söndag 14 januari 2024

Kurê çiya

 

Navê kitêbê: Kurê çiya
Nivîskar: Mihemed Tahir Şuru
Weşanxane: Senterê Tenahî yê Rewşenbîrî
Çapxane: Hawar li Dihokê
Sala weşanê: 2009
Hejmara rûpelan: 109


Babetê vê berhemê ya ku wek roman hatiye bi nav kirin zordarîya li ser kurdan û berxwedana li hember wê zordarîyê ye.

Hîwa û jina xwe Fewziya li gel dayik û her du birayên xwe di xanîyekê bikirê da li bajarî dijîn. Ew û birayê xwe Hamid serbaz in di leşkerê îraqî da. Hîwa rojekê pê dizane ku birayê wî Hamid û çend serbazên din yên ku ew bi wan ra di rêxistina nihênî da ne, li serbazgehê hatine girtin û li dû wî digerhin da ku wî jî bigirin. Ew dixwaze birayê xwe û hevalên wî rizgar bike. Ew bi cilkên serbazî ji alîyê piştê yê serbazgehê ve, bi ser perjanan ra, derbasî nava wê dibe. Birayê xwe li gel hevalên wî ji cihê girtina wan li serbazgehê derdixe û ji wê derê berê xwe didin derveyê serbazgehê, lê hevalê wan Seîd dibe armanca fîşekên serbazan û dihê kuştin.

Hîwa û her du bira û hevalên wan pêkve direvin û bi alîkarîya hevalên xwe yên rêxistinê diçin bo nav pêşmergeyan. Lê asayişa rejîma îraqî jina wî û dayika wî û zarokan û birayê wî Qadirî digirin û eşkence dikin. Ew dixwazin ji dayika wî bizanin ka kurên wê li kî derê ne û ka ew kê ji rêxistina wan li bajêrî nas dike. Ji bo ku ew wê neçar bikin biaxive, ew wê gelek diêşînin û li ber çavên wê kurê wê azar didin û destdirêjîyê dikin ser bûka wê. Dema ku ew dixwazin destdirêjîyê bikin ser nevîyên wê, ew wê çaxê li xwe mikur dihê û dibêje ku kurên wê çûne nav pêşmergeyan û ew bi xwe jî endama rêxistina nihênî ye, lê heta ku di bin eşkenceyê da dimire jî ew navê hevalên xwe eşkere nake.

Dema nivîksar xwendevanî di bajarê da digerîne ew xelk û civakek hejar, westiyayî, kesîre û halnebaş nîşan dide, mirovên kincpîs û cildirhayî, xelkekê ji yekûdu êciz û paşketî berçav dike. Lê mirov wesa têdigehe ku armanca vê berhemê bêtir nîşandan rola jinê ye di welatperwerî û berxwedana dayika Hîwayî da.

 

بابه‌تێ ڤێ به‌رهه‌مێ یا کو وه‌ک ڕۆمان هاتیه‌ ب ناڤ کرن زۆردارییا ل سه‌ر کوردان و به‌رخوه‌دانا ل هه‌مبه‌ر وێ زۆردارییێ یه.

هیوا و ژنا خوه‌ فه‌وزیا ل گه‌ل دایک و هه‌ر دو برایێن خوه‌ د خانییه‌کێ بکرێ دا ل باژاری دژین. ئه‌و و برایێ خوه‌ حامد سه‌ربازن د له‌شکه‌رێ عیراقی دا. هیوا ڕۆژه‌کێ پێ دزانت‌ کو برایێ وی حامد و چه‌ند سه‌ربازێن دی یێن کو ئه‌و ب وان ڕا د ڕێخستنا نهێنی دا نه‌، ل سه‌ربازگه‌هێ هاتنه‌ گرتن و ل دوو وی دگه‌رهن دا کو وی ژی بگرن. ئه‌و دخوازت برایێ خوه‌ و هه‌ڤالێن وی ڕزگار بکت. ئه‌و ب جلکێن سه‌ربازی ژ ئالییێ پشتێ یێ سه‌ربازگه‌هێ ڤه‌، ب سه‌ر په‌رژانان ڕا، ده‌رباسی ناڤا وێ دبت‌. برایێ خوه‌ ل گه‌ل هه‌ڤالێن وی ژ جهێ گرتنا وان ل سه‌ربازگه‌هێ ده‌ردخت و ژ وێ ده‌رێ به‌رێ خوه‌ ددن ده‌رڤه‌یێ سه‌ربازگه‌هێ، لێ هه‌ڤالێ وان سه‌عید دبت ئارمانجا فیشه‌کێن سه‌ربازان و دهێت کوشتن.

هیوا و هه‌ر دو برا و هه‌ڤالێن وان پێکڤە دره‌ڤن و ب ئالیکارییا هه‌ڤالێن خوه‌ یێن ڕێخستنێ دچن بۆ ناڤ پێشمه‌رگه‌یان. لێ ئاسایشا ڕه‌ژیما عیراقی ژنا وی و دایکا وی و زارۆکان و برایێ وی قادری دگرن و ئه‌شکه‌نجه‌ ددن. ئه‌و دخوازن ژ دایکا وی بزانن کا کورێن وێ ل کی ده‌رێ نه‌ و کا ئه‌و کێ ژ ڕێخستنا وان ل باژێری ناس دکت. ژ بۆ کو ئه‌و وێ نه‌چار بکن بئاخڤت‌، ئه‌و وێ گه‌له‌ک دئێشینن و ل به‌ر چاڤێن وێ کورێ وێ ئازار ددن و ده‌ستدرێژییێ دکن سه‌ر بووکا وێ. ده‌ما کو ئه‌و دخوازن ده‌ستدرێژییێ بکن سه‌ر نه‌ڤییێن وێ، ئه‌و وێ چاخێ ل خوه‌ مکور دهێت و دبێژت کو کورێن وێ چوونه‌ ناڤ پێشمه‌رگه‌یان و ئه‌و ب خوه‌ ژی ئه‌نداما ڕێخستنا نهێنی یه‌، لێ هه‌تا کو د بن ئه‌شکه‌نجه‌یێ دا دمرت ژی ئەو ناڤێن هه‌ڤالێن خوه‌ ئه‌شکه‌ره‌ ناکت.

