Navê
kitêbê: Heware
Nivîskar: Mihemed
Selîm Siwarî
Weşanxane:
Rêveberiya Çap û Belavkirinê li Dihokê
Sala
weşanê: 2013
Hejmara
rûpelan:
Ev roman berperekê xembar ji dîroka me vedigêre, ka çawa kesek ji bo axatî û mezinatiyê û berjewedniyên xwe yên taybet destê xwe têxe nav destê neyaran û li pêşiya hêriş û dagîrkeriya wan bo ser gundewar û xelkê xwe dikeve û Emê Gozê û Bişarê Çetoyî bi helwêstên xwe yên hevdij tîne ber çavan. Xwendina vê kitêbê pirsiyaran derbareyê pirsgirêka aloz ya yekîtiya navxweyî, zalbûna hizra eşîrtiyê bi ser her tiştî da û hevrikiya li ser axatiyê û kartêkirina wê çendê li ser çarenivîsa kurdan heta roja me ya îro û gelek pirsiyarên dî diazirîne.
Xelefê
Ferhoyî axayek bû neheqî nedipejirand û rê nedida waliyê osmanî û cendirmeyên wî
bi keyfa dilê xwe destdirêjiyê bikin ser gundewar û xelkê Milan û Kîkan û ev helwêsta
Xelefî ne bi dilê waliyê Wanê bû û ji bo ku walî wî tenbîh bike hinarte dû ra.
Lê Xelef naxwaze bibe dardestê walî û xwe li ber wî naçemîne û wextê walî ditingije
û qamçiya xwe dadiweşîne Xelefî, Xelef qamçiya wî digire û bi xencera xwe walî
û çend cendirmeyan dikuje, lê di dawiyê da dikeve nav boseyeka leşkerê osmanî û
ew û çend zelamên din, bi fermana sultanê osmanî tên sêdaredan.
Piştî
nemana Xelefî, jina wî Gozê her sê zarokên xwe Mistê, Selîm û Memî Xanê ji gundê
Baxismê dibe gundê Dêrikê û li cem birayê xwe Hesenê Uzmên axayî bicih dibe. Zarokên
wê mezin dibin, Mistê yê ji hemiyan mezintir bi jêhatî û mêrxasiya xwe tê pêş çavan û
dixwaze vegere gundê Baxismê û qesra xwe lê ava bike û nêzîkî xelkê xwe bibe û
di xizmeta wan de be û eşîran nêzîkî yek bike û rê nede osmanî û dardestên wan destdirêjiyan
bikin ser xelkê wî. Ew Şemsî xanê, kiça xalê xwe Xelef axayî tîne û mala xwe
dibe qesra xwe li Baxismê û pîç pîç cihê babê xwe Xelefî digire. Lê ev hemî ne
bi dilê Qadoyê Çetoyî ye, yê ku çav li axatiya hemî eşîrên deverê ye û yê ku piştî
kuştina Xelefî, xwe bi rêya waliyê wanê kiriye nûnerê hemî eşîrên deverê li cem
desthilata osmanî.
Qado dike bi
her rengî axayê herî mezin be û eşîr û axayên kurmancan xizmetkarên wî bin
û ji bo wê jî ew pişta xwe bi osmaniyan, walî û cendirme û leşkerê wan gerim dike
û înyet kiriye berî hemiyan Mistê û xalê wî Hesen axayî ji rêya xwe bihavêje. Mebesta
waliyê Wanê jî her ew e ku bi rêya Qadoyî buha û desthiat û navê Hesen axayî û
Mistê di nav kurmancan de bişkîne û nehêle û desthilata xwe bêtir bi ser wê
deverê da bisepîne.
Qado hewil
dide Hesen axayî û Mistê biazirîne û rabikêşe bo şerî li gel osmaniyan û ji bo wê
jî pezê Cangîr Axayî, alîgirê Hesen axayî û Mistê talan dike, lê ew hewla wî
ser nagire. Dû ra walî li dijî gundê Milê diarîne û cendirme hêriş dikin ser
gundî û xelkê digirin û dikujin û gelek direvin bo gundê Dêrikê, bo nik Hesen
axayî. Qado jî vê bi fersend dibîne û walî qayîl dike ku leşkerê xwe bi wî ra
bişîne ser Dêrikê û eger Hesen axa û Mistê fîlarbûyên Milê nedin dest wan, ew
Hesen axayî û Mistê bigirin yan bikujin.
Hesen axa û
Mistê li destpêkê hewil didin Qadoyî têbigehînin ku osmanî jê ra nabin mal û her ew
mirovên yekûdu ne û ya
duristtir ew e ku ew xwe bikin yek û di xizmeta xelkê xwe da bin, lê Qado
guh nade wan û amade ye malbat, xelk û axê ji bo kesatî û mezinahiya xwe bike
qurban.
Xelkê
deverê û axa û serok eşîrên kurmancan di piraniyê da xwe didin aliyê Hesen
axayî û Mistê û heta cemîl, birayê Qadoyî jî li dijî vê xiyaneta birayê xwe radiweste.
