêvkirina filologî ya tirkî), Moskva 1965.
38. Zanyarî ji profesor V. Minorski di nameyekê de bo nivîskarekî ji Cambridge di 18.III.1964-ê de.
39. Ch. Rieu,
Catalogue of the Turkish Mannuscript of the British Museum, London 1888, rûpel 152-153 (li ser berhemên Jabayî civandîn, rûpel VIII), A. Zajaczkowski, Turecka versja Sha-name z Egiptu Mameluckiego, Varşava 1965.
40. Berê xwe bide “Belavoka Komeleya Geografîk ya Impiratoriya Rûsî, liqa Qefqasê” hejmar I, berga X, 1889-91; “Iberya” hejmara 89. 1891; “Hilsengandina NÛ” hejmar 2525; “Hilişkaftinên etnografîk” pirtûk 2, rûpel 150 (bi rûsî).
41. Raporteke kurt li ser geryanê li devera axawsîxskî, “Belavoka liqa Qefqasê”, berga II, 1873 (birûsî).
42. “Belavoka Komeleya Geografîk ya Rûsî, liqa Qefqasê” pirtûka 13, berga II, 1891, rûpel 1-122 (bi rûsî).
43. Eynî cihî.
44. Her li ser wî berê xwe bide J. Raychman,
Ze stosunkow literackich polsko-grudzinskich w XIX w., “Przeglad Humanistyczny” hejmar 3(24), 1961.
45. “Tygodnik Ilustrowany” berga V, hejmar 121, 1885, rûpel IV.
46. A. Jablonowski, Pisma, berga VII:
Wschod muzulmanski, Varşava; W. Jablonowski, Pamietnik, Wroclaw w 1965.
47. J. Raychman, Karola
Brzozowskiego wejscie w r. 1869 na Pir Omar Gudrun, “Wierchy” 1963.
48. “Belavoka Komeleya Geografîk ya Rûsî” 1888.
49. Ez di nivîsa bi navê
Ludwik Spitznagel jako tlomacz Nizamiego “Przeglad Humanistyczny” hejmara 4, sala 1964-ê de li ser vî babetî rawestiyame.
50. Bakayev jî di pirsa li jor navbirî de li ser xebatên kurdologiyê, Lerchî wekû xwediyê
Rexueil de Notices et Recits Kourdes bi nav dike.
51. J. Reychman,
Piosenka baszkirska zapisana na wygnaniu przez Tomasza Zana, “Rocznik Orientalistyczny” berga XXII, 2, 1958, rûpel 47.

Têbînî: Ev nivîsa Jan Reychmanî (1910-1975), bi polonî, di hejmara 1-ê (69) ya kovara Przegląd Oreintalistyczny ya sala 1969-ê, di rûpelên 49-59-an de, li Polonyayê belav bûbû û min ew ji zimanê polonî wergerandiye ser Kurdî. Nivîskarê vê lêkolînê Jan Reychman dîroknivîs, zimannas û rojhilatnasekê polonî bû û ew wek şehrezayê peywendiyên Polonyayê bi Kurdistan û Tirkiyeyê re têt nas kirin. Ev werger di kovara Nûdem Wergerê di sala 1996-ê de hatibû belav kirin. Sidqî Hirorî.

-----------------------------------

Nivîskar: Jan Reychman 
Weşandin: 2008-12-01

© 2009 Kulturname