ده‌ما نڤیکسار خوه‌نده‌ڤانی د باژارێ دا دگێرینت‌، ئەو خه‌لک و جڤاکه‌ک هه‌ژار، وه‌ستیایی، که‌سیره‌ و حالنه‌باش نیشان ددت، مرۆڤێن کنجپیس و جلدرهایی، خه‌لکه‌کێ ژ یه‌کودو عێجز و پاشکه‌تی به‌رچاڤ دکت. لێ مرۆڤ وه‌سا تێدگه‌هت‌ کو ئارمانجا ڤێ به‌رهه‌مێ بێتر نیشاندانا ڕۆلا ژنێ یه‌ د وه‌لاتپه‌روه‌ری و به‌رخوه‌دانا دایکا هیوایی دا.

onsdag 10 januari 2024

Hêlîna êşên li nav sinoran, Hestyar û Gulan

 

Navê kitêbê: Hêlîna êşên li nav sinoran, Hestyar û Gulan
Nivîskar: Gulnar Elî
Weşanxane:
SerSera li Berlînê
Ҫapxane:
Sala weşanê: 2020
Hejmara rûpelan: 

Helbestvan Gulnar Elî (1974-2017) ev romana xwe ya ku bi pîtên latînî nivîsbû, ji bo serrastkirina zimanî ji nivîskar Tengezar Marînî ra hinartibû. Mixabin, li dema Gulnar di jiyanê da, serrastkirin bi dawî nehatibû. Lê Tengezar Marînî ew kar bi erkê xwe zanî û piştî mirina Gulnarê serrastkirin xilas kir û ev roman di sala 2020ê da, bi rêya weşanxaneya SerSera li Berlînê çap kir.

 

Ev roman li ser viyana du gencan û kartêkirina malê, dêûbavan û civakê li ser wan û paşeroja wan e. Wextê Gulan û hevala wê Cîhan li Qamişloyê, li ser rêya di navbera mal û dibistanê da diçin, çavê Gulanê bi baxekê firotina gulan dikeve ku li ser nivîsiye Baxçê Hestyar û ew demildest hez ji navê Hestyarî dike. Paşî mereq dike ka ew Hestyar kî ye û dema ji bo kirîna gulan Hestyarî li wî baxî dibîne, ji dîtina yekê her du li yekûdu aşiq dibin.

 

Hestyar bi xwe ji Dihokê ye. Ew ji zilma beisîyên Îraqê reviyaye û hatiye Qamişlo bo mala Hecî Xelîlî, ku nasê malbata wan e û li baxçeyê wî yê gulan kar dike û her li wê derê jî dimîne.

 

Lê bab û dayika Gulanê yên halnexweş biryar daye ku Gulanê bidin pismamê wê Lezgînî, yê li Elmanyayê ye, da ku ew li hember wê ji alîyê madî ve alîkarîya wan bike. Bab ji Gulanê ra dibêje eger tu şû pê nekî ez dê xwe bikujim û guneha hindê û vê malbatê dikeve stûyê te. Evca ew bê dilê xwe şû bi Lezgînî dike û pê ra diçe ELmanyayê, lê her hez ji Hestyarî dike. Lezgîn wê dike bermalîya xwe û wî li alîyê din yarek heye bi navê Beyanê. Gulan dibe xizmetkara nav mala Lezgînî û cêmkekê zarokan, keç û kur dibin û nav lê dike Dilyar û Gulyar. Kesa ku herî bi êş û xemên Gulanê dizane û jê ra dibe alîkar û wek dayikekê çavê xwe dideyê Beyan, yara Lezgînî ye.

 

Gulan rastî êşa giran şêrpenceyê dibe û di neştergerîyê da jiyan xwe ji dest dide û cenazeya wê dibin Qamişlo û li wir vedişêrin. Hestyar diçe ser gora wê û biryarê dide ku xwe li sinorî bide û vegere warê xwe, lê mînek pê teqiya û bi giranî birîndar bû û ket nav lepên cendirmeyên tirk.

 

Ev berhem di nav xwe da çend serhatîyên din jî dihewîne: Çîroka Gulçînê, keça Hecî xelîlî û heza wê bo Hestyarî. Serhatîya çîhanê û heza wê ya peydakirina mêrekê dewlemend û pêkhatina wê xewna wê. Çîroka eşqa Nazdarê (dêya Cîhanê) û çawa bab li dijî şûkirina wê bû û tevî wê jî ew û Cemal bûn hevjîn û herwesa jî çîroka Beyanê û ya bi serê wê hatî.

 

Zimanê şî’irî yê nivîskarê gelek di nivîsandina vê berhemê da zal e. Pirsa kurdan û zilma li ser wan û dabeşkrina welatê wan û pirsa zimanê kurdî, hin ji wan babetan in yên di vê berhemê da dihên behis kirin.


 

ناڤێ کتێبێ: هێلینا ئێشێن ل ناڤ سنووران، هەستیار و گولان
نڤیسکار: گولنار عەلی
وەشانخانە: سەرسەرا ل بەرلینێ
چاپخانە:
سالا وەشانێ: ٢٠٢٠
هەژمارا رووپەلان:

 

هه‌لبه‌ستڤان گولنار عه‌لی (١٩٧٤-٢٠١٧) ئه‌ڤ ڕۆمانا خوه‌ یا کو ب پیتێن لاتینی نڤیسیبوو، ژ بۆ سه‌رڕاستکرنا زمانی ژ نڤیسکار ته‌نگه‌زار مارینی ڕا‌ هنارتبوو. مخابن، ل ده‌ما گولنار د ژیانێ دا، سه‌ڕاستکرن ب داوی نه‌هاتبوو. لێ ته‌نگه‌زار مارینی ئه‌و کار ب ئه‌رکێ خوه‌ زانی و پشتی مرنا گولنارێ سه‌ڕاستکرن خلاس کر و ئه‌ڤ ڕۆمان د سالا ٢٠٢٠ێ دا ب ڕێیا وه‌شانخانه‌یا سه‌رسه‌را ل به‌رلینێ چاپ کر 

ئه‌ڤ ڕۆمان ل سه‌ر ڤیانا دو گه‌نجان‌ و کارتێکرنا مالێ، دایوبابان و جڤاکێ ل سه‌ر وان و پاشه‌رۆژا وانه‌. وه‌ختێ گولان و هه‌ڤالا وێ جیهان ل قامشلۆیێ، ل سه‌ر ڕێیا د ناڤبه‌را مال و دبستانێ دا دچن، چاڤێ گولانێ ب باغه‌کێ فرۆتنا گولان دکه‌ڤت‌ کو ل سه‌ر نڤیسیه‌ باخچێ هه‌ستیار و ئه‌و ده‌ملده‌ست حه‌ز ژ ناڤێ هه‌ستیاری دکت. پاشی مه‌ره‌ق دکت‌ کا ئه‌و هه‌ستیار کی یه‌ و ده‌ما ژ بۆ کرینا گولان هه‌ستیاری ل وی باغی دبینت‌، ژ دیتنا یه‌کێ هه‌ر دو ل یه‌کوودو عاشق دبن.

 

هه‌ستیار ب خوه‌ ژ دهۆکێ یه‌. ئه‌و ژ زلما به‌عسییێن عیراقێ ڕه‌ڤیایه‌ و هاتیه‌ قامشلۆ بۆ مالا حه‌جی خه‌لیلی، کو ناسێ مالباتا وانه‌ و ل باخچه‌یێ وی یێ گولان کار دکت‌ و هه‌ر ل وێ ده‌رێ ژی دمینت.

لێ باب و دایکا گولانێ یێن حالنه‌خوه‌ش بریار دایه‌ کو گولانێ بدن پسمامێ وێ له‌زگینی، یێ ل ئه‌لمانیایێ یه‌، دا کو ئه‌و ل هه‌مبه‌ر وێ ژ ئالییێ مادی ڤه‌ ئالیکارییا وان بکت‌. باب ژ گولانێ ڕا دبێژت ئه‌گه‌ر تو شوو پێ نه‌کی ئه‌ز دێ خوه‌ بکوژم و گونه‌ها هندێ و ڤێ مالباتێ دکه‌ڤت‌ ستوویێ ته‌. ئه‌ڤجا ئه‌و بێ دلێ خوه‌ شوو ب له‌زگینی دکت و پێ ڕا دچت‌ ئه‌لمانیایێ، لێ هەر حەز ژ هەستیاری دکت. له‌زگین وێ دکت به‌رمالییا خوه‌ و وی ل ئالییێ دن یاره‌ک هه‌یه‌ ب ناڤێ به‌یانێ. گولان دبت‌ خزمه‌تکارا ناڤ مالا له‌زگینی و جێمکه‌کێ زارۆکان، که‌چ و کور دبن و ناڤ لێ دکت دلیار و گولیار. که‌سا کو هه‌ری ب ئێش و خه‌مێن گولانێ دزانت‌ و ژێ ڕا دبت‌ ئالیکار و وه‌ک دایکه‌کێ چاڤێ خوه‌ ددتێ به‌یان، یارا له‌زگینی یه.

گولان ڕاستی ئێشا گران شێرپەنجەیێ دبت و د نه‌شته‌رگه‌رییێ دا ژیان خوه‌ ژ ده‌ست ددت و جه‌نازه‌یا وێ دبن قامشلۆ و ل وێ دەرێ ڤه‌دشێرن. هه‌ستیار دچت‌ سه‌ر گۆرا وێ و بریارێ ددت کو خوه‌ ل سنۆری بدت و ڤه‌گه‌رت وارێ خوه‌، لێ مینه‌ک پێ ته‌قیا و ب گرانی بریندار بوو و که‌ت ناڤ له‌پێن جه‌ندرمه‌یێن ترک.

 

ئه‌ڤ به‌رهه‌م د ناڤ خوه‌ دا چه‌ند سه‌رهاتییێن دی ژی دحه‌وینت‌: چیرۆکا گولچینێ، که‌چا حه‌جی خه‌لیلی و حه‌زا وێ بۆ هه‌ستیاری. سەرهاتییا جیهانێ و حه‌زا وێ یا په‌یداکرنا مێره‌کێ ده‌وله‌مه‌ند و پێکهاتنا وێ خه‌ونا وێ. چیرۆکا عه‌شقا نازدارێ (دایکا جیهانێ) و چاوا باب ل دژی شووکرنا وێ بوو و ته‌ڤی وێ ژی ئه‌و و جه‌مال بوون هه‌ڤژین و هه‌روه‌سا ژی چیرۆکا به‌یانێ و یا ب سه‌رێ وێ هاتی.

 

زمانێ شعری یێ نڤیسکارێ گه‌له‌ک د نڤیساندنا ڤێ به‌رهه‌مێ دا زاله‌. پرسا کوردان و زلما ل سه‌ر وان و دابه‌شکرنا وه‌لاتێ وان و پرسا زمانێ کوردی، هن ژ وان بابه‌تانن یێن د ڤێ به‌رهه‌مێ دا دهێن به‌حس کرن.

fredag 15 december 2023

Ferhenga Amed ya Îsmaîl Taha Şahînî

Ferhenga Amed ya Îsmaîl Taha Şahînî

فەرهەنگا ئامەد یا ئیسماعیل تاها شاهینی

Berî çend rojan dora sih ktêbên ku min li Dihokê kirîbûn û min ji wê derê post kiribûn, gehiştin bo ber destê min li Stokholmê. Min berî hemîyan seha ferhenga Amed ya kurdî - kurdî - erebî ya meydanî ya Îsmaîl Taha Şahînî kir. Ev ferheng di du bergan da derketiye û ji 3450 berperan pêk dihê. Ya rast min piranîya ferhengên kurdî yên ku berî wê derkeftine dîtine û hin ji wan di jiyana xwe ya nivîskarîyê da bi kar înane, lê ev ferheng bi dîtina min, di warê ferhengsazîyê da gelek li pêşîya yên berî xwe ye. Û tişta vê ji hemîyên din jî cuda dike, û wek ferhengsazî bi xwe jî di pêşgotina xwe da destnîşan kirî, ew e ku ev ferheng meydanî ye û ew wan peyivên ku kurmancîaxêvan li başûrê Kurdistanê bi kar anîne di nav rûpelên xwe da dihewîne. Bê guman ev dê ji bo min û ji bo her kesê bi kurdîyê ve mijûl dibe çavkanîyeka gelek mifadar be.

Ez ji bo balkêşanê bo ser bihadarîya vê ferhengê dê ji pêşgotina zimannas Newzad Hirorî ya ji bo vê ferhengê hatiye nivîsîn, vê parçeya jêrîn bi we ra parve bikIm:

(Piştî ku min kurseka ferhengnasîyê li zankoya Stokholmê xwandî, dilê min çûyê ferhengeka kurdî -kurdî li ser peyivan û metodên ferhengnasîya ewropayî çê kim. Min dest pê kir peyivên ku min dizanîn rêz kirin û menayên wan nivîsîn û her weha li ferhengên heyî nihêrt. Armanca min ew bû ku ew ferhengeka wesa be ku bo xebatên dî yên çêkirina ferhengên kurdî bibe nimûneyek. Gava seydayê Îsmaîl Taha Şahîn behsê xebata xwe bo min kirî, min pêşniyar kir ku ew wan metodan yên ku axleb ferhengên ewropayî li dûv diçin bi kar bîne. Ew pêşniyar ket serê seydayê Îsmaîl. Min jî qebûl kir ku ez hemû ferhenga wî kontrol bikim. Piştî hîngê, êdî hewce nedikir ku ez li ser ferhenga xwe berdewam bibim. Çunkî ew ne meydanî bû û ji pêş ferhenga seydayê Îsmaîl ve dilopek ji behrê bû.)

‌‌Her weha li ser giringîya vê ferhengê helbestvan Mueyed Teyib, berpirsê dezgeha Spîrêz ya weşanê ya ku ev ferheng belav kiriye, di nav gotina xwe da ya li ser cildê paşî yê ferhengê hatiye bi cih kirin nivîsîye:

(Bi dîtina min her wek çawa di hemî zimanan da gelek ferheng hene, lê herdem yek ji wan ji hemîyan pitir giştgîr û cihê bawerî û bikarînanê ye; ev ferhenge jî dê di zimanê kurdî û kurmancîya behdînî da ew be, lewra pîdivî ye daneyek ji wê di her malekê da hebe.)

Min ji vê bêhtir, li ser bihadarîya vê ferhengê tşitek nîne li ser zêde bikim ji bilî ku bêjm seydayî Îsmaîl Taha Şahînî mala te ava û destên te her sax bin û hêvîdar im çapeka din hêj baştir û dewlemendtir be.

 

فەرهەنگا ئامەد یا ئیسماعیل تاها شاهینی

بەری چەند رۆژان دۆرا سهـ کتێبێن کو من ل دهۆکێ کریبوون و من ژ وێ دەرێ پۆست کربوون، گەهشتن بۆ بەر دەستێ من ل ستۆکهۆلمێ. من بەری هەمییان سەحا فەرهەنگا ئامەد یا کوردی – کوردی - عەرەبی یا مەیدانی یا ئیسماعیل تاها شاهینی کر. ئەڤ فەرهەنگ د دو بەرگان دا دەرکەتیە و ژ ٣٤٥٠ بەرپەران پێک دهێت. یا راست من پرانییا فەرهەنگێن کوردی یێن کو بەری وێ دەرکەفتنە دیتنە و هندەک ژ وان د ژیانا خوە یا نڤیسکارییێ دا ب کار ئینانە، لێ ئەڤ فەرهەنگ ب دیتنا من د وارێ فەرهەنگسازییێ دا گەلەک ل پێشییا یێن بەری خوە یە. ئو تشتا ڤێ ژ هەمییێن دی ژی جودا دکت و وەک فەرهەنگسازی ب خوە ژی د پێشگۆتنا خوە دا دەستنیشان کری، ئەوە کو ئەڤ فەرهەنگ مەیدانی یە و ئەو وان پەیڤێن کو کورمانجیئاخێڤان ل باشوورێ کوردستانێ ب کار ئینانە د ناڤ رووپەلێن خوە دا دحەوینە. بێ گومان ئەڤ دێ ژ بۆ من و ژ بۆ هەر کەسێ ب کوردییێ ڤە مژوول دبت چاڤکانییەکا گەلەک مفادار بت.

ئەز ژ بۆ بالکێشانێ بۆ سەر بهادارییا ڤێ فەرهەنگێ دێ ژ پێشگۆتنا زمانناس نەوزاد هرۆری یاژ بۆ ڤێ فەرهەنگێ هاتیە نڤیسین، ڤێ پارچەیا ژێرین ب وە را پارڤە بکم:

(پشتی کو من کورسەکا فەرهەنگناسییێ ل زانکۆیا ستۆکهۆلمێ خواندی، دلێ من چوویێ فەرهەنگەکا کوردی – کوردی ل سەر پەیڤان و مەتۆدێن فەرهەنگناسییا ئەورۆپایی چێ کم. من دەست پێ کر پەیڤێن کو من دزانین رێز کرن و مەعنایێن وان نڤیسین و هەر وەها ل فەرهەنگێن هەیی نهێرت. ئارمانجا من ئەو بوو کو فەرهەنگەکا وەسا بت کو بۆ خەباتێن دی یێن چێکرنا فەرهەنگێن کوردی ببت نموونەیەک. گاڤا سەیدایێ ئیسماعیل تاها شاهین بەحسێ خەباتا خوە بۆ من کری، من پێشنیار کر کو ئەو وان مەتۆدان یێن کو ئاغلەب فەرهەنگێن ئەورۆپایی ل دووڤ دچن ب کار بینت. ئەو پێشنیار کەت سەرێ سەیدایێ ئیسماعیل. من ژی قەبوول کر کو ئەز هەموو فەرهەنگا وی کۆنترۆل بکم. پشتی هینگێ، ئێدی هەوجە نەدکر کو ئەز ل سەر فەرهەنگا خوە بەردەوام ببم. چونکی ئەو نە مەیدانی بوو و ژ پێش فەرهەنگا سەیدایێ ئیسماعیل ڤە دلۆپەک ژ بەحرێ بوو.)

‌‌هەر وەها د وارێ گرنگیا ڤێ فەرهەنگێ دا هەلبەستڤان موئەیەد تەیب، بەرپرسێ دەزگەها سپیرێز یا وەشانێ یا کو ئەڤ فەرهەنگ بەلاڤ کریە، د ناڤ گۆتنا خوە دا یا ل سەر جلدێ پاشی یێ ڤێ فەرهەنگێ هاتیە ب جهـ کرن نڤیسییە:

(ب دیتنا من هەر وەک چاوا د هەمی زمانان دا گەلەک فەرهەنگ هەنە لێ هەردەم ئێک ژ وان ژ هەمییان پتر گشتگیر و جهێ باوەری و بکارئینانێ یە؛ ئەڤ فەرهەنگە ژی دێ د زمانێ کوردی و کرمانجییا بەهدینی دا ئەو بیت، لەورا پیدڤی یە دانەیەک ژ وێ د هەر مالەکێ دا هەبیت.)

من ژ ڤێ بێهتر، ل سەر بهادارییا ڤێ فەرهەنگێ، تشتەک نینە ل سەر زێدە بکم ژ بلی کو بێژم سەیدایی ئیسماعیل تاها شاهینی مالا تە ئاڤا و دەستێن تە هەر ساخ بن و هیڤیدارم چاپەکا دی هێژ باشتر و دەولەمەندتر بت.

torsdag 19 oktober 2023

Bûbê Eser û Sapo

 

Min kitêba Bûbê Eser ya ku îsal wek roman bi navê Sapo derketiye xwend. Sapo li gel xwendina xwe li zanîngehê tevlî rêxistinên sosyalîst dibe û li gor vegêrî paşî û bi alîkariya dewletê partiyek jê re dihêt durist kirin da ku ew pê tevgera neteweyî ya kurdan ji nav bibe. Şêro yê ku herweha jî li zanîngehê dixwîne dihêt rakişandin bo nav wê partiyê, bê ku ew bizane ku ew partî li dijî bizava neteweyî ya xelkê wî ye. Li dawiyê, û dema ku Şêro siyaseta partiya xwe rexne dike, ew li ser destê hevalên xwe yên partiyê dihêt kuştin.

Ev kitêb bi gelek gotarên siyasî-dîrokî û çendbarekirina mijaran hatiye barkirin û pê barê wê hatiye giran kirin. Herweha jî gelek hest bi hebûna nivîskarî bi xwe di nav rûpelên kitêbê de dhêt kirin.

بووبێ ئەسەر و ساپۆ

من کتێبا بووبێ ئەسەر یا کو ئیسال وەک رۆمان ب ناڤێ ساپۆ دەرکەتیە خواند. ساپۆ ل گەل خواندنا خوە ل زانینگەهێ تەڤلی رێخستنین سۆسیالیست دبت و ل گۆر ڤەگێری پاشی و ب ئالیکارییا دەولەتێ پارتییەک ژێ را دهێت دورست کرن دا کو ئەو پی تەڤگەرا نەتەوەیی یا کوردان ژ ناڤ ببت. شێرۆ یێ کو هەروەها ژی ل زانینگەهێ دخوینت دهێت راکێشان بۆ ناڤ وێ پارتییێ، بێ کو ئەو بزانت کو ئەو پارتی ل دژی بزاڤا نەتەوەیی یا خەلکێ وی یە. ل داوییێ، ئو دەما کو شیرۆ سیاسەتا پارتیا خوە رەخنە دکت، ئەو ل سەر دەستێ هەڤالێن خوە یێن پارتییێ دهێت کوشتن.

ئەڤ کتێب ب گەلەک گۆتارێن سیاسی_دیرۆکی و جەندبارەکرنا مژاران هاتیە بارکرن و پێ بارێ وێ هاتیە گرانکرن. هەروەها ژی گەلەک هەست ب هەبوونا نڤیسکاری ب خوە د ناڤ رووپەلێن کتێبێ دا دهێت کرن.

söndag 8 oktober 2023

Serkan Birûsk û Du cîhan yek jan

Romana Du cîhan û yek jan ez birim nav gelek cih û deman û xistim nav hûrgilîyên serhatî û derodrên lehengên wê û tevlî hizr û derûniya wan kirim. Ez bi zimanê xweş û tekûz yê nivîskarê romanê Serkan Birûskî bûm hogirê Janpîrî û koça wî ya ber bi Ewrûpayê ve û hemî ya berî seferê û ya piştî wê hatibû serê wî. Nivîskarî hewil daye hindî ji dest hatiye me ji wesf û hûrhûrkên leheng û serhatî û cih û deman bê par neke. Ew di rûpela 268ê da li ser zimanê Janpîrî weha behsa giringiya hûrgilîyan di vegêranê da dike:

”Ji bîra nekin ew tiştên ku çîroka jiyanekê ji yên din vediqetîne, balkêştir dike, bi tam û xweştir dike; hûrgilî ne. Divê hûn karibin rengvedana wê acizî, xemgînî û xweşiyên di ruhê wan de veşartî ne; hîs bikin û bi peyvan xwe ji me re vebêjin û bi me jî bidin hîs kirin…”

Lê xwezî ew çîroka xencerê û hespî û mîrê cinan ya di vê romanê da bi serê xwe wek romaneka ji vê cwda hatibûya nivîsandin.