Qado li gel osmaniyan dora Dêrikê digirin û Hesen axa bi çekdarên xwe ve ji bo
şerî amade ne û Mistê jî bi çekdarên xwe û eşîrên alîgir ve di rê da ne ji bo
ku leşkerê Qadoyî dorpêç bikin û dersekê bidinê ku kes êdî bisteh neke xwefiroşiyeka
wek Qadoyî bike û roman li vê derê bi dûmahî tê.
Gelek kesên
din jî di bûyerên vê romanê da xudan rol in û ji wan Mam Hesin şîretkarê Hesen
axayî û Gozê û Mistê, ku mirovekê jîr û jêhatî ye û hemî hurmetê li wî û gotina
wî digirin. Herweha Gozê; dayika Mistê û nimûneya jina jêhatî û gernas. Serhatiyên li
ser ecineyan û têkeliyên wan bi mirovan ra û hûrgiliyên jiyana rojane ya kesên di romanê da çendekê
ji kesatî, rewişt û baweriyên kurdan yên wan serdeman berçav dikin.
Ji romanê: “Ya
rast egera vê hindê her mezin û rêberên me ne, çi tiştê ew dibêjin xelkî, xelk
texsîr naken û yê guhê xwe didenê, belê ew çi naken, berê wan herê li wan û
bila xelk av û av biçin”.
ناڤێ کتێبێ: هەوارە
نڤیسکار: محەمەد
سەلیم سواری
وەشانخانە: رێڤەبەریا
چاپ و بەلاڤکرنێ ل دهۆکێ
سالا وەشانێ: ٢٠١٣
هەژمارا رووپەلان:
ئهڤ ڕۆمان بهرپهرهکێ خهمبار ژ دیرۆکا
مه ڤهدگێره، کا چاوا کهسهک ژ بۆ ئاغاتی و مهزناتیێ و بهرژهوهدنیێن خوه یێن
تایبهت دهستێ خوه تێخه ناڤ دهستێ نهیاران و ل پێشیا هێرش و داگیرکهریا وان
بۆ سهر گوندهوار و خهلکێ خوه دکهڤه و عەمێ گؤزێ و بشارێ چەتۆیی ب هەلوێستێن وان یێن هەڤدژ تینە بەر چاڤان. خهوهندنا ڤێ کتێبێ پرسیاران دهربارهیێ
پرسگرێکا ئالۆز یا یهکیتیا ناڤخوهیی، زالبوونا هزرا عهشیرتیێ ب سهر ههر تشتی
دا و هەڤرکیا ل سەر ئاغاتیێ و کارتێکرنا وێ چهندێ ل سەر چارەنڤیسا کوردان هەتا رۆژا مە یا ئیرۆ و گهلهک پرسیارێن
دی دئازرینه.
خهلهفێ فهرحۆیی ئاغایهک بوو نهحهقی نهدپهژراند و ڕێ نهددا والیێ ئۆسمانی و جهندرمهیێن وی ب کهیفا دلێ خوه دهستدرێژیێ بکن سهر گوندهوار و خهلکێ ملان و کیکان و ئهڤ ههلوێستا خهلهفی نه ب دلێ والیێ وانێ بوو و ژ بۆ کو والی وی تهنبیهـ بکه هنارته دوو ڕا. لێ خهلهف ناخوازه ببه داردهستێ والی و خوه ل بهر وی ناچهمینه و وهختێ والی دتنگژه و قامچیا خوه دادوهشینه خهلهفی، خهلهف قامچیا وی دگره و ب خهنجهرا خوه والی و چهند جهندرمهیان دکوژه، لێ د داویێ دا دکهڤه ناڤ بۆسهیهکا لهشکهرێ ئۆسمانی و ئهو و چهند زهلامێن دن، ب فهرمانا سولتانێ ئۆسمانی تێن سێدارهدان.
پشتی نهمانا خهلهفی، ژنا وی گۆزێ ههر سێ زارۆکێن خوه مستێ، سهلیم و مهمی خانێ ژ گوندێ باخسمێ دبه گوندێ دێرکێ و ل جهم برایێ خوه حهسهنێ ئوزمێن ئاغایی بجهـ دبه. زارۆکێن وێ مهزن دبن، مستێ یێ ژ هەمیان مهزنتر ب ژێهاتی و مێرخاسییا خوه تێ پێش چاڤان و دخوازه ڤهگهره گوندێ باخسمێ و قهسرا خوه لێ ئاڤا بکه و نێزیکی خهلکێ خوه ببه و د خزمهتا وان ده به و عهشیران نێزیکی یهک بکه و ڕێ نهده ئۆسمانی و داردهستێن وان دهستدرێژیان بکن سهر خهلکێ وی. ئهو شهمسی خانێ، کچا خالێ خوه خهلهف ئاغایی تینه و مالا خوه دبه قهسرا خوه ل باخسمێ و پیچ پیچ جهێ بابێ خوه خهلهفی دگره. لێ ئهڤ ههمی نه ب دلێ قادۆیێ چهتۆیی یه، یێ کو چاڤ ل ئاغاتیا ههمی عهشیرێن دهڤهرێ یه و یێ کو پشتی کوشتنا خهلهفی، خوه ب ڕێیا والیێ وانێ کریه نوونهرێ ههمی عهشیرێن دهڤهرێ ل جهم دهستهلاتا ئۆسمانی.