س


سه‌رکان برووسک و دو جیهان یه‌ک ژان

ڕۆمانا دو جیهان یه‌ک ژان ئه‌ز برم ناڤ گه‌له‌ک جهـ و ده‌مان و خستم ناڤ هوورگلییێن سه‌رهاتی و ده‌رۆدرێن له‌هه‌نگێن وێ و ته‌ڤلی هزر و ده‌روونیا وان کرم. ئه‌ز ب زمانێ خوه‌ش و ته‌کووز یێ نڤیسکارێ ڕۆمانێ سه‌رکان برووسکی بووم هۆگرێ ژانپیری و کۆچا وی یا به‌ر ب ئه‌ورووپایێ ڤه‌ و هه‌می یا کو به‌ری سه‌فه‌رێ و یا پشتی وێ هاتبوو سه‌رێ وی. نڤیسکاری هه‌ول دایه‌ هندی ژ ده‌ست هاتیه‌ مه‌ ژ وه‌سف و هوورهوورکێن له‌هه‌نگ و سه‌رهاتی و جهـ و ده‌مان بێ پار نه‌کت. ئه‌و د ڕووپه‌لا ٢٦٨ێ دا ل سه‌ر زمانێ ژانپیری وه‌ها به‌حسا گرنگییا هوورگلییان د ڤه‌گێرانێ دا دکت:‌

''ژ بیرا نه‌کن ئه‌و تشتێن کو چیرۆکا ژیانه‌کێ ژ یێن دن ڤه‌دقه‌تینه‌، بالکێشتر دکه‌، ب تام و خوه‌شتر دکه‌؛ هوورگلی نه‌. دڤێ هوون کاربن ڕه‌نگڤه‌دانا وێ عاجزی، خه‌مگینی و خوه‌شیێن د ڕوحێ وان ده‌ ڤه‌شارتی نه‌؛ حیس بکن و ب په‌یڤان خوه‌ ژ مه‌ ڕه‌ ڤه‌بێژن و ب مه‌ ژی بدن حیس کرن''

لێ خوه‌زی ئه‌و چیرۆکا خه‌نجه‌رێ و هه‌سپی و میرێ جنان یا د ڤێ ڕۆمانێ دا ب سه‌رێ خوه‌ وه‌ک ڕۆمانه‌کا ژ ڤێ جودا هاتبا نڤیساندن.

måndag 12 september 2022

Eza xwe di komê da neperçiqînin

 

Eza xwe di komê da neperçiqînin

 


(Ev nivîsa min di hejmara roja 12.09.2022ê ya rojnameya Evroyê da belav bûye.)

Ez tênagehim ka çima demê mirov behsê xwe wek takekes û ferd dike ez û minê bi kar naîne û xwe wek kom bi nav dike.

Ev demekê dirêj e bala min d medyaya başûrê welatî da ketiye ser wê çendê, ji bo numûne, demê ku nivîskarek nivîseka xwe di rojname yan kovarekê da belav dike û behsê wê ҫendê dike, dibêje nivîseka (me) li filan derê hatiye belavkirin. Ew bi xwe nivîs ya wî bi xwe, bi tenê ye, ya tekekî ye, ne ya gelek kesan e, lê ew xwe di wê rewşê da wek kom bi nav dike.

Ne bes ev, lê dê ji bo nimûne bînî kesek bi tena serê xwe çûye seredana kesekî yan kesek hatiye seredana wî yan wê û dê li wê derê jî bînî ew xwe wek (em) diyar bike û dibêje (em) çûn seredana filan kesî yan filan kes hat seredana (me).

Erê çi arêşe di wê da ye ku mirov rastiyê bibêje û ji eza xwe şerim neke û wê, wek heyî bi ez bi nav bike! Bo çi mirov bisteh nake û baweriyê bi xwe naîne û bibêje ez çûm seredana filan kesî yan nivîseka min di filane cihî da hat belav kirin! Erê gelo di vê da pirsgirêkeka me ya derûnî heye ku em xwe bi emkirin û mekirinê hêjatir, bilindtir û mezintir ji ezê dibînin?

Ma wextê hindek kesên berpirsiyar û desthilatdar ji xwe negirin û di behsikirina xwe de, wek kes, ezê bi lêv bikin, û bi wî rengî hewil didin yê beranber neҫar dikin ku bi zimanê komê li wan vegêre, ҫima em dê bidin dû wan û dê zimanê xwe xwe xwehir bikin û ezê jê bimehînin!

Em hemî dizanin ku civak ji ferdan pêk dihê û ferdên azad û bawerî bi xwe heyî civakeka azad û bawerî bi xwe bûyî çêdikin. Ma ne duristtir e ku tişt û halet wek xwe û wek heyî bên binavkirin! Ez bi xwe dibînim ku pêdivî ye em eza xwe azad bikin û wê di komê da nexendiqînin û bisteh bikin bêjin ez û min û rê nedin ew di komê da wenda be. Tak tak e û kom kom e û cihnavên kesî jî di kurmanciyê da zelal û diyar in.

 

 

ئه‌زا خوه‌ د کۆمێ دا نه‌په‌رچقینن

 

ئه‌ز تێناگه‌هم کا چما ده‌مێ مرۆڤ به‌حسێ خوه‌ وه‌ک تاکەکه‌س و فه‌رد دکت ئه‌ز و منێ ب کار نائینت و خوه‌ وه‌ک کۆم ب ناڤ دکت.‌

ئه‌ڤ ده‌مه‌کێ درێژە‌ بالا من بێهتر د مەدیایا باشوورێ وەلاتی دا که‌تیه‌ سه‌ر وێ چه‌ندێ، ژ بۆ نموونە ده‌مێ کو نڤیسکاره‌ک نڤیسه‌کا خوه‌ د ڕۆژنامه‌ یان کۆڤاره‌کێ دا به‌لاڤ دکت و به‌حسێ وێ چه‌ندێ دکت‌، دبێژت‌ نڤیسه‌کا (مه‌) ل فلان ده‌رێ هاتیه‌ به‌لاڤکرن. ئه‌و ب خوه‌ نڤیس یا وی ب خوه‌، ب ته‌نێ یه‌، یا تا‌که‌کی یه‌، نه‌ یا گه‌له‌ک کەسانه‌، لێ ئه‌و خوه‌ د وێ ڕه‌وشێ دا وه‌ک کۆم ب ناڤ دکت.

نه‌ به‌س ئه‌ڤ، لێ دێ ژ بۆ نموونه‌ بینی که‌سه‌ک ب ته‌نا سه‌رێ خوه‌ چوویه‌ سه‌ره‌دانا که‌سه‌کی یان که‌سه‌ک هاتیه‌ سه‌ره‌دانا وی یان وێ و دێ ل وێ ده‌رێ ژی بینی ئه‌و خوه‌ وه‌ک (ئه‌م) دیار دکت‌ و دبێژت‌ (ئه‌م) چوون سه‌ره‌دانا فلان که‌سی یان فلان که‌س هات سه‌ره‌دانا (مه).

ئه‌رێ چ ئارێشه‌ د وێ دا هەیه‌ کو مرۆڤ ڕاستیێ ببێژت و ژ ئه‌زا خوه‌ شه‌رم نه‌کت و وێ، وەک هەیی ب ئەز ب ناڤ بکت! بۆ چ مرۆڤ بسته‌هـ ناکت‌ و باوه‌ریێ ب خوه‌ نائینت‌ و ببێژت ئه‌ز چووم سه‌ره‌دانا فلانە که‌سی یان نڤیسه‌کا من د فلانه‌ جهی دا هات به‌لاڤ کرن! ئه‌رێ گه‌لۆ د ڤێ دا پرسگرێکه‌کا مه‌ یا ده‌روونی هه‌یه‌ کو ئه‌م خوه‌ ب ئه‌مکرن و مه‌کرنێ هێژاتر، بلندتر و مه‌زنتر ژ ئەزێ دبینن؟

 

ما وه‌ختێ هنده‌ک که‌سێن به‌رپرسیار و ده‌ستهلاتدار ژ خوه‌ نه‌گرن د به‌حسکرنا خوه‌ دا، وه‌ک که‌س، ئه‌زێ ب لێڤ بکن، ئو ب وی ڕه‌نگی هه‌ول ددن یێ به‌رانبه‌ر نه‌چار بکن، ب زمانێ کۆمێ ل وان ڤه‌گێرت، چما ئه‌م دێ بدن دوو وان و دێ زمانێ خوه‌ خوه‌ خوه‌هر بکن و ئه‌زێ ژێ بمه‌حینن!

 

ئه‌م هه‌می دزانن کو جڤاک ژ تاکەکەسان، ژ فه‌ردان پێک دهێت و فه‌ردێن ئازاد و باوه‌ری ب خوه‌ هه‌یی جڤاکه‌کا ئازاد و باوه‌ری ب خوه‌ بوویی چێدکن. گەلۆ ما نه‌ دورستتره‌ کو تشت و حاله‌ت وه‌ک خوه‌ و وه‌ک هه‌یی بهێن ب ناڤ کرن! ئه‌ز ب خوه‌ دبینم کو پێدڤی یه‌ ئه‌م ئه‌زا خوه‌ ئازاد بکن و وێ د کۆمێ دا نه‌خه‌ندقینن و بسته‌هـ بکن وەک باب و کالان ببێژن (ئه‌ز) و (من) و ڕێ نه‌دن ئه‌و د کۆمێ دا وه‌ندا ببت. تاک تاکه‌ و کۆم کۆمه‌ و جهناڤێن که‌سی ژی د کورمانجیێ دا زه‌لال و دیارن.

 

lördag 10 september 2022

Dergehê dunyayê

 

 

Navê kitêbê: Dergehê dunyayê

Nivîskar: Sebrî Silêvanî

Weşanxane: Projeyê Muksî

Çapxane: li Tehranê

Sala weşanê: 2019

Hejmara rûpelan: 328 


 

Dergehê dunyayê romaneka pirmjar e û geryanek e li dû pênasname û xwebûnê û ji bilî çîroka kesê serekî, herî kêm, şeş çîrokên din jî di nav xwe da dihewîne.
 

Sêvdîn, bê dayik û bab e û xalê wî Seyidî ew xwedî kiriye. Ew zarokîniya xwe li gundî derbas dike û di deh saliyê da ew û Şemdîn dibin hevalên pir ji hev nêzîk û hemî rojên xwe li gel yekûdu bi keyf û xweşî diborînin. Li gundê wî Kurdê û mela Yasîn bê zaok bûn û şevekê di çarde saliya xwe da bi Kurdê ra radikeve û Kurdê jê hamil dibe, lê bes ew her du pê dizanin.

Aha pşitî wê şevê her tişt li nik Sêvdînî dihê guhorîn û êdî ew nema Sêvdînê berê. Ew paşî wê nihêniyê ji hevalê xwe Şemdînî ra dibêje û dû ra, şevekê li gel xalê xwe Seyidî diçe bo nav pêşmergeyan û nazivire ve gundî. Sêvdîn dibe pêşmerge û li ser destê hevalê xwe Bedirxanî hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Xalê wî Seyid di şerî da dimire û ew çend gelek kartêkirina xwe li wî dike. Setimîn dihê û biryar ji serî hat ku pêşmerge çekî deynin û xwe teslîmî Îraqê bikin yan biçin û bibin penaber li Îranê. Sêvdîn çi ji her duyan nake û xwe bo heyamekê li çiyayî asê dike.

Piştî demekê Sêvdîn jî xwe teslîm dike û bi alîkarîya Farsî û jina wî Nomayê dikanekê vedikin û rewşa wan xweş û baş dibe, lê şerê Îran û Îraqê dest pê dike û Sêvdîn jî neçar dibe ber bi leşkerîyê û berokên şerî li dijî Îranê biçe. Ew û hevalê wî Remezan di şerî da dihên êxisîrkirin û dibin girtî li kempên êxisîran li Îranê. Piştî şerê Îran û Îraqê Sêvdîn vedigere û li hotêlekê dihêt bicihkirin. Xudanê taksîyekê ku navê wî Azer Amî ye wî digehîne hotêlê û dibe hevalê wî û paşî wî ji hotêlê dibe mala xwe û sêvdîn dibe destebirayê wî.

Sêvdîn rojekê di kovarekê da wêneyê keçekê dibîne li gel helbesteka wê û ji çend xwendekaran dizane ku navê wê keçê Norhane û keça mela Yasînî ye û mala wê li Sêmêlê ye û berî heyamekê tazîya babê wê bû. Hîngê Sêvdîn pişt rast dibe ku ew keça wî û Kurdê ye. Ew li dû wê digere û carekê li ser ziyaretan wê ji dûr ve dibîne.

Wextê daiş hêrşê dike ser Kurdistanê Sêvdîn li hewara hevalê xwe yê pêşmerge li Şengalê Azarî diçe û paşî li Kobanî di şerê li dijî daişê da dihê kuştin.

Sêvdînî, berî mirina xwe li Kobanî navnîşan û telefona parêzerekî dabû hevalê xwe Azerî û gotibûyê ku wî nîva serwet û samanê xwe xistiye ser navê Norhanê. Azer piştî mirina Sêvdînî peyama wî dgehîne Norhanê û li dû soza xwe ya dabû Sêvdînî wê bi tenê nahêle.

Xwendevan vê serhatîya Sêvdînî bi rêya şeş vegêran; Deştî, Bedirxan, Brehîmê Xerbend, Farisê Rehîmî, Remezan û Azer Amî nas dike. Gelek çîrok, mjarên civakî, siyasî, dîrokî, hizrî, rexneyî û hêj bêhtir di şeş beşên vê çîrokê da hene û ev pêkve panoramayekê li ser rewşa civakî, siyasî, hizrî û dîrokî ya kurdistanê berçav dkin.

ناڤێ کتێبێ: دەرگەهێ دونیایێ

نڤیسکار: سەبری سلێڤانەیی

وەشانخانە: پرۆژێ موکسی

چاپخانە: ل تەهرانێ

سالا وەشانێ: ٢٠١٩  

هژمارا ڕووپەلان: ٣٢٨

دەرگەهێ دونیایێ ررۆمانەکا پرمژارە وگەریانەکە ل دوو پێناسنامە و خوەبوونێ و ژ بلی چیرۆکا کەسێ سەرەکی، هەری کێم، شەش چیرۆکێن دی ژی د ناڤ خوە دا دحەوینە.

سێڤدین، بێ دایک و بابە و خالێ وی سەیدی ئەو خودان کریە. ئەو زارۆکینیا خوە ل گوندی دەرباس دکت و د دەهـ سالیێ دا ئەو و شەمدین دبن هەڤالێن پڕ ژ هەڤ نێزیک و هەمی رۆژێن خوە ل گەل یەکودو ب کەیف و خوەشی دبۆرینن. ل گوندێ وی کوردێ و مەلا یاسین بێ زاۆک بوون و شەڤەکێ د چاردە سالیا خوە دا ب کوردێ را رادکەڤت و کوردێ ژێ حامل دبت، لێ بەس ئەو هەر دو پێ دزانن.

ئاها پشتی وێ شەڤێ هەر تشت ل نک سێڤدینی دهێت گهۆرین و ئێدی ئەو نەما سێڤدینێ بەرێ. ئەو پاشی وێ نهێنیێ ژ هەڤالێ خوە شەمدینی را دبێژت و دوو را شەڤەکێ ل گەل خالێ خوە سەیدی دچت بۆ ناڤ پێشمەرگەیان و نازڤرت ڤە گوندی. سێڤدین دبت پێشمەرگە و ل سەر دەستێ هەڤالێ خوە بەدرخانی هینی خواندن و نڤیساندنێ دبت. خالێ وی سەید د شەری دا دمرت و ئەو چەند گەلەک کارتێکرنا خوە ل وی دکت. سەتمین دهێت و بریار ژ سەری هات کو پێشمەرگە چەکی دەینن و خوە تەسلیمی عیراقێ بکن یان بچن و ببن پەنابەر ل ئیرانێ. سێڤدین چ ژ هەر دویان ناکت و خوە بۆ هەیامەکێ ل چیایی ئاسێ دکت.
 

پشتی دەمەکێ سێڤدین ژی خوە تەسلیم دکت و ب ئالیکاریا فارسی و ژنا وی نۆمایێ دکانەکێ ڤەدکن و رەوشا وان خوەش و باش دبت، لێ شەرێ ئیران و عیراقێ دەست پێ دکت و سێڤدین ژی نەچار دبت بەر ب لەشکەریێ و بەرۆکێن شەری ل دژی ئیرانێ بچت. ئەو و هەڤالێ وی رەمەزان د شەری دا دهێن ئێخسیرکرن و دبن گرتی ل کەمپێن ئێخسیران ل ئیرانێ. پشتی شەرێ ئیران و عیراقێ سێڤدین ڤەدگەرت و ل هۆتێلەکێ دهێت بجهکرن. خودانێ تاکسیەکێ کو ناڤێ وی ئازەر ئامی یە وی دگەهینت هۆتێلێ و دبت هەڤالێ وی و پاشی وی ژ هۆتێلێ دبت مالا خوە و سێڤدین دبت دەستەبرایێ وی.

سێڤدین رۆژەکێ د کۆڤارەکێ دا وێنەیێ کەچەکێ دبینت ل گەل هەلبەستەکا وێ و ژ چەند خواندەکاران دزانت کو ناڤێ وێ کەچی نۆرهانە و کەچا مەلا یاسینی یە و مالا وی ل سێمێلێ یە و بەری هەیامەکێ تازییا بابێ وێ بوو. هینگێ سێڤدین پشت راست دبت کو ئەو کەچا وی و کوردێ یە. ئەو ل دوو وێ دگەرت و جارەکێ ل سەر زیارەتان وێ ژ دوور ڤە دبینت.

وەختێ داعش هێرشی دکت سەر کوردستانێ سێڤدین ل هەوارا هەڤالێ خوە یێ پێشمەرگە ل شەنگالێ ئازەری دچت و ل کۆبانی د شەرێ ل دژی داعشێ دهێت کوشتن.

سێڤدینی، بەری مرنا خوە ل کۆبانی ناڤنیشان و تەلەفۆنا پارێزەرەکی دابوو هەڤالێ خوە ئازەری و گووتبوویێ کو وی نیڤا سەروەت و سامانێ خوە خستیە سەر ناڤێ نۆرهانێ. ئازەر پشتی مرنا سێڤدینی پەیاما وی دگەهینە نۆرهانێ و ل دوو سۆزا خوە یا دابوو سێڤدینی وێ ب تەنێ ناهێلت.

خواندەڤان ڤێ سەرهاتیا سێڤدینی ب رێیا شەش ڤەگێران؛ دەشتی، بەدرخان، برەهیمێ خەربەند، فارسێ رەحیمی، رەمەزان و ئازەر ئامی ناس دکت. گەلەک چیرۆک، مژارێن جڤاکی، سیاسی، دیرۆکی، هزری، رەخنەیی و هێژ بێهتر د شەش بەشێن ڤێ چیرۆکێ دا هەنە و ئەڤ پێکڤە پانۆرامەیەکێ بەرچاڤ دکن.