قادۆ دکه ب ههر ڕهنگی ئاغایێ ههری
مهزن بە و عهشیر و ئاغایێن کورمانجان خزمهتکارێن وی بن و ژ بۆ وێ ژی ئهو پشتا
خوه ب ئۆسمانیان، والی و جهندرمه و لهشکهرێ وان گهرم دکه و ئنیهت کریه بهری
ههمیان مستێ و خالێ وی حهسهن ئاغایی ژ ڕێیا خوه بهاڤێژه. مهبهستا والیێ وانێ
ژی ههر ئهوه کو ب ڕێیا قادۆیی بوها و دهستهلات و ناڤێ حهسهن ئاغایی و مستێ د
ناڤ کورمانجان ده بشکێنه و نەهێلە و دهستهلاتا خوه بێتر ب سهر وێ دهڤهرێ دا
بسهپینه.
قادۆ ههول دده حهسهن ئاغایی و مستێ بئازرینه
و ڕابکێشه بۆ شهری ل گهل ئۆسمانیان و ژ بۆ وێ ژی پهزێ جانگیر ئاغایی، ئالیگرێ حهسهن
ئاغایی و مستێ تالان دکه، لێ ئهو ههولا وی سهر ناگره. دوو ڕا والی ل دژی گوندێ
ملێ دئارینه و جهندرمه هێرش دکن سهر گوندی و خهلکێ دگرن و دکوژن و گەلەک درهڤن بۆ گوندێ دێرکێ، بۆ نک حهسهن ئاغایی.
قادۆ ژی ڤێ ب فهرسهند دبینه و والی قاییل دکه کو لهشکهرێ خوه ب وی ڕا بشینه
سهر دێرکێ و ئەگەر حهسهن ئاغا و مستێ فیلاربوویێن ملێ نەدن دەست وان، ئەو حهسهن
ئاغایی و مستێ بگرن یان بکوژن.
حهسهن ئاغا و مستێ ل دهستپێکێ ههول ددن قادۆیی تێبگههینن کو ئۆسمانی ژێ ڕا نابن مال و هەر ئەو مرۆڤێن یەکودو نە و یا دورستتر ئهوە کو ئهو خوه بکن یەک و د خزمهتا خهلکێ خوه دا بن، لێ قادۆ گوهـ ناده وان و ئاماده یه مالبات، خهلک و ئاخێ ژ بۆ کهساتی و مهزناهیا خوه بکه قوربان.
خهلکێ دهڤهرێ و ئاغا و سهرۆک عهشیرێن
کورمانجان د پرانیێ دا خوه ددن ئالیێ حهسهن ئاغایی و مستێ و ههتا جهمیل، برایێ
قادۆیی ژی ل دژی ڤێ خیانهتا برایێ خوە ڕادوهسته. قادۆ ل گهل ئۆسمانیان دۆرا دێرکێ
دگرن و حهسهن ئاغا ب چهکدارێن خوه ڤه ژ بۆ شهری ئاماده نه و مستێ ژی ب چهکدارێن
خوه و عهشیرێن ئالیگر ڤه د ڕێ دا نه ژ بۆ کو لهشکهرێ قادۆیی دۆرپێچ بکن و دهرسهکێ
بدنێ کو کهس ئێدی بستههـ نهکه خوهفرۆشیهکا وهک قادۆیی بکه و رۆمان ل ڤێ
دەرێ ب دووماهی تێ.
گهلهک کهسێن دن ژی د بوویهرێن ڤێ ڕۆمانێ
دا خودان ڕۆلن و ژ وان مام ههسن شیرهتکارێ حهسهن ئاغایی و گۆزێ و مستێ، کو مرۆڤهکێ
ژیر و ژێهاتی یه و ههمی حورمهتێ ل وی و گۆتنا وی دگرن و ههروهها گۆزێ؛ نموونهیا
ژنا ژێهاتی و گهرناس. سهرهاتیێن دۆرا ئهجنهیان و تێکهلیێن وان ب مرۆڤان ڕا و
هوورگلیێن ژیانا رۆژانە یا کەسێن د رۆمانێ دا چهندهکێ ژ کەساتی،
رەوشت و باوهریێن کوردان یێن وان سهردهمان بهرچاڤ دکن.
ژ رۆمانێ: "یا
راست ئەگەرا ڤێ هندێ هەر مەزن و رێبەرێن مە نە، چ تشتێ ئەو دبێژن خەلکی، خەلک
تەخسیر ناکەن و یێ گوهێ خوە ددەنێ، بەلێ ئەو چو ناکەن، بەرێ وان هەرێ ل وان و بلا
خەلک ئاڤ و ئاڤ بچن".
